Hevpeyvîn

Bayram Bozyel: Kesek di Rojekê da Dikaribû Bibe Xayîn an jî Qehreman

Hevpeyvîn Ligel Bayram Bozyel

Fexriya Adsay - Înan Eroglu · 16 mijdar 2026

Mezinahî
Parve bike
Bayram Bozyel: Kesek di Rojekê da Dikaribû Bibe Xayîn an jî Qehreman

Van salên dawî tiştekî baş ew e ku hejmara siyasetmedar û rewşenbîrên kurd ên bîranînên xwe dinivîsinin her diçe zêde dibe. Yek ji van bîranînên dawî yên siyasetmedar Bayram Bozyel e, Lice’den Özgürlüğe-Bir Varoluş Mücadelesi (Ji Licê bo Azadiyê-Têkoşîneke Hebûnê, weş. Deng, 2026). Herku hejmara berhemên wek bîranîn zêde dibin, kêmasiya nirxandin, rexne û nîqaşên li ser van berheman jî xwe dide xuyakirin. Mirov li bendê ye bîranîn, wek çavkaniyên dîroka nêzîk, nexasim di van rojan de zêdetir balê bikşînin, bên xwendin, rexnekirin, nîqaşkirin û nirxandin.Vê dema ku xwendina kitêban her diçe cazibeya xwe winda dike, em dixwazin careke din balê bikşînin ser kitêban û xwendinê, bi taybetî xwendina kitêbên bîranînên siyasetmedar û rewşenbîrên kurd. Yekemîn hevpeyvîna me bi Serokê Giştî yê PSK (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê) Bayram Bozyel re ye. Em van hevpeyvînan wek riya diyalogê jî dibînin ku bi nifşên berî xwe re bipeyivin, nîqaş bikin, wan û dewra wan çêtir nas bikin. Hêvî dikin ev diyalog bala xwînerên me jî bikşîne û tevlî diyaloga me bibin.

Em pir spas dikin bo Bayram Bozyel ku daxwaza me ya hevpeyvînê bi nezaket qebûl kir û pirsên me bersivandin, mala wî ava be.

-Di zarokatiyê de tu helbestan jî dinivîsî û helbestên te herî zêde li ser Mela Mistefa Barzanî ne. Dema tu li dibistana navîn î jî, di navbera dersan de hûn hevalên xwendekar di nav xwe de piranî li ser rewşa kurdan, tevgera Mela Mistefa diaxivin, di Newrozan de lastîkan dişewitînin, rojnameya Xebatê ya PDKê dixwînin. Gelo hingê te û hevalên xwe di axaftinên xwe de çi digotin, çawa li rewşa kurdan dinêrî û ew rojname çawa diket dest we û xwendina we ya kurdî hingê baş bû?

Bayram Bozyel: Di cimetên şevên dirêj ên Akroyê da behsa herî zêde li ser Mele Mistefa Barzanî bû. Behsa mêrxasî, şervanî û cesareta wî dihat kirin. Mele Mistefa wek dahî/westayekî şer dihat nasandin. Wek nimûne digotin Mele Mistefa Barzanî bi şev du lûleyên sobeyê li pişta hêştiran bar dike û di her lûleyekê da çirayekê pêdixe. Dema leşkerên ereb vê dibînin, dibêjin qey topên şer ên Barzani hatine û ji tirsan direvin. Bi guhdarîkirina behsên bi vî awayî Mele Mistefa di çav û mejiyên min da bûbû qehramenekî behempa. Barzanî ji bo me ciwanan qehremanekî efsanewî bû.

Di wan salan da li Licê gelek kesan debara xwe bi qaçaxçîtiyê dikirin. Bi vê minasebetê bi hespan diçûn Binxetê (Suriyê) û Başûrê Kurdistanê û dihatin. Li wan deran kesayetên kurdperwer didîtin. Li Başûrê Kurdistanê derbarê Hereketa Mele Mistefa agahî werdigirtin, li Binxetê jî bi wan kadroyên ku ji Bakur çûbûn diketin nav pêwendiyê. Wexta vedigeriyan, çavdêriyên xwe bi xelkê herêmê ra parve dikirin. Û bi saya mezinan em ciwan jî bi wan agahiyan dihesiyan.

Herwisa piştî salên 1965an û şûnda kadroyên ku PDKT, TİP û DDKOyan da cih girtibûn li Licê û derdora wê di belavkirina şiûr û hestên neteweyî da roleke xwe hebûn. Di nav gel da hişyariyeke milî çêdibû. Ev hişyariya gel bibe nebe tesîra xwe li me zarok û ciwanan jî dikir. Me xwendekaran li ser hebûna miletê Kurd, qehremaniya Mele Mistefa û nirxên milî yên wek Newrozê sohbet dikir. Li Licê welatparêzekî bi navê berber Mistefa Menekşe hebû û qasê ku tê bîra min wî hinek hejmarên Xebatê digihandin me. Lê wê wextê hîn haya min ji hebûna PDKTêtunebû. Yek pirtûka Doktor Şivan (Kürdistan İhtilali) jî min ji berber Mistefa Menekşe stendibû. Wan salan min bi kurdî dixwend lê xwendina min ne ewqas baş bû.

Bayram Bozyel li Diyarbekirê wek xwendekarê lîseyê

Bayram Bozyel li Diyarbekirê wek xwendekarê lîseyê

- Di dibistana seretayî de hûn zarok helbesta M. Emin Bozarslan a bi navê “Ez Xortê Kurd im” ji ber dixwînin. Û du kitêbên Bozarslan (İslamiyet Açısından Şeyhlik Ağalık, Doğu’nun Sorunları) kitêbên ewil in ku te xwendine her di wê demê de. Ji bo zarokekî dibistana seretayî û vî temenî ne kitêbên zehmet bûn, çawa ketin dest te û tesîreke çawa li te kirin? Dema tu bûbû endamê PSKê, we, wek rêxistin, giranî dida ser çi cure xwendinê? Pratîkên we yên derbarê xwendinê de çi bûn? Wek mînak, we li ser kitêbekê an mijarekê semîner didan û bi hev re li ser nîqaş dikirin? hwd.

- Di hişyarbûna min da, haydarbûna min a nasname û şiûra neteweyî da rola nivîskar û kurdperwerê kurd M. Emin Bozarslan pir zêde bû. Ji ber ku Mamoste Bozarslan hem gundiyê me, hem jî ji dûr ve pismamê me bû. Em ji nêzîk da ji xebat û berhemên wî haydar dibûn. Dema Alfabeya Kurdî ya Bozasralan derket (1968), li gundê me wek kitêbeke pîroz hat pêşwazîkirin. Gundiyên me bi çavên xwe bawer nedikir, çawa dibû ku alfabeyekê kurdî hebû! Xelk şaş û mat mabû, alfabeya kurdî ji destekî derbasî destekî din dibû. Bi gotineke din alfabeya kurdî di şiyarbûna xelkê da şoqek çêkir. Tê bîra min, dema me alfabeya kurdî digirt destê xwe, em pê serbilind dibûn.

Di heman wextê da helbesta M. Emin Bozarslan a bi navê “Ez Xortê Kurd im” di nav xelkê da belav bû. Wextek hat ku “Ez Xortê Kurd im” ji devê me nediket. Heta li Akroyê hinek jinên şareza lê nexwenda jî ev helbesta Bozarslan ji ber dixwendin.

Di wan salan da, cîranekî me ku navê wî nayê bîra min, herdu kitêbên Bozarslan (İslamiyet Açısından Şeyhlik Ağalık, Doğu’nun Sorunları) da min. Min ew kitêb li Akroyê li bin siya dara gozê ya li ser xaniyê me xwendin. Di wan salan da wan kitêban pir bala min kişandibû. Wek nimûne piştî xwendina wan kitêban, di heşê min da derbarê şêxan da îmajeke neyênî/negatîf peyda bû. Piştî wan herdu kitêban bala min a xwendinê her ku çû zêde bû.

Piştî ku ez ketim nav refên Riya Azadî û PSKTê xwendina min a kitêban hîn jî pêş da çû. Wek tê zanîn di sala 1975an û şûnda mijara herî muhîm a di nav tevgera kurd da mijara rêxistinbûna cuda (ayrı örgütlenme) bû. Bi gotineke din kadro û siyasetmedarên kurd gihiştibûn wê qeneatê ku diviyabû kurdên li nav TİPê ûwd. kar dikir êdî ji wan veqetin û partiyên xwe bi navê Kurdistanê ava bikin.

Ji ber van sedeman di wan salan da mijara xwendin û nîqaşa sereke meseleya milî (Milli Mesele) bû. Wek nimûne kitêba Kemal Burkay (Sekreterê giştî yê PSKTê) a ewil li ser vê mijarê bû. Ew kitêba Burkay (bi navê Celal Aladağ hatibû çapkirin) di siyaseta PSKê da wek kilavûz dihat qebûlkirin. Di xwendina me da kitêbên li ser felsefeyê ciyekî mezin digirt. Helbet kitêbên çep; bi taybeti yên Lenîn û Stalîn di rêza pêşîn da bûn. Kitêbên derbarê dîroka kurdan jî gelek bala me dikişand û me bi hezkirineke mezin ew dixwendin. Semînerên me zêdeyî li ser Milli Mesele, dîroka civakan (civaka komunal, koledarî, feodal, kapîtalist, sosyalîst) û faşîzmê bûn. Divê bê gotin ku em alîgirên PSKê bi siûd bûn. Ji ber ku PSKê giringî dida xebatên teorî, fikrî û edebî. Kovara Riya Azadî (Özgürlük Yolu) ku 44 hejmar derketin, nimûneyeke vê yekê bû. Herwisa di Weşanên Riya Azadî da (Özgürlük Yolu Yayınları) gelek pirtûkên teorîk, dîrokî û edebî derketin û me ew tev wek qurtek av dixwend. Bi gotineke din, PSK di heman demê da tevgereke rewşenbîrî jî bû.

Bayram Bozyel li Zîndana Diyarbekirê ya 5 No

Bayram Bozyel li Zîndana Diyarbekirê ya 5 No

- Mehdî Zana pêşî bi we re, bi PSKê re ye. Lê dûre, di dema şaredariya xwe de ji we vediqete an tê îxrackirin. Em ji bîranînên te dixwînin ku ji ber vê veqetînê, navbera wî bi PSKê re pir xirab dibe, Sendîkaya Genel İşê ku di destê kadroyên partiya we de ye diçin grevê, zêdetirî mehekê çopa Diyarbekirê li kuçeyan dimîne. Tu vê rewşa lihevnekirinê wek “zimanê şerê sar” (soğuk savaş dili) bi nav dikî. Gelo mesele çi bû, Mehdî Zana û PSK di çi de li hev nedikirin ku rewş hat heta radeyeke wisa?

- Di sala 1977an da qezenckirina şaredariya Diyarbekirê ji aliyê Mehdi Zana ve serkeftineke dîrokî bû. Ev serkeftin di eynî wextê da serkeftina PSKê û bi giştî ya tevgera welatparêz bû. Çinku Mehdi Zana bi saya gelek aliyên welatparêz ve bû şaredarê Diyarbekirê. Wexta Mehdi Zana bû şaredarê Diyarbekirê, ez hîna xwendevanê lîseyê yê sinifa sisiyan bûm û nebûbûm endamê PSKê. Ji ber van sedeman ez ji pêwendî û nakokiyên di navbera Mehdi Zana û rêvebirên PSKê de haydar nebûm.

Li aliyê din, Mehdi Zana hem yek ji damezrênêrê PSKê, hem jî wê demê endamê Komîteya Navendî ya partiyê bû. Li gor agahiyên ku min salên paşê û ji rêvebirên partiyê yên wê demê peyda kirin, nakokiya Zana û PSKê wisa dest pê dike. Piştî ku dibe şaredarê Diyarbekirê, Mehdi Zana êdî guh nade biryarên partiyê û şaredariya Diyarbekirê tenê bi serê xwe bi rê ve dibe. Di rêvebirina şaredariyê da kolektîf tevnagere û guh nade pêşniyarên hevalên xwe. Piştî wê jî roj bi roj navbera wî û partiyê xirab dibe. Di dawiya dawiyê da ji PSKê tê îxrackirin (derxistin). Piştî vê veqetandinê jî karkerên sendîkaya Genel Îşê ku serokê wê jî yek ji kadroyê PSKê Zeki Adsız bû, diçe grevê.

Bi nêrîna min, sedema vê problema hanê ew zihniyeta dema şerê sar bû. Wê wextê tehemul û toleransa di navbera kadroyan de zeîf bû. Kesekî bi hêsanî dikaribû bi kesekî din ra pêwendiyên xwe qut bike, kesek di rojekê da dikaribû bibe xayîn an jî qehreman. Pir heyf bû ku ev helwesta teng û sekter xisarên mezin dan PSKê. Halbukî nakokiya di navbera PSK û Mehdi Zana de dikaribû bi bêhna fireh, bi dan û stendinê û li ser esasê lihevhatinê bihatana çareserkirin. Lê wê wextê ev meziyet, meharet û westatî li ber rêvebirên PSKê kêm bû. Tecrubeya şaredariya Mehdi Zana ji bo tevgera kurd, bi taybetî jî ji bo PSKê imtihaneke giring bû ku divê jê ders bên stendin.

- Bi qasî dizanim di weşanên PSKê yên berî 1980yan de jî kurdî hebû, jixwe navê weşaneke we Roja Welat bû. Gelo endam û sempatîzan û alîgirên we çiqas dixwendin ev nivîsên bi kurdî? Bi rastî jî nivîsên kurdî ciyê xwe didîtin? Ji ber vê dipirsim, partiya Dr. Şivan PDK-T jî gelek nivîsên xwe du-zimanî çap dikirin, lê em dibînin di axaftineke xwe de Dr. Şivan gazinan dike ku nivîsên kurdî nayên xwendin, tenê yên tirkî tên xwendin hwd. Li ba we jî wisa bû? Bi gotineke din, girseya partiya we bi giştî çiqasî di ferqa giringiya ziman de bû? Û cenabê te, digel ku tu ji zû ve ye bi xwendin û nivîsa kurdî aşîna yî, bîranînên te û kitêbên din jî bi tirkî ne. Te çima kurdî tercîh nekir?

- Rast e, ji weşanên kurdî yên beriya 1980an yek jê jî Roja Welat bû ku PSKê çap dikir. Roja Welat di weşanên kurdî da hewldaneke girîng û serkeftî bû. Her wisa kovara Riya Azadî (Özgürlük Yolu) jî di rûpelên xwe da cih didan xeber, stran, çîrok ûwd. ên kurdî. Di Weşanên Riya Azadî (Özgürlük Yolu) da jî kitêbên kurdî dihatin çapkirin. Yek ji wan romana kurdî Şivanê Kurd a Ereb Şemo bû, ya din destana Memê Alan bû. Lê heval û alîgirên me çiqasî kurdî dixwendin ez nizanim. Tişta dizanim di sala 1977an da li Enqereyê Kemal Burkay di ofisa kovara Özgürlük Yolu da grûbek çêkiribû û dersa zimanê kurdî dida wan. Belê PSKê wek rêxistin girîngî dida zimanê kurdî, çapkirina berhemên kurdî. Lê ez nikarim bêjim ku bernameyeke wê ya birêkûpêk ku kadroyên xwe fêrî kurdî bike hebû. Her kes bi îmkan û hewldanên xwe fêrî kurdî dibûn.

Ger em bên roja îroyîn, bi qasê ku em dixwazin nebe jî em pir girîngî didin bikaranîna zimanê kurdî. Em hemî belavok, belge û daxuyaniyên xwe bi kurdî û tirkî belav dikin. Di gelek civînên me da kurdî zimanê sereke ye. Lê dîsa jî di vî warî da gelek problem hene. Zimanê siyasetê ya serdest tirkî ye. Xwendin û nivîsandina kurdî pir baş nîne. Gelek caran ji bo peyamên me bigihîjin kîtleyeke fireh, em beyan û gotarên xwe bi tirki jî belav dikin. Wek PSK em çawan giringî didin bikaranîna kurdî, ewqas jî rêxistinkirina gel muhim dibînin û ji bo peyamên xwe bigihînin wan, carna bi neçarî tirkî bi kar tînin. Ev ji bo me paradokseke mezin e lê di heman demê da rastiya me ye jî.

Ev jî balansek divê. Ji aliyekî ve em dixwazin zimanê kurdî di hemî warên jiyanê da bi kar bînin, ji aliyekî din ve jî em dixwazin gelê xwe ji bo azadiyê rêxistin bikin. Wexta behsa rêxistinkirinê bê kirin jî bikaranina zimanê tirkî derdikeve pêş.

Ev ji bo min jî wisa ye. Ez kêm zêde bi kurdî dinivîsim û gelek gotar û pirtûkeke min jî bi kurdî çap bûye. Di bernameya min da nivîsandina hin berhemên nû yên ku bi kurdî binivîsim jî hene. Lê bi armanca ku bigihîje kîtleyeke mezin, min kitêba xwe ya dawîn bi tirkî nivîsî. Ez hêvî dikim ku ez ê vê kitêba xwe bi zimanê kurdî jî çap bikim.

- Tu diyar dikî ku fikra sosyalîst, berê hereketa kurdan bêhtir daye xebatên ziman û çanda kurdî û di demeke wisa de, di salên 70yan de, li gor te di xebatên ziman, kultur û dîrokê de serdemeke nû daye destpêkirin (“çığır açtı”). Gelo ev ne îdealîzekirineke zêde ye ku sedem û para zêde ya xebatên kurdî bi fikra sosyalîst re girê dide?

- Tevî ku ez siyaseta çep, îdeolojiya sosyalîst a dema Şerê Sar rexne dikim jî, bi baweriya min, bilindbûna pêla tevgera sosyalîst di salên 1970î da di heman demê da bandoreke erênî li ser bilindbûna tevgera kurd a li Bakurê Kurdistanê kir. Ger em bala xwe bidinê, PDK ya ku di sala 1965an da ava bû (ji ber gelek faktorên din) zêde fireh nebû. Lê tevgera kurd a sosyalîst bi taybetî jî di salên 70î da gelekî pêş da çû û bû girseyî. Bi gotineke din, di vê pêşveçûnê da faktora mezin bayê hereketa sosyalîst a di qada cîhanî da bû. Bi nêrîna min, bi saya fikriyata sosyalîst a wê demê têgehên wek milet, miletbûn, mafê çarenûsî ûwd. di hişê me da hîn zelaltir bûn. Perspektîfa me ya şoreşa mili/neteweyî ya kurd rohnîtir bû. Xulase, bi bilindbûn û bihêzbûna tevgera kurd a sosyalîst a li Bakurê Kurdistanê, xebatên ziman û çanda kurdî geş bûn û pêşda çûn. Di vir da mebesta min ne ew e ku fikriyata sosyalîst rasterast bû sedemê geşkirina xebatên çand û zimanê kurdî, belkî meriv bêje bihêzbûna tevgera kurd a sosyalîst xebatên çand û zimanê kurdî pêşda bir çêtir e.

- Tu behsa nîqaşên we û DDKDyiyan a piştî derbeya Îlonê dikî. Di Zanîngeha Dicleyê de reqabeteke mezin heye di navbera we de. Heta di 1982yan de êrişî hevalê we Yılmaz Demir dikin û tu jî di operasyoneke ji ber vê bûyerê de têyî girtin. Herwiha, di 14ê Adara 1979an de hevalê we Mustafa Çamlibel ji aliyê PKKê hat kuştin… Û qala rexne û polemîkên kovara Özgürlük Yolu ya bi Barzaniyan re, bi tevgera Rizgariyê re dikî û dibêjî herî pir me bi komên Maocî re li hev nedikir. Bi ya te, dema ji îro ve binêrî, bi giştî çi bûn ev mesele? Çawa dinirxînî wê neyartiya navxweyî û ev komên maocî kî bûn û çima we herî pir bi wan re li hev nedikir?

- Ew mijarên/gengeşiyên ku hûn behs dikin dikare di sê xalan da bên nirxandin: Nakokiya me û grûbên Maociyan perçeyek ji nakokiya di navbera dewleta Sovyetê û Çînê de bû. Partiya Komunîst a Sovyetê xwe li ser hemî hereketa komunîst a cîhanê ferz dikir. Partiya Komunîst a Çînê jî ev qebûl nedikir. SBKPê Çîn wek dewleteke dijî şoreşê (karşı devrimci) tawanbar dikir. Çinê jî dewleta Sovyetê wek sosyal emperyalîst sûcdar dikir. Vê jî nakokiyek mezin peyda dikir di navbera Sovyetê û Çînê de. Ev dubendî di heman demê da bandora xwe li ser tevgerên çep ên welatên din jî çêdikir. Di wan salan da li welatên din, gelek partiyên çep jî helwesta/pozisyona xwe li gor siyaseta Sovyet û Çînê eşkere dikirin. Wek nimûne PSKê û hinek hereketên din xeta Sovyetê bêsûal dişopandin, hinekan jî ya Çînê ku me ew wek Maocî bi nav dikirin. Bi gotineke din, dema dewleta Sovyetê û Çînê di nav xwe da reqabeta hêzê dimeşand, tevgerên çep ên welatên din ku li dû siyaseta wan herdu dewletan diçûn, xwe li ber baranê şil dikirin. Halbukî îro ne Sovyeta Yekbûyî, ne jî Çîna dema Mao maye. Bi kurtî şerê me û grûbên Maociyan perçeyek ji şaşî û rewşa siyaseta serdema Şerê Sar bû.

Problema PKKê helbet mijareke din bû. Wek tê zanîn PKK bi avakirina xwe ve dest bi êrişên kadroyên rêxistinên Kurdistanê yên derveyî xwe kir. Hevalê me Mustafa Çamlibel jî yek ji qurbaniyên ewil bûn ku bû hedefa hereketa Apociyan. Helbet ev senaryoyeke tarî bû ku heta aniha jî li dijî tevgera kurd tê bikaranîn.

Ya herî bêwate nakokî û reqabeta di navbera me (PSK) û DDKDiyan de bû. Wek tê zanîn fikr û siyaseta me û DDKDiyan (Hevalên Dr. Şivan, ku paşê çend navên din li xwe kirin) gelekî nêzîkî hev bûn. Di sala 1979an da me bi wan (DDKD) û KUKê ra bi navê UDG (Hevkariya Neteweyî ya Demokratîk) tifaqek pêk anîbû. Tevê vê jî di navbera me da reqabeteke bêwate hebû. Wê çaxê me ew feraset nîşan neda ku em pêwendiyên xwe di asteke demokratîk û xweşbîniyê da bimeşînin, cihê ku bê heta radeya bûyerên nexweş.

Wek min bi hûrgilî di kitêba xwe da jî behs kiriye, rexneyên PSKê yên ji bo Mele Mistefa Barzanî jî ne maqûl û ne jî adil bûn. Hewce nake ez wê mijarê dubare bikim.

- Du mekanên te yên kitêbfiroşiyê hene ku dawiya salên 80yan gelek caran diçî wir. Dilan Kitabevi û Amed Cumhuriyet Kitap Kulübü ku herdu jî serê sala 1990î di heman rojê de tên şewitandin. Tu agahiyên li ser Dilan Kitapevi didî, lê ya din zêde nadî. Navê wê jî têra xwe balkêş e. Tu dikarî hinekî zêdetir agahiyan û çavdêriyên xwe yên li ser vê kitêbfiroşê bibêjî?

- Belê Dilan Kitaevi ji aliyê hevalên me ve hatibûn vekirin û hema bêjê yek ji ciyê me yê hevdîtinê bû. Lê qet firsenda min çênebû ku ez biçim Amed Cumhuriyet Kitap Kulübü. Tişta zanibûm dostekî me yê bi navê Şükrü Kahramaner ew der dişixuland. Agahiya min a din jî ew bû ku Dilan Kitabevi û Amed Cumhuriyet Kitap Kulubü eynî şevê (serê sala 1990î) bûn hedefê hêzên tarî û hatin şewitandin. Wekî din derbarê Amed Cumhuriyet Kulubuyê da agahiyên min nebûn.

- Tu behsa Vedat Aydın û axaftina wî ya kurdî ya li kongreya İHDê ya li Enqereyê dikî. Li wir serokê dîwanê Halit Çelenk (em bêtir wek parêzerê Deniz Gezmiş û hevalên wî nas dikin) bûye û dema V. Aydın bi kurdî axiviye, pêşî hişyar kiriye ku bi tirkî bipeyive, dûre tevî endamên din ên dîwanê eywan terikandiye… Ji ber ku di ciwaniya xwe de em gelek kes bûne heyranên Deniz Gezmiş û loma yên parêzerê wî, min di vir de îroniyeke mezin dît. Tu çawa dibînî?

- Belê ji ber sekn û têkoşîna wan a di salên 1970î da Deniz Gezmiş û hevalên wî bûbûn îdolê me ciwanan. Piştî îdamkirina wan em bêtir bûn heyranê wan. Herwisa parêzerê wan Halit Çelenk jî di nav hêzên şoreşger da rûmetek xwe hebû.

Lê di Kongreya Sêyemîn a İHDê da (28.09.1990) helwesta ku Halit Çelenk nîşan da tiştekî cuda bû. Wê bûyerê tiştek eşkere kir; gelek şoreşger û sosyalîstên tirk, dema behsa kurd û zimanê kurdî dibe helwesta wan diguhere. Yekî wekî Halit Çelenk ku wek demokrat dihat naskirin, wê helwest û cesareta medenî nişan neda ku bihêle Vedat Aydın axaftina xwe ya bi kurdî temam bike.

Divê ez vê jî bêjim ku Vedat Aydın di eslê xwe da bi wê axaftina xwe ya kurdî ya di Kongreya Sêyemîn a İHDê da bû hedefa hêzên tarî û dawiya dawî jî hat qetilkirin.

- Hûn di kongreya 1992yan de biryar digirin ku dest bi têkoşîna çekdarî bikin û hûn du kampên perwerdehiya leşkerî li Başûr ava dikin û 30 hevalên xwe dişînin vê kampê. Xuya dibe ku hûn wek partî di prensîbê de ne li dijî têkoşîna çekdarî bûn, lê we nikaribûye vê pêk bînin. Gelo çima we nikaribû vê biryara xwe bi cî bikin? Gelo tesîra şerê PKKê yê çekdarî hebû di girtina vê biryarê de?

- Belê PSK wek prensîb ne li dijî şerê çekdarî bû. Lê li gorî nêrîna PSKê ji ber gelek şert û mercên cuda li Kurdistana Bakur zemîna şerê çekdarî tunebû. Tevgera kurd dikaribû bi riya bê şer, siyasî û demokratîk xebata azadiya neteweyî bimeşîne. Heta derbeya 12yê Îlona 1980an ev nerîn/siyaset bi serkefti bi rê ve çû. Lê piştî derbeya 12ê Îlonê zemîna xebata demokratîk ji holê rabû û îqlima siyasî ya ku PSK û hereketên wek wê jê istifade dikir nema.

Li aliyê din di heman demê da PKKê sala 1984an da dest bi şerê çekdarî kir. Paşê jî insanan berê xwe dan PKKê û li dora wê civiyan. Berevajî, PSK û rêxistinên din ên kurd roj bir roj hêza xwe winda kirin. Bi taybetî jî ji 1990î şûnda di nava hevalên PSKê da fikreke wisa peyda bû ku ger em dest bi şerê çekdarî bikin em ê jî bala xelkê bikişînin û kîtleyê li dora xwe bicivînin.

Li ser van nêrîn û nirxandinan di Kongreya PSKê ya sisiyan a di sala 1992an da biryara şerê çekdarî hate girtin.

Bi nêrîna min ji ber du sedeman ew biryara me bi rê ve neçû: Yek jê ew bû ku PSK û hemî aligirên wê ji roja ewil ve xwe li gor xebatên legal, demokratîk dîzayn kiribûn û şikil girtibûn.

Ya diduyan jî wexta PSKê biryara şerê çekdarî girt, rewşa Kurdistanê bi temamî guherîbû. Li Kurdistanê li gelek ciyên stratejîk ên ji bo şer di bin kontrola PKKê da bû, yên din jî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatibûn kontrolkirin. Bi gotineke din, zemîna hereketkirinê ji bo partî an grûbeke din nemabû. Şert hatibûn wê qonaxê ku ger PSK dest bi şer bikira, beriya dewletê ew ê rastî astengên PKKê bihata.

Li ser van nirxandinan PSKê li şûna ku di biryara şer da israr bike, bê ku xesar û zayiata canî peyda bibe, biryara xwe ya ji bo şerê çekdarî paşda girt.

- Tiştekî din, me hertim dibihîst ku alîgirên PSKê rexne li PKKê digirtin ku şidetê diemilîne û wek ku di navbera herdu partiyan de cudatiyên mezin hebin xuya dikir. Herdu aliyan jî gotinên giran dikirin ji hev re. Bi min jî, ji bilî emilandina çekan, ji aliyê îdeolojî û vizyona siyasî, wek ku cudatiyeke mezin tunebû di navbera we de. Tu çi dibêjî?

-Yek ji rexneyên PSKê ji bo PKKê destpêka şerê çekdarî bû ku sala 1984an dest pê kir. Lê em dizanin ku problema PKKê bi tevgerên kurd ên din ra (PSK jî tê da) bi avakirina PKKê ve dest pê kir. PKKê ji roja ewil ve hemî partiyên kurd wek dijmin îlan kir. PKKê hêzên kurd ên derveyî xwe wek astengên li “pêşiya şoreşê” pênase kirin û tunekirina wan ji xwe ra wek armanc destnîşan kir. Kuştina hevalê me Mustafa Çamlibel, kuştina bi dehan endamên KUKê ûwd. hemî encama siyaseta PKKê bûn, ne qeza yan jî tesaduf bûn. Hewce nake ku em behsa înfazên di nav PKKê ku bi biryara Ocalan pêk dihatin bikin. Herwisa şerê PKKê yê li hember PDK û YNK jî mijarekê din e.

Eksê wê, PSKê hebûna hêzên derveyî xwe her tim meşrû dît. Di vê çarçoveyê da siyaseta tifaqa neteweyî parast. PSKê li dijî tu hêzeke kurd şidet bi kar neanî. Wek nimûne, wexta hevalê me Abdulselam Aydın ji aliyê grûbeke Maocî li Diyarbekirê (1979), Mustafa Çamlibel jî li Bazîdê (1979) ji aliyê Apociyan ve hatin kuştin, ku piraniya hevalên me amade bûn heyfa wan hevalan bistînin jî, rêvebirên PSKê riya tolhildanê nepejirandin û nehiştin ku bûyer hîn dirêj û belav bibin.

Li aliyê din PKKê ji damezirandina xwe heta îro derbarê meseleya kurd û çareseriyê de tu bernameyeke vekirî û domdar pêk neanî. Berevajî vê, siyaseta PSKê ji roja ewil heta îro zelal bû û dinya alem dizane PSK ji bo çareseriya meseleya kurd çi dibêje û pêşkêş dike.

Ji ber vê yekê eger em bêjin “ji aliyê îdeolojî û vizyona siyasî, cudatiyeke mezin di nav PKKê û PSKê da tunebû” ev şaşîtiyeke mezin e û ne xwendineke rast e.

- Di 1995an de tu bi xwe jî di nav însiyatîfên mîna Demokrasi ve Değişim Partisi (DDP), Emek Barış Özgürlük Bloku cî digrî lê ev bi ser nakevin. Gelo bi ya te, çima bi ser neketin û tenê partî û însiyatîfên nêzîkî PKKê bi ser ketin? Di qada siyasetê de her tim rola sereke ya wan bû. Em dikarin qala hin sedemên binyadî (yapısal) bikin?

- Min di kitaba xwe da (rûpel 275-278) bi dirêjahî behsa van mijaran kiriye û li gor xwe şirove kiriye.

PSK û tevgerên din ên wek DDKD, KUK, Rizgarî ûwd. berî derbaya 12ê Îlonê bihêz bûn. Her yek kîtleyeke mezin birêxistin kiribûn. Qezenckirina şaredariya Diyarbekirê (1977) ji aliye namzedê PSKê Mehdi Zana û qezenckirina şarederiya Agiriyê ji aliyê namzedê PSKê Urfan Alparslan ve (1979) nimûneyên vê yekê bûn. Şik tune ku eger rewşa hanê dewam bikira û derbeya 12ê Îlonê nebûya, tevgera kurd (PSK jî tê da) dê di demeke kurt da piraniya şaredariyên Kurdistanê qezenc bikira. Jixwe yê ku çavê dewletê tirsand û biryara derbeya leşkeri da jî ew bû.

Tam di wê çarçoveyê da piştî derbeya 12ê Îlonê ew zemîna ku tevgera kurd a demokratîk jê îstifade dikir ji holê rabû. Tenê riya çiya vekirî ma û PKKê jî ew rê baş bi kar anî. Wek tê zanîn, piştî derbeya 12ê îlonê li Bakurê Kurdistanê tu xebat û çalakiyên PSKê û hereketên wek wê neman. Di wan salan da hemî kadroyên PSKê yan neçar man derketin derveyî welat an jî di zindanan da bûn. Encax di sala 1987an da PSKê dikaribû li welêt hêdî hêdi xwe organîze bike û dest bi xebatan bike.

Bi gotineke din, piştî derbeya 12ê Îlonê û şûnda siyaseta kurd li Bakurê Kurdistanê ji aliyê PKKê ve hat domînekirin. Ne tenê hereketa kurd, li Tirkiyê jî bi giştî siyaset li gor şer û şidetê şikil stend. Wexta ku civata tirk bi şerê li dijî kurdan dihat ajîtekirin, civata kurd jî bi giştî berê xwe da PKKê û hereketên legal ên bi wî ve girêdayî. Bi gotineke din, ji ber deng û teqîna çekan, dengê siyaseta demokratîk nehate bihîstin.

Wexta behsa wan şert û mercan dikim, ez nabêjim tu kêmasî û şaşiyên me tunebûn. Pirs ne ew e. Divê em zelalî bêjin ku faktora esasî (yapısal) ya ku di salên 1990î û şûnda siyaseta kurd jî û ya tirk jî tayîn dikir şer bû, dengê çekan bû. Ji ber ku li aliyê kurdan di qada şer da PKK hebû, di siyaseta kurd a legal da jî partiyên li ser PKKê serdest bûn. Ev hevsengiya siyaseta hanê îro jî kêm zêde berdewam e.

- Di cihekî de tu spasiya hevjînên hevalên xwe yên partiyê dikî ku di dema civînên we yên li malên cuda de bi fedakariyeke mezin xizmeta we kirine, xwarina we çêkirine. Em di nav siyaseta we de zêde navên jinan nabînin, di wêneyên civînan de jî hema hema xuya nabin. Gelo çima jin ne bi siyaseta xwe ya bi we re lê bi çêkirina xwarina xwe xuya dibin? Balkêş e, di kongreya (1998) partiya we ya legal DBPyê de, serokê TMMOBê Yavuz Önen di axaftina xwe de diyar dike ku heta hingê di tu kongreyeke partiyê de ewqas ciwan nedîtine. Îro ro partiya we jî tê de, gelek caran rexne li partiyên kurdan tên kirin ku ne ciwan û ne jî jin di nav de hene. Tu vê yekê çawa dinirxînî, çima wisa ye?

- Belê, di dawiya salên 90î da gelek ciwan bi me ra hebûn. Di nav wan da gelek jin jî hebûn û bi taybetî di xebatên legal da, di organên partiyê yên navendî da jî cih digirtin. Îro jî hevalên me yên jin hene û di heman demê da di organên bilind ên PSKê da wezîfe girtine. Lê îro jî pirsa me ew e ku em bi giştî nikarin dengê xwe bi xurtî bigîhinin gel an jî bala gel ber bi xwe ve bikişînin. Bi nêrîna min, ew sedemên ku min li jor behs kir îro jî berdewam in. Pêşbîniya min ew e ku dema li Tirkiyê dengê şer û çekan bisekine dê balansa tevgera kurd jî şiklên nû bistîne.

We behsa hevjînên hevalên me kiriye. Belê, hevjînên hevalên me di dema salên ilegalitê da gelek arîkariya me dikirin, tehemula wê yekê dikir ku em malên wan bi kar bînin, zemanê wan xerc bikin û nerihetiyê bidin wan. Ez dubare ji wan jinên fedakar ra spasdar im. Ji fedakarî û tehemula wan nebûna em nikaribûn civînên partiyê pêk bînin. Jixwe eger piştgirî û toleransa wan nebûna tu kadroyekî me nikaribû erka xwe ya siyasî bi cîh bîne. Herwisa divê ez bi bîr bînim ku ew hevjînên hevalên me yek ji wan jî endamên partiya me nebûn. Tenê bi dilê xwe û piştgiriya xwe hevalên me yên herî dilsoz bûn.

- Di kongreya 6em de (2000) tu ji bo Komîteya Navendî têyî hilbijartin, lê ji ber ku Kemal Burkay naxwaze tu tê de cih bigirî, tu jê vedikişî. Tu qal dikî ku K. Burkay kesê bi xwe re lihevkirî dixwest. Gelo we di ku de li hev nedikir, û fikra te di ku de ji wî vediqetiya?

- Di mijarên îdeolojîk û siyasî de di navbera min û rêzdar Kemal Burkay da ferqiyek tunebû. Cudahiya navbera me ya esil, terz/şêwaza birêvebirina siyaset û xebatê bû. Wek Sekreterê Giştî yê PSKê gelek erkê K. Burkay hebû, lê wî qîma xwe bi vê nedianî, dixwest dinya li dora wî bizivire, kes jê ra îtiraz neke, ji xeynê wî kes dernekeve pêş. Wî hez dikir ên derdora wî, hevalên wî her tim bi ya wî bikin. Ew ne amade bû bi hevrêyên xwe yên xwedî îrade ra kar bike, tercîh dikir ku bi mirovên itaetkar ra bixebite. Bi kurtî, di pêwendiyên di nav partiyê da jî, di yên derve da jî, ji çanda lihevhatin, kolektîf û toleransê bêpar bû. Tevî gelek zîrekî û berhemdariya wî, K. Burkay di jiyana rojane da jî û di pêwendiyên siyasî da gelek sekter (tengbîn) bû. Ev jî dibû sebebê wê yekê ku gelek kadroyên partiyê dûr bikevin.

Li aliyê din, min hertim ji ked û postê Burkay ra rêz digirt, ez aniha jî ji keda wî ra rêz digirim. Lê di xebatên siyasî da ya muhîm ne kesayetî ne, qaîde û prensîb in. Di xebatên rêxistinî da divê destûr û prensîbên demokratîk esas bên girtin.

Di Kongreya 6an da Burkay ev helwesta xwe ya tengbîn bi eşkere raxist ortê. Min jî ciyê ku ewê bikim problem, paş da vekişiyam, min rê ji wî û organên partiyê ra vekir.

Piştî vê rûdanê jî ez ji partiya xwe nexeyîdim. Wek endamekî ji rêzê min xebata xwe domand. Ez yeqîn bûm ku dadgeha demê dê biryara herî rast bide.

***

Bayram Bozyel kî ye?

Bayram Bozyel, di sala 1961ê de li Liceyê hat dinê. Xwendina seretayî û navîn li Liceyê xwend. Di sala 1975an de dest bi Lîseya Diyarbekirê kir û li wir bi ramanên welatparêz û sosyalîst re haydar bû. Di heman serdemê de di nava refên Riya Azadiyê de beşdarî xebatên siyasî bû. Di sala 1977an de ji ber ku rojnameya kurdî Roja Welat pê ra hate girtin, 5 mehan di girtîgehê de ma. Di sala 1980î de Enstituya Perwerdehiyê ya Diyarbekirê qezenc kir, di destpêka sala 1982an de di çarçoveya operasyoneke berfireh de hate girtin, 70 rojan di bin çavan de ma û 50 rojan îşkenceyê lê hat kirin. Paşê hate girtin û 5 salên xwe di Girtîgeha bi navê 5 Nolu a Diyarbekirê de derbas kir. Piştî ku ji girtîgehê derket, tiştên ku di îşkenceyê de û li girtîgehê hatibûn serê wî, bi navê Diyarbekir 5 Nolu wekî pirtûk weşand.

Bozyel di sala 1988an de Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê qezenc kir û ji wir mezûn bû. Di sala 1989an de di derketina Kovara Deng de cih girt û di vê kovarê de nivîs nivîsandin. Di navbera salên 1990-2010an de di rojnameyên Azadî, Dengê Azadî, Hêvî, Ronahî, Roja Teze û Dema Nû de ku di bin banê Weşanên Deng de dihatin weşandin, nivîs nivîsandin. Bozyel ji sala 1995an pê ve di nava partiyên kurd ên demokratîk ên legal de cih girt. Li pey hev, di Partiya Demokrasi û Guhertinê (DDP) û Partiya Demokrasi û Aştiyê (DBP) de cîhgirê serokatiya giştî kir. Bû damezrînerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku di sala 2002an de hat damezrandin û piştre jî cîgirê serokatiya giştî ya HAK-PARê meşand. Di navbera salên 2008-2012an de du serdeman Serokatiya Giştî ya HAK-PARê kir, di sala 2016an de di damezrandina legal a Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) de cih girt û sê serdeman cîhgiriya serokatiya giştî ya partiyê domand. Bozyel ku di gelek çapemeniyên nivîskî û malperên înternetê de nivîsan dinivîse, di rojnameyên rojane Radikal û Taraf de gotarên wî hatine weşandin, pir caran beşdarî bernameyên TVyêyan bûye, li Tirkiyeyê û Ewropayê beşdarî gelek konferansan bûye.

Pirtûkên Bozyel ên heta niha derketine ev in: Diyarbakır 5 Nolu (Özgürlük Yolu 1988, 1989; weş. Dîlan 1995; Deng 2005, 2008, 2010; İletişim 2013, 2015, 2018); Düşlerimi Süsleyen Şehir (Deng, 2008); TÜRBÜLANS-Değişim Sınavında Kürtler ve Türkler (İletişim, 2015); Kürtlerin Büyük Yurt Savunması ve Çözüm Süreci (Deng, 2019); Demokrasi Üzerine Düşünmek (Deng, 2021); Bajarê Xeyalên Min (Deng, 2022); Ahlak Üzerine (Deng 2024); LİCE’DEN ÖZGÜRLÜĞE Bir Varoluş Mücadelesi-I.

Bozyel ku bi awayekî çalak xebatên xwe yên nivîskariyê û siyasî didomîne, ji sala 2015an de ve wekî edîtorê Weşanên Deng û Serokê Weşanê yê Giştî û nivîskarê Kovara Deng xebatên xwe berdewam kir. Bayram Bozyel di 30ê Çiriya Pêşiyê ya 2022an de di 3emîn Kongreya Mezin a PSKê ya ku li Diyarbekirê hat lidarxistin de bi biryareke yekdengî wek Serokê Giştî hat hilbijartin û hîn jî vê erka xwe didomîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din