Gotar

Çima Frantz Fanon ne Steve Biko?

Fexriya Adsay · 30 îlon 2025

Mezinahî
Parve bike

Çima Frantz Fanon ne Steve Biko?

Em çi çima dixwînin? Di xwendinên xwe de çi dibînin çi nabînin? Têkiliyeke çawa heye di navbera xwendin û nêrînên me de? Xwendinên me nêrînên me çiqas diyar dikin? Nêrîn û lêgerînên me xwendinên me çiqas diyar dikin? Di serdemekê de berhemek çima ji yeka din bêtir derdikeve pêş an hin berhem kêmtir dikevin rojevê?

Dibe ku çalakiya xwendinê tenê ji ber acizbûnê û ji bo tijîkirina wextê be, ne ji ber lêgerîneke fikrî û politîk be. Di vê xwendinê de jî paşxaneya xwîner û asta zanîna xwîner wê dîsa jî rolek wê hebe. Lê ez ê ev cure xwendinê deynim aliyekî û yekser li ser hin xwendinên me yî politîk bisekinim. Ji nav wan jî, li dor pirsên jorîn li ser xwendinên me yî Frantz Fanon û Steve Biko (Stephen Bantu Biko) bisekinim.

Helbet ne sir e ku di xwendinên politîk de atmosfera politîk a serdemê ya li welat(ê me û yê serdestên me) û dinyayê bandora wê zêde ye. Em salên 1960 û 70yî (ger em nikaribin bînin bîra xwe) binêrin, li Kurdistanê (bakur) atmosfera çep a li dinyayê û Tirkiyeyê ne tenê xwendinên siyasiyên kurd, naveroka nêrîn û nîqaşên wan, siyaseta wan jî diyar dikir. Ji bilî klasîkên marksîst û leninîst (bi wergerên tirkî) wê kêm kitêb hebin di refikan de di wan salan de. Di nav atmosfera Şerê Sar û atmosfera wê çandî ya angajeyî şoreşeke sosyalîst de wê pir zehmet bûya berhemên ji bilî van balê bikşîne.

Frantz Fanonê (1925-1961) ji salên 1950yî ve li ser mêtingeriyê û rizgarbûna ji mêtingeriyê dinivîsand, li gor çavkaniyên nivîskî û wek nivîskî, hê di salên 1990î de ketiye rojeva xwînerên politîk ên kurd, Steve Biko (1946-1977) jî di 2014an de.[1] Herdu jî di ser tirkî û wergerên weşanxaneyên tirk re hatine naskirin. Weşanxaneya Avesta hê di 2001ê de Yeryüzünün Lanetlileri ya Fanon çap kiriye.

Piştî çavgerandineke li nivîsên ji aliyê me kurdan hatine nivîsandin û herwiha li medyaya civakî jî dikare bê dîtin ku elaqeya bo Fanon gelekî ji ya Biko zêdetir û xurttir e. A rast, ev li dinyayê jî wisa ye, nexasim li nav şoreşger û neteweyên cîhana sêyemîn. Tişta ez dixwazim nîqaş bikim ew e ku li nav me Biko çima bi qasî Fanon nayê naskirin an nakeve rojeva me digel ku, bi ya min, ji nav şertên sala 2025an û heta herî kêm ên deh salên dawî, Biko divê bêtir bala me kişandibûya.

Aimé Césaire, Albert Memmi, Frantz Fanon, Steve Biko

Wek tê zanîn ji aliyê fikrî ve Fanon pêşiyê Biko, heta dikare bê gotin mamosteyê wî ye. Biko dema dest bi çalakgeriya xwe ya siyasî kir, nêrînên Fanon bûbû kaniya îlhamê ya gelek şerên dijmêtinger û rizgariyê, têkoşîna li dijî nijadperestiyê ji Afrîkayê bigre heta li nav reşên Amerîkayê. Nivîsên Fanon ên li ser mekanîzmaya mêtingeriyê, bandora kûr a mêtingeriyê li ser bindestan, hîyerarşiya di têkiliyên mêtingeran û şêniyên mêtingehan de, hiyerarşiya navbera nijadan de bi awayekî yekser li Biko bandor kirine. Fanon çawa ku xwendekarê Aimé Césaire (Césaire mamosteyê Fanon ên lîseyê jî bû) be, Biko jî bi rihetî dikare wek xwendekarê Fanon bê dîtin. Lê Fanon jî Biko jî li mîrata ku ji mamosteyên xwe wergirtibûn zêde kirin û birin merhaleyeke din; reseniya xwe îsbat kirin û her yek bi rêbazên xwe yî cihê hatin naskirin. Tevî vê rewşa selef û xelefbûnê, nasîna derengtir a Biko dibe ku yek ji sedemên kêmnasîna wî be.

Frankofonbûna Fanon û têkiliya wî ya bi Jean Paul Sartre re jî kiriye ku navê wî bêtir belav bibe li cîhanê. Teqdîmkirin û pêşgotina Sartre ya 24 rûpelî[2] a bo Yeryüzünün Lanetlileri dibe ku kêm emsalên wê hebin. Di pêşgotina xwe de Sartre bi zimanekî tûj dewlet û neteweya xwe ya mêtinger mehkûm dike û têkoşîna rizgariyê ya li mêtingehan a li dijî mêtingeriya neteweya xwe meşrû dike bêyî ku îhtirazekê bike an şerhekê deyne. Di wan salan de ku şerê rizgarbûna ji mêtingeriyê di lûtkeya xwe de bû, ev piştgiriya xurt a fîlozofekî ji welatê mêtinger bixwe ji bo Fanon pir girîng û di cî de bû. Lê Sartre çar sal berî vê pêşgotinê, di 1957an de ji bo kitêba Albert Memmi[3] jî pêşgotineke heft rûpelî nivîsandibû. Di vê pêşgotinê de jî bi awayekî zelal neteweya xwe û pergala mêtingeriya wê mehkûm dikir û piştgiriyeke bê şert û merc dida têkoşîna gelên li mêtingehan. Lê cudatiya navbera herdu pêşgotinan û ya ku pêşgotina bo Fanon bêtir derxist pêş, rewakirina şîdeta dijmêtinger bû ku Fanon di kitêba xwe teorîze dikir.

Sartre bi gotinên wiha rewa dikir şîdeta dijmêtinger a li Cizayirê: “Bi kuştina ewrûpiyan xwe [şervanên cizayirî] dikin mirov” r. 18. “Şîdet xwe-jinûveafirandina mirov e (r.21).” “Şopên şîdetê ne bi kubariyê bi şîdetê tê paqijkirin” (r.21). “Di encama şîdetê de mirovekî mirî û mirovekî azad dimîne, yê sax dimîne cara pêşî axeke neteweyî hîs dike di bin lingên xwe de” (r.22). Teoriya şîdetê ya Fanon bi vî awayî ji devê fîlozofekî navdar ê ji şaristaniyeke “humanîst û nezîh” dihat rewakirin û berzkirin. Memmi jî herçiqas hewl dide şîdeta dijmêtinger fam bike, şîdet ne mijareke sereke ye di kitêba wî de, ew giraniyê dide analîzkirina pergala mêtingeriyê, derûnî û hişmendiya mirovê mêtinger û mêtingehkirî, mekanizma û dînamîkên şexsiyeta wan û di têkiliya navbera wan de. Loma di pêşgotina Sartre ya bo kitêba wî de jî behsa şîdetê derbas nabe. Bi gotineke din, ji pêşgotinê bixwe bêtir, dupata Sartre a li ser şîdetê ev pêşgotin zêdetir derxistiye pêş.

Baş tê zanîn ku teoriya şîdeta dijmêtinger a Fanon, bi piştgiriya Sartre, çawa deng da li nav reşên li Amerîkayê, li seranserî Afrîkayê û li nav şoreşgerên filistînî bigre heta yên Amerîkaya Latîn, û bû kaniya îlhama şîdeta bindestan. Memmi, herçiqas li nav gelên bêdewlet ên mîna welatê Bask, Katalanya, Kebek û reşên Amerîkayê deng dabe jî bi qasî Fanon belav nebû navê wî, nexasim li nav şoreşgerên çekdar. Bi qasî ku dizanim, heta ku di 2009an de ji aliyê weşanxaneyeke tirk hat weşandin, haya me ji Memmi tunebû. Lê Memmi bixwe nivîseke cihê heq dike û vêga naxwazim ji mijara nivîsê dûr bikevim.[4] Yanê, ne pêşgotina Sartre lê, bêtir, teorizekirina rewabûna şîdeta dijmêtinger bû ku Fanon ewqas navdar kir li nav bindest û şoreşgerên cîhanê.

Fanon û xwendeyên kurd

Li ber ronahiya teoriya şîdetê û şertên Kurdistanê yên salên 1990î, wê ne zehmet be bê famkirin ka çima Fanon li Kurdistanê jî bêtir derketiye pêş. Di vir de tişta min miraq kir ka gelo Fanon salên berê 1980 jî li Kurdistanê hatiye naskirin û xwendin an na. Tişta min dizanibû, cara pêşî İsmail Beşikci di kitêba xwe, Uluslararası Sömürge Kürdistan[5] de di peywenda Kurdistanê de qala Fanon kiriye. Agahiyên piştî salên 1980 kêm zêde tên zanîn, ya girîng salên beriya 1980 bû. Lêkolîneke di internetê de nîşan da ku di 1965an de Yeryüzünün Lanetlileri tenê 86 rûpelên wê (çapa weşanxaneya Avestayê 299 rûpel e) ji aliyê weşanxaneyeke çep a bi navê İzlem di 1965an de hatiye wergerandin û çapkirin.[6]

Bi riya email, peyam an telefonê min hewl da ji çend kesên nifşê berî 1980 bipirsim ka gelo wê demê Fanon nas dikirin, xwendibûn an na. Bersiva hin kesan “erê” bû, ku bixwe xwendine; hin kesan gotin ku navê wî bihîstine lê wan bixwe nexwendiye û nebûne şahid ku behsa wî hatiye kirin, çi devkî çi nivîskî. Li gor Recep Maraşlı, wan salan endamekî rêxistin û kovara Rizgarî, diyar kir ku di navbera 1975-1980an de li nav lijneya kovara Rizgariyê Fanon dihat zanîn û nîqaşkirin. Nexasim di nîqaşên navbera Xecê Yaşar, Orhan Kotan û İsmail Beşikci de Fanon wek referans dihat nîşandan. Koma Rizgarî wê demê yek ji wan koman bû mêtingehbûna Kurdistanê diparastin li dijî sosyalîstên tirk. Dema mînakên cîhanê û Kurdistan didan ber hev, yekemîn mînak Cizayir bû. Fanon jî wek rewşenbîrekî ji civakeke mêtingeh, di peywenda derûniya mirovê mêtingehan de behsa wî dihat kirin. Xecê Yaşar, endama lijneya kovara Rizgarî û berpirsa nivîsên wê, mamosteya fransî bû û nivîsên fransî yên antî-faşîst û înternasyonel dişopand. Bi îhtimaleke mezin ji vir haya wê ji Fanon hebû. Maraşlı jî nizanibû ka tiştekî nivîskî derbarê Fanon heye an na. Yek ji çavkaniyên min Rûşen Arslan bû ku ew jî yek ji endamên rêxistina Rizgariyê bû. Wî navê Fanon bihîstiye, lê nedihat bîra wî ku li nav kurdan kesî behsa wî kiribe. Li gor wî, di wan salan de asta întelektuel a çepgirên kurd di nav kitêbên Marks, Engels, Lenin û Stalin de asê mabû. Salim Çelîkerê kevne DDKDyî, tê bîra wî ku li derdora DDKDê navê Fanon derbas dibû, ku Dr. Şivan di bin bandora wî de maye. Min berê ji Lutfî Baksî bihîstibû ku Dr. Şivan bi saya fransîzaniya xwe haya wî ji hin çavkaniyên fransî hebûye.

Bêguman Umit Firat yek ji girîngtirîn navnîşana vê lêpirsînê bû. Ji ber ku Firat bi saya kitêbfiroşxaneya xwe ya li Pasaja Zaferê (1973-1979) di nav danûstendineke germ de bû bi xwendeyên kurd re. Firat diyar kir ku dema wî kitêbfiroşxane vekiriye, weşanxaneya İzlemê zêde ne çalak bûye, tevî kitêba Fanon gelek kitêbên din jî çapa wan qediyabû. Haya wan ji Lumumba, Bin Bella û Nkrumah hebû lê nedîtiye ku kesî qala Fanon kiriye. Di salên 1970yî de li ser gelek welatên Afrîkayê ku kurdan ji nêz ve dişopandin, kitêb dihatin çapkirin lê nayê bîra wî ku kesî li kitêba Fanon pirsîbe.

Ji bilî çavkaniyên devkî, ji bo salên beriya 1980 derbarê têkiliya xwende û siyasetmedarên kurd ên bi Fanon re ti çavkaniyeke nivîskî peyda nebû. Bi kurtî, ji nav rewşenbîr û teorisyenên dij-mêtinger yên ku îhtamal hebe bê naskirin Fanon bû, gavê derbarê wî û salên berî 1980 ewqas tê zanîn. Bawer dikim hewce nake mirov li yên din ên mîna Césaire, Memmi û Biko bipirse.

Xwendin û dîtin

Bi ya min tişta gelek caran xwendinên me diyar dike û tişta dike ku em ji wan feyz bigrin, lêgerînên me bixwe ye. Di salên berî 1980 hê şerê çekdar an emilandina şîdetê ne di rojevê de bû; bêtir xwenaskirin, xwekişifkirin di rojevê de bû li nav xwendeyên kurd. Loma ji teoriya şîdetê bêtir balkişandina rewşa kesayeta yên mêtingehkirî normal e, lê ger Dr. Şivan di bin bandora Fanon de mabe, ew îstisna ye. Tê gotin, dema em dibînin ku ew tiştên em bixwe li ser fikirîne di berhemek an nivîsekê de derbas dibe, em ji wê berhem an nivîsê bêtir hez bikin, feyz digrin. Em gelek caran vê ji tecrubeyên xwe dizanin. Bi gotineke din, civak/kes wê tişta ku di demeke diyar de ji wan re bûye hewcedarî ji derve îthal dikin. Ger hewcedarî bi tiştekî tunebe, dibe ku hebûna wî tiştî bixwe tiştekî îfade neke û ew neyê dîtin. Dema pêdiviya me bi tiştekî çêdibe, em li dora xwe dinêrin û li wî tiştî digerin, hebe em dibînin, tunebe îthal dikin. Li gor vê, Fanon û teoriya wî ya li ser şîdetê tam jî bersiv dida vê hewcedariya li Kurdistanê ya salên 1990î.

Hin caran jî hin fikir an pratîkên me hene lê me nikaribûye wan baş teorîze bikin an bi awayekî rêk û pêk, bi zimanekî gerdûnî îfade bikin. Di salên 1990î û jê şûnve Fanon bi wê navdariya xwe ya cîhanî bûye derman ji bo berterefkirina vê kêmasiya teorîk. Lê di vir de jî bandora kitêba İsmail Beşikci, Uluslararası Sömürge Kürdistan (1990) [7] wê nikaribe bê înkarkirin. İsmail Beşikci êrişa PKKê ya 15ê Tabaxa 1984an li Şemzînan û Erûhê wek werçerxeke hişyarbûna neteweyî û têgihîştina mêtingeriyê pênase dike; bi îlhama ji Fanon, van êrişan wek “yekemîn gule” bi nav dike (r.45). Di dewama wê de vê jî dibêje, “A rast, ‘yekemîn gule’ divê wek çek neyê şîrovekirin, lazim e mirov ji nav çarçoveyeke firehtir lê binêre. Naveroka wê dikare li gor dem û mekanê biguhere. Dibe ku berhemeke dijmêtinger jî bikaribe vê rolê bilîze.” Lê em dizanin ku “yekemîn gule” di maneya xwe ya rasteqîn de hatiye famkirin û şîrovekirin, herçiqas di dîroka Kurdistanê de ev ne “yekemîn gule” be jî. Ger ev “yekemîn gule” be hemû serhildanên din ên çekdar çi bûn? Bawer dikim ji ber vê ye ku, li gor gotina Maraşlı, li nav koma Rizgariyê de Beşikci ji ber vê pênaseya xwe hatiye rexnekirin. A rast, dibe ku vê binavkirina Beşikci ya ji bo şîdeta PKKê kiribe ku Fanon bêtir bê naskirin di wan salan de.

Divê ev jî neyê jibîrkirin ku Fanon ji bo wê nîqaşa li ser dîkotamiya şûr an qelemê jî bikêr bû. Di temama dîroka me de girîngî û giraniya şûr û şertên salên 1990î yên li Kurdistanê li ber çav bê girtin, elaqeya ku Fanon dîtiye dikare çêtir di nav peywendekê de bê rûniştandin.

Biko û Kurdistan

Mamoste û kaniya îlhama Fanon, Césaire bi tevgera Negritudeê reşbûn û afrîkîbûn derxistibû pêş wek helwestek dijmêtinger li hemberî jixwenefretkirina ku mêtingerî dibû sedem. Di tevgera Negritude de berzkirina çanda afrikî, vegera bo çanda kevn derdiket pêş. Fanon bi vê nehat ser û mesafeyek xist navbera xwe û vê tevgerê. Bi nêrîna wî, ji bo dîroka xwe xwedî derkevin, têr nake ku hêza mêtinger bê têkbirin. Wek parçeyek ji çanda neteweyî hişmendiyeke nû divê. Vegera bo çandeke qedîm çênabe. Ji têkoşîna li dijî mêtingeriyê çandeke neteweyî dizê. Ev çanda neteweyî ye ku divê bi hişmendiyeke nû bê xemilandin. Li aliyê din, wî bêtir bala xwe da ser mekanizmaya nijadperestî û mêtingeriyê, û tehrîbata li ser ruh û hişê mexdûrên wan, û rêbazên jiholêrakirina nijadperestî û mêtingeriyê.

Steve Biko di temenekî pir ciwan de, tevî mîrata siyasî ya ANC (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê), mîrata fikrî ya herdu mamosteyên xwe, him Césaire him Fanon (ji xeynê rêbaza şîdetê ya Fanon) jî jê re mabû, lê şert û mercên siyaseta li Afrîkaya Başûr ew ber bi lêgerîna çareseriyên din ve bir; mîrata jê re mabû têr nedikir û lê zêde kir.

Di salên 1960î de, li Afrîkaya Başûr têkoşîna reşan hatibû tepisandin û serkêşên wan di girtîgehan de bûn. Mixalefeta li hemberî rejima apartheidê ketibû destê lîberalên spî; komeleyên xwendekarên mixalif jî bêtir di destê marksîstên spî de bû. Di sala 1968an de piştî nîqaşên navbera reş û spiyan, Biko û hevalên xwe gihiştin wê encamê ku divê reş xwe bi xwe cihê bi rêxistin bibin.[6] Yanê xala wî ya destpêkê cuda bû; dema wî dest pê kir, jixwe têkoşînek beriya wî destpêkirî hebû. Wî li rêbaza tekoşîna heyî îtiraz kir. Bi dîtina wî, marksîst û lîberalên spî, ew çiqas li dijî apartheid û nijadperestiyê bin jî, nikaribûn bibin lîberal û marksîstên heqîqî, ji ber ku spîbûn û îmtiyazên spîbûnê di ser van îdeolojiyan re bûn. Nijadperestî ne tiştekî li derveyî wan bû, ew bixwe jî mehsûlên wê bûn û haya wan ji vê tunebû. Ji bo wijdana xwe rihet bikin, xwe li derveyî nijadperestiyê nîşan bidin, diketin nav rêxistinên reşan, bi wan re wext derbas dikirin. Dema spî û reş bi hev re bûn, tenê spîbûna wan têr dikir ku xwe di ser reşan re bibînin, quretî bikin, miameleya zarokan bi reşan re bikin, heta li ser navê wan bipeyivin; rê li ber reşan digirtin ku bikaribin bi rihetî xwe îfade bikin.[8]

Biko digot,

“em bi neteweperestan [alîgirên National Party a desthilatdar] re elaqedar nabin, em bêtir bi ew ên di bin navê çepgir û lîberal de bi niyeteke baş tevlî me dibin, elaqedar dibin. … Ew îdia dikin ku ew jî wê zordestiya li ser reşan bi heman şîdetê hîs dikin, loma divê ew jî bibin şirîkê têkoşîna reşan. Bi kurtî, îdia dikin ku çermê wan spî ruhê wan reş e. … û di entegrasyonê de israr dikin. … di vê entegrasyonê de yên dipeyivin spî ne, reş tenê li wan guhdarî dikin. … heta ku li ciyekî hin kes xwedî îmtiyaz bin, eyan e ku entegrasyoneke bi lez û bez nabe bibe çareserî. … mîna koleyek tevî kurê efendiyê xwe hewl bide şertên dibin sedema koletiyê ji holê rake.”[9]

Bi nêrîna min, girîngiya Fanon a ji bo salên 1990î yên Kurdistanê çi be, an Fanon di wan salan de çawa valahiyeke teorîk tijî kiribe, Biko jî valahiya teorîk a salên piştî 2000î tijî dike li bakurê Kurdistanê. Çi ye ew valahî? Salên piştî 2000î êdî hêdî hêdî diyar dibû ku şerê çekdar wê negihêje encamekê an armanceke ku li Bakur şerê çekdar (ê PKKê) heq derxîne ji holê radibû. Di siyaseta legal de herku çû beşdariya çep û lîberal heta kemalîstên tirk zêdetir bû. Siyaseta kurd bi her awayî çi ji aliyê epistemîk çi ji aliyê kadro û temsîlkarên hilbijartî ket bin hikmê tirkên çep, lîberal û kemalîst; mafê axaftina ser navê kurdan ket destê wan. Yên bi nasnameya xwe ya “kurd”bûnê li kêleka wan disekinîn ew kurd in/bûn ku ji vê rewşê razî ne an naxwazin/nikarin îtiraz bikin.

Di rewşeke wiha de êdî ji rewakirina şîdeta dijî dewleta serdest bêtir, dijderketina li serdestiya tirkên çepgir, lîberal û kemalîst a li ser siyaseta me pêwîst bû. Kitêba Steve Biko di 2014an de, dema tam jî siyaseta tirkiyeyîbûn û entegrasyonê ciyê xwe digirt û siyasete li dor nasnameya kurdbûnê dihat bêqîmetkirin, derket. Helbet divê bê diyarkirin ku ev kitêb jî ji aliyê me kurdan nehat amadekirin û çapkirin. Me bi xwe ew kişif nekir û neda naskirin. Me ew jî di ser tirkan û tirkî re nas kir. Lê me her çawa nas kiribe jî, di nav peywendeke siyasî de ku serdestiya tirkan li ser navê îdeolojiya gerdûnîbûnê, biratiya gelan an bi binavkirinên amorf ên mîna siyaseta bindestan an konê bindestan dihat rewakirin, a rast, Biko bi gotinên xwe yî çil-pêncî sal berê xitabî me dikir.[10] Lê çima têra xwe nehat dîtin?

Bersiva vê pirsê, bi ya min, bi meseleya hewcedariyê ve ya li jor hat behskirin, girêdayî ye. Ji ber gelek sedemên ku wê di nivîsê de hilneyên, piraniya xwende û ehlê qelemê yên kurd ên salên 2000î nexwestin vê rewşê bibînin, problematîze bikin û li ser bifikirin. Bi gotineke din, li nav xwende û ehlê me yî qelemê ku piranî xwe nêzîkî civata çepgir û lîberalên tirk didîtin, pir zehmet bû lêgerîneke ji bo siyaseteke alternatîf hebe û çavê xwe li teoriyên alternatîf bigerînin, wan bibînin. Axaftin û fikirîna li ser Biko wê bihata maneya pejirandina siyaseteke neteweyî û redkirina siyaseta serdest ku çil-pêncî salên dawî mohra xwe li bakurê Kurdistanê xistiye. Ji ber giraniya çepgiriyê ya li ser wan, tevî lîberalîzm û îslamîzmê, û bêqîmetkirina fikra neteweyî, xwendeyên kurd ew hed di xwe nedîtin an wek mafê xwe nedîtin ku bixwazin tirkan li derveyî siyaseta xwe bihêlin, li ser vê bifikirin.

Helbet, ji bo xwendeyên kurd bikaribin li dijî giraniya tirkên çepgir, lîberal û kemalîst a di siyaseta kurd de derkeve, ne şert e Biko bizanibin û bixwînin, lê ger fikir û daxwaza wan a lidijderketinê hebûya, Biko wê bala wan kişandibûya. Û digel ku ewqas dereng hatiye naskirin, dikaribû di demeke kurt de belav bibûya. Xwendin, pirî caran, bi qasî hînkirinê xwe-bawerî dide mirov; xwe-baweriya epîstemîk qewî dike; ger endîşe û lêgerîneke siyasî ya mîna Biko hebûya, referansa herî zêde di cî de Biko bû salên piştî 2014an.

Ya din, ehle me yî qelemê di pêncî salên dawî de ew xwe-baweriya wan a epistemîk çênebû an pir lawaz ma ku li dijî şîdeta rêxistinê rêbazeke alternatîf pêşkêş bikin an li ser nîqaş bikin; wek hedê xwe nedîtin pêşengtiya fikreke cuda bikin. Dikare bê gotin, piraniya enerjiya xwe ji bo rewakirina rêbazên rêxistineke çekdar xerc kirin, yên ev nekirin marjînal man an ji wê hêza pêşkêşkirina alternatîfekê bêpar bûn[11].

Dikare bê pirsîn ma qey Biko qet nehat xwendin. Belê, kêm zêde hat xwendin, lê bêyî ku di navbera nêrînên wî û siyaseta me de hevterîbiyek bê dîtin, di nav peywenda têkoşîna dijî nijadperestî û dijmêtingeriyê ya di siyaseta Afrîkaya Başûr de hat qalkirin. An ji nedîtî ve hat dîtin. Bi qasî dizanim, nivîsek din heye ku li ser Biko hatiye nivîsandin.[12] Di nivîsê de nivîskar, Biko û têkoşîna wî dide nasîn û qala giringiya wî ya di siyaseta Afrîkaya Başûr de dike; tenê di paragrafa dawî de Biko û Mazlûm Dogan dide ber hev; mirina wan a bi îşkenceyê, mirina di temenekî ciwan de û bêîteatkariya li serok û hiyerarşiya rêxistinên xwe. Nivîskar, ji bêîteatkariyê (ya Mazlum Dogan) qesta wî çi ye nayê famkirin. Wek ku xwestibe rexneyên Dogan ên li serokê rêxistinê, Ocalan bîne bîra xwînerên xwe, lê diyar e ew bixwe ditirse ku wan rexneyan bi lêv bike û bi xwînerên xwe re parve bike. Miqayeseyek heta bêjî sethî û şaş e û wek ku ji ser guhê xwe bavêje hatiye behskirin. Şaş e, ji ber ku Dogan wek temsîlkarê tevgereke fikrî ya ji PKKê cuda nayê naskirin; ji bilî dilsozî, fedakarî, mirina bi îşkenceyê ya bêwext hevterîbî tuneye di navbera wî û Biko de. Lêbelê hevterîbiya beloq a bi siyaseta me re nabîne; rêbaza Biko ya lidervehiştina lîberal û marksîstên spî, di nav peywenda Kurdistanê de nanirxîne; elaqeyekê çênake di navbera rêbaza Biko û siyaseta bakurê Kurdistanê de. Dema mirov bizanibe ku nivîskar bixwe yek ji alîgirên wê siyasetê ye û ewqas jê razî ye ku hê salek berî vê nivîsa xwe di hilbijartinên parlamenteriyê de bûye berendam, mirov ecêbmayî namîne li vê xwendin û helwestê. Biko ji bo wî tenê bûye amraza malûmatfiroşiyê. A rast, di vê dewra google, wikipedia û hişê çêkirî de nivîsên bi vî rengî, yên bê-problematîzekirin wek îsrafkirina wexta nivîskar dibînim.

Lêgerîn û dîtin

Helbet, Fanon karê wî ne tenê teorîzekirina şîdetê bû. Ligel gelek babetên din[13] wî jî helwesta çepgirên ewropî yên dema xwe problematîze kiriye. Berî ku di 2014an û piştî wê Biko bê xwendin jî, referansên cidî hebûn li ser têkiliya çepgirên neteweyên serdest û têkoşîna li mêtingehan, herî kêm di Fanon, Césaire û Memmi de ku li nav me dihatin naskirin. Angaşt dikim ku xwende, akademisyen û ehlê me yî qelemê (bêguman îstisna hene, li vir qesta min meyla giştî ye) ewqas di bin bandora çepgiriyeke gerdûnî û bênasname de mane ku ev aliyê van teorisyenan jî nedîtine.

Sartre di pêşgotina xwe ya bo kitêba Fanon de behsa piştgiriya çepê welatê mêtinger a bişert û hişyariyên wan dike û lê zêde dike bê çawa têkoşerên mêtingehan guh nadin van hişyariyan. “Ew (têkoşerên mêtingehan) qet xwe mecbûr nabînin xwe ji wan re (çepgirên neteweya mêtinger) îsbat bikin. Alîkariya wan (çepgirên welatê mêtinger) ne lazim e!” (r.21) Her wiha Fanon[14] bi îlhama Sartre qal dike bê şairekî reş [qesta wî Césaire e] û rewşenbîrên din ên reş çawa nikarin xwe bi rengê çermê xwe bidin qebûlkirin û bi mecbûrî di nav marksîstbûn û gerdûnîbûnê re xwe îfade dikin. Di nav gelek nivîsên ku Fanon wek referans didin, lê rast nehatime ev gotinên Fanon derketibin pêş an marksîstên gerdûnîhez ên kurd xwe tê de dîtibin.

Césaire di sala 1956an de ji Partiya Komunîst a Fransayê îstifa kir. Di nameya xwe ya îstifayê de digot,

di vê kêliya … dîrokî de, em, ên ne-spî, di hişê xwe de li firehiya tekbûna (singularity) xwe hay bûne û amade ne di her astê û her qadê de têkevin bin berpirsyariyên ku ji vê lêhaybûnê dizên. … Tekbûna kêşeyên me nabe bê daxistin asta kêşeyên din. … Têkoşîna me ji têkoşîna karkerên fransî ya li dijî kapitalîzmê gelekî têkeltir e, a rast, bi temamî cuda ye. … Biratî, em qala birayekî mezin dikin, ku ji raserbûn û tecrubeya xwe bawer, bi destê we digre (wax wax, hefy e! Carna jî bi awayekî qebe) ku we têxe riya ku ew dizane… Tam ev e tişta ku em naxwazin. … Em nikarin kesekî din li dewsa xwe tayin bikin ku ji bo me bifikire … ew baştirîn dostê me jî be. … Dixwazim marksîzm û komunîzm ji bo mirovan be, ne ku mirov li gor wan tevbigere. … ger doktrînek ji aliyê me li ser nehatibe fikirîn… guhertinên li gor me tê de nehatibin kirin, ew bi kêrî tiştekî nayê. … Dibînim komunîzmê heta qirikê serê wê [Martînîk] xistiye nav benê asimilasyonê. … Na, xwe bi partîkularîzmeke teng napêçim. Lê xwe di nav gerdûnheziyeke sistok de jî winda nakim.[15]

Wê ne zehmet be, mirov bibîne bê Biko ji pêşiyên xwe yî têkoşer çawa hêzeke epîstemîk wergirtiye. Kesî ji sifrê dest pê nekiriye, her yekî li mîrata pêşiyên xwe zêde kiriye. Dizanim ku ev nameya Césaire baş tê zanîn li nav piraniya xwende û nivîskarên kurd, lê şertên li Kurdistanê û xwendeyên kurd nehiştiye ku ev gotinên wî bi kûrahî bên nîqaşkirin an bi van angaştan li ser siyaseta me nîqaş çêbibin.

Memmî jî behsa têkçûna çepê Ewropayê ya li hemberî şerê rizgariya mêtingehan dike. Li gor Memmi, çepgirên ewropî nizanibûn wê neteweperweriya li mêtingehan çawa bi cî bikin di nav îneternasyonalîzma xwe de. Li hemberî neteweperweriya çep aciz dibûn, ji ber ku wan netewe pir zû binax kiribûn di hişê xwe de (r. 47). Tesbiteke din a Memmi jî ew e ku bêkesayetkirina mirovê mêtingehê ye ku li nav wan ti îşareta piratiyê (plurality) nayê dîtin. Mirovên mêtingeh ti carî ji hev nayên cihêkirin an cudatiyên li nav wan nayê dîtin, ancax di nav anonimiyeke kolektîf de tên fetisandin (r. 96). Ev meseleya anonîmkirinê li nav me baş tê zanîn, lê tirk li aliyekî, ji aliyê xwende û nivîskarên kurd bixwe ji bo kurdan tê emilandin, ku mixabin ne tiştekî îstisnayî ye jî. Pirî caran, dema rexneyek li tirkan tê girtin, zimanekî anonîm nayê emilandin, ew tên binavkirin, çi wek sazî çi wek kesayet; bi hesasiyeteke berbiçav tirk ji hev tên cihêkirin; hema hema ti carî temama tirkan bi hev re nabin hedefa rexneyekê an bi hev re nayên mehkûmkirin. Lê dema behsa kurdan tê kirin, gelek caran hemû kurd bi hev re, bêyî ku mixatab bên girtin û ji hev bên cihêkirin, dibin hedefa rexneyan.[15] Bi îhtimala herî baş, bi xwe-tevlêkirina nivîskar, di bin “em”ekê de tên anomîmkirin.

Di xwendinên me de tiştekî din ku di Fanon û Memmi de nehatiye dîtin, binxêzkirina wan a netewebûna gelên mêtingehan û neteweperwerî ye, wek rêbaza rizgarbûna ji mêtingehbûnê. Ji ber ku siyaseta serdest a li bakur yek ji pêşekiyên wê bêqîmetkirina nasnameya neteweyî û neteweperweriyê bû/ye, xwende û nivîskarên kurd jî bi îtina ji vê babetê dûr sekinîne, ya heyî jî nedîtine. Fanon di Yeryüzünün Lanetlileri de bi hûrgilî hişmendiya neteweyî, nasnameya kolektîf û rola wê ya di têkoşînên azadiyê de, şerê rizgariya neteweyî analîz dike. Her çiqas alozî û rîskên hişmendiya neteweyî binxêz bike jî, girîngî û hebûna wê înkar nake û angaşt dike, bêyî ku merhaleya netewebûnê bê jiyîn, ew nikare bê derbaskirin. Di referansên bo Fanon de aliyekî herî kêm referans hatiye dayin û li ser hatiye nîqaşkirin ev e.

Ji aliyekî ve, ger em li ser meseleya anonîmkirinê hinekî bifikirin, em ê pir jî ecêbmayî nemînin bê çima nêrînên van teorisyenan ên li ser netewebûn, neteweperwerî, nasnameya kolektîf, çanda neteweyî û problematîzekirina îdeolojiya qaşo gerdûnîhez, marksîzmê nehatine dîtin. Li ba xwende û ehlê me yî qelemê hê herî dij-mêtinger jî ew xwe-baweriya epistemîk tuneye ku wê hiyerarşiya navbera tirk û kurdan hilweşînin, kurdan wek neteweyeke cihê texeyul bikin û tirkan li derveyî xwe bihêlin. Li Tirkiyeyê û Bakûr her çi biqewime, xwendeyên kurd, mîna zarokekî li benda hezkirina diya xwe be, çavê xwe li nav tirkan digerînin da ku kesek an derdorek mexdûriyeta wan bibîne û merhamet nîşan bide. Ji wan miameleyek çiqas xirab jî bibînin, gotinên wan bên sansurkirin û hedê wan bê nîşandan jî, ev zêde wan aciz nake, çawa be hemû tirk ne mîna hev in (bereksê vê wê nijadperestî be! Ji bo kurdan dikare bê gotin ku giş mîna hev in!), yên baş jî xirab jî hene, tê hêvîkirin ew ên baş bi serkevin! Bi sernekevin jî ligelbûna wan hîzûr dide mîna dawa dayikekê; me ji wê berpirsyariyê azade dike ku em barê xwe bixwe hilgirin; ji berpirsyariya kamilbûnê azade dike. Loma di her şert û mercan de bi awayekî hêviyek tê peydakirin li nav wan; nabe hêvî ji hevkariya wan bê qutkirin! Tişta Biko ji yên din vediqetîne, hevkarî li aliyekî, lidervehiştina marksîst û lîberalên spî yên niyet-baş bûn, û a rast, ji bo zêdetirî vê jî emrê wî têr nekir. Bi gotineke din, di Biko de, mîna yên din, nabe hin aliyên wî bên dîtin, hin alî neyên dîtin; jixwe ewqas zêde alî tunene.

Fanon di Yeryüzünün Lanetlileri de dibêje, “her nifş lazim e misyona xwe kişif bike, paşê lazim e an wê misyonê bîne cî an îxanetê lê bike” (r.191). Bawer dikim, nifşê me hê jî hewl dide misyona xwe kişif bike an ji ber lêgerîna li misyona xwe êş dikşîne, serê me tevlihev e. Belkî jî ev qeyrana beriya guherîneke mezin be! Ger em bikaribin hêz û taqeta xwe ya lêgerînê bi ser cihokekê ve berdin, dibe ku lêgerîn bixwe afirîner be û rê li ber guherînên mezin veke; qet nebe di encama vê lêgerînê de em bikaribûna ji zaroktiyê derkevin, ber bi kamilbûnê ve biçin; me jî mîratek mîna ya Biko li dû xwe bihişta, ev ê bixwe bibûya guherîneke mezin.

Têbinî

Steve Biko, Siyah Bilinci, amad. Barış Ünlü, wer. Onur Eylül Kara, Dipnot, 2014, Enqere. Di maweya nivîsandina vê nivîsê de Xalid Sadinî diyar kir ku salên 1995-6an, dema ew di girtîgehê de bûye, bihîstiye/dîtiye ku kitêb an nivîsek Steve Biko, an kitêb an nivîsek li ser wî ji aliyê weşanxaneya Belgeyê hatiye weşandin. Ji bo piştraskirinê, min peyamek nivîsand ji weşanxaneya Belge re; hê bersiv nehatiye.

Di nav Frantz Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, wer. Lütfi Fevzi Topaçoğlu, Avesta, 2001, Stenbol. r. 7-30.

Di nav Albert Memmi, Sömürgecinin Portresi Sömürgeleştirlenin Portresi, wer. Şen Süer, Versus, 2009, Stenbol. r. 15-21.

Ji bo bêtir agahiyên li ser Memmi, bnr. Albert Memmi, Dekolonîzasyon û yên Dekolonîzebûyî, wer. Fahriye Adsay, Avesta, 2025, Stenbol (li ber çapê ye).

İsmail Beşikci, Uluslararası Sömürge Kürdistan, Înstîtuya Kurd a Parîsê, 1990. https://www.academia.edu/7213563/Devletleraras%C4%B1_S%C3%B6m%C3%BCrge_K%C3%BCrdistan_%C4%B0smail_Be%C5%9Fik%C3%A7i . Ibrahîm Güçlü jî diyar kir ku di salên 1977-8an de wan Fanon dizanibûn, û ev jî lê zêde kir ku Beşikci ev kitêb di salên 1977-8an de nivîsandibû, lê şertên wê demê rê nedabû ku bê çapkirin. Ger wiha be jî, ji behsa PKKê diyar e ku Beşikci dû re careke din li ser xebitiye û lê zêde kiriye. Helbet divê ev pêşî ji İsmail Beşikci bihata pirsîn. Roja ku min jê re peyam nivîsand, mixabin, Beşikci li Diyarbekirê nerihet bû û rakirin nexweşxaneyê, dema ev nivîs qediya hê di nexweşxaneyê de bû. Hêvî dikim siheta Beşikci baş bibe û bikaribe bersiva min bide. Ger bersiv bide, ez ê li vê nivîsê zêde bikim.

Ji bo peydakirina vê agahiyê spasiya Burhan Tek dikim.

İsmail Beşikci, Uluslararası Sömürge Kürdistan, (https://www.academia.edu/7213563/Devletleraras%C4%B1_S%C3%B6m%C3%BCrge_K%C3%BCrdistan_%C4%B0smail_Be%C5%9Fik%C3%A7i

Barış Ünlü, Pêşgotina bo Siyah Bilinci, r. 11.

Biko, r. 26-27.

Ji bo nivîsek li ser Biko û siyaseta me, bnr. Fexriya Adsay, “Ji Afrîkaya Başûr Tecrubeyên Reşikan bo Kurdistanê: Steve Biko û Zihna Reş”, Zarema, hej. 6, sal. 2016. https://blog.kovarazarema.com/ji-afrikaya-basur-tecrubeyen-resikan-bo-kurdistane-steve-biko-u-zihna-res/

Di nivîseke din de li ser vê sekinîbûm, “Gazinda Qelemê,” https://blog.kovarazarema.com/gazinda-qeleme/

Ramazan Kaya, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-333

Ji ber ku armanca vê nivîsê ne nasandina Fanon û navên din e, ez nakevim nav hemû nivîsên wan û behsa hemû fikrên wan nakim. Nexasim li ser Fanon gelek tişt hatine nivîsandin û berhemên wî li holê ne. Fanon herî baş bi berhemên xwe dikare bê naskirin. Derdê min bêtir li ser xwendina wan e.

Frantz Fanon, Siyah Deri Beyaz Maske, wer. Cahit Koytak, Versus, 2009, Stenbol. r.222.

15. Aimé Césaire, “Name bo Maurice Thorez”, wer. F. Adsay., Zarema, hej. 14, sal 2021. r. 8-16.

16. Ji bo li ser zimanê anonîm û derveyî, bnr. hevpeyvîna bi Înan Eroğlu re, bnr. https://inanolo.blogspot.com/2021/04/zimane-derveyi-u-jixwe-nefretkirine_10.html.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din