Gotar

ARYA, Koma Wênesazên Kurd (1989)

Fewzî Bîlge · 14 adar 2026

Mezinahî
Parve bike

Ji sala 1989an ve heta 1991ê li bajarê Stenbolê ji ber pêşketinên civakî û siyasî hunermendên kurd jî hêdî hêdî bi ber hev ve dihatin û dixwestin xebatên baştir, bi bandortir bikin.

Heya berî 1989an helbet li gelek bajarên kurd û tirkan gelek wênesazên bi eslê xwe kurd lê weke tirkan, weke wênesazên tirkan tevdigeriyan hebûn û gelek ji wan binavûdeng bûbûn û di nava qorên wênesazên tirkan de, di dîroka wan a hunerê de cihê xwe girtibûn, digirtin û hîn jî digirin. Û ew ji wan re ne pirsgirêk bû. Lê ji bo me pirsgirêka herî mezin bû. Pêşketinên civakî û siyasî yên roj bi roj bandor li her kesî dikir helbet li me wênesazên kurd jî dikir. Ji loma di sala 1989an de ez, Süleyman Danışman, Tekin Fırat û Mahmud Nayır gihan hevdu. Taybetiya wan wênesazan a herî pêş, kurdbûn, kurdistanîbûn bû.

Çend caran ji ber ku cihekî me tunebû, me civînên xwe li sendîqayên mamosteyan li dar dixist û weke encam me biryara damezrandina Arya, Koma Wênesazên Kurd da. Damezrenerên wê komê, yên bêtir çalak ez, Tekin Fırat, Mahmud Nayır, Süleyman Danışman bûn. Mehmet Kolçak wan demên me yên dawî xwe gihand me lê beşdarî tu civîn û çalakiyan nebû. Di sala 1990an de wekî din çend kesên mîna Fehîm Guler, Kulîlka Hezaran, Aydin Küçük, Remzi ji li dor Komê diçûn dihatin û hîn bi nêt bûn beşdarî Koma Arya bibin lê nebûn. Heya Navenda Çanda Mezopotamya ya 1991ê de hate damezirandin û pê ve beşdarî pêşangehên me yên hevbeş bûn.

Arya, Koma Wênesazên Kurd tenê pêşangeheke hevbeş, li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Kadikoyê bi navê Helepce vekirin. Wê pêşangehê gelekî deng da, ji ber ku cara yekemîn pêşangehek bi vî awayî li Stenbolê hatibû vekirin. Wênesaz kurd, navê pêşangehê û navê tabloyan bi kurdî bûn. Berî em pêşangehê li dar bixin jixwe me biryar dabû ku her kesê ku bîr û baweriyên wan çi dibe bila bibe bi nasnameya xwe ya kurd dikare beşdarî komê bibe. Pîvana me tenê yek bû, ew jî kurdbûn û li kurdbûnê xwedî derketin bû.

Berî pêşangehê me belavokek hunerî belav kir ku mirov dikare bibêje di heman demê de manîfestoya komê bû. Mixabin derfetên me yên ku em bikaribin bi kurdî binivîsin wê demê tunebû. Em yanî endamên komê hêdî hêdî fêrî nivîsandina kurdî dibûn. Pirsgirêka cih nedihişt em bêtir, azadtir tevbigerin. Tu kesî piştgirî neda komê û kom cardin jî seraqet li cihekî ku bikaribe kiriya wê bide digeriya. A rast em jî ji hêla aborî ne bi hêz bûn. Me dixwest em bi fedakarî kirêya wê bi hev re bidin û xebatên baştir bikin. Wê rewşê heya 1991ê domand.

Tevgera Apociyan wê demê bi daxwaza welatekî yekgirtî, azad û sosyalîst bandor li civaka kurd dikir û helbet li me jî kir. Ew daxwaza welatekî azad, yekgirtî û sosyalîst kir ku çend kes ji me nêzî wê tevgerê bibin û bi wan re hevkariyê bikin.

Di destpêka 1991ê de bi pêşniyarekê hatin ba min û ji min re gotin: “Em dixwazin navendeke çand û hunerê vekin û ger tu bixwazî Mamoste Cemîl jî qane bike û bi hev re werin li saziyê bixebitin.” Ji ber ku di heman demê de ez û Mamoste Cemîl me Koma Demhat a şanoyê bi rêve dibir têkiliyên min û wî xurttir bûn. Di nava çend mehan de min mamoste qane kir ku em nebin apocî lê bi wan re dikarin hevkariyê bikin. Jixwe ew jî li hemanokan bû ku em bi wan re hevkariyê bikin. Me pêşniyara wan pejirand ku em di damezrandina saziyek kurdan a çand û hunerê de cih bigirin.

Piştî min û Mamoste Cemîl pêşniyar pejirand û ji bo bernameya wê me dest bi xebatê kir. Min ji endamên komê re got ku wa ji min re gotine: “Werin em di nava saziyê de beşekê ji we re veqetînin. Jixwe em zanin ku wa ciyê we jî tuneye. Hûn ji xwe re li ciyekî digerin. Em têkilayî karê we nabin.”

Gava min ew pêşniyara wan ji komê re got, Tekin Fırat bi tundî li hember derket. Süleyman Danışman û Mahmud Nayır pêşniyara wan pejirand. Jixwe berê jî min û Mamoste Cemîl biryar dabû û di wê civînê de min êdî eşkere kir ku ez ê ji bo damezrandina wê navendê kar bikim. Tekin Fırat bela ku tenê ma bi lez û bez Mehmet Kolçak jî da kêleka xwe lê cardin em sisê, ew du man.

Di wê civînê de min got: “Madem hûn beşdar nabin, naxwe êdî ne hûn û ne jî em navê Arya hew bikartînin. Pêşniyar hat pejirandin. Piştî saziya NÇMê vebû me navê koma xwe guherand û kir Wênesazên Mezopotamya, wan jî navê koma xwe kir Komel.

Piştî salên 1991ê me seraqet pêşangehên hevbeş û yên tekaserî li Kurdistan û li Turkiyê li dar xistin. Piştî çend salan Süleyman Danışman ji ber xebatên xwe yên siyasî ji komê dûr ket. Mahmud Nayır jî tayîna wî derket, bû mamoste. Bê haya me çû Sêrtê. Ez tenê mam û min jî di binê banê MÇM de hem rêvebertiya saziyê, hem jî berpirsiyariya beşa wêne domand. Xebatên min heya 1994an dom kirin. Min biryar da ku biçim li Kurdistanê kargeheke hunera şêwekariyê vekim. Piştî panzdeh salan ger bû, yanî, ger ez tiştê dixwazim bi dest bixim îja wê hêzê veguhezînim tevgereke hunera şêwekariyê.

Ez li Batmanê bi cih bûm. Bi saya şaredariya bajêr min kargehek hunera şêwekariyê vekir û navê wê kir Soresor. Panzdeh salan bê navber bi zimanê kurdî min dersên teorîk û pratîk dan. Piştî panzdeh salan qederê sîh şagirtên neqane lê gihan.

Mixabin piştî pazdeh salan ji ber sedemên siyasî ez ji wan qetiyam. Dibêjim qey hevkariya min têra wan nekir. Min tim bi bergeheke neteweyî li meseleyê dinêrî ev jî di hêla wan de dibû sedemên nerazîbûnan û serêşiyan. Êdî zemina min ku ez bi wan re bixebitim nema. Min ji bajêr bar kir çûm li Amedê bi cih bûm. Min hemû hêza xwe da xebatên xwe yên tekaserî. Min wênand û nivîsand. Di nava deh salan de ez nêzî tu tevgerên siyasî an jî çandî nebûm û hemû pêşniyarên ku ji min re hatin ku bêtir jî ji tevgera apociyan dihat min red kirin.

Ji 2024an ve min û Çidem Baran li bajarê Stenbolê kargeha wêne ya bi navê Bakur Art vekiriye. Em her du xebatên xwe yên hunerî wêne û wêjeyê di bin banê wê de didomînin.

Weke encam, ew xebatên di navbera salên 1989 û 2026an de hatine kirin tiştên ku min dixwestin ne yên li Tirkiyê û ne jî yên li Kurdistanê pêk nehatin. Ji bilî kêmasiyên min gelek sedemên girîng hene ku xebatên min -ku armanca min ew bû- veneguhest tevgereke hunera şêwekariyê.

Berî her tiştî li bakurê welêt pêşneketina hunera şêwekariyê girêdayî gelek sedeman e: Çewisandinên siyasî, cudabûna çandî ya serdestan, pirsgirêkên aborî, perwerdehî, qedexeyên ziman û hwd.

Wek mînak, her berhema hunerî ya bi nasnameya kurdî hatibe hilberandin ji teref serdestan weke gefên dujminane hatiye nirxandin û çewisandin. Raz, hêma, babet (subject) ên aîdî nasnameya kurdî bin teqez hatine çewisandin. Li Kurdistanê huner tu car nebû qada azadiyê, ne serdestan û ne jî tevgerên kurdan rê neda ku hunermend azad tevbigerin. Wê rewşê dikir ku hunermend xwe bi xwe, xwe sansur bike.

Ger mirov çend sedemên kolonyalîstan ên sereke bibêje;

Tunebûna lîse û aqademiyên hunerê yên kurdan ku ew lîse û aqademiyên wan li Kurdîstanê bin jî li gor mufredata navenda perwerdehiya tirkan tên rêvebirin.

Sedemên aborî, zeman, mekan, amûran.

Şer û pevçûnên seraqet yên domdar (Koçberî, hilweşandin, şewitandin û valakirina gund û bajaran.)

Zîndankirin, şikestinên travmatîk.

Sedemên herêmî û yên kolonyalî nehişt kurd serê xwe kêliyekê ji sîyasetê xalî bikin ji loma huner tim di bin siya siyasetê de ma û yên siyaset li ser navê kurdan kirin jî referansên xwe tim ji epistemolajiya tirkan girtin. Sedema vê yekê jî ev e ku berendamên birjuwaziyên me yên neteweyî tunekirin. Diyalektîka neteweya me hat şikandin. Ji ber ku li welatê me lutkeya rûmet û kariyerê siyaset e ji loma zana, rewşenbîr û xwendeyên kurd mîna yên neteweyên din piranî serê xwe bi hunera şêwekariyê re neêşandine, tim jê dûr reviyane.

Li Kurdîstanê heya çend sal berê jî galeriyek hunerê tunebû. Yên aniha hene jî yan di destê dewletê yan jî di destê rêxistinekê de ne, ne yên neteweyê ne. Ne muzeyên hunerê yên şêwekarî, ne yên nûjên û ne jî yên hunera klasîk hene.

Li bakurê welêt hemû bizavên hunerê nehatine jiyan. Nehiştine ev bizav bi diyalektîka xwe bi pêş bikevin. Dîroka hunerê bi giştî weke bizava ronesansê, barok, romantîzm, modernîzm û hunera avangartê tê rêzkirin. Lê tê zanîn ku jêderka vê modelê jî Ewropa ye.

Ev bizav li hemu welatên dunyayê weke welatê Ewropa nejiyane. Bo mînak; li Rojhilata Navîn û ji ber ku welatê me jî di nava wê erdnîgariyê de ye bizava ronesansê, barok, romantîzm, modernîzm û hunera avangart bi vê rêzê nejiyane, bêtir modernîzm û hunera kevneşop di nava hevdu de, bi hev re jiyane. Yanî civakek li gor diyalektîka xwe ew bizav an jiyane an jî nejiyane. Tu mecburiyet tuneye ku civakek pêşî hunera empresyonîst piştre jî hunera têginî bijî.

Ger em careke din li Kurdistana Bakur vegerin weke tê zanîn Kurdistan di nava pêvajoya dîrokê de bi gelek çewisandinên siyasî, aborî û çandî re rû bi rû maye. Helbet wê bizavên hunerê ne wek ên Parîs, Berlîn an jî New Yorkê bin.

Di rewşek wiha ya welatê me de hunermendek bi hunerê hemdem bilebike gelo kar û xisara wê çi ye? Berî her tiştî hunerê têginî 1960an de gava geş bû rexneyên tund li sazûmana muzeyan li piyaseya hunerê dikir. Marcel Ducahmp, Joseph Kosuth dixwest huner bi giştî ji heyberbûnê bê rizgarkirin. Ger em bi vê bergehê li hunerê binêrin. Hunera têginî dikare bibe çekek pir xurt. Ji ber ku nasname, bîr, ziman, mêtingehbûn, şîddet û çewisandinên dewletê û tunehesibandina civakekê dikarin bibin mijarên xurt û bandoreke mezin li civakê bikin. Lê ya xetere ew e ku ger hunermendên hunera têginî xwe nespêre rastiya welatê xwe û bêtir xwe bispêre hunera Ewropa ya piyaseyê, ango wan texlîd bikin wê demê wê ti bandorê li civaka xwe nekin û nehêlin arşiveke xurt a peyker û wêneyan çêbibe. Di rojên pêş de, ger Kurd derfeta çêkirina muzeyên xwe bidest bixin, divê di dest wan de berhemên hunera şêwekariyê (wêne, peyker) hebin. Berhemên hunera estalasyon, video û performans ji bo destpêka avakirina muzeyan ne acîl in.

Çend salên dawî hunermendên kurd bi saya pilatformên dijîtal her çiqasî ji nexuyakirinê filitîbin jî berxwedaneke baş lê têr nake.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din