Çavdêrxaneyeke Heyvê ya Kurdan a Ji Serdema Nêzîk
ji almanî: Rojda Yaşîk
Ji zû ve tê zanîn[1] ku hemû avahî, dîwar û hewşên li ser Dîwana Qesra Persepolîsê ku hejmara wan ji sedî gelekî zêdetir e, li gorî du mihwerên beranberî hevdu disekinin hatine avakirin. Mihwera wan a dirêjtir bi qasî 20° ji aliyê Bakur-Başûr ber bi Bakur û Bakurê-Rojava ve xwar bûye. Lentz û Schlosser[2] nîşan dane ku siya mihwera berahî dema çerxa havînê dikeve ser cihên ku hin stêrk û cismên asîmanî hiltên û diçin ava. Ew ji ber vê sedemê digihîjin wê encamê ku dema avakirina vê kompleksê wan bala xwe dane girîngiya arastekirina astronomîk. Li gorî wan, hûrgiliyên avahiyê bixwe jî nîşan didin ku li ser Dîwana Qesra Persepolîsê çavdêriyên astronomîk hatine kirin.
Mirov çawa li van encaman dinêre bila binêre, ez dikarim -wekî ku di pêveka rapora Lentz û Schlosser[3] de jî bi kurtasî hatiye gotin- ji welatê xwe Kurdistanê mînakeke hevşêwe ji bo çavdêriyên kevnar ên cismên asîmanî pêşkêş bikim. Ev mînak, birceke gilover a ji kevir û heriyê ye ku bilindahiya wê mêtre û nîvek e û firehiya wê bi qasî mêtreyekê ye; ev birc li ser lûtkeya çiyayekî li rojavayê bajarê min Silêmaniyê[4] hatiye avakirin.
Di beşa jorîn a dîwarê vê bircê de bi awayekî nerêkûpêk nêzîkî şêst qul hatibûn vekirin. Melayê gundekî ku navê çiyê li wî kiribûn -ez ê niha vegerim ser vê mijarê- di destpêka meha dawî ya salê û paşê jî di destpêk û dawiya meha yekem a salê de, bi rêya du qulikên ku li hemberî hev bûn, ew şewqa yekem a heyvê dipîva. Li gorî vê yekê, destpêk û dawiya dema rojîgirtinê[5] ji pêş ve diyar dikir. Ji ber ku çavên vî kalî êdî lawaz bibûn, wî bi xwe, di dema ciwaniya min de -ev bû nêzî çarîyek sedsal berê- gelek caran min rêberî dikir ku em cihê heyva nû ya zirav bibînin; lewma min jî ji wan qulikan re dinêrî.
Ev çiya û gund bi navê Giļazarda[6] têne naskirin. Ev nav di nivîsên Vladimir Minorsky de, bi awayekî ne tam rast, wekî Gilzarda derbas dibe. Minorsky vî navî wekî navê zincîreyekê çiyayan li nêzîkî Silêmaniyê qeyd kiriye û guhertineke din jî wekî Dārmāzāla (forma rasttir: Dārmāzaļa) kiriye. Lêbelê, ev forma dawî navê beşeke din a heman zincîreya çiyayan e.
Peyva kurmancî ya ji bo cihê çavdêriya stêrkan ruwãnga ye. Nifûsa xwecih dizanibû, avahiya ku me behsa wê kir, ji aliyê zanyarê kurd Şêx Hesenê Giļazarda ve, ji bo çavdêriyên stêrnasiyê hatiye avakirin. Gora wî jî li ser çiyê bû.
Giļazarda gelek berhem nivîsîne, di nav wan de Rasāʾil al-qulüb jî heye. Ew di nîvê duyemîn ê sedsala 18an a zayînê de jiyaye û di sala 1175an a hicrî de (1175 h.) wefat kiriye.
Nameya ku Nadir Şah bo wî şandiye, cihê xwe di pirtûkekê di nav kurdan de naskirî de girtiye, lê ev pirtûk heta niha tenê wekî destnivîs hatiye parastin, nehatiye çapkirin. Navê wê pirtûkê Hefta Husên Nazim e; bi kurdî jê re Defteraka-î H. N. tê gotin.
Bermahiyên çavdêrxaneya Giļazarda di dema şerê neh-salî yê li Kurdistana Iraqê de (11ê Îlona 1961an heta 11ê Adara 1970an), di encama êrîşên bombeyî yên hêza hewayî ya Iraqê de, bi tevahî hatin hilweşandin û bi erdê re bûn yek.
II
Di berdewamiya vê nivîsê de em ê hewl bidin ku peywîra astronomik a vê avahiyê li gorî agahiyên jorîn şîrove bikin. Berî her tiştî, divê bê gotin ku bêguman ev silîndîra kevirî bi rastî ji bo çavdêriyên astronomîk dihat bikaranîn. Li asîmanê êvarê yê aliyê rojava, cara pêşîn piştî heyva nû (meha nû), kewana heyvê ya ku dîsa xuya dibû dihat çavdêrîkirin û li gorî vê yekê destpêka Remezanê an jî cejnê dihat diyarkirin. Li gorî pêdiviyên olî, dive heyva nû (heyvik) di esmane sayî yî êvarê de bê çavdêrîkirin, lewma jî çiyayek wekî cihê çavdêriyê hatiye hilbijartin. Ji vê lûtkeya bilind a çavdêriyê ve, xeta asoyê ji aliyê çiya û girên derdorê ve bi tenê hindikekî bilindtir dibe; ji ber vê yekê, aso heya dereceyekî vekirî û best xuya dike. Lêbelê, divê bê hesibandin ku xeta asoyê heta radeyekê pêlpêlî lê nizm e.
Nêzî heya cihê çav dibîne, di dîwarê stûnî yê avahiyê de, nêzîkî 60 qul hatibûn vekirin. Di avahiyekê de ku fonksiyona wê ya stêrnasiyê heye, nerêkûpêkiya di rêzkirina van qulan de, dibe ku ecêb xuya bike. Lê dema mirov bala xwe dide pîvanên dora silîndê (çawirdora wê 1 m 0,3 m), divê neyê bîrkirin ku ji bona her qulikê cihekî nêzikî 5 cm heye. Dîwarek bi vî awayî, ku bi gelek qulan û her qul d bi navberên pir teng hatiye vekirin, îstiqrar û hêza xwe bi awayekî berbiçav winda dike. Ji ber vê yekê, gengaz e ku avahî bi taybetî li vê beşê di nav demê de zirar dîtibe. Bi vî awayî, dibe ku rêzkirina ku di destpêkê de rêkûpêktir bû, ji ber hilweşîn û xerabûna avahiyê êdî nayê dîtin.
Her wiha, pêlbûn û nizmbûna xeta asoyê bêguman bandora xwe li ser awayê çêkirina rêza qulan jî dike. Ji tiştên ku heta niha hatin ravekirin, diyar dibe ku avahiya stûnî ya gilover, wekî amûreke goşeyî ji bo pîvandina azîmûtan (azimut) kar dikir. Di dewrên qedîm de, vê amûrê ji bo çavdêriya stêrnasiyê peywireke asayî bi cih dianî ku xetên asoyê wekî nîşaneyên pîvanê bên bikaranîn. Di heman demê de, vê amûrê li ser objektîvbûna pîvanê bandor dikir. Mezinahiya goşeya vê amûra pîvandina azîmûtê 6° bû (360°/60). Ev di heman demê de nirxa herî mezin a qada dîtinê bû ku mirov dikaribû dema ku ji nav qulan dinêrî bi dest bixe.
Ji bona ku em bikaribin hinekî zelaltir rave bikin gelo ev amûra sade ya bi kêrî pîvandina goşeyan dihat, çawa ji bo dîtina dîrokên olî dihate bikaranîn, divê em hinekî kûrtir hûrguliyên tevgera heyvê rave bikin. Ji bo cihêkî ku firehiya erdnîgariya wî wekî ya çiyayê Giļazarda ye, goşeya azîmûta ku avabûna heyvê dipîve, dikare bi nêzîkî 72° biguhere. Di nav qada asoyê ya bi vî rengî fireh de, dîtina heyva nû ya zirav a ku nêzî asoyê ye, bi ewlehiya ku ji bo pêkanîna ayîn û rêûresmên olî pêwîst e, dê pir dijwar be. Divê li vir neyê jibîrkirin ku heyva nû di cihê xwe de nasekine; berevajî vê yekê, piştî demeke kurt ew dikeve nav tebeqeyên hewayê yên nêzî asoyê ku ronahiyê dihewînin, û piştî wê jî rasterast diçe binê asoyê.
Lêbelê, dikare azîmûta heyva nû bi awayekî berbiçav were sînorkirin, heke em ji vê rastiyê sûd werbigirin ku azîmûtên rojavabûna rojê û yên heyva nû ya ku ji dû re wê pir nêzîk dişopîne, tu carî ji hev pir dûr nakevin. Heyva nû herî zû 22 saetan piştî nûbûna astronomîkî ya heyvê dikare were dîtin. Lêbelê, rojekê piştî wê -ango piştî 46 saetan- ew ê yekser were dîtin. Heke em navîngeha 34 saetan wekî bingeh bigirin, hesabkirina rêça tevgera heyvê û rojê nîşan dide ku cudahiya di navbera azîmûtên rojavabûna van her du gewherên ezmanî de tu carî ji 15° zêdetir nebe. Ji ber vê yekê, heke azîmûta rojavabûna rojê bi rêya coteke qul di dîwarê stûneyê de were destnîşankirin, wê hingê divê heyv di arasteyekê de ku ji her du aliyan ve bi ±3 qul (±18°) li dora arasteya hatî destnîşankirin digire, xuya bibe.
Lêbelê, qada azîmûta heyva nû ya yekem dikare hê jî bêtir were tengkirin. Lewre, heke mirov cudahiya azîmûtê ya di navbera roj û heyvê de ji meha borî bizane, dikare bi guhertineke biçûk, heman nirxê ji bo meha niha jî bi kar bîne.
Ev guhertina di cudahiya azîmûtê de di 50% ji hemû rewşan de ji 3° kêmtir e û tenê di rewşên kêm de digihîje du qatên vê nirxê.

Wêne I: Rewşa roj û heyvê li asoyê rojava, demeke kurt piştî nûbûna heyvê. Cudahiya azîmûtê (ΔA) di navbera roj û heyvê de, ji mehekê heta meha din, bi 3° diguhere (Ji aliyê Schlosser ve hatiye sêwirandin).
Wêneyê yekem rewşa astronomîk a roj û heyvê piştî demeke kurt ji nûbûna heyvê nîşan dide.
Cudahiya goşeyê (cudahiya di navbera qulan de) ya azîmûtên rojavabûna roj û heyvê, di yekem car xuyabûna heyvê de, ji meha borî ve tê zanîn. Heke nûbûna heyvê pêk hatibe û niha divê heyva nû xuya bibe, wê hingê diyarkirina arasteya wê hêsan e. Ji bo vê yekê, pêşî cihê rojavabûna rojê diyar dikin û dûv re cudahiya azîmûtê ya ji meha borî tê zanîn li ser wê zêde dikin. Bi rêya coteke qul ku bi vî awayî hatiye destnîşankirin, di piraniya rewşan de divê heyv yekser were dîtin; lê di her rewşê de, divê mirov bikaribe wê di qulikên bircan de jî bibîne.

Wêne II: Rewşa roj û heyva nû di dema du mehên li pey hev de nîşan dide (Ji aliyê Schlosser ve hatiye sêwirandin).
Lêkolîneke hûrtir a tevgera heyvê dibe ku sînorên xuyabûna wê hê jî tengtir bike. Lê di wê rewşê de, bandorên hewayê û faktorên din ên wekî wan roleke serdest dilîzin û nahêlin ku ew rastbûna zêdetir a çavdêriyê bibe tiştekî bikêrhatî.
Di dawiyê de, divê were gotin ku bêguman stûneke bi vî rengî ne tenê ji bo diyarkirina cihê xuyabûna heyva nû ya yekem tê bikaranîn, lê ji bo gelek pirsgirêkên din ên astronomîk û salnameyî jî dikare were bikaranîn. Demên rawestana rojê (solstîs) dikarin bi awayekî ewle bên destnîşankirin. Her wiha, derketin û rojavabûna stêrkan jî dikarin bi karanîna heman qulan bên çavdêrîkirin.
Plana avahîya stasyona çavdêriyê û helwesta roj û heyvê ku dema di heyama du mehên li pey hev de ji stûna dîwêr re dinêre.

Wêne III: Ji nû ve avakirina dîwarê stûnî ji bo çavdêriya heyva nû ya yekem piştî nûbûna heyvê (Ji aliyê W. Johnke ve hatiye xêzkirin).
Têbinî:
Almaniya nivîsê: "Ein kurdisches Mond-Observatorium aus neuerer Zeit"
Çavkanî: Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft, Cild 122 (1972), rr. 140- 144
Weşan: Harrassowitz Verlag
URL: https://www.jstor.org/stable/43370436
[1] Beşa I. ya ku danasîn û dîrokê ji aliyê Nebez ve hatiye nivîsandin, beşa II. ya ku li ser astronomiyê ye, ji aliyê Schlosser ve hatiye nivîsandin.
[2] Wolfgang Lentz û Wolfhard Schlosser: Persepolis – beşdarîyek ji bo diyarkirina fonksiyonê. Di: XVII. Roja Orientalîstên Alman, Würzburg 1968. Gotarên pêşkêşkirî. Beşa 3. Wiesbaden 1969. (ZDMG, Pêvek 1), r. 957–983. Niha herwiha binêre: Lentz, Schlosser û Gropp: Persepolis – beşdarîyên din ji bo diyarkirina fonksiyonê. Di: ZDMG 121 (1972), r. 254.
[3] Lentz û Schlosser (binêre têbîniya berê), 1969, r. 982.
[4] Ji bo veguhestina kurdî bi tîpên latînî, binêre Nebez: Kurdische Schriftsprache. Eine Chrestomathie moderner Texte. Hamburg 1969, r. 12 û yên pê ve; herwiha li jêr, têbîniya 6-ê binêre.
[5] Di vê derbarê de, binêre gotara «Hilāl» a Josef Schacht di weşana nûkirî ya Encyclopaedia of Islam de, cildê 3., Leiden 1971, r. 379.
[6] Suleymania. Di: Ensîklopediya Îslamê, cildê 4., Leiden 1934, r. 581–584.
Şîrove (0)
Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.