Rojane

Neteweperwerî, Optîmîzma Xirab û 40 Sal

Oxir Încaz · 28 tebax 2026

Mezinahî
Parve bike

Li ser mijara vê nivîsê çend roj in ku difikirim. Ji ber ku karê min ê rojane jî dîsîplîneke wisa daye min, her nivîs û hetta gotinên xwe li gor planên bi rojan didome dinivîsim û dibêjim. Ji ber ku, jixwe ez ji bo muşterîyên xwe rapor û analîzên bi gotinên mezin, bi zimanê îngilîzî dinivîsîm ku ew di rêvebirina kar û şîrketên xwe de na ji van gotinan sûdê digrin; min dixwest ez xwe bispêrim zimanê kurdî yê xweş û kubar ku ew ê dilê min nerm bike û ruhê min pak bike; û mijareke soft binivîsim.

Lê dîsa nebû. Mijarên soft li me nayê heyran. Nermbûn li me nayê. Em nikarin nerm bin. Heqqet, di zimanê me da ji bo lawikên hinekî nazik, ne hişk an jî gey, bi şiklê pejoratîf “nermik” tê gotin. Yanê, zimanê me jî bernade ku em rojeke jî ji hişkbûyinê, xwe azad bikin û li kêfa xwe binêrin.

Hinekî li ser platforma Xê digeriyam. Ew hesaba min a fake e ku tenê rastîya kurdan tîne ber min. Tabî, hewa li ba min xweş e, hûnik e, hetta ew çend rojin baran jî dibare û pelên deryayê merî mest dike lê rojev bêheddê xwe germ e. Ez wek kurdekî tu bedel ji bo “dozê” nedaye, tu car neketiye nav siyasetê, tu merîyê wî nehatiye kuştin; li ber laptopa xwe rûniştime û ji xwe ra “siyaseta kurdan” temaşe dikim. Îronî ji hêlek din, mafê her kesê ku xwe aîdê vê neteweya xwe dibîne, û xwe wekî kurd bi nav dike heye ku rexne li siyasetê bigre. Ew siyasete ku bandor li ser hemû jiyana me dike. Dibe ku çend kes bibêjin “Ma te xwe avêtiye Ewropayê, tu ciwanekî zengîn î, gelek welatên din digerî, û kêfa xwe dinêrî; çi bandorê neyênî li ser jiyana te kiriye ew “siyaseta kurdî?” Heqet çima? Yanê çima ez wekî ciwanek kurd ku jiyanê ji hêla refahê di asteke baş da dijî, xwe bi doza kurdî ve elaqeder dike, dev jî neteweperweriya kurdî bernade? Belkî bi hêsanî dikarim bêjim ku sedema bingehîn ji bo min aîdîyet e. Helbet ez xwedîyê netewerperwerîya îdeolojîk im jî lê herî dawî da çi tişt -biçûk yan mezin- di derheqê kurdan da biqewime, ez eleqaya xwe didim ser wî tiştî.

Çend sernûçeyên ku malper nîşanê min dida wisa bûn: Meseleya ku rojevê dadigre helbet qanûna çarçoveyê yan bi navê wî ya fermî, Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Yekîtiya Neteweyî û Yekbûna Civakî bû. Û parçeyek din a welatê me, êrîşên ereban li ser kurdan li rojavayê Kurdistanê ku ew erd êdî ji dewra Hafiz Esed xurttir bû SÛRIYE. Ser da jî, wekî tu derdê me tunebe, meleyek kurd ji Banê ku li ser êzidiyan gotinên qirêj û bêedeb dike ket rojeva me.

***

Berê werim sernûçeya qanûna nû ya li ser teslîmbûyina PKKê, dixwazim li ser ew du nûçeyên din çend gotinan bibêjim.

Ereban êrîş birin ser kurdên ku dixwestin vegerin li ser mal û milkên xwe yên li Serêkanîyê. Erebeyên wan sekinandin, kevir avêtin, lê dan û hovîtîya xwe nîşan dan. Ger te qet ev nûçe yan jî dîmenên li ser vê nûçeyê nedîtibe, xem nake. Ew dîmen ne ji dîmenên din kêmtir tund û xirabtir bû. Kurd dîsa têra xwe kotek û lêdan xwarin û hatin pîckirin. Li ser rûyê erdê, tu xelkek tuneye ku wekî kurdan herroj lêdan xwaribe û tecawizê can û mal û milkên wan hatibe kirin. Wexta ku kurdên me yên bêkes û bêxwedî lêdan dixwarin, çîna siyaseta kurdî çi dikir? Xanimek heye li parlementoya Komara Sûriyeyê yê Ereb, her roj ji mîkrofona Rûdawê ra qise dike û behsa lixwekirina cil û bergên kurdî li parlementoyê dike. Çi serkeftinek e ne wisa? Jineke kurd di parlementoya ereban de kincê kurdî bi serbilindî lixwe dike û ereb jî nikarin tiştekî bêjin(!) ereb çiqas bêhêz in ya Xwedê(!) Yek li Hesekeyê bûye walî/parêzger û bajêr bi rê ve dibe(!) ya din jî bûye cîgirê Wezîrê Parastinê ya hikûmeta Sûrî ya ereb. Kurd lêdanê dixwin, tên tecawizkirin, nikarin vegerin ser malên xwe na… lê dev jê berde. Binêre, îro min fîstana rengê sor û mor li xwe kiriye, çawa ye, te eciband?

Di 15ê tebaxê da min li ser ANHAyê nûçeyek li ser Îlham Ehmed dît. Nûçe wisa dest pê dike: Ronahi TV duh, Şemiyê, bi Hevseroka Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevpeyvînek kir. Rêveberiya Xweser? Kurd neteweyek biaqil in ku ji nav vê neteweyê bi hezaran (erê bi hezaran) zana, pispor, endezyar, matematîknas, wêjekar, helbestvan, dîplomat û kesên dewletê (ji bo dewletên din xebitîbin jî) derketine. Lê heta niha kesî neteweya kurd hewqas nexistibû şûna ehmaqan. Ma kurd ehmeq in? Rêveberiya Xweser a çi mesela? Rêveberiya Xweser li kû ye û kûderê bi rê ve dibe? Qey Rêveberiya Xweser maye û ser da jî Dayireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser heye û ser da jî Îlham Ehmed ku ji kurdî û erebî pê ve tu zimanan nizane dibe hevseroka vê dayireyê. Çi nîşana fermî yê Îlham Ehmed heye? Ma qey “Rêveberiya Xweser” dewlet e ku Dayireya Têkiliyên Derve yê wî hebe û ser da jî ew sernavê fermî hebe? Dibe ku were gotin, ma di van şertan de ger çend zimanên din jî bizanibûya, wê çi biguheriya? Lê bo min, meseleyê ziman sînyalek e. Bê kurdî tenê erebî zane, çimkî ji bo “Rêveberiya Xweser” karê derve tê wateya karên derveyê di nav Sûriyeyê da. Yanê, xanima Îlham tenê bi rayedarên hikûmeta Şamê ve qise bike, bes e.

Min dewama nûçeyê xwend. Îlham xanim dibêje, entegrasyon, êrîşên neteweperestan, mafê jinan filan. Mafê jinên çekdar ku ji bo bikevin nav artêşa Sûrîyeya ereb derdikevin ser kolanan û xwepêşandan dikin. Min hemû xwend û got belkî Îlham xanim henekê xwe bi aqilê vê miletê birûmet dike. Ji bo dîtina rastîyan mejî û hiş lazim e. Û ew hiş û feraset di vê miletî da heye.

Û ma meseleya ew meleyê misilman ê kurdê Baneyî ku li ser êzidîyan qiseyên bêedeb kirine. Li ser vê bûyerê gelek kurd li ser medyaya civakî, têra xwe, bertekên xwe li dijî vî meleyî nîşan dane. Heta hinek fikrên ecêb û radîkal jî ketin bîra min li ser protestokirina vî meleyî. Mesela min got, du kes biçin wî meleyî bigrin û riha wî jêkin. Ne zerarê bidin, tenê wek protesto rihê wî jêkin. Lê ew jî dibe tundî û ez li dijî tundîyê me. Şeytano derkeve ji mejîyê min (Xwendevanên êzdî ji ber vê gotinê, min bibexşin.)

Çima Neteweperwerî?

Lê ez dixwazim ji hêleka din ve binêrim li vê gotinên meleyê ji Banê. Ev bûyer nîşanî me dide ku ka neteweperwerî çiqas girîng e û biqedr e ji bo aramî û pêkvejiyana bi milyonan kes bi hev ra. Neteweperweriya ku di bingeha xwe da bîr û dîrokek hevpar, mejî û xeyalek hevpar dihewîne rê dide ku ew komên girseyî yên ku ji milyonan pêk tên, bi hev ra bijîn. Ev di xwezaya mirovan de jî wisa ye. Mirov ne ku ji hevdu hez dikin koman ava dikin, weke kom dişuxilin, çandinî dikin, bi hev ra diçin nêçîrê û jiyana xwe ava dikin; ew ji ber ku mecbûrê hev in û ji ber ku bi hev ra xurttir in tên ba hev û komên xwe çêdikin. Netewe jî wusa ne. Ew komên ku serpêhatiyên wan mîna hev in, xeyalên wan ên pêşerojê wekhev in, sitîla jiyana wan diçin hevdu, zimanên wan nêzîkî hev in; tên ba hev û girseyek mezin çêdikin. Em ji vî ya ra dibêjin netewe, yan millet bi erebî.

Ew meleyê misilman kurd e, kurdî qise dike, kincên kurdî li xwe dike. Lê ji bo kurdên êzdî gotinên xirab dikare bike. Çimkî li gor wî meleyî, tenê kurdên misilman, kurd in. Xirîstiyan bin, cihû bin, elewî bin, ji gelek xwedayan bawer bikin, yan xwedanenas bin, nabin kurd. Di mejiyê wî da, xeyal û pêşeroja wî da, koma wî heye. Ew û kesên mîna wî misilman.

Ger neteweperwerî ji hêla misilmanên îslamîst ve tenê ji kurdan nehata heramkirin; ger neteweperwerî ji hêla çepgiran ve tenê ji kurdan ra wekî tiştekî paşverû nehata propagandakirin; û me karibûya di nav xwe de neteweperweriyeke firereng ku ayin û baweriyên cuda jî bihewîne geş bikira, dê ew meleyê kurd ê Baneyî di derheqê komên ku bi heman zimanê wî qise dikin, heman cûre kinc û çefye li xwe dikin, wekî wî rih berdidin, ji heman zilm û zordarîya derbas bûye, van qiseyên qirêj dikir?

Ji hêla din ve em hinekî jî behsa sûcên rûsipî û xweşjinên (li peyvekê digerîyam ku li kêleka sifeta rûspî ya zayendmêr bikarbînim.) êzdî bikin ku gotin û kiryarên wan dibin sedama îzolebûyina civata êzdî di nav neteweyê kurd de. Çima? Ma çima êzdî di vê bûyerê da sûcdar bin? Êzdiyan ra qiseyên xirab hatine gotin, çima ew sûcdar in?

Ez ê pir nekevim pey dîroka kûr ya êzdîtî û bandora bûyerên mezin ku li ser civata êzdiyan hiştiye. Lê îro tu ji êzdiyan bixwe jî dipirsî, ew dibêjin em kurd in. Herkes dizane ku ew kurd in. Tenê ayina wan cuda ye. Mesele xayet basît û zelal e. Ne wisa? Çimkî bi taybetî ew du dehsalên ku me li pey xwe hiştine, kesên ku nûnertiya civata êzdiyan dikin, nasnameya êzditîyê li ser nasnameya kurdî dîtin û wisa xwe pênase kirin. Yanê ewana li gor xwe “miletê êzdî bûn ku zimanê kurdî qise dikirin” Gelek caran di gotinên xwe da qet qala kurdbûna xwe nekirin. Êzdîtî wekî nasnameya xwe ya herî jor danîn. Helbet ew çîna sîyaseta ku xwe wekî xwediyê vê civakê dihesibîne, PKKê jî neteweperwerî ji wan ra heram kiribû. Ser da jî, navenda êzdîtiyê (ji ber nifûsan wan û cihê wan î hecê, Lalêşê) Şengal di bin rêvebirî û bandora hikûmeta Herêma Kurdistanê da bû; ew jî heta vê rojê jî ji bo entegrekirina vê civatê xebat û performanseke baş nemeşandine. Di rêvebirina herêmê da ji civata êzdî ra mafê axaftinê nehat dayin; li parlementoya Kurdistanê da meselen, ji bo ermenîyan kursîyek veqetandî heye, lê ji bo êzdîyan tuneye. (Nifûsa ermenîyên ku di herêma Kurdistanê da dijîn nêzîkê 4 hezar kes e. Jimara ermeniyan li Iraqê hemû nêzîkî 8-10 hezar e. Nifûsa êzdîyan tenê li Hewlêr û Duhok 200,000 kes e û Neynova û Şêxan nav da jî dibe qasê 700,000.)[1-2-3-4]

Vê hersê sedemên sereke jî bandor li ser civaka êzdiyan kir û ew ramana şaş ji astên bilind ên civakê ber bi raya giştî ve hat û êzdî niha xwe tenê wek êzdî dibinîn. Çaxa ku ji wan neteweya wan tê pirsîn, bi kurmancî dibêjin em êzdî ne. Bi vî şeklî ve êzdî xwe bi xwe marjînalîze dikin û êzdîtî nabe bajarî û gundên xwe da heps dimînin. Kurdên hêrêmên din êzdiyan nas nakin. Êzdîtî ji tiştekî xwezayîbûnê derdikeve, dînamîzma xwe wenda dike û şûna xwe da dimîne. Ger dînamîzm ji holê rabe, êzdî bi civakên din ku çand û zimanê hevpar parve dikin, standin û firotinê neke, ew wekî îdeologên êzdîyan propaganda dikin nabe netewe, berevajî dibe cemaetek.

Li vir pirsek basît dikare were kirin li ser wekî netewe hesibandina êzdiyan. Ma êzdî bixwe, tena serê xwe nikarin bibin netewe? Basît û hêsan e. Ma îllam dê bibin kurd? Ji xwe ra ala jî çêkirine, gundên wan hene, ma ji ber ku kurmancî qise dikin ew mecbûr in xwe wekî kurd bihesibînin? Na. Ma avusturyayî jî almanî diştexilin lê avusturyayî û alman du netewên cûda ne, çima êzdî nebin miletekî din? Belê, ev jî rast e.

Ez ê li vir tezek nenivîsim ji ber çi êzdî ne miletek e (di wateya modern a li literaturê da) û ew ne karê min e jî. Ger êzdî xwe ji parçeyê ew neteweya mezin a kurd nahesibînin û nakevin bin sîwana wê, ew azadîya wan e, û ne xema min e. Lê dipirsim, ew êzdiyên ku naxwazin bibêjin em kurd in, çima û çawa dibêjin em sûrî ne, em ermenî ne, em iraqî ne? Bi rastî dipirsim. Çima xwe bi hêsanî bi neteweyên din ku ne çand, ziman, û ne jî tiştekî wan mîna hev in, dikin yek? Çawa ew alaya Iraqê ku Allahu Ekber الله أكبر nivîsandî dikarin li ser tabûtên cenazeyan ku bi destê Daîşê ve hatine qetilkirin, datînin? Ma li ser alaya reş a Daîşê jî الله أكبر nedinivîsand? Ma ne li gor makezagona xwe, Iraq jî dewleta Îslamê ye? Çima alaya Dewleta Iraqa ereb û îslam meqbûl e lê alaya Dewleta Îslamê ya Iraq û Sûriye ne meqbûl e?

Hîna jî ji Nadîa Mûrad me peyva kurd nebihîstiye. Çima? Me ne ew keç û xortên kurd bûn ku hatin hawara we? Me ne ew cîranên we yên Iraqî û Sûrî yên ereb tade li we kirin, tade û kiryarên xirab li rûspîyên we kirin, mêrên we kuştin, û tecawizê namûsa we kirin? Erê ew Iraqî û Sûrîyên ereb ev kirin.

Dibêjim “we” çimkî li gor Nadîa xanim û serekên êzdîyan, êzdî û kurd ne yek in. Na, ne wisa ye. Me ew hemû tecawiz û tade di dilên xwe da hîs kir. Çimkî tecawiza namûsa neteweya kurd dihat kirin. Erebên iraqê û sûriyeyê tecawizê namûsa ME kirin. Bi hezaran kurd ji çar parçeyên cîhanê xwestin alîkarî ji kurdên êzîdî ra bikin. Çimkî netewebûyin tiştekî wisa ye. Ji bo neferek vê neteweyê, çi êzdî be, çi misilman be, çi elewî, yan yarsan be, ferq nake. Kurd kurd e.

***

Li ser vê meseleya qanûna nû, du parvekirinan ez dam kenandin. Yek a Pervin Buldanê bû. Pervin Buldan helbet hevalê xwe, Sirri abî yê kurdan ji bîr nekirîye. Ya din jî ya Gülcan KAÇMAZ SAĞYİYİT e ku min xanim nasnedikir -min nêrî ew jî parlementera kurdan e qaşo. Û têra xwe jî femînîst e parlementer xanim. Li gel paşnavê mêrê xwe paşnavê bavê xwe jî girtiye. Mêr? Ji vira meseleyek din hat bîra min û min xwe bi xwe got: ‘Eceb xanima parlementer mêrê xwe jî şandiye erkeği dönüştürme atolyesi (kurdîya wî tune ye, yanî weke kurde ku bi mêrbûyina xwe û ji hemû mêranîya xwe hez dike, ez naxwazim vê rûreşîyê wergerînim ser kurdî) yan na?

Helbet ez ê li jêr li ser girîngiya/valahiya vê qanûnê çend analîzan bikim lê wan parvekirinan bixwe bernedan ku ez li ser mijarê hûr bikim. Gülcan Kaçmaz Sağyiğit gotiye “Barışın yolunu açan kadınlara selam olsun” (krd. Silav ji bo ew jinên ku rêya aşitiyê vedikin/vekirin). Min xwe bi xwe got mijar çi be ferq nake “îhale dîsa ji mêrên feqîr ra ma” û têra xwe keniyam. Qey haya vê parlementerê ji Margaret Thatcher, Giorgia Meloni, Marine Le Pen, Alice Weidel, yan Pia Kjærsgaard tuneye ku hemû berpirsiyariya şer tenê dixe ser hustiyê mêran û “serkeftina aşitiyê” jî tenê dike milkê jinan. Ya qey haya wê ji Serokwezîra Japonyayê, Sanae Takaichi, ku gelek caran li dijî qebûlkirina êrîş û wehşetên Japonya yên di dema Şerê Cîhanî yê Duyemîn de derketiye, û heftê sal şûnda cara ewil e ku Japonya, di bin hikûmeta wê de banga amadekariya ji bo şerekî potensiyel kir. Ma de ka haya wê ji sîyasetmedarên Ewropî û Asyayî tuneye, ji Sabiha Gokcenê yan jî ji Tansu Çillerê jî tuneye qey? Welhasil, de haydê, herkes bi hev ra: Jin, Jiyan, “PKK/KCK terör örgütünün ve bunula bağlantılı….”(krd. Koma terorî ya PKK/KCK û (komên) bi wî ve girêdayî..)

Ez ê ji hulyayên parlementeran derbas kim û werim ser ew meseleya cidî. Tiştê ku ez ê dawî da bêjim di serî da bêjim. Ew zagon xirab e û ew zagon baş e. Di siyasetê da, hele hele ku li ser meseleyê Kurdan û Kurdistanê be, jihevveqetandina reş û sipî, baş û xirab herwext ne ewqas hêsan e. Li ser pêvajoyê Tirkiye ya Bêteror û encama wî ew qanûn jî gelek tişt hatin gotin û dê hîna jî bên gotin. Lê, li gor dîtina min a li ser medyaya civakî, meheleya kurd di vê mijarê da pir zelalî û tundî bûne du beş û hevûdu dîsa bi xiyanetê ve sûcdar dikin. Lê çima?

Ez ê ji serî da dest pê bikim ka em çawa hatin vê qonaxa dawî ku, niha destê kurdan da tenê ew qanûn heye ku navê wê “Pêşniyaza Qanûna Xurtkirina Yekîtiya Neteweyî û Yekbûna Civakî” ye. Yekîtiya Neteweyî? Neteweyî?! Netewe?! Ka em li dijî neteweperweriyê nebûn? Pardon, em li dijî netewebûyina, wekî netewe hesibandin û neteweperwerîya kurdan bûn! Ji ber ku ev Yekîtiya Neteweyî ya Tirkiyeyê ye, pirsgirêk tuneye!

***

22ê Cotmehê 2024an da Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di Civîna Koma Parlementoyê ya Partiya xwe da got: Heke tecrîda li ser serekê terorîstan bê rakirin, bila bê di civîna Koma Parlementoyê ya DEM Partiyê da biaxive û biqîre ku teror bi temamî qediya û rêxistin hat hilweşandin. Heke vê jîrî û biryardariyê nîşan bide, bila sererastkirina qanûna derbarê bikaranîna ‘mafê hêviyê’ bê kirin û pêşiya yê sûdwergirtina wî ji vê qanûnê jî heta dawiyê bê vekirin.

Herkes şaş û mato bû. Serokê partiya ultra-nijadperest a tirk dibêje serekê terorîstan-Abdullah Ocalan were li parlementoya Tirkiyeyê biaxive! Bi vê gotara Bahçeli ev pêvajoyê ku 22 meh e dewam dike dest pê kir.

Piştî ew banga Bahçeli, li gor agahiyên ku bi raya giştî ra hat parvekirin, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî sê caran li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Dû hevdîtina sêyemîn re, Şandeya Îmraliyê di roja 27ê Sibatê 2025an da li Stenbolê bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê da mektûba Ocalan, berê bi kurdî (ji eslê xwe ya tirkî hatibû wergerandin) ji hêla Ahmet Türk, dûra bi tirkî ji hêla Pervin Buldan hat xwendin. Piştî jahrkirina hemû mafên netewî û hetta çareseriyên kulturalîst jî, di dawiya nameyê da Ocalan bangî partiya xwe kir: ..divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike.

Ji bo ku îspat bikin Ocalan hê dijî nemiriye, ew name ji hêla Ocalan bixwe hatiye gotin û nivîsandin, heta piştî banga wê nameyê bi vekirî 3 cara û bi dizî rêya video çend caran nûnerên PKK yê bi Ocalan ve hevdîtin kirine.

Çend mehan bi dû vê bangê re, nîqaşa li ser “kî PKK ye, kî nin e” hat kirin ku ew nîqaş li ser HSD ya li rojavayê Kurdistanê bû (PJAKa Rojhilat/li Îranê qet nehat rojeve!). Dewleta Tirk bi eşkere gelek caran got ku ew fesihkirina PKKê, hemû şax û pêkhateyên partiyê digre nav xwe û ji ber vê jî lazim e hemû komên di bin sîwana PKKê dev ji sîlehan berdin û werin teslîmî dewleta Tirk bin. Ji hêla PKK yê daxuyaniyên curbecur dihatin. Alîyê Qendîlê carna digot hetta Ocalan ji zindanê dernekeve em çek bernadin, li Sûriyeya demokratîk a bakur û rojhilat û rojava û başûr û dîsa demokratîk û biratiya gelan ve xemilandî jî General(!) Mazlûm Ebdî gotinek dikir, Îstanbullî Salih Muslimê gotinek din. Di nav ew qelebalixa gotinan de mejiyê hemû kurdan tevlihev bûbû, lê çerxa dewleta Tirk gav bi gav dimeşiya.

Di 11ê Tîrmeha 2025an de, bi merasîmeke bi heddê xwe sembolîk ve PKK daxuyanî da ku partiyê xwe fesih kiriye. Ew çekberdan ne tenê merasîmeke çekberdanê bû. Dewleta tirk hemû hêz û qudreta xwe ya mezin, heybeta xwe ya şahane nîşanî me kurdan da. Ji bo çekberdanê Şikefta Cesene hatibû hilbijartin. Cesene ew cih bû ku, Qralê Kurdistanê Mehmûdê Berzencî di şerê xwe ya li dijî Brîtaniyayê de ev şikeft ji xwe ra kiribû navend û rêvebiriya şer ji vir dikir. Li heman cihî, 15 jin û 15 mêrên PKKê çekên xwe xistin nav sîtilek mezin û agir berdanê. Li gor alîgerên PKKê ew tiştekî pozîtif bû ku PKK ev cih hilbijartibû û peyamek xurt dabû dewleta tirk. Berevajî, dewleta tirk dersek pir baş dabû dijminê xwe kurda: Mehmûd Berzencî şer kir, bi ser neket, sirgûnê Hindistanê bû. Hûn jî (neteweyê kurd) bi canê xwe, bi malê xwe, bi law û qîzên xwe, zêdetirê 45 sal in şer dikin, lê hûn jî bi ser neketin. Hûn jî niha çekê xwe berdidin. Ew peyama eşkere ji bo kesên ku ronîya çavên wan heye û guhê wan dibihîze bes e.

Piştî vê çekberdanê, dîsa gelek tişt qewimîn, me fahm kir ku HSD jî di nav vê çekberdanê da ye. Xelkê me li Efrînê, li Helebê, li gelek bajarên Kurdistanê ji qetliamê derbas bûn. Û hat roja 10ê Tebaxê ku ew qanûna ku wekî encama serkeftî ya ev pêvajoyê Tirkiye ya Bêteror reklama wî tê kirin, li parlementoya Tirkan bi hemû dengên parlementerên ku kurd raya xwe dane wan, û partiyên dinan ve hat qebûlkirin.

Roja 13ê Tebaxê, Pervin Buldan û Mithat Sancar, wekî şandeya kurdan çûn û bi serokê Tirkiyeyê Erdogan ve civiyan. Çi heyf û mixabina me neteweya kurd e ku ji bo nûnertiya vê neteweya 70 milyon kurd 2 ereb diçin bi tirkan ve dicivin. 2 ereb û tirkek, li ser neteweyê kurd.

Min xwest çîroka 22 mehan bi kurtî bînim bîra me, çimkî dem pir zû derbas dibe. Ser da jî wek neteweya kurd, bûyerên ku di dehsalan da tên ser xelkên din, di nav mehan da tên serê me. Lazim e em ji bîr nekin.

Welhasil. Min hîna ji xwe û ji xwendevanên vê nivîsê ra bersiv neda, hewce ye em hinek din hûr bibin li ser meseleyê. Ev çozum sureci (krd. pêvajoya çareserîyê) ku ji kurda ra wekî pêvajoya aşitiyê tê firotin, baş e yan xirab e? Ew qanûn rind e yan ne? Werin em hinekî li ser zimanê kurdî, û bandorên wê li ser nasname û heta kesayetîyê xwe bikin.

***

Rojekê kurdekî qedirbilind ku ez texmîn dikim xwendevanên vê nivîsê wî camêrî pir baş nas dikin. Heta bi sed hezaran kes wî baş nas dike, ji min ra li ser peyva “xirab” pirsek kir. Got ji min ra kurdîya peyva “kötü” bêje. Ez fikirîm, min got “xirab”, “nebaş”. Go binêr, xirab ji erebiyê ketiye nav zimanê me, di kurdî da ji bo têgeha “xirabî” peyvek tuneye- peyvên mîna “nebaş”, “nerind” jî bi peyva neyênî ya ne- ve tên çêkirin. Wî xweşmêrî got, dibe ku em kurd hezaran sal berê ve ye hiş kirine û fikirîne ku ger em wê têgehê binav nekin, ew ê tune be. Ji holê rabe. Ger navê tiştekî tunebe, ew tişt jî tuneye. Yanê ger peyvek wek “xirab” tunebe, xirabî jî tuneye.

Belkî ji ber vê optîmîzma neteweyî ye ku em di her bûyer û tiştên ku diqewimin, dixwazin rindiyê bibînin, dixwazin tenê feydeyên vî tiştî bibînin. Ez çend roj in ku digerim û hewl didim ku çend heb feydeyên vî pêvajoyê bibînim, min ew pêşniyaza qanûnê jî xwend lê min tenê tiştek dît -zindanîyên ku ji ber sûcê terorê hatine hepiskirin dê werin berdan. Ev tişt baş e û tu kurdek ji vê şa nebe tuneye. Helbet gelek qaîdeyên wê jî hene. Dewlet dê herkesî bernede.

Di qanûnê da, careke be jî peyva “kurd” derbas nabe. Ger hûn qanûnê bixwînin, hûnê fahm bikin ku, di wê qanûnê da -wekî reklama wê tê kirin- tu tiştê rind ji bo neteweya kurd tuneye. Ew wek peymanek de facto ya teslîmbûyinê hatiye amadekirin. PKK/KCK terör örgütü dê xwe fesih bike, hemû şaxên xwe (ji xeynî ya li Îranê!) ji holê rake, çekên xwe deyne, teslîmî dewleta tirk bibe, û encax û encax li ser vê, dê dewleta tirk ew çend mehkûmên terorê ji zindanan derxe. Dewlet dê wan efû bike.

Ew nivîs û madeyên qanûnê bixwe, peymana teslîmbûyinê û teslîmgirtinê ye. Dewleta tirk, li dijî PKKê bi serketiye û PKK mecbûrî teslîmbûyinê kiriye. Û bi îmzekirina vê nivîsa qanûnê ji hêla parlementerên ku bi reyên kurda ve hatine hilbijartin ve jî hat tesdîqkirin; PKK yanê Partiya Karkerên Kurdistanê rêxistinek terorê ye. Di tarîxê da tiştekî wisa heta niha qet nehatiye dîtin. Kurd bi xwesteka xwe, bi tililî û çepikan îmze kirin ku: ew 45 sal e kurd tundî û cebr bi kar anîne, karê wehşetê, sûcên li dijî mirovatiyê kirine, însanên sîvîl kuştine û ji bo armancên xwe yên polîtîk tirs çêkirine. Wateya terorê ev e û çîna siyasî ya ku li Enqereyê PKKê temsîl dike, di bin vê qanûnê da îmza avêtin û ev tişt qewil û îlan kirin.

Tê bîra min, ji wexta min a zankoyê ve, qasê ku min zêde tişt jî nizanîbû lê ez ne partîzanê PKKê bûm jî, min çi wext bi rojnamevan û aktivîstên biyanî re qise dikir, min digot PKK ne teror e û ew tenê partiyek sîyasî ye ku baskek wî yê çekdar jî heye. Çimkî ger yek komeke vê neteweyê ku di nav da navê Kurdistanê heye, weke teror bihata naskirin, dê ew bûbûya nasnameya hemû neteweya kurd. Û bi daxwewa, sed mixabin, hezar maalesef ku, bi destê PKKê bixwe ve PKK wek koma terorê hat pênasekirin. Û tu ferqa wê ji Al-qaide, Işid, û Boko Haram nema. Cardin dibêjim, vê ez nabêjim, wateya terorê ev e; çîna siyasî ya ku li Enqereyê PKKê temsîl dike, li bin vê qanûnê îmza avêtin û ev tişt qewil û îlan kirin.

Çima dubare û sêbare dixwazim bibêjim ku ez van tiştan nabêjim? Çimkî li gor partîzanên PKKê ku qîz û xortên xwe şandine çiya, hevalên xwe wenda kirine, gundên wan ji ber mexneyê ku ew piştgiriya PKKê dikin ji hêla dewletê ve hatine şewitandin, bi salan hepis raketine, merîyên wan hepis raketine, malê xwe dane, jiyana xwe dane, sirgûn bûne, ji axa xwe dûr ketine, ev gotin ji hêla wan kesan ve tê gotin ku dev ji konfora xwe bernadin. Lê na, ne wisa ye. Ger kesek qet eleqeya wî/ê bi kurda re tunebe, kesek ji Efrîqayê were mesela, were û bibîne ku yek kom ji xwe ra dibêje em terorê dikin, di mejîyê wî da teror yanê Al-qaide, teror yanê Işid, teror yanê Boko haram were xêzkirin. Kurd niha bi fermî bûn terorîst. Yên ku dixwazin bizanibin ka Wezareta Karên Derve yê ya Komara Tirkîyeyê koma terora PKKyê çawa pênase dike, dikarin binêrin malpera wezaretê: https://www.mfa.gov.tr/pkk.tr.mfa. PKK xwe bi xwe qewil kir ku ew hemû tiştên ku li ser wan li wê malperê hatiye gotin, rast e. Rastî ev e. Û ev rastî, ne wekî îdeologên PKKê dibêjin, tenê hûrgiliyeke biçûk e; ew navê terorê êdî her tim derkeve pêş vê neteweyê 70 milyon.

Jixwe ji serî da dewleta tirk vê pêvajoyê wekî “Tirkiyeya Bêteror” bi nav dike. Lê çîna siyasî her tim dibêje Baris Sureci (Pêvajoya Aştiyê), kes jî ranabe napirse, ka kî bi kê ve aşt dibe? Kurd bi tirkan ve? PKK bi dewleta tirk ve? Di aştiyê da, du hêlên ku şer dikin, tên ba hev, û her dû alî jî dev ji hinekî maf/feyde/berjewendiyên xwe berdidin (di rêjeya hêzên xwe da) û şer radiwestînin. Lê de em bînin ber hev ka dewleta tirk û neteweya tirk çi qezenç kir û çi wenda kir, û neteweya kurd çi qezenç kir û çi wenda kir. Hetta, bise, ji şûna neteweya kurd, em tenê PKKê deynin. Digotin ya PKK gel e. Ka em binêrin ka PKK di çi da serket li dijî dewleta tirk ku temsîla neteweyê tirk dike.

PKK ji sala 1978 an heta sala 2025an ku xwe fesih kir, çalakî kirine. Wek serok û rêberê vê partiyê dibêje; ew ji bo serxwebûnê derketin rê lê niha (2026) tu mafên neteweyî hetta çandî jî hetta kulturalîst jî naxwazin. Ji ber şer bi deh hezaran KURD (sîvîl û çekdar) jiyana xwe ji dest dan, mirin. PKK mecbûr ma ku bandora xwe ji Sêwaza ku nêzîkî Enqereyê ye heta ber bi çiyayê Qendîlê ve vebikişîne. Tu îdeolojî yan jî gotina siyasî ya PKKê li ser dewleta tirk ferz nebû.

Dewleta tirk û neteweya tirk. Di van 40 salên dawî da, tirk bi heddê xwe zengîn bûn, rêjeya refahê bilind bû. Bajarên nû ava kirin, bajarên heyî xweştir kirin. Tirkî hîna jî yekane û tekane zimanê fermî yê Tirkîyeyê ye. Zimanê tirkî bi rêya sînema û televizyona tirkî li hemû dinyayê belav bû. Dewleta tirk hêz û hebûna xwe li Efrîqayê, Emerîqaya Başûr, li Ewropayê, li Asyaya navîn, li Rojhilata navîn xurttir kir. Sanayîya leşkerîya tirkiyeyê pir zêde xurt bû. Çek û dranonên ku dewleta tirk çêdike bi nav û deng bûn. Îdeolojî û ramanên xwe belav kirin. Nexşeya Tirkîyeyê biçuk nebû, berevajî ala tirkî û resmên Erdogan û Ataturk niha di saziyên dewletê ya Efrîn û Serêkanîyê darve ne. Tirkan astronot şandin fezayê. Tirkan bi dehan zankoyên nû vekirin.Tirkan sê xelatên Nobelê girtin…

Ew tenê liberhevanîneke biçûk bû ku min tenê ew tiştên basît ku hatin bîra min got. Ew tenê muqayeseya PKK û dewleta tirk e. Bi hezaran bandorên neyênî hene ku li ser neteweya kurd kiriye. Mesela ez hîna bajarên wêranbûyî, wendabûyina zimanê kurdî, pîncbûyina çanda kurdî, tecawiza jin û mêrên kurdan, revandina zarokên kurdan, feqîrhiştina milet, sirgûnbûyina deh hezaran filan nakim ku jê ra çend cîldên ansîklopediyê lazim e.

Min dixwest zêdetir li ser vê meseleyê binivîsim, lê ji ber ku min jiyana xwe da tu nivîs nenivîsandiye ku di nav da ewqas zêde navê PKK derbas bûbe. Ji ber wê min xwe bi xwe sansûr kir û min got, bes e. Ez tirsiyam, hem ji dewleta tirk û hem jî ji partîzanên PKKê.

Nîşe

[1-2-3-4]

Embassy of Armenia to Iraq https://iraq.mfa.am/en/community-overview

Minority Rights Group https://minorityrights.org/communities/armenians-4

Shafaq News https://shafaq.com/en/Kurdistan/Armenian-Christians-celebrate-Christmas-in-Kurdistan

European Union Agency for Asylum https://www.euaa.europa.eu/country-guidance-iraq-2024/3102-yazidis

*Reqemên ku me li vir behs kiriye, herçiqas ji çend çavkaniyên cuda ve jî hatibin girtin, hevûdu nagrin. Ji ber vê lazim e ku şik li ser van reqeman hebe. Lê gelemperî tê dîtin ku nifûsa ermneniyan ji ya êzdîyan bi sedan qat kêmtir e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din