Rojane

Hûn Çi Dikin Bi Tirkî?

Fexriya Adsay · 17 tebax 2026

Mezinahî
Parve bike

Em ketine dewraneke wiha ku îcab dike em careke din li pey xwe vegerin û binêrin ka me di kû de xelet kiriye. Bi gotineke din, dem dema mihasebeyên kûr e ji gelek aliyan ve. Mihasebe û rûbirûbûna bi xwe re tenê dikare me pêş ve bibe; çiqas zêde û xurt be ewqas baş e herhal. Heta ji min tê nivîs, podcast an videoyên taxa me kurdan dişopînim, çi bi yên bir tirkî çi yên bi kurdî. Bi min, di vê dewra kritîk de, meseleya zimên an meseleya bikaranîn/nebikaranîna zimanê kurdî û pirsgirêkên ji ber vê, nexasim di qada xwendin û nivîsandinê de, dîsa û wek hertim di bin siya siyasetê de dimîne. Li ber rojeva siyasî ya dagirtî behsa ser zimên dîsa “luks” an wek hûrgilî an mijareke mînor tê dîtin ku vêga ne wexta wê ye, “ka vêga bila ew bimîne, belkî piştî “şoreşê” dor were ser!”

Ev meseleya mijûliya bi kurdî re jî dîrokek wê heye; belkî em bibêjin tekerureke dîrokî, wê rasttir be. Celadet Ali Bedirxan jî, xwediyê yekemîn kovara xwerû kurmancî Hawarê, belkî yekem kes bû ku bi israr li ser emilandina kurdî sekinî û îro bûye qibleyek ji bo me (kurdên kurdîxwende), piştî ku hêviya xwe ji siyasetê birî, êdî şertên siyasetkirinê nemabû, berê xwe dabû meseleya zimên. Ji bo nifşê kurdên politîk ên ji salên 1960î ve jî ziman bû meseleyeke talî, taloqkirî. Ji bo qadroyên siyasî yên salên 1980 jî zimanê kurdî ne di rojevê de bû; erê, bi saya têkoşîna wan qedexeyên li ser zimanê kurdî peyderpey rabûn, lê ev jî ji dekorasyoneke çavgirtinê û amrazbûnê wêdetir neçû ji bo wan. Siyaseta “biratî”yê ya ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê nehişt kurdî di siyasetê de ciyê xwe bigre. Di qada edebiyat û weşangeriyê de riyek vebûbe jî, rewşa îro em lê sekinîne diyar dike bê zimanê ji siyaseteke neteweyî bêpar an siyaseta bêkurdî dikare çiqas pêş ve biçe. Çendek berê min nivîskarekî ku 31 salan di girtîgehê de maye, hê salek neqediyabû ku derketiye, nas kir û li tecrubeyên wî yên xwendin û nivîsandina kurdî yên di girtîgehê de guhdarî kir ku di destpêkê de ev hewldanên wî/wan çiqas bêqîmet hatine dîtin.[1] Bi rastî jî, ji bilî xebatên hin çalakgerên dilsoz ên zimanê kurdî û derdoreke teng ku li ser zimanê kurdî hûr bûn, ku mîna wehayeke li nav çolê xuya kirin (lê wan jî siyaseta tirkî an siyaseta bêkurdî zêde ji xwe re nekirin derd), ji bo qadroyên siyasî zimanê kurdî demekê tenê amrazeke kêrhatî bû, vêga ew jî nema…

Dibe ku hêviyek wisa jî çêbibe, çawa ku Celadet piştî têkçûneke siyasî xebatên xwe yî ser kurdî geş kiribe, piştî vê têkçûna siyasî jî bêtir kes zimanê kurdî derxin pêş an xwe li kurdî bigrin. Lê him şertên vêga û rewşa vêga pir cuda ye ji sed sal berê ku ev dikare wek avantaj jî wek dezavantaj jî bê dîtin. Lê ger ev hêvî rast derkeve jî, ev ê vê nîşanî me bide ku em dîsa derengmayî ne û wê bibe tekerureke din lê ji tunebûnê çêtir be. Em ê bi encamên siyaseta tirkî ya şêst salên dawî re rû bi rû ne vêga. Cehd û xebata zimanî ya bêyî hêzeke siyasî ya neteweyî heta kûderê biçe nizanim. Gelo tevgereke mîna Vejînê ya xwedî ruhekî neteweyî dikare heta kû biçe? Çiqas xurt bibe û bi kû ve biçe? Dibe ku tevgerên sivîl ên mîna vê zêde bibin? An ev têkçûna dawî hemû hêviyan jî bi xwe re têk bibe? Dewlet û birokratên Ocalan wê li ser kîjan astengan li hev bikin vê carê? Bi nêrîna min, hêvî dikare ji xwe re ciyekî bibîne ku tê de careke din zîl bide, çiqas mezin dibe nabe ew girêdayî şertên herêmê û cihanê ye jî, lê ew şert her çi bin, çiqas baş bin jî, daxwaz, îrade, israr û hewldanek me tunebe, şertên guncav wê careke din di ber me re derbas bibe biçin.

***

Celadet dema dest bi nivîsandina kurdî kir, li ber wî elfabeyek jî tunebû, elfabeya xwe bi xwe çêkir. Li bajarê Şamê, li nav ereban, ji xwînerên xwe dûr dikaribû çiqasî bi serkeve ewqas bi serket. Îro bi dehan weşanxane, bi hezaran kovar û kitêbên me, qadên dijîtal ên cûrbicûr hene ku kurdî bi riya wan ji xwe re li riyekê digere. Lê pirsgirêkek “piçûk” heye ku kurdî ji rojeva piraniya mezin a kurdan (li Bakur) derketiye/derdikeve. Ev dewra em tê de ne ku têra xwe dînamîk e ji aliyê rexneyan -derengmayî bin jî- û nirxandinan, dîsa sethî dimîne û li dor qewimînên rojane diçe tê; mîna dewrên berê dîsa ji mijarên gewre û aciliyetên demkî dor nayê ser meseleyên bingehîn. Helbet, ne ku tenê dor nayê ser zimên, dor nayê ser meseleyên din ên bingehîn jî; rexne û nirxandin nikarin ji çarçoveya pratîk û gotinên yek rêxistinê û yek zilamî derkevin; ne rojevek din peyda dibe ne çarçoveya rexne û nirxandinan firehtir dibe ku herî zêde vêga divê me em bidîta. Zehmet xuya dike ku ew cazibeya kurterêyan û riyên hêsan dîsa me bibe ser riyên şaş.

***

Lê ez ê jî di vê nivîsê de zêde kûr neçim û xwe bi meseleya xwendin û nivîsandina bi kurdî sînordar bikim. Dema bala xwe didim qada me kurdan a gişteyî û herî zêde dengên tirkî ber guh û çavê min dikevin, enerjiya min dikeve û dibêjim deja vû, tiştekî nû tuneye û ev nabe mijara nîqaşê jî. A rast, carna ew nîqaşên salên piştî 2010an (pêştir jî hebû lê min van salan xwe bêtir wek parçeyek ji wê dît) tê bîra min û xweziya xwe pê tînim. Nîqaşek herareta wê zêde û motîvasyona wê bilind bû. Niha, nexasim di qada nivîsê de, ji nîqaşên (carna jî şer) xwe yî bi derdora xwe re hîs dikim ku ew hêviya ku kurdî bikaribe bibe zimanê me yî hevpar nemaye, ger hêviyek hebe jî ne hêja ye mirov xwe pê biwestîne û piranî dixwaze jê dûr bisekine û li bendê kesên din vê bike.

Di nîqaşan de çend sedem ku bi wan nivîsandin an axaftina tirkî ya li hember raya giştî tê meşrûkirin. Yek ji van ev e: dixwazim rexne/nêrîn/gotina min bigihêje muxatabên xwe. Muxatabên min kurd in lê kurd bi kurdî naxwînin/guhdarî nakin, heta êdî bi kurdî nizanin. Dema min û Îbrehîm Xelîl Baran hev nas kir, min ew rexne lê kiribû ku çima bi tirkî dinivîse. Sedema wî ev bû û lê zêde dikir, ka bi riya xebatên xwe yî kurdî ez dikarim xitabî çend kesan bikim, bandora min çiqas e… Dizanim ji deh salan zêdetir e ku Baran bêtir bi riya medyaya civakî bandor li gelek kesan kiriye; helbet mirov nikare asta bandorê bipîve lê em dizanin ku nivîsên wî pir dihatin xwendin, videoyên wî baş tên temaşekirin. Derbarê her rojevê de nêrînên wî hene û dikare van bi awayekî bi rêk û pêk neqlî xwîner/guhdarên xwe bike. Îro dema em li encamê dinêrin, rexne, şîrove û nirxandinên Baran ên tirkî yên derbarê siyaseta PKKê, rê li ber encama îro negirt, lê îro tirkî li nav derdorên antî-PKK jî, neteweperwer jî, antî-kolonyalîst jî bûye zimanê serdest û her diçe xurttir dibe. Baran, ger ew helwesta xwe bi kurdî îfade kiribûya jî encama siyasî wê dîsa ev bûya lê qet nebe prestîja kurdî wê xurttir nebûya gelo?

Mînakeke van demên dawî, Behrûz Şucayî û Kemal Silêmanî ye ku digel ku rojhilatî ne bi tirkî dipeyivin bi me re, çi bi riya platormên medyaya civakî çi bi nivîs û vîdeoyên xwe. Sala çû kitêba wan jî bi tirkî derket.[2] Berî çend salan Kovara Kürd Araştırmaları pê re bi tirkî hevpeyvîneke dîtbarî kiribû, min jî aciziya îfade jê re îfade kiribû ku çima tercîh dike bi me re bi tirkî bipeyive. Çend sal berî wê bernameyê, min gotarên wî ji îngilîzî wergerandibûn bo kurdî û wek kitêb derketibû ji Weşanxaneya Peywendê.[3] Wî dixwest ew kitêb jî bi tirkî be, min nexwestibû bikim tirkî û ne bê dilê wî be jî kurdî derketibû. Hênceta Soleimani jî ew bû ku li Bakur kurd ne bi kurdî dipeyivin ne jî dixwînin, bi gotineke din ti hêviya wî ji kurdî tunebû li Bakur, diyar e vêga jî wisa ye. A rast, Silêmanî, ji gava ku min ew nas kiriye, wek kurdekî ji qada akademiyayê hêvî daye min û rojhilatîbûna wî jî ez kêfxweş kirime ku bi kurdekî ji parçeyekî din re piranî em mîna hev difikirin. Ji ber vê hêvîdarbûna min û rojhilatîbûna wî, tirkiya wî ji ya bakuriyan gelekî zêdetir min aciz dike.

Behrûz Şucayî jî, min pêşî bi xebatên wî yî li ser zimên, rexne û nirxandinên wî yî li ser rewşa kurdî ya li Bakur nas kiriye û ji aliyê zimanî û siyasî xwe nêzîkî wî dîtiye. Min ji wî nepirsiye lê bawer dikim ew jî mîna Silêmanî difikire ku divê gelê kurd ê bakurî pir acil dengê wan bibihîze ku rastiyê bibînin; kurdî nikare vê peywirê bîne cî. Ji bo min nêrînên wan çiqas giring be jî, ewqas jî hêviya min dişkînin ku di wê tirkiya wan de tenê hêz û hegemonyaya tirkî û hêza dewleta tirk a li ser me dibînim; fikir jî nêrîn jî bêqîmet dibin li ber çavê min.

Dîsa biraderekî din î rojhilatî bû çend car lînka nivîsên xwe yî tirkî dişîne ji min re. Cara dawî hew min dikaribû bixwe û min xwest nêrîna xwe jê re bibêjim ku “dema dibînim kesekî ji parçeyekî din bi tirkî dinivîse îmana min diçe.” Bertekek wisa da ku qet ne li bendê bûm û ez bi dîktatorbûnê (gelek kes vê dibêje, êdî bûye tiştekî normal ji bo min) sûcdar kir û got, heqê min tuneye li dijî tirkînûsiya wî derkevim, heta ji min xwest ez lêborîna xwe jê bixwazim… Sedema tirkînûsiya wî jî ew bû ku ehlên DEM partiyî ji ber ku bi kurdî naxwînin, wê rexneyên wî jî nizanibin. Em bakurî li bendê ne rojhilatî werin bir tirkî rastiyê ji me re bibêjin an ehlê DEM partiyî ger nivîsên tirkî yên nivîskarê rojhilatî bixwînin ew ê bi carekê vê ji xewa xwe ya kûr hişyar bibin!!

Yanê, ew gotina Baran deh sal berê ji bo Bakur gotibû, vêga ewqas ciyê xwe girtiye ku îjar divê em bi rojhilatiyan re jî nîqaşa ‘tirkî an kurdî?’ bikin. Ev min pir ditirsîne û rewşa welatên afrîkî tîne bîra min ku piştî wê kolonyalîzma wehşî û xedar, îro zimanê kolonyalîstên wan bûye zimanê wan î hevpar, mecbûr mane ji ber ku dikarin ancax bi zimanê wan li hev bikin; em dizanin rewşa wan a îro bêtir wek neo-kolonyalîzm tê pênasekirin ku tê de para zimên jî ne kêm e, wek ku Ngugi Wa Thiong’o teswîr kiriye.[4] Gelo rojekê zimanê me yî hevpar ê navbera me bakurî, başûrî û rojhilatî, heta bi rojavayiyan jî nebe tirkî?! Wa li Efrînê ala tirkan li ba dibe; Başûr Tirkiyeyê wek birayê mezin dibîne an xwe mecbûr dibîne bibîne; xwendeyên rojhilatî hin bi me re bi tirkî dipeyivin hinek jê jî li hemberî me PKKê diparêzin, em şerê vê jî dikin bi wan re. Welhasil, dîsa riya me ne ti rê ye.

***

Sedema duyemîn jî ew e ku, nexasim yên lêkolîner vê dibêjin, dixwazin tirk jî nivîs û lêkolînên wan bixwînin û ew jî hin tiştên li ser me hîn bibin da ku ji wê nezaniya xwe û pêşdarazên xwe yî hemberî me xilas bibin. Bêbiryar dimînim ka gelo herî zêde ji kîjanê hêrs dibim, a pêşî an ev? Bi min ev hêncet zêde ferqa wê tuneye ji wê siyaseta ku dibêje “em ê tirkan û tirkiyeyê bikin demokrat.” Tabî, mirov nikare tam bizanibe ka gelo kî çiqas samimî ye di vê bersiva xwe de; gelo vê tenê wek amrazeke meşrûkirinê bikartînin an bi rastî jî bawer dikin ku tekane mesele nezaniya tirkan e, ger ew rastiyê ji me hîn bibin, wê fikir, siyaset an helwesta xwe ya li dijî me biguherînin, heta li me werin rehmê û ew hîyerarşiya serdest-bindestbûnê jî hilweşe. Bi min herdu jî ji rastiyê dûr in û tenê ji me dixwin. Ji bo vê jî Kadri Yıldırımê gorbihuşt wek mînak bidim. Mamoste Qedrî ku, ligel gelek xebatên xwe, li nav raya giştî herî zêde wek mudirê înstîtuya zimanên zindî ya zanîngeha Mêrdînê hat naskirin, tercîh dikir ku kitêbên xwe bi tirkî binivîse. Min rexne li wî jî girtibû ku çima bi kurdî nanivîse. Bersiva wî ew bû ku dixwaze tirk jî bixwînin û hîn bibin. Çend tirkan kitêbên wî xwendin û tiştne jê hîn bûn nebûn, em ê nikaribin vê tesbît bikin lê em dizanin ku, di encamê de, îro tirk an dewleta wan hewl didin bi qeydên zexmtir, sofistîketir me bi xwe ve girê bidin, bêyî ku tawizeke pir piçûk jî bidin. Îjar Mamoste Qedrî kitêbên xwe bi kurdî nivîsandibûya, wê ji bo zimanê me ne kêrhatîtir bûya gelo?

An mirov dixwaze bipirse ji xwediyê vê hêncetê re, gelo motivasyona we ya ji bo lêkolînên li ser kurdan çi ye? Gelo ev tenê karek e ku hûn pê jiyana xwe derbas dikin? Lêkolînên li ser kurdan ji bo we tenê ew mijar e ku pê ji xwe re pozisyon an kariyerekê ava dikin li nav civakê? Gelo motivasyona lêkolînên kurdî û lêkolînên ser zimanê latînî wek hev in? Ji aliyê motivasyonê ti cudahî tuneye di navbera wan de? An ew xebatên bi îdealên mezin dest pê dikin jî dawiya dawî li dîwarê realîteyê dikevin û nabe qulek di dîwêr de bê vekirin? …

***

Sedema sêyemîn kurdînenivîsandinê jî ew e ku di halêhazir de tercîha zimanî ti giringiya wê nemaye, ji ber ku pergala kolonyalîzmê textê xwe di nav mejiyê me de çikandiye; zimanê me kurdî jî be, hiş û mantiqa me bi tirkî ye; em xwe ji zimanê tirkî bişon jî em ê nikarin xwe ji ruhê tirkî yê di me de geriyaye xilas bibin. Baş e, ev jî nêrînek e û hêja ye mirov li ser bisekine. Mixabin, ev ji herdu sedemên pêşî gelekî kûrtir û hêvîşikênertir e û hizneke bêdawî çêdike bi xwe re. Zîra, ji me re îma dike ku riya xilasiyê nemaye; em her çi bikin keda me hewante ye; pir pir em bibin mîna wan welatên afrîkî ku Ngugi Wa Thiong’o piştî serxwebûnê hewl da şerekî din bide destpêkirin, Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingeriyê. Ew welatên afrîkî yên zimanê wan îngilizî an fransî dikare ji me re bibin model? (A rast, ev model bixwe jî têra xwe dûrî me ye, ev tiştekî din e). An ger riya me bi wir ve diçe, divê em serê xwe li ser vegera ji wê riyê neêşînin? Derdê me ne ew e ku em riyekê vekin? An teslîmî “realîte”yê bibin? Realîte tiştekî wisa ye ku hertim li derveyî îradeya me pêk tê gelo? Qet nabe para me jî têkeve çêbûn/guhertina realîteyê? Realîte mîna tehtekî hişk e ku nahêle tiştek bikaribe lê nifûz bike, şiklê wê biguhere? Ez dibêjim, realîte tiştekî wisa be an rewşa em tê de ewqas bêhêvî be, em (xemxûrên kurd û Kurdistanê) çi dikin? Em hewante xwe nawestînin? An gelo ev ji me re bûye awayekî jiyanê an sedema hebûna me û çavê xwe jê re digrin? Bi rastî, ew qudreta min tuneye îsbat bikim ku berevajiya vê hêncetê rast e. Bi min, xwediyê wê jî nikarin îsbat bike ku ev rastiyeke qethî ye. Em her yek ancax dikarin bidin dû dil û wijdana xwe û guh bidin dengê dilê xwe.

Li aliyê din, ev pirs jî serê xwe radike: gelo ev hênceta dawî bi rastî jî ji ber bêhêvîtiyeke kûr e an tenê yek ji riyên reva ji zehmetiyan (tiştekî me hêsan tuneye) û cazîbeya hêsaniyê ye? Herdu jî însanî ne û qet xerîb nayên ji me re, lêbelê ji vir şûnde nîqaş ber bi aliyekî cuda ve diçe ku bila ew vêga bimîne.

Dixwazim bi giştî ji xwediyên hersê sedeman jî bipirsim, gelo texeyula we ya Kurdistanê tiştekî çawa ye? Li gor we siberoja kurdbûnê wê çawa be an hûn dil dikin çawa be? Siyaset û rewşenbîriyeke bêkurdî wê me heta kû bibe? Çawa bibe? Dizanim kes wê nebûna kurdî neparêze. Ma kurdî hertim wê tiştekî wisa be ku ji kurdên din bê payîn? Helbet muxatabên vê nivîsê kesên xwedî helwesteke siyasî ne ku loma ev pirs jî giring e ku siyaset ne temîrkirin e jî, ne înşakirin e jî? Nexasim siyaseta neteweyî ne ew e ku tiştên di civakê de hatine xirakirin, tehrîbkirin rake ser piyan, wan temîr bike? Encamên tehrîbata li ser zimanê me û berterefkirina wan divê ne karê siyasetê be? Siyaset û rewşenbîriya bêkurdî tenê wan tehrîbatan kûrtir nake? Hûn, nivîskar û bîrewerên xemxurê kurd û Kurdistanê, vê nekin karê xwe kî yê bike ji bo me? Yên ji xeynî we? An eger gûn bibêjin, na êdî tiştekî bê kirin tuneye, ewçax siyaseta kurdî (ya kurdan) wê çawa erka xwe bîne cî? Miraq dikim ka li ser van pirsan çi dibêjin.

***

Bawer dikim, kesên mîna min ên dixwazin di kurdî de israr bikin niha gelek caran vê pirsê ji xwe dikin. Ez çi dikim? Ez bixwe pirs dikim. Gelo ez pir serhişk im (serhişkî jî yek ji wan rexneyan e ku li min tê kirin lê hin kes jî ji ber kubariya xwe dibêjin “radîkal”) û dixwazim bi awayekî korane di gotina xwe de israr bikim? Belkî jî. Belkî jî ji me re serhişkî jî lazim be, nizanim. Tişta dizanim, naxwazim “realîte”yê qebûl bikim; dixwazim di wî dîwarê hişk de qulikan vekim, vêga ev min rihet dike. Nikarim bawer bikim ku bi tirkî jî em ê bikaribin bigihêjin armanca xwe; ger ez bizanibim kurdî jî ne xilasî ye, qet nebe bila têkçûna min bi kurdî be.

Kurdî jixwe nayê xwendin, îjar nivîsên dirêj tew nayên xwendin; a baş ez li vir qut bikim. Hêvî dikim keseke/î din ji vir rahêje û bidomîne.

Têbinî

[1] Xwezî xebateke taybet bihata kirin li ser tecrubeyên xwendin û nivîsandina di girtîgehan de. Lê ew girtiyên 31 yek salan di girtîgehê de mane, vêga li derve jî ne azad in ku bikaribin bê tirs û teredud bi rihetî behsa tecrubeyên xwe bikin.

[2] Kamal Soleimani-Behrooz Shojai, Kürtlerin Devletsizlik Paradoksu, Öcalan’ın Konfederalizm ve Türkiyelileşme Stratejileri, Doz, 2025.

[3] Kamal Soleimani, Îslam, Îslamîzm, Dewlet û Neteweperweriya Kurdî, wer. F. Adsay, Peywend, 2018, Stenbol.

[4] Ngugî Wa Thiong’o, Rizgarkirina Hiş Ji Mêtingeriyê, wer. F.Adsay, weş. Lîs, 2019, Diyarbekir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din