Hevpeyvîn ligel Zarîfe Demîr, Yekemîn Romannûsa Kurmanc
Meseleya yekemîn romana kurdî bûye mijara gelek gotûbêj û lêkolînan, lê zêde nehatiye gotûbêjkirin ka di vê qadê dee rola nivîskarên jin çi bûye, jinan kengî dest pê kirine hwd. Wek mînak, heta vêga haya pir kêm kesan jê hebû ku di 2007an de romana Zarîfe Demîr, Kela Bilind li Swedê ji aliyê weşanxaneya Apecê hatiye çapkirin. Em vê ji kitêba Ferzan Şêr Yamalı Peyzaj-Kürtçe Roman Yazımının Özerk Bir Alan Oluşumu (1935-2017) (Peyzaja Pînekirî: Peydabûna Romannûsiya Kurdî Wek Qadeke Xweser) hîn dibin. Bi qasî ku tê zanîn ev yekemîn romana kurmancî ya ji aliyê jinekê hatiye nivîsandin. Ji ber ku Şêr di kitêba xwe de zêde agahî nade li ser Zarîfe Demîr û romana wê, ev miraqekê çêdike ka gelo kî ye Zarîfe Demîr û çi nivîsandiye? Di ser Şêr re min xwe gihand Demîr û kitêba wê, û xwest bi riya hevpeyvînêkê vê miraqa xwe û xwînerên edebiyata kurdî tetmîn bikim, da ku tomareke nivîskî bimîne derbarê nivîskara Kela Bilind.
F. Adsay: Em ji biyografiya te ya li piştberga romanê hîn dibin ku tu di sala 1955an de li gundê Şokrigê ya girêdayî Pertaga Dêrsimê hatiyî dinyayê. Te dibistana navîn û lîse ji derve qedandiyî. Bi qasî deh salan li Stenbolê di karê konfeksiyonê de xebitiyî. Di 1989an de koçî Swêdê kiriyî. Li wir hemşiretî xwendiyî û li nexweşxaneyê xebitiyî. Berî vê romanê te kitêbeke helbestan, bi navê Evîndar heye.
A rast, ji bo xwe û li ser navê xwînerên me jî dixwazim te zêdetir nas bikim ger destûra te hebe. Du dikarî hinekî qala jiyana xwe ya li Dêrsim û Stenbolê, ya berî çûyina Swêdê bikî? Cudatiya herî mezin a jiyana li Swêdê çi bû? Çi zêde kir, çi kêm kir di tevahiya jiyana te de?
Z. Demîr: Jiyan bi êş û şayî dest pê dike di jiyana hemi merivan da. Ez jî ji wan yek im. Li nav malbateka debara aboriyê ne pir kêm ne jî zede mezin bûm. Em yanzdeh zarok bûn sê bira heşt xweng. Dayika me zû çû ser dîlovaniya Xwedê. Ez panzdeh salî bûm.
Çûyina min a Îstembolê, birayê min li Îstembolê dikana xwe ya caman hebû. Ez jî çûm ku bişixulim zarokê xwe xwedîkim, li ser piyên xwe bisekinim mihtacî kesî nebim. Min usakir.
Çima çûm Swêdê, jiyan herkçû giran bû li Îstembolê, ji bo jiyaneka baş bidim wan loma çûm.
Çi li min zedekir û çi kêm kir. Zedekirin, min li Swêdê zimane Swêdî xwend dura jî hemşîretî xwend. Zehmet bû, jiyanekê ji nû ve dest pê dikir, min jiyana xwe yek bi yek ji nû ve hûna.
– Di zaroktî û nû-ciwaniya te de atmosfera çandî ya jiyana te çawa bû? Wek mînak, xwendina kitêb, kovar û rojnameyan kengî ket jiyana te û çawa bû navbera te û xwendinê? Xwendinê tesîreke çawa kiriye li ser te?
– Ez di zarokatî û ciwaniya xwe da bi xwe pir bawer bûm. Min kîjan pirtûk, kovar, rojname didîtin bala min dikşand û min dixwendin; bist salî bûm min dest bi xwendina van kiribû. Kilasikên cihanê pir bandoreka mezin li min kir. Wiktor Hugo, Puşkin, Maksim Gorki, Jak Lando hwd.
– Te kengî û çawa dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir? Te bi kurdî çi û çi xwendibûn dema te dest bi nivîsê kir?
– Pirtûka Ehmedê Xanî Mem û Zîn, pirtûka Celîle Celîl Keçê Ji Te Re Dibêjim Bûkê Tu Bibihîze. Seydayê Cigerxwîn Serpêhatiya Min. Paş çuyîna Swêdê min dest pi nivisê kir. Bîst sal bihorîn.
– Atmosfera siyasî ya li derdora te çawa bû di zaroktî û nû-ciwaniya te de? Navbera te û siyasetê çawa bû? Nêzîkatiyek te rêxistînî çêbû qet berî 1980?
– Li Dersîme meriv bixwazê û nexwazê jî xwe di nav atmosefera siyasî da debîne. Donzdehê Îlonê zordariya ser gel pir tesîreka mezin li ser min kir.
– Fikra nivîsandinê kengî û çawa çêbû bi te re? Nivîsandinê çi îfade dikir ji bo te?
– Bi derketina derveyî welat li Swêdê. Zimane kurdî qedexebû me pir kişand çaxa ku min dest pi dibistana tirkî kir me zarokan pir lêdan xwarin ji mamosteyê tirkan. Ve çaxê min famnekiribû çima mamoste li xeberdana me ya kurdî aciz dibe û li me dixîne.
Lêdana zaroktiyê di min da qarînek çekir ez ê rojekê bi kurdiya qedexe binivîsim çiqes ji dest min werê ez ê bikim.
Nivisandin giring e, edebiyat çand, kultura gelan e. Min jî nivîsî ku para min jî di nav da hebe ji zarokê me yê pêşerojê ra.
– Te pêşî bi helbestê dest pê kiriyî. Tu çima ji helbestê derbasî romanê bû?
Helbest kurt in, roman herikbar e, li peşiya nivîsê deriyê cuda cuda vedibin û meriv dikevê nav dirokê, nav çand û civakê, tomar dike. Ez helbestan jî dinivîsim, min dest ji helbestan bernedaye.
– Dema te dest bi nivîsê kir, di bin bandora kîjan nivîskaran de mabû? Ji bo te nivîskarekî model hebû? Di nav van nivîskaran de kesekî kurd hebû?
Niviskarê model Ahmed Arif û Yaşar Kemal bûn. Moa Martinson, Astîrît Lingren û Selma Lagerlov niviskarê Swedî yê jin in.
– Hema hema 20 sal e ku romana te Kela Bilind çap bûye? Ger te ev roman îro binivîsanda, wê çi cuda bûya?
Min ê direj bikira û qala berxwedana Kurdistana Rojava, qehremaniya çeleng û egidê kurdan binivîsandana weke destan.
– Di romanê de, gelek hevok hene ku pir dişibin uslûba dengbêjiyê. Wek mînak ev hevok, “… tu taqê spî li xwe ke, pişta xwe girêde, xwe bixemilîne. Qosteka xwe ya zêrînî bi ser de berde, li benda min amade be. Bê bila mirina min û te tevlî hev be, ez naxwazim mirina me tek bi tek be.” (r.7) Hevokên bi vî rengî pêşî destana Memê Alan anî bîra min. Em bînin bîra xwe, di wir de jî hemû hevok bi “e”yê diqedin. Tu yê çi bibêjî di vî warî de?
Zimanê kurdî dewlemend e, dîlaniyê herikbar e, mirov bixwaze romaneke folklorîk dinivîse. Dagirkeran loma zimanê kurdan qedexe kirine ji axiftina kurdan detirsin.
– Di romanê de yek ji anakronîzmên zêde bala min kişand ew bû ku li nav malbatên qehremanan qet nelihevkirin tuneye, nîqaş û pevçûn çênabin. Adetên civakî zêde bi rihetî tên terikandin û guherînên pir radîkal zêde bi hêsanî tên qebûlkirin. Mîsal, Zelîşê digel ku “beşikkertmeya lawê xalê xwe ye” dê û bavê wê peymana navbera du malbatan pir bi hêsanî binpê dikin û bertekek mezin jî nabînin li hemberî xwe. Ev çawa dibe/bûye? Bi qasî ku em dizanin binpêkirina adetên wisa pir zehmet e û gelek serêşî çêdikin. Çima li vir qet problem derneketiye?
– Min xwest di paşdemayina çand û civakê da nermayiyekê bînim nav malên kurdan. Nivîskar û ronakbîr gulavek peşda ne. Meriv dikare di nivîsên xwe da tiştên cuda derxîne pêş ku xwendevan cudatiyekê di malbatên serhişk da bibînin ku keç û law heqê wan wekhev be.
– Ez vê pir miraq dikim gelo çima heta niha pir kêm kes haya wan ji te û romana te çêbûye? Piştî vê romanê te tiştekî din nivîsandiye gelo? Û tu vêga çi dikî?
Xwendina bi kurdî kem e, heta roja îro dibistanên kurdî li Bakur tuneye. Kurd kulî bi zimanê tirkan dixwînin û dinivîsin asimilasyon zimanê kurdan ber bi tunekirinê bir.
Çima haya kesî ji min tuneye, te pirsiye. Li civaka me kurdan naxwazin jinan berbiçav bikin tenê pirtukê granbiha mêr dinivîsin û reklama van dikin.
Min pirtûkeka din pi zimanê tirkî çap kiriye, navê wê Eylül Rüzgarı (Bayê Îlonê). Romanek din bi kurdî nivîsiye, lê hîn min çap nekiriye. Pirtûkeka helbestan nivîsiyê çap nebûye. Kurteçirok hene çap nebune. Romanek bi tirkî nivîsiye çap nekiriye.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.