Gotar
Nêrtiya Feminîst (1)
28 îlon 2023
Nêrtiya Feminîst – BELL HOOKS JI ÎNGILÎZÎ: MÎRZA BARAN-SEVDA ORAK Dema tevgera femînîzma hemdem cara ewil dest pê kir, hizbeke bi şidî dij-mêr li holê hebû. Jinên heteroseksuel ên beşdarî tevgerê dibûn ji têkiliyên wisa dihatin ku tê de mêr hov, bêteşe, wehş û nedilsoz bûn. Piraniya wan mêran ramanwerên radîkal bûn, dema beşdarî tevgeran