Doza Xwe-Parastina Zimanî
Doza Xwe-Parastina Zimanî
George Fletcher
werger: Fexriya Adsay
Hema* hema piraniya şêniyên Kebekê (Quebec) dixwazin ji Kanadayê veqetin, ji ber ku difikirin ku bi qismî zimanê fransî bi vî awayî wê ewletir be li dijî tehdîda berbelav a çanda îngilîzî. Ev sedema veqetînê gelek întelektuelên amerikî heyirî dihêle. Ev sedem pir piçûk û bêmantiq tê dîtin ku welatekî parçe bike ji bo avantajekê bide zimanekî. Em bi fransiyan jî dikenin ku hewl didin li Fransayê êrişkariya çanda îngilîzî qedexe bikin. Çi maneya wê heye ku peyvên gerdûnî yên mîna “cheeseburger” bên qedexekirin? Axir, amerikî amade ne gotinên mîna “c’est la vie” û “gemütlich” bipejirînin dema bi kêrî wan tê. Çima herkes ne bêhfireh e bi qasî me?
Lê belkî amerikî fam nakin wê girêdayîbûna gelek kesan a bi zimanê xwe yî xwemalî. Li Dewletên Yekgirtî tevgera xurtkirina îngilîzî li hemberî qaşo tehdîda zimanê spanî qadroyek wê rastgir, hema hema ksenofobîk heye. Ya din, gelek întelektuelên kanadayî yên anglofon, ramangerên berbiçav ên mîna Will Kymlicka û Steven Pinker jî tê de, giringiya zimên a di pênaskirina çandê de piçûk dibînin. Wer xuyaye Kymlicka difikire ku ger kanadayiyên frankofon û anglofon xwedî heman helwestan bin derbarê meseleyên serdemê, ewçax çandên wan jî mîna hev in; zêde ne giring e ev nêrîn bi zimanên cuda bên îfadekirin.[1] Pinker angaşt dike ku ji ber ku em giş di rewşeke pêşzimanî ya mentalese [tê bawerkirin zimanekî bê-peyv e ku têgeh di zihin de tên temsîlkirin (wer.)] difikirin û hemû ziman binyada wan a gramerê yek e, şêweza îfadekirina zimanî keyfî ye.[2] Kitêba wî bi vê fantezeyê diqede, ku rojekê em ê bibînin bi rastî jî li cîhanê herkes bi heman zimanê gerdûnî dipeyive. Belkî jî ji ber ku zimanê îngilîzî li seranserî cîhanê tê axaftin, întelektuelên anglofon di wê meylê de ne ku zimên wek amrazeke şefaf a derbirînê bibînin, ancax bi qasî tercîhkirina bernameyeke peyv-xebitandinê (word-processing) bi hinbûniyên fikirînê re elaqedar in.
Di vê nivîsê de, ez fikra dijî vê diparêzim. Angaşt dikim ku her ziman nîşaneya çandeke zindî ye û tam jî ji ber vê sedemê her koma axiverên xwecih mafê wê heye ku zimanê xwe biparêze li dijî tesîrên ku tehdîd dike zimanê wê ji holê rake an ji warê xwe mehrûm bike. Ji vê angaştê ew encam dernakeve ku kebekî divê veqetin. Dibe ku bikaribin di nav yekitiyeke federal a tevî parêzgehên anglofon de tedbîrên pêwîst bistînin ji bo parastina zimanê xwe. Lê ger angaşta min xurt be, dibe ku ji bo wan kesên difikirin ku parastina zimanê wan zemîneke guncav e ji bo kirara siyasî, ev nivîs hinek agahiyan dabîn bike.
Ji bo vêga, vî mafê parastina zimanê xwe li dijî tunebûnê wek xwe-parastina zimanî bi nav dikim. Tedbîrên ji bo parastinê yên di hişê min de, ew tedbîr in ku dewlet gelek caran li ser welatiyên xwe ferz dikin. Ji neqandina zimanekî diyar ê wek zimanê mecbûrî yên hînkirina li dibistanan bigre diçe heta israrkirina emilandina zimanên diyar di birokrasiya dewletê de, qedexekirina emilandina zimanên alternatîv di nasandinên civakî de. Mîna di her doza xwe-parastina meşrû de, pirsgirêkên cidî hene di biryargirtinê de, tebdîr wê çiqas hişk bin û wê çiqas maliyet ferz bikin li ew ên zimanekî alternatîv tercîh dikin.
Ji bo guncavbûna qet nebe hin ji van tedbîrên xwe-parastina zimanî biparêzim, divê li ser sê pêşniyazan bisekinim: (1) ziman têra xwe girîng e ku mafê kirareke siyasî ya parastinê tehrîk bike; (2) xwe-parastina zimanî, wek bêtoleransî an ksenofobiya, nabe mijara rexneya exlaqî; û (3) xwe-parastin mecazeke rast e ji bo mafê ku hewl didim teswîr bikim. Bi wê angaşta rexnegirane dest pê dikim, ku ziman hêja ne bên parastin ji ber rola wan a di çebûna çandan de.
Navendîbûna zimên di çandê de: her zimanek çandek e
Di hiqûqa navneteweyî de fehma nerîtî ya xwe-parastinê ew e ku netewe mafên wan heye ku ax û yekparebûna xwe ya neteweyî biparêzin li dijî êrişên fizikî. Bawer dikim mirov maneyekê bar dikin li axa xwe ya neteweyî, ji ber ku axeke taybet dibe ew dika peydabûna vebêjeya neteweyî. Ev vebêje xwe dispêrin têkeleke çanda muzik û hunerê û şêwazeke taybet a hakimiyetê. Ew ên axê fetih dikin, bi guhertina hakimiyet û çanda li ser wê axê, vebêjeya li ser wê axê bi temamî diguherînin. Tişta ku axekê hêja dike ji bo wê şer bê kirin, loma, çand e, şêwazên jiyanê û hakimiyet e ku nasname û dîroka şêniyên wê pênase dikin.
Hin kes dikare bi îtirazeke wiha bersiv bidin vê angaştê: tişta dike ku mirov êrişkaran ji ser axa xwe biqewirîne, ne çand e an tiştekî mîna vê ye; ew mekan bixwe ye. Cihû ji bo kevirên wê Orşelîmê diparêzin. Misliman doza Kubetus Sahrayê dikin ji ber girêdayîbûna xwe ya bi komek axa diyar. Ev rast e, lê çanda cihû û mislimanan e ku maneyekê li vê axê bar dikin. Mirov ji bo mekanên taybet şer dikin lê tenê ji ber ku çanda wan maneyeke zorlêker li wan mekanên fizikî bar dikin. Di dawiyê de ji bo parastina mekanên xwe yî taybet şer dikin lê tenê ji ber ku ev mekana ku çanda wan dibe navbeynkar şikil dide hesta wan a nasnameyê.
Vêga kêliyekê dixwazim ferz bikim ku ziman û çand ji hev venaqetin. Dizanim ku di vê rewşê de divê angaştek min hebe, lê ji bo ceribandineke besît a fikrî em ferz bikin ev rast e. Em ferz bikin ku di II. Şerê Cîhanê de almanan dev ji hewldanên xwe yî fetihkirina Îngilistanê berdan û ji dêvla wê serî li rêbazeke hîleya zimanî dan. Riyek dîtin ku di radyo, filmên sînemayê û mekanizmaya navxweyî ya metbaayan de almanî têxin dewsa zimanê îngilîzî. Metbaa bi îngilizî binivîse jî, hemû rojname û kitêb bi zimanê almanî derketine. Dûre, almanan amûrên elektronîk emilandin ku dema tu li aliyekî bi îngilîzî dipeyivî, ji aliyê din ew bi almanî derdiket. Ji bo bikaribin bi riya pêlên radyoyê, bi riya weşanê an telefonê bi hev re ragihînin, mirovên îngilîzîaxiv lazim bû almanî fam bikin. Almanan ev seferberiya êrişa zimanî wek “Operasyona Babelosa” bi nav kirin.[3]
Vêga ger ziman amûreke bêalî, nexuya be û ne barhilgira çandê be, Operasyona Babelosa wê ne midaxeleyeke giring bûya ji bo serweriya Îngilistanê. Di cîhana me ya îro ya têgehî de, ew ê êdî ne sedema şer bûya ku hemû bernameyên neyaran ên xebitandina peyvan bên guhertin û zimanekî din têkeve dewsa zimanê wan. Lê ger zimanê îngilîzî esasî be ji bo berdewamiya çanda îngilîzî, pergala wan a hiqûqî û nerîtên taybet ên makezagona îngilizî, ewçax guhertina zimanê îngilizî bi yê almanî wê bi qasî îstilayeke fizikî awayekî pir cidî yê êrişkariyê bê dîtin. Bi dîtina min îngilîz wê mafê wan hebe ku ji bo zimanê xwe şer bikin, çawa ku mafê wan heye ji bo erdên kulîlkan ên Wiltshireê an tehtên spî yên Doverê şer bikin. Bi kurtî, wê mafê wan î xwe-parastina zimanî hebe.
Di vê senaryona xeyalî de, şerkirina ji bo zimanekî dikare têkeve şiklê şîdeta fizikî. Ger îngilîz bikaribin navenda operasyona almanan tesbît bikin, bi ya min wê mafên wan hebe ku wê derê bombebaran bikin û ji holê rakin. Kirinên din ên şer wê bi awayekî zelal meşrû bûya eyn wek ku artêşa alman axa Îngilistanê dagir kiribe.
Ger ji giringiya Operasyona Babelosa guman tê kirin, ka em bifikirin ku di maweya du nifşan de îngilîzîaxiv dibin almanîaxiv. Îlhakkirineke mîna ya Awistiryayê wê nebûya hedefeke maqûltir a siyaseta aşitîxwaz a almanan? Ev dibû an nedibû, girêdayî vê ye ka guhertina zimên dibe sedema guhertina sedaqatên siyasî an na. Bi baweriya min ew ê bibûya, lê ev me dibe feraziyeya derbarê ziman û çandê ku min hê angaşt nekiriye.
Helbet cudatiyeke mezin heye di navbera Operasyona Babelosa û talûkeya ku kebekî xema wê dixwin. Plana almanan êrişkariyeke qestî temsîl dike. Talûkeyên li ber emilandina fransî ji ber pêlên jixweber ên geşedana çandî ye. Heman tişt îro bi awayên din pêk tê, ciwanên li çar aliyên cîhanê muzîka amerikî guhdarî dikin, film û bernameyên amerikî temaşe dikin û li McDonaldsên li welatê xwe fast food dixwin.
Ji bo piraniya mirovan, îhtimala ku ciwanên neteweya wan îngilîzî hîn bibin ji astengekê bêtir wek avantaj tê dîtin. Hînbûna zimanekî duyemîn bi giştî ne tehdîd e li ber berdewamiya zimanê yekemîn ên li welêt. Holendiyan ji çanda xwe tiştek winda nekirine ji ber hînbûna îngilîzî, fransî û almanî. Lê ger hejmara axiverên zimanê xwemalî dakeve bin asteke krîtîk, hebûn û berdestbûna zimanekî emilandina wî berbelav, û di ticaretê de giringiya wî mezintir tehdîdeke cidî ye. Pir zehmet e navayoyî [eşîra xwecihên bakurê New Mexico û Arizonayê] zimanê xwe an cihû zimanê yidî biparêzin li hemberî serdestiya zimanên derdora xwe. Pêşbîniyên derbarê windabûna zimanên di dehsalên pêşiya me de pir xirab in. Ji 6,000 zimanên heyî, ji 600î ne zêdetir wê bikaribin di sedsaleke din de hebûna xwe bidomînin.
Windabûna zimanî hema hema nikare bê vegerandin. Tekane mînaka ez dizanim ku sedemên neteweperwer kiriye ku zimanekî di xew de bê vejandin, ibraniya modern a li Israîlê ye. Loma, ji aliyê pratîkê ve, windabûna zimanî ji windakirina axa fizikî xirabtir e. Charles de Gaulle dikaribû vegere Fransayê, lê ger zimanê fransî bimre, ger şert û mercên awarte nebin, nikare bê vejandin. Ger mirov mafê wan hebe ku hêza parastinê bikarbînin li hemberî êrişkariya fizikî, ewçax mafê wan heye ku amrazên guncav biemîlinin ku zimanê xwe ji tunebûnê rizgar bikin.
Talûkeyên veguherîna zimanê ji min ve eyan bû dema çend sal berê vegeriyam bajarê diya min li Slovakyaya rojhilat lê çêbûye. Dema diya min li wir dijiya, navê bajêr Nagymihaly bûye û şêniyên wê bi macarî dipeyivîn. Piştî I. Şerê Cîhanê, zimanê slovakî bûye zimanê perwerdeya li dibistanan û zimanê mecbûrî yê ticaretê. Bajar hêdî hêdî bûye slovakî-axiv. Navê wê bûye Michalovce. Nagymihaly wek heybereke çandî winda bûye. Encamên wê yî cidî yên aborî çêbûye ji bo şêniyên macarî-axiv û ev bûye sedema sereke ku diya min û malbata wê di salên 1920î de werin Dewletên Yekgirtî.
Dema çend sal berê vegeriyam Nagymihalyê (di nav malbatê de em hertim vî navê bikartînin), min dît ku çend kesên yextiyar dikarin bi macarî bipeyivin. Lê ti nîşaneyên gişteyî nemabûn ji ziman û çanda macarî. Ti tomarek aidî rabirdûya bajêr a macarî, ti nîşaneyek wan navên di bîra min de mane, şopek ku zemanekî mirovên wê derê sadiqî navenda xwe yî çandî ya li Budepştê bûn, tunebû.
Nagymihaly ji nexşeyan derket, li aliyê din her koma etnîk a li Ewropaya Rojhilat ditirse ku lengerên wan î çandî bi rihetî bên tunekirin ji aliyê nifûzên biyanî. Ev ne tam tirsa tunebûnê ye, ji ber ku ev ziman wek zimanên xwemalî ji aliyê bi milyon kesan tên axaftin. Lê gel an neteweyên Ewropaya Rojhilat kes naxwaze marûzî wê rîskê bimînin, ku ew jî zemînê xwe yî çandî winda bikin dema tirk, alman an ûris seranserî herêmê didin ber xwe. Angaşta min ew e ku ev mirov jî mafê wan î xwe-parastina zimanî heye. Ka ew an navajoyî kîjan amrazan biemilînin wê guncav be ji bo wan, ev dimîne ku bê nirxandin.
Îsbatkirina rola damezrêner a zimên di çandê de
Temama angaşta heta vir girêdayî wê feraziyeyê ku ziman û çand têra xwe girêdayî hev in û ev jî meşrû dike ku ger hûn bikaribin amrazên guncav biemilînin ji bo parastina çanda xwe, hûn dikarin heman tiştî ji bo zimanê xwe jî bikin. Vêga divê ez navendîbûna zimên a di çêbûna çandekê de biparêzim.
Riya hêsan a berpêşkirina vê ev angaşt e ku tiştekî gewhera çandê pêk tîne hebe, ew tevna xwemalî ya fikirînê ye. Ger ziman bandorê li fikirînê dike, ewçax, ziman, bi awayekî neyekser, puxteya çandê jî pênase dike. Pirsgirêka vê boçûnê ew e ku têkiliya navbera fikirîn û zimên bûye meseleyeke întelektuel ku çareserkirina wê zehmet bûye. Dîmena li ber me tijî bûye bi tezên pûç. Yek ji hewldanên têkçûyî pozisyeneke zêdegav e, demên dawî ji aliyê Pinker hat vejandin, ku fikirîn di hin şertên mistîk bêpeyv de pêk tê.[4] Ger ev rast be, ewçax ti têkilî tuneye di navbera fikirîn û zimên de; ev îma dike ku binyada zimên ti bandora wê tuneye li ser meylên fikirîna bi vî an wî awayî.
Ji bo nêrîna li dijî vê jî têra xwe piştgiriya întelektuel heye -yanê, wek ji aliyê Benjamin Lee Whorf hatiye formulekirin, binyada zimên şikil dide awayê fikirîna me ya derbarê cîhanê. Whorf, tevî Edward Sapir, xwe spart hin taybetmendiyên binyada raweyî (tense) ya zimanê hopiyan [eşîreke xwecih a bakurê Amerîkayê] û wek hîpotez gotin ku rewş wiha ye. Whorf ew encam derxist ku di hevoksaziyeke ku navdêr û lêker li nav hev dikevin, axiverên zimanê din divê bi awayekî cuda bifikire li ser dem û kirinên mirovî.[5]
Wek ku hîsên me ji me re dibêje, nêrîna rast divê li ciyekî di navbera van herdu aliyên zêdegav de be. Lê têra xwe zehmet e tarîfkirina vê zemîna navîn. Bi qasî ku dizanim, ne zimannasan ne jî fîlozofan riyeke navîn a maqbûl nîşan dane. Ev mesele dişibe wan muamayên standard ên felsefeya hiqûqê: Gelo qaide û rêgezên hiqûqî çiqasî bandor dikin li ser biryarên hakiman? Herkes dizane ku bersiva rast di navbera “qet” û “bi temamî” de ye, lê ti fîlozofê hiqûqê nêzîkî formulekirina vê pozisyona navîn nebûye jî. Ev ji bo riya navîn a navbera Pinker û Whorf jî wisa ye, ku yek dibêje ziman qet bandor nake li ser awayê fikirînê û yê din dibêje bi temamî bandor dike.
Ger em dijwarbûna kêşeya fikirîn/zimên li ber çav bigrin, wê baştir be ku em yekser li ser têkiliya navbera ziman û çandê hûr bibin. Lê navlêka berfireh a “çand”ê pir zêde cî zevt dike. Boçûna min wê li ser hin jêrçandan hûr bibe, ew ên ku ziman tê de roleke giring dilîze. Ji bo vê, di destpêkê de, ez ê angaşt bikim ku girêdanek heye di navbera çanda hiqûqê -çanda ku herî baş nas dikim- û zimanê ku pê zagon tên nivîsandin û parastin. Ger tişta ez ê ji bo hiqûq û zimên bibêjim rast be, wê ne zehmet be bê texmînkirin ku ew ê ji bo helbest, mîzah, kitêbên dîrokî û jêr-qadên din ên hewceyî emilandina peyvan e jî rast be.
Di warê hiqûq û zimên de yekemîn tişta divê bê diyarkirin, ew girêdana xurt a di navbera zimanê îngilizî û pergala hiqûqa umûmî de ye ku ji îngilistanê derketiye. Tiştekî ji tesadufê wêdetir e ku hemû gelên îngilîzî-axiv pergala îngilîz a hiqûqa umûmî pejirandine û ev pergal bi ti zimanî xwe nade wergerandin. Îngilîzî û hiqûqa umûmî bi hev re bûne paketeke çandî. Pirsa divê em li ser bifikirin ew e ka gelo ev tenê diyardeyeke tesadufî ye an hin sedemên kûr hene ji bo girêdana xurt a dîrokî. Pergalên hiqûqî yên ewropî kêm zêde xwe didin wergerandin. Pergala fransî li gelek welatan hatiye pejirandin, nexasim li Amerîkaya Latîn, heta radeyekê li Îtalyayê û li Romanyayê. Lê ev nabe mînakeke dijber, ji ber ku ev zimanên neteweyî giş ji zimanê latînî peyda bûne û loma wergera ji fransî bi nisbet hêsantir e. Hiqûqa alman kariyerek wê împeryalîstîk heye. Yunan, japon û ûrisan gişî hin aliyên zagonên alman û pergala têgehî ya almanî pejirandine. Di gelek halan de, ev ancax bi îcadkirina zimanekî taybet ê teknîk ji bo wergerandina têgehên almanî, bi ser ketiye. Ya din, bi min eyan e ku ev cîguhertina çanda hiqûqî ya almanan bo van welatan ketiye bin asta gotara hiqûqî ya akademîk. Girêdana xurt a navbera hiqûq û zimên nayê pûçkirin bi van mînakan.
Ez ê hewl bidim di ser hokaran re îzeh bikim wê girêdana xurt a navbera zimanê îngilizî û nerîta hiqûqa umûmî. Yek, hin peyv an biwêj hene ku zû bi zû xwe nadin wergerandin. Ne hêsan e îzehkirina maneya taybet a wan peyvên ku parêzerên îngilîz û amerikî îcad kirine, ên mîna “proximate cause/sedema nêzîk” “probable cause/sedema muhtemel” “quasi-contracts/nîv-peyman” “privacy/veşarîbûn/mahremî” “estoppel/windakirina mafê îtirazkirinê ji ber parastina berê” “felony-murder/kuştina di nav sûcekî din de pêk hatiye.” Dibe ku ev gotinên taybet wek astengeke mezin xuya neke di wergerandina hiqûqa umûmî bo zimanekî biyanî. Dawiya dawî, ger pêwîst be, mirov dikare van gotinan bipejirîne wek “peyvên wergirtî” yên ji zimanekî biyanî. Japon êdî dema meseleyên makezagonî nîqaş dikin dibêjin “doo processu.” Ger qaideyên hiqûqa umûmî bixwazin, dikaribûn valahiyên di zimanê xwe de tijî bikin bi îthalkirina ji îngilizî, û jixwe ji bo peyva “privacy” ev kirine.
Du hokarên din hene ku dadikevin kûrahiya meseleyê. Yek ji berbiçavtirîn taybetmendiyên gotara hiqûqa umûmî ew e ku xwe pir dispêre peyva “maqûl.” Parêzerên îngilizî-axiv hertim behsa demeke maqûl, taloqkirineke maqûl, baweriya maqûl û îhtiyada maqûl dikin. Di hiqûqa sûc de, em hertim qala tehrîqa maqûl, xeletiya maqûl, hêza maqûl û rîska maqûl dikin. Mînakeke baş ji bo vê xebatê ew e ku takekesên xwe-parastinê (parastina meşrû) dikin, nikarin zêdetirî hêza maqûl biemilînin ji bo parastina berjewendiyên xwe. Çandeke hewl dide zimanê xwe biparêze nikare zêdetirî amrazên maqûl biemilîne ji bo armanca xwe.
Her cara ku gotina “maqûl” tê gotin, “kesayeta maqûl” jî li kêlekê veşartî ye. Ev taybetiya hîpotetîk (ferazî) bang li me dike ku em bawer bikin ji standardeke civatî ya ji bo nirxandina reftarên takekesî. Ev taybetiya êqil ewqas serdest bûye ku di çanda me ya hiqûqî de, em nikarin nîqaş bikin meseleyên berpirsyarî û mecbûriyetê bêyî bipirsin ka kesekî hîpotetîk î maqûl çi dike di wan şertan de.
Baweriya me ya bi maqûlbûnê gotara me ya hiqûqî vediqetîne ji gotarên din î hiqûqî yên çandên din. Rastî ew e ku parêzerên fransî, alman û ûris bi gotin û biwêjên cuda nîqaş dikin. Zimanên wan têgehekê diemilînin ji bo aqil û peyvên wan î ji bo “aqil” –raison, Vernunft, razumnost– bi hêsanî sifetên bergind çêdikin. Lê dîsa jî ev hevteribiya bi “maqûl”a me re ciyekî giring nagre di gotara hiqûqî ya Ewropaya kîşwer de. Hiqûqa medenî ya fransî tam carekê diemilîne peyva raisonnable (maqûl, mad. 1112); û muhtemel e fransî standarda civatî ya bon pére de famille (bavê baş ê malbatê) diemilînin ji dêvla mirovê maqûl. Lê balkêş e, parêzerên li Kebekê, di bin bandora çanda anglofon de, xwe dispêrin homme raisonnable (mirovê maqûl).
Bi nêrîna min, ev ne tesaduf e ku em ewqas zêde xwe dispêrin têgeha maqûlbûnê lê ewropî xwe naspêrinê. Ev şêwaza axaftinê xizmeta armancekê, belkî jî gelek armancan dike. Ya yekemîn, peyva “maqûl” dikeve dewsa rêzenirxên ku qebûl dikin her doz taybetmendiyên wê bixwe hene û eyarên tenik didin qaideyên hiqûqî. Dema em dibêjin, hûn dikarin tenê hêza maqûl biemilînin di parastina meşrû de, em îma dikin ku hin nirxandinên takekesî û civakî dikare bigihêjin wê encamê ku hêza parastinê pir zêde çûye. Ev ji ber xwezaya xwe şêwazeke fikirînê ya “bitevahî” (holistic) çêdike; parêzerên nav nerîta hiqûqa umûmî bi yek qaideya hêza maqûl dest pê dikin; ev hêz îşaretî hemû berdêl û fêdeyên guhêrbar dike, ku hakim divê bizanibe.
Parêzerên ewropî, berevajî yek qaideya ku xwe dispêre maqûlbûnê, bi mafên berfireh û gişgir dest bi angaştên xwe dikin. Wek mînak, ew ê bêjin, mafê we heye ku hemû hêza pêwîst bikarbînin ji bo parastina berjewendiyên xwe, bêyî ku berdêlên ku kesên din wê bidin li ber çav bê girtin. Lê ev tenê yekemîn gava angaşteke bibinyadkirî (structured) ye. Ger derkeve holê ku hêza parastinê berdêlekî giran li yên din bar dike, parêzerên ewropî wê serî li doktrîna abus de droit (sûîstimalkirina mafan) bidin -qaideya ku di hin rewşan de nahêle mafên mitlaq bên emilandin. Ne metelhişt e ku, li gor doktrîna maqûlbûnê, parêzerên îngilizî-axiv wê qet hewcedariya wan bi abus de droit çênebe.
Ev berbiçavbûna “maqûlbûn”ê ya di fikirîna parêzerên anglo-amerikî de tercîheke piranîheziya di fikra hiqûqî de tîne bîra mirov. Gelek bersivên maqûl hene ji bo pirsgirêkekê. Hiqûqa umûmî israr nake di bersiveke rast de ku hemû zemanan rast be, tenê boçûneke maqûl an qebûlbar diparêze ji bo pirsgirêkê. Lê ewropî têgeha Rast gelekî zêdetir cidî digrin û îdia dikin ku hiqûq bi vê maneya xwe ya bilindtir tek-nirxdar/hurmetdar e.
Zimanê maqûlbûnê ya di hiqûqa umûmî de di nav têkiliyeke beramber de ye bi şêwaza fikirîna parêzeran re. Parêzer bi awayekî taybet nêzîkî meseleyên mîna parastina meşrû dibin û ferhengekê çêdikin li gor karê xwe. Dema pratîkên zimên dibin umûmî, nifşên nû yên ecemî daxilî nav gotar û nîqaşên pîşeyî yên rûniştî dibin. Çember temam dibe -ji fikirînê bo zimên bo fikirînê.
Dema amerikî û gelên din ên îngilîzî-axiv behsa edaletê dikin şêwazeke hinekî cuda ya bandora zimanî derdikeve holê. Me gotinên “fair play/lîstika adil” û “fair trial/darizandina adil” îcad kirin û ew ji cîhana rojavayî re mîrat hiştin -him di hiqûqê him axaftina rojane de. Gelek çandên cîranên me tenê peyva “fair/adil” dikin ferhengên xwe wek fikreke amerikî ya nayê wergerandin. Loma hûn dikarin bibihîzin ku alman û israîlî peyva amerikî “fair” wek ku ya wan be bikartînin. Yên din, mîna fransiyan hewante hewl didin têgeha “fairness” wek Equitable an juste wergerînin, lê ev û peyvên din ên ji heman kokê, latînî hatine çavê xwe digrin ji wê bingeha derbare usûlê ya reftara adil re.
Amerikî çawa ku dest bi lîstika bi zarokên din re dikin, hînî mefhûma lîstika adil dibin. Herin peşdibistanekê û li zarokan temaşe bikin dema bi yek top an taximek Legoyê dilîzin. Zû an dereng yek ji wan wê bigazine ku yê din top an legoyê nadê, ew ne “fair/adil” e. Tawanbarkirina bêedaletbûnê amrazek e ku zarok zû hîn dibin da ku berjewendiyên xwe biparêzin. Parvenekirin mestereyeke bêedaletiyê ye. Lîstîna ne li gor qaideyan jî wisa ye.
Fehma fikra lîstika adil bûye zehmetiyek ji bo donzdeh welatên ewropî ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê pesend kirine, ku dibêje di hemû dozên cizayî û hiqûqî de “herkes mafê wê/î heye ku bi awayekî adilane û alenî bê dadgehkirin.”[6] Hewcedariya darizandina adil di Şertê Maf û Azadiyan a Kanadayê de jî derdikeve holê. Li gor vî Şertî herkesê bi sûcekî hatiye tawanbarkirin masûm e heta ku “di dadgeheke adil û alenî de” tawanbariya wê/î îsbat bibe. Wergerên “fairness”ê wek “just” an “equitable” nabînin wê nuansa ku her zarokê dibistanê yê amerikî di nav lîstikan de hîn dibe. Ji bo fîlozofan, baştirîn rêbaza dupatkirina vê xalê ew e ku li ser maneya formula klasîk a Rawls, “edalet adilbûn e” di çandeke ku têgeha xwemalî ya lîstika adil tê de tuneye, bifikirin. Wergera fikra “edalet wek edalet” an “edalet wek wekhevî” aşkereye ku xelet e. Esasê meseleya pozisyona resen û asta herî bilind a nezaniyê ew e ku ev şert tam jî di maneya ku tenê di îngilîzî de heye, prosedurên adil hildiberînin.
Balkêş e ku têgeha “adilbûn”ê ne di Makezagona D.Yê. ne jî Beyannameya Mafan de heye. Herçiqas di wesîqeyên me yî bingehîn de cî negre jî, fikra darizandineke adil di hukmên edaleta cizayî de cî digre û wan hevgirtî dike. Di Makezagonê de fikra herî bingehîn a edaletê, usûla hiqûqê, bi gelemperî wek darizandina adil tê pênasekirin. Wek ku Dadgeha Bilind diyar kiriye: “Darizandina adil a li dadgeheke adil pêşmerca eslî ya darizandina usûlî ye.”[9]
Baştirîn îzehata vê baweriya bi adilbûnê di rehên me yî çandî de ne. Ji bo teqdîrkirina tekanebûna çanda zimanê îngilizî, lazim e em bisekinin û bifikirin li ser biwêjên sporê ku di axaftina rojane de gelek in. Pêşbaziyeke adil ew e ku qada lîstikê wekhev be, zar ne bihîle bin û destê kaxizan ne îstifkirî bin. Adilbûna di lîstikê de ji qaideyên bêalî îbaret e. Ti alî ji navê jêr naxe. Ne jî ti alî topê vedişêre. Hûn reqîbê xwe di tûra yekemîn de pas derbas nakin ku paşê teklîfa xwe bilind bike û wî di xap de bigrin. Di pêşbaziyeke adil de, herdu alî jî şensê wan î biserketinê wekhev e. Û aliyê serkeftî divê bêyî ku hîle bike, qirêj nelîze û dema yê din ket xwarê lê nexe û bi serkeve. Van biwêjan nifûzî zimanê îngilizî kirine. Ti zimanên din î ewropî, ji bo karên rojane, ewqasî xwe naspêre metaforên sporê. Ev taybetiyeke berbiçav a çanda îngilîz û amerikî ye. Em nikarin li ser têkiliyên mirovî bifikirin bêyî ku li ser sporê, biwêjên lîstika adil û lîstika qirêj bifikirin. Ev ji bo fransî, almanî, ûrisî, îtalî an zimanên din ên sereke an çanda Rojava ne wisa ye. Ev korelasyon delîleke xurt a girêya navbera çand û zimên e.
Ev sê nîşane ne ku zimanê îngilîzî û rêbaza fikirîna parêzerên anglofon ên derbarê hiqûqê girêdayî hev in. Hin têgehên taybet ên wergera wan bêîmkan, cazibbûna maqûlbûnê û baweriya bi adilbûnê yektabûna gotara hiqûqa îngilizî piştrast dikin. Ger amerikî mecbûr bimana bi almanî an spanî bipeyivin, têgehên wan î derbarê rêgezên hiqûq û zagonan wê bi riya wergerê nefilityana. Û ger ev ji bo hiqûqa bi îngilizî rast be, wê ji bo helbest, mîzah an bîranînên dîrokî jî rast be.
Dîroka her gelekî girêdayî zimanê wî ye. Vebêjeya gel bi efsane, bûyerên dîrokî, şîroveyên helbestkî yên kêliyên giring, sloganên ku qet namirin, xitabetên xurt û, helbet, îfadeyên hiqûqî ku hesta edaletê ya çandekê pênase dikin, xwe nîşan dide. Çawa ku cihûyên li Israîlê dijîn wê çanda wan ne heman çand be ger di jiyana rojane de îfadeyên Kitêba Pîroz nebihîzin, jiyana me jî wê cuda be ger em di axaftina rojane de her roj herî kêm deh biwêjên shakespearkî neemilînin. Aidiyeta çandeke mezin zanîn û emilandina wan peyvan e ku hêsirên mirovan didin rijandin û wan hêrs dikin.
Ger rojekê amerikî ji xew rabûna û xwe li welatekî nû bidîtina ku piranî spanî lê dijîn, em ê bikaribin jiyana xwe ya çandî bi biwêjên nû bidiomînin. Em ê zagonan binivîsin, henekan bikin, helbestên evînî ji ber bixwînin û çêrî hev bikin bi hevoksaziyeke nû. Lê wê zehmet be bê înkarkirin ku bi derbasbûna nav zimanekî nû, em ê bibin biyaniyên rabirdûya xwe jî.
Ev e nêrîna ku dikarim pêşkêş bikim ji bo hîpoteza ku ziman roleke mezin dilîze di şikilgirtina çandê de. Nêrîneke ne hêsan ne jî mikemel e. Bandora damezrêner a zimên a li ser çandê dibe ku yek ji wan mijaran be ku ji aliyê hîsî ve eyan e lê famkirina ampirîk zehmet e. Lê ger xwîner di vê xalê de ligel min be (an qet nebe nebaweriya xwe deyne aliyekî), ez ê bikaribim derbasî gava din a angaşta xwe ya ji bo parastina meşrû ya zimanî bibim.
Parastina meşrû, beriya her tiştî, doktrîna xwefilitandina ji mirinê ye. Dema organizma û çand tên tehdîdkirin, hewl didin xwe jê bifilitînin. Ev xweajo dibe “maf” li ser bingeha wê feraziyeyê ku hemû heyberên zindî yên neêrişkar prima facie (li gor delîla pêşî) mafê wan heye ku li heyatê bimînin. Mafê jiyînê tab’iyî binpêbûyina ji aliyê mafên din ên organîzma û çandên din e; paşê em ê li ser rolên parastina meşrû û mecbûriyetê bisekinin wek rêgezên ji bo heqjêhatina mafê prima facie ya mafê hebûnê. Lê bê bifikirin ku ev maf nehatiye binpêkirin, hebûn mafê hebûnê îma dike û ev maf jî xwe dispêre mafê parastina meşrû. Dûre em ê li ser bifikirin ka bê ev maf çiqas dûr diçe û kîjan tedbîr caiz in ji bo parastina zimanekî li dijî tunebûnê. Lê pêşî divê em li ser angaşteke cidî ya li dijî mafê parastina meşrû ya zimanî bisekinin -yanê, ew angaşta ku ev maf cureyeke bêtoleransiyê ye.
Xwe-parastina zimanî û bêtoleransî
Dîroka toleransê ji nêzîk ve girêdayî dîroka çeşitdariya olî ye, nesaxim li nav protestanan. Nivîsên John Locke yên sedsala hivdemîn nifşên fîlozof û siyasetmedaran qanih kir ku toleransa dewletan a bo olên cihê siyaseteke çêtir e ji hewldana ferzkirina oleke dewletê.[10] Di vê sedsalê de, siyaseta toleransê li çalakgeriya çandî û siyasî jî hat tetbîqkirin. Nêrînên zêdegav û mistehcen midaxeleya dewletê vexwîne jî, ji ber sedemên curbicur dewletên li Rojava vêga nemidaxelekirinê tercîh dikin. Vêga sînorê toleransê di wê qadê de ye ku berê wek têkiliyên seksuwel ên jirêderketî dihat binavkirin. Heta yek an du dehsal berê, hikumetan hertim ev cure têkilî ciza dikirin bi sedem ku bêexlaq in. Vêga meyl ew e ku qedrê mehremiyeta takekesî di ser pîvana nîqaşbar a exlaqîbûnê re tê girtin, û loma ev têkiliyên “jirêderketî” -ji xeynî ensenstê- êdî nabe hiqûqa cizayê.
Ka em hewl bidin bê rêgezên toleransê an tolerans çawa tê firehkirin ber bi emilandina zimanekî biyanî (derveyî zimanê qebûlkirî) li qada giştî. Di asta şexsî de, mîsal, ger hûn li mexazeyeke li bajarê New Yorkê rastî turîsteke/î fransî werin û ew alîkariya wergerê bixwaze, ev mesele derdikeve pêşiya we. Ger hûn bi fransî zanibin û dema we jî hebe, hûnê alîkariya wergerê bidinê? Diyar e ku bersiv eyan e: belê, hûnê bidinê (An ger hûn qasiyer bin û fransî zanibin, hûnê derbasî zimanê mişterî bibin.) Tekane angaşta li dijî alîkariya zimanî dikare ew be ku ew fransî divê hînî îngilîzî bibûya berî ku were li Dewletên Yekgirtî frankên xwe xerc bike.
Ev dilhişkiya zorker dikare wek awayekî firehkirî yê xwe-parastinê bê dîtin. Lê di vê rewşê de zehmet e mirov berjewendiyeke girîng bavêje rîskê ku bertekeke parastinê heq derxîne. Dema ragihandin mimkun be bi zimanê kesekî din û hûn pişta xwe bidinê, ev qet nebe nêzîkî bêtoleransiyê xuya dike.
Lê bifikirin, heman tişt li pola dibistanekê pêk tê. Zarokên ku bi îngilîzî napeyin, hatine dibistanê. Hûn midurê dibistanê ne. Hûn ê wan bistînin dibistanê û mamosteyekê/î ku bi zimanê wan dipeyive bigrin û meaş bidinê an ji budçeyê bixwazin ku hisabê mamosteyekê/î nû bikin? Vêga mesele tevlihevtir dibe. Diyarkirina zimanê perwerdeyê, ne ya yekemîn be jî, yek ji wan rêbazên çandekê ne ku xwe pê belav dike. Dibistan dikarin zarokên ku, ji ber sedemên olî, red dikin sonda sedaqata bo ala neteweyî bixwin, an keçikên misliman ên israr dikin di polê de çadorê li xwe bikin, qebûl bikin. Bi van kirinên toleransê, dibistan ji misyona xwe esasî ya belavkirina çandeke diyar feragat nakin. Lê dema zimanê perwerdeyê bibe zimanê koçberan, çand dikeve rîskê -helbet ne bi yek zarokî, bi milyonek zarokê ku dixwaze bi zimanekî din perwerde bibin.
Ferqek giring heye di navbera mişteriyê li mexazeyê û zarokên hatine dibistanê bêyî ku îngilîzî bizanibin. Di mînaka yekemîn de, yek nikare hêvî bike bi yek awayekî nemêvanperwer rabe fransiyekê/î bike axivera/ê îngilîzî. Lê zarok dikarin bên guhertin. Piştî ku şeş mehan îngilîzî bibihîzin, ew ê hînî zimên bibin. Di meseleya turîsteke/î kamil de, axaftina wê/î ya zimanekî biyanî aliyekî neguherbar ê şexsiyeta wê/î ye -tiştekî mîna taybetmendiyên rûyê wê/î an rengê çermê wê/î. Lê ew pirsa ka divê em îngilîzî li ser zarokan ferz bikin an nekin, dişibe mînakên standard ên bêtoleransiyê. Zorlêkirina guhertina zimên tiştekî mîna ferzkirina oleke dewletê ye, sensurkirina axaftinê an qedexekirina hin kirarên seksuwel e. Tolerans fezîletek e dema bi awayekî bênîqaş guherîn mimkun be; dewlet dikare midaxele bike û daxwazên xwe ferz bike, lê ji ber sedemên mehremî û hurmeta bo şexsan, vê tercîh nake.
Hin kes dikare bibêjin ku bi qasî ku ji olên zarokan re rêz tê girtin, divê rêz li zimanê zarokan jî bê girtin. Çawa ku em dihêlin hezar ol geş bin li Dewletên Yekgirtî, divê em destûra heman tiştî di zimanên sereke yên ragihandinê de jî bidin. Zarokên dibistanê yên li Los Angelesê li malê zêdetirî 400 zimanan dipeyivin. Çima 400 awayên cuda yên perwerdeyê jî tunebe -ger aborî destûr bide? Li gor hin kesan dibe ku tiştekî kêmî vê asta rêzgirtinê bêtoleransî be. Û ew ên destek didin alîkariya madî ya dewletê ji bo siberoja perwerdeyê dikarin bifikirin ku dema komek dê û bav werin ba hev, divê bikaribin dibistanekê bi zimanekî ew tercîh dikin ava bikin. Ez ne ligel vê nêrînê me. Rewşa zimanekî serdest -mîna îngilîziya li Dewletên Yekgirtî, fransiya li Fransayê, almaniya li Almanyayê- dikare wan îmtiyazên ku ol êdî newêrin doz bikin, bike malê xwe.
Alîgirên perwerdeya duzimanî yên li Dewletên Yekgirtî hertim hewl didin daxwazên xwe rewa bikin li ser zemîneke pedagojîk ku zarok bikaribin bi hêsanî îngilîzî hîn bibin. Wek mînak, perwerdeya bi spanî wek tedbîreke miweqet tê dîtin. Ev perwerdeyeke baş an nebaş e ji kesên din re dihêlim. Tişta diwazim bibêjim ew e ku dema nûnerên çandeke kêmîne dest pê bikin di zimanê xwe de perwerdeya bi butçeya dewletê bixwazin, tekane çanda ku civakê dike yek wê ji hev bikeve.
Bi nêrîna min, tekane şêwaza pirçandîtiyê pirçandîtiya zimanî ye. Tenê dema mirov bi zimanên cuda bipeyivin, xwe wek gelên cuda dibînin. (Mînaka Ayrlenda Bakur diyar dike ku cudatiyên zimanî dibe ku têr neke ji bo tengijîna neteweyî bê berdewamkirin.) Di hemû pêvajoyên jihevketina dewletên deh salên dawî de – Yugoslavya, Yekitiya Sowyetan, Çekoslavakya û Kanada (hema hema)- xala ku nasnameyên cihê lê kom bûne, ziman bûye. Rast e, ziman carna têkiliya wê bi cudatiyên olî û carna jî bi dîrokên cuda re heye ku yek an du alî dikarin dîrokê wek zextên komekê ya li ser din bi bîr bînin. Armanca vê gelemperîkirinê ew e ku ger dewletek hewl dide rê bigre li ber rîska veqetînê, divê baldar be li hemberî her cure pratîkên bike ku çandên jêrîn bifikirin ku mafê wan heye li dibistanan zimanên xwe bipeyivin û bibihîzin.
Ev pêşniyaz diyar e ji bo dibistanên dewletê ye. Le dibistanên taybet? Ger dê û bav heqê perwerdeyê bidin, divê mafê wan tunebe ku zimanê perwerdeyê jî hilbijêrin? Gelê amîş divê mafê wan tunebe ku zarokên xwe li dibistanên xwe yî dêrê bi holendiya Pennsylvaniayê an cihûyên hasidîk ên li Brooklynê li dibistanan zimanê yidî biemilînin? Di biryareke giring de ku tolerekirina zimanên kêmîne îfade dike, Dadgeha Bilind di doza Meyer v. Nebraska11 de hukim da ku dewletek nikare li dibistana hînkirina zimanekî biyanî qedexe bike -di vê dozê de, almanî. Biryar helbet rast e. Lê tolerekirina hînkirina zimanekî wek zimanekî biyanî -helbet divê bê teşwîqkirin- û wek zimanê perwerdeyê têkeve dewsa îngilîzî ne heman tişt in. Yekitî û îstikrara çanda amerikî pêwîst dike ku nifşên nû yên axiveran hakimî zimanê îngilîzî bin tevî zimanên din î li gor tercîhên xwe.
Tişta em di van mînakan de dibînin ew ferqa tenik a navbera tolerekirina cudatiyê û xwe-parastina zimanî ye. Ev du têgeh temasî hev dikin û dema werin ser hev dikare li hev nekin. Li ciyê ku serdestiya îngilîzî ya di çanda amerikî de di rîskê de be, tolerans êdî nabe nirxa diyarker û mafê xwe-parastina çandî ferzkirina bi zorê ya zimanekî meşrû dike.
Teşwîqkirina zimanekî dikare wek xwe-parastin bê pênasekirin?
Me bi êrişkariya çandî ya hîpotetîk a almanan, Operasyona Babelosa dest pê kir û me bi çend zarokên bêyî ku zimanê îngilîzî bizanibin hatine dibistanê ve girêda. Gelo me di rê de benikê analojîk winda nekir? Ev herdu jî dikare bi awayekî guncav wek “êrişkarî” bên pênasekirin ku mafê xwe-parastinê teşwîq dikin? Dawiya dawî dibe ku rast be ferzkirina yek zimanî wek amraza perwerdeyê, lê ev nayê wê maneyê ku “xwe-parastin” têgeha rast be ji bo meşrûkirina kirina me. Hewcetî an xirabiyên piçûktir dibe ku têgehên guncavtir bin ji bo meşrûkirina siyasetên dewletê.
Yek cudatiya navbera xwe-parastin û hewcetiyê ew e ku ya pêşî tenê ji bo filitîna ji êrişekê ye; hewcetî ji bo wê demê ye ku du berjewendiyên dijber bi hev dikevin. Wek mînak, hilweşandina xaniyekî ji bo agirekî xwezayê belav nebe, di hiqûqê de, mînaka hewcetiyê ye, ne kirineke parastinê ye. Ji ber ku xwe-parastin li dijî êrişkaran e û hewcetî li dijî tehdîdên xwezayî yên mîna êgir e, mezinahiya hêza di xwe-parastinê de destûr tê dayin, ji ya mînakên hewcetiyê mezintir e. Hûn dikarin kuştina tecawizkarekî bi sedema xwe-parastinê meşrû bibînin, lê hûn nikarin wê meşrû bikin bi hevsengiya berdêl/fêdeyê ku ji bo parastina hewcetiyê lazim e (qedrê bituniya seksuwel a qurbanî ji jiyana êrişkar kêmtir e).
Rast e ku di piraniya pergalên hiqûqî de lazim e hesteke rêjeyîtiyê hebe di miktara hêza ku destûra wê tê dayin. Lê hêza rêjeyî dîsa jî dikare di encamê de di lehê aliyê parastinê de be, bi şertê ku hevsengî pir jî ne xwar be (wek mînak, kuştina ji bo rêgirtina li neperûşkekê). Xala giring ew e ku hewcetî jê re hevsengiyeke hişk a berdêl û fêdeyan lazim e û ji ber vê jî bi sedema hewcetiyê hûn nikarin kuştina êrişkarekî ya ji bo mihafizekirina bituya seksuwel a kesekî din (qey ji ber ku qedrê wê ji yê jiyanê kêmtir e) meşrû bikin.
Ji ber ku îcazeta bêtir hêzê heye di rewşa xwe-parastinê de, teorisyen hertim meyl dikin ku rewşê ji qada hewcetiyê derxin û ber bi qada xwe-parastinê ve bikşînin. Wek mînak, laşekî mirov ê dikare tevbigere (lê tevnagere) an fetuseke mezin dibe, nabe bi awayekî guncav wek êrişkar bê binavkirin, lê gelek kes meyl dikin ku di van mînakan de hileyeke piçûk bikin ku mesele wek a xwe-parastinê bê dîtin û kuştin bibe vebijarkeke caiz. Ev cure bêbiryariya derbarê kurtajê de di hiqûqa cihûtiyê de jî berbiçav e. Pêşî li gor Talmûdê, fetuseke refaha jina himle tehdîd bike ne êrişkar (rodef) bû,[12] lê paşê, Maimonides [fîlozof û teologê cihû yê Serdema Navîn, wer.] piştgirî da ku kurtaj meşrû ye ji ber ku dişibe parastina li dijî êrişkarekî.[13]
Dema mijar tehdîda zimanî ya ji gelheyên koçber be, ev tehdîd di destpêkê de bi awayekî qestî ne êrişkar e. Dûre, dema ev gelhe ewqas xurt bibe ku bixwaze zimanê perwerdeya li dibistanan bê guhertin, ewçax dibe tehdîdeke qestî. Em vegerin mînaka xwe ya destpêkê ya tirsa fransiyan a ji ber bandora amerikî, ev nakeve nav van herdu kategoriyan jî. Belavbûna zimanê îngilîzî ya di qada şahî û ticaretê de diyardeyeke jixweber e. Kesî berê êrişê nedaye fransî, lê dîsa jî tehdîd rast e. Wer xuyaye, hin ji van mînakên siyaseta zimanî nakevin nav mefhûma xwe-parastinê, rêgezeke sînordartir a meşrûiyeta hewcetiyê wê guncavtir be ji bo wan.
Lê, cudatiyeke din a giring heye di navbera xwe-parastin û hewcetiyê de ku mefhûma hewcetiyê kêmtir guncav dike ji bo îhtilafên zimanî. Rêgeza di bingeha xwe-parastinê de, ew mecbûriyeta takekesan û heyberên civakî ye ku li heyatê bimînin. Hîmê hewcetiyê ne riwangeya takekesî ye, riwangeya civakî ye. Aktorên takekesî, yên bi hewcetî tevdigerin, tê payin ku li berdêl û fêdeyên reftarên xwe yî ji bo civakî wek tevahî bifikirin. Ji bo civakê baş e ku xaniyekî hilweşîne da ku rê bigre li ber êgir, û ev nêrîna bêalî ya Arşemîd ya derbarê kirinê, midaxeleya li aliyekî masûm û neêrişkar meşrû dike.
Têkoşîna navbera zimanên ku ji bo serdestbûnê reqabetê dikin, nabin mijara nêrîna Arşemîd ji bo meşrûkirina ka zimanek an yê din divê biserkeve. Rast e, qedreke çeşitdariyê heye, û baş e parastina hemû cureyên biyolojîk, baş e parastina nêzîkî 5,000 an zêdetir zimanên bi îhtimal wê bimrin di sedsala bê de. Lê zehmet e tetbîqkirina vê rêgeza giştî li peywenda hin mînakên îhtilafên taybet. Ger li herêmeke diyar zimanek li hemberî zimanekî dînamîktir têk biçe, axiverên zimanekî wê winda bikin û yên zimanê din wê qezenc bikin. Lê riwangeyeke bêalî tuneye ku biryar bide bê kîjan ziman “çêtir” e. Loma, ji bo çareserkirina îhtilafa zimanî, rêgeza hewcetiyê an xirabiyên piçûktir ne guncav e. Wê çêtir be ku mirov têkoşîna ji bo berdewamiya zimanekî wek derbirîna mecbûriyeteke lokal a felata ji tehdîdeke derveyî bibîne. Ji ber vê, tê dîtin ku rêgeza xwe-parastinê, ji standarda bêalî ya hewcetiyê baştir çarçoveyekê dabîn dike ji bo meşrûkirina tedbîrên parastinê.
Helbet, herdu alî jî dikarin doza mecbûriyeta felata li heman mekana cografî bikin. Him romanyayî him macarî dikarin doza xwe-parastina di warê emilandina zimanên xwe bikin li Transilvanyayê. Pirsgirêka pêşîbûnê (priority) mîna di mînakên din ên xwe-parastinê de vê jî rihet nahêle. Mînaka navdar a Kant bînin bîra xwe ku du deryagerên qezaya deryayî ji bo yek parçe text şer dikin. Kant dibêje, yekemîn xwediyê text dikare doza mafê xwe-parastinê bike li hemberî ew mazûbanê bêdestûr.[14] Heman cure îdiaya zemanîbûnê dikare di îhtilafên li ser pêşîbûna zimanî de jî bê dîtin. Gelê pêşî li wir be, yê zimanê wî pêşî rûniştibe, doza mafê emilandina zimanên xwe dike li hemberî tehdîdên derveyî yên guhertinê. Neteweperwerên kebekî xwe wek koçberên hatibin Kanadayê pênase nakin, xwe wek niştecihên eslî [bi qasî yên îngilîzîaxiv] pênase dikin. Ev heman angaşt ji şêniyên afrîkan-axiver ên Afrîkaya Başûr jî tê bihîstin. Niştecih mîna wî yekemîn deryagerê li ser textik in: dikarin xwe biparêzin li dijî mêvanên paşê yên bêdestûr.
Dawiya dawî, tevî hemû sînordarkirinên xwe, mefhûma xwe-parastina zimanî modeleke çêtir e ji bo famkirina xweajoyên welatperwer ku di îhtilafên zimanî de xwe îfade dikin. Di modela xwe-parastinê de, pirsgirêka mayinde ew e ka ew çandên diyar dikarin çiqas dûr biçin ji bo parastina zimanê xwe. Du tiştên hewce dikin aşkere ne. Yek, tedbîrên tê girtin divê karîger bin; divê xizmeta armanca parastin û teşwîqkirina zimên bikin. Hin tedbîrên ji aliyê fransiyan ve hatine girtin, mîna qedexekirina emilandina peyva “cheeseburger” di menuyên Parisê de, muhtemel e ku bandoreke neyênî çêbikin ji ber ku dibin mijara tinazan bêyî ku hînbûn û emilandina fransî teşwîq bikin. Du, li gor teoriya xwe-parastinê, tedbîr divê di asteke maqûl de bin, ku erzantirîn amrazên li ber dest bin ji bo gihîştina armanca taybet a felata zimanî. Mecbûrkirina zimanê serdest ê neteweyî wek amraza perwerdeya li dibistanan karîger e û bi îhtimal erzantirîn amraza li ber dest e ji bo bê garantîkirin ku nifşên nû hakimî zimên bin. Mecbûrkirina emilandina zimên li temama saziyên dewletê hewce nake û biha ye. Sê, tedbîrên ji bo xwe-parastina zimanî tên girtin divê li gor standarda rêjeyîtiyê bin. Dema hûn pir zêde biçin -dema welatparêzên zimanî red bikin zimanekî din bipeyivin- ewçax berdêlê li ser yên din zêde dibe û kirara parastinê dikare bibe nîşana bêtoleransiyê.
Nirxandina van meseleyan di bin etîketê xwe-parastinê de meseleyên zehmet ên li ser sînor çareser nakin. Lê hilbijartina têgehên rast-penaseker alîkariya me dikin ku em fam bikin wan angaştên etîk ên ew kesên ketine nav têkoşîneke zimanî.
NÎŞE
*Îngilîziya nivîsê:
George Fletcher, “The Case for Linguistic Self-Defence”, di nav Robert McKim & Jeff McMahan (ed.) The Morality of Nationalism, 1997, Oxford Press.
Bnr. bi giştî Will Kymlicka, Liberalism, Community, and Culture (1989). Ez nêrîna di nivîsê de tê îdiakirin ji piçûkdîtina Kymlicka a rola zimên a di diyarkirina nasnameyeke çandî de, derdixim.
Steven Pinker, The Language Instinct (1994), rr. 55 —82.
Wê bê bîra me ku plana Hitler a dagirkirina Yekitiya Sowyetan navê wê Operasyona Barbarossa bû.
Pinker, Tire Language Instinct, rr. 55—52.
Bnr. bi giştî Language, Thought, and Reality: The Selected Writings of Benjamin Lea Whorf (Carroll ed. 1956). Ji bo nîqaşeke li ser tetbîqkirina vê tezê li gotara hiqûqê, George Fletcher, “The Presumption of Innocence in the Soviet Unions UCLA Law Review 15 (1968): 1203.
Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, made 6, parag. 1, hevok 1: “Herkes di diyarkirina mafen wê/î yî medenî û mecbûriyetên wê/î an di warê tawanbarkirina wê/î bi sûcekî cizayî de mafê wê/î heye ku di demeke maqûl de ji aliyê dadgeheke serbixwe û bêalî ya bi zagonê hatiye avakirin, rûniştineke adilane û alenî bixwaze.”
“Madeya 11 (d) a Şertê dibêje: “Keseke/î bi sûcekî bê tawanbarkirin mafê wê/î heye ku masûm bê dîtin heta ku li gor zagonê sûcdarbûna wê/î bê îsbatkirin li rûnişteke adilane û alenî ya li dadgeheke serbixwe û bêalî.”
Bnr., wek mînak, Thomas Sargentich, “Due Process, Procedural,” di nav The Oxford Companion to the Supreme Court, ed. K. Hall (1992), r. 236: “Armanca esasî ya doktrîna li gor usûlê garantîkirina darizandina adil e.”
In re Murchison, 349 U.S. 133, 136 ( l955).
J. Locke, A Letter concerning Toleration, ed. J. Horton û S. Mendus (1991).
Meher v. Nebraska, 262 U.S. 390 (1923).
Babylonian Talmud, Tractate Sanhedrin, r. 72.
Bnr. bi giştî George Fletcher, “Self-Defense as a Justification for Punishment’’ Cardozo Law Review 12 (1991): 859.
Immanuel Kant, The Metuphysics of Moral, wer. Mary Gregor (1991), rr. 60—6 1.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.