Çend Gotin li Ser Çepgirên Kurd ên Neteweperwerên Şermok
Ev gotinên min li ser nivîsa xanima hêja Fexriya Adsay a bi navê “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî” ye. Ji bo vê nivîsê siheta wê xweş be. Hêvîdar im, muxatabên vê nameyê, marksîstên kurd, xwe li kerrîtiyê daneynin û bi van fikrên di nameyê de têkevin diyalogeke fikrî û bersiv bidin.
Ez dixwazim di despêkê da bêjim ku di gelek mijaran da ez jî wekî wê difikirim. Lê ez di wê baweriyê da nîn im ku fikrên sosyalîstî an jî komunîstî bi neteweperweriyê ra lihevhatî ne. Herçî “neteweperweriya” çepên Tirkan e ku bi îdeolojiya dewleta wan ra lihevhatî ye, ew ne neteweperwerî ye, ew nijadperestî û şovenîzma wan e.
Ez ê li vir, li ser vê mijarê hin fikrên xwe bêjim, ku ev fikr di hin cihan da wekî fikrên Fexriya xanimê ne û hin cihên dî da jî, parîkî ji fikrên wê cihê ne, her wusa jî, ez dixwazim behsa têkîlî û ew rengên lihevhatî ya fikrên çepîtiyê, yên bi wê îdeolojiya dij-netewe ya PKKê ra heyî, bikim.
Wek îdeolojî, çepgirî û marksîstî, li Ewropayê, ji ber ku bi berçavkên “şerê çînayetiyê” li civata xwe nihêrtiye û her bi vî awayî ji ber ku ewrosentrîk e, (di rastiyê da ne li ser hemû Ewrupayê ye jî, li ser rojava û navenda Ewropayê ye) gotineke wê ya pozîtîv li ser vê mijara neteweperweriyê nîne. Ji bo wan, neteweperwerî bi Şoreşa Fransayê dest pê kiriye, îdeolojiya burjuwaziyê ye û di dîrokê da roleke wê yê pêşverû hebûye û paşê ev rola pozîtîv qediyaye. Çepgir û komunîstan, her ji ber van sedeman di sedsala 20an û di serdema me de, li Ewropayê vî “warê fikrî yê neteweperperiyê” ji hêzên nijadperest û yên biyanîfobîk ra hiştiyne, vêca ev hêzên hanê jî nûnertiya versiyona herî xirab ya “neteweperweriyê” dikin. Di serdema me da, li seranserê cîhanê, ev îdeolojiya çepgiriyê, bi şik û guman li wan tevgerên neteweperwer ên ku li seranserê dinyayê hene, dinêrin. Wek mînak, çepgirên cîhanê tevgera neteweyî ya kurdan li başûr û rojhilatê Kurdistanê wek ajanên emperyalîzm û siyonîzmê dihesibînin, lê bi sempatî li tevgera dij-netewî ya PKKê ya li rojava û li bakurê Kurdistanê dinêrin.
Ez di wê baweriyê da me ku çepîtî û fikrên komunîst û sosyalîstî li Kurdistanê her dem neteweperweriya kurdî an jî bi gotinekî din, kurdayetî kuştiye. Tevgera sosyalîst a kurdan her çiqas di salên dawiya dehsaliya 60an û li seranserê dehsaliya 70yan da kurdayetî bi formê çepgiriyê geş kiribe jî, ji ber ku ev yek bi zimanê tirkî kiriye û neteweperwerî herî kêm di dereceya nîv-xayîntiyê da hesibandiye, di netîceyê da ev potansiyela bi sedhezaran kesî ya bê fehma xurt ya neteweperweriyê, ji aliyê PKKya serî tirk û laş kurd va bi hêsanî hatiye talankirin. Di bîranînê xwe da Kemal Burkay bi pesn wusa dibêje: “Me (tevgera me) bêhn li neteweperweriyê çikand.” Rast dibêje, hingê kê diwêrî behsa kurd û Kurdistanê bikira û referansa xwe ji Marks, Lenîn û Stalîn nestanda û çîna karkeran (ku li Kurdistanê gelek kêm bû) nexista navenda fikr û ramanên xwe? Vî bayê çepgiriyê li seranserê Kurdistanê çepgirî û zimanên serdest li ser tevgera kurdî ferz kir, de ka bala xwe bidinê, PDK ya Iraqê di sala 1975an da xwe mecbûr dibîne, da ku di bernameya Qiyadeyê Miweqet da wusa bêje: “Partiya me ji Marksîzm û Lenîzmê îlhamê digre”!
Di serdema me da, wek fikr û hêz geşbûna neteweperiya kurdî, bi rexnekirin û pûçkirina fikrên çep (û her wusa jî îslama siyasî) mumkun e. Di vê mijarê da ferqek mezin heye di navbera rewşa miletê kurd û fikrên siyonîst ên (neteweperwerên cihû) sosyalîst da, ku wek mînaka lihevhatina neteweperwerî û fikra sosyalîzmê tê dîtin. Siyonîstên sosyalîst, fikra xwe ya siyasî li ser tevn an jî paşxaneya xelkekî ji hev belavbûyî, ne xwedî zimanekî yekbûyî û ne xwedî axekê ku bi berdewamî lê dijî, avakirin. Ewan, unîversalbûna fikra sosyalîstiyê wek mertalekî hesibandin da ku karibin xelkê xwe yê di bin tehdîda zulm û pogroman da dijî, biparêzin. Di dewletên sosyalîst de yên ku wê li ser hîm û menfeata çîna karker û feqîran avabîbûya, xewn û xeyal ew bû ku karker û feqîrên cihûyan jî (ku en hindik ji %90ê nifûsa Cihûyan diketin nav vê kategoriyê) êdî ê di nav wekheviyê da bi miletên din ra bijiyana. Ferqa kurdan û cihûyan di vir da ye. Em wek milet, xwediyê nifûseke serdest a li ser erdnîgariya welatekî yekgirtî yê me bi xwe û bi zaravayên xwe va, xwedî yek zimanî ne. Em ji cihûyan avantajtir in, hewcedariya me bi îdeolojiyên unîversal ên totalîter ên wekî çepgiriyê û îslama siyasî nîne, da ku miletên ku pêl me dikin, li me werin rehmê. Bê guman hewcedariya me bi îdeolojiyên unîversal ên demokratîk, ên wekî demokrasiya sosyal, demokrasiya lîberal, demokrasiya muhafezekar, jîngehparêz û hwd. heye, lê dîsa bê guman, divê ev îdeolojî bi fehm an jî bi îdeolojiya neteweperweriya kurdî ra lihevhatî bin.
Cihû heta sala 1948an li her derê cîhanê wek “sêwiyên ber dîwaran” in û leqayê her felaketê hatine. Jenosîda ku dewleta alman di Şerê Cîhanê ya II. de anî serê wan û ew şertên lihevhatî yên piştî vî şerî, rê li ber avakirina dewleta Îsraîlê vekir. (Di mîkrografiya xwe da, ev yek di sala 1991an da li başûrê Kurdistanê ji bo miletê me qewimî.) Bêyî van qewmandinên trajîk, ez bawer nakim ku ê siyonîstan bi wan fikrên xwe yên sosyalîstî karibûna dewleta Îsraîlê ava bikirina. Bê guman, ku di şertên lihevhatî yên piştî Şerê Cîhanê yê Didûyan da, ku ew pêşengiya neteweperweriya xurt ya cihûyan tunebûya, ku ji salên 1880yan û pê va xelkê cihû berê xwe nedana Filistînê (Aliyah) û nifûsekî ku êdî tê hesibandinê pêk neaniyana, hingê ê dewleta Îsraîlê nehata avakirin.
Me ev yek, ji aliyê negatîvî va li rojavayê Kurdistanê dît: Bi nebûna pêşengiya hêzeke neteweyî ya kurd, di şertên herî lihevhatî da, bi sempatiyeke xurt a piraniya cîhanê, li ser erdnîgariyekê ku ji ya Îsraîla niha mezintir û xwediyê demografiyeke ji ya cihûyên Filîstînê ya sala 1948an mezbûttir, kurdan hima bêje tu tişt bidest nexistin. PKKê li me kurdan û li hemû cîhanê nîşan da ku, “ka hêzeke ne neteweyî, çawa nikare projeyeke neteweyî ava bike, çawa dikare firsetên dîrokî yên ku dertên pêşiya miletekî bindest pûç bike û dîsa vî miletî bindest bihêle û her wusa jî, vê bindestiyê wek serketina xwe pêşkêş bike.” Heyf û mixabin ji bo me kurdan.
Ne tenê beşek siyonîst sosyalîst in, hê ji destpêkê va, ev fikrên sosyalîst û komunîstî di nav vê civata belawela ya cihûyan da gelek geş bûye û şax vedaye, her çiqas ku nifûsa wan ji % 5 ya nifûsa Ewropayê kêmtir bûye jî, piraniya serok û pêşengên mezin ên vê tevgerê û ya tevgera anarşîstan cihû bûne. Di pratîkê da partiyên karker û komunîst, ji aliyekî va jî, heta dereceyekê bi xêra vê tora belawela ya nifûsa cihûyan li seranserê Ewropayê têkîlî danîne, rêxistinên xwe ava kirine û xebatên xwe domandine.
Herçî ew “hêvî û bendewariya” Fexriya xanimê ya ji sosyalîst û komunîstên kurd, da ku karibin fikr û xebata xwe ya serdema berê rexne bikin, ez dibêjim ev yek hima bibêje ne mumkun e. Lewra ji aliyekî va ev kesên temenmezin, bi nostaljiya xortaniya xwe li dema berê dinêrin, ji aliyê dî va jî, evên he, hemû fehm û zanîna xwe ya siyasî bi teorî û termînolojiya fikrên çepîtiyê ava kirine, xwerexnekirinê wek înkarkirina pêşeroja (rabirdû) xwe dihesibînin; ji wan tirê qê ew rutbeyên fantastîk ên ku dema berê bidestxistibûn ê wenda bikin. Ev yek ji bo wan pirseke ontolojîk e, pirsa man û nemanê ye. Lewra çavkaniya fehm û zanîna wan, berçavka nihêrtina bûyer û qewmandinan, her bi fikrên çepîtî bûye. Bê guman ê îstîsna hebin. Lê ev yek ne ewqas rehet e, mirov ne komputer in ku meriv karibe bernameyekî jê derînî û bernameyekî nû li ser bar bike.
Çepgirên kurd ku mesafeyeke mezin danîbûn navbera xwe û fikra neteweperweriyê, di netîceyê da wek monolîtîk xwuya dikin, zû bi zû naguherin. Sosyalîzm, li welatên ku lê avabûyî hilweşiya û çû, me sosreta pratîka dîktatorî ya van dewletên sosyalîst û her wusa jî liv û tevgera 2 an jî 3 neslên mirovan ên ku di vê sîstemê da jiyane jî dît: Civatên ku bi sîstema tirsê avakirî, mirovên ne sosyal, exlaq û aboriyeke şikestî. Lê marksîstên kurd, hê marksîst mane, wek bawermendên rasteqînî yên ola sekûler, ji me ra dibêjin ku “Ew pratîka ku we dît, ne sosyalîzma rastî bû, sosyalîzma rastî di nav pirtûkên Marks, Engels û Lenîn da ye.” Îslamîstên kurd jî ji me ra heman tiştî dibêjin ku “’islama rastîn ne ew pratîka van her 4 dewletên dagirkerên Kurdistanê ye, ne ew pratîka van 50 dewletên misilman e, îslama rastîn di Quranê da ye.”
De ka marksîstên kurd bila ji me ra bêjin, di bersiva van pirsên di hevokên xwarê da, gelo menfeata kurdbûnê li pêş e, an çepîtî, marksîzm-lenînîzm û menfeata “sîstema sosyalîst” li pêş e?:
Têkîliyên xweş, alîkariya mezin a maddî û pişgiriya manewî ya Bolşevîkan ji bo tevgera Mustafa Kemal zirar gihande me kurdan an na? Gelo we ev yekê qet rexne kir?
Gelo Lenîn çima bersiva nameyên Şêx Mehmûdê Berzancî yê ku li hemberî emperyalîstên îngîlîz şer dikir neda, gelo bi vê yekê qencî li me kurdan kir? Gelo we Lenîn û bolşevîk di vê mijarê da rexne kirin?
Serdema Şoreşa Agiriyê, ji aliyê rejîma Sovyetê va nefîkirina kurdên misilman ên wî aliyê sinor, yên Naxçîwan û Ermenîstanê ber bi Asyaya Navîn va, gelo kêrî me kurdan dihat an kêrî rejîma tirkan a dagirker dihat? Gelo we ev polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?
Gelo kêfa we tê ku herema otonom ya Kurdistana Sor a li Azerbeycana Sovyetê di sala 1929an da hate hilweşandin û li vê cumhuriyeta ku herî zêde kurd lê dijiyan, kurd bi polîtîkaya ala-turka an jî ala-kemalîst hatin înkarkirin û hima bêje bi temamî hatin asîmîlekirin? Gelo we ev polîtîkaya nemirovane û tirkdost a Sovyetê rexne kir?
Gelo Komunternê li me kurdan qencî dikir dema ku jenosîda Dersîmê ya sala 1938an wek “reformên enerjîk ên kemalîstan ên li dijî feodalîteyê” bi nav dikir, piştgirî û kêfxweşiya xwe ji bo rejîma M. Kemal diyar dikir? Gelo we ev polîtîkaya tirkdost ya Sovyetê rexne kir?
Gelo Sovyetê qencî li me dikir dema ku bi rejîma Îranê ra lihevhat, bi pê ra peymana petrolê girêda û dev ji alîkariya Komara Kurdistanê berda? Gelo we ev polîtîkaya Îrandost ya Sovyetê rexne kir?
Gelo dema ku piştî ketina Komara Kurdistanê, Mele Mistefa Berzanî bi tevî 500 Pêşmergeyên xwe wek penaber çûn Sovyetê, haya we jê heye ku heta mirina dîktator Stalîn, ev kurdên me di çi rewşekî zehmet da bûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Stalîn rexne kir?
Ew kurdên misilman ên ji Ermenistan û ji Gurcistana Sovyetê, yên ku di eniya pêşî ya şer de, li hemberî Almanyaya nazî şer kirin, dema ku piştî şer (yên ku nemirîn) vegerîn gundên xwe, gelo leqayê malbata xwe hatin an na? Hûn kêfxweş in ku di nîvê zivistanê da bi vagonên trênên bargir, bi rêwîtiya bi mehan ew sirgunê Qazakîstan û Kirkizîstana Sovyetê hatibûn kirin û nîvê wan di rê da mehf bûbûn? Gelo we di vê mijarê da rejîma Sovyetê rexne kir?
Gelo hûn wek çepgir ji têkîliyên dostane ya rejîma Sovyetê bi Iraqê ra kêfxweş bûn? Dilê we li birayên we yên kurd qet dişewitî dema ku ji aliyê firokeyên şer yên MIGên malên Sovyetê û Mîrajên malê Fransayê va dihatin bombebarankirin? Gelo we qet Sovyet bi qasî dewletên emperyalîst rexne kir?
Gelo we qet wan têkîliyên dostane yên Sovyetê bi rejîma Xumeynî ya Îranê ra û bi her du BAASên Iraq û Suriyeyê re rexne kir?
Dema ku Pravda’ya organa Partiya Komunîst a Sovyetê, nûçeyên di derbarê komkujiya bi çekên kîmyayî ya li Helebceyê, wek “propagandaya reş a dewletên emperyalîst” bi nav dikir, gelo we rejîma Sovyetê qet rexne kir?
Bersiva van pirsan tenê “Na” ye. De ka em çi bikin, fehma kurdayetiya çepgirên me ewqas bûye. Parastina menfeatên marksîzm-lenînîzm û dewletên sosyalîst li ser parastina menfeatên miletê me yê bindest, bêdost û mazlûm bûye. Arşîva weşanên rêxistinên kurdan ji me ra şahidiya vê rastiya xirab dikin.
Li vir, divê ez parantêzekî vekim: Nîvê rastiyên mijarên van pirsên hanê, heta sala 1980yan ji aliyê çepgirên kurd va hinde baş nedihate zanîn, lê piştî ku hate zanîn jî heta hilweşandina Sovyetê jî (1991) tu rexneyekî cîddî li rejîma Sovyetê û li dewletên sosyalîst nehat kirin. Maoîstên kurd, Sovyet rexne dikirin û jê ra digotin “emperyalîsta sosyal”, lê vê yekê ji bo serdema piştî mirina Stalîn digotin.
Tiştê ecêb û xwelîserî ji bo çepgirên kurd ew bû ku, Sovyet ku wek dewlet cîranê Kurdistanê bû, tu carî partiyên çep ên kurdan wek muxatap nedît û nas nekir, tenê rêyek danîbû ber rêxistinên kurdan: “Bi rêya û di bin baskê her 4 partiyên komunîst ên her 3 miletên serdestên kurdan hûn dikarin di dereceya 2an jî 3yan da bi me ra dikarin bikevin nav têkîliyê.” Û tiştekî din jî, dema ku di sala 1980yan da îdareya leşkerî li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê hate ser hukim, ew çepgirên kurd (û yên tirk jî) yên ku nehatibûn girtin û bi vî awayî firar mabûn, berê xwe dan dewletên “kapîtalîst û emperyalîst”ên Ewropayê, li wir bûn penaberên siyasî û xebatên xwe yen siyasî, qederek serbest domandin. Sovyet nêzîkê me bû, li pişt çiyayên Agiriyî bû, li pişt Îdir, Qers û Erdexanê bû, lê ji tirsa teslîmkirina dewleta tirkan, tu kes newêribû biçûya Sovyetê an jî ji aliyê Tirkiyeyê va biçûya Bulgarîstanê.
Ne tenê li nav me kurdan, li seranserên cîhanê çepîtî bûye wek oleke sekuler. Bi nostaljiya rejîma dîktator a Sovyetê bi bîr tînin û niha bi sempatî rejîma dîktator ya Rûsyayê dinêrin. (Wek mînak, Fuat Önen, daxwaza Ukranyayê ya ku bibe endamê Yekîtiya Evrupayê û NATOyê, wek sedema şerê Rûsya û Ukranyayê dihesibîne û sûncê derketina vî şerî davêje stûyê Ukranyayê, çepgirên hema hema hemû cîhanê jî wusa difikirin.) Çepgirên cîhanê, li himberî dewletên rojava yên demokratîk, tercîha xwe li ba Rûsya, Çîn, Koreya Bakûr û Îranê kirine, ew dijminên Îsraîlê û dostên Filîstîniyan, Hamasa cîhadîst û Hizbullaha Libnanê ne. Ewan di şerê Amerîka û Iraqê (1991 û 2003) de, tercîha xwe li ba Sedam danîbûn, bê guman haya wan qet ji wendakirina 8 hezar mêrên Barzanî, ji Enfal û Helebçeyê nîne, ew hê jî dibêjin ku Amerîka derew li cîhanê kirîne û îftîra avêtiye ser rejîma Sedam ku xwedî giravî xwediyê çekên kîmyayî bûye!
Fexriya xanim di nivîsa xwe da navên tu Komunîst û sosyalîstên kurd nedaye, ji ber vê yekê zêde ne diyar e ka muxatabên vê nivîsa wê tam kî ne. Yelpaze gelek berfireh e: Kesên maqûl ên wekî Fuad Önen û Şerefxan Cizîrî hene ku meriv ji niyeta wan a pak nakeve şikê û her wusa jî kedkarên doza Kurdistanê yên wekî Kemal Burkay jî hene. Lê ji aliyê dî va gelek çepgir di nav an jî li kêleka partiyên legal ên PKKê ji xwe ra sitargehekê û her wusa jî post û mewqî peyda kirine. Dîsa, ji aliyê dî va, li nav partiyên legal ên ku xwe Kurdistanî dibînin jî gelek qadirên rêxistin û partiyên çepgir û sosyalîst ên beriya sala 1980yan hene, ku piraniya wan hê jî xwe wek sosyalîst dibînin, lê didin xuyakirin ku “piçkek neteweperwer in” jî. Dêlva peyva neteweperweriyê, tercîha wan li ser peyva girover a “welatparêzî”yê ye. Di rastiyê da, peyva “Milliyetçi” ya ku di nav navê partiya nijadperestê tirkan MHPyê heyî, wek şûrê Demokles li ser serê wan disekine û wan motîve dike, newêrin bêjin ku “bi hemû xusîsiyetên xwe va, navê parastina nasname, ziman û menfeatên miletekî li pêşberê miletên din û daxwaza dewleteke serbixwe ji bo wî miletî, dibe neteweperwerî.” Lewra ew naxwazin fêhm bikin ku navê rasteqîn ê MHPyê, Partiya Hereketa Nijadperest e.
Ev partiyên ku xwe Kurdistanî dibînin (HAK-PAR ne têda), heta 2-3 sal berê jî li derdora partiya legal a PKKê diçûn û dihatin, bi taybetî jî beriya hilbijartinan. Ew xala wan a çepîtiyê ew dianîn ba hev, lewra, ji xwe, PKK vekirî digot û dibêje ku “li dijî her cûre neteweperweriyê ye”, bê guman mebesta PKKê, ne li hemberbûna nijadperestî û şovenîzma tirkan e, ku bi tehakuma ziman, ala, sinor, artêş û bi her şiklê kolonyalî li ser miletê kurd û Kurdistanê hatine ferzkirin, lê hemberbûna wan li neteweperweriya kurdî ye ku dixwaze wek milet, bi ziman û ala xwe va serdestiya xwe li ser axa xwe, li ser Kurdistanê pêk bîne, bibe xwediyê dewleta xwe ya serbixwe.
Beşek ji van komunîstên ku niha dixwazin çepîtî û neteweperweriyê parîkî li hev bînin, ên wekî Fuad Önen, heta 3-4 sal berê jî wek kesên ku bi hin saziyên legal ên PKKê re lihevhatî bûn, beşdarê “Kongreya Civata Demokratîk” dibûn, li wir li ser wê xala hevbeş a çepîtiyê, bi wan fikrên xwe yên ku bi berçavka çepîtiyê li Kurdistanê dinêrîn, ji “rêhevalên xwe” yên dij-neteweyî yên PKKyî ra digotin, di nav wan da dixwestin ji bo fikrên xwe, ji xwe ra guhdaran peyda bikin. Bê guman fikrên 27 Sibata 2025an ji bo wan bû şoq, lê em ji sala 1999an û pê va bi van fikran dizanin. Xwendevan an jî lêkolînerekî baş, dikare nîşaneyên van fikrên nijadperestiya tirkayetiyê û wê dijminatiya zimanê kurdî, yên ku di beyannameya 27ê Sibatê da hene, hê di sala 1989an da, di wê hevpeyvîna Doğu Perinçek a bi A. Öcalan ra jî bibîne.
Kesên wek F. Önen ev weşan dîtin û xwendin, bi van fikrên A. Öcalan hisiyan, lê wan, fikr û pratîka PKKê di wexta xwe da rexne nekirine, mesafekî maqûl nexistine navbera xwe û şaxên legal ên PKKê, wî û çepgirên wekî wî, heta 2-3 sal berê jî çavê xwe li wê pratîka xirabkariya PKKê ya li başûrê Kurdistanê digirt û hebûna PKKê li başûrê Kurdistanê wusa rewa didît: “Kurdistan welatê hemû kurdan e, mafê hemû rêxistinên kurdan heye ku li her derê welatê xwe xebata xwe bikin”. Erê, çepîtî van gotinan bi meriv dide gotin. Evên hanê, heta ku destpêka îsal ku hêzên enternasyonal ên cîhadîst ên rejîma Colanî rojavayê Kurdistanê dagir kir jî, baweriya wan bi PKKya ku bûye bela serê rojavayê Kurdistanê dihat. Ew çepîtiya wan bû ku hêviyên xwe bi PKKê va girêdan, dixwestin rêxistinên naylon ên PKKê yên wekî PYD, YPG, YPJ û HSD û hwd. wek rexistinên “ne ewqas girêdayiyê PKKê” vaftîz bikin.
Piştî wendakirina firseta dîrokî ya li rojavayê Kurdistanê, ev çepgirên kurd niha PKKê rexne dikin, lê qet naxwazin berê tîrên rexneyan bizivirînin xwe jî û ji xwe bipirsin, “gelo çima ev 10-15 sal bûn ku me hêviyên xwe bi vê “sîstema” PKKê ya li rojavayê Kurdistanê va girêdabû?” Alayên bi stêrkên sor, “Rêveberiya Xweser”, şervanên jin û mêr ên bi unûformayên leşkerî, “komûn”, jineolojî, Gundê Jinwar û hwd. xweşî wan diçû, ev hemû bi fikrên wan ê çepgiriyê ra lihevhatî bûn. Niha, nikarin xwe rexne bikin, lewra ev yek ji bo wan wek înkarkirina fehm û zanîna wan dixwiye. Heman tişt ji bo çepgirên dihu û “neteweperwer”ên niha yên tirkîziman yên wekî Ahmet Zekî Okçuoğlu û İbrahim Halil Baran û yên wekî wan jî derbas dibe, ew nikarin ji xwe bipirsin “gelo me li kûderê, di teşhîşa xwe da şaşîtiyê kir?” Ne tiştekî tesadufî ye ku ev her du kesên navborî li himberê kesê ku kurdan li başûrê Kurdistanê bir Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya %92,7an û ew kesê ku xwediyê beyannameya 27ê Sibatê ye, bi heman mesafeyî ne, bi heman rexneyî ne. Erê çepîtî vê xesandina neteweyî û fikrî tîne serê meriv.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.