Gotar

Di Navbera Sê Sehneyan de: Yonca Karakaş û Rexneya Hêmaya Politîk

Fatih Tan · 2 hezîran 2026

Mezinahî
Parve bike

Îro hê jî zaltirîn zimanê hunera hevçax hêmayên politîk e. Li Bîenalan, galeriyan, muzeyan û fuarên hunerê em timûtim rastî heman têgehan tên: koç, sînor, aidiyet, şer, nasname, bîr, trawma, feqîrî, êdin, mêtingerî, berxwedêrî…

Nexasim van salên dawî ji bo gelek hunermendên kurd, ew zemîna etîk bûye ev rejimên xuyanîtiyê ku xwe dispêrin vegotina zêde ya hêmayên politîk, ku hema hema bêyî ku lê bê pirsîn tên qebûlkirin. Di vir de pirsgirêkeke bingehîn peyda dibe: ev hilberînên ku ji aliyê politîk ve “rast” tên qebûlkirin, çima ji aliyê estetîk ve her diçe zêdetir “sethî” xuya dikin? Çimkî hunera hevçax îro ji hilberandina fikir bêtir bûye prosedurek ku yekser fikra formel -wek mînak, popularîteya dengbêjekî- temsîl dike. A rast, ev yek ji mezintirîn şikestinên hunera hevçax e. Halbûkî, hema hema her ramanger ku rasteka (düzlem) teorîk a estetîkê di nav xeta xwe ya dîrokî de saz dike, kêm an zêde bi awayekî rexneyî nêzîkî rehenda temsîlî ya hunerê dibe. Paradigmaya damezrêner a estetîkî ku bi Baumgarter û Kant dest pê kiriye, îro di têgehên hevçax de jî bi awayên cuda didome. Ji ber ku hunera temsîlî li ser mijareke diyar di nav armancên diyar de dixebite û gelek caran hê di destpêkê de maneyê pêşkêşî bîneran dike. Lê berhemeke xurt a hunerî hê di destpêkê de maneyê nade. Bîner dixe nav tecrubeyekê. Nêrîn li ser rûyê şêwazê (form) digere; rastî ronî, sî, ritim, valahî, reng, hereketên anatomîk, tengijîna kompozisyonê tê. Bi vê rasthatinê re îdraq vedibe; fikir jî piştî tecrubeya estetîk derdikeve holê. Lêbelê îro, gelek pratîkên hunera politîk bi temamî vê pêvajoyê berevajî dikin: ji dêvla ku fikra têgehî li dawiya tecrubeya estetîk veke, di kêliya pêşî de wê dide xuyakirin. Loma, beşdarbûna çalak a bîneran tê îhmalkirin ku têkevin nav gerana fikrî ya berhema hunerî vekiriye û pirî caran bîner tenê maneya ku berê hatiye dayin, teyid dike. Bi gotineke din, sînor tê danîn û bîner nikare beşdar bibe nav gerana fikrî ya berhema hunerî vekiriye û gelek caran tecrubeya estetîk tenê dibe teyidkirina maneya ku berê hatiye diyarkirin. Bi ser de, ev mane bi giştî dikeve nav wê çarçoveya fikrî û îdeolojîk a bîner jixwe angajeyî wê ye. Wek mestere, dema şîdeta ku desthilat li ser êdin disepîne, rasterast li sehneya hunerê tê nîşandan, ev ne rexneyeke politîk e; bilakîs, ew rîsk heye ku qudreta desthilatê wek şêwazeke herdem-bala şênber bike. Li vir mesele ne îfşakirin an teswîrkirina şîdetê ye; mesele ew e ku şîdetê ji zemîna wê ya patetîk (dilşewat) veqetîne, li riyên berxwedanê bigere û şêwazên estetîk ên derfetên jiyaneke nû biafirîne.

Li vir hişyariya bingehîn a Jacques Rancière giring e: ya politîk ne ew e ku şîdeta desthilatê bi awayekî sansasyonel di naveroka peyamê an navenda medyumê de rasterast bê bicîkirin; a politîk, di wê rejimê de ku “parvekirina ya sehbar” (algısalın paylaşımı) vesaz dike, derdikeve holê. Politîkbûna hunerê bi tişta dibêje çalak nabe, çi çawa nîşan dide, bi wê çalak dibe. Îro parçeyek mezin a hunera kurdî berevajî vê, wê tişta xuya sabit dike bi maneyên politîk ên berê hatine kodkirin. Loma ev e sedema ku bandora berhema hunera hevçax ewqas demkurt e li ser bîneran. Çimkî berhema hunerî êdî tîrbûneke fikrî çênake; an qudreta pozisyoneke politîk di aleyhê xwe de piştrast dike an îradeyeke patetîk ku xitabî hestan dike, di lehê xwe de arezû dike. Bîner jî li berhemê dinêre û pir zêde nafikire, tenê aliyê wê yî etîk pesend dike. Bi vî awayî şêwaza hunerî nabe binyadeke fikrî, dibe pêşanedeke pedagojîk. Di vê qonaxê de, “Rejima Sê Sehne” ku ez berpêş dikim, armanc dike vê pirsgirêka berbehs bi awayekî vekirîtir dîne holê. Ev rejim binyadeke sê-qonaxî pêşniyaz dike: sehneya yekemîn, xuyanga yekser a hêmanên estetîk e; sehneya duyemîn, wê qada navber pênase dike, ku di nav gerana fenomenal de îdraq hereket dike; sehneya sêyemîn jî wê asta ku tevî vebûna epîstemîk tê de fikir peyda dibe, îfade dike.

Îro, pirsgirêka bingehîn a hunera politîk ew e ku ew fikra ku divê di sehneya sêyemîn de vebe, di sehneya yekemîn de wê beriya hêmanên estetîk bi tazîtî pêşkêş dike. Yanê naveroka epistemîk -zanîna rast a hîmê wê hatiye danîn- dikeve pêşiya tecrubeya bîneran û dikeve şiklê naverokeke sethî û pornografîk -zanîna formel. Di vê rewşê de sehneya duyemîn vala dimîne; ji ber ku bîner êdî di nav şêwazê de bi awayekî fenomenal nagere, maneya yekser di sehneya yekemîn de diqedîne û wek teknîk nikare bigihêje sehneya sêyemîn. Va ye, ji aliyê hunerê ve mesele tam jî di vir de têk diçe. Çimkî hêmaya temsîlî ya di navenda şêwazê de tê şixulandin (wek mînak, hêmaya temsîlî ya penaber: belem an kon) fikir venake; rasterast û yekser wê digre di sehneya yekemîn de. Ji bîner re qada fikirînê nahêle, ji pêş ve diyar dike ka wê çi bifikire. Yanê îdraqkirina bîneran qut dike, nahêle rejima sehneyê bi tevahî bi dorê û hiyerarşîk îdraq bike. Loma, îro di gelek pêşangehan de têgehên wek feqîriyê di ser wan objeyan re ku yekser li rastiyê rûdinin -di sehneya yekemîn de-, tên temsîlkirin: solên kevn, cawên peritî, rûberên plastîk, walêzên koçberiyê, parçeyên kon… Ev her yek hêmayên lîteral in. A giring ew e ku ev hêma ji gewherên xwe yî temsîlî bên şuştin, bibin hêmayên

Yonca Karakaş, 2025, Back Contamantion, Pigment prints on Hahnemühle matt fibre 110×76

“xweser” û bibin tabiyî xwendineke tebeqeyî. Lêbelê, li vir tişta di ser hêmayên temsîlî re derdikeve holê ne vekirîbûneke estetîk e, ew rejimek e ku rasterast hestan dixe nav tevgerê. Di vê qonaxê de bîner êdî nafikire; tenê bertek dide. Bi vî awayî, berhem, ji dêvla ku qadeke epistemîk veke, reflekseke etîk hildiberîne. Ev ew halê berevajîkirî yê tengijîna estetîk-politîk e ku Rancière tarîf dike: xuyanîtî êdî ji nû ve nayê belavkirin, tenê wek şêwazeke temsîlê tê piştrastkirin. Ji ber vê sedemê, beşeke mezin a hunera kurdî ya hevçax di nav “diyalektîkeke patetîk” de dişixule: tez (şîdeta desthilatê), antîtez (rexneya ajîte a hunermendê êdin), sentez (gerana mekanî ya pêşangehê). Lê ev binyad ti şikestineke epistemîk hilnaberîne; tenê ekonomiya maneya heyî ji nû ve dixe geranê. Huner, bi nîşandana yekser a hêmayên heyî nikare herka politîk zevt bike; berevajî vê, çiqas bikaribe rejima ya xuyayî parçe bike, dikare ewqas diyardeya politîk ji nû ve nîşan bide. Huner, ji dêvla ku maneyên heyî ji nû ve hilberîne, divê qadên nû yên îdraqê veke.

Karên hunermenda Diyarbekirî, Yonca Karakaş tam jî ji ber vê politîk in. Bi gotineke aşkeretir, ji gelek karên hunermendên kurd ên populer ku wek hunermendên politîk tên zanîn, radîkaltir in. Karakaş tam jî ji wan hunermendên kêmpeyda ye ku li gor pênaseya min a hunera politîk e. “Hunera politîk, rastîbûna epîstemîk a hêmaya xweser e ku veqetîna ji diyalektîka desthilatê mimkun dike.” Karakaş, ji bo ku hêmayên xwe yî xweser ên aidî ekolojiya xwe ya afirîner datîne holê, ji diyalektîka desthilatê veqetîneke domdar dijî, ji ber ku hêmayên wê desthilat diyar nake û ji ontolojiya desthilatê tezahur nakin, loma jî hêmayên wê resen û xweser in. Mesela, hêmayek wê temaya wê cinsiyet be jî, wê pêşî ji peywenda wê ya lîteral qut dike, paşê daxilî nav ekosîstema xwe ya dîtbar dike û şêwazeke nû ya hebûnê dide wê; ev şêwaza hebûnê jî xweserî bixwe ye. Ya din, hêmayên wê yî xweser ji ber ku ne li ser mijareke angaje an aşîna ne, xwe di heman demê de ji vegotina formel û pornografîk dûr dixe û îşaretî şêwazeke nû ya zanînê, yanê epîstemeyeke nû, dike. Ji ber vê di berhemên Karakaş de politîkbûn di rejima tebeqeyî ya şêwazê de, yanê di naveroka giştî ya kompozisyonê de, di peywenda figur, obje û mekanê de peyda dibe. Karên wê di sehneya yekemîn de sloganan hilnaberîne; nasnameyê bi sembolên temsîlî nîşan nade; trawmayê teşhîr nake; estetîka mexdûriyetê ava nake; cî nade danekirinên ampirîk ên desthilatê. Berevajî vê, bîner li ber şemûgekê dihêle, ku rastîbûn bi berdewamî dişikê. Bedenên Karakaş ên hibrîd, mekanên wê yî sterîl, deformasyonên biyolojîk, rûyên sûnî yên çerm û figurên anonîm, bi kurtî gerdûna avatar berêberê peyameke politîk nadin. Bîner, li hemberî karên Karakaş di sehneya yekemîn de pêşî dikeve nav biyanîbûneke estetîk: valahiyên klinîk, nêrînên qerisî, hesta midaxeleya dijîtal, jihevketina bedenê, sterîlbûyina mekanê… Di sehneya duyemîn de îdraq dest pê dike dilive: şêwaz parçe dibe, nêrîn ji hev dikeve, beden ji maneya xwe ya sabit qut dibe. Di sehneya sêyemîn de vebûna epistemîk pêk tê: mirov dîsa li têkiliya nasname, aîdiyet, beden û temsîlê difikire. Karakaş ji bîner re nabêje ka wê çi bifikire û wê qethîbûna derheqê tişta dikare bê dîtin xira dike. Ji ber vê sedemê, karên Karakaş di maneya Rancièrkî de politîk in; sehneya di nav parvekirina ya sehbar de hatiye avakirin, ji ciyê wê dûr dixe û qadeke nû ya binyada dîtbar çêdike (mîna di Lissitzky, Rodçenko û Mondrian de). Di heman demê de di nav “Sehneya Sê Rejim” de jî politîk e; ji ber ku zanîna sehneya sêyemîn nîne ser sehneya yekemîn. Maneya epistemîk wek formel yekser ji sehneya yekemîn nade, wê taloq dike. Ev taloqkirin vebûna fikir bi herkek fenomenolojîk ber bi sehneya sêyemîn ve dibe. Bi vî awayî, fikir taliya talî wek şêwazeke epistemîk di sehneya dawî de peyda dibe.

Yonca Karakaş, 2025, IT FROM BIT, Pigment prints on Hahnemühle matt fibre 115×75

Karên Karakaş, nexasim ên li pêşangeha bi serenava “IT FROM BIT”, rejimeke dîtbar û sehekî (duyusal) ya dureh ava dike, ku tê de şêwazên mirov, heywan û nebatan bi ser hev vedibin. Ev rejim, ji îdiaya temsîlkirina yekser a nasnameyê bi zanebûn dûr dikeve û li ser pêvajoyên wê yî jihevketin, parçebûn û kodbûyînê disekine. Her wiha, nasname êdî nabe nîşandêreke sabit an objeya temsîlê; dibe qadeke wisa ku her tim îstikrara maneyê xira dike, sînoran dike şemitokî û wan xira dike, ji hev dixe. Karakaş, di pêşangeha xwe ya bi navê “Back Contamination/Vegera Gemarîbûnê” de ku di navbera 12yê Gulanê-27ê Hezîranê de li Galeriya G-art dewam dike, red dike ku hêmaya felaketê rasterast temsîl bike. Ji dêvla vê, mekanên sterîlîzekirî û nîzameke nû ya îdraqkirinê dihûne; ev nîzama nû di ser qadên şikestina biyolojîk re dişixule. Li vir mesele ne qeyrana biyolojîk bixwe ye; mesele ew e ku qeyran çawa tê dîtbarkirin, çawa dikeve wê halî ku bê xwendin û bigere. Ji vî aliyî ve, pratîka Karakaş, ji dêvla pêşkêşkirina qeyranê wek naverok, rejima temsîlê ku zemîna qeyranê amade kiriye dike hedefa xwe û qadeke midaxeleyê vedike, ku mantiqa damezrêner a hêmayan fam dike. Pêşangeha Karakaş “Back Contamination” gotareke politîk ku vebêjeyên felaketê rasterast temsîl bike, ava nake. Qadeke tecrubekirinê vedike; ev qad şertên sehekî û fikrî ku ev vebêje tê de tên hilberandin, nîşan dide. Hunermend tenê wan hêmayên mîna şer, jihevketina hawirdorê û tune-bûnê ku di bîra hevpar de cî girtine, ji nû ve hilnaberîne, di heman demê de lê dipirse ka ev hêma fikir çawa diyar dikin û texeyulên derbarê siberojê çawa sînordar dikin. Pêşangeh, bi vî halê xwe, bîner bi zanîneke amade (formel) re rû bi rû nake, bilakîs wan dixe nav tecrubeyeke fenomenal ku bi nediyarî, derbase û îhtimalan hunandî ye. Wek mînak, figura “mişk”ê ku di pêşangehê de tê dubarekirin, di vê peywendê de ji hilgira maneyeke sabit wêdetir, erka metafora derbasbûnê tîne cî, ku di navbera veguherîn û man-nemanê (survive) de diçe tê. Loma “Back Contamination” honakeke estetîk a pir-tebeqeyî derdixe holê; ev honak li ser gerana zihnî û çandî ya fikra felaketê disekine û zanîna epistemîk ancax di encama pêvajoya tecrubekirinê de xwe dide xuyakirin. Pratîka Karakaş, ji fehma hunera politîk a temsîlkar a di berhemên gelek hunermendên kurd de tê dîtin, vediqete û politîkbûnê di asta naverokeke yekser de nîşan nade; asteke honakî li ser kar e ku berê bîner dide derbaseyeke fenomenal û zanîna epistemîk taloq dike, dûre derdixîne holê. Hunermend, ji dêvla ku ya politîk wek “tema” pêşkêş bike, şertên dîtbar û îdraqî yên avabûna têgihanê (algı) diyar dikin ji nû ve saz dike. Ji vî aliyî ve, karên wê rejimeke zanînê hildiberîne, ku gerdûnên xwe yî ekolojîk ava dikin. Tesîra politîk a di nav vê rejimê de, bi vekirîbûna temsîlê ne, bi jinûve-rêxistîbûna têgihanê peyda dibe û ev jinûve-rêxistîbûn şêwaza xwe yî herî tîr di “sehneya dawî” de dibîne, di şemûga sehneya sêyemîn de ku îdraqkirin an famkirin dereng derdikeve holê. Yonca Karakaş, bi atmosfera xwe ya resen a estetîk fealiyeta zihnî ya bîneran -bi qewlê Walter Benjamîn- “di nêrîna dawî de” organîze dike.

Îro bingehîntirîn pirsgirêka hunera hevçax ew e ku fikir di dawiya tecrubeya estetîk de nade, di serî de dide. Ji ber vê jî gelek karên politîk herçiqas di nêrîna pêşî de tesîr bike jî, wê gavê jî ji hiş derdikeve; ji ber ku fikir venake, tenê wê dimezixîne. Lê berhemên xurt ên hunerî ne ew in ku peyama xwe di serî de didin; berevajî vê, di sehneya yekemîn de şertên têgîhanê çêdike, di sehneya duyemîn de dibe temayeke fenomenal û di sehneya sêyemîn de fikir vedibe. Bi kurtî, ev şêwazên tebeqeyî ne ku şikil didin têgihan û sehekê û tevahiya maneyê vesaz dikin. Belkî giringtirîn pirsa ku divê hunera hevçax bipirse ev e: Huner ji bo ragihandina peyamekê heye an ji bo avakirina qadeke tecrubeyê ye ku fikir bikaribe jê derkeve? Ev zelal e ku Yonca Karakaş bi xebatên xwe daye ser riya duyemîn. Karakaş, ji dêvla ku maneyên berê-diyarkirî pêşkêşî bîneran bike, her carê qadeke nû ya tecrubeyê ava dike û zemîneke rasthatinê diafirîne ku fikir û têgihan bikaribin ji nû ve xwe birêxistin bikin.

Ji tirkî: Fexriya Adsay

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din