Warek Ji We Bar Dike[1]
Wer. ji tirkî: Ferzan Şêr
Dema ji civatekê heftê kes bar bikin û veqetin çi diqewime? Di serî de bersiv hêsan e: qet tiştek nabe. Qet nebe em li hejmaran binêrin, [ne tiştek e]. Weka ku di kitêba Ariel Sabar, Babamın Cenneti (Bihûşta Bavê Min)[2] de neql dibe, rojên ku civaka cihûyên li Iraqê nû dest bi koçkirina ber bi Îsraîlê dikin bapîrê wî dibêje “ji civateke 1850 kesî heftê kes qey tiştek e? Berdin bila herin.”
Lê belê, çîroka koçberîyê tu carî ne tenê çîroka kesên çûyî ye. Carinan ew valahîya di jiyana wan kesên li şûna xwe mayî de rûdaye ji hejmara kesên çûyî zêdetir e. Sabar vê yekê dişibîne benekî filitî ku dibe sersebeba veçirîna betanîyekî. Heftê kes diçin belê, lê êdî koşkar û nanfiroş nîne. Mala malbatên heytehol dikevin nav tarîtîyê. Dengê îlahîyên li kenîşteyan kêm dibin. Dest pê dike, li çayxaneyên kêleka çem mirov ji radyoyê çîrokên nû yên koçberîyê dibihizîn. Dûre ew heftê dibe bi sedan, dibe bi hezaran. Bi zêdebûna hejmaran re cih û warê li pey mayî biçûk dibe. Dibe ku paradoksa herî mezin a koçberîyê ev be: wextê mirov ji bo avakirina jîyaneke baştir ber bi cihên din ve diçin, ew cih û warê li pey xwe hiştî jî li pey çûna wan hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe.
Di kitêbê de çîroka bavê xwe Yona Sabar hinekî weke honakî, piranî jî weke rastîyê vedibêje Ariel Sabar. Dema mirov Babamın Cenneti dixwîne ne gengaz e êdî koçberîyê tenê weke cihguhertinê bifikire. Di çîroka Yona Sabar de koçberî, di heman demê de jicihkirina zimanekî, ya çandekê û ya bîrekê ye.
Zimanê zaroktîya Yona aramî ye. Ev zimanê ku bi sedan salan e li Mezopotamyayê di nav jîyana civatên cihûyan de cihekî girîng digre ne tenê amraza ragihandinê ye. Yekem ziman e ku Tewrad pê hatîye nivîsin, dengê zaroktîya wî ye; zimanê malê, yê taxê, yê cînaran, yê dia û jîyana rojane ye. Lê belê her ku koçber dibin ziman jî cih diguhere. Zimanê nû yê welatê nû tê fêrbûn, zimanê berê her ku diçe di malê de asê dibe, dûre dibe zimanê pîran û a dawî dibe perçeya rabirdûyekî ku zarok tênagihijin.
Yona Sabar beşeke girîng ji jîyana xwe ya pey re ji bo ku şopa wî zimanî bajo terxan dike, lewra pir girîng e. Weke akademîkekî xebatên wî yên li ser aramkîya cihûyên kurd, amadekirina ferhengan û lêkolînên zimanî bi tena serê xwe ne mijûlahîyên zanistî ne. Ji alîyekî ve hewleke xelaskirina cîhana zaroktîya xwe ye ji berzebûnê. Çimkî dema zimanek dimre tenê peyv winda nabin, bîranînên bi wan peyvan vegotî, adet û awayên jîyanê jî wenda dibin. Ev jî pirî caran yek ji wan berzebûnên mezin e ên ku bi ber çavê mirov nakeve.
Wextê cihûyên kurd digihijin Îsraîlê û nasnameya nû tê avakirin ji wan dipên ku dev ji nasnameyên xwe yên kevn berdin. Hîyerarşîya civakî ya li Israîlê ku Sabar behsê dike bi taybetî ecêb balkêş e. Cihê ku cihûyên ewropî û amerîkî zêdetir qedr û giramî digrin yên ji Rojhilata Navîn dixin rêzeke cihê; cihûyên kurd jî di vê hîyerarşîyê de di rêza herî jêr da ne. Serdemek wiha tê jiyîn ku bilêvkirina “kurdbûnê” jî ne hêsan e. Mirov rabirdûyên xwe vedişêrin, navên xwe diguherînin, devokên xwe tekûz dikin, çanda xwe nexuyayî dikin. Çimkî berdêla avakirina jîyaneke nû carinan dûrketina ji jîyana berê ye.
Tiştê ku ji koçberan hêvî dikin, wekî ku avzêmkirina çandên xwe yên li welatên berê ne. Mebest ew e, heta jê bê cihêrengîyê ji holê rake nasnameyeke nû û hevpar a Israîlê biafirînin. Ev pêvajo ne bes çîrokeke xweserî Israîlê ye. Di dîroka wan civakên ku hatin û çûna koçberîyê rûdidin, mirov kare nimûneyan peyda bike. Pirsa herî zehmet a koçberîyê ew e, ji bo ku mirov bibe xwemalê cihekî divê çiqas pişta xwe jê bide alî.
Wextê li kitêba Gâvur Mahallesi (Taxa Filleyan) ya Mıgırdiç Margosyan jî dikifirim hesteke heman a bîrê diqewime. Cîhana Margosyanê ku taxên pirçandî yên Amedê, ermenî, kurd, suryanî, cihû û misilmanên wê derê di heman jîyana rojane de bi bîr dixe, a soxî wêjeya erdnîgarîyeke winda ye. Helbet Zaxoya Sabar û Ameda Margosyan ne heman cih in. Lê belê di her duyan de jî dema mirov vegere û lê binêre êdî cîhaneke ne li şûna xwe peyda ye. Tax li şûna xwe ye belkî, sikak maye; lê belê zimanên ku li wan sikakan tê axaftin, dengê têkelî hev û awayên bi hev re jiyînê wenda dibin.
Yona piştî ku bi salan vedigere Zaxoyê bi rengekî dijwar bi vê yekê dihese. Zaxoya ku di bîranînên xwe de zindî hiştibû ji zû de ye ne li meydanê ye. Jê jî girîngtir, di hişê xwe de li şûna wê Zaxoyeke din ava kiriye. Dîmeneke nû şûna Zaxoya kevn girtiye û ev dîmena hanê weka ya berê bandor lê nake. Mirov carina tenê welatê xwe ji dest nade; dîmena welatê xwe ya di hişê xwe de jî ji dest dide.
Ji bo zarokên koçberan çîrok aloztir e. Piştî koçberîyê bendewarî jî biçûk dibe. Pîvan ber jêr dibe. Serketinên biçûk vediguherin dibin bextewarîyên mezin. Çimkî mirov, ji bo ku nebe haydarê wan tiştên dê nekarîbe bi dest bixe, sînorên hêvîyên xwe diguherîne. Wek gotina Sabar, ev pevguherînek bi destê koçberan e: “ji bo dahatûya zarokên xwe xwe kirin qurban.” Li hêleke pevguherînê derfetên perwerde, ewlehî, aborî û jîyaneke nû heye. Li hêla din rabirdû.
Çîroka dijber a ku di dawîya kitêbê de dertê meydanê tam li vê derê dest pê dike. Çîroka tê zanîn mafê bi dest xistî, jîyana çêtir û dahatûya zarokan vedibêje. Çîroka kêm tê axaftin jî çanda berzebûyî vedibêje. Mirov dema digihe welatekî nû bes hin tiştan bi dest naxe; carê parikî ji girêdana di navbera xwe û bav û kalên xwe, welatê xwe, zimanê xwe û dîroka xwe de li pey xwe dihêle.
Belkî jî tiştê ku bandora çîroka Yona Sabar ew çend xurt dike ev e. Ji bo wî rabirdû ne ew serdemeka tijî êş û azar ku divê mirov jê xelas bibe. Zaxo cihê herî xwe yê jîyana wî ye. Ew cih e di çavên zarokekî de wateya jîyanê dikare bê xwendin.
Koçber carina ji bo ku dahatûyeke baştir ji zarokên xwe re bihêlin dev ji rabirdûyên xwe berdidin. Zarok jî piştî salan di nav wê dahatûya bo wan terxankirî, dikarin dest bi lêgerîna wê rabirdûya ku berî wan berze bûye bikin. Ê ku Ariel Sabar dike jî parikî ev e. Ajotina pey şopa Zaxoya ku bavê wî ji dest daye, di eslê xwe de ajotina pey şopa xwe ye. Û belkî jî pirsa herî xembar a kitêbê li vê derê dertê meydanê: Mirov dikare çiqas dûr bikeve ji cihê xwe yê çûyî? Belkî bersiva wê, bi kîlometreyan nayê pîvan. Koçberî tam jî ev e: ne ku hûn ji cihekî bar dikin, warek hêdî hêdî ji we bar dike diçe.
Têbinî
[1] Ev nivîsa bi navê “Bir Yerin Sizden Ayrılması” di 31ê tebaxa 2026an de li malpera Avlaremozê çap û belav bûye.
[2] Bi wergerîya Fahriye Adsay bi navê Bihûşta Bavê Min di sala 2025an de ji nav weşanên Avestayê belav bûye.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.