Gotar

Sakîne Cansiz-II

Fexriya Adsay · 4 tîrmeh 2026

Mezinahî
Parve bike

Bîranînên Sakîne Cansiz ji aliyê weşanxaneya Editorial Descontrol di 2018an de, ji aliyê weşanxaneya Pluto bi almanî û îngilîzî di 2019an de hatine çapkirin lê wergera wan jî mîna jiyana Sakîne bixwe ji pirs û gumanan ne azade ye. Bi almanî hersê cild jî ku ji aliyê Agnes von Alvensleben û Anja Flach ji tirkî hatine wergerandin, di nav salekê de hatine çapkirin, lê bi îngilîzî tenê du cild hene û ew jî di nav heman salê de hatine çapkirin (ev pir ne zelal e, dibe ku çapa min dîtiye di 2019an de hatibe çapkirin). Bo spanî jî tenê du cild hatine wergerandin ji aliyê Lisa Buhl. Ji bo wergera spanî herçiqas sal wek 2018 xuya bike jî, ji pêşgotina wergera spanî (ji aliyê Claudia Korol) em fam dikin ku di 2017an de li Amerîkaya Latîn danasîna wê hatiye kirin.

Digel ku di ser wergera spanî re heşt, di ser a îngilîzî re heft sal derbas bûye, gelo çima hê jî cilda sêyem bi herdu zimanan nehatiye çapkirin? Mirov ji bo vê pirsê pêşî li pêşgotinan dinêre ka bê gelo çi ye sedem. Di wergera spanî de pêşgotina wergêr an weşanxaneyê tuneye, heta ne diyar e ji kîjan zimanî hatiye wergerandin. Pêşgotina Gönül Tepe a ji bo wergera spanî ji pesin û hamasetê wêdetir neçûye. Ji pêşgotinên du jinên biyanî jî mirov ne li bendê ye ku bersivekê bi dest bixe.[1] Wergêra îngilîzî Janet Biehl, di pêşgotina cilda yekem de diyar dike ku wê ev bîranîn ji almanî wergerandine û bîranîn ji sê cildan pêk tên. Di pêşgotina cilda duyem de jî xwîner hay jê çêdibe ku cildek din jî heye lê ti agahî tuneye li ser wergera vê cildê; tenê spasiya du kesan dike ku hin wêneyên cildên II û III dabîn kirine. Gelo dibe ku herdu weşanxaneyan ji ber sedemên aborî nikaribe dewama karê xwe bînin? Na, ji ber ku ji malpêrên herdu weşanxaneyan[2] diyar e ku hê jî têra xwe çalak in û di sala 2026an de jî kitêb çap kirine. Jixwe du cildên pêşî 900 rûpel e, ya dawî tenê 230 rûpel e, yanê zehmet e mirov bawer bike ku sedemên aborî an teknîk rê girtibin li ber çapbûna cilda sêyemîn.

Ka em li weşanxaneyan binêrin. Weşanxaneyên Pluto û Editorial Descontrol du weşanxaneyên ji çepgirên radîkal, antî-kapitalîst, anarşîst û înternasyonalîst in. Ne zehmet e mirov texmîn bike bê çima bîranînên Sakîne bala wan kişandiye. Em dizanin, nexasim piştî ku Ocalan behsa teoriyên Murray Bookchin kir û pêşî li Bakur paşê li Rojava qaşo ew teorî dikirin pratîkê PKK bi carekê ve ket radara hemû çepgirên radîkal û anarşîstên ewropî. Bi taybetî bi “şoreşa Rojava” ev elaqe derket lûtkeyê. Çepgirên radîkal û anarşîstên ewropî wek ku ji zû ve li benda heyecaneke nû bin an wek ku xewna (an fentezî) wan pêk hatibe, bi her awayî lez dan propagandaya PKKê. Wergera bîranînên Sakîne jî dikare di nav propagandaya ji qada weşangeriyê bê dîtin. PKK bixwe salên Sakîne yên zindanê, hê berî kuştina wê, têra xwe dikir materyala propagandayê û, ya rast, bandorek mezin jî kiriye li ser nifşên ciwan ên piştî salên 1990î. Piştî kuştina wê jî bîranînên wê ku bi îhtîmaleke mezin ji bo vê armancê Ocalan pê daye nivîsandin, bi serê xwe bû materyaleke propagandayê ya ji qelema wê bixwe.

Herçiqas Pluto Press bi almanî hersê cild weşandibin jî, heman weşanxaneyê û ya spanî cilda sêyemîn neweşandine digel ku tê zanîn, xwînerên zimanên îngilîzî û spanî ji yên almanî gelekî zêdetir in. Em bînin bîra xwe ku ji cilda sêyemîn a li ser jiyana wê ya piştî zindanê ye, em hîn dibûn ku di 38 saliya wê de Ocalan ew bi zorê pê dane nivîsandin. Loma jî ji her aliyî ve behsa wan salan nedikir, behsa nîqaş û pevçûnên xwe yî ji ber meseleya Mehmet Şener ên li nav rêxistinê dikir; me didît ku çawa zext lê hatiye kirin, hatiye pasifîzekirin, tecrîdkirin û her tim di bin kontrolê de bûye; dawiya dawî teslîmî otorîteya Ocalan bûye. Em dizanin, lê ew nabêje, ku ji ber gumanên li ser wê di nav rêxistinê de ti carî nehatiye pozisyoneke bilind, her di asta gêrilayeke asayî de maye û helbet Ocalan ewqas ji rexneyê azade ye û tê berzkirin ku mirov dibêje qey teswîra übermensch an pêxemberekî tê kirin. [3]

***

Ez îdia dikim, sedema neweşandina cilda sêyem ew e ku ev cild ji ber naveroka xwe ji aliyê çepgirên radîkal û anarşîstên ewropî ji bo propagandayê bikêr nehatiye dîtin û ew bi awayekî bêdeng sansûr kirine, çavê xwe jê re girtine, nexwestine bê dîtin. Çawa ku li medyaya PKKê û amûrên din ên propagandaya wê em rastî agahiyên li ser salên wê yî piştî zindanê nayên, wek ku zêde qedrê wan salan tunebe, weşanxaneyên ewropî jî zêde hêja nedîtine dawiya mayî ya serpêhatiyên wê. Ma çima hêja bibînin wê pêvajoya pasifîzekirin, tecrîdkirin û teslîmgirtin/teslîmbûna jineke berxwedêr?! Çima xewn û fenteziyên xwe biherimînin?! Çima bala xwe bidin mekanîzmaya avakirin û xurtkirina dîktatoriyeke xedar a yek-şexsî ya nav rêxistinê û xwe ji şehweta “şoreşa Rojava” û slogana “jin jiyan azadî”yê mehrûm bihêlin?!

Di halêhazir de xwînerên îngilîzî û spanî yên asayî, herdu cild xwendibin jî, wê haya wan jê tunebe ku Sakîne bîst û du salên piştî zindanê çawa derbas kirine û ew bîranîn çima di 38 saliya xwe de nivîsandine. Ji ber ku ev sansur ji aliyê çepgirên radîkal û anarşîstan hatiye kirin, ecêbtir û balkêştir e, heta sosrettir e. Ew ên ku mezintirîn weada wan jiyaneke bêotorîte an dijberiya desthilatdarî û otorîteyê ye, bi otorîteya xwe ya weşangeriyê, bêyî ku îzehatekê bikin, xwînerên xwe ji qismek agahiyên li ser jiyana Sakîne bêpar hiştine! Dijberên otorîte û desthilatdariyê çavê xwe ji wê mekanîzmaya hişk a otorîte û desthilatdariyê re girtine û nexwestine zêde kes wê bibîne. Bi ser de, bi qasî ku dizanim, ev zêde wek pirsgirêkekê nehatiye dîtin. Dema xwediyên sansurê çepgirên radîkal û anarşîst bin, sînorê tehemilkirina wê firehtir dibe an tê de hîqmetek tê dîtin an ji wan re mubah tê dîtin herhal.

Wergêrên zimanê îspanî û îngilîzî jin in, Lisa Buhl û Janet Biehl. Derbarê Buhl de, ji agahiyên internetê em tenê hîn dibin ku wergêreke freelance e û li Berlînê dijî. Ev wê îhtimalê xurt dike ku wergera spanî ji zimanê almanî hatibe kirin. Em aliyê Buhl ê siyasî nizanibin jî, li ser Biehl û aliyê wê yî siyasî em ji internetê gelek tişt hîn dibin ku hêja ne bên behskirin.

Janet Biehl kî ye?

Li gor wikipedia, Janet Biehl nivîskar, redaktor, wergêr û hunermendeke grafîkê ya amerikî ye. Di 1986an de tevlî Înstîtuya Ekolojiya Civakî dibe û li vir teorisyenê civakî Murray Bookchin nas dike. Ji bo bi wî re bixebite, bar dike Vermontê (bajarê Bookchîn lê dijî) û heta mirina Bookchin bi hev re dijîn û dixebitin. Di jiyana wê de Bookchin ciyekî pir mezin digre, nexasim ji aliyê derûnî ve. Heta sala 2003yan bultena teorîk, Green Perspectives bi hev re dinivîsînin û diweşînin. Piştî mirina Bookchin (2006), Biehl biyografiya wî (Ecology or Catastrophy: The Life of Murray Bookchin, 2015) dinivîse.[4]

Tê dîtin ku Biehl ji aliyê medyaya nêzîkî PKKê û derdora wê baş tê naskirin. Ew di sala 2011ê de bo Diyarbekirê hatiye vexwendin û di konferanseke Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê de axaftinek kiriye; ji bo TV û kovaran pê re hevpeyvîn hatine kirin. Ev têkilî hê jî didome, zîra hevpeyvîna pungmediayê ya dawî pê re kiriye hê du roj berê hatiye belavkirin (02.07.2026). Di 2012yan de kitêbeke bi serenava Xweseriya Demokratîk li Kurdistana Bakur ji almanî werdigerandiye bo îngilizî. Di salên 2014 û 2015yan de ligel şandeyeke çavdêr çûye Rojava û derheqê wir çend nivîs nivîsandine. Paşê berhemeke bi serenava Li Rojava Şoreş: Xweseriya Demokratîk li Sûriyeya Bakur û Rizgariya Jinan (2016) [5] ji almanî wergerandiye bo îngilizî û ji aliyê weşanxaneya Pluto Press hatiye çapkirin. Di 2019an de careke din çûye Rojava ku di belgefilmeke li ser şoreşa civakî cî bigre. Li ser vê tecrubeya xwe kitêbek nivîsandiye û di 2022yan de çap bûye, bi serenava Xwîna Wan Ket Nav Hev: Rojavaya Şoreşger û Şerê li dijî ISISê. Di 2022yan de wergera ingilîzî ya kitêba Gultan Kışanak Kürt Siyasetinin Mor Rengi koordîne kiriye. Ew jî ji aliyê Pluto Press hatiye çapkirin.

Diyar e têkiliya Janet Biehl a bi derdora PKKê re di sala 2004an de bi “Bookchin-Ocalan Yazışması” dest pê kiriye û piştî mirina Bookchin mesaiyek zêde xerc kiriye bi wê derdorê re. Di 2004an de dema wergêrên nivîs û kitêbên Ocalan ên alman hewl didin di navbera Bookchin û Ocalan de têkiliyekê deynin, Bookchin pir extiyar û nexweş e û ancex dikare bi alîkariya Biehl bersiv bide emaîlên wan. Piştî mirina wî ya di 2006an de, çend kes (nav nade) jê re peyam dinivîsînin ku têkoşîna “Bookchin bidin domandin” û dixwazin “yekemîn civaka ku konfederalîzma demokratîk tê de şênber dibe, ava bikin” û pesnên xweş didin ji bo “Tevgera Azadiyê ya Kurd.” Li gor danasîna wê ya di malpêra Amazonê de jî ew “sempatîzana Tevgerê Azadiyê ya Kurd” e û diyar e piştî van emailan sempatîzaniya wê dest pê kiriye. Ewqas ku di hevpeyvîna xwe ya di IMC TVyê de Şerê Navxweyî yê Spanyayê (1936-1939) û şerê Rojava dide ber hev û dibêje “Rojava Spanyaya min e.”

Em vegerin ser wergera wê ya bîranînên Sakîne Cansiz. Di hevpeyvîna wê ya herî dawî de jî digel ku behsa vê wergera wê derbas dibe, herdu alî jî behsa cilda sêyem nakin. Tenê bi giştî behsa şertên wê [Sakîne] yî fizikî yên nivîsandinê tê kirin û tê romantîzekirin lê nayê behskirin ka werger çima nehatiye temamkirin an wê bê temamkirin an na. Ji vir xuya dike ku divê mirov hêvî neke ku ew cild wê bê çapkirin. Gelo Biehl cilda sêyem jî xwendiye? Tişta tê texmînkirin ew e ku qet nebe divê ji bo xwe xwendibe. Kesek herdu cildên pêşî xwendibin, ne mimkun e ku dewama wan miraq neke. Gelo xwend û, wek sempatîzaneke “Tevgera Azadiyê ya Kurd” jê hez nekir? Gelo naveroka wê xisar dida wê teswîra “Spanyaya min” a di serê wê de? An wê karê xwe kir, wergerand lê weşanxaneyê neweşand? Ger wisa be, dîsa jî gotinek wê tunebû li ser wê rewşa Sakîne ya piştî zindanê? An qet nexwendibe û haya wê ji naverokê tunebe, ev bixwe jî kêmasiyeke mezin e ji bo wergêrekê.

Ji hevpeyvînên wê û xebatên wê diyar e ku Biehl pir mînetdarê Bookchîn e û hurmeta wê ji wî re pir mezin e. Her çiqas wê jî têra xwe tevkariya wî kiribe jî, Bookchin gelek tişt lê zêde kiriye û xwe wek mîratgira teorî û xebatên wî dibîne. Lê tevî vê mînetdarî û hurmeta xwe, Biehl di 2011an de daxuyanî dide ku êdî îdeolojiya dij-dewlet naparêze û ji tevgera ekolojiya civakî vediqete. Li gor wê, di warê civakeke bêdewlet de Bookchin zêde çêbîn/xweşbîn bûye û xetereyên civakeke bêdewlet nedîtine an li ser nefikiriye; ger dewra Trump de jiyabûya Bookchin, dibe ku fikrên wî yî dij-dewlet cuda bûna. Bi nêrîna wê, dewleteke xwe bispêre hiqûqê, temînata mafên kesên qels/bêhêz e. Wek mînak, ger dewleta amerikî nebe, mirovên reş wê bi hêsanî ji aliyê mirovên spî yên xwedî-îmtiyaz bên tepisandin û çespandin. Lêbelê di dewama axaftina xwe de, dibêje ger ew li Tirkiyeyê bûya, wê li dijî fikra dewletbûnê bûya. Bi gotineke din, fikrên PKKê yên dij-dewlet ên xwe dispêrin teoriya Bookchin rast dibîne. Li vir mesele tevlihev dibe û diyar e bi tevahî zêde an bi kûrahî li ser vê mijarê nefikiriye. Li aliyekî, di hevpeyvîneke xwe de ku dema li Diyarbekirê bûye daye, dibêje, Bookchin rewşeke mîna ya li vir [Kurdistanê] qet nedîtiye. Li aliyekî din dibêje, heta 2006an jî Bookchin nikaribû li Amerîkayê bi serkeve di avakirina tevgereke xurt a di xeyala xwe de û dema miriye hêvîşikestî bûye. Piştî demekê lê hay bûye ku kesên ji teoriya wî bawer dikin an pê qaneh dibin yên jixwe dij-dewlet an dewletnexwaz in, yanê anarşîst in. Piştî van gotinên wê, em û ev pirs rû bi rû dimînin: gelo li Kurdistanê dînamîkên sosyolojîk û siyasî yên tevgereke wiha çi ne/bûn? Teoriyeke li Amerîkayê hatiye afirandin û tenê xitabî anarşîstan kiriye, wê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn çawa şênber bibe/bibûya? Ocalan û peyrewên wî xwestine çi bikin? hwd.

Li aliyekî din jî, mirov dibîne hemû zanîna Biehl a derbarê me kurdan û Kurdistanê ji çavkaniyên PKKê tên. Jiberên ku Ocalan ji Îmraliyê belav dike û dibe amentuya peyrewên wî ji aliyê wê jî tên dubarekirin. Wek mînak, bi nêrîna wê jî, neyarên şoreşa Rojava Tirkiye, PDKya li Iraqê, ISIS û cîhadîstên din in; ti ferqa “PDKya li Iraqê” û ISIS û Tirkiyeyê tuneye. Tirkiye di ser PDKya li Iraqê hewl dide Rojava têxe bin kontrola xwe. Çiqas gotinên tevgera apoyî yên bêbingeh hebin û ne hêjayî nîqaşkirinê bin, ji aliyê wê jî tên dubarekirin û, bi ser de, miameleya pîsporan jî dibîne.

Van çima dibêjim? Biehla ku bi riya tevgera PKKê kurd û Kurdistan nas kiriye û kêfxweş e ku teoriya mentor û partnerê wê Bookchin ji aliyê vê tevgerê qebûl dîtiye û qaşo tê praktîzekirin/şênberkirin, mîna çepgirên din ên radîkal û anarşîstên ewropî bi temamî angajejî PKKê bûye û bi kêfxweşî ked daye di ber wan re. Zanîneke wê li ser kurdan û Kurdistanê ku ji yên PKKê û Ocalan cuda be, tuneye. Ê çima çawa ji nav wê îluzyonê derkeve? Çima rabe cilda sêyemîn wergerîne û bide xwendin? Ger wê wergerandibe lê weşanxaneyê çap nekiribe, çima vê ji xwe re bike derd û li ser bisekine?

Naveroka vê cildê çiqasî bala me kişandiye û li ser axivîne ku keseke biyanî wê tişta em nakin/nekiriye bike? Li nav me yên sibê êvarê slogana “jin jiyan azadî”yê diqîrin û li ser wê analîzên kûr û dirêj dikin, kengî bala xwe dane trajediya Sakîne û gelek jinên din? Derûnnasên me çiqas fikirîne li ser sendroma Sakîne ku ji ber bedelên xwe yî giran û baweriya xwe ya xurt a bi doza xwe, kesayet û heysiyeta xwe fedayî dîktatorekî kiriye? Îjar weşanxane, wergêr û çalakgerên biyanî yên li dû utopyayekê serxweş ketine, çima çavê xwe negrin û vê ji xwe re bikin derd? Rastî, heqîqet xema kê ye! [6]

yên şipya, ji aliyê çepê ve: nayê zanîn, nayê zanîn, nayê zanîn, Cahîde Şener, nayê zanîn, nayê zanîn. li pêş: Emîne Turgut, Yusuf Onat, Faruk Altan, Sakîne Cansiz, Mehmet Şener, Mevlûde (Besê) (wene ji Cilda II. a wergera îngilîzî hatiye girtin)

Nîşe

[1] Ji bo wergera spanî bnr.: https://feminismosocialista.yanmaria.org/Feministas-Socialistas/Sakine-Cans%C4%B1z/pdf/Sakine-Cans%C4%B1z-Toda-mi-vida-fue-una-lucha.pdf

[2] Malperên herdu weşanxaneyan: https://www.plutobooks.com/; https://descontrol.cat/

[3] Ji bo bêtir agahiyên li ser vê cildê, bnr.: Sakîne Cansiz-Evîneke Bêwext û Malwêran: https://blog.kovarazarema.com/sakine-cansiz/

[4] Ji bo agahiyên li ser Janet Biehl, tevî wikipediayê ji van nivîs û hevpeyvînan hatiye îstifadekirin: “Rojava Üzerine Düşünceler” https://demokratikmodernite.org/rojava-uzerine-dusunceler-janet-biehl-ile-roportaj/; “Janet Biehl İle Işığa Doğru Tırmanmak” https://pungmedia.com/janet-biehl-ile-isiga-dogru-tirmanmak/; “Introducing Murray Bookchin, the Extraordinary Originator of ‘Social Ecology’” https://www.currentaffairs.org/news/2023/05/introducing-murray-bookchin-the-extraordinary-originator-of-social-ecology; “How the Kurds of Rojava Embraced Revolutionary New Ideas of Social Organization” https://www.currentaffairs.org/news/2023/06/how-the-kurds-of-rojava-embraced-revolutionary-new-ideas-of-social-organization; “Bookchin-Ocalan Yazışması” https://tr.anarchistlibraries.net/library/ocalan-ile-murray-bookchin-arasindaki-yazismalar; “Özel Röportaj, Janet Biehl” https://www.dailymotion.com/video/xm5q9o;

[5] (ebook) Michael Knapp, Ercan Ayboga, Anja Flach, Revolution in Rojava: Democratic Autonomy and Women’s Liberation in Syrian Kurdistan, wer. Janet Biehl, Pluto Press, 2016.

[6] Ji bo peydakirina pdfên wergera îngilîzî spasdar im bo Aram Karabudak.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din