Gotar

Modernîte û Nasnameya Neteweyî

Will Kymlicka · 9 îlon 2025

Mezinahî
Parve bike

Modernîte û Nasnameya Neteweyî

werger: Fexriya Adsay

Destpêk*

Di destpêka hema hema hemû nîqaşên derbarê neteweperweriyê tê dupatkirin ku vejîna neteweperweriyê nehatiye pêşbînîkirin ji aliyê teorisyenên modernbûnê. Nasnameyên neteweyî dihat zenkirin ku wê giringiya xwe winda bikin, nasnameyeke kozmopolîtan a di ser nasnameya neteweyî re an nasnameyeke pişt-neteweyî an makezagonî wê têkeve dewsa wan. Bi awayekî zelal hat dîtin ku ev pêşbînî şaş derketin. Lê dema gelek caran ev şaşî tê diyarkirin jî, em baş nikarin teşhîs bikin ka teorisyenên modernbûnê çima û li kû şaş derketine.

Di vê nivîsê de, dixwazim bibêjim, di vê meseleyê de du şaşî hene. Ya yekemîn derbarê rola dewletê ya di piştevanî û berdewamkirina nasnameyên etnoçandî de ye. Teorisyenan angaşt dikirin, çawa ku modernbûn bûye sedema depolitîzasyona nasnameyên olî, wê taliya talî bi heman awayî rê li ber depolitîzasyona nasnameyên etnoçandî jî veke. Çawa ku demokrasiyên lîberal dewlet û dêr ji hev cihê kiribin, dewlet û komên etnoçandî jî wê ji hev bihatina cihêkirin.

Lê, ez ê angaşt bikim ku ev analojiya navbera ol û çandê biqisûr e. Dewlet bêjenebêje rol dilîze di naskirin û jinûvehilberandina hin komên diyar ên etnoçandî de û loma politîzasyona nasnameyên çandî, heta radeyekê, jêneger e. Şaşiya duyemîn derbarê têkiliya di navbera nasnameya çandî û azadiya takekesî de ye. Modernbûn mirovan azad dike ji rolên sabit ên civakî û nasnameyên nerîtî, û îdeala takekesîbûna xweser xurt dike; bi vê, takekesan teşwîq dike ku li hemberî wan nasnameyên li wan hatine barkirin tercîhan bikin, di nasname û pozisyonekê de sabit nemînin. Teorisyenên modernbûnê angaşt kirin ku ev îdeala takekesîbûna xweser û girêdayîbûna kûr a bo komeke çandî, nexasim di warê neteweyên piçûk an kemîneyên neteweyî de, li hev nakin. Ev komên piçûk bi zextên aborî û politîk re rû bi rû dimînin da ku asimîleyî neteweyên mezintir bibin û teorisyenan jî zen dikirin ku endamên van koman wê vê pêvajoyê bipejirînin ji dêvla ku ji bo parastina nasnameya xwe ya çandî têbikoşin û bihayê refaha aborî an livbariya (mobility) civakî deynin aliyekî. Berxwedana li hemberî asimîlasyonê wê girêdayîbûneke îrasyonel bûya, israra di nasnameyeke komî ya barkirî de bi îdeala modern a takekesîbûna xweser re li hev nake.

Ez ê angaşt bikim ku ev fikir şaş e ku girêdayîbûna kûr a bo nasnameya çandî îrasyonel û serhişkî ye. Arezûya modern a ji bo azadî û xweseriyê, lawazkirina sedaqata mirovan a bo nasnameya wan a çandî li aliyekî, di gelek mînakan de ew xurttir kiriye. Mirovên qedir didin xweseriya xwe qedir didin nasnameya xwe ya çandî jî, ji ber ku çanda wan a neteweyî wê giringtirîn peywendê dabîn dike ku mirov xweseriya xwe pêş ve bibin û wê tetbîq bikin. Bi baweriya min ev herdu şaşî hê jî bandor dikin li şiyana me ya famkirin û nirxandina neteweperweriyê. Ya yekemîn dibêje, dewlet ji aliyê çandî ve bêalî ye û di îzehatên tevlihev ên ‘neteweperweriya sivîl’ de xwe nîşan dide; ya duyemîn, di wê nêrîna ku dibêje neteweperwerî ji ber xwezaya xwe serhişkî ye û diyardeyeke prîmordîal e, xwe nîşan dide.

Di dawiya mayî ya vê nivîsê de ez ê li ser van du şaşiyan bi hûrgilî bisekinim. Lê, lazim e ez sînordarkirineke giring bikim. Ez li ser têkiliyên navbera modernbûn û neteweperweriya li Rojava û loma li ser nasnameyên neteweyî û tevgerên neteweperwer ên li welatên Rojava yên lîberal, demokratîk, sekuler û pîşesazîbûyî hûr dibim. Nexasim li ser hestên neteweperwer ên li nav komên kêmîne yên li nav demokrasiyên rojavayî, yên mîna kebekiyên (Québécois) li Kanadayê, flamanên li Belçîkayê an katalanên li Spanyayê, disekinim. Ew şaşiyên min li jor behs kirin, dibin asteng li ber şiyana me ya famkirina van tevgeran. Hin meylên li Rojava ku ez nîqaş dikim, herku bêtir welat marûzî ‘modernbûnê’ dimînin, li deverên din jî pêk tên. Lê pêvajoya modernbûnê ya li Afrîka an Asyayê pir cuda ye ji ya li Ewropaya Rojava an demokrasiyên anglo-amerikî, û ji ber vê bandora modernbûnê ya li ser neteweperweriyê jî dibe ku pir cuda be. Lê, dixwazim vê wek pirseke vekirî bihêlim.

Dewlet û çand

Meseleya me ya yekemîn derheqê têkiliya di navbera dewletan û çandan de ye. Hin teorisyen angaşt dikin ku dewletên modern dikarin û divê piştgiriya çandeke civakî an nasnameyeke etnoçandî nekin. A rast, hin teorisyen îdia dikin, ev e ya ku ‘neteweyên sivîl’ ên lîberal ji ‘neteweyên etnîk’ ên ne-lîberal cihê dike. Neteweyên etnîk jinûvehilberandina çand û nasnameyeke diyar a etnoçandî wek yek ji giringtirîn armancên xwe dibînin. Lê, neteweyên sivîl ‘bêalî’ ne di warê qedirgirtina nasnameyên etnoçandî yê welatiyên xwe de û endamtiya neteweyî tenê bi girêdayîbûna bo hin rêgezên diyar ên demokrasî û edaletê pênase dikin. Li gor vê nêrînê, neteweyên sivîl bi olê re çawa miamele dikin, bi çandê re jî wiha miamele dikin -yanê, mirov divê azad bin di tercîhên di jiyana xwe ya taybet de, û dewletê elaqedar nake (heta ku ji mafên kesên din re bêhurmetî nekin). Çawa ku lîberalîzm nahêle oleke fermî hebe, bi heman awayî nahêle çandên fermî jî hebin û statuyek wan hebe di ser sedaqatên din ên muhtemel ên çandî re.

Wek mînak, Michael Walzer angaşt dike ku di lîberalîzmê de ‘hevberdaneke tûj a dewlet û etnisîteyê’ heye. Dewleta lîberal di ser hemû komên cûrbicûr ên etnîk û neteweyî yên li welêt re disekine; ‘red dike ku piştgirî bide an xurt bike awayên jiyana wan an bi jinûvehilberandina wan re elaqedar bibe.’ Ji dêvla van, dewlet ‘bêalî dimîne di warê ziman, dîrok, edebiyat, teqwîm’a van koman de. Dibêje zelaltirîn mînaka vê neteweya sivîl Dewletên Yekgirtî ye ku bêalîbûna wê ya etnoçandî ji vir diyar e ku zimanekî wê yî fermî, ji aliyê makezagonê hatibe naskirin tuneye.[1]

Lê ev ne rast e. Rastî ew e ku rêvebiriya amerikî bi awayekî pir çalak xizmeta pêşketina ziman û çandeke hevpar dike. Ji ber vê ye ku zarok mecbûr in di dibistanan de zimanê îngilîzî û dîroka Amerikayê hîn bibin; mecbûriyeteke zagonî ye ku koçber (ên temenê wan di ser 50 re) zimanê îngilîzî û dîroka Amerîkayê hîn bibin da ku bikaribin bibin welatiyên amerîkî. Mecbûriyeteke de facto ye ku karmendên dewletê bi îngilîzî bipeyivin; karûbarên dadgehan û xebatên din ên dewletê tenê bi îngilîzî tên kirin; mewzûat û formên birokratîk tenê bi înglizî peyda dibin. Dewleta Amerikî di hemû astan de -federal, eyalet an şaredarî- israr kiriye ku berjewendiyeke meşrû ya îdarî heye di pêşxistina zimanekî hevpar de û Dadgeha Bilind bi tekrar pesend kiriye ew angaşta zagonên ku emilandina zimanê îngilîzî ya di dibistan û karûbarên dewletê de mecbûr dikin. A rast, bi qewlê Gerald Johnson, ‘ev yek ji îroniyên piçûk ên dîrokê ne ku ti împeratoriyên pirzimanî yên cîhana kevn newêrîbûn ewqas bêrehm bin di ferzkirina yek zimanî li ser temama gelheya xwe de mîna komara lîberal ku xwe dispêre rêgeza wekheviya hemû mirovan.’[2]

Bi kurtî, Dewletên Yekgirtî bi qestî teşwîq dike întegrasyona bo ‘çandeke civakî’ (societal culture) ku xwe dispêre zimanê îngilîzî. Ez peyva ‘societal’ diemilînim ji bo dupat bikim ku, ji baweriyên hevpar ên olî, adetên malbatî an awayên jiyanê yên şexsî bêtir, zimanekî hevpar û saziyên civakî dihewîne. Çandên civakî ên li nav demokrasiyên lîberal bêjenebêje piranîparêz; xiristiyan, cihû û mislimanan, heteroseksuel û homoseksualan, profesyonelan û cotkarên gundî, mihafezekar û sosyalîstan bi hev re dihewînin. Çeşitdariyeke bi vî rengî, tevî gelheyeke ji aliyê etnîk ve çeşîtdar, encama jêneger a maf û azadiyan e ku bo welatiyên lîberal hatiye garantîkirin,

Loma çandeke civakî çandeke li ser axekê (territorially) gurbûyî (concentrated) ye li dora zimanekî hevpar ku li saziyên civakî, di jiyana him gişteyî him taybet de (dibistan, medya, hiqûq, aborî, rêvebirî û hwd.) bi berfirehî tê emilandin. Beşdarbûna ev cure çandên civakî bidestxistina awayên manîdar ên jiyanê dabîn dikin bi saya çalakiyên mirovî yên mîna jiyana civakî, perwerdehî, olî, şahiyê yên di qada him gişteyî him taybet de.

Dewleta Amerikî bi qestî întegrasyona bo çandeke civakî teşwîq dike -yanê, welatiyên xwe han dide ku şensa jiyana xwe girêdayî beşdarbûna bo saziyên hevpar ên civakî bibînin, ku ew jî zimanê îngilîzî diemilînin. Dewletên Yekgirtî ne tenê ye ji vî aliyî ve. Teşwîqkirina întegrasyona bo çandeke civakî parçeyek ji projeya ‘netewesazî’yê ye ku demokrasiyên lîberal gişî ev kirine, herçiqas, paşê ez ê nîqaş bikim, hin welatan hewl dabin du an zêdetir çandên civakî bidin berdewamkirin.

A rast, ew fikra ku amerikiyên îngilîzî-axêv ‘çandek’e wan hevpar heye, fikreke lawaz e, ji ber ku cudatiyên di ol, nirxên şexsî, têkiliyên malbatî an tercîhên şêweyên jiyanê de nahewîne. Lê tevî ku ev cure çandeke hevpar lawaz e jî, girîng e. Wek ku li jêr nîqaş dikim, berovajî vê, teşebisên întegrekirina mirovan bo çandeke hevpar gelek caran marûzî berxwedaneke cidî maye. Digel ku derfetên mezin hene ku cudatiyên takekesî û hevpar çi li qada gişteyê çi li ya taybet bên derbirîn jî, hin koman bi tundî red kirine ku şensa jiyana wan girêdayî wan saziyên civakî be ku bi zimanê pirîneyê hebûna xwe didomînin. Yanê dewleta amerikî ne bêalî ye di warê ziman û çandê de. Nikaribû bêalî be. Ew fikra ku dibêje dewlet dikare di warê komên etnoçandî de bêalî be bi awayekî aşkere xelet e. Ka amerikî wê întegreyî çandên civakî yên îngilîzî, almanî an spanî bibin? Ev mecbûrî ji aliyê siyaseta dewletê tê diyarkirin.

Yek ji giringtirîn diyarkeran ku ka çandek hebûna xwe didomîne an na, ew e ku zimanê wê zimanê rêvebirinê ye an na -yanê, zimanê wê li dibistanên gişteyê, dadgeh, organên zagonçêkirinê, saziyên alîkariya civakî, xizmetên tenduristiyê de tê emilandin an na. Hikumet dema biryara zimanê dibistanên gişteyî dide, wê giringtirîn şêweya piştgiriyê dide çandên civakî, ji ber ku garantî dike ku ew ziman û nerît û adetên têkildarî wî zimanî derbasî nifşên siberojê bibe.

An na, ger di jiyana gişteyî de neyên emilandin, pir zehmet e ku ziman hebûna xwe bidomînin li civakên modern ên pîşesazîbûyî. Dema berbelavbûna perwerdeya standard, di kar de talebên bo xwendin-nivîsînê, hevbandoriya zêdebar a bi saziyên rêvebiriyê re li ber çav bên girtin, zimanekî ku ne zimanê gişteyê (public) be, dibe marjînal û tenê di nav bijardeyeke piçûk de an di şêweyeke rîtuelî de an li deverên dûr ên gundewar hebûna xwe didomîne, nabe zimanekî zindî û geş ê çandeke geş. Biryarên hikumetan ên derheqê zimanê dibistanên gişteyî û xizmetên civakî ew biryar in ku kîjan çandên civakî wê bikaribin hebûna xwe bidomînin li wî welatî. Û li Dewletên Yekgirtî, bi zanebûn biryarek hatiye girtin yek çandeke civakî ya anglofon bê destekkirin.

Biryarên derbarê koçberî û welatîkirinê jî bandorê li berdewamiya çandên civakî dikin. Koçberî dikare komeke neteweyî qewî bike ger hejmar bikaribe bên kontrolkirin û koçber bên teşwîqkirin (mecbûr bên hiştin) ku ziman û dîroka neteweyê hîn bibin. Lê dema koçberên li welatekî pirneteweyî întegreyî çanda pirîneyê bibin, ewçax kêmîneyên neteweyî wê her biçe zêdetir kêm bibin û di jiyana siyasî de bêhêz bimînin. A din, dewlet gelek caran teşwîq dikin ku koçberên ji derveyî welêt an ji herêmên din ên welêt li ser axa aidî kêmîneyên neteweyî bi cî bibin û wan li ser axa xwe ya dîrokî jî dikin kêmîne.

Wek mînak, başûr-rojavayê Amerikayê bifikirin. Dema di 1848an de başûr-rojava ket nav sînorên Dewletên Yekgirtî, pir kêm anglofon hebûn li wir. Meksikî û eşîrên xwecih ku bi sedan salan e li wir bûn, dijiyan. Ger meksikiyan koça bo herêmê kontrol kiribûna, helbet ew ê siyasetek wiha bipejirandina ku koçberan teşwîq bikin an mecbûr bihêlin ku bo çanda xwe întegre bibin û bi wî awayî wê statuya xwe ya serdest a li herêmê biparastana. (Wek mînak, wê hewl bidana ji dêvla koçberên ji Ewropayê yên ji Meksikayê li wir bi cî bibin.) Ger ev pêk hatibaya, başûr-rojhilat wê îro bibûya mîna Kebek an Katalonyayê -bibûya herêmek ku kêmîneyeke neteweyî ya xwedî zimanekî cuda lê serdest e. Lê hikumeta federal a amerikî armancek wê dijber hebû. Armanca wê ew bû ku serdestiya çanda civakî ya anglofon ava bike li ser seranserî axa başûr-rojhilat. Û ji bo vê koça girseyî teşwîq kir bo herêmê û pêwîst kir ku niştecih an koçber hînî îngilizî bibin. Em dikarin marîfetên vê biryarê nîqaş bikin, lê xala giring ew e ku biryareke qestî hatiye girtin derbarê ka kîjan çanda civakî wê serdest be li herêmê. Biryarek hatiye girtin ka çend koçber divê werin herêmê û kîjan zimanî divê hîn bibin -biryarên ku bandora wan pir mezin bûye li ser heyatiyeta çandên curbicur ên çandî.

Mirov dikare zêde bike hejmara biryarên siyasî yên bi aşkereyî an zimnî piştgirî didin hin komên etnoçandî. Ser meselê, biryarên derheqê betlaneyên gişteyî û mifredatên dibistanan bi awayekî tipîk nîşan didin ku alikariya berdewamiya çandeke diyar a neteweyî tê kirin. Bi awayekî hevşib, sînorên jêr-yekeyan (sub-units) dikare wiha bên xêzkirin ku yekeyên herêmî an şaredariyî bên afirandin ku tê de bibin pirîne û kêmîneyên neteweyî bên xurtkirin; an dikare wiha bên xêzkirin ku koma serdest li jêr-yekeyan bibe pirîne û kêmîneyan lawaz bikin. Dîsa, em dikarin marîfetên biryarên curbicur ên sînorxêzkirinê nîqaş bikin, lê riyeke ‘bêalî’ tuneye di vê biryargirtinê de, komên etnoçandî li herêmeke diyar bibin pirîne an na?[3]

Ev raber dike ku ew analojiya navbera ol û çandê xelet e. Mimkun e ku dewletek dêrek wê rûniştî tunebe. Lê dewlet nikare derfetê nede çandekê ku, qismî be jî, xurt bibe dema biryar digre kîjan ziman wê di rêvebirinê de bê emilandin; zarok divê kîjan ziman û dîrokê hîn bibin di dibistanan de; koçber divê kîjan ziman û dîrokê hîn bibin ku bibin welatî; sînorên jêr-yekeyan wiha bên xêzkirin ku kêmîneyên neteweyî wir kontrol bikin; û hwd. Ev biryarên siyasî yekser diyar dikin ka kîjan çandên civakî wê li ser piyan bimînin.

Loma ew fikra ku ‘neteweyên sivîl’ bêalî ne di navbera nasnameyên etnoçandî de efsane ye. Ewçax çi ye tişta sivîl ji ya neteweyên etnîk cuda dike? Yek cudatiya bingehîn derbarê şertên qebûlkirina nav neteweya ye. Neteweyên ‘etnîk’, mîna Almanyayê, endamtiyê dispêrin kokeke hevpar, ji ber vê kesên ji komeke cuda ya nijadî an etnîk (wek mînak, karkerên mêvan ên li Almanyayê) nikarin bibin welatî, wexteke dirêj li wir jiyabin jî.[4] Neteweyên sivîl ên mîna Dewletên Yekgirtî wek rêgez vekirî ne ji bo herkesê ku li ser axa wê dijîn, ger ziman û dîroka civakê hîn bibin. Endamtiyê bi beşdarbûna çandeke civakî ya hevpar pênase dikin, ji herkesî re vekirî ye, xwe naspêre zemîneke etnîk.

Loma neteweperweriya etnîk vederker e, neteweperweriya sivîl hewîner e. Ev cudatiyeke giring e. Lê di herduyan de jî politîzebûna komên etnoçandî heye; herdu jî endamtiya neteweyî bi beşdarbûna nav çandeke civakî ya hevpar şîrove dikin; û herdu jî siyaseta gişteyî diemilînin ji bo piştevanî û berdewamkirina wê çanda civakî. Emilandina siyaseta gişteyî ya ji bo teşwîqkirina çandeke civakî ya diyar taybetmendiyeke jêneger a hemû dewletên modern e.

Tercîhkirina întegrasyon an xwe-rêvebirinê

Ji ber vê gelek rê hene ku biryarên dewletê roleke giring dilîzin di pêşxistina çandên neteweyî de. Ev nayê wê maneyê ku dewlet dikare tenê yek çanda civakî teşwîq bikin. Mimkun e ku siyaseta hikumetan berdewamkirina du an bêtir çandên civakî teşwîq bikin li yek welatî -a rast, wek ku li jêr nîqaş dikim, tam jî ev e ya ku dewletên pirneteweyî pênase dike.

Lê di dîrokê de hema hema hemû demokrasiyên lîberal bi awayekî hewl dane yek çandeke civakî li ser temama axa xwe belav bikin. Divê ev tenê wek mijara împeryalîzma çandî an pêşdaraza etnosentrîk neyê dîtin. Ev cure netewesazî xizmeta hin armancên giring û rewa dikin. Wek mînak, ji aboriyeke modern re hêza kedê ya livbar, perwerdekirî û xwende lazim e. Perwerdeya gişteyî ya standard a bi zimanekî hevpar gelek caran wek bingehîn tê dîtin ger hemû welatî divê xwedî derfetên hevpar bin da ku di vê aboriya modern de bixebitin. A din, beşdarbûna nav çandeke civakî ya hevpar jî wek bingehîn tê dîtin da ku hevgirtina li nav dewletên modern demokratîk çêbibe. Ev cure hevgirtin pêwîst e ji bo dewleteke refahê ku welatî xwedî hesteke xurt a nasnameya hevpar û endamtiya hevpar bin ku xwe ji bo hevdu feda bikin û tê fikirîn ku ev nasnameya hevpar dikare bi riya ziman û dîrokeke hevpar bê xurtkirin. Parvekirina zimanekî hevpar jî hêsantir dike ku welatî bi hev re têkevin nav nîqaşên siyasî û loma jî wek pêşmerca afirandina ‘demokrasiya mizakereyê’ hatiye dîtin. Bi kurtî, teşwîqkirina bo çandên civakî yên hevpar wek şertekî bingehîn hatiye dîtin ji bo wekheviya civakî û ahenga siyasî ya dewletên modern.

Loma hemû dewlet ketine nav vê pêvajoya ‘netewesazî’yê -yanê, pêvajoya teşwîqkirina zimanekî hevpar û li ser bingeha vî zimanî hesta endamtiya hevpar û gihîştina wekhev bo saziyên civakî.[5] Biryarên derheqê zimanên fermî, mufredata perwerdeyê û pêşmercên ji bo bidestxistina welatîbûnê giş bi niyeta belavkirina çandeke diyar li tevahiya civakekê û teşwîqkirina nasnameyeke diyar a neteweyî ya li ser bingeha beşdarbûna wê çanda civakî hatine kirin.

Ji ber ku ev projeyên ‘netewesaz’ nikare tenê wek pêşdarazên etnosentrîk, lê wek berfirehkirina azadî û wekheviya li nav hemû welatiyan bên dîtin, li dijî wan hertim jî berxwedana komên kêmîne çênebûye. Hin komên etnoçandî qebûl kirine ku banga întegrasyonê bipejirînin. Û li hin welatan, encama van bernameyên ‘netewesazî’yê bûye berfirehbûna çandeke civakî ya hevpar li ser temama axa wê dewletê. Ev ‘netewe-dewletên’ paradîgmatîk in -wek mînak, Îngilistan, Fransa, Almanya.

Lê li welatên din, kemîneyên li ser parçeyek axa welêt dijîn li hemberî întegrasyona bo çanda civakî ya serdest li ber xwe dane. Li van ‘dewletên pirneteweyî’ -mîna Belçîka, Kanada, Swîsre û Spanya- yek an zêdetir kêmîneyên neteweyî bi zimanê xwe yî cuda û saziyên cihê ligel çanda civakî ya serdest hebûna xwe didomînin.

Famkirina van projeyên netewesaz pêngavên yekemîn dabîn dikin ji bo ravekirina hilatina tevgerên neteweyî yên li nav çandên kêmîne. Wek ku Taylor diyar dike, pêvajoya netewesaziyê bêjenebêje îmtiyazan dide endamên çanda pirîne:

Ger civakeke modern zimanekî wê ‘fermî’ hebe, ev tam jî ew ziman û çand e ku dewlet piştgirî didê û pê aborî û dewlet tê meşandin; ewçax bi aşkereyî ji bo herkesî ev avantajeke mezin e ku ev ziman û çand a wan be. Axiverên zimanên din wê dezavantajeke wan a berbiçav hebe.[6]

Ev tê wê maneyê ku çandên kêmîne bi tercîhekê re rû bi rû dimînin. Ger hemû saziyên civakî bi zimanekî din bên meşandin, ew xetere peyda dibe ku kêmîne ji saziyên sereke yên aborî, akademîk û siyasî yên civakê bên vederkirin. Ji ber vê, ji bo rê bê girtin li ber vederkirina berdewam, kêmîne divê întegreyî çanda pirîneyê bibin an bi dû maf û hêzan bikevin ku çanda xwe biparêzin -yanê saziyên xwe yî aborî, siyasî û perwerdeyî bi zimanê xwe ava bikin.

Dema bi vê tercîhê re rû bi rû mane, komên etnoçandî bi awayên cuda bertek dane. Hinekan întegrasyon pejirandine. Ev nexasim ji bo komên koçber rast e. Lê kêmîneyên ne-koçber bi awayekî xurt li hemberî întegrasyonê li ber xwe dane û ji bo xwe bi rê ve bibin şer kirine. Ji kêmîneyên ne-koçber, qesta min çandên ji mêj ve niştecî ne; li herêmeke aidî xwe dijîn û berê xwe bi xwe bi rê ve dibirin û bi awayekî bûne parçeyek ji dewleteke mezintir. Ez ê van koman wek ‘kêmîneyên neteweyî’ bi nav bikim. Komên wiha gelên Kebek û Puerto Rîkoya li Amerîkaya Bakur û flaman û katalanên li Ewropayê ne.

Koçberan çima întegrasyon pejirandin? Yek sedem ew e ku koçberan jixwe bi dilê xwe terka welatê xwe kirine, li bendê ne ku întegreyî civake din a neteweyî bibin. Koçberbûn jî tam ev e. Ger fikra întegrebûna bo çandeke din bi wan nexweş bûya, ew ê koçberbûn tercîh nekiribûna.[7] A din, ji ber ku ne wek civat, lê wek takekes an malbat koç kirine, koçber civateke wan a li herêmekê kom bûbe an saziyên wan î hevpar ên ji bo avakirina civakeke cihê ya li kêleka civaka mezin tuneye. Ji bo hewl bidin civakeke cihê ya hevterîb ava bikin, wê piştgiriyeke mezin a welatê mazûban pêwîst be -ne tenê di warê mafên zimên de, lê ji bo siyaseta bicîbûnê jî, û ji bo xêzkirina sînoran da ku bikaribin hin şêweyên xwe-rêvebirinê ava bikin- piştgiriyeke wiha ku ti hikumeteke mazûban niyet nake pêşkêş bike. Loma vebijarka neteweperwer ji aliyê koçberan ne tê xwestin ne jî dikare bê tetbîqkirin.

Ew nayê wê maneyê ku întegrasyon pêvajoyeke besît û nîqaşbar e, an koçber gelek caran di bin navê pirçandîheziyê de daxwazên siyasî nakin. Ez zelal e ku koçber îro asimîlasyona bi tevahî red dikin û ji dêvla wê hewl didin li gor nasname û pratîkên xwe yên cuda adabte bibin; min ev daxwaz li devereke din nîqaş kirine.[8] Lê ev nakevin şiklê neteweperweriyê. A rast, li cîhana modern (hebe jî) pir kêm mînak hene ku komên koçber tevgerên wan î neteweperwer çêbûbin ji bo xwe-rêvebirin an veqetînê.[9]

Koçber pir kêm caran îtiraz dikin li ferzkirina zimanekî hevpar, ji ber ku wan hilbijartine ku terka çanda xwe ya kevn bikin û ji ber ku vebijarka jinûveafirandina civakeke ji aliyê çandî ve cuda li kêleka çanda neteweyî ya heyî jî ne pêkan e bê tetbîqkirin. Lêbelê, ji bo kêmîneyên neteweyî, ferzkirina zimanê pirîneyê tehdîd dike hebûna wan a ji aliyê çandî ve cuda. Zimanê wan û vebêjeyên wan î dîrokî di nav pratîk û saziyên wan î civakî de wucûd dibîne û hemû aliyên jiyana wan a civakî dihewîne, lê vêga ev tên tehdîdkirin bi hewldanên pirîneyê da ku çandeke hevpar a civakî belav bikin. Komên wiha hema hema giş li hemberî întegrasyonê derdikevin û hewl didin ziman û çanda wan wek fermî bê naskirin. A rast, Walker Connor wêdetir diçe û diyar dike, di vê sedsalê de, ger hebe jî, pir kêm mînak hene ku komên neteweyî yên naskirî bi daxwaza xwe asimîleyî çandeke din bûbin, digel ku li ser gelekan zextên giran ên aborî û siyasî hebû ku vê bikin jî.[10]

Ev daxwaza ji bo nasîna fermî ne şert e ku bi şêweya tevgereke cihêbûnxwaz a ji bo dewleteke cihê be. Dikare bi awayê daxwazkirina hin şêweyên xweseriya herêmî ya, belkî, bi riya pergaleke federalîzm, û/an pergaleke duzimaniya fermî be. Lê her bi çi şêweyê be, daxwaza hin cure mafên zagonî û hêzên zagonçêker ên ji bo garantîkirina hebûna civakeke çand-cuda ya li kêleka civaka pirîneyê, dihewîne.

Tevgerên neteweyî yên bi vî rengî, bi awayekî berbiçav, diyardeyeke modern in, ne tenê ku parçeyek xwezayî ya projeya netewesaziyê ne, ew bixwe jî awayekî netewesaziyê ne. Ji bo neteweperwerên li Kebek an Katalonyayê jî belavkirina çand û zimanekî hevpar giring e li tevahiya civaka xwe da ku cudatiyên çînî û olî kêm bikin; û heman amrazên ku neteweya pirîne di bernameyên xwe yî netewesaziyê de diemilînin, ew jî diemilînin -perwerdeya Giştî ya standard, zimanên fermî, pêwîstbûna zimanî ya ji bo welatîbûn û karmendiya dewletê û hwd.

Loma tevgerên neteweyî yên kêmîneyên neteweperwer dînamîka modernbûn û netewesaziyê red nakin. Qebûl dikin ku aboriyeke modern û civakeke demokratîk jê re çandeke hevpar lazim e. Tenê angaşt dikin ku aborî û civakaka xwe ya cihê ava dikin di nav sînorên dewleta mezintir de. Îdia dikin ku hin welat ne netewe-dewlet in, dewletên pirneteweyî ne ku du an zêdetir civakên neteweyî dihewînin.

Bi kurtî, divê întegre bibin an têbikoşin ku çanda xwe ya cuda biparêzin; diyar e komên koçber ya yekemîn, lê kêmîneyên neteweyî ya duyemîn hildibijêrin. Helbet, ez vê cudatiyê zêde besît dikim. Radeya ku komên koçber destûr tên dayin an tên teşwîqkirin ku întegre bibin têra xwe diguhere, herwiha radeya ku kêmîneyên neteweyî jî bikaribin çandeke cihê biparêzin diguhere. Û gelek komên etnoçandî hene ku nakeve nav yek jî ji van kategoriyan.[11] Lê wek qaideyeke giştî ya li demokrasiyên rojavayî, çandên serdest, li gor întegrekirina komên koçber kêmtir serkeftî ne di întegrekirina komên neteweyî de.[12] Di dewletên pirneteweyî de, kêmîneyên neteweyî li dijî întegrebûna nav çanda hevpar derdikevin û hewl didin hebûna xwe ya cihê biparêzin bi riya xurtkirina çanda xwe ya civakî. Tê dîtin ku kapasîte û motîvasyona avakirin û parastina çandeke cuda taybetmendiya komên neteweyî ne, ne ya komên koçber e.[13]

Qedrê endamtî/aîdiyeta çandî

Heta vêga min tenê behsa pratîkên dîrokê yên demokrasiyên lîberal ên di warê komên etnoçandî de kir. Hema hema demokrasiyên rojavayî giş dane dû heman modelê: koma neteweya pirîneyê hewl daye ziman û çanda xwe li ser tevahiya axa dewletê belav bike; komên koçber întegrasyona bo vê çanda hevpar pejirandine, lê kêmîneyên neteweyî li dijî înterasyonê derketine û têkoşiyan e ku statuya xwe biparêzin wek civakên xweser ên xwedî çandeke cuda.

Lê çima komên piçûktir ên neteweyî ewqas israr dikin ku xwe biparêzin wek çandên civakî yên cihê, ji dêvla ku întegreyî neteweya mezintir bibin? Ev me dibe duyemîn pirsgirêka di teoriya modernbûnê de. Li gor teorisyenên modernbûnê, ev sedaqata bo parastina çandî tercîheke serhişk e, nasnameya komî ya barkirî di ser tercîha takekesî re digre -tercîhek ku bi îdeala modern a xweseriyê re nagunce.

Bi baweriya min, ev heta bêje şîroveyeke şaş e. Lê şaşî ne tenê dupata li ser xweseriyê ye. Berovajî vê, ez bi dilûcan bawer dikim ku taybetmendiya navendî ya modernbûnê belavbûna îdealên xweseriya takekesî ye. Welatiyên cîhana modern dibe ku peyva ‘xweserî’yê neemilînin, lê wî mafî dixwazin ku biryarên xwe yî derbarê jiyana bi xwe bidin. Bi taybetî, mafê lêpirsînê dixwazin ku qedrê nerît û pratîkên ku ji dê û bav an serkêşên civata xwe mîrat girtine, bidin ber pirsan, û bi xwe biryar bidin ka ev pratîk hêja ne bên domandin an na. Helbet em dikarin mînakên wan koman (nexasim komên mihafezekar ên etno-olî) bibînin ku hewl didin li hemberî ev cure xweseriyê bisekinin an bibin asteng, lê baweriya min ew e ku belavbûna xweseriyê meyleke xurt e li nav civakên modern û tenê belkî dikare ji bo demekê rê li ber bê girtin, nikare bê sekinandin an vegerandin. Bi rastî jî bawer dikim, tevgerek civakî an siyasî ku bixwaze rê bigre li ber arezûya xweseriya takekesî, wê nikaribe alîgiran peyda bike an alîgirên xwe yî heyî biparêze, û loma wê ji aliyê hejmarê sînordar be û bandora wê marjînal be li cîhana modern.

Teorisyenên modernbûnê şaş bûn, ne di dupatkirina xweseriya takekesî de, lê di wê baweriya xwe de şaş bûn ku di sedaqata bo neteweperweriya kêmîneyê de terka lêgerîna xweseriya takekesî heye. Di rastiyê de, dema em li mînakên neteweperweriya kêmîne yên li demokrasiyên Rojava dinêrin, gelek caran em dibînin ku neteweperwer reformxwazên lîberal in jî. Yanê, ji bo mafên mezintir ên xweseriya ji bo komên xwe xebitîne, lê di heman demê de ji bo lîberalkirina koma xwe jî xebitîne da ku azadiya takekesî ya endamên koma xwe mezintir bikin.

Çima ev reformxwazên lîberal bûne neteweperwer jî? Ji ber ku bawer dikirin ku aîdbûna bo çandeke neteweyî, rêgirtina li ber tercîha takekesî li aliyekî, ew tişt e ku azadiya takekesî manîdar dike. Li gor vê nêrînê, di azadiyê de tercîhkirina ji nav vebijarkên curbicur heye û çanda civakî ya kesekî/ê tenê van vebijarkan dabîn nake, wan ji bo wê/wî manîdar jî dike. Ji ber vê, erozyona çanda civakî ya kesekê/î -îhtimala ku kêmîneyên neteweyî yên ji mafên xwe-rêvebirinê bêpar rû bi rû dimînin- dibe sedema erozyona xweseriya takekesî ya kesekê/î.

Bi baweriya min, ev nêrîna derbarê têkiliya azadiya takekesî û endamtiya çandî bi awayekî gewherî rast e, herçiqas derbirîna wê zehmet be jî. Ez ê li vir bi hûrgilî li ser vê nesekinim, ji ber ku min li ciyekî din ev kiriye.[14] Fikra esasî ew e ku modernîte bi azadiya takekesî ya tercîhkirinê tê pênasekirin (qet nebe qismek jê). Lê tercîha takekesî çi dihewîne? Mirov derbarê pratîkên civakî yên derdora xwe tercîhan dikin li gor baweriyên xwe yî derheqê qedrê van pratîkan; û baweriya derbarê qedrê pratîkekê, pêşî, meseleya famkirina wan maneyan e ku ji aliyê çanda me li wê hatine barkirin. Min berê diyar kiribû çandên civakî ‘ferhengeke wan a hevpar a nerît û adetan’ heye ku bingeha pratîk û saziyên civakî yên curbicur pêk tîne.[15] Ji ber vê yekê, famkirina maneya pratîkeke civakî jê re famkirina vê ‘ferhenga hevpar’ lazim e -yanê, famkirina ziman û dîroka ku vê ferhengê pêk tîne. Şêwaza fealiyetekê ji bo me giring e an na, ev girêdayî ka zimanê me armanca vê fealiyetê ji me re bi awayekî zindî teswîr dike an na û vê çawa dike; û şêwaza ku zimanê me van fealiyetan ji me re bi awayekî zindî teswîr dike, bi dîroka me, ‘nerît û adetên me’ şikil digre. Famkirina van vebêjeyên çandî pêşmerca biryargirtinên aqilane yên derbarê şêwaza jiyana me ye. Ji vî aliyî ve, çanda me tenê tercîhan danîne pêşiya me, ew ‘wan dîmenên ku em pê qedrekê didin tecrubeyên xwe jî datîne pêşiya me.’[16] Berdestbûna tercîhên manîdar girêdayî aîdiyeta çandeke civakî û famkirina dîrok û zimanê wê çandê ye -ev ‘ferhenga hevpar a nerît û adetan e.’[17] Ji bo tercîha manîdar a takekesî mimkun be, têr nake ku takekes bikaribe xwe bigihêne zanînê, bikaribe wê bi kûrahî binirxîne û azadiya wê/wî ya derbirîn û birêxistinbûnê hebe. Lazim e bikaribe aidî çandeke civakî be jî.[18]

Ji ber vê sedemê, ew sedaqeta bingehîn a lîberal a ji bo azadiya takekesî dikare bê berfirehkirin ber bi sedaqateke kûr a lîberal a ji bo domandin û geşkirina çandên civakî jî. Li dewletên pirneteweyî, ev dike ku berdewamiya neteweperweriyên kêmîne bikaribe bên ravekirin -yanê, daxwaza ji bo mafên zimanî û hêzên xwe-rêvebirinê. Ev maf û hêz dikin ku kêmîneyên neteweyî bikaribin hebûna xwe bidomînin û çandên xwe yî civakî geş bikin heta siberojeke nediyar. Ev wêneyê têkiliya navbera azadiya takekesî û endamtiya çandeke neteweyî ji aliyê çendîn nivîskarên vê dawiyê jî bi awayekî zelal hatiye girtin -Yael Tamir, Joseph raz, Charles Taylor, David Miller.[19] Lê, bi ya min, di gelek teorisyenên lîberal ên mîna Dworkin an Rawls de jî ev bi awayekî nixumandî heye. Em li Angaşta Rawls bînêrin bê çima mafê koçkirinê otorîteya siyasî nake dilxwaz:

Di halê normal de, terka welatekî gaveke cidî ye: ev tê maneya terka wê civak û çandê ku em tê de mezin bûne, terka civak û çanda ku em zimanê wê dipeyivin û pê difikirin ku xwe, armancên xwe, hedefên xwe û nirxên xwe îfade bikin û fam bikin, terka civak û çandê ku em girêdayî dîrok, adet û nerîtên wê ne da ku em li nav cîhana civakî ciyê xwe bibînin. Piranî, em civak û çanda xwe pesend dikin û derbarê wê zanînek me ya jidil û derbirîna wê zehmet heye, lê em, red nekin jî, dikarin wê bidin pirsan. Ewçax, otoriteya dewletê nikare, bi azadî, bê qebûlkirin ji ber wan girêyên bi civak û çand, dîrok û ciyê koka civakî ewqas zû dest pê dikin şikil bidin jiyana me û ewqas xurt in ku mafê koçkirinê, ji aliyê siyasî ve, têr nake pejirandina otorîteya wê serbest bike bi awayê ku azadiya wicdanî têr dike pejirandina otorîteya olî serbest bike.[20]

Ji ber van girêyên bi ‘zimanê em di axaftin û fikirînê de diemilînin ku xwe îfade bikin û fam bikin’, girêyên çandî ‘ewqas xurt in ku zehmet e terka wan, û ev ne tiştekî ku divê mirov li ber keve.’ Ji ber vê, ji bo pêşxistina teoriyeke edaletê lazim e em li ber çav bigrin ku ‘mirov di nav ‘civak û çand’ekê de çêdibin û tê payinkirin ku temama jiyana xwe di nav heman ‘civak û çand’ê de derbas bikin.[21]

Ez bi Rawls re hemfikir im ku zehmet e kesek terka çanda xwe bike.[22] Lê ji vê angaştê hin maneyên din derdikevin ku ji yên ew difikire wêdetir diçin. Rawls vê wek angaşteke derbarê zehmetiya terka civata siyasî pêşkêş dike. Lê ev angaşt xwe naspêre qedrê girêyên siyasî (wek mînak, girêyên kesekê/î yên bi hikumet û welatiyên din re). Û dibe ku ev sînorên çandî û sînorên siyasî li hev rûnenin. Wek mînak, di 1950 de keseke/î terka Almanyaya Rojhilat bikira û biçûya Almanyaya Rojava, wê ji ziman û çanda ku Rawls dupat dike, dûr neketa digel ku sînorên dewletê derbas dikir. Lê frankofonek ji bajarê Kebekê derkeve biçe Torontoyê, an li Puerto Rikoyê yek San Juanê derkeve biçe Şîkagoyê, wê ji wan girêyan dûr bikeve digel ku di nav sînorên heman welatî de dimîne.

Bi nêrîna Rawls, ewçax, girêyên mirov ên bi çandê re ewqas xurt e ku nikare dev jê berde, û ev ne tiştekî ku mirov jê poşman bibe. Nabe ji me bê payîn an bê xwestin ku em fedakariyeke wisa bikin, herçiqas hin kes vê bi dilxwazî bikin jî.

Gelo çima ji bo piraniya mirovan ziman û çanda wan ewqas giring e? Şîrovekar çendîn sedeman pêşkêş dikin. Margalit û Raz angaşt dikin ku endamtiya çandeke civakî (ew jê re dibêjin ‘çanda berbelav/şumûl’) ji ber du sedeman pir girîng e ji bo refaha mirovan. Sedema yekemîn ya ku min li jor nîqaş kir -yanê endamtiya çandî tercîhên manîdar pêşkêşî me dike, bi maneyê ku ‘aşînabûna bi çandekê sînorên xeyalkirinê diyar dike.’ Loma, ger çandek li ber rizînê be an marûzî cihêkariyê bimîne, ‘tercîh û derfetên ku pêşkêşî endamên xwe bike wê kêm bibin, cazibeya wê kêm bibe û kêm îhtimal heye ku lêgerîna wan bi serkeve.[23] Lê endamên çandeke li ber rizînê çima nikarin întegreyî çandeke din bibin? Li gor Margalit û Ragz, ev zehmet e, ne tenê ji ber ku ‘ev pêvajo pir hêdî dimeşe,’ lê ji ber rola endamtiya çandî ya di nasnameya mirovan bixwe de ye jî. Endamtiya çandî xwedî ‘profîleke bilind a çandî’ ye; ew diyar dike ka kesên din me çawa dibînin û çawa bertek didin me, û loma jî şikil dide nasnameya me ya şexsî bixwe. Ya din, nasnameya neteweyî, ji ber ku xwe dispêre aidiyetê, ne serkeftinê, nexasim guncav e ku xizmeta ‘xala sereke ya diyarkirina nasnameyê’ bike:

Ger ne girêdayî serkeftinê be, nasname ewletir e, îhtimal kêm e bê tehdîdkirin. Digel ku serkeftin rol dilîzin di hesta mirovan a derbarê nasnameya wan bixwe, wê bê dîtin ku di asta bingehîn de hesta me ya derbarê nasnameya me, ji pîvanên serkeftinê bêtir, girêdayî yên aîdiyetê ne. Nasnameyeke ewle ya di vê astê de nexasim giring e ji bo selameta kesekê/î.[24]

Loma nasnameya çandî ‘ji bo xwepênasekirina mirovan dibe lengerek û ewlebûna aidiyeta ewle ya bêzehmetî’ dabîn dike. Lê ev tê wê maneyê ku qedrê mirov bixwe girêdayî qedrê koma neteweyî ye. Ger çandek bi giştî qedrê wê neyê girtin, ewçax heysiyet û qedrê endamên wê jî wê bê tehdîdkirin. Angaştên hevşib ên derbarê rola qedirgirtina endamtiya neteweyî yên ji bo piştevaniya heysiyet û nasnameya kesekê/î ji aliyê Charles Taylor[25] û Yael Tamir[26] jî tên berpêşkirin.

Tamir vê jî dupat dike ku ew asta ku endamtiya çandî li ‘maneya îlawe’ ya fealiyetên me zêde dike, ku ne tenê fealiyetên serkeftina me ya takekesî ne, ‘parçeyek ji hewldana berdewam a afirîner e jî ku pê çand tê çêkirin û ji nû ve tê çêkirin.’ Tamir angaşt dike, li devera ku sazî ‘bi çandeke wiha barkirî bin ku mirov bikaribin fam bikin û manîdar bibînin, ev rê dide asteke diyar a şefafiyê ku beşdarbûna wan a nav karûbarên gişteyî hêsan dike; ev jî hesta aîdiyetê û têkiliyên beramber û berpirsyariya beramber xurt dike.’[27] Şîrovekarên din li ser xaleke têkildar disekinin ku hevfamkirina beramber ku ji nasnameyeke hevpar a neteweyî tê, têkiliyên hevgirtin û baweriya beramber xurt dike.[28] James Nickel behsa talûkeya potansiyel a di warê girêyên navbera nifşan de dike ger dê û bav nikaribin çanda xwe derbasî zarok û neviyên xwe bikin.[29] Benedict Anderson dupat dike bê nasnameya neteweyî bi çi awayî dike ku barê mirinê li me siviktir bibe bi saya girêdana me ya bi tiştekî ku hebûna wê diçe zemanekî pir kevn û berê wê ber bi siberojeke bêdawî ve ye.[30]

Bêguman ev faktor giş rolekê dilîzin di ravekirina girêya mirovan bi çanda wan re. Bi gumana min, sedemên vê girêdayîbûnê di kûrahiya rewşa mirovayetiyê de ne, têkiliya wan bi wê rewşa mirovan re heye ku afirindeyên çandî ne, û îzehateke têrûtijî wê wechên curbicur ên derûnnasî, sosyolojî, ziman û felsefeya hiş bihewîne. Lê îzehat her çi be, ev girê wek rastiyekê xuya dike û, mîna Rawls, ti sedemê nabînim ku mirov jê poşman bibe. Divê, careke din, dupat bikim ku ez tenê bi meylên giştî re elaqedar dibim. Hin kes hene ku bi rihetî di navbera çandên cuda yên civakî de diçin tên û jiyaneke bi rastî jî kozmopolîtan dijîn. Hinek hene zehmetî dikşînin ku maneyên çandî yên di nav çanda xwe de fam bikin. Lê piraniya mirovan, di piraniya temenê xwe de, girêyek wan kûr heye bi çanda xwe ya civakî re û azadiya xwe ya takekesî girêdayî tercîhên heyî yên di çanda xwe de dibînin.

Ji ber vê daxwazên kêmîneyên neteweyî yên ji bo parastina xwe ya wek çandên cihê yên civakî ne li dijî arezûyên azadiya takekesî ne, bilakîs peywenda wê dabîn dikin. Em dikarin vê xalê bi awayekî din jî îfade bikin. Îdeala lîberal civakeke ji takekesên azad û wekhev e, lê ev ‘civak’ kîjan e? Wer xuyaye ji bo piraniya kesan ev neteweya wan e. Azadî û wekheviya ku herî zêde qedir didinê û dikarin jê îstifade bikin, ew azadî û wekheviya li nav çanda wan a civakî ye. Û amade ne ku ji azadî û wekheviyeke firehtir feragat bikin da ku bikaribin hebûna neteweya xwe bidomînin.

Wek mînak, di demokrasiyên lîberal de kêm kes hene ku alîgirên pergaleke sînorên vekirî ne; ew sînorên ku mirov bi rihetî derbas bibin û li kîjan welatî bixwazin bi cî bibin, bixebitin û deng bidin. Pergaleke wiha wê ew qad firehtir bikira ku mirov tê de wek welatiyên azad û wekhev miamele bibînin. Lê sînorên vekirî rê li ber wê îhtimalê vedikin ku kesên ji çandên din civata wan a neteweyî îstila bikin û nikaribin hebûna çanda xwe ya cihê ya civakî bidomînin. Loma divê em tercîhekê bikin, li aliyêkî, livbariya zêdebar û qadeke berfireh ku tê de mirov takekesên azad û wekhev bin, li aliyê din, livbariya kêmkirî lê ewlehiyeke zêdetir ku mirov bikaribin endamên azad û wekhev ên çanda xwe ya neteweyî bin. Di demokrasiyên lîberal de piraniya mirovan bi awayekî zelal alîgiriya ya duyemîn dikin. Ji dêvla ku welatiyên wekhev ên cîhanê bin tercîh dikin ku li nav neteweya xwe azad û wekhev bin, herçiqas ev bê maneya ku ew ê kêmtir azad bin ku li deverên din bixebitin û deng bidin, û ev ê bê maneya ku îhtimal wê kêmtir be ku di nav ziman û çanda xwe de bikaribin bijîn û bixebitin.

Û piraniya teorisyenên di nav nerîta lîberal de bi awayekî nixumandî ev qebûl kirine. Çend teorisyenên sereke yên lîberal sînorên vekirî parastine, an heta bi awayekî cidî li ser fikirîne jî. Bi giştî qebûl kirine -a rast, bi awayekî besît pejirandine- ku ew azadî û wekheviya ku ji bo piraniya mirovan giring e azadî û wekheviya nav çanda wan bixwe ye. Mîna Rawls, wî hisabî dikin ku ‘mirov di nav civak û çandekê de çêdibin’ û tê payin ku temama jiyana xwe di nav heman ‘civak û çandê’ de derbas bikin, û ev jî wê qada ku mirov divê tê de azad û wekhev bin pênase dike.[31]

Bi kurtî, teorisyenên lîberal bi giştî, sernixumandî be jî, qebûl kirine ku çand an netewe yekeyên bingehîn ên teoriya siyasî ya lîberal e. Ji vî aliyî ve, bi qewlê Tamir, ‘piraniya lîberalan neteweperwerên lîberal in’[32] -yanê, hedefên lîberal di nav çand an neteweyeke lîberalbûyî de dikare pêk bên.

Neteweperweriya lîberal û komunîtaryanîzm

Dibe ku wek paradoks xuya bike ku lîberalên mîna Rawls îdia dikin ku girêyên kesekê/î bi çanda xwe re ‘ewqas xurt in ku zehmet e dev jê bê berdan.’ Lê ka ew azadiya lîberal a tercîhkirinê ku pesnê wê pir tê dayin, bi kû ve çû? Lê, ya rast, nêrîna Rawls di nav nerîta lîberal de berbelav e. Azadiya ku lîberal ji bo takekesan dixwazin, pêşî ew ne azadiya derbaskirina ji ziman û dîroka xwe ye, bîlakîs, ew azadî ye ku yek li nav çanda xwe ya civakî bigere, mesafeyekê deyne navbera xwe û hin rolên çandî, wan taybetmendiyên çandê ku divê herî zêde bên xurtkirin û yên qedrê wan tuneye hilbijêre.

Hin xwîner, bi kûrahî ketibin nav dîroka nerîta lîberal jî, dibe ku hê jî vê helwesta kesekê bo koma xwe ya lêbarkirî wek serhişkî an îrasyonel bibîne. Ew nêrîna ku dibêje ‘girêyên neteweyî ewqas xurt in zehmet e dev jê bê berdan’ dibe ku wek sedaqateke prîmordiyal bê dîtin, ku bi sedaqata bo xweseriya takekesî ya modernîteyê pênase dike, li hev nake.

Em dikarin bibînin ka çima ev xelet e bi berawirdkirina awayekî neteweperweriya lîberal ku ez diparêzim, bi nêrînên xwetiyê yên bêtir ‘komunîtaryan’ re ku bi rastî jî sedaqata modernîst a xweseriyê dide ber pirsan. ‘Komunîtaryanîzm’ dikare îşaretî gelek pozisyonan bike, lê şaxekî komunîtaryanîzmê bi wê rediyeya xwe ya ji bo nêrînên lîberal ên derbarê giringiya azadbûna kesekê ku bikaribe armancên xwe di ber çav re derbas bike, tê naskirin. Ev komunîtaryan înkar dikin ku em dikarin ji (hin) hedefên xwe ‘cihê bisekinin.’ Li gor Michael Sandel, komunîtaryanekî naskirî yê amerikî, hin hedefên me hedefên ‘damezrêner’ in, yanê îdraqa me ya derbarê nasnameya şexsî pênase dikin.[33] Bi nêrîna wî, wê bêmane be ku bibêjim hedefên min ne hêjayî sedaqata min e, ji ber ku ew pênase dikin ku ez kî me. Lê Rawls angaşt dike ku takekes ‘xwe mecbûr nabînin xwe girêdayî hin berjewendiyên bingehîn bibînin, ku dibe ku di demeke diyar de xwedî bin;[34] Sandel jî dibêje, di rastiyê de, em û, qet nebe, hin hedefên me yî nihayî ‘yek’ in. Ji ber ku ev hedef hêmanên damezrêner ên nasnameya mirovan pêk tînin, ti sedem tuneye ku dewlet divê piştgirî nede sedaqata bo van hedefan û divê şiyana wan bisînor bike ku van hedefan nedin ber pirsan û wan di ber çav re derbas nekin.

Bi baweriya min ev fehma xwetiya komunîtaryan xelet e. Ne tiştekî hêsan an bi kêf e ku yek kûrtirîn hedefên xwe di ber çav re derbas bike, lê ev mimkun e û carna hewcedariyeke tehl e. Tecrube û şertên nû dibe ku nîşanî me bidin ku baweriyên me yên berê yên li ser qencî/başîyê şaş in. Ti hedefek ji liberçavderbaskirineke wiha ya potansiyel ne azade ye. Wek ku Dworkin amaje bê dike, rast e ku ‘kes nikare her tiştê derbarê xwe bi carekê ve bide ber pirsan’, lê ji vir ew encam dernakeve ku ji bo her kesekê/î têkilî an girêdaneke ewqas bingehîn heye ku nikare pirs lê bê kirin.[35]

Hin kes dikare xwe wisa bibînin ku bikaribin hedefên xwe bidin ber pirsan an wan di ber çav re derbas bikin, lê ya rast ‘fehmên me yên derbarê qencî/başîyê dikare biguhere û gelek caran diguhere jî, bi giştî hêdî hêdî lê carna jî ji nişka ve, heta ji bo wan kesan ku difikirin hedefên wan î damezrêner hene.[36]

Em bi hedefên xwe çiqas bawer bin jî, dibe ku şert û tecrubeyên nû, gelek caran bi awayên nepêşbînîkirî, peyda bibin û bibin sedem em wan ji nû ve binirxînin. Ne mimkun e ku bê pêşbînîkirin ka kengî wê wext bê ku jinûvenirxandinek hewce bike. Civakeke lîberal mirovan mecbûr nake ku sedaqatên xwe di ber çav re derbas bikin -û gelek kes wê bi salan sedemek wan tunebe ku sedaqatên xwe yî bingehîn di ber çav re derbas bikin- lê qebûl dike ku azadiya tercîhkirinê ne meseleya yek-carê ye, û tercîhên me yî berê carna lazim tê ku ji nû ve li ser bên fikirîn.

Ji ber ku fikrên me yê derbarê qenciyê dikare bi vî awayî xelet derkevin, divê ne tenê em fehma xwe ya heyî ya derbarê qenciyê biparêzin, lê bikaribin wê fehmê binirxînin û nû bikin. Hedefên me yê niha her tim ne hêjayî sedaqata me ya berdewam in, û marûzbûna şêwazên din ên jiyanê alî me dikin ku em baş îdraq bikin bê bi rastî jî çi biqedir e.

Ji ber vê ye ku nêrîna neteweperweriya lîberal têra xwe cuda ye ji ya komunîtaryan, digel ku herdu nêrîn jî angaşt dikin ku girêyek me kûr heye bi cureyek diyar a komeke civakî re. Cudatî qismen di meseleya wergiriyê (scope)de ye. Komunîtaryan bi awayekî tipîk behsa girêdayîbûna me ya bi komên jêr-neteweyî re dikin -dêr, herêm, malbat, sendîka û hwd.- ji dêvla civaka mezintir a ku van jêr-koman gişî dihewîne. Lê ev cudatiya di wergiriyê de qelşeke kûrtir nîşan dide. Komunîtaryan li komên ku bi fehmeke hevpar a qenciyê hatine pênasekirin, digerin. Hewl didin ‘siyaseta qenciya hevpar’ teşwîq bikin, ku tê de kom bikaribin fehma qenciyeke hevpar pêş ve bibin, heta ev şiyana endamên takekes sînordar jî bike ku hedefên xwe ji nû binirxînin. Bawer dikin ku endam girêyek wan ‘damezrêner’ heye bi nirxên komê re û loma ti xisar çênabe bi sînordarkirina mafên takekesî da ku nirxên hevpar bên teşwîqkirin.

Wek ku cara pêşî komunîtaryanan pejirandine, ev ‘siyaseta qenciya hevpar’ nikare di asta neteweyî de bê tetbîqkirin. Bi nêrîna Sandel, ‘îsbat bûye ku netewe zêde fireh e ku tê de fehmên ji bo civatekê pêwîst in, bikaribe bên geşkirin.’[37] Endamên neteweyeke modern kêm caran nirxên hevpar an şêwazên nerîtî yên jiyanê parve dikin. Ziman û dîrokek wan hevpar heye, lê gelek caran di warê hedefên nihayî yên jiyanê de li hev nakin. Ji bo vê nasnameyeke hevpar a neteweyî ne bingeheke bikêr e ji bo siyaseta komunîtaryan ku tenê dikare bêtir di asteke herêmî de hebe.

Nêrîna neteweperweriya lîberal ku ez diparêzim israr dike ku mirov dikarin xwe paş ve vekşînin û nirxên exlaqî û şêwazên nerîtî yên jiyanê binirxînin, û ev ne tenê mafekî zagonî be, divê şertên civakî ku tê de ev şiyan bê xurtkirin jî bên amadekirin (wek mînak, perwerdeyeke lîberal). Neteweperwerên lîberal îtiraz dikin li siyaseta komunîtaryan a di asta jêr-neteweyî de. Qedexekirina li ser mirovan ku rolên xwe yî civakî yên mîratgirtî nedin ber pirsan, dikare wan mehkûmî jiyanên netetmînkar, heta tepisîner bike.[38] Û di asta neteweyî de, ew diyardeya ku nasnameya neteweyî ewqas neguncav dike ji bo siyaseta komunîtaryan -yanê, ku xwe naspêre fehma qenciyeke hevpar- tam jî ew e ku wê guncav dike ji bo siyaseta lîberal. Çanda neteweyî peywendeke manîdar a tercîhkirinê dabîn dike ji bo mirovan, bêyî ku şiyana wan a lêpirsîn û nûkirina nirx an baweriyên diyar sînordar bike.

Çareserkirina ‘paradoks’a neteweperweriya lîberal

Heta niha min angaşt kir ku teorisyenên modernbûnê şaş nirxandine berdewambûna neteweperweriyên kêmîne yên li nav demokrasiyên Rojava, ji ber ku (a) şaş nirxandine ku dewletên modern ên lîberal dikarin çiqas rol bilîzin di parastin û jinûvehilberandina çandên civakî de, û (b) şaş nirxandine ku cîgirtina di nav çandeke civakî de dikare peywenda bingehîn çiqasî dabîn bike ji bo tetbîqkirina azadiya takekesî. Tesbîtkirina van xeletiyan dike ku em bikaribin rave bikin bê çima neteweperweriyên kêmîne, ji dêvla ku winda bibin, hê jî hene li nav demokrasiyên modernbûyî de.[39]

Lê, ev paradokseke giring derdixe pêşiya me, ku dixwazim nîqaş bikim û hewl bidim ji holê rakim. Ew angaşta gavek berê min pêşkêş kir, qebûl dike ku mirov bi awayekî xurt girêdayî çanda xwe ne û ev girêdan ne li dijî arezûya azadiya takekesî, û loma ne li dijî lîberalkirina çandê ye jî. Hin şîrovekar serê wan tevlihev dibe ku mirov girêdaniyek wan a xurt hebe bi çandeke lîberalkirî re. Dawiya dawî, dema çandek tê lîberalkirin -û loma destûr dide endamên xwe ku bidin ber pirsan û şêwazên nerîtî yên jiyanê red bikin- encam dibe nasnameyeke çandî ya ‘lawazbûyî’ û kêmtir cihê. Yanê, çandek çiqas lîberaltir bibe, ew îhtimala ku endamên wê heman fehma jiyana qenc parve bikin kêmtir dibe; îhtimala ku nirxên bingehîn ên bi kesên di çandên din î lîberal re parve bikin zêdetir dibe. Ewçax gelo çima endamên kêmîneyên neteweyî ewqas girêdayî çanda xwe ya civakî dimînin?

Kebekî mestereyeke baş a vê paradoksê ne. Berî Şoreşa Bêdeng, kebekî bi gelemperî fehmeke wan a qenciyê ya çolwar, katolîk, mihafezekar û bavsalar hebû. Îro, piştî dewraneke lîberalbûna bilez, piraniya xelkê terka şêwaza nerîtî ya jiyanê kirine û li nav civaka kebekî vêga ew çeşitdariya li civakên din î modern heye -wek mînak, ateîst û katolîk, gey û heteroseksuel, yupiyên bajarî û cotkarên gundî, sosyalîst û mihafizekar û hwd. Loma îro kebekîbûn bi awayekî besît tê maneya cîgirtina li nav civakeke frankofon a Kebekê. Û frankofonên li Kebekê êdî ji anglofonên li Dewletên Yekgirtî bêtir li hev nakin di warê fehmên derbarê qenciyê. Ji bo vê kebekîbûn wek nasnameyeke pir lawaz xuya dike. Ya din, pêvajoya lîberalbûnê dihat maneya ku kebekî êdî bêtir dişibin kanadayiyên îngilîzîaxêv di warê nirxên xwe yî bingehîn de. Lîberalbûna li Kebekê ya zêdetirî 30 salan bûye sedema nêzîkbûna navbera kanadayiyên îngilîzî û fransîaxêv, ewqas ku

wê zehmet be mirov tesbît bike cudatiyên di helwestên derbarê meseleyên mîna nirxên exlaqî, rêzkirina prestîjbûna pîşeyan, rola hikumetê, mafên karkeran, mafên xwecihan, wekheviya navbera zayend û nijadan, û fehma otorîteyê de.[40]

Bi kurtî, lîberalbûna li Kebekê dihat maneya him zêdebûna cudatiyên li nav kebekiyan, yên di warê fehmên derbarê qenciyê, û kêmbûna cudatiyên navbera kebekî û endamên din î çandên lîberal. Ev tişt tenê ne aidî Kebekê ye. Heman pêvajo li seranserî Ewropayê jî heye. Modernbûn û lîberalbûna Ewropaya Rojava kiriye ku kêmtir hevparî bimîne li nav her yek çandên neteweyî de, û hevpariyên mezintir çêbibin di navbera van çandan de. Spanya herku bû lîberal, him di nav xwe de çeşitdartir bû, him spanî bêtir şibiyan fransî an almanan di warê medeniyeta modern, sekuler, birokratîk, pîşesazîbûyî, demokratîk û mezaxtinheziyê de.

Ev rave dike ku çima ewqas zêde teorisyenan zen kirin ku lîberalbûn û modernbûn wê hesta xurt a nasnameya neteweyî ji holê rake. Çand herku dibin lîberal, mirov bi endamên koma xwe neteweyî re kêmtir xalên hevpar parve dikin di warê adetên nerîtî an fehmên derbarê jiyana qenc de, û bêtir xalên hevpar parve dikin bi endamên neteweyên din re di warê medeniyeteke hevpar de. Ewçax, ma çima yek bi awayekî xurt xwe girêdayî neteweya xwe hîs bike?

Dema bi vê paradoksê re rû bi rû dimînin, du bersivên muhtemel hene. Yek ji bo reva ji paradoksê ye ku dibêje neteweperweriyên kêmîne dawiya dawî divê ne lîberal bin. Li gor vê nêrînê, guherîna berbiçav a çanda siyasî ya Kebekê ya ber bi pilûralîzmeke lîberal sekuler sethî ye, û daxwaza xweseriya zêdetir, arezûyeke kûrtir, nixumandî nîşan dide ku ji modernîteyê dûr bikevin û jiyaneke komunal a tîr û di nav hev de ji nû ve biafirînin ku xwe bispêre etnisîte, dîrok û ola hevpar. Ev nêrîn înkar dike neteweperweriyeke lîberal a heqîqî mimkun be -arezûya nasîn û xweseriya neteweyî ya Kebekê îsbat dike ku nirxên lîberal ên kanadayiyên din bi wan re tuneye.

Bersiva din qebûl dike ku paradoksa neteweperweriya lîberal rastiyek e û wê ji holê ranebe. Ev nêrîn qebûl dike ku neteweperweriya Kebekê xwe dispêre fehma civakeke pilûralîstîk, lîberal û modern, ne îdeolojiyeke paşverû, komunîtaryan an mihafizekar.

Bi baweriya min delîl vê nêrîna duyemîn piştrast dikin. Delîlên ku endamên çandên lîberal qedir didin endamtiya xwe ya çandî pir xurt in. Girtina dewsa nasnameya neteweyî li aliyekî, lîberalbûn û xurtbûna hesta netewebûnê bi hev re meşiyane. Gelek ji reformxwazên lîberal ên li Kebekê neteweperwerên dilsoz bûn, û tevgera neteweperwer bi Şoreşa Bêdeng û piştî wê xurttir bûye. Heman bihevrebûna lîberalbûn û xurtbûna nasnameya neteweyî dikare li gelek welatên din jî bê dîtin. Wek mînak, li Belçîkayê, lîberalbûna civaka flaman bi xurtbûna hestên neteweperwer bi hev re meşiyaye. Herwiha, lîberalbûna civaka spanî tevî xurtbûna hestên neteweperwer ên li Katalonya û Welatê Bask re pêş ve çûye.[41] Ew rastiya ku çanda wan bûye bitolerans û plûralîstîk bi ti awayî berdewamî an tîrbûna arezûyên xelkê ya di nav çanda xwe de bijîn û bixebitin lawaztir nekiriye.

Girêdayîbûneke bi vî rengî ji bo gelek şîrovekaran ‘paradoks’eke kûr e, paradoksek ku tenê dikare bi narsîzmeke îrasyonel a cudatiyên piçûk bê ravekirin.[42] Lê ger tenê dema hûn bawer bikin ku sedaqata mirovan a bo çanda xwe ya neteweyî serhişkî ye, ev dibe paradoks. Ger mirov bifikire ku qedrê nasnameya neteweyî ji piştrastkirina rol û hedefên barkirî tê, ewçax qedirdana bo çanda lîberal dibe paradoks. Lê ji dêvla vê, mirov bifikire ku takekes xweseriyeke manîdar dibînin bi riya kişifkirina tercîh û pratîkên di nav çanda xwe ya civakî de, ewçax bihevrebûna zêdebûna çeşîtdariya navxweyî û kêmbûna cudatiyên bi derve re ku li Kebek an Katalanyayê tê dîtin, tam jî ew tişt e ku mirov li bendê ye.

Takekesên xweser qedir didin nasnameya xwe ya neteweyî ne digel ku lawaztir e, lê ji ber ku lawaztir e -ji ber ku çandeke neteweyî ya lawaz wê peywendê dabîn dike ku takekes tê de bikaribin xweseriya xwe pêş ve bibin û wê têxin meriyetê. Ew fikra ku girêdayîbûneke kûr a bi nasnameyeke çandî ya lawaz paradokseke neteweperweriya lîberal e, lê tam jî parçeyek ji pênaseya neteweperweriya lîberal e. Ger tiştekî mîna neteweperweriya lîberal hebe, ev tenê dikare bi awayê girêdayîbûneke kûr a bi nasnameyeke lawaz re be.

Bi qewlê Ernest Barker,[43] ger ‘doza azadiyê bingeha xwe di xweseriya komên neteweyî de’ bibînin, ewçax mirov dikare li bendê be ku him çeşitdariyeke mezintir bibîne di nav çandên neteweyî de ji aliyê zêdebûna şêwazên jiyanê, him hevpariyeke mezintir bibîne di navbera çandên neteweyî de ji aliyê dilsoziyeke hevpar ji bo heman rêgezên bingehîn ên lîberal demokratîk ên rêxistîbûna civakî. Ew diyardeya ku endamên kêmîneyên neteweyî, nasnameya wan a neteweyî lawaztir û kêmtir cihê bin jî xwe-rêvebirinê dixwazin, ne delîla girêdayîbûneke serhişk (illiberal) e. Bilakîs, ew delîl e ku kêmîneyên neteweyî çawa daxilî modernîteyê dibin û girêdayî xweseriya takekesî ya modern dibin.

Dibe ku hin kes serê wan tevlihev dibe ji ber hê jî berdewambûna neteweperweriyên kêmîne û bi dilêşî haya min jê heye ku bi rastî jî min îzeh nekiriye ka çima endamên kêmîneyên neteweyî ewqas girêdayî çanda xwe ya neteweyî ne. Ez nizanim jî gelo îzeheke têrûtêjî divê çawa be. Lê ji bo ew ên biguman in, ez ê tiştekî dawî bînim bîra wan. Ew ê şaş be îfadeyek bi pirseke wiha, ‘Gelo kêmîne çima ewqas girêdayî nasnameya xwe neteweyî ne?’, wek ku ev tenê taybetmendiyeke komên neteweyî yên kêmîne be û ne ya komên neteweyî yên pirîne bin. Ger em pirsê bi vî awayî bipirsin, em ê hewl bidin li wan taybetmendiyan bigerin ku kêmîneyan ji pirîneyan cuda dike -wek mînak, hesta parastinhezî an hêrsê. Lê di realîteyê de, ti delîl tuneye ku endamên pirîneyan, ji endamên neteweyên kêmîne kêmtir girêdayî azadiya xwe ya jiyan û xebata di nav çanda xwe ya civakî de ne. Û heta ku ev rast be, edalet hewce dike ku em van girêdayîbûnên kûr bipejirînin, îzehata wan her çi be. Dibe ku wek muemayekê bimîne ka gelo çima bi gelemperî mirov qedir didin nasnameya xwe ya neteweyî, lê divê mirov ecêbmayî nemîne dema kêmîne jî vê dikin -endamên neteweyên pirîne bi çi sedemê dikin, ew jî bi heman sedemê vê dikin.[44]

Komên nelîberal (illiberal)

Heta niha, min hewl da destnîşan bikim ku tevgerên neteweperwer ên ji bo xwe-rêvebirinê yên li nav demokrasiyên Rojavayê gelek caran nîşan dane ku di etirya azadiya takekesî de ne û girêdayî wê ne. Helbet, hin netewe û tevgerên neteweperwer têra xwe dij-lîberal in. Hin çand hene ku ji dabînkirina xweseriyê dûr in, tenê hin rol û peywiran li endamen xwe bar dikin û nahêlin mirov wan bidin ber pirsan an di ber çav re derbas bikin. Hin çand jî vê xweseriyê didin hin kesan, lê mafê yên din ên mîna jin, kastên jêrîn an kêmîneyan înkar dikin. Ev zêde ne rast e ji bo neteweyên li Rojava herçiqas hin bendewarî hebin jî. Aşkere ye ku, ev cure çand nirxên lîberal teşwîq nakin.

Ev zelal e ku lîberal nikarin, bêyî ku rexnegirane bin, piştgirî bidin endamtiya çandî. Bi rastî jî, ger hurmeta lîberal a bo nasnameyên neteweyî ji ber hurmeta wê ya bo xweseriyê be, gelo divê em teşwîq nekin an zor lê nekin ku endamên çandên nelîberal asimîleyî çandên lîberaltir bibin? Lê ev dîsa piştguh dike awayên girêdayîbûna mirovan a bi çandên xwe re. Armanca lîberal divê ne ew be ku neteweyên nelîberal ji hev bixin, lê bêtir hewl bidin wan bikin lîberal. Dibe ku ev hertim ne mimkun be. Lê hêja ye ku mirov bîne bîra xwe ku hemû neteweyên heyî yên lîberal zemanekî nelîberal bûn û ji bo lîberalbûna wan pêvajoyeke dirêj a nûkirina sazûmanî hewce kir. Ew feraziyeya ku filan çand ji ber xwezaya xwe nelîberal e, nikare xwe nû bike, etnosentrîk û derdîrokî ye. Ya din, lîberalbûna çandekê meseleya pileyê ye. Hemû çand aliyên wê yî nelîberal hene, çawa ku kêm çand azadiya takekesî bi temamî ditepisînin. A rast, pir şaş e ku mirov qala çandên ‘lîberal’ û ‘nelîberal’ bike, wek ku cîhan bûbe du parçe, li aliyekî civakên bi temamî lîberal, li aliyekî jî yên bi temamî nelîberal hebin. Karê reformên lîberal li her civakê netemam e û wê komîk be ku mirov bêje tenê neteweyên lîberal heq dikin ji wan re rêz bê girtin û divê yên din jî asimîle bibin.

Loma, wek qaideyeke giştî, lîberal divê nebin asteng ji neteweyên nelîberal re di parastina çanda xwe ya civakî de, divê lîberalkirina van çandan teşwîq bikin. Meseleya ka çawa lîberalkirin bê teşwîqkirin û bi giştîtir dewletên lîberal divê çawa miamele bikin bi kêmîneyan re, meseleyeke mezin e ku li ciyekî din li ser vê disekinim.[45]

Gelo çima hin tevgerên neteweyî bi awayekî lîberal xwe pêş dixin, lê yên din ne wisa ne? Aşkere ye ku bersiv girêdayî gelek hokarên taybet ên dîrokî ne, lê yek hokar hêja ye bê dupatkirin. Asta lîberalbûna tevgereke neteweperwer piranî girêdayî vê ye ku li welatekî xwedî saziyên lîberal geş bûye an na. Neteweperweriyên flaman, skotî, kebekî lîberal in, ji ber ku Belçîka, Brîtanya û Kanada demokrasiyên lîberal ên rûniştî ne. Tevgereke neteweperwer hewl bide pratîkên nelîberal li ser gelheyek ku hînî fêdeyên rêvebiriyên lîberal bûne, ferz bike, nikare bi serkeve. Lê, neteweperweriyên sirb, ukreynî û slovak nelîberal in, ji ber ku li dewletên nelîberal peyda bûne. Yanê, tevgerên neteweperwer îlhama xwe ji çanda siyasî ya derdora xwe digrin.

Encam

Min hewl da li ser du şaşiyan bisekinim û îzeh bikim bê teorisyenên modernbûnê çima îhtimala berdewambûna neteweperweriyê bêqîmet dîtine: a) nedîtina rola jêneger a dewletê ya di parastina hin komên etnoçandî de; b) nedîtina rola nasnameya neteweyî ya di parastina xweseriya takekesî de. Ev du şaşî hê jî dibin asteng ku neteweperweriyên li Rojava baş bên famkirin.

Metelmayî dimînim ku şaşiya yekemîn hê jî tê kirin, ji ber ku şaşiyeke pir eyan e, kî bi rastî jî li birêxistinbûn û erka dewletên modern binêre, wê vê bibîne. Lê şaşiya duyemîn dikare bê famkirin, ji ber ku wek ku me dît, paradoksek heye derbarê giringiya nasnameya neteweyî ya ji bo azadiya takekesî, dema li ber çav be girtin ku lîberalbûnê komên etnoçandî di nav xwe de çeşîtdartir dike û nêzîktirî komên din dike.

Min angaşt kir ku dîsa jî endamtiya mirovan a çandên xwe yî civakî roleke giring dilîze di dabînkirina tercihên manîdar ên takekesî û parastina nasnameya şexsî de. Endamên neteweyeke (lîberalbûyî) digel ku êdî nirxên hevpar ên exlaqî an şêwazên nerîtî yên jiyanê parve nakin, dîsa jî bi awayekî kûr girêdayî ziman û çanda xwe ne. Bi rastî, tam jî ji ber ku nasnameya neteweyî xwe naspêre nirxên hevpar -bi qewlê Tamir, nasnameye neteweyî ‘li derveyî qada normatîv’ e[46]- ew hîmekî ewle dabîn dike ji bo xweseriya takekesî û nasnameya şexsî. Endamtiya çandî ji me re peywendeke fambar a tercîhê, û hesteke ewle ya nasname û aîdiyetê dabîn dike, ku em bikaribin serî lê bidin dema em bi pirsên derbarê nirx û projeyên şexsî re rû bi rû dimînin.

Û ev diyardeya ku nasnameya neteweyî hewceyî nirxên hevpar nake, îzeh dike bê çima netewe yekeyên guncav in ji bo teoriya lîberal -komên neteweyî qadeke azadî û wekheviyê, û kaniyeke nasîna beramber û baweriya beramber dabîn dikin; ev jî dikare nelihevkirin û cudatiyên jêneger ên derbarê qenciya di civakên modern de li hev bîne.

Ger ez rast bim ku nasnameya neteweyî û xweseriya takekesî ji nêzîk ve girêdayî hev in, û dewlet bêjenebêje daxil dibin diyarkirina ka kîjan çandên civakî dikare xwe bidomînin, em ê bikaribin bi rihetî pêşbînî bikin ku neteweperwerî wê li ser xwe bimîne wek xisûsiyeteke mayînde ya modernîteyê. Ew efsaneya ku îdia dike dewlet dikare xwe bispêre tenê rêgezên demokratîk bêyî ku piştgiriya nasname an çandeke diyar a neteweyî bike, bêîmkan kiriye ku em bikaribin ji dil fam bikin ka çima kêmîneyên neteweyî ewqas bi israr in di çêkirin an berdewamirina yekeyên siyasî de ku tê de ew pirîne bin.

Wek ku Ernest Gellner jî amaje pê kiriye, dema em carekê li wan têkiliyên jêneger ên navbera dewlet, çand û azadiya takekesî hay bibin, pirsa esasî nabe ka çima tevgerên neteweperwer peyda dibin, dibe, çima ne zêdetir in?

Nîşe

* Îngilîziya nivîsê: Will Kymlicka, “Modernity and National Identity”, di nav Shlomo Ben-Avi, Y. Peled, A. Spektorowski (ed.) Ethnic Challenges to the Modern State, Macmillan Press, 2000, London.

1. Walzer, Michael, ‘Comment’, di nav Amy Gutmann (ed.), Multiculturalism and

the “Politics of Recognition’ (Princeton University Press, Princeton 1992), rr. 99-103. Ignatieff, Michael, Blood and Belonging: Journeys into the New Nationalism, (Farrar, Straus and Giroux, New York 1993). Pfaff, William, The Wrath of Nations: Civilization and the Furies of Nationalism (Simon and Schuster, New York 1993).

2. Johnson, Gerald, Our English Heritage, (Gteenwood Press, Westport 1973). r. 119.

3. Ji bo bêtir hûrgiliyên nîqaşa li ser vê xalê, bnr. Kymlicka, 1997.

4. Ev hinekî diguhere. Guherîneke vê dawiyê ya di zagona welatîbûna Almanyayê de vê hêsantir dike ji bo ne-almanên di temenê navbera 16-24an de, ger herî kêm 8 salan li Almanyayê jiyabin.

5. Ji bo berbelavbûna vê pêvajoyê, bnr. Gellner, 1983; Anderson, 1983.

6. Taylor, Charles, ‘Nationalism and Modernity’, di nav R. McKim and ). McMahan

(ed.), The Morality of Nationalism (Oxford University Press, New York 1997), r-3.

7. Helbet ji bo penaberan ev ne wisa ye. Lê sînordarkirinên tetbîqbariyê ku ez ê nîqaşa wê bidomînim, ji bo penaberan jî dikare bê sepandin.

8. Kymlicka, W., Finding Our Way: Rethinking Ethnocultural Relations in Canada, (Oxford University Press, Toronto, 1998) Beşên 1-4.

9. Divê dupat bikim ku [ez behsa komên koçber ên li nav welatên lîberal demokrat dikim. Li nav wan nerîta pêşwazîkirina koçberan heye û ji bo koçberan hêsa e bibin welatiyên wan, nijad, ol an koka wan a etnîk her çibe.

10.Connor, 1972:350-1; 1973:20. Ji bo bêtir lêkolînên li ser şerên etnoneteweyî yên seranserî cihanê ku cudatiyên giring ên navbera komên koçber û komên neteweyî bi aşkereyî nîşan didin, bnr. Gurr, 1993.

11. Ji bo tîpolojiyeke berfirehtir, bnr. Kymlicka, 1998a.

12. Ev gelemperîkirin bi tecrubeya Amerikayê tê piştrastkirin. Meyla koçberên amerikî baş tê zanîn, û ew îdeala ‘sênîka helandinê’ ya Amerikî tê pîrozkirin. Ya zêde nayê zanîn, meyla kêmîneyên neteweyî yên amerikî ya li dijî întegrasyonê ye. Ev kêmîneyên neteweyî xwecihên amerikî, eskîmoyên alaskayî, puerto rikayî û neviyên meksîkoyiyan (chicanos) e ku li başûr-rojava dijiyan dema Dewletên Yekgirtî ketin Teksas, New Meksîko û Kalîfornayê piştî Şerê Meksîkoyê yê 1846-8an, hawayiyên xwecih, kamorosiyê Guamê û giravniştecihên din Pasîfîkê ne. Ev kom giş bêyî dilê xwe, bi riya fethê, kolonîzasyon an îstilaya împeryal daxilî Dewletên Yekgirtî bûne. Piştî wê, piraniyê statuyeke taybet a siyasî bi dest xistin. Wek mînak, eşîrên xwecih wek ‘neteweyên xwecih ên ne-serbixwe’ hatin naskirin tevî hikumet, dadgeh û mafên xwe yî peymançêkirinê; Puerto Rîko ‘Commonwealth’ e; û Guam ‘herêma parastinê’ ye. Her yek ji van gelan girêdayî pergala siyasî ya amerikî ne tevî hêzên xwe yî taybet ên xwe-rêvebirinê. Ev kom mafên wan jî hene derbarê ziman û emilandina axê. Bi kurtî, kêmîneyên neteweyî yên li Dewletên Yekgirtî hin mafên wan î komî hene ku statuya wan a wek civatên xwedî çandên cihê nîşan dide û wê diparêzin, û ji bo van mafan diviyabû şer bikin ku wan bi dest bixin û firehtir bikin. Gelek caran tê gotin ku makezagona amerikî tenê mafên takekesî nas dike. Ev ne rast e -kêmîneyên neteweyî yên li Dewletên Yekgirtî xwedî mafên girîng ên komî ne. A rast, dewleta Amerîkayê ji demokrasiyên Rojava zêdetir ne serkeftî ye di warê întegrekirina kêmîneyên xwe yî neteweyî bo çandeke hevpar de. Ji bo lêkolînên li ser mafên kêmîneyên neteweyî yên DYA, bnr. O’Brien, 1987; Resnik, 1989; Aleinikoff, 1994.

13. Ev têkilî ji aliyekî din ve hatiye pesendkirin bi xebatên neteweperweriyê. Piranî analîstên neteweperweriyê gihîştine wê encamê ku taybetiya neteweyan ya pênaseker ew e ku ‘çandên berbelav’, ‘çandên hemûgir’ an ‘çandên rêxistinî’ ne (wek mînak, A. Smith, 1986:2; Margalit û Raz, 1980:444; Tamir, 1993; Poole, 1993). Bi kurtî, çawa ku çandên civakî hema hema hertim çandên neteweyî ye, netewe jî hema hema hertim çandên civakî ne.

14. Kymlicka, W., Multicultural Citizenship: a Liberal Theory of Minority Rights, (Oxford University Press, Oxford 1995), Beş 5.

15. Dworkin, R., A Matter of Principle, (Harvard University Press, London 1985). r. 231.

16. B.n.b., r. 228,

17. B.n.b., rr. 228, 231.

18. Hin teorisyen vê nêrînê qebûl bikin jî, red dikin ku endamên kêmîneyeke neteweyî hewcedariya wan hebe di nav çanda xwe de bijîn (bnr., wek mînak, Binder, 1993:253-5; Buchanan, 1991:54-5; Waldron, 1992; Tomasi, 1995, Nickel, 1994, Lenihan, 1991). Qebûl dikim ku întegrebûna nav çandeke din ne ku bêîmkan e, lê ji bo piraniya mirovan barê vê zêde giran e -neheqî ye ev bar li mirovan bê barkirin (ger bi dilê xwe qebûl nekin). Bnr. Kymlicka, 1995: Beş 6.

19. Ji bo angaştên derheqê têkiliya azadî û çanda neteweyî, bnr. Taylor, 1985; Tamir, 1993: Beş 1-2; Margalit û Raz, 1990; Miller, 1995.

20. Rawls, John, Political Liberalism, (Columbia University Press, New York (1993) r. 222.

21. B.n.b., r. 277.

22. Hêja ye em bînin bîra xwe ku dema koçber diçin welatê xwe yî nû, hokareke neqîner rol dilîze. Yanê, ew ên tercîh dikin ji koka xwe qut bibin, girêya wan a derûnî ya bi çanda kevn re herî zêde lawaz e, û herî zêde ew dixwazin û bibiryar in ku li devereke din serkeftî bibin. Em nikarin bibêjin ku normê temsîl dikin di warê pejirandina çandeke nû de.

23. Margalit, Avishai û Joseph Raz, ‘National Self-Determination’, Journal of Philosophy, hej. 87/9, 1990, r. 449. Di nav Will Kymlicka (ed.), The Rights of Minority Cultures, (Oxford University Press, 1995), rr. 79-92.

24. B.n.b., 447-9.

25. Taylor, Charles, ‘The Politics of Recognition’, di nav Amy Gutmann (ed.), Multiculturalism and the ‘Politics of Recognition’, (Princeton University Press, Princeton 1992), rr. 25-73.

26. Tamir, Yael, Liberal Nationalism, (Princeton University Press, Princeton 1993). rr. 41,71-3.

27. B.n.b., rr. 72, 85-6.

28. Miller, David, ‘In Defense of Nationality’, Journal of Applied Philosophy, hej. 10/1, 1993, rr. 3-16.; Barry, Brian, ‘Self-Government Revisited’ di nav Democracy and Power: Essays in Political Theory I, (Oxford University Press, Oxford 1991), rr. 174-5.

29. Nickel, James, ‘The Value of Cultural Belonging: Expanding Kymlicka’s Theory’, Dialogue, hej. 33/4, 1994, rr. 635-42.

30. Anderson, Benedict, Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism, (New Left Books, London 1983).

31. Rawls 1993:0p. cit., r. 277. Helbet, dema hebûna neteweyî neyê tehdîdkirin, mirov wê bêtir livbariyê tercîh bikin, ji ber ku ji bo hin kesên di nav hin şertan de tercîheke giring e ku bikaribin bar bikin û li nav çandên din bixebitin. Ji bo alîgirên sînorên vekirî -ku giş xwe wek rexnegirên nêrîna ortodoks a lîberal dibînin- bnr. Ackerman, 1980:89-95; Carens, 1987; Hudson, 1986; King, 1983; Bader, 1995.

32. Tamir, Yael, op. cit. r. 139.

33. Sandel, Michael, Liberalism and the Limits of Justice (Cambridge University Press, Cambridge 1982). rr. 150-165; MacIntyre, Alasdair, After Virtue: a Study in Moral Theory (Duckworth, London 1981), beş 15; Bell, Daniel, Communitarianism and its Critics (Oxford University Press, Oxford 1993), rr. 24-54.

34. Rawls, 1974, op. cit. r. 641.

35. Dworkin, 1989: op. cit. r. 489.

36. Rawls, 1985: op. cit. r. 242.

37. Sandel, Michael, Liberalism and the Limits of Justice (Cambridge University Press, Cambridge 1982), r. 93; Macintyre, Alasdair, After Virtue: a Study in Moral Theory (Duckworth, London 1981) r. 221; Miller, David, ‘In What Sense Must Socialism Be Communitarian?’, Social Philosophy and Policy, hej. 6/2, 1988-9 rr. 51-73.

38. Talûkeya tepisandinê zêdetir dibe ji ber wê diyardeya ku gelek rol û pratîkên nerîtî ji aliyê dîrokî ve li ser hîmê qebûlên zayendparêz, nijadperest, çînparêz û homofobîk hatine pênasekirin. Hin rolên civakî jêderkên wan ewqas bêedalet in ku divê bi temamî bên redkirin, ne ku hêdî hêdî bên nûkirin (D. Phillips, 1993).

39. Helbet, ev tenê qismek ji tevgereke neteweperwer îzeh dike. Ji bo vê lêkolînên taybet ên li ser şertên aborî, demografîk û siyasî yên wê civakê lazim in. Li vir armanca min ne ku ewqas zêde îzeh bikim ka tevgerên neteweperwer çima peyda dibin, lê dixwazim îzeh bikim ka çima teorisyenên modernbûnê şaş bûn di nêrîna xwe de ku modernbûn wê bibe asteng li ber seferberiya neteweperwer.

40. Dion, Stéphane, ‘Le Nationalisme dans la Convergence Culturelle’, di nav R. Hudon û R. Pelletier (ed.), L’Engagement intellectuel: mélanges en I’honneur de Léon Dion (Les Presses de I’Université Laval, Sainte-Foy 1991). r. 301. Dion, Stéphane, ‘Explaining Quebec Nationalism’, di nav R. Kent Weaver (ed.), The Collapse of Canada? (Brookings Institute, Washington 1992). r. 99.

41. Peterson, W., ‘On the Subnations of Europe’, di nav Nathan Glazer û Daniel P. Moynihan (ed.), Ethnicity: Theory and Experience (Harvard University Press, Cambridge, 1975); Hennessy, Alistair, ‘The Renaissance of Federal Ideas in Contemporary Spain’, di nav Murray Forsyth (ed.), Federalism and Nationalism (Leicester University Press, Leicester, 1989); Payne, Stanley G., ‘Catalan and Basque Nationalism: Contrasting Patterns’, di nav vê kitêbê de, Beş 5.

42. Ignatieff, Michael, Blood and Belonging: fourneys into the New Nationalism

(Farrar, Straus and Ginoux, New York, 1993), p. 21; Dion, La Nationalisme.

43. Barker, Ernest, National Character and the Factors in its Formation (Methuen, London, 1948), r. 248.

44. Kêmîne derbarê girêdayîbûnê bêtir hişyar in, ji ber ku gelek caran hewldanên bi hişyarî pêwîst in ji bo parastina çanda civakî. Pirîneyên ku çanda wan nayê tehdîdkirin, dikarin ji bo nasnameya xwe ya neteweyî xemsar bin. Lê ger çanda pirîneyê jî bê tehdîdkirin, ewçax ew jî bi qasî kêmîneyan wê bên parastina wê. Wek ku George Bernard Shaw carekê destnîşan kiribû, ‘Neteweyeke bitendurist haya wê ji netewetiya wê tuneye mîna miroveke/î bitendurist haya wê/î ji hestiyên wê/î tunebe. Lê ger hûn netewetiya neteweyekê bişkênînin, ew ê ji jinûvesazkirina wê pê ve li tiştekî nefikire.’

45. Bnr. Kymlicka, 1995: Beş 8.

46 Tamir, Yael, op. cit., r. 90.

47 Gellner, Ernest, Nations and Nationalism, (Blackwell, Oxford, 1993).

Çavkanî

-Ackerman, Bruce (1980), Social Justice in the Liberal State. (Yale University Press, New Haven).

-Aleinikoff, Alexander (1994), ‘Puerto Rico and the Constitution: Conundrums and Prospects’, Constitutional Commentary, hej. 11, rr. 15-43.

-Anderson, Benedict (1983), Imagined Communities: Reflections on the Origin and Spread of Nationalism (New Left Books, London).

-Bader, Veit (1995), ‘Citizenship and Exclusion: Radical Democracy, Community

and Justice’, Political Theory, hej. 23/2, rr. 211-46.

-Barker, Ernest (1948), National Character and the Factors in its Formation

(Methuen, London).

-Barry, Brian (1991), ‘Self-Government Revisited’ di nav Democracy and Power: Essays

in the Political Theory I, (Oxford University Press, Oxford), rr. 156-86.

-Bell, Daniel (1993), Communitarianism and its Critics (Oxford University Press, Oxford).

Binder, Guyora, (1993), ‘The Case for Self-Determination’, Stanford Journal of International Law, hej. 29, rr. 223-70.

-Buchanan, Allen (1991), Secession: the Legitimacy of Political Divorce (Westview Press, Boulder).

Carens, Joseph (1987), ‘Aliens and Citizens: the Case for Open Borders’, Review of Politics, Vol. 49/3, rr. 251-73. Di nav Will Kymlicka (ed.), The Rights of Minority Cultures (Oxford University Press, 1995), rr. 331-49.

-Connor, Walker (1972), ‘Nation-Building or Nation-Destroying’, World Politics, hej. 24, rr. 319-58.

-Connor, Walker (1973), ‘The Politics of Ethnonationalism’, Journal of International Affairs, hej. 27/1, rr. 1-21.

-Dion, Stéphane (1991), ‘Le Nationalisme dans la Convergence Culturelle’, di nav R. Hudon û R. Pelletier (ed.), L’Engagement Intellectuel: Melanges en I’honneur de Léon Dion (Les Presses de I’Université Laval, Sainte-Foy).

-Dion, Stéphane (1992), ‘Explaining Quebec Nationalism’, di nav R. Kent Weaver (ed.), The Collapse of Canada? (Brookings Institute, Washington).

-Dworkin, R. (1985), A Matter of Principle (Harvard University Press, London).

-Dworkin, R. (1989), ‘Liberal Community’, California Law Review, hej. 77/3, rr. 479-504.

-Gellner, Ernest, (1983), Nations and Nationalism (Blackwell, Oxford).

-Gurr, Ted (1993), Minorities at Risk: a Global View of Ethnopolitical Conflict (Institute of Peace Press, Washington).

-Hennessy, Alistair (1989), ‘The renaissance of federal ideas in contemporary Spain’, di nav Murray Forsyth, (ed.), Federalism and Nationalism (Leicester University Press, Leicester), rr. 11-23.

-Hobsbawm, E.J. (1990), Nations and Nationalism since 1780: Programme Myth and Reality (Cambridge University Press, Cambridge).

-Hudson, James (1986), ‘The Philosophy of Immigration’, Journal of Libertarian Studies, hej. 8/1, rr. 51-62.

-Ignatieff, Michael (1993), Blood and Belonging: Journeys into the New Nationalism (Farrar, Straus and Giroux, New York).

-Johnson, Gerald (1973), Our English Heritage (Greenwood Press, Westport).

-King, Timothy (1983), ‘Immigration from Developing Countries: Some Philosophical Issues’, Ethics, hej. 93/3, rr. 525-36.

-Kymlicka, W. (1989), Liberalism, Community, and Culture (Oxford University Press, Oxford).

-Kymlicka, W. (1995), Multicultural Citizenship: a Liberal Theory of Minority Rights (Oxford University Press, Oxford).

-Kymlicka, W. (1997), ‘Is Federalism a Viable Alternative to Secession?’, di nav Percy Lehning (ed.), Theories of Secession (Routledge, London), rr. 110-49.

-Kymlicka, W. (1998a), ‘Ethnocultural Minority Groups’, di nav Ruth Chadwick (ed.), Encyclopedia of Applied Ethics (Academic Press).

-Kymlicka, W. (1998b), Finding Our Way: Rethinking Ethnocultural Relations in Canada (Oxford University Press, Toronto).

-Lenihan, Donald (1991), ‘Liberalism and the Problem of Cultural Membership’, Canadian Journal of Law and Jurisprudence, hej. 4/2, rr. 401-19.

-Maclntyre, Alasdair (1981), After Virtue: a Study in Moral Theory (Duckworth, London).

-Margalit, Avishai and Joseph Raz (1990), ‘National Self-Determination’, Journal of Philosaphy, hej. 87/9, rr. 439-61. Di nav Will Kymlicka (ed.), The Rights of Minority Cultures (Oxford University Press, 1995), rr. 79-92.

-Miller, David (1988-89), ‘In What Sense Must Socialism be Communitarian?’, Social Philosophy and Policy, hej. 6/2, rr. 51-73.

-Miller, David (1993), ‘In Defense of Nationality’, Journal of Applied Philosophy,

hej. 10/1, rr. 3-16.

-Nickel, James (1994), ‘The Value of Cultural Belonging: Expanding Kymlicka’s Theory’, Dialogue, hej. 33/4, rr. 635-42.

-O’ Brien, Sharon (1987), ‘Cultural Rights in the United States: a Conflict of Values’, Law and Inequality Journal, hej. 5, rr. 267-358.

-Peterson, W. (1975), ‘On the Subnations of Europe’, di nav N. Glazer û D. Moynihan (eds), Ethnicity: Theory and Experience (Harvard University Press, Cambridge).

-Pfaff, William (1993), The Wrath of Nations: Civilization and the Furies of Nationalism (Simons and Schuster, New York).

-Phillips, D.Z. (1993), Looking Backward: a critical appraisal of communitarian thought (Princeton University Press, Princeton).

-Poole, Ross (1993), ‘Nationalism and the Nation State in Late Modernity’, European Studies Journal, hej. 10/1, rr. 161-74.

-Rawls, John (1974), ‘Reply to Alexander and Musgrave’, Quarterly Journal of Economics, hej. 88/4, rr. 633-55.

-Rawls, John (1985), ‘Justice as Fairness: Political not Metaphysical’, Philosophy and Public Affairs, hej. 14/3, rr. 223-51.

-Rawls, John (1993), Political Liberalism (Columbia University Press, New York).

-Reitz, Jeffrey û Raymond Breton (1994), The Illusion of Difference: Realities of Ethnicity in Canada and the United States (C.D. Howe Institute, Ottawa).

-Resnik, Judith (1989), ‘Dependent Sovereigns: Indian Tribes, States, and the Federal Courts’, University of Chicago Law Review, hej. 56, rr. 671-759.

-Sandel, Michael (1982), Liberalism and the Limits of Justice (Cambridge University Press, Cambridge).

-Smith, Anthony (1986), The Ethnic Origins of Nations (Blackwell, Oxford).

-Steinberg, Stephen (1981), The Ethnic Myth: Race, Ethnicity, and Class in America (Atheneum, New York).

-Tamir, Yael (1993), Liberal Nationalism (Princeton University Press, Princeton).

-Taylor, Charles (1985), Philosophy and the Human Sciences: Philosophical Papers 2 (Cambridge University Press, Cambridge).

-Taylor, Charles (1992), ‘The Politics of Recognition’, di nav Amy Gutmann (ed.), Muiticulturalism and the ‘Politics of Recognition’ (Princeton University Press, Princeton), rr. 25-73.

-Taylor, Charles (1997), ‘Nationalism and Modernity’, di nav R. McKim û J. McMahan (ed.), The Morality of Nationalism (Oxford University Press, New York).

-Tomasi, John (1995), ‘Kymlicka, Liberalism, and Respect for Cultural Minorities’, Ethics hej. 105/3, rr. 580-603.

-Waldron, Jeremy (1992), ‘Minority Cultures and the Cosmopolitian Alternative’, University of Michigan Journal of Law Reform, hej. 25/3, rr. 751-93 û di nav Will Kymlicka (ed.), The Rights of Minority Cultures (Oxford University Press, 1995), rr. 93-119.

-Walzer, Michael (1992), ‘Comment’, di nav Amy Gutmann (ed.), Multiculturalism and the ‘Politics of Recognition’ (Princeton University Press, Princeton), rr. 99-103.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din