Hevpeyvîn

Ferzan Şêr: Kurd, Kurdî û Kurdîstan ji bo Akademîyê bes Objeyên Lêkolînê ne

Fexriya Adsay · 7 sibat 2026

Mezinahî
Parve bike

Hevpeyvîn Ligel Ferzan Şêr

Ber bi dawiya sala 2025an ve ji weşanxaneya Nûbiharê kiteba Ferzan Şêr derket, bi tirkî, Yamalı Peyzaj-Kürtçe Roman Yazımının Özerk Bir Alan Oluşumu (1935-2017) (Peyzaja Pînekirî: Peydabûna Romannûsiya Kurdî Wek Qadeke Xweser). Herçiqas serenava kitêbê li ser romanê be jî, Ferzan Şêr hewl daye bi awayekî metodolojîk bi giştî guherînên nêzîkî sedsalekê yên di qada çandî de fam bike û maneyekê bide wan. Qada edebiyatê û dînamîkên wê, yên mîna nivîskar, weşanger, xwîner, ziman yek bi yek hatiye analîzkirin û lîsteya roman û ramanûsên heta sala 2017an (yên kurmancî) jî lê hatiye zêdekirin. Lê divê xwîner ne li bendê be ku em yekser li ser naverokê peyivîbin an hemû tişten em li ser peyivîne di kitêbê de jî bibîne. Me hewl da zêdetir li ser wan mijarên ku di nav sînorê kitêbê de hilnehatine bînin rojevê û li ser wan nîqaş bikin; ew mijarên ku nivîskar di ber wan re derbas bûye vekin û kûrtir bikin.

Yek ji tiştên qedrê berhemekê zêde dike ew e ku rê li ber nîqaşên nû vedike an na; pirsên nû dide pirsîn an na. Kitêba Şêr ji vî aliyî ve têra xwe bibereket bû û me hewl da li naveroka wê zêde bikin, ne ku naveroka wê dubare bikin. Bi rastî, ji hevpeyvîneke klasîk bêtir bû mîna nîv-sohbetekê. Û hê gelek mijar hebûn me dikaribû li ser bipeyivin lê me got ewqas bes e.

Em hêvî bikin ku ev xebata Şêr rê veke li ber xebatên hevşib û em bikaribin xebatên li ser şaxên din ên weşangeriya kurdî yên mîna helbest, kovargerî, weşanên lekolîn û fikrî, wergerê hwd. jî bibînin.

F. Adsay: Tu di kitêbê de li ciyekî ji Casanova jêgirtineke wiha dikî, “edebiyat qebûl nake ku bibe amûra berjewendiyên siyasetê û/an neteweperweriyê” û girêdayî ajandayeke neteweyî bimîne. Li vir dixwazim siyasetê di maneya wê ya fireh de fam bikim ne di maneya armanc û gotara yek rêxistin an partiyê de. Têkiliya edebiyat û neteweperweriyê bûye mijara gelek teorisyen û rexnegiran. Gelek caran em bixwe jî hebûna vê têkiliyê wek sedema lawazbûna berhemeke edebî dibînin. Vêga tişta dixwazim em nîqaş bikin ne hebûna wê ye, bilakîs nebûn an qelsbûna vê têkiliyê ye. Ji ber ku ev mînak tên bîra min: Mehmed Uzun, wek romanûsê bakurî ku herî zêde hatiye xwendin û naskirin, wek yekemîn romanûsê kurd ku xwînerê xwe afirandiye û ji bo vê stratejî ava kirine tê qalkirin di kitêbê de. Em dibînin ku dûrketina ji ajandeyeke neteweyî, tu vê baş îzeh dikî, stratejiya wî ya sereke ye. Bextiyar Elî ku di nav temama romanûsên kurd de herî zêde tê xwendin û naskirî ye, ne tenê ji ajandeyeke neteweyî dûr e, çiqas qehremanên wî hebin, wan ji Kurdistanê dûr dixe, dike ku birevin, Kurdistanê layiqî qehremanên xwe nabîne. Ferhad Pirbal, dîsa yek ji nivîskarên zêde naskirî, di salên 1990î de li Parisê di nav ewqas kurdên penaber de ancex yekî îranî dibîne ku pê re hevaltî bike.[1] Mardîn Îbrehîm di Xewma Mêrikên Îranî de, qala IŞIDê û hovitiyên wan nake lê partiyeke kurdan bi kirinên IŞIDê teswîr dike; Mem û Zîna Ehmedê Xanî bi destê mêrikên îranî (yên qenc û hêja) ji windabûnê dide xilaskirin.[2] Gelo tiştekî normal e an tişta îdeal ew e ku nivîskarên neteweyeke bindest ku hewl dide nasnameya xwe ya neteweyî, hebûna xwe, mafê xwe yî serweriya li ser axa bide qebûlkirin, ji ajandayeke neteweyî ewqas dûr be, heta carna li dijî wê be û, bi ser de, qebûleke giştî bibîne? (Li vir helbet nabêjim hemû nivîskarên kurd yekreng in, ez ên neyênî wek mînak didim ku ji vî aliyî ve kêm hatine nîqaşkirin).

F. Şêr: Gelek spas pirsa te gelekî dirêj e, ez wê weke pirsekê na, lê belê weke daxwaz û arezûya sohbetekê qebûl bikim. Lowma heke ne wisa be tu jî lê zêde bike û li çenebaziya min jî negre ji kerema xwe re. Serê pêşî hewcehî bi zelaliyê heye ku ew jêderk fahma Casanova ye. Ev pirsa te du tiştên cuda anîn bîra min. Belkî sisê jî. Yek jê Mehmed Uzun di Hêz û Bedewiya Pênûsê de dûrbûna ji siyaseta fraksiyonî ango pênegirî û pabendînebûna bi fraksiyonekê weke tiştekî neteweyî dide nîşandan. Di lêpirsîna weşangeriyê ya Kovara Çirayê de Firat Cewerî jî wextê behsa Nûdemê dibe, diyar dike, dibêje kengî Kurdistanîbûna Nûdemê zelal bû ew çend xwîner xwedî lê derket. Him di wê qesta Mehmed Uzun de him jî di ya Cewerî de ew dem siyasîbûn bi mahneyeke fraksiyonîst e. Jixwe ew li gorî xwe antîkolonyal in, Kurdistanî ne hwd. Di kitêbê de xweseriya ku ez balê dikşînim ser jî pabendî û ajandaya siyasî ya fraksiyonîst e. Tu ne nivîskar î belam nivîsendeyê partiyekî yî. Ev yek xweseriyê dikuje, çimkî tu ne bi destê xwe yî.

Îcar em werin ser Casanova. Girêk li vê derê vedibe. Casanova Komara Edebî li gor fahma neneteweyî diyar dike. Ew îcaze dide rewşên awarte bo nimûne Îspanya. Wextên şer dibe ku netewebûyîn derkeve holê. Her wekî din siyasîbûn û neteweyîbûn tiştekî dûrî hunerê tê qebûlkirin. Em ne mecbûr in tev li Komara Edebî ango Edebiyata Globalî bibîn, Edebiyata Cîhanî/Gerdûnî besî me ye.

Ez werim ser xala sîsêyan. Ew jî ev e nivîskarên bindest jî serdest jî tu carî nikarin bibin apolîtîk. Wekî ku Eagleton dibêje ev helwest bi xwe tiştekî polîtîk e. Îcar nivîskarên gelên bindest, him ji Edebîayata Cîhana Sêyemîn a Jameson (gelek kes vê yekê weke lawazî li Jameson bar dikin lê ew bi xwe weke tiştekî baş behs dike), hin jî wêjeya mînor a Deleuze û Guattarî em dizanin ku polîtîk in, her tiştên wan polîtîk in. Ez wekî piraniya kesan vê yekê tiştekî pejoratîf li gel cîhana sêyemîn naxwînim. Nivîskar wextê ji siyasetê direvin zêdetir polîtîk dibin. Bi ya min fraksiyonîzm jî hewce ye. Siyaset bi saziyên xwe ve hene. Mirov jî digel wan hezkirin û sempatiyê datînin. A ne asayî ew e ku mirov qelema xwe, behre û kabîliyeta xwe, hunera xwe bike qurbana propagandayên erzan. Li vir jî dîsa mesele ne siyasîbûna behreya nivîskaran û fahma hunerî ye. Ji ber ku nikare hunereke berz û bilind biafirîne, xwe dispêre kom û komikên biçûk, ji çepik û nêrînên hazir re dixebite ne ji hunerê re. Dubare dibêjim, em her tim sûc davêjin siyasetê lê sûc ne sûcê siyasetê ye.

Ji mînaka Ferhad Pîrbal re dixwazim şerhek deynim. Li wir qesta te çi ye? Gelek tişt hene ji aliyê dijkolonyalîzmê ve bi awakî şablonî têne îstîsmarkirin. Herî zêde jî tiştên kategorîk. Ez vê yekê weke kesekî polîtîk bi kar tînim, kategorîkiyê. Mêr xerab in, tirk, ereb û faris, îsraîlî xerab in. Kesên bindest vê yekê ji xwe re nebêje ew bindestiya xwe li xwe ferz qebûl dike, xwe layikê xerabiyan dibîne. Lewma ew mecbûr e van tiştan bêje. Lêbelê wextê li ser wêjeyê hizir dikim fahma Lukacs tê bîra min, çawa tê temsîlkirin. Belê serbazekî tirk û jineke kurd ji hev hez dikin. Ew derzên dagîrkeriyê çawa dertên holê, girêk çawa çareser dibin, tevn çawa tê danîn. Ma mêrbûn ewçend pîroz e tu mêrbûnê bidî yekê tirk, jinbûn ewçend xerab e tu jinbûnê bidî yeka kurd ji wir fantaziya tecawizê derxî? Em bi kategorîkî dibêjin her kesên kurdînenûs “xayîn e”. Ez jî kategorîkî wisa difikirîm. Ne ji ber sedemekê be tu carî berhemên wan ên nekurdî naxwînim. Lê Perika Selîm Berekat mîna manîfestoya Kurdistanê ye.

Ji bo mînaka Îbrahîm Mêrdîn jî heman tişt e. Bi awakî kategorîkî, ji dijmin be mirov rexneya hundirê xwe xurt bike baştir e. Lê ji bo xwe, ji ya xwe re. Lê belê çawa? Çawabûna wê ji her tiştî girîngtir e. Ewqas tişt ji Başûr veguhêziye Bakur du tişt pir can daye kela dilê min. Xebata Zulkuf Ergun a li ser Peşêw û Dagirkirina Tarîtiyê ya Bextiyar Elî. Yek ji wan rismê Peşêw ê muxalîf raberî me dike, ew a hundirîn e; Dagirkirina Tarîtiyê jî rismê dijkolonyalîzma li hemberî dagirkeran nîşanî me dide.

F. Adsay: Jixwe ez jî dixwazim ev ji pirs û bersivan wêdetir bibe mîna sohbetekê. Tu jî li çenebaziya min bibore ji kerema xwe.

Min diyar kiribû ku qesta min ji siyasetê ne rêxistin e, ne partî û fraksiyon in jî. Ez di maneyeke berfireh a neteweyî de bi kar tînim siyasetê. Tu jî di kitêba xwe de baş îzeh dikî ku Mehmed Uzun ji siyaseteke neteweyî çawa çiqas dûr ketiye, xwe daye ber bayê lîberalîzm û tirkiyeyîbûnê. Herwiha Firat Cewerî jî çawa daye ser riya wî. Mesele ne ew e ku ew xwe çawa dibînin an pênase dikin, li vir mijar edebiyata wan û stratejiyên wan e. Di meseleya Ferhad Pîrbal û Hotêl Europe de, bêyî ku kategorîze bikim, ez ligel Firat Aydinkaya me; nivîskarekî/e kurd behsa çi dike çi nake, çima çawa behs dike helbet wê bê nîqaşkirin, wek xwîner em tenê ne wergirên wan î pasîf in. Helwesta antî-kolonyal ne tenê aidî qada siyasetê ye, ne tenê barê siyasetê ye, lê ne tenê barê edebiyatê ye jî. Li vir ew nivîsa Chinua Achebe, “Romannûs Wek Mamoste”[3] ku tu jî behsa wê dikî, hat bîra min; li wir wiha dibêje Achebe: “Zanayên efrîkî çareserkirina pirsgirêkên zanistî didin ser xwe, dîrokzanên efrîkî dikevin nav dîroka efrîkayê, zanyarên siyasetê dikevin nav xemên siyaseta efrîkayê; çima di warê wêjeyê de afirînerên efrîkî divê ji xizmetên ku ew bi xwe heqîqîbûna wan teşhîs dikin, mûaf bin?” Em wek neteweyeke ku ji çar aliyan ve di bin êrişan de ne, şerê mannemanê dikin, nivîskarên me ew luksa wan heye ku ji helwesteke antîkolonyal û neteweperwer a estetîzekirî muaf bin? Ji yekî mîna Mardîn Îbrahîm re ku bi çav û hestên îraniyekî nivîsandiye, gotineke me tunebe?

Nivîskariya Bextiyar Elî têra xwe balkêş e û hêjayî nirxandinên dûrûdirêj e. Heta Dagirkirina Tarîtiyê min hemû berhemên wî xwendin, lê min dît ku Elî di heman berhemên xwe de tiştên pir nêzîkî hev dibêje, êdî ji dilê min nayê wî bixwînim. Gelo Elî çima berhemeke dijkolonyal derheqê Bakur de nivîsand? Û gelo wî self-kolonyalîzma li Bakur jî dîtiye di vê berhema xwe de? Ez vê pirsê ji te nakim, wek pirseke ku em li ser bifikirin datînim holê.

Dixwazim em li vir silavekê bidin Haci Qadirê Koyî. Em dibînin ku Koyî di dawiya sedsala 19mîn de haya wî ji meylên nû yên edebî (ji bo Ewropayê ne nû ye helbet, ji bo me û cîranên me nû ye) û giringiya wan heye ku nebûna romanê, ligel rojnameyê, kiriye mesele; tam jî ew tişta ku Benedict Anderson sed sal şûnde têkiliya wan û neteweperweriyê teorîze kir di Imagined Communities de. Bi ya min, hêviya Koyî ya ji roman û rojnameyê ne tenê dewlemendkirina ziman û hunerê bû. Hîs dikim ku wî, wek pêşengê neteweperweriya kurdî ya modern, roman û rojname wek amûrên fikrên nû, nîqaşên nû û peydabûna helwestên nû didît. Tu çi dibêjî? Ji vî aliyî ve, sed û sî sal piştî mirina wî, gelo me çi kir bi roman û rojnameyê?

F. Şêr: Ez ê peyvên te bijmêrim. Ji bo estetîka hevpeyvînê divê axaftina min zêde bibe. Lewma tu çiqas dirêj bipeyvî, lazim e ez li te zêde bikim. Ez vê mesela “çawa” tê pêşkêşkirin gelekî girîng dibînim bo hunerê. Lewma destûra te hebe pêşî ez ê meseleyê hebekî din zelal bikim.

Serê pêşî divê diyar û zelal bikim ku ev ne parastina Ferhad Pîrbal e, ne jî Mehmed Uzun e. Ev dikin em rexneyê li tiştên heyî zêde bikin. Derfet didin me li ser tiştên nûtir bipeyivin. Ez nabêjim jina kurd ku Mehmed Uzun weke “kevokekê” dide nimandin dûrî vê katogoriyê ye. Ev meseleya têgehsaziya kevok û bazan di milê siyasetê de bi xwe gelek aktîf e. Yek ji malperên herî Kurdîstanî bi navê bazekurdistan weşanê dike. Ji ber jêderkên li ser wê (jina kurd û mêrê tirk) pirr lê tê û rexneya dijî xwe bi piranî heq dike, lê ev meseleya kategorîkî zû nayê berçav, hew di ser mînakeke heq de dibe fahmeke zal. Ez naxwazim û qebûl nakim wisa bibe. Heke bi awayekî babeta “jina kurd û mêrê tirk” weke tiştekî ne li rê nîşan bidî, tu di heman demê de jinên xwe jî bê çek û sîleh dikî. Rêzefîlmeke bi navê Outlander heye, di wir de gelek meseleyên îskoç û îngîlîzan derbas dibe, jixwe fîlm li ser vê yekê ye. Di wê rêzefîlmê de jineke bi navê Jenny heye, leşkerên îngîlîz bi serbaziya Jack Randall davêjin ser mala wan, Jamieyê birayê wê bi leşkeran re şer dike, wextê xwişka wî zeft dikin, ji bo tecawiza wê nekin xwe radestî wan dike. Lê serbazê îngîlîz, Jennyê dibe odeyekê bi qesta tecawizê, wextê Jenny dibîne ku zilam sist e, henekê xwe pê dike. Gelek berhem, çîrok, bûyer hene ku dagirker têra xwe “rep” in, tecawizê jinan dikin. Yên dijî wan jî gelek caran an jin xwe dikujin, an diçin heyfa xwe hiltînin hwd. Lê di nav wan de çendên wisa nîn in ku bêîqtîdariya kolonyalîzmê aşkere bikin. Ez ne dijî kategorîkirinê me. Heke kategorîkirin û klîşekirin em bi temamî ji holê rakin em sûcê kategorî û klîşekirina dagirkeran sivik dikin, serî pêşî dagirker ji bo ax û kesên dagirbûyî serî li van her du ravekan didin, çawa ku Konrad di romanên xwe de dike û her weha li gorî Said jî, Tayeb Saleh vê honaka Konrad berovajî dike. Wextê mirov li çawaniya wê bifikire ji klîşeyên xwe yên hundirîn jî dûr dibe. Xatê Xanim û bûka wê ya romana Xatê Xanim a Eliyê Evdirehman mîna mêran in. Pirseke giştîkar: ji bo kirdebûna jinan bes modela ku romana kurdî pêşkêş dike ev e gelo? Rahijin çek û sîlehan bavêjin ser qereqol û avahiyên dewletê. Helbet na.

Te ji bo giştî behsa Bextiyar Elî kir. Nizanim gelo şaş e ango çiqas dikeve bin fahma te ya selfkolonyalîzmê nizanim lê dîsa jî dixwazim em li ser bifikirin. Du tişt yek jê ne şaş bim di Dagikirina Tarîtî de dibêje ji bo kurdî “komkujiya mezin li Stenbolê pêkhat” gelo ev ne rexneyeke li wê yeka “selfê” ye. Di Hinara Dawî ya Dinyayê de wextê rexneya “serok” dibe ew jî ne perçeyeke Başûr e ku tu dibêjî behs nekiriye. Têkiliya di navbera Muzeferê Subhdem û Yaqûbê Sinewber de têkiliya di navbera dema kolonyalîzm û piştîkolonyalîzmê de ye. Yek car ev mînak hat bîra min, naxwazim di qeneata xwe lez bikim. Tu jî li ser bifikire û fikra xwe bibêje. Ev metnên ku bi awakî nostaljiya şoreşê û her weha têkçûna îdealan dike (şoreş bi ser ketibe jî) deynin ku derê, em ê wan weke neolîberalîzmeke hunerî bixwînin an go weke beşeke detoksîkasyona postkolonyalîzmê?

Em werin ser Koyî, min ew der wekî destpêkekê dît. Wekî din derbarê Koyî de çi bêjim ez ê hedê xwe derbas bikim lewra zêde nizanim. Nivîsa Farangîs[4] heye di Zaremayê de ew zêdetir tişt dibêje. Lê di wê beşa ku min wekî destpêka romana kurdî da ber xwe du tişt hene tê de. Yek jê baskê Koyî hunerî ye ku wê yekê nade tu roman û tiştekî din. Ew helbestvan e, yên din ne tu huner in lê mixabin zeman daye dû wan. Ango tiştê ku Koyî dibêje zêmarek li ser helbest û şa’iran e. Zilam li ser mirina xwe dixwîne wek ku. A din jî Koyî bîrmendekî xurt e, poetîkaya wê wer nîşan dide û her weha kesên ku dixwazin bi romanê bikin Koyî dixwaze bi helbestê bike. Axir di odeyeke dilê wî de xwîna sar, di ya din de xwîna kelkelî, mijarê roman û helbestê ez wisa bêjim. Roman ku mirina helbest û şa’iran tîne, belam geşbûn û ronahiyê dide miletê xwe. Ew ê çawa ne dudilî be.

Romana kurdî dereng lê belê premature ji dayik bû. Di çarpêkî de tişt nema nehat serê wê. Lê piştî salên nodî, êdî wek xortekî kurd ku kamil bûbe, nema paş ve çû. Romana kurdî êdî ketiye pêvajoyeke xweseriyê, darazên ecibandin û cihêkirinê êdî tê de kar dike. Ji xwendina mecburî derbasî xwendina dilxwaziyê bûye.

Rojnamegeriya kurdî gelekî mişkuleyên xwe yên mezin hene. Dagirkerî herî zêde di wir de eyan e. Failê meçhulan em bînin bîra xwe. Çend rojnameger hatine şehîdkirin. Di wir de karê xweseriyê zehmet e. Lewma hîna weka romanê neketiye rêya xweseriyê. Weşangeriya kurdî gelekî rê çûye di mijarê xweseriyê de bo nimûne. Evdila Keskin wextê Avestayê ava dike, dibêje “em dixwazin bibin weşangeriya bazirganî” ango “weşangeriyeke bazirganî ava bikin” tiştekî wisa. Ez dibêm vê lez da xweseriya weşangeriya kurdî.

F. Adsay: Her çiqas mijara te ya sereke nivîsîna romanê wek qadeke xweser be jî, weşangeriya kurdî bi giştî û dînamîkên wê jî bêjenebêje ciyekî mezin digre di kitêbê de. Tiştekî din ku, ji ber sînorên tezê, tu di ber re derbas bûye, dixwazim em li vir hinekî vekin. Tu ji Nurî Firat neqil dikî ku di weşangeriya me de giranî li ser edebiyatê ye. Ez jî wisa difikirim. Herçiqas hêdî hêdî guherînek hebe jî, berhemên lêkolîn, teorîk, fikrî jixwe kêm in, dema bi kurdî bin elaqeya heq dikin nabînin, bi qasî ku dibînim. Wisa hîs dikim ku fikir, teoriyek an gotinek di ser tirkî re nekeve nav me, zû bi zû nayê dîtin, nakeve rojevê; nivîskarên me yî qada teoriyê bixwe hê nikarin di vî warî de ji bin hegemonyaya tirkî derkevin. Ez vê ji bo siberoja me wek talûkeyekê dibînim. Heta ji nav metafora qelem û xencerê bibêjim, ev lawaziyeke din a qelemê an ehlê qelemê ye, teşwîq nake ku kurdî di qada fikrî de geştir bibe. Nêrînên te çi ne di vî warî de?

F. Şêr: Scalbert-Yucel berî min ev jêderka hanê diyar kiriye ku di weşangeriya kurdî de tiştên karîger ên ku tu jî behsê dikî bi tirkî ne, lê wêje û tiştên edebî kurdî ne. Ev bi xwe yek ji stratejiya Mehmed Uzun ya şexsî bû jî. Romanên wî bi kurdî hevpeyvîn û gotarên wî bi tirkî, ji bilî Hêz û Bedewiya Pênûsê ne şaş bim ew jî qet bi tirkî nehatiye wergerandin, û kurdiya wê jî wek berhemên din ên Uzun belav nebûye. Hegemonyaya tirkî ne dûrî ji rewşa heyî ya dagîrkeriyê ye. Wextê Hamid Dabaşî gotarek/kitêbek belav kir û dawî li pêvajoya postkolonyalîzmê anî bingeha fikrên wî yên bilezûbez serhildana bi navê Bihara Ereban bû. Min ew dem di Basnûçeyê de li ser nivîsandibû, angaşta min a li dijî wê fikra wî ew bû ku heya ku Said, Dabaşî û Tariq Alî û yên wekî wan mecburî zimanên ewropî bin, dawî li kolonyalîzmê nayê. Van rojan monografek belav bû li ser Fanon, ji weşanên Îletîşîmê, nivîskar Bariş Unlu, editor jî Tanil Bora ye. Min bala xwe dayê Fanon zêdetir li gel me bi rewşa şîdetê tê naskirin lê tiştên ku bo derûniyê pêşkêş dike kêm caran dest dide mijarê zimên. Meseleya tirkî ji praktîkê wêdetir serê pêşî tiştekî kognîtîf e.

Ji bilî hegemonyaya tirkî bi navê “giyayên hewşê tahl e”, fahm û feraseteke seqet û berovajî jî li nav kurdan bûye pînekarê heyraniya tirkî. Tu çi bêjî dibêjin “giyayê hewşê tahl e”. Ev rexneyeke erênî ye ku divê mirov li xwe vegere lê di dev û dîskursa serdema me de bûye pînekirina bedkariyê. Pêşiyan ne ji bo pînekirinê gotine. Gelo kesî yê xwe tahm kiriye. Tu tehm nekî tu yê çawa zanibî? Ez dibêm bi giştî tehma devê me xera bûye.

Di gel sedemên gelekî cur be cur ez dibêm akademîzm bandoreke neyînî li vê rewşê dike. Kurd, kurdî û Kurdistan ji bo akademiyê objeyên lêkolînê ne, ne kirde ne. Akademîkên kurdî pesnê xwe pê tînin ku gotarên tirkî pêşkêş dikin, pê serbilind dibin dema gotareke wan bi îngîlîzî çap dibe, qet li ber xwe nakevin ku kurdî nizanin. Heke ev sinifa hanê karên xwe yên akademîk bi kurdî bikirina wê hemin rewşa teoriyê ne di halê heyî de bûya. Kengî teoriya kurdî geş bû? Piştî vebûna beşên kurdî. Çima Hamit Bozarslan kurdî nanivîse? Çima Kurdish Studies Network bi zimanê xwe bi temamî îngîlîzî ye? Ez gelekî şaş dibim dema kurd ji bo kurdan ji zimanên biyanî werger dikin bo zimanê tirkî. Kesên xwende yên kurd ji xwe dikarin kurdî bixwînin, kesên tirk an jî tirkîfahm jî ji xwe dikarin îngîlîzî jî bixwînin. Bi tu awayî hewceyî bi tirkî nîne. Ji min re jî dibêjin te çima tirkî nivîsand? Ji ber ku tez e û li zaningeheke tirkî hatiye amadekirin, ev ne tiştek e û qesta min ne tiştekî wisa ye. Tu nikarî dozê li xwendevaneke romanan bikî, bivê nevê karê teorî karê wan kesên eleqedar e. Ji bo biwara honakî û afirîner tu dikarî gazin ji kesên her takê kurd bikî û li gor rêjeya xwendin û nivîsandina wan a kurdî lê ji bo teoriyê cihê dozê cuda ye. Tanil Bora dibêje teoriya bilind layiqê kurdan nabînin, belê min jî ev dîtiye hatiye serê min jî, lê gelo kurdên sinifa xwenda kurdî layiqê teoriya bilind dibînin an na. Piranî kurdên akademîk kurdî ne hêjayê tiştekî dibînin, bes ji bo lêkolîn û hamasetê. Zanîna kurdî ji bo wan dibe tiştekî baş di nav akademîkên biyanî de lê nenivîsandina bi kurdî nabe cihê şerm û fediyê. Ev jî bivê nevê bi sermiyana sembolîk a kurdî ve eleqedar e. Ew sermiyan çendî xurt be, çendî karibe tehwîlê sermiyana çandî û aborî bibe ango sermiyana sembolîk a kesan duqat bike ew çend dê berz û bilind bibe.

F. Adsay: Bi ya min, akademisyenên me bi giştî, wek beşek ji xwediyên qelemê, di bicîanîna rola xwe de problemên wan cidî hene û tercîha zimên jî wek encama wan dibînim. A din, bi qasî ku dibînim, bi giştî, hêviyên me ji akademisyenan gelek e, lê ew piranî me hêvîşikestî dikin. Dîsa jî em wan kêm rexne dikin an hîç nakin.

Ez bixwe naxwazim meseleya teoriyê di ser gotineke Tanıl Bora re nîqaş bikin. Ji ber ku dema yekî tirk vê dibêje, ez dikevim şikê, gelo ji teoriya bilind qest wî tam çi ye? Ya ku mijar an objeya wê ne kurd û Kurdistan an qewimînên li Kurdistanê, lê yên “gerdûnî” ne? Peyva gerdûnî dikim nav neynûkê, ji ber ku di peywenda kurdan de gerdûnîbûn gelek caran tê maneya dûrketina ji xwe û ji Kurdistanê.

Xweserî/otonomî (özerklik) û bazara sembolîk du têgehên sereke ne di kitêba te de. Tu faktorên ku xweseriyê kêm dike an zêde dike, wek ziman, nivîskar, weşangerî, xwîner û gişteya (kamu) edebî tesbît dikî di encamê de. Bawer dikim dîsa ji ber sînorên tezê û yên akademiya tirkiyeyê, siyaset (li vir siyaset di maneyeke tengtir, siyaseta rêxistînî de ye) û hegemonyaya wê ya çandî nehatiye behskirin. Îro li Bakur, bi ya te, gelo ev hegemonyaya çandî ya siyaseta me bixwe çiqas bandor dike li xweseriya romannûsiya kurdî?

F. Şêr: Hêmanên ku ji kitêbê aniye der yek ji wan ji hegemonyaya siyasî ne bêpar û azad e. Ev bila li cihekî be. Pêvajoya xweseriya romannûsiya kurdî di nav ezmûnên cîhanî de resen û yekta ye, çimkî bi giştî ji sermiyana aborî ve hatiye bypasskirin. Hegemonyaya siyasî li Kurdistanê mixabin ku ger mirov hejmar û zalbûna çanda hunerî bide berçav zêdetir kolonyal e. Ango hegemonyaya tirkî zal e. Konsera Ciwan Haco ya Batmanê ne tê de, di her warî de çi tiştên çandî ya hunerî hebe tirkî bêtirî kurdî ye. Heke qesta te PKK, siyaseta zal/serwer a kurdan be li wir jî bi ya min tiştên taybet hene û ev di têgiha hegemonyayê de hilnayê, bes dibe ku bi rengekî rengdêrî hegemonîk be, heta dijhegemonîk. Lê wek siyaseta kurdî serwer e. Ez dikarim bêjim ku di ser hunerê de mobîlîzasyon û hêza wê serweriyê ew çend xurt bibe jî, di milê xweseriya çandî de ne ewçend e. Wek AKPê û laîkên Tirkiyeyê ku nikare qada çandê bi temamî bi dest bixe. A soxî li wir nakokiyên xwe hene û di pratîka xwe de ne zelal e.

Ez li pirsa te vegerînim, gelo siyaseta zal/serwer a kurdan dixwaze bi ravekî hegemonyayek deyne ser biwara edebî? Ango wê biwarê hêjayê hegemonyayê dibîne, an na? Bi ya min nabîne. Biwareke paşguhkirî ye. Di ramana serweriya siyasetê de biwara edebî ji bo çend kesan wek ku biwarek e xwe pê mijûl bikin. Ku ne wisa bûna çawa ku bêyî wê danîna siyaseteke makro ne pêkan be, wê biwara edebî jî wisa bûna. Lê ne wisa ye. Bo nimûne wextê bûyerên mezin ên di navbera wê û Jan Dost de qewîmî ku ji bo her du aliyan ve jî bi şêwazeke ne xweş rê dan, ne şaş bim, bîra min li min xayînî neke, ew sal bû di Wêje û Rexne de li cihekî din bû baş nayê bîra min Jan Dost di nav wêjevanên herî zêde tê xwendin û firotin de di nav sê kesan de yek bû. Belê serweriya siyaseta kurdî di saziyan de xwedî hukm e. Ji xwe li her derî hukma partî û siyasetê bi daxwaza pêgirî û pabendiyê diyar dibe. Lê huner tê de hilnayê. Mirov wextê li xemsariya heyî dinêre dibêje qey siyaseta hegemonîk rê nade xweseriyê ango xweseriyê dikuje, lê ez jî dibêjim xwezil bi wê armancê bibûna. Çimkî ew dem dê xweseriya ku em behsê dikin jî ew çend xurt bibûna, mixabin ne wisa ye. Xweserî zêdetir di wan deman de peyda dibe ku qamûya wê ya navxweyî tiştin jê bixwazin û ew jî neke, an jî biqasî qîm û daxwaza xwe bike, li gor rê û rêgezên xwe bike.

Bi ya min di hukimnekirina milê çandî de nakokiyekek kûr jî heye, çimkî çanda bi kurdî û siyaseta bi tirkî wê ji demeke şûnde bibin reqîbên hev. Ji xwe wisa ne, lê wê hîn kûrtir bibin reqîbên hev. Lewma siyaset çanda kurdîkêş paşguh dike, lewma nivîskarên heyî gazin ji siyasetê dikin ku guh nade wan, li tu cihê xweseriyê gazindeke wereng nabe. Ev gazind dijî xweseriyê ye, lewra divê berovajiya wê bibe, wek ku siyaset ji rexneya milê çandî, bo nimûne ji helwesta nivîskaran bibizde. Çawa ku Zola digot “ez tawanbar dikim”, De Gaulle ji bêgaviyê got “Sartre Fransa ye.”

A soxî her çiqas bi giştî biwara siyasetê ji xweseriyê re zêde bi tolerans bibin jî di nimûneya kurdî de di romannûsiyê de ew çend ji dil ne daxwazkarê pabendîbûnê ye. Zêdetir di dabeşkirina qamûya giştî ya kurdî de roleke mezin dilîze ku du qamûyên cuda dertê, qamûya tirkî ya kurdan û qamûya kurdî ya kurdan. Min ev di ser babeta jinan re di kitêbê de wisa diyar kiribû ku çima jin di siyasetê de (bi tirkî) cihê ku heq dikin û bi berxwedana xwe dest xistine lê di wêjeyê de (bi kurdî) li gel wê berxwedanê bi dest nexistine ango nayêne xuyakirin. Kêm zêde heman tişt e.

Bi kurt û kurmancî ji bandora siyasetê bêtir siyasîbûna nivîskaran a rêxistinî heya destpêka 2000î bandoreke neyînî dike li ser romannûsiya kurdî, jê pê ve nivîskariya mebestî dibe nivîskariya xweristî tevî polîtîkbûna nivîskaran ku di pirsa ewil de min hebekî hewl dabû ku zelal bikim.

F. Adsay: Ne şaş bim, ew ne Wêje û Rexne, hejmara duyemîn a Zaremayê bû. Me ji weşanxaneyan rewşa fuara kitêban (2014) pirsîbû û Avesta navê Jan Dost dabû wek nivîskarê kitêbên wî herî zêde hatine firotin.

Ji bo piştrastkirina gotinên te, mirov dikare Hesenê Metê jî wek mînak bide. Metê jî di hin berhemên xwe de helwesta xwe ya li dijî siyaseta li Bakur nîşan daye, lê dîsa jî ev nebûye asteng ku neyê xwendin. Bi min, ev nîşaneyeke baş a otonombûna xwîneran bixwe ye jî. Lê tiştekî wiha jî heye, ji van du nivîskaran Metê li Swêdê dijî û têkiliyên wî bi welêt û xwînerên xwe re hema hema tuneye, yanê bendewariyek wî tuneye. Jan Dost him ne bakurî ye him li Bakur najî. Li Bakur nivîskarekî din î mîna wan bi berhemên xwe xwedî helwesteke mixalîf be vêga tuneye. Demekê Mihemed Şarman hebû, xwedî helwesteke mixalîf bû bi edebiyata xwe, zimanekî wî mîzahî hebû, û bi rastî gelek hêvî jî dida, lê zû hêvîşikestî bû, dev ji nivîskariya kurdî berda; yekî/e din mîna wî derneket.

Bêyî ku zêde dirêj bikim derbasî mijareke din bibim. Bi min, yek ji mijarên herî girîng û hêjayî nîqaşê ku te behs kiriye, têkiliya xencer û qelemê ye. Tu li ciyekî dibêjî ”kurdî û edebiyata kurdî, digel ku di navenda mufredata berxwedanê de cî girtiye… û bixwe qadeke siyasî ye jî, gavek li pişt qada siyaseta şênber maye.” Û li ciyekî din jî dibêjî, “piştî II. Şerê Cîhanê ew şertên ku nivîskar û berhemên edebî jê derketin, xencerê diyar kir û eyn xencerê hewl da ehlê qelemê bi xwe ve girêbide an tabiyî xwe bike.” Di kitêbê de ev herdu hevok jî di vê mijarê de gelek tişt dibêjin. Bi ya te, encamek çawa derket ji vê têkiliyê dema mirov li pey xwe dinêre?

F. Şêr: Wek aneha ku em ji hemû pirsên te yên heya vê derê jî bi temamî noqî siyasetê ne. Ev di têgihên wêjeya mînor de û di heman demê de ji aliyê Jameson ve weke taybetmendiyeke cîhana sêyemîn e. Axirî ez ku di akademî û rexneya edebî de hilnayêm, xweşa min jî diçe. Û ez jêderka Jamesonî wekî gelek kesan neyînî nabînim tiştekî erênî dibînim.

Ez werim ser xencerê, gere min negotibe xençer diyar dike min balê kişandibe wê ragêşiya di navbera siyaset û hunerê de, ango dudilî û dilbijandina nivîskaran hwd. Werhasil, xençer û qelem du sembolên sereke yên dîroka wêjeya kurdî ne. Ez dikarim bibêjim ji Xanî heya Koyî xençer bi mahneya xwe ya dewletê, statûyê hêzê ango wekî ku li cem Koyî zelaltir daxwaza xelaskarî ye, bi rengekî mesîhî ye. Di sedsala bîstemîn de êdî xençer dibe beşek ji şêwaza dijdagirkeriyê. Berî wê ev heye, bila welatekî me jî hebe, zimanê me di ser zimanên din re hwd. Lê di sedsala bîstemîn de êdî bi mahneyek modern Kurdistan dagirkirî ye, rewşenbîrên serdema xwe wextê dixwazin şiyar bibin, serê wan li kevir dikeve, hay jê dibin ku di gorê de ne û mirî ne. Êdî rêbaza şer tê nîqaşkirin, qelem hê jî li wê derê ne huner e hişyarkirin a gel a epîstemolojîk e. Wextê em têne sedsala du hezarî berî ku em bênê êdî xençer tevlîbûna siyasiyetê ye, qelem jî huner e; çi çîrok çi roman û helbest. Çendî nivîskar ji siyaseta fraksiyonîst dûr ketin, xweseriyekê bi dest xistin êdî îro nîqaşa me ev xençera di hunerê de çawa ye? Pirsgirêka veguhêztî aneha ev e. Em bêjîn xençera Seîdê Kurdî, ya Mele Mistefa çendî sembolîk in. Di rêzefîlma Escobar de beşek heye, ew serdema ku Escobar dikeve siyasetê, li wê derê şûrê Bolîvar ji mûzeyê didizin, ne şaş bim, digot “şûrê Bolîvar vegeriya qada şer”. Ev serdema ku em tê de mîna vegera tiştê çewîsandî ya Freud êdî vedigere nav tekstuweliyê. Ez wisa bêjim Dagirkirina Tarîtiyê ya Bextiyar Elî lûtkeya vê mentalîteyê ye. Herî zêde jî kurê Tariq Akansu Arsîn wisa ne. Ez li gotina xwe ya li ser kategorikiyê poşman bûm, divê aneha em vegêranê Bextiya Elî bipirsin çima mafê kuştina faşîstan weke lehengekî epîk para tirkekî ye? Ez vê weke lawaziyekê nabînim, hemin divê karaktêrekî wereng hebe çîrokeke wereng hebe ku em ji giştîkariya faşîzan hay ji hûrgûliyên tekaneyî ya mirovatiyê bibin da ku ji mirovbûna xwe nebin. Lê belê tu li çawaniya Arsîn binêrî, tu fahm dikî ku kurdîfiye bûye, ango li dijî wê faşîzmê endoktîrne bûye. Êdî mirovekî nû ku xayînî bi fahm û feraseta nijad û sinifa xwe kiriye. Ez bi encam bikim, xencer êdî nikare gazindan bike lewra bi sinifeke din ve hatiye spartin, êdî dem ew dem e ku xencerên di nav tekstuweliyê de çi ne? Belkî ev yek bibe bersiva wê pirsa sî salên dawîn jî: gelo romana kurdî heye an na? Gelo diyardeyeke romana kurdî heye an ne?

F. Adsay: Ez pir jî fam nakim wê meylê ku dixwaze qada çandî û hunerî wek ku ji siyasetê şuştî be bibîne. Heta, li gor çavdêriyen min, gelek kes qada çandî wek qada reva ji nîqaşa siyasetê dibîne, ku gelek tişt dibêje ji me re. Di dem, mekan û dewraneke wiha de ku çand bi xwe yek ji giringtirîn qadên siyaseta serdestan e, hez dikim bi israr têkiliya nêzîk a navbera çand û siyasetê bi bîr bînim. Min berê jî gotibû, ez jî tesbîta Jameson neyênî nabînim.

Ya din, tam jî ev meyla şuştina qada çandî ji siyasetê divê, bi ya min, di navenda nîqaşa qelem û xencerê de be (belê, te gotibû kılıç, ne hançer, lê min xencer tercîh kir ji bo bibe silavek bo Celadet Bedirxan). Ger qelem “beşek ji şêwaza dijdagirkeriyê” be, ku bi ya min jî wisa ye, hê jî ligel hunerê “hişyarkirina gel a epîstemolojîk” e jî. Loma jî nîqaş û rexneya siyasî jî beşek giring ji erka qelemê ye, nexasim îro. Te gotibû Bextiyar Elî behsa self-asimîlasyona li Stenbolê kiriye; texmîn dikim ev behsa asimîlasyona li nav kurdên Stenbolê ye. Lê ka siyaseta self-asimîlasyonîst bixwe ya pêncî sal e li ser navê gelê kurd û bi xwîna gelê kurd tê meşandin? Ji ber ku dizanim Bextiyar Eli jî pir hez dike siyasetê rexne bike; romanên xwe yî din de ev pir kiriye. Ev fîla li hundirê odeyê (elephant in the room)ye ku, bi ya min, ehlê qelemê çavê xwe jê direvîne. Bextiyar Elî çima “mafê kuştina faşîstan weke lehengekî epîk dike para tirkekî ye?” Ew çiqas tirkekî kurdifîye be jî, ev têra xwe balkêş e! Ji nav bi milyonan kurdan ev dibe para tirkekî! Li ser vê gelek tişt dikare bê gotin.

Bi wan pirsên li dawiya bersiva te Albert Memmi hat bîra min. Memmi di Dekolonîzasyon û Yên Dekolonîzebûyî de dibêje “pêncî romanên ji serdemeke diyar, ji bo famkirina wê demê çavkaniyeke gelekî dewlementir e …”[5] û roleke giring bar dike li edebiyatê; sêwirandin û honakê wek “amrazên miezem“ dibîne. Bi ya wî, tişta Balzac û Maupassant kiriye, ji ya “analîstên konformîst ên heman dewrê gelekî giringtir e.” Îjar ez jî vê bipirsim, gelo nifşên sed sal şûnde wê ji romanên kurdî bikaribin çi hîn bibin, mîsal, li ser sî salên me yî dawî?

Bibore, min dîsa dirêj kir. Ka bila pirsa dawî li ser têkiliya jinan û edebiyatê, an bi giştî qada çand û hunera kurdî, be. Tu yê çi bibêjî di vî warî de?

F. Şêr: Em çi zû hatin hatin pirsa dawî. Digel ku têra xwe axifin jî li min werê hat. Le Guin dibêje hevpeyvîna baş mîna ye lîstîika badmingtonê ku mirov naxwaze gog bikeve erdê.

Ez jî polîtîkbûna ku Jameson dike wesfa wêjeya cîhana sêyemîn neyînî nabînîm her min gotiye jî berê. Çimkî li wir Jameson dibêje “tiştê ku ji destê me çûye”, wek ku heyfa xwe bi xwe bîne, ango her wekî din Deleuze û Guattari jî wextê amaje bi wêjeya mînor dikin, yek ji taybetmendiya wê ya xuyakirî siyasîbûn e. Çi rasthatineke baş e ku van rojan Mehmet Fatih Uslu hevpeyvîneke Eagleton weke referansekê bi min re parvekir ku tê da Eagleton jî behsa polîtîkbûna wan gelên bermodernbûnê dike. Di sala 2005an de bi serenavê “Edward Said, Cultural Politics, and Critical Theory (An Interview)” di Alif: Journal of Comparative Poetics de belav dibe. Dibe ku bi giştî di wir de Eagleton weke Jameson li ser ciyawazkirina gelên modern û yên premodern rexne li ser xwe digre. Lê belê tiştê ku zêdetir amaje pê dike, dibêje cihê ku zêdetir edebiyat li gel wan girîng e ew gel in ku hêj nû gav davêjin biwara modernbûnê. Li cem van gelan polîtîkbûn roleke girîng li ser çêkirina nasname û nasnavê digre. Li gor wî ne metropolên mezin lê belê ew neteweyên hanê bi xwe wek hêlîna edebiyatê ne ku hê jî bi rengekî polîtîk in. Her ku pênasekirina van gelan weke neokolonyal dide nasîn jî, vê yekê diyar dike dibêje gelek kesan Pablo Neruda bihistine lê belê kêm kes hay ji T.S. Eliot hene. Her wisa ew tiştên baş (polîtîkbûn) ên ku ne li metropolan li gel wan neteweyan peyda dibe jî li gor diyarkirina wî pêdivî bi peydakirina zimanekî (tongue) nû ye û ew ziman jî bi amraza edebiyatê pêkan e ku xwe dispêre hêza xeyalsaziyê. Ez ê hewl bidim wê hevpeyvînê wergerînim kurdî. Belkî te dil hebe dikarim bispêrîm te jî.

Di mijara jinan de, him di kitêbê de him jî di podcasta Baneşanê[6] de di beşa 8ê sezona 1mîn de ku me li gel Farangis Ghaderî behsa di edebiyata kurdî de rengvedanên rexneya femînîst kiribû armanc diyar kir ku axaftina li ser mijara jinan divê em mêr du cara xwe bi ava self-refleksîfî bişon. Farangis Ghaderî di wê podcastê de carekî din şanî me de ku sazûmana mêranî li cem me bi xwe jî bi fahma mêranî, bi qewlê Ahmedê Hepo mêrkankî ye. Û ez bawerim ev tişt jî zêdetir hewceyî bi hewla jinan e. Mêr hedê xwe bizanibin ji qenciyan zêdetir wê karê jinan hêsan bikin. Di kitêbê de tiştê ku zêdetir bala min kîşand ev meseleya duqamûyî ye ku min berê jî li ser nivîsî di Botantimesê[7] de, di podcastan de got, di kitêbê de dubare kir: Siyaseta tirkî, wêjeya kurdî ango çanda kurdî. (Ne)Bîrkariya û nebûkariya zayendî wisa saz dibe: Zilamên wêjeya kurdî, li ber zilamên siyaseta tirkî ya kurdan xwedî kêmsermiyana çandî/sembolîk in, di vir de çand ne ew çand e ku em behsê dikin, Bourdiewarî ye; her weha jinên wêjeya kurdî, li ber jinên siyaseta tirkî ya kurdan xwedî kêmsermiyana çandî/sembolîk in lê belê jinên siyaseta tirkî ya kurdan li ber mêrên siyaseta tirkî ya kurdan hema hem wekhev in, carinan jin pêşdatir in jî tiştê xuya dike. Di hûrguliyan de dibe ku tiştên berovajî hebin, lê wisa xuya dike. Kêşeya herî mezin di wê biwara çandî de bi min ev xuya dike. Piştî vê jêderkê ez li ser wê daxwaza ku ez mêvan im û divê zêdetir bipeyvim ketim gumanê, gelo dibe ku ev daxwaz bi xwe jî daxwazeke mêrkankî be.

Min ji nivîskarên kurdî pirsî kîjan nivîskarên kurd bandor li we kiriye, kîjan nivîskarên cîhanê bandor li we kiriye. Hema hema jin nîn e. Û bawer bike li temamê cîhanê jî reng ev e. Te dî nivîs hene dikevin peyva şopa “xwişkatiya Shakespear.” Bi rastî çima xwişka Shakespear, em rasterast bipirsin Shakespear çima ne jin e, Marx çima ne jin e, Freud çima ne jin e. Çimkî cendekên jinbûna wan tevde di qenaleke Berlînê de avjenî dikin. Nebûn, kêmxuyakirin, nexuyakirin ji ber vê komkujiya giştî ye.

F. Adsay: Diyar e ew hevpeyvîna Eagleton wê balkêş be ji bo me. Ger, zehmet nebe, tu bikaribî wergerînî, pir baş dibe. Û ya rast, ew gotina te ya li ser dirêjaxaftinê min neda mêrbûna te, da mêvanbûna te; dawiya dawî tu mêvanê min î û em li ser kitêba te dipeyivin, bi min jî, normal e ku tu dirêjtir bipeyivî. Ez pir spasiya te dikim û hêvî dikim bûbe sohbeteke bi dilê te jî, bi dilê xwînerên me jî.

F. Şêr: Gelekî kêfxweş bûm ji vê suhbetê, gelek tişt li min zêde kir. Ez spasîya te dikim ku te derfeta derbirînê li ber kitêbê vekir. Hêvî dikim, ji min zêdetir kitêb bipeyive. Ez wê ne wek karekî xwe lê wek milkekî kitêbxaneya kurdî dibînim.

Ev hevpeyvîn di 07.02.2026an de hatiye barkirin.

Nîşe

[1] Firat Aydınkaya: https://nupel.tv/firat-aydinkaya-hotel-europe-bizin-li-welate-me-ji-niviskaran-azadtirin/

[2] Mardîn Îbrahîm, Xewna Mêrikên Îranî, ji soranî: Eyib Subaşi, weş. Peywend. Stenbol, 2018.

[3] Chinua Achebe, “Romannûs wek Mamoste”, https://blog.kovarazarema.com/romanus-wek-mamoste-1/

[4] Farangis Ghaderi: https://blog.kovarazarema.com/haci-qadire-koyi-u-hilatina-neteweperweriya-kurdi-1/; https://blog.kovarazarema.com/ji-nu-ve-hizirina-li-ser-peydabuna-helbesta-kurdi-ya-modern/

[5] Albert Memmi, Dekolonîzasyon û Yên Dekolonîzebûyî, wer. F.Adsay, Avesta, 2025, Stenbol., r.47.

[6] Farangis Ghaderî, mêvan. “Di Edebîyata Kurdî de Rengvedanên Rexneya Femînîst”, Pêşkêşvan Serdar Şengul û Ferzan Şêr. Baneşan, sezon 1,, beş 8, Spotify App, https://open.spotify.com/episode/3RxufSBLOsgBuQsfkIvyzf

[7] Ferzan Şêr, “Dubendîyên Qamûsazîya Kurdan”, Botantimes, 06ê îlana 2024an. https://botantimes.com/dubendiyen-qamusaziya-kurdan/

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din