Gotar

Amed/Spor û Neteweperweriya Kurdî

Oxir Încaz · 8 hezîran 2026

Mezinahî
Parve bike

Amedspor bû şampiyon. Ji ber ku gelek kesan raman û gotinên xwe parve kirin, analîz hatin kirin û kelecaniya xwe xelas kirin, pelên deryayê hinekî rawestiyan û sist bûn, em êdî dikarin hiş bin û li ser Amedsporê û li ser werzîşa kurdî hinekî be jî cîmnastîka mejî bikin.

Amedspor bû şampiyon. Di encamê da, wekî min di medyaya civakî da şopand, ev çend arguman ji hêla “siyasetmedar”, nivîskar, hunermend, û heyranên futbolê ve hatin çêkirin.

Çend hebê van argumanan qaşo bi perspektîfeke neteweperwerî (îronî ye) ji hêla kesên ku li dijî neteweperwerîyê ne dihata gotin. Mînak, “Hewce ye wekî kurd tu piştgirî bidî, bê hum û gum.” “Amedspor a me ye.” Gotineke din li ser vê mijarê, li ser qiyaskirina Kurdistanê bi Katalonyayê bû – “Amedspor, FC Barcelona (Kluba Futbolê ya Barselona) ya Kurdistanê ye. Dewlet nikare li ber me bisekine êdî.”

Çîna sîyasetê xwest vê şampiyonîyê wekî serkeftineke sîyasî pêşkêş bike. Gotin, Amedspor hewqasa tade dît, hertim êrîş li ser lîstikvanên komê hat kirin, lê ew dîsa ji bûn şampiyon. Ew serkeftin e. Serkeftin ya me ye. “Gelê Kurd” biserket. Tevî vê jî propagandaya biratiya gelan hat kirin. Amedspor dê bibe ‘kardeslik koprusu’ (pira biratiyê) û biratiya gelan û hew. Li gel van hemû gotin û perspektîfan, yek ji van hinekî cûda gotinên ew kesên temamî li dijî sîstema tirkî ne hebû: Amedspor, klûbekî di nav sîstema tirkî da dilîze, bo min ferqa wî ji klûbên din ên yên tirkan tineye.

Ji bo çend rojan rewşên Whatsappê giş li ser pîrozbahiyên Amedsporê bûn; “siyasetmedar”, kesên ku li ser dosyayên xwe yên adlî reviyane Ewropayê, serokên organîzasyonên kurd, kesên ku ji bo dewleta tirk wekî memûr dixebitin, û heta dayika min ku qet ji futbolê hez nake û guh nadê, wê jî li ser Amedsporê pîrozbahî belav kiribû.

Wekî kesekî ji futbolê qet hez nake û jê fahm jî nake (ji hêla teknîkî ve helbet; bazirganiya futbolê û lîstikên qirêj ên ku di cîhana futbolê da dibe dizanim ji ber karê xwe) bi qasî hefteyek-deh rojan min bi mecbûrî ev tişt dîtin. Heta min hinek kes jî girtin moda “bêdeng”.

Çend roj dûra jî, hîna kelecaniya kurdan germ bû, Namo Fazil, ji Silêmaniyê, li Emerîkayê di maça MMA (Mixed Martial Arts– Hunerên Lejkirina Tevlihev) de, reqîbê xwe xist erdê û bû şampiyon. Gelek kurdên ku li Emerîkayê dijîn ji her parçeyê welatê me çûn û maça wî temaşe kirin. Ev jî li ser medyaya civakî xweş belav bû. Lê qey ew sampiyonî wekî “serkeftin” nehat dîtin ku ji hêla “siyasetmedar” û “rewşenbîrên” bakurê welatê me, ti peyama pîrozbahiyê nehat ragihandin. Belkî jî Namo ne yek neferê halklar bû, ji ber wê.

Di vê meselê de, helbet, li Başûr tiştekî din diqewimî. Ji Bakur cûda lê paternekî nêzîkê Bakur. (Têbînî: Ger tu xwe tenê li ser dijayetiya partiyek din wekî neteweperwer pênase dikî, ev beşa Başûr dikare te hinekî aciz bike. Baş e ku tu mexwîne.)

Welhasil, niha wext e ku em jî du û nîvê çend kesan bikin nav lepê wan. (Têbîniya herî girîng) Ger hûn naxwazin heta binî vê nivîsê bixwînin, ez hemû nivîsê ji we ra, li vir, di du hevokan da kurt bikim: Amedspor bû şampiyon; Namo Fazil bû şampiyon, ewqas.

Çend tişt li ser klûbê

Amedspor, wek di malpera xwe de xwe pênase dike: “Ji 1990’an ve serbilindiya Mezopotamyayê ye. Dilê Amedê, evîna futbolê.” Helbet di tirkî û îngilîzî ya malperê de ew Amed dibe “Diyarbakir”. Wekî miletê me, di klûba futbolê da jî krîza nasnameyê heye. Ez ê zêde nekevim nav vê meseleyê lê hinekî kurtî ji we ra şorê vê bikim: herçiqas Amed kurdî ye, Diyarbekir jî kurdî ye. Yek navê bajêr e û yek navê herêma siyasî ye. Ji ber ku siyaseta kurdî nêzîkî dused sal e li welatê kurdan hukim nake, mantiqa binavkirina herêmên rêvebirinê jî nayê fahmkirin. Û bira dilê hemû kesên ku kolonyalîzma îslam û ereban nefret dikin rehet be; Diyarbekir jî ne bi dagirkirinên îslamê ve hatiye binavkirin. Ev nav ji pêş-îslamê jî dihate bikaranîn. Di encamê de, Amed jî Diyarbekir jî kurdî ye û bajar ê kurdan e. Lê hem Altan hem jî Tan tirkî ne.

“Serbilindiya Mezopotamyayê”, bila dilê kurdên Stenbolê, Qersê, Sêwasê, Heqariyê ji Amedsporê nemîne lê, Mezopotamya û Mezopotamya. Erebên Basra û Bexdayê dikarin tevlî vê coşa Amedspora Mezopotamyayî bibin. Her bijî.

Lê neheqî nekim û hewce ye bêjim ku, serûpela kurdî pir xweş hatiye amadekirin. Kurdiyeke bi lezet e. Merî ji kurdî sar nake. Destê kedkaran sax be.

Futbol tenê yek ji kategoriyên werzîşê ye. Lê bêguman, yek ji herî bihêztirîn (ji hêla aborî, û bandora civakî ve), heta werzîşa herî bihêz e li hemû cîhanê. Her çiqas niha di rojeva miletên din de, bandorên mezin ên negatîf yên futbolê hebin jî, ew nîqaş ji me gelek gelek dûr e. Em wekî di her tiştên din ên modern de ji paş ve tên, di futbolê da jî ew kar wisa bûye. Neteweyên din, taxim û klûbên xwe sedsalek berê ava kirine, em hîna li ser hebûn û nebûna Amedsporê qise dikin.

Ji ber ku em paş de mane, tiştekî destê me da tuneye û Amedspor a kurda ye, hewce ye wekî kurd tu piştgirî bidiyê, bê hum û gum. Bi paragrafa jorîn ve bi hev ra were xwendin, pir bi mantiq e, ne wisa?

Ne. Erê rewşa neteweya me ji herkesî eyan e. Lê rexne, mafekî medenî ye. Lîstikvanên taximekî bi mehane li ber xwe didin, dixebitin, miqateyê xwarinê xwe dikin, perhîz dikin, xwe amadeyê maçan dikin. Bi ser de jî, ji her maçê ra kefenê wan di bin çengê wan da diçin- ne mubalaxa ye. Û dawiyê di çend maçan de bi ser dikevin û dibin şampiyon. Lê ji şûna wan “siyaseta” kurdî nanê vê serkeftinê dixwe. Yanê, jixwe mijar ne Amedspor bixwe ye, gotin ji bo “siyasetmedaran” e.

Di dinyayê da, sîyasetmedar bi futbolê ve xwe digihîne çîna karker û girseyên mezin. Bikaranîna futbolê wekî amûr xwe-nîşan-dayina bo girseyan ne tiştekî nû ye li dinyayê lê heta niha me ev tişt tecrube nekiribû. Heta niha, me, di sîyaseta kurdan de, bikaranîna çanda neteweyî didît. Mînaka herî berbiçav, Newroz e helbet. Lê ji Xwedê re şikir, sîyaseta desthilat a kurdî ya li Bakur niha amûreke din girt destê xwe, ser xêrê be! Çimkî anîna bi sed hezaran kesî ji bo qada mîtîngê enerjîyeke pir zêde hewce dike û hemwelatîyên ne partîzan nayên mîtîngên partiyeke ku ew jê hez nakin. Lê bi saya Amedsporê, sîyaseta DEM Partîyê ji xwe ra sehayeke din dît ku “serkeftinên” xwe pêşkêşê xelkê bikin.

De werim ser meseleyê tehl

Sala 2026an ji bo me xweş dest pê nekir. Ma kîjan salê xweş dest pê kiribû!

Li Binxetê, miletê me çi jin çi mêr bi destê hukimeta nû ya Sûriyê ve hat qetilkirin. Me bi rojan qiyameta xwe temaşe kir li her derê. Em dihatin kuştin, tecawizkirin û dîsa em bûn ew kes ku temaşe dikir. Ji kesekî deng dernediket. Em dîsa û wekî her caran tenê û bêkes bûn. Pardon, jina Savaş Buldan -bi kesayeta xwe ti wateyek vê jinikê di siyasetê de û li nav civata kurdan tuneye- hat ber kamerayan û bi kenekî qirêj keziyên xwe hûna. Û erê, a wê çaxê hemû dinya rabûn ser piyan û li ber vê wehşetê bertek nîşan dan!

Meseleya şerê Îranê û darvekirin û kuştinên kurdên bi destê dewleta Îranê jî di nav xelkê da bêhêvîbûnek derxist holê. Ev şampiyoniya Amedsporê tam wê demê hat. Ev bû sedem ku kurd derkevin kolanan û bêjin em li vir in. Binêrin, em li vir in. Ez dibêjim kurd, nabêjim Amedî. Ger Amedspor ê Amediyan e, çima kurdên bajarê din jî vê pîroz dikin? Ez dibihîzim ku hûn dibêjin, cevab besît e. Amedspor klûba hemû Kurdistanê ye. Amedspor êdi bûye FC Barcelonaya Kurdistanê.

Hem erê hem na. Erê kurd hemû -li welêt û li dîasporayê jî xwedî li klûbê derdikevin, rast e. Kurd ji zû ve ye li ser tiştekî lihev nekiribûn lê ji bo Amedspor, herkes bû yekdeng. Û sedem ji sedî hezar neteweperwerî ye. Ew neteweperwerî ku siyaseta desthilat a Bakûr her roj jê ra lanetê dixwîne. Ew neteweperwerî ye ku, her roj, neferên vê neteweyê ji bo vê hesta xwezayî û xwedayî tên sûcdarkirin û paşverû tên dîtin.

Ji bo muqayesekirina bi FC Barcelonayê re, gelek tişt dikarin were gotin lê ez ê çend tiştan bibêjim. Yek, Katalonya bi qanûn yek jî herêmên otonom ên Qraliyeta Spanyayê ye ku meclîsa wê heye. Siyasetmedarên Katalonyayê katalan in (gereg wisa be helbet- xeyal bike ger siyaseta katalanan de tirk, ereb, ermenî, hebûna çawa dibû?!) û zimanê katalanî li herêmê fermî û serdest e. Katalan ji bo katalanbûna xwe nayên kuştin, sirgûnkirin, an jî şermezarkirin. Yanê ne ji ber ku FC Barcelona heye ev hemû maf û hebûn û xwebûn hene; berevajî ji ber ku ew sîstema netewî heye, Barça ewqas xurt e.

Ji bo ultra-optîmîstên me: Li gor matematîka we, yek klûba futbolê dikare hemû miletê me rizgar bike. Baş e. Wê demê, jiholêrabûna (ji lîgê bikeve jêr bes e) vê klûbê jî ji bo têkçûna milet wê bes be! Û ger serkeftina bi milyonan însanan tenê bi şampiyonbûyina di nav lîga tirkan ve were girêdan û ew însan bi hev re ne heyran in, miletek in; dikare pir hêsan binkeftî jî bibin. Bifikire.

Mesele bi rastî cidî ye, ev coşa mezin ku merî di xelkê da dibîne, cara ewil kesî şad dike û hêvî dide. Lê hewce ye bi mejiyekî sakîn li ser were fikirîn. Çima dewlet hişt ku Amedspor bibe şampiyon? Qesta min ne ev e ku, klûb ne layiqê şampiyoniyê ye. Lê, ew klûba ku ewqasa ceza û lêdan dixwar, dikarîbû ji lîgê jî were avêtin, lê nebû; bû şampiyon. Serokê komara tirk jî pîrozbahiyek belav kir. Em in xewnan dibînin? Na. Tê xwestin ku kurd xwe serkeftî bibînin – heta radeyekê.

Tê xuyakirin ku, tirk dixwaze kurdan bi lîstikên psîkolojîk ve bixe bin. Amedspor ji bo manîpulekirina civaka kurd amûreke pir musaîd e. Mijar cidî ye û hewce ye kesên ku doza vî miletî ji xwe ra kirine derd, li ser vê mijara hesas bibin. Mesele cidî ye.

Dîsa werim li ser mijara nan xwarinê, kê ji vê şampiyoniyê îstîfade kir? Helbet siyasetmedaran. Kesên ku li Bakur temsîliyeta kurdan dikin, her ku diçin bêdeng dibin. Lê di meseleyên soft de, pir xweş tên ser dikê û arz û endam dikin. Şaredarên Diyarbekirê, parlementerên DEMê, û tabî Ahmet Turk, taxim full kadro temam e û govendê digrin. Govendê digrin wekî hezaran zindaniyên kurd hatine berdan, mafê zimanê kurdî hatiye dayin an kurd êdî dikarin qet nebe şaredarên xwe hilbijêrin filan.

Lê xema kê ye! Înşaeta dîwarê li ser sînorê dewam dike û Ehmed axa memnûn e. Tenê ji ber ku temenê wî êdî mezin e, ji devê wî peyva “Kurdistan” filitî lê de tişt nabe. Ji xwe dewleta tirk di cih de bertekek xweş! nîşan da û ji kurda ra gotin “hedê xwe bizanin”. Dûra Ahmet Turk jî bersiv da û got “Kürdistan dediğimiz zaman sadece Kürtleri kastetmiyoruz. Burada Süryani’si, Ermeni’si, Arap’ı var. Bunların hepsi Kürdistani halklardır.”(Wexta ku em dibêjin Kurdistan, qesta me ne tenê Kurd in. Suryanî, Ermenî, û Erebê vir jî hene. Evana gişk xelkên Kurdistanê ne.) Welcome back “biratiya gelan”.

Û em ji hêleke din ve jî ger ji vê nîqaşê binêrin, meqseda şikestina xwebaweriya Kurdan heye. Ev salên dawî, ji ber bûyerên ku li her sê parçeyên din ên Kurdistanê çêdibûn, navê Kurd û Kurdistanê di medyaya navneteweyî da zêdetir eşkere dihat bikaranîn. Medyaya tirkî jî, herçiqas bi helwesta neyênî be jî, li ser mijara şerê Îranê, qala “Kürdistan eyaleti” (parêzgeha Kurdistanê) “Kürt devleti” (dewleta Kurd) an “bagimsiz Kürdistan” (Kurdistana serbixwe) dikirin. Ev tişt, di nav Kurdan da jî xwebawerîyek çêkiribû. Dewleta tirk û qeyûma li ser kurdan di navbera xwe de lîstikeke biçûk lîst. Û bi vê lîstikê ve jî ji kurdan ra hat gotin ku, hefsara we di destê me da ye, û cihekî wekî Kurdistan tuneye. Çi bû ew? Amedspor, FC Barcelonaya Kurdistanê, çi bû?

Şaredar di koltixa xwe da man, kes qarişê wan nabe, ew jî memnûn in. Parlementer, cihê herî xweş ê wan e. Êdî ne hewce ye dengê xwe jî bikin –kesek heye ku li şûna wan bi tirkan ve bazarî dike, ew jî tenê wekî papaxan tê li ber kamerayê mektûban dixwîne.

Ew kesên ku ji sibê heta êvarê ji neteweperwerên kurda ra heqaretê dikin, niha nanê wê neteweperweriyê dixwin. Bi deh hezaran kurd rabûne ji bo Amedsporê hatine qada mîtîngê. Bi hest û hêza neteweperweriyê hatine qadê. Ev ne tiştekî biçûk e. Ev enerjî hewce ye ji hêla baqil û rûspiyên (dizanim ev gotin sexist û ageist e lê ji aqlê min wisa derbas bû û min nivîsand) kurdan were bikaranîn çimkî ger na, manîpulasyon dê çêbibe. Û ger carek din bi milyonan însan werin demoralîzekirin, em ê dîsa vegerin 85 sal berê, bêdengbûneke kûr û giran dê li ser xelkê me hukim bike. Me heman tişt li dû serhildanên piştî avakirina komarê dîtin. Qetlîamên ku heta 1940ê dewam kirin kurd hewqas tirsandin û bêhêvî hiştin ku 40 sal tiştek nebû. Dengek derneket. 40 salên me din tuneye.

“Amedspor, klubeke di nav sîstema tirkan da dilîze, bo min ferqa wê ji klûbên din ên a tirkan tineye.” Ev arguman ne bi temamî şaş e, lê ji bo vê rewşê di destê me da, mixabin, bêyî qertên kulturî jî tiştek nemaye. Mixabin.

Hewce ye ev pir baş were fahmkirin û qebûlkirin ku neteweya kurd wenda kiriye. Me wenda kiriye. Neteweya kurd NE serkeftî ye. Amedspor serkeftî ye, bûye şampiyon.

Belkî ji bo mijara Başûr, hewce ye, seranser nivîsek din were nivîsandin. Lê rewşa Başûrê welatê me ne rind e, qet ne rind e. Jeopolîtîk û têkiliyên navneteweyî ji me ra sînyal didin û pir vekirî û qilêr e ku statuya otonomiyê ya Hêrêma Kurdistanê di talûkê da ye. Ev ne kehanet e. Îro sibe dikare ev tişt pêk were. Ji destpêka 2026an ve êrîşên ku li Rojavayê welatê me çêbûn ev tişt pir vekirî xist ber çavan. Lê li Başur kesek heye ku vê talûkeya li ber deriyê Başûr e dît û tevdîra xwe girt? Haya rayedarên payebilind haya wan jê heye lê ti kes tiştekî nake, tevdîr nagre. Ger bikin, dîrok wê wan binivîse, ger na…

Ez werim ser mijara werzîşê. Namo Fazil lîstikvanê MMA e ji Silêmaniyê ye û li Emerîkayê bû şampiyon. Qubad Talabanî çû wêne girt û peyama pîrozbahiyê belav kir. Dûra, Namo hat Hewlêrê, Mesrûr Barzanî û xanedanê wî mazûvaniya Namo kirin. Li ser medyaya civakî wêneyên xweş hatin belavkirin. Kurd şêr in, qehreman in filan. Her tişt normal xuya dike. Yek neferê xelkê ku tu li ser hukum dikî serkeftî ye û tu jî wî pîroz dikî. Dewlet-netewe. Pir xweş xuya dike. Lê nîne. Nîne çimkî, ev kes bê piştigriyê wan elîtan biserket û kesekî piştgirî nedaye. Nîne çimkî, ew serkeftina Namo ji bo poliskirina (sernixumandin) rêvebiriyeke rezalet tê bikaranîn.

Li başûrê Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an da hilbijartin çêbû lê hê jî hukimet nehatiye avakirin. 2024. Xelk çûye sindoqê û raya xwe daye, hilbijartiye. Lê hukimet nehatiye avakirin û ji ber vê parlemento tuneye/kar nake. Ew hemû aktorên siyasî ku li her derê digerin, li gor hiqûqa Iraqê bixwe û hiqûqa navneteweyî ne meşrû ne. Yanê ti kes niha nikare bibêje ez serokwezîr im, an ez cîgirê serokwezîr im, hwd. Ew kes xwe hê jî wekî kabîneya 9emîn dihesibînin lê hewce bû kabîneya 10emîn hatibaya sazkirin. Bi fermî, îro ger Iraq bixwaze dikare statuya Kurdistanê ji holê rake. Çimkî li holê hukimet tuneye.

Me heman tişt li Rojavayê dît. Deh-duwanzdeh sal herêm di destê kurdan de bû lê hilbijartinek nekirin û parlemento ava nekirin. Parlemento di demokrasiyan de mohra siyasetê ye. (Ger hûn dibêjin, em monarşî ne, yan emîrî ne, yan kanton, komun filan ew tiştekî din e.)

Wekî din, Kerkuk ku pêşmerge jê derketibû, ji aliyê siyasî jî ji destê kurdan derket. Di dîrokê de cara yekem, tirkmenek bû waliyê Kerkukê. Û ev tişt bi destê malbatekê kurd hat kirin. Û jixwe êdî ne hewce ye em qala mûşekên Îran û Heşdel Şabî bikin ku Kurdistanê her roj dikin hedef. Ew malûma herkesî ye.

Ewqas tişt dibin, lê em Qubad Talabanî li Mîhrîcana Fîlman a Cannesê dibînin ku reklama Kurdistanê dike ji bo fîlmçêkirinê û reklama sînemaya kurdî dike. Mijara Namo jî bi girêdayî vê polîtîkayê ye. Ji ber ku her tişt ber bi xirabtirbûnê ve diçe, elîtên kurdan, bi rêya sporê, hunerê, û heta bi darçandinê ew neteweperweriya soft wekî sîleha dawî bikar tînin êdî. Ji Iraqê re û dinyê re peyam didin, yanê dixwazin bibêjin, ger tiştek were serê me, bi milyonan kurd di bin bandora me de ne û em dikarin wan mobîlîze bikin. Ev polîtikayek normal e û her siyaset vê amûra neteweperweriyê bikar tîne. Lê pirs ev e: ji ber çi ew 20 salên dawî da ew neteweperwerî ji her aliyî ve nehat xurtkirin? Ji ber çi?

Encam, li başûr jî miletê kurd wenda kiriye, ne serkeftî ye. Namo Fazil bû şampiyon, ew serkeftî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din