Sakîne Cansiz
Nayê bîra min, cara pêşî min kengî navê Sakîne Cansiz bihîstiye, lê helbet tê bîra min ku min navê wê pêşî bi berxwedêrî, xîret û wêrekiya wê ya li zindana Diyarbekirê bihîstiye û ricif ketiye canê min li hember wê helwesta wê ya serhildêr. Dema li nav bîra xwe digerim, derheq jiyana wê ya piştî zindanê tiştek tuneye di bîra min de. Valahiyek heye heta kuştina wê ya 9ê Çileya 2013yan a li Parîsê, wek ku navdarbûna wê li zindanê mabe û jiyana wê ya li derve ne ewqas balkêş be.
Piştî kuştina wê, di medyaya rêxistina wê, PKKê û ya tirkan de jî, jiyana wê ya li zindanê, wêrekî û serhildêriya wê ya li hember wê wehşet û barbariyê, nexasim li hemberî Esat Oktay Yıldıranê hov (amîrê zindana Diyarbekirê), careke din hat behskirin. Ne şaş bim, behsa jiyana wê ya piştî zindanê, ya li derve nedihat kirin. Axir, baş e ku, em tenê marûzî pesnên medyaya PKKê, sazî û peyrewên wê neman. An na me yê nedîta ew vîdeoya [1] ku tê de li hember Ocalan mîna zarokeke tirsonek sekiniye û bi dengekî qutifî dipeyive. Ev çi bû!? Li kû mabû ew Sakîneya asî!? Ew jina ku zindanên wehşî yên Tirkiyeyê nikaribûn serê wê bitewînin, li hember Ocalan çima ketibû vî halî? Ji wê demê ve ye, kengî navê wê derbas bibe, vê pirsê dipirsim.
***
Di 2014 û 2015yan de bîranînên wê [2] hatin weşandin lê piştî ku min ew vîdeo dîtibû qet ji dilê min nedihat wan bixwînim. Ma Sakîneyeke li hember Ocalan ketibe wê rewşê dikaribû çi binivîse?! Ta ku ji bo xebatekê min xwe dabû xwendina bîranînan û li ber destê min tiştek nemabû min nexwendiye, min dest avêt bîranînên wê jî. A rast, êdî, hez bikim nekim, min bîranînên jineke ewqas navdar nexwenda nedibû. Ew her çawa bin, divê min ew bixwendina.
Di destpêka xwendinê de, vê carê pirseke din serê xwe rakir. Çima ev bîranîn heta wê demê (2014) nehatine çapkirin? Ne di pêşgotinên du qomîserên rêxistinê, Ferda Çetîn û Muzaffer Ayata de ne jî di pêşgotina wê bixwe de em bersiva vê pirsê dibînin. Çetîn û Ayata tenê di ferhenga pesindanê de çi hebe, ew giş li dû hev rêz kirine. Weşanxaneyê jî hewce nedîtiye an nexwestiye ji me re îzehekê bike. Hê dema mirov li dawiya cilda yekem dinêre, dibîne bê kengî hatine nivîsîn: Sibat, Adar, Nîsan, 1996, Zap, yanê hivdeh sal berî kuştina wê. Mirov bala xwe bide çi, pirseke giringtir serê xwe radike. Sal 1996, Sakîne hê 38 salî ye. Ma kê di 38 saliya xwe de bîranîn nivîsandine û bi ser de, di nav şer de, di wê sala ku şerê PKKê hê pir xurt bû û di wan mehên biharê, Adar û Nîsanê de? Em dizanin bi giştî di mehên biharê de şer hertim xurttir dibû wan salan. Şervanek bîranînên wê çiqas giring bin jî, çawa bi xwe re dibîne di şikeftekê de rûne û 1130 rûpelan binivîse? Jineke mîna Sakîne ku birçiya kar, xebat û şer e. Di nav rûpelan de mirov dibîne bê ji zaroktiya xwe ve çiqas jêhatî ye û nizane betilandin çi ye, nizane/nikare ji kar û xebatê bireve, bêhêvîbûn qet tuneye. Ez pêşî difikirîm, dibe ku rêxistinê xwestibe, digel her tiştî, bîranînên şervaneke xwe ya navdar wek sermiyana propagandayê biemilîne û loma teşwîq kiribin ku binivîse.
Di Cilda Duyem de ku derheq salên wê yî girtîgehê û ya herî dirêj, 500 rûpel e, tenê pêşgotina weşanxaneyê heye, lê ew jî tenê çiqas pesin hebe, wan li dû hev rêz dike. Di dawiya vê cildê de em nabînin ka ev kengî hatiye nivîsandin. Li gor mantiqek besît, divê piştî Nîsana 1996an be. Cilda Sêyem jî divê piştî Cilda Duyem be helbet. Lê na. Cilda Sêyem di Çileya 1996an de qediyaye! Ger ev ne xeletiyeke teknîk be, çima Cilda Sêyem pêşî hatiye nivîsandin? A rast, îhtimal heye ku xeletiyeke teknîk be û ew Çile, Çileya 1997an be, nizanim. Ji ber ku hê di hevokên pêşî yên kitêbê de xeletiyeke mezin heye. Pêşî dibêje, Tarih 26 Aralık 1990’ı gösteriyordu. Dûre dibêje, Ve 26 Mayıs 1990’da Çanakkale zindanından çıkarak özgürlüğüme kavuştum. [3] Ecêb e ku xeletiyeke ewqas beloq bala amadekaran nekişandiye. Sakîne di tarîxeke ewqas giring de çawa xeletîyek ewqas beloq kiriye? An mesele tiştekî din e, dibe ku dema amadekariya çapkirinê zêde midaxele kiribin û hin tişt li nav hev ketibin, nizanim. Gelo mimkun e ku piştî hivdeh salan qet midaxele nehatibe kirin û wek xwe hatibin çapkirin?! Em hêvî bikin ew roj were ku destnivîsên wê derkevin holê û yek wan û halê çapkirî bide ber hev, ger nehatibin tunekirin.
***
Ji bo Cilda Sêyem jî, qomîserekî din ê rêxistinê Fuat Kav pêşgotinek nivîsandiye bi serenava Sakine için birkaç söz [4]. Ev pêşgotin ji yên din cuda ye; tevî pesindanê, nirxandinekê dike li ser salên wê yî piştî zindanê. Ji gotinên wî, mirov bi rihetî fam dike bê ew salên wê ji xeyalên wê çiqas dûr bûne û bi birrek pirsgirêkan re rû bi rû maye; di destpêkê de, serê wan jî êşandiye û li wir jî li ber xwe daye, lê em encamê dizanin. Helbet, em ji wî jî hîn nabin bê ev bîranîn çima di nav şer de di emrekî ewqas ciwan de hatine nivîsandin û piştî hivdeh salan, piştî mirina wê hatine çapkirin. Ji pêşgotina wê ya ji bo cilda yekem diyar dibe ku hemû xebata wê ya li ser van bîranînan di Cotmeha 1997an de li mala Ocalan diqede. Tê famkirin ku dema di 1998an de diçe Ewropayê, bîranîn li wir dimînin.
Ji pêşgotina wê ya ji bo Cilda Sêyem jî em fam dikin, li nav rêxistinê jî têra xwe şer kiriye, wê zor li wan kiriye, wan jî zor li wê kirine (hem zorladım, hem de zorlandım. Cild III, r. 16). Dawiya dawî li xwe vegeriyaye, xwe rexne kiriye, kêmasiyên xwe tesbît kirine û ew xistine ser riya xweşikbûna şerê apoyî. Li aliyê din, me hişyar dike ku ev ne temama bîranînên wê ye û bi awayekî pir giştî û qebe hatine nivîsandin, wek ku bibêje, “ev bîranîn ne hertişt in, bi van naqede, li gor van biryar nedin.” Ev hest min dibe epîgrafa destpêka Cilda Yekem; jêgirtineke ji Orianna Fallaci ye. Nizanim ka gelo wê xwe di van gotinan dîtiye û li destpêka bîranînên xwe daniye an weşanxaneyê di van gotinan de ew dîtiye û lê zêde kirine. Fallaci dibêje: […] Piştî mirina te, dema min xuyanga te bi mozaîkê ji nû ve çêdikir, lê hay bûm ku maneyek hebûye di her hereketa te, her berteka te de ku min û kesên din hevnegirtî (tutarsız) didîtin. (Çavkanî tuneye. F.A.).
***
Ji herdu pêşgotinan jî diyar dibe ku Cilda Sêyem (230 rûpel) ciyê wê cuda ye lê vêga em vê deynin aliyekî û vegerin destpêkê, Cilda Yekem. Wek ku dikare bê texmînkirin, ev Cild (400 rûpel) bi zaroktiya wê dest pê dike, bi sosyalîzasyon û politîzasyona wê dom dike, tê heta girtina xwe ya ji aliyê hêzên dewleta tirk a di Gulana 1979an de li Elezîzê. Ji bo min ev beşê jiyana wê ewqas giring û dewlemend e ku behsa aliyekê wê bikim, ez ê neheqî li aliyên din bikim û nirxandineke bi tevahî jî nakeve nav sînorên vê nivîsê. Mirov dikare kitêbeke sax li ser vê beşa jiyana wê binivîse an nivîsên ji hev cihê yên li ser aliyên cihê yên vê beşa jiyana wê binivîsîne. Di vir de ewqas hûrgiliyên taybet, malzemeyên balkêş û giring hene ku her nivîs an xebata li ser wê serdemê, dîroka me ya nêzîk û siyaseta me ku ji van bîranînan îstifade nekiribe, wê kêm bimîne. A din, ger sansur, oto-sansur hebe ku, wê bê dîtin, ne mimkun e tunebe, ev herî kêm di vê cildê de ye bi ya min.
Cilda Duyem (500 rûpel) wan salên wê (yanzdeh û nîv) yên zindanê dihewîne lê ji wan kitêbên din ên behsa jiyana hepsê dikin cuda ye. Ew Sakîneya ku bi wehşeta zindanan û berxwedana wê ya li hemberî wê wehşetê di hişê me de cî girtiye çima behsa wan nake? Çima bêtir behsa wê wehşeta marûz maye nake? Tişta pêşî tê bîra mirov ew e ku nivîsandina wê wehşetê divê ne karekî hêsan be, nexasim ji bo jineke Ciwan; di pêşgotinê de vê jî dibêje. Tenê car bi car dema pir hewce dike behsa lêdaneke bi dest, cop û pehînan dike. Ne behsa xwarinan dike, ne behsa wan şertên berbad ên fizikî dike. Ne behsa kuçikê Esat Yıldıran, teknîkên wî yên taybet ên îşkenceyê dike ne behsa gardiyanên wî yên bêrehm dike. Ne jî behsa wê zilm û wehşeta dema hevdîtina bi merivên xwe re dike…
Le behsa çi dike? Pir zêde behsa kesan dike. Behsa wan kesan dike ku nikaribû li ber xwe bidin û teslîm bûbûn. Behsa parêzerê xwe (Hüseyin Yıldırım) dike. Pir zêde behsa hevalên xwe yî jin dike û karakterê wan tehlîl dike, helbet ew mêrên ku dikaribû bi wan re bide bistîne an haya wê jê çêdibû jî. Danûstendin û diyalogên wan ên di navbera xwe de û di nav şertên zindanê de rêbazên van danûstendin û diyalogan têra xwe cî digre. Û helbet danûstendin û têkiliyên wan ên bi derve re, bi rêxistinê re. Sê teşebisên firarkirinê: pêşî li Malatyayê (1980) ew bi serê firar dike lê di heman rojê de tê girtin; teşebisa firara ji 5 No’ya Diyarbekirê û tunela ku di roja kuştina Esat Oktay (22ê Cotmeha 1988) de tê dîtin ji aliyê hêzên dewletê; teşebisa wê ya firarê ya ji zindana Amasyayê. Têkiliyên wan ên bi merivên girtiyan re û birêxistinkirina wan û pirsgirêkên vê jî mijareke din e ku giringî dayê, herwiha grevên birçîbûnê û nîqaşên wan ên navxweyî yên li ser wan û encamên grevan; xwekuştinên PKKyiyan yên ji ber wehşeta zindanê; diyalog û nîqaşên wan ên bi îdareya zindanê re; çözümlemeyên tê de xwe dinirxînin û rexneya xwe dikin, hevdu dinirxînin û rexne dikin; raporên ku ji rêxistina derve re dişînin û nîqaşên li dor rapor û çözümlemeyan; bûyerên siyasî yên li derve diqewimin; hêviyên wê û sedaqata wê ya bo rêxistinê û Ocalan…
Ev meseleyên qal dike, malzemeyên têra xwe giring in û mirov ji xwendina wan aciz nabe, her dixwaze bêtir bixwîne. Lê dîsa jî, behsa têkiliyên wê yên evînî bûn ku herî zêde bala min kişand û bi miraqeke zêdetir xwend. Mirov miraq dike bê ji bo jineke şoreşger, serhildêr û berxwedêr gelo evîn çi bû an di zindanê de evîn çi bû, çawa bû? Herdu têkiliyên xwe jî ewqas bi hûrgilî ji me re behs dike ku mirov ecêbmayî dimîne (kî dizane tiştên behs nake çiqas zêde ne!) ji ber ku di bîranînan de em kêm caran rastî hûrgiliyên şexsî tên; ya din, bîranînên şoreşgereke ewqas îdealîst û evîn! Divê ev bê diyarkirin ku ew ti carî peyva “evîn/aşk” bi kar nîne, eh ji bo şoreşgerekê ewqas jî zêde ye herhal, dibêje mirov di dilê xwe de. Ew wek hezkirin/sevgi bi nav dike vê hestê.
Ji ber van têkiliyên xwe yî evînî ye ku qet naxwaze wê sala 1988an bi bîr bîne; dixwaze ew sal ji bîra wê biteqize biçe; dibêje xwezî ew sal qet nejiyaba lê, em paşê hîn dibin, ev behseke mecbûrî ye. A pêşî bi Hamilî (Yıldırım) [5] re ye. Dema di 1979an de li Elezîzê tê girtin, Hamilî û jina xwe Ayten [6] jî bi wê re ne. Ayten zû tê berdan lê dûre li Entabê dîsa tê girtin û tînin zindana Diyarbekirê; dîsa zêde namîne di zindanê de û xwe digihêne rêxistinê, diçe Sûriyeyê. Piştî serpêhatiyeke pir trajîk di 1987an de xebera kuştina wê tê ji Hamilî re. Ew herdu jî dêrsimî ne. Meger Hamilî deh sal e ku dilê wî di Sakîne de bûye lê qet pê nedaye xuyakirin; piştî kuştina Aytenê wê hêzê di xwe de dibîne ku dilê xwe ji Sakîneyê re veke. Sakîne, wek jineke şoreşger û xwedî-doz pir dirêj îzeh dike ku çima çawa teklîfa wî qebûl kiriye. Piştî demekê (em nizanin çiqas lê ne dirêj e, her tişt di nav salekê de diqede) Hamilî jê hêrs dibe û têkiliyê diqedîne. Paşê Mehmet Şener dikeve dewrê û wê qaneh dike ku bersiveke erênî bidê hestên wî yên evînî; qaneh dibe lê haya wê ji bayê felekê tuneye ku ev têkilî wê çi bîne serê wê. Di 1988an de herdu jî di rêvebiriya zindanê de ne, yanê pozisyona wan û giraniya wan a di nav rêxistinê de wekhev e; bi vê minasebetê derfet çêdibe bêtir hev bibînin û bipeyivin. “Tam jî têkiliyeke xebatê (mirov li bendê ye “û evînê” lê zêde bike lê na!) ya ez lê digeriyam” (r.407) dibêje Sakîne.
Şener di 1989an de tehliye dibe. Piştî ku Şener xwe digihêne Bekaayê û nameyên wî yên erênî tên, gihîştiye rêxistinê. Sakîne gustîlekê dike tiliya xwe, yanê êdî ji têkiliyê bawer e, ew ê bidomîne û fermiyetekê dide têkiliya xwe. Fera gustîlê jî dide kesekî din ku bide Şener. Em nizanin ka ew gustîl ket tiliya Şener an na, bi îhtimaleke mezin na. Dema bi erênî behsa têkiliya xwe bi Şener re dike, her tim behsa diya wî Salîha (Şener) jî dike, lê pir bi neyênî. Mirov aciz dibe û fam nake bê çima ewqas bi neyênî behsa dayikeke kezebşewitî dike.
***
Li vir divê kevanekê vekim û behsa du têkiliyên wê yên berî zindanê bikim. Sakîne di zaroktiya xwe di karê malê de pir jêhatî ye an mîna gelek qîzên mezin ên malê mecbûr e alîkariya diya xwe bike û dike, keçeke biaqil e jî. Bi gotineke din, tam “kevaniya mala” ye, loma derdor pir zû çav berdidinê. Dema hê li dor 15 salî ye, bavê wê dixwaze wê bide lawê pismamekî xwe, Baqî. Lê diya wê zaltir derdikeve, nahêle bide Baqî; wê didin lawê cîranên xwe, Metîn. Bi awayekî fermî bi Metîn re dibin dergîstî. Metîn li Enqereyê zanîngehê dixwîne; elaqeya wî bi şoreşgeriyê re tuneye. Pir kêm derfeta hevdîtinê çêdibe; hewl didin bi riya nameyan hev nas bikin. Ne şaş bim, sala 1975an e (ew salê nabêje) ku diya wê pênc zarokên xwe yî din jî dispêre Sakîneya zarok û diçe Almanyayê cem bavê wan î karker. Çi dibe wê salê dibe. Sakîne Şoreşgerên Kurdistanê (navê wan î berî avabûna PKKê) nas dike û her diçe ji siberojeke wek “kevaniya mala” û dibistanê dûr dikeve; di 1976an de ji malê direve, diçe Enqereyê. Têkiliya xwe ya bi Metîn re diqedîne. Li wir nikare zêde bimîne, diçe Izmîrê ku Baqiyê di nav tevgera Kurtuluşê [7] de jî lê ye. Baqî li vir dev jê bernade, li dora wê diçe tê heta ku wê qaneh dike. Ji bo Sakîne tekane astengiya li ber wan ew e ku rêxistinên wan cuda ye. Sakîne ji Baqî dixwaze dev ji rêxistina xwe berde, tevlî koma wan bibe; Baqî bersiveke qethî nade, xumamî dihêle… Sakîne bi hêvî ye ku ew ê tevlî wan bibe û axir, bi awayekî fermî dizewicin. Dema Sakîne dikeve zindanê paşnavê wê Polat e, Sakîne Polat. A rast, berî ku têkeve zindanê, ji ber ku dibîne Baqî wê dev ji rêxistina xwe bernede û bi vî hawî nabe, dixwaze bi temamî jê veqete û doza hevberdanê vedike lê hê bi encam nebûye. Nabêje ka kengî bi encam bû doza hevberdanê.
***
Em vegerin Cilda Sêyem. Piştî ku azad dibe demekê li Ewropayê û Stenbolê dimîne, tê Diyarbekirê jî; tam kîjan meh û rojê diçe Şamê û paşê diçe Bekaayê ne diyar e, divê dawiya bihar an destpêka havîna 1991ê be. Heta niha nizane ku Şener ji rêxistinê reviyaye. Pêşî li Şamê li mala Ocalan dimîne; Ocalan wê li odeya kitêbxaneyê dide razandin û ewraqên kongreya çaremîn, [8] rapor û çözümlemeyan dide ber ku bixwîne. Bi wê xwendinê re hîn dibe ku Şener reviyaye û şoq dibe helbet; bi girî tê ba Ocalan. Herçiqas şoreşgereke xurt be jî, dawiya dawî însan e jî; ev giriyê wê dûre di aleyhê wê de dibe yek ji delîlan a nêzîkatiya wê ya bi Şener re. Çiqas hewl bide îzeh bike ku ew girî ne ji ber evîndariya wê lê ji ber “xiyanet”a wî ye jî gotin fêde nake. Ew demxeya herî giran dixwe ku Şener ew bi kar aniye û ji bo “xiyanet”a xwe kiriye amûr, ji xwe re hestên wê bi kar aniye… Ji bo Sakîne girantirîn gotin, heqaret û tawanbarkirin ew e ku ew wek bêîrade, bêaqil bê dîtin û ew gumana ku hatiye bikaranîn ji aliyê kesên din. Êdî ew Sakîneya ku bi xeyalên mezin çûbû Bekaayê, gumanên xurt hene li ser û her tim di bin kontrolê de ye û her mecbûr dimîne xwe îsbat bike… Hamilî carekê jê re gotibû, “ger ez berî te biçim çiyayên Kurdistanê, ez ê bibim general û top bavêjim ji bo pêşwazîkirina te.” Ew xeyal jixwe têk çûbû, ne li benda avêtina topên kêfê bû lê qet nebe topên ji êgir bi ser de nebariyana. Hers û hêvîşikestîbûna wê tê wê radeyê ku carekê dibêje “xwezî derneketima ji zindanê”!
Yek ji îsbatên sedaqata wê ya bo rêxistinê ew e ku nameyeke (r.84-85) Şener a di 15ê Tabaxa 1991ê de dikeve destê wê, dibe dide Ocalan. Bi talîmata wî bersivê dide nameyê û dibêje, “[…] Vê dewrê li vir im… dewra pêşiya me wê min bişînin Cizîr an Qamişloyê. Ewçax em hev bibînin, bipeyivin. […]” (r. 90). Em nizanin ka ev name ket destê Şener û ji van gotinan bawer kir an nekir, lê em dizanin ku Şener di Îlona 1991ê [9] de li Qamisloyê bi tevkariya îstixbarata Sûriyeyê tê kuştin. Lêbelê ev jî îsbat nake ku dilê wê ne bi Şener re ye… Ew ne bes e, tirsa ji ber Şener ewqas mezin e ku kî li rêxistinê mixalefet bike an rexneyeke piçûk jî bike, ew bi Şener re (bi awayekî neyekser bi Sakîne re) tê têkildarkirin û têgeha şenerleşme/şenerbûn tê îcadkirin. Di 1995an de endamekî rêxistinê (Zûhat) ku ew jî berê di zindanê de maye, li Ewropayê ji rêxistinê direve û şenerleşme an şirîkatiya bi Şener dîsa dikeve rojevê û navê Sakîne dîsa derbas dibe. Diyar e Sakîne hê jî xwe îsbat nekiriye û, bi ser de, êdî qala Sara Sorunu/pirsigirêka Sara (navê wê yî li nav rêxistinê) tê kirin. Bi gotineke din ji dêvla ku ji sedaqata wê bê bawerkirin, têgehên nû tên îcadkirin li ser wê û rêbazên nû yên tecrîdkirin, kontrolkirin, pasifkirinê jî dikevin dewrê.
Piştî reva Zûhat Civîna Sêyemîn a Navendê ya Berfirehkirî pêk tê; bawer dikim ev civîna ku roj û meha wê ji me re nabêje, berê hatibûye plankirin. Divê ber bi dawiya sala 1995an be. Bêguman reva Zûhat û têkiliya vê ya muhtemel (danışıklıdır herhalde/bi hev re dişêwirin herhal, dibêje Ocalan) a bi meseleya Şener, û Sakîne re, özeleştiri/xwerexnekirin û zindan kişiliği/kesayeta zindanê dîsa tê rojevê di civînê de. Roja dawî Ocalan careke din bi riya telefonê tevlî civînê dibe û peywirên nû belav dike. Peywira xebatên edebiyatê dide Sakîne. A rast, ev talîmat e, talîmata ku Sakîne rûne û xwe binivîse (r.179), tiştekî din neke, bi kesî re nede nestîne, bi gotineke din talîmata tecrîdkirina wê ye. Heta nivîsandina rojnivîskê [10] jî lê tê qedexekirin. Îjar girêk vedibe! Tê famkirin ku çi çima hatiye nivîsandin an nenivîsandin. Û bersiva gelek pirsan bi carekê ve peyda dibin. Ev surprîz bû ji bo min û hê di rûpela 1079an de vê hîn dibim, yanê ger xwînerek ji xwendinê biweste an aciz bibe an ji ber sedemeke din di rûpela 1078an de dev ji xwendinê berde, wê nizanibe Sakîne çawa dest bi nivîsandinê kiriye!
Ne li bendê bûm bi talîmateke wisa, bi vî awayî hatibin nivîsandin ev bîranîn. Min berê li ser bîranînên wê tiştek nexwendibû û nebihîstibû, ji xeynî meseleya sansurê. Diyar e yên qala sansurê dikirin, ev bîranîn nexwendine û ji ber xwe wisa gotine. Ji ber ku ev tiştekî ji sansurkirinê gelekî wêdetir e. Ali Haydar Kaytan (Sakîne wek “F…” behsa wî dike) ku gardiyaniya wê dike, bi nezaket talîmat dide ku di nav çarçoveya ku wan diyar kiriye û bi perspektîfa wan binivîse (r. 182). Dema weşanê dibe ku qet midaxele nebûbe jî, ji ber ku 17 sal berê ev di bin kontrolê de hatine nivîsandin û ne mimkun bû tiştne ji van zêdetir hatibe nivîsandin. Ger tiştekî ne di cîh de nivîsandibûya, jixwe ew heta sala 2013yan li heyatê nedima herhal. Lê dîsa jî li gor şertên piştî hivdeh salan dibe ku tiştne hatibe derxistin an zêdekirin.
Di 1995an de, yanê dema jê re talîmata nivîsandinê tê, Sakîne hê 37 salî ye. Di 37 saliya xwe de tê bîra kê bîranînên xwe binivîse?! Ew ewqas aşkere nabêje lê em dikarin texmîn bikin ku şoq bûye dema ev talîmat bihîstiye. Têra xwe behsa bêdiliya xwe ya nivîsandinê dike, serî li xwe digerîne heta dest bi nivîsandinê dike. Dema Kaytan û yên din her tim wê teşwîq dikin ku êdî dest pê bike, Sakîne ji bo vê dibêje, “Ka bisekinin, ez hê îroya xwe nejiyame!” (r.189) Lê riyeke ku bikaribê pê de bireve tuneye êdî.
***
Vêga baştir tê famkirin ku Sakîne di pêşgotinê de çima dibêje, “Dema min nivîsand, çûm rojên berê. Lê min nexwest zor bidim tiştan û wan li îro adapte bikim.” (r.15) Mirov hîs dike ku Sakîne her dizane ku Ocalan û qomîserên din ên rêxistinê, û xwîner wê bi guman bixwînin van bîranînan. Wek ku ji Ocalan û yên din re bibêje “Êdî bes e, ji min bawer bikin, haya min ji Şener tunebû çi dike!”, ji xwîner re jî dibêje, “Nebêjin qey hema Ocalan çi xwestiye min ew nivîsandiye!”
Bi ya min, digel ku wê bîranînên xwe bi talîmat û li gor riwange û çarçoveya rêxistinê nivîsandine jî, em nikarin wan deynin aliyekî an bi yekcar bêqîmet bikin. Nexasim Cilda Sêyem (dikaribû zimanekî pir tûj/hişk ê rêxistinê bi kar bîne), digel bêtir li ser nîqaşên navxweyî û rêxistinê ye, Sakîne, digel her tiştî, bi tevahî bi zimanê rêxistinê an Ocalan napeyive. Em di nav rûpelan de hemû wan pirsgirêkên pergala li nav rêxistinê hatiye avakirin/tê avakirin, nixumandî bin jî, dibînin, nerazîbûna xwe nîşan dide. Baş tê dîtin ku Sakîne herçiqas teslîmî rêxistinê bûbe jî, nayê wê maneyê ku ew pirsgirêkan nabîne an ew pergal bi tevahî qebûl kiriye, dahurandiye. Tenê yek pirsgirêk heye, Ocalan ji hemû rexneyan azade ye, önderlik/başkan/serok/serokatî ji hemû kêmasî û xeletiyan azade ye! Hema hema ti ferqa wî tuneye ji pêxemberekî, ewqas pak derketiye ji qelema Sakîne. Ne zehmet e mirov fam bike ku nêrîna Sakîne bixwe ne ev e. Ev “pakkirina Ocalan” sîgortaya wê ye. Jineke mîna Sakîne ne mimkun e meseleyê fam neke. Şener carekê li zindanê jê re gotibû, “Mirov nikare li hemberî te derewan bike; tu mîna ziyaretekê yî, mîna mabedekê yî ku xiristiyan li gunehên xwe mikur tên.” (Cild II, r. 375) Ji ber ku Sakîne him şefaf û rastgo ye him ê hemberî xwe baş fam dike, tehlîl dike. Tişta Ocalan û rêxistina wî dixwaze bike, hilweşandina wê ziyaretê, wê mabedê ye. Bi wî halê xwe, di wan şertan de Sakîne dîsa jî gelek tiştan dibêje ji me re.
Lêbelê, li vir divê vegerim ser wê vîdeoya ku di destpêkê de min behs kiribû. Ewçax mesele çi ye ku Sakîne ketiye wî halî? Ev pirs vêga bêtir heq dike ku em li ser bisekinin, bi dorfirehî li ser bifikirin û ev pirs: Çima heta dawiya emrê xwe bi PKKê re ma? Çima ew jî wek Selim Çürükkaya û yên din nereviya? Qet nebe piştî ku Ocalan hat girtin çima ji wan veneqetiya? Ew Sakîneya mîna ziyaret û mabedê ku kesî nikaribû li ber derewan bike, emrê xwe yî dawî çawa bi derewan derbas kir?
***
Selîm Çurukkaya [11] ku wê ji nêzîk ve nas dike, dibêje, Sakîne di destpêkê de nikare qebûl bike û ragire wan tiştên diqewimin lê stratejîk tevnagere. Carekê dixwaze têkeve greva birçîbûnê, carekê behsa xwekuştinê dike lê dawiya dawî teslîm dibe. Bi nêrîna wî, di wê salê de (1991) ku PKK êdî gihiştibû girseyên mezin û lûtkeya hêza xwe, Sakîne didît ku wê nikaribe ti kesî qaneh bike ku ne “xayin” e; piştî ewqas berdêlên giran, ew ê bi carekê ve ji dîroka partiyê bihata derxistin an wek “xayin” têketa nav rûpelên dîrokê. Ev ji bo Sakîne tiştekî pir giran bû. Meseleya “xayîn”bûnê pir giran e ji bo wê; çend caran binxêz dike û dibêje ku ew ê nehêle gotina “xayin” bi dû wê keve. Ya din, kengî gotina “fedakirin”ê biemilîne wê jî binxêz dike, sedema tercîhkirina tiştekî û fedakirina ya din her tim muhtacî îzehê ye ji bo wê. Li vir jî wê dîsa tiştne “feda” kiriye ku heysiyeta xwe xilas bike, nebe “xayin”. Bi baweriya min, ev êdî bûye nêrîneke giştî û qebûldîtî. Heta radeyekê nêrîneke maqûl e ev, ji ber ku em îro jî li derdora xwe dibînin bê çiqas zehmet e ji bo gelek kesên nav/nêzîkî rêxistinê ku helwesteke radîkal nîşan bidin.
Û meseleya bedeldayinê. Bedelên ji bo armancekê tên dayin, encama hêviyên mezin, xîret û heysiyeta mirov bixwe ye jî, lê dibe ku carina li mirov bibin bar jî, dibin jî. Dibe ku ew bedel û hêviyên mezin rojekê bibin asteng ku rastî bên dîtin û qebûlkirin jî, rê nedin an rê bigrin li ber helwesteke radîkal. Em mînakên vê îro jî nabînin li derdora xwe? Lê dîsa jî ev herdu sedem bi tevahî rewşa wê îzeh nakin bi min an min têr nakin. Divê tiştekî din jî hebe. Belkî jî ez dixwazim tiştekî din hebe, nizanim.
Bêşansiyeke Sakîne ew e ku dema diçe Şam û Bekaayê, hê berî ku ew bixwe li dora xwe binêre, nas bike, çavdêrî bike, bi xwe bigihêje encamekê, ji nişka ve bi meseleya Mehmet Şener re rû bi rû dimîne û barana îtham, guman û tawanbakirinan bi carekê ve bi ser de dibare. Alerjiya Ocalan a bo kevnezîndaniyan tê zanîn. Ne ji Şener bûya jî, Ocalan wê bi awayekî bela xwe li wê bidaya an ew ê marûzî wê alerjiyê wî bimaya û wê zehmet bûya ku bertekekê nede. Lê ji niha şûn ve çi bibêje çi rexne bike an çi helwesteke mixalîf nîşan bide, bi meseleya Şener re tê têkildarkirin an wê bê têkildarkirin.
Bûyereke ku haya wê jê tuneye, bi şirîkatiya wê tê îthamkirin, a rast, ji îthama şirîkatiyê xirabtir e; şirîkatî heysiyetek wê, giraniyek wê heye, mirovê berbehs wek kirdeyek ji kirdeyan dibîne. Lê Ocalan tiştekî xirabtir dike û dibêje, Şener ew bi kar aniye, ew ji bo armanca xwe/xiyaneta xwe kiriye amûr, pê lîstiye, ji zeaf û hestên wê yên jinbûna îstifade kiriye hwd. Bi van gotinan rismekî Sakîne yê bêîrade, bêaqil, leyistoka mêrekî, yanê Şener derdikeve holê. Ji bo wê Sakîneya ku wek jinekê her carê kirdebûna xwe, faîlbûna xwe, îradeya xwe, biryarên xwe derdixe pêş an binxêz dike, ev risim ji bo wê pir zêde ye. Wan salan û salên berî wan ji bo jinekê ne hêsan bû şexsiyeteke serbixwe ava bike û wê bide domandin, hê jî ne hêsan e. Dibe ku hilweşandina vê şexsiyetê girantir bû ji bo Sakîne. Bi nêrîna min, Sakîne hîs kir ku, piştî wê saetê, ger li hemberî rêxistinê derkeve, wê hetahetayê navê wê ji bin siya navê Şener dernekeve; siya navê Şener wê her tim li ser wê be. Ger meseleya Şener neqewimîbûya, li derveyî wê meseleyê û Şener wê bi çavê xwe ew xeletî û pirsgirêk tesbît bikirana/bidîtina, dibe ku bikaribûya xwe çêtir îfade bike, bikaribûya wê hêz û motivasyonê di xwe de bibîne ku helwesteke radîkal nîşan bide, derkeve derveyî rêxistinê, ji xwe re jiyaneke din ava bike an li riyeke din bigere. Ji ber ku wê siya kesekî din ne li ser bûya, ew ê bixwe kirde/faîl/aktor bûya an wisa bihata dîtin, ne leyistok/amûra kesekî din/zilamekî. Bi min, ev xal jî ji bo Sakîne girîng bû, belkî giringtir jî bû ji xalên din. Encam? Heta ku hewl dide di bin siya Şener de nemîne, di wê esnayê de ew ziyaret/mabed hêdî hêdî hildiweşe, dikeve bin barana talîmat, ferman û derewên Ocalan û dîktatoriya wî… Trajediya Sakîne Cansiz jî ev e.
Nîşe
[1] Vêga ew video peyda nabe li ser internetê.
[2] Sakine Cansız, Hep Kavgaydı Yaşamım I [Hertim Şer Bû Jiyana Min], weş. Aram, Adara 2014, Stenbol; Hep Kavgaydı Yaşamım II, weş. Aram, Îlona 2014, Stenbol; Hep Kavgaydı Yaşamım III, weş. Aram, Gulana 2015, Stenbol.
[3] “Tarîx 26ê Kanûna 1990î bû.” “Û 26ê Gulana 1990î de, ji zindana Çanakaleyê derxetim, azad bûm.” Bi qasî ku ji tevahiya naverokê fam dikim, tarîxa yekem, 26ê Kanûna 1990î divê ya rast be.
[4] Ji bo Sakîne çend gotin.
[5] Serpêhatiya Hamili Yıldırım jî pir balkêş e; bi serê xwe dikare bibe mijara çendîn roman û filman. Ji bo agahiyên li ser Hamili Yıldırım, bnr.: Selim Çürükkaya, Hamili Yıldırım dosyası: https://share.google/ZFdfAciplNLYGzifM; Öcalan ile fotoğrafta kimler yer alıyor? https://www.rudaw.net/turkish/categories/turkey/883337; Yıldıray Oğur, İmralı fotoğrafında hiç atanamamış bir öğretmen… https://serbestiyet.com/yazarlar/imrali-fotografinda-hic-atanamamis-bir-ogretmen-198438/.
[6] Sakîne derheq aqûbeta Aytenê tiştekî nabêje û mirov miraq dike ka çi hatiye serê Aytenê. Agahiyên vir ji van çavkaniyan hatine girtin: Selim Çürükkaya, Hamili Yıldırım dosyası: https://share.google/ZFdfAciplNLYGzifM; PKK yi Kimler kurdu? https://madiya.net/dizi-yazilar/pkk-yi-kimler-kurdu-3/.
[7] Halkın Kurtuluşu (bi kurdî, Rizgariya Gel) rêxistineke marksîst-lenînîst a li ser xeta Çîn û Albaniyayê bû ku di 1976an de li dor kovara Halkın Kurtuluşu birêxistin bûne.
[8] Meseleya Mehmet Şener bi vê kongreyê diteqe. Ji bo bêtir agahî bnr.: https://www.nesra.org/kurumlasma-kongresi-ve-mehmet-sener-olayi/; PKK’NİN ÖTEKİ TARİHİ- Mehmet Şener’in Ölüm Yıldönümü https://www.youtube.com/live/_5JXrO32-38?si=LE1BP9csM_dqKEnZ û https://www.youtube.com/live/nQy1IxcMEvs?si=EgLzxGtASZipNvJl.
[9] Sakîne roj nade, dibêje meha Îlonê bû, lê çavkaniyên din, nexasim hevalê wî yî ji rêxistina Vejînê, Sarı Baran (Baranê Dêrsimî) dibêje 1ê Mijdara 1991ê bû kuştina wî. Ji bo vê û agahiyên bêtir li ser Mehmet Şener bnr.: PKK’NİN ÖTEKİ TARİHİ- Mehmet Şener’in Ölüm Yıldönümü https://www.youtube.com/live/_5JXrO32-38?si=LE1BP9csM_dqKEnZ û https://www.youtube.com/live/nQy1IxcMEvs?si=EgLzxGtASZipNvJl.
[10] Gelo çi bû ew rojnivîskên ku Sakîne heta wê rojê nivîsandibûn? Hemû ew nivîs û raporên ji zindanê dişandin, ew li kû ne? Em ê bikaribin rojekê van bibînin? Dema PKKê xwe fesih kir, arşîva xwe çi kir gelo?
[11] Bnr. jêrenota 8.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.