Dîsa Li Ser Neteweperweriyê û Hin Tiştên Din
Demek berê min nameyeke vekirî [1] nivîsandibû bo marksîstên bakurî, nexasim yên ku berî salên 1980yî çalak bûn û çalakbûna xwe didomînin. Serhad Bapîr, ku ne muxatabê nameyê bû, nêrînên xwe li ser nameya min bi me re parve kir. [2] Herçiqas em ji ev cure nîqaşên nivîskî direvin an jê dûr disekinin, ez vê cureya nivîsê bikêr û berhemdar dibînim. Ji ber ku him riya diyalogên fikrî vedikin him jî derfet didin ku şaxên nû vebin li nivîsê û mirov bêtir li ser hûrgiliyan bisekine, hin nêrîn bên berfirehtirkirin û kûrahiyek têkeve nav mijarê. Lê diyar e em piranî ji diyalogê hez nakin an tenezulî hev nakin, loma ev cure nîqaş an diyalog pêş nakeve. Loma spasiya Serhad Bapîr dikim ku bi nameya xwe derfet da min ku hin xalên nû zêde bikim û nêrînên xwe berfirehtir bikim.
Xala pêşî û ya herî giring a di nameya Bapîr de ku divê li ser bisekinim ew e ku fikrên sosyalîst û komunîst bi neteweperweriyê re li hev nakin. Bi ya min, ger wisa bûya jixwe hewceyî vê nîqaşê nedikir, lê divê hin tişt bên zelalkirin. Em ji fikrên sosyalîst çi fam dikin ji neteweperweriyê çi fam dikin, wan çawa pênase dikin? Ji nav dîroka nêzîkî du sed salî ya fikra sosyalîzm û pratîka wê, îro li Kurdistanê tişta ku bi min re maye an dikarim/dixwazim lê xwedî derkevim, ew aliyê wê yî îdeala wekheviya civakî ye, ne wekheviyeke mutleq, hişk û mecbûrî/ferzkirî lê wekheviya belavbûna derfet û çavkaniyên Kurdistanê li nav temama gelê Kurdistanê. Ji bo min pênaseyeke qebe ya fikra sosyalîst ew e ku newekheviyên aborî, çandî û siyasî ya li nav civakekê ne irsî ne, ne ji fitrata mirovan e, ne mecbûr e ji nifşekî derbasî nifşekî din bibin; di warê civakî de her tişt dikare biguhere, bên guhertin ji bo silameta mirovî û aheng û edaleta civakî. Lê wek hedê xwe nabînim vê biparêzim ku bi riya şoreşeke bişidet û xwînawî, bi riya rêxistinên nehênî yên taliya talî ferqa wan û terîqetan namîne, “li ser navê gel” bêyî rizaya “gel” bi darê zorê wekheviyê ferz bikim. Wekhevî jî, herçiqas tiştekî îdeal û insanî xuya bike jî, ger bi darê zorê be, me dît ku rê li ber gelek mereziyên din vedike. Û ji bo Kurdistaneke azad em çima wekheviya derfetan û belavkirina wekhev a çavkaniyan wek hedef nebînin? Ger sosyalîzm “tam ne ev” be, ne şertê navê wê sosyalîzm be, nav ne giring e. Lê pirs ev pirs wê ti carî dev ji me bernede: ji nav me hin kes/tebeqe/eşîr/çîn wê zêdetir xwediyê çavkaniyên Kurdistanê bin an em ê giş bi hev re xwediyê çavkaniyên Kurdistanê bin?
Û êdî têra xwe di destê me de dane hene ku aîdiyetên mirovî yên neteweyî, temsiliyeta neteweyî, heysiyeta neteweyî (qet nebe di serdema modern de) bi qasî yên çînayetiyê û yên aborî giring in. Bapîr neteweperweriyê çawa pênase dike nizanim lê ji bo min neteweperwerî doza serwerî û azadiya neteweyekê ya li ser axa ye û îro siyaseta dinyayê li ser vê rêgezê ava bûye. Helbet, dema mirov li pratîkê dinêre têgeha netewe-dewletê ne rast e; her netewe dewleta wan tuneye lê wek ku wisa be pergala cîhanê digere.[3] Û ji ber vê ye ku nîqaşa li ser neteweperweriyê hê jî aktuel e, demode nabe. Bi gotineke din, pergala netewe-dewletan pratîka fikra neteweperweriyê ye û neteweperwer in; ya wan li ser piyan dihêle aîddiyetên wan î neteweyî ne lê ji ber ku ya wan [neteweyên xwedî dewlet] êdî bûye neteweperweriyeke rûniştî, xwedî dem û dezgehên aborî, çandî, siyasî û banal [4], neteweperwerî êdî bêtir di peywenda neteweyên bê dewlet û têkoşîna wan de tê rojevê. Çimkî yê dengê wan derdikeve ew in [neteweyên bêdewlet], neteweperweriya netewe-dewletên rûniştî deng jê dernakeve (ji xeynî dengên nijadperestiyê yên di demên krîtîk de), ew hatine wê radeyê ku pergala xwe ya neteweyî bi bêdengî bidomînin. Rêxistinbûna wan a civakî tam jî li ser esasa domandina pergala neteweyî ye. Marksîzm ji bo neteweperweriyê çi dibêje nabêje ew li aliyekî, rewşa îro ya pergala cîhanî ev e û piraniya marksîst/sosyalîst/çepgirên îro naxwazin vê pergala li dijî kehaneta marksîzmê bibînin û neteweperweriyê meşrû bikin. Ev jî, ligel hest û daxwazên wan î neteweyî, wan dike neteweperwerên şermok. Şermokî jî rê digre li ber îfadeyên xurt û zelal; mirov di arafê de dihêle.
Îjar, li nav netewe û dewletên serbixwe di nav yelpazeyeke fireh û rengîn de têra xwe marksîst/sosyalîst/çepgir hene ku neteweperwerî û sosyalîzm li hev anîne/tînin; fikrên wan î sosyalîst (êdî têgeha “çepgir”iyê bêtir di rewacê de ye) xizmeta xurtkirina aheng û pêşketina wan a civakî dike ku demokrasiyên rojavayê Ewropayê mînakek baş e ji bo vê. Bi nêrîna min, mirov wek neteweperwerêke ne-şermok dikare doza mafê xwe yî serweriyê bike û pê re jî doza wekheviya wî gelê serwer ê di nav axeke sînorkirî de bike armanca xwe. Doza wekheviyê îleh ne ji bo dinyayeke bêsînor, bêdewlet e; xeyala cîhaneke bêsînor di strana –Imagine/Xeyal Bike– John Lenon û Yoko Ono de xweş bû [5] lê li wir ma, belkî dikare wek xeyalekê, utopyayekê bê parastin lêbelê li gor mantiqa vê stranê jî siyaset nabe. Îjar ev siyasete neteweyeke bindest be, encama wê ya qatastrofîk wê nebe tiştekî nedîtî; pir pir bibe nîşaneya aqlekî di asta zaroktiyê de. Di rewşa me de, siyaset bixwe danîna sînorên navbera me û serdestên me ye da ku rê bê girtin li ber tecawizên wan, hevgirtina me ya navxweyî bê xurtkirin. Bi min, li dinyaya îro neteweperwerî kamilbûna “gel”ekî jî îfade dike ku xwe derdixe asta “netewe”bûnê ku doza serwerî û azadiya xwe bike; sînorên xwe diyar bike/xêz bike di navbera xwe û serdestên xwe de; dibe ku pir zehmet be van sînoran li ser nexşeya cîhanê bide xêzkirin, lê mimkun e, hewl bide (lazim e armanc ev be) di hişê xwe de, di rêxistinbûna xwe de, di xwe-pênasekirinê de wan sînoran deyne. Ma yek ji nîşaneyên kamiliya ferdî jî ne ew e ku mirov bikaribe sînorên navbera xwe û takên din xêz bike/bizanibe. Netewe çima sînorên xwe nizanibin?
***
Di wê baweriyê de me ku pirsgirêka çepgirên nifşên berî me ew e ku li hemberî wî bayê xurt ê çepgiriyeke înternasyonel ji wan amrazên epîstemolojîk bêpar bûn ku bikaribin sînoran dînin li navbera xwe û çepgirên serdestên xwe an bi giştî li navbera xwe û serdestên xwe. Dema wan rêxistinên cihê avakirin jî, ev cihêbûn wek cihêbûneke fizikî ma, derneket asta cihêbûneke epîstemîk. Sedem û bandora berdewam a vê rewşê mijara nîqaşeke din e belkî lê tesbîtkirina wê giring e di vê nîqaşê de. Keza, nîqaşên me yî li ser paşxaneya sosyalîst a siyaseta me nikare ji asta bertekên sethî derkevin. Dema aliyek çepgiriyê mehkûm dike wek sedema neserkeftinê, çepgirên ku li dijî mehkûmkirina çepgiriyê derdikevin jî naxwazin ji nav çarçoveya neteweperweriyê bifikirin an ji wir gotinekê bikin, li ser vê kêmasiya xwe bisekinin. Ger yên ji nav çepgiriyê dipeyivin û yên ji nav neteweperweriyê dipeyivin, bikaribin sînorên “eşirî”ya modern derbas bikin û nêzîkî hev bibin, wê bê dîtin ku çepgiriyeke bikaribe sînorên xwe yî neteweyî dîne û li wan xwedî derkeve, û neteweperweriyeke ku bikaribe/bizanibe di nav sînorên xwe de ji fikir û îdeolojiyên modern îstifade bike, dikare ahengeke navxweyî û berhemdar bînîn nav malê, rê vekin li ber riwangeyeke kêrhatîtir û nîqaşên têrûtijîtir.
Dewleta Israîlê ne encameke Holokostê ye
Xala duyemîn jî siyonîzma sosyalîst e. Têkiliya piraniya cihûyan û sosyalîzmê ya dawiya sedsala nozdemîn û bîstemîn bi giştî dişibiya têkiliya me û ya sosyalîzmê ya 60-70 salên dawî. Pêşî wan jî bawer dikirin ku bi riya pergala sosyalîzmê ya bê çîn û bê nasnemeyên neteweyî û olî pirsgirêka antî-semitîzmê wê ji holê rabe. Helbet sosyalîstbûna wan û dûrketina wan a ji nasnameya cihûtiyê hebûna wan rewa û qebûlbar dikir û loma hewce nedikir di ser nasnameya xwe re siyaset bikin; siyaseta nasnameyî (bnr. kimlik siyaseti) paşverûtî bû. Lê hemû cihûyên sosyalîst ne di heman fikrê de bûn. Pêşî di 1899an de Nachman Syrkin û dûre Ber Borochov sosyalîzm û siyonîzm bi ser hev vekirin û teorîze kirin; ji fikra utopîk û înternasyonalîst a sosyalîzmê dûr ketin, lê îdeala wê ya wekheviya civakî li fikra siyonîzmê zêde kirin. Lêbelê li Filistînê rola siyonîzma sosyalîst piştî têkçûna Şoreşa 1905an a li Ûrisyayê xurt û berbiçav. Piştî vê têkçûnê, hin cihûyên sosyalîst ên ji nasnameya xwe yî cihûtiyê dûr neketibûn, berê xwe dan Filistînê[6] û fikrên xwe yî sosyalîst jî bi xwe re birin û hewl dan li Filistînê jiyaneke li gor rêgezên sosyalîzmê ava bikin. Gotina Bapîr ku “unîversalbûna fikra sosyalîstiyê wek mertalekî hesibandin” dibe ku ji bo gelek cihûyên ewropî bê gotin lê ji bo siyonîstên sosyalîst ku koçî Filistînê kiribûn ev ne rast e. Wan şoreşgerên sosyalîst ên piranî ji Ûrisyayê û Ewropaya Rojhilat berê xwe dan Filistînê li wê quncika teng a cîhanê fikreke unîversal (sosyalîzm) û fikreke partîkulerîst û marjînal (siyonîzm) bi ser hev vekirin û kirin pratîkê.
Ya din, ew nêrîna berbelav ku “heta sala 1948an cihû sêwiyên ber dîwaran bû, ji ber bobelata Holokostê dikaribûn dewleta Israîlê ava bikin” jî ji rastiya dîrokî dûr e. Bêyî ku dirêj bikim vê bibêjim, wê mebesta min bê famkirin: hê di sala 1936an de, sê sal berî ku II. Şerê Cîhanê dest pê bike, Brîtanyaya ku êdî nikaribû serî bi şerê ereban û cihûyan re derxe, hewl da çareyeke nihayî bibîne. Di encama van hewldanan de Komisyona Peel diçe li Filistînê digere û wek çare parvekirina Filistînê di navbera ereb û cihûyan de û avakirina du dewletan, yek a ereban yek a cihûyan, pêşniyaz dike. Cihûyan, ne bi dilê wan be jî, bi mantiqa “dewleteke piçûk ji ya tune çêtir e” ev pêşniyaz qebûl kirin lêbelê ereban ev ji bin ve red kirin û pêşniyaza Komisyonê pêk nehat.[7] Yanê, hê di 1936an de siyonîst amade bûn dewleta xwe ava bikin. Saziyên wan î çi perewerdeyî çi aborî çi çandî çi dîplomatîk giş amade bûn ku bikaribin xwe bi rê ve bibin. Rola Holokostê ew bû ku dewlet kir pêdîviyeke acil û lez da avabûna wê. Ji xwe ji kitêba Dewletan Cihûyan a Theodor Herzl û avabûna Kongreya Siyonîst vir ve armanca siyonîstan avakirina dewleta cihûyan bû û di 1936 de jî êdî amade bûn vê armanca xwe têxin pratîkê; di vê de para siyonîstên sosyalîst pir zêde ye.
Sedema ku ez gelek caran mînaka siyonîstên sosyalîst didim ne ew e ku em teqlîda wan bikin an ne ku ez cudatiyên me û wan nabînim. Lê tecrubeya wan ji vî aliyî ve îlhamdar dibînim ku wan fikreke unîversal li armanceke partîkularîst tercume kirine û fikreke ewropî li quncikeke dinyayê ya ji ewropayê dûr li gor pêdiviyên neteweya xwe kirine pratîkê. Em ji bîr nekin ku yekemîn kibutz di 1910an de hat avakirin, heft sal berî Şoreşa Bolşevîk û kolhozên wê. Ew aqlê wan î ji-xwe-bawer û kamil, xweser, biserhevvekirina du îdeolojiyên ku ji hev dûr dihatin dîtin (sosyalîzm û neteweperwerî), xwebaweriya wan a epîstemîk e ku îdeolojiyek bi temamî li gor pêdîviyên xwe şîrove kirine, ku îlhamdar dibînim. Bi gotineke din, ne ku wan xizmeta sosyalîzmê kirine, sosyalîzmê xizmeta wan û neteweperweriya wan kiriye. Îjar, ger em vê nebînin û dewleta Israîlê tenê wek encameke Holokostê bibînin, ew ê neheqiyeke mezin be li tevahiya siyonîstan û siyonîstên sosyalîst û ked û xebata wan a ji destpêka sedsala 20mîn ve. Tecrubeya siyonîstên sosyalîst çima bala sosyalîstên me nekişandiye jî pir bala min dikşîne ku ev mijareke din e.[8]
***
Bapîr di nivîsa xwe de dibêje, ji ber ku min nav nedane, tam ne diyar e ka kî ye muxatabê nameya min. A rast, piştî ku min ew videoya Dibistana Marksîst Li Amedê (Neteweperwerî û Sosyalîzm li Mêtingehan) temaşe kir, [8] min biryar da tiştekî binivîsim lê ji ber ku ev mijar her tim di hişê min de diçû dihat û piştî vê videoyê kurmê nivîsandinê ket canê min, min nexwest tenê wan wek muxatab nîşan bidim. Ji ber ku ev meseleyeke giştî ye û ji çend kesan gelekî wêdetir e. Mîsal, mirov li bendê ye kesên wek Şerefxan Cizîrî û Sinan Çiftyürek ku emrê wan bi marksîzmê derbas bûye û him şahid him aktorên dîroka nêzîk in, bi çavekî rexnegirane, bi çavekî derve li xwe û li dîroka nêzîk binêrin. Diyar e hewl didin tiştekî nû bibêjin lê ji axaftinên wan xuya dike bê vê çiqasî zorakî dikin û tiştekî hêvî bide ku rê li ber riwangeyeke nû veke nabêjin. Bi qewlê Bapîr, vê ewqas “bi şermokî” dikin ku mebesta wan baş nayê famkirin jî. Lê ev giş ji bo min ne tiştekî nepêşbînîkirî bû. Giş nebe jî min piraniya mezin a bîranînên rewşenbîr û siyasetmedarên me (heta demên dawî jî rewşenbîrî û siyasetmedarî yekwucûd bûn, hê ji hev veneqetiya bûn, dikare bê nîqaşkirin ku vêga çiqas ji hev veqetiyane) xwendine û dema wan dixwînim, hêvî dikim bibînim ku nivîskar bi çavekî derve li xwe û rabirdûya xwe binêre, lê na. Tişta dibînim ew e ku piranî li dû avakirina dîrokeke şexsî an rêxistînî ne an bi sermiyana xwe ya rabirdûyê siberojekê ava dikin ji xwe re. Piştî ewqas dehsalan jî fikrên wan zêde neguherîne ku bi çavekî rexnegirane li dû xwe binêrin, rabirdûya xwe analîz bikin. An hin fikrên wan guherîbe jî, wek zarokên şermok li xwe mikur nayên û vê nakin mijara rexneyeke li dîroka xwe ya nêzîk; hê jî ew nêrîna “nostaljîk” serdest e di bîranînan de. Ji ber vê sedemê min nexwest tenê du kes bin muxatabên nameyê. Heta belkî ne tenê marksîst bin jî, lê ji ber ku aktorên dîroka nêzîk zêdetir marksîst in an zêde di bin bandora vê îdeolojiyê de mane, min ew wek bi giştî muxatab nîşan dan. Bi min, xwe-rexnekirin (pkkê ev têgeh lewitandibe jî) an nêrîna li xwe ya bi çavekî derve nîşaneya xwebawerî, kamilbûn an têgihiştîbûnê ye; teorî, riwangeyên nû, fikrên nû jî dikare ancax ji aqlekî kamilbûyî derkeve. Tecrubeyên me bi serê xwe gelek tişt dibêjin ji me re, bes em bikaribin ji mesafeyekê li wan binêrin û bixwînin.
Carna difikirim gelo ew çand an teb’ê lixwemikurhatin û rûbirûyinê çima ewqas lawaz e li ba me. Çi têkiliyên şexsî be çi yên civakî û siyasî bin, em di têkiliyên xwe de hez nakin bi xwe û bi hev re rû bi rû bibin li ser meseleyên xwe. Bêyî ku li xwe û li hev bipirsin, dakevin esl û koka meseleyên xwe, wek ku tiştek neqewimîbe têkiliyên xwe didomînin carna. Bi gotineke din, em ne bi xwe re ne bi hevalên xwe re dizanin mihasebeyekê bikin; li ser xwe û hevdu nafikirin. Dibêjim xwezî ew çanda lixwemikurhatinê ya di xiristiyaniyê de li ba me jî hebûya û me li xwe ferz bidîta ku bi xwe re jî, bi hevdu re jî rû bi rû bibin; bêtir bi ser xwe/hev de biçûna; belkî me ji vir hin ders derxistina ji xwe re û di ser hev de neriziyana.
Nîşe
[1]Fexriya Adsay, “Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî”: https://blog.kovarazarema.com/nameya-vekiri-bo-marksisten-me-yen-bakuri/
[2] Serhad Bapîr, “Çend Gotin li Ser Çepgirên Kurd ên Neteweperwerên Şermok”: https://blog.kovarazarema.com/cend-gotin-li-ser-cepgiren-kurd-en-neteweperweren-sermok/
[3] Walker Connor, “Kaosa Termînolojîk a Derbarê Têgehên Dewlet, Netewe û Neteweperweriyê”. Zarema, hej. 16, sal: 2022. wer. F. Adsay.
[4] Michael Billig, Banal Milliyetçilik, wer. C. Şişkolar, 2003, Stenbol.
[5] Yeal Tamir, Çima Neteweperwerî, wer. F. Adsay. Avesta, 2025, Stenbol. Tamir di ser vê stranê re realîteya sînoran nîqaş dike. Dibêje: Cîhaneke bêsînor pir dûr e ji îdealbûnê; ne dikare demokratîk be ne dikare adil be. Ji bo demokrasiyek bikaribe bişixule, lazim e takekes yekitiyên berdewam çêbikin û derfet bide endamên xwe niyetên hevdu test bikin û ji wan bawer bikin di maweyeke dirêj de. r. 52.
[6] Yek ji van Berl Katznelson bû ku roleke wî diyarker heye di dîroka siyonîzma sosyalîst de, bnr. Anita Shapira, Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst, wer. F.Adsay, Avesta, 2023, Stenbol.
[7] Golda Meir, Jiyana Min, wer. F. Adsay, Avesta, 2022, Stenbol. r. 148.
[8] Di vê nivîsê de min hewl dabû hinekî behs bikim: https://blog.kovarazarema.com/serine-hevale-em-welate-xwe-xwesik-bikin/
[9] Li youtubeê dikarin li hisabê “Dibistana Marksîst li Amedê” (2026) binêrin. Min nikaribû lînkê derbasî vir bikim.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.