Hevpeyvîn

Sakar Sleman: Avabûna Rastiyê Di Dubarebûna Rû De

Mahsum Çiçek · 25 gulan 2026

Mezinahî
Parve bike

Sakar Sleman bi pêşangeha xwe ya bi navê Bîra Rû / The Memory of Faces li Avesta Culture subSPACEê ya li nava Sûra Amedê, bi temaşevanên xwe re dicive. Ev xebat li Silemaniyê dest pê kiriye û li Amedê didome. Weke performans, hunermend hunermendên wekî din û ne-hunermendan tîne bahev û ji wan dixwaze rûyên tê bira wan çêbikin. Bîra Rû her çiqas di nihêrîna yekem de li dor rêzeke portreyên sade xuya bike jî, pirsgirêka bingehîn a ku li hemû pêşangehê belav dibe ne ew e ku rûyek çi temsîl dike, lê ew e ku rûyek di nav demê de çawa rastiya xwe ava dike. Sakar Sleman, hunermenda ku bi pratîka xwe ya piralî di navbera wêne, vîdeo, grafik, land art, performans û instalasyonê de digere û ji salan ve li ser bîr, şer, jinbûn, trawmaya civakî û pirsgirêkên temsîlê dixebite, di vê pêşangehê de portreyê ne wek rûberek ku tenê kesayetê nîşan dide, wek qadeke zindî destnîşan dike, ku dem, dubarekirin û bîr li ser kom dibin.

Gül Hür û Şener Özmen, kuratorên pêşangehê, vê lêkolînê tenê bi hilberîna şexsî ya hunermendê sînordar nahêlin. Hilberînên performatîf ên ku di pêvajoya pêşangehê de bi hunermend û beşdarên cuda re hatin kirin, pirsgirêkên bingehîn ên Bîra Rûyê bi laş û bîrên din re ji nû ve vedikin. Beşdar tên vexwendin ku bi heman materyalê rûyên ku di bîra wan de hene biafirînin. Portreyên ku derdikevin holê ne tenê derxistina ezmûnên kesane ne; ew di heman demê de qada rasthatinekê ne ku cudahiyên şêweyên temsîlkirina rû li wir xuya dikin. Ev rasthevbûn, bi taybetî gava portreyên Sleman û rûyên ku beşdar afirandine li kêleka hev tên dîtin, zêdetir xuya dibe. Di fîgurên beşdaran de tirs, xem û derxistinên jestuel zêdetir bal dikşînin. Rûyên wan rewşeke parçeparçe ya ruhî hildigirin; mîmîk rasterasttir, şikestîtir û dramatîktir in. Ev fîgur lez, belavbûn û hestên kaotîk ên cîhana îroyîn hildigirin. Berevajî vê, portreyên Sleman rewşeke din a hişmendiyê pêşkêş dikin ku li derveyî derketina dramatîk dimîne. Fîgurên wê bêdeng in, lê ev bêdengî ne valahiyeke ku hatiye veşartin, ew ezmûneke dema hundirîn e ku hatiye girankirin.

Portreyên monokrom ên Sleman di nihêrîna yekem de hesteke aram, bêdeng û hema bê-nav nîşan didin. Rûyên jinan li ser kaxiza bi rengê axê, boyaxa reş û spî çebûye, dişibin hevdu. Awayê poz, xetên eniyê, cihgirtina por, arastebûna çavan û dûrbûna wan ji jestên dramatîk, hestên mirov ên heman jinê radiweste. Reng û ronahiya dinyayê, perspektîf, xan û mekan di vê biraninê de cihe wan tuneye. Tenê hewl dide ku wêneyê jina ku di bîr û hişmendiya xwe de li ser kaxeza diyarkirî xêz bike û formekê bide wê. Lê ev hesta dubarebûnê xwe ava dike wek avahiya navendî ya pêşangehê. Ji ber ku dubarekirin di portreyên Sleman de ne zêdekirina mekanîk a heman wêneyî ye. Berevajî vê, her dubarekirin guherînên biçûk ên rûyê di nav demê de, cudabûna şêweya xuyabûnê û qatbûna bîrê li ser fîgurê dide xuyakirin. Ji ber vê yekê, rûyên di pêşangehê de tên dîtin tu carî bi temamî ne wek hev in. Her portre di heman demê de ku nêzî ya berê dibe, ji wê jî dûr dikeve. Şikestineke sivik di xeta por de, guherîneke hêsan di arasteya nihêrînê de, ciyawaziya giraniya siyê an jî guherînên tona rengan ku hema hema nayên hîskirin, ne tenê cudahiyên formî ne, ew şopên veguherîna fîgurê yên di nav demê de ne. Gava temaşevan di nav pêşangehê de pêş ve diçe, dest pê dike têbigihîje tişta ku li ber çavên wî ye ne portreyeke yekane ye; ew gelek halên heman fîgurê ne ku di demên cuda de ava bûne. Bi vî rengî rû ji nîşaneyeke rawestayî ya nasnameyê derdikeve û dibe qada hebûneke demkî.

Yek ji hêmanên din ên ku di pêşangehê de bal dikişîne sadebûna kompozîsyonel a portreyan e. Valahiya paşrûyan, sînorkirina bikaranîna reng û têkiliya rasterast a fîguran bi rûberê re, bala temaşevan bi tevahî ber bi avahiya demkî ya rû ve dikişîne. Nêzîkbûna monokrom a Sleman li vir tenê hilbijartineke estetîkî nîne; ew rêbazeke avahîsaz e ku dramatîzma psîkolojîk a rû kêm dike û domdariya wê ya formî dide xuyakirin. Gava reng kêmtir dibe, cudahiyên biçûk ên li ser rûberê rû zêdetir xuya dibin. Bi vî rengî temaşevan ne li çîroka dramatîk, lê li tevgera hundirîn a rû disekine. Portreyên Sleman li vê xalê têkiliyek taybet di navbera fîgur û bîrê de ava dikin. Ji ber ku hunermend rû nake qadeke derxistina psîkolojîk. Di portreyan de êş, hêrs, coş, tirs an jestên demkî an kêliyên kurt rasterast xuya nabin. Rû qîrîn nake, şêweyeke dramatîk nagire û hewl nade ku hestekê rasterast bi temaşevan re parve bike. Berevajî vê, tişta ku di van fîguran de bal dikşîne rewşeke aramî ya bi awayekî tund kontrolkirî ye. Rûyên wan sekinî û aram xuya dikin; lê ev sekin ne valahî ye û ne jî bêhestî ye. Berevajî vê, ew giraniya demê ya di hundirê fîguran hildigirin. Di portreyên Sleman de, li şûna teqînên hestan, şopên bêdeng ên ku dem li ser rû dihêle tên dîtin. Ev rewş xwezaya têkiliya hunermend bi fîgurê re jî diyar dike. Sleman di van rêzikan de tenê rûyekî ji nû ve çênake; di heman demê de şertên hebûna wê fîgurê jî ava dike. Her portre hem berdewamiya şopa ya berê ye hem jî destpêkeke nû ye. Ji ber vê yekê fîgur di navbera “berê” û “paşê” de cih nagire. Her yek di dema xwe de ji nû ve çêdibe. Gava rêzikên portreyan tên kêleka hev, temaşevan dibîne ku heman rû bi bîrek ku her dem diguhere lê tu carî bi temamî winda nabe, hebûna xwe didomîne.

Giştiya portreye

Pirsgirêka girîng li vir têkiliya vê fîgurê bi kesayetiya kesane ya hunermendê re ye. Ji ber ku di nihêrîna yekem de dikare ev portre wek dubarekirineke otobiyografîk bê xwendin. Lê fîgura Sleman ne şaneyeke wê ya rasterast e. Ev rû nikarin tenê wek temsîlên ku ji laşê hunermendê hatine veguhestin ser tûwalê bên nirxandin. Berevajî vê, fîgur wek ku cêwika xwe derxîne holê, dibin hebûnên serbixwe ku rastiya xwe di hundirê xwe de ava dikin. Rastiya kaotîk, parçeparçe û tevgera jiyana rojane ya hunermendê li ser tûwalê vediguhezîne asteke din. Bi vî rengî fîgur ji laşê kesane yê hunermendê qut dibe û li ciyekî din dest pê dike ku rastiya xwe ava bike. Di vê çarçoveyê de, danasîna rastiyê ya Jean-Francois Lyotard di pirtûka Ayrışım de, ji bo têgihîştina portreyên Sleman çarçoveyeke giring a teorîk pêşkêş dike. Lyotard wiha dinivîse: “Rastî (realîte) ne tiştek e ku di vî an wî ‘kirde’yî de “jixwe heye”; ew rewşeke referansê ye ku ji sepandina prosedurên îspatkirinê yên ku bi protokoleke pejirandî hatine diyarkirin û ji şiyana ku her kes dikare wê çend caran bixwaze dubare bike derdikeve.” Ev nêzîkbûn aşkere dike ku çima portreyên Sleman ji temsîlkirina rûyekî zêdetir wek avahiyên ku bi rêya dubarekirinê rastiya xwe ava dikin dixebitin. Ji ber ku her portre di rêzê de, gava xwe ji nû ve ava dike, di heman demê de ji portreyên din jî cihê dibe. Rastî li vir di nav wekheviyê de, di kapasîteya xwe de ya ku her dem dikare cuda bibe derdikeve holê.

Ji ber vê yekê Bîra Rû tenê pêşangeheke li ser portreyê nîne. Pêşangeh ji pirsa ku “rû çi ye?” zêdetir li ser wê dihizire ku rû çawa tê bibîranîn, çawa tê dubarekirin û çawa rastiya xwe ava dike. Portre li vir ji amûreke ku nasnameyê sabît dike derdikeve. Rû niha dibe rûbereke zindî ku her dem diguhere, di nav demê de qat dibe û bi rêya dubarekirinê bîra xwe ava dike. Pratîka Sleman bi awayekî rasterast bi pirsgirêkên bîr, windabûn û temsîlê yên ku di hunera nûjen a kurdî de demeke dirêj e xwedî bandor e têkildar e. Bi taybetî di civakên piştî II. Şerê Cîhanê de rû pir caran ne tenê hilgirê nasnameya kesane ye; ew di heman demê de hilgirê windabûnê, koçberiyê, dîroka hatiye veşartin û şikestina civakî ye. “Bîra Rû” di vê çarçoveyê de ne tenê lêgerîneke kesane ya rû ye; ew lêkolîneke dîtbar a şopên bîra kolektîf e ku li ser rû dihêle. Lê nêzîkbûna Sleman vê bîrê bi çîrokên dramatîk ava nake. Ew li şûna deqên (textên) mezin ên dîrokî, ber bi guherînên biçûk ên formî, hêza dubarekirinên bêdeng û girreka demê ya li ser rûberê rû kom dibin ve diçe.

Ji ber vê yekê, rûyên ku di pêşangehê de hene ne bi temamî kesane ne û ne jî bi tevahî bê-nav in. Ew hebûnên navberê ne ku di navbera kesayetî û kolektîf de tên û diçin. Temaşevan di her portreyê de hest dike ku heman kesî dibîne; lê di heman demê de jî hîs dike ku ew kes her dem diguhere. Bîra Rû tam li vê qada nezelal dixebite. Ew bang li temaşevan dike ku rû ne wek nasnameyek rawestayî, lê wek rastiyeke bihereket ku dem, dubarekirin û bîr her dem ji nû ve ava dikin, bifikire.

Sakar Sleman di 1979an de li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê hatiye dinyê. Sleman hunermendeke piralî ye ku di qadên wêne, instalasyon, performans, grafîk, vîdeo-art û peykersaziyê de taybetbûna xwe pêş xistiye. Ew di sala 2001ê de ji Enstîtûya Hunerên Bedew a Silêmaniyê mezûn bûye, piştre di sala 2005an de li Zanîngeha Silêmaniyê, Fakulteya Hunerên Bedew xwendina xwe qedandiye. Di sala 2012yan de li INTO Newcastle University ya Brîtanyayê xwendinên xwe yên bilind domandine û di sala 2019an de li Akademiya Hunerên Bedew a Jan Matejko li Krakow, Polonyayê staja hunerî qedandiye. Berhemên Sleman li ser pirsgirêkên siyasî, olî û civakî yên civaka Başûrê Kurdistanê disekinin; bi taybetî jî li ser ezmûnên jinan, şer û trawmayê hûr dibin. Bi rêya materyalên cihêreng û şêweyên cûrbecûr ên derbirîna hunerî, ew berhemên ku mirov dihizirînin û çîrokên kevneşopî dipirsin diafirîne. Berhemên wê di pêşangehên kesane û komî de li Kurdistanê û li gelek welatên din hatine pêşandan. Di nav wan de bûyerên navdar ên wekî JAALA22 Art Biennale, Venice Biennale, Art16 û Sempozyuma Navneteweyî ya Duyemîn ya Mêrdînê li Tirkiyeyê di sala 2010’an de cih digirin. Biyografi ji https://sakarsleman.com/about hate sitendin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din