Gotar
Hacî Qadirê Koyî û Hilatina Neteweperweriya Kurdî (1)
Farangis Ghaderi · 16 îlon 2023
Neteweperwerî ji bo sazkirina “civata muxayel” bi amrazên wêjeyê re di nav pêwendiyê de bûye. Li Ewrûpayê hilatina neteweperweriyê wek şêweyek wêjeyî bi hilatina romanê re ketiye tev, lê di wêjeya kurdî de ev helbesta modern e ku hevalbendiya vê fenomenê kiriye û roman, wek cureyekî berbiçav, heta 1950yî jî ne li holê bû. Di vê nivîsê de ez nîqaş dikim ku gelekî beriya peydabûna çapemeniya çapxaneyî, ku di xebatên li ser destpêka neteweperweriya kurdî xal…