Gotar

Fetîşa Filistînê

Lucy Tabrizi · 23 kanûn 2025

Mezinahî
Parve bike

Çîroka “zilma Filistînê” ya romantîzekirî çawa bû mezintirîn xafilîna dinyayê

Ji îngîlizî: Aram Karabudak

Ez hewl didim li ber girseya Filistîn-parêz bi sebir bim. Bi rastî jî. Ji xwe re dibêjim, nîyeta piraniya wan ne xirab e. Dibe ku. Lê hin sibehan, toleransa min a ji bo propangayên wan ên bêdawî (ku lê hay nabin propangada ye) beriya taştê diqede.

Pir sosret e ku gelek kesan ji nişka ve xwe wek pispor tayîn kirine li ser pevçûnekê ku beriya 17 meh berê (dîroka nivîsê 16.04.2025) pir kêm hay jê hebûn. Wek teyîbeke xirab ku xwe her tim dubare dike, ew jî her tim wan gotarên popûler û diruşmên kartû heta maneya xwe winda dikin dubare dikin. Lê dîsa jî nasekinin, qanih bûne ku nêrînên wan î bêbingeh şiklekî nû dide dîrokê.

Ew “aktîvistên” ku mezintirîn tevkariya wan a ji Filistînê re testkirina sebra kesên derdorê xwe ne, bi rastî jî bawer dikin ku dewleteke serwer bi navê Filistînê hebû heta ku cihûyên ewropî hatin, Filistîniyên niştecîh ji wir derxistin, û ji wê çaxê ve bi xirabiyeke safî wê derê dagir dikin.

Bi awayekî aşkere, ya cihadîstên mîna Hamasê diafirîne ev e, wek ku terorîzm encameke talî ya jêneger a nelihevkirinên li ser axê be.

Ji van yek jî ne rast e, lê çima bihêlin ku rastî herseke lihevpêçayî hilweşînin? Û madem wisa ye, ka em li hev bikin ku xezeba komên cihadîst a seranserî Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê piştguh bikin ger ji bo wê jî riyeke sûcdarkirina siyonîstan an Amerikayê tunebe. Ev vebêje xwe bi xwe tê nivîsandin di televizyona dewletê ya Îranê de û li kampusên Ivy Leagueê (a rast, di vir de, zehmet be mirov bibêje kî ji kê digre nîşeyan).

Vêga ka em li dîroka neteweya xeyalî ya Filistînê binêrin, kurt e lê timûtim ji nû vê tê îcadkirin.

Piraniya dîroknasan navê Filistînê dispêrin peyvek di ibranî û zimanê Misrê yê qedîm de, peleshet. Tê maneya “dagirker” an “koçber”, ku em dîrokê li ber çav bigrin, maneya wê têra xwe zelal e.

Peleshet işaretî philistiniyan dikir, gelekî deryager ê bi eslê xwe yunan bû ku li qeraxên behra spî cîhekî nêzîkî Misrê bi cîh bûbûn lê di sala 604ê beriya mîladê ji dîrokê rabûn. Têkiliya wan a bi filistîniyên modern re (komeke ereban a etnoneteweyî) bi qasî têkiliya Vikîngan a bi IKEAyê re ye. Û ya din, rastbûna dîrokî ti carî nebûye alîyekî bihêz ê vê tevgerê.

Navê Filistînê (Palestine) 700 sal piştî Israilê pêşî wek navekî coxrafî ji Philistineê peyda bû. Lê berovajî Israilê ti car ji bo hebûneke politîk an jî neteweyî nehat bikaranîn. Du sed sal piştî mîladê, romayî bi kîndariyek împeryal, Yahûdîye wek Syria Palaestina ji nû ve binavkirin. Ev teşebiseke siyasî ya Romayê bû ku qutkirina têkiliya cihûyan û axa wan dikir armanc, 600 sal berî ku ereb herêmê fetih bikin.

Berî ku Britanya vî navî di 1920î de vejîne, Filistîn, ji xencî navlêkek coxrafî ya xumamî ne tiştek bû; zêdetirî hezar salan hatibû jibîrkirin, di dewra Osmanîyan de bi awayekî sist hatibû bikaranîn lê ti carî nebûbû pênaseyeke fermî.

Ji bo cihûyan “filistînî” ti carî nebû nasnameyeke xwecih a aidî wan, ew etîketeke dagirkeran bû ku ji aliyê hêzên kolonyal li wan hatibû ferzkirin, bi sedan salan e hema hema tenê bi wan re dihat têkildarkirin.

Ev ji çavên erebên wir an ewropiyan nereviya û wan jî navlêka filistînî ji bo pênasekirina cihûyan emilandin. Dema ewropiyan dixwestin cihûyan ji Ewropayê derxin, li ser avahiyên cihûyan bi nivîsandina graffîtiyên wek “Vegerin Filistînê” ev bi taybetî aşkere dikirin.

“Fîlîstîn gazî li hemû Cihûyan dike, em êdî li Norveçê tehemilî wan nakin” – Oslo, 1941

Piraniya saziyên ewil ên di navê wan de Palestine/Filistîn heye ji aliyên cihûyan ve hatine avakirin. The Palestine Posta ku dûre bû The Jerusalem Post sîyonîstan derxist; Orkestraya Senfoniyê ya Filistînê ji aliyê mûzîkjenên cihû hat avakirin; Tîma Fitbolê ya Filistînê ya 1930î bi temamî ji lîstikvanên cihû pêk dihat.

Mirovên ku îro wek “azadî bo Filistînê” diqîrin dibe ku li ber hînbûna vî rastîyê metelmayî bin. Di piraniya dîrokê de gotina filistînî ji yekê ereb re nedihat maneya şanaziyeke neteweyî, ji wê bêtir encax nêrînên nexweş dikişand ser xwe.

Piraniyên erebên herêmê, wek sûrîyeyî an jî sûrîyeyên başûrî dihatin pênasekirin. Hinekan ji xwe re bigotana erebên filistînî jî, ev etîketeke herêmî bû ne nasnameyeke neteweyî. Ya rast, heta salên 1960î peyva filistînî nedihat emilandin ji bo pênasekirina gelheya ereb a herêmê.

Lê çima bihêlin ku îroniyek dîrokî têkeve pêşiya diruşmeke xurt?

Wexta Fîlîstînî dihat wateya Cihûyan û Ereb piranî antî-Fîlîstînî bûn

Heke hûn difikirin ku ev tenê “propagandayeke siyonîst” e an jî “hasbara” ye (rastiyên ecizker) wê gavê em guh bidin serok û dîroknûsên ereb. Lewra gelek beriya “pisporên’’ medyaya civakî Filistînê keşif bikin, rayedarên ereb bi aşkere qebûl kirine ku ew tunebûye:

1919: Delegasyona Ereban ya Filistînê ji bo Filistînê bi ser Sûrîyeyê ve bixin ji Konferansa Aşitiyê ya Versaillesê re name şandin û tê de digotin, “em ‘Filistîn’ê wek parçeyek ji Sûrîyeya Ereb dibînin, ji ber ku ew ti carî ji Sûrîyeya Ereb neqetiyaye.’’

1937: Serokê Ereb Awnî Beg Abdul-Hadi ji Komisyona Peel re gotiye: “Welatekî bi navê Filistînê tuneye! Siyonîstan ‘Filistîn’ îcad kiriye!’’

1946: Dîroknûsê Princetonê Philip Hitti li pêş Komiteya Anglo-Amerikî îfade daye: “di dîrokê de tiştekî wek Filistînê tuneye, teqez tuneye.’’

1947: Komîteya Bilind a Ereban ji Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî re gotiye: “Filistîn parçeyek ji Sûrîyeyê bû… ji aliyê siyasî ve, erebên Israilê serbixwe nebûne di maneya heyineke sîyasî ya cuda de.

1956: Serokê yekemin ê Rêxistina Rizgariya Filistînê Ahmed Şukairy ji Lijneya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî re gotiye: “Tê zanîn ku Filistîn ji xencî Başûrê Sûrîyeyê tiştekî din nîne.’’

Xulase? Ti carî welatek, qiraliyetek an împeratoriyek bi navê Filistînê çênebûye. Ne rêvebir, ne pereyê neteweyî, ne tomarên fermî yên tapûyê. Yek sikeyek an pûleke posteyê bi navê Filistîn tunebû, helbet, heta ku ligel Eretz Israel (erdê Israil) peyda bû.

Kurteya Eretz Israel (Welatê Israîl)

Ê baş e, ev meseleya Filistîna Azad ji kû derket? Îronîk e ku, cara pêşî siyonîstan ev gotin bi kar anîn, da ku wê derê ji bin hikmê Brîtanyayê derxin û Israîlê ava bikin. Aktîvîstên îro ev ji nû ve emilandin da ku piştgirî bidin hilweşandina Israîlê. Neteweperwerên ereb dîtin ku dema xwe wek ‘’sûriyeyî’’ bi nav dikin, sempatîya dinyayê zêde nakşînin ser xwe, ev dirûşm kirin malê xwe -ligel nasnameyeke nûçêkirî.

Lê xwemalîkirina vebêjeyan û îstismarkirina çandê tenê dema mirovên spî bikin dibe pirsgirêk ne wisa?

Hê jî hûn amade ne ku nasnameya xwe bispêrin neteweperweriya Filistînê? Di 1977an de rayedarekî Rêxistina Rizgariya Filistînê, Zuheir Mohsen, di hevpeyvîneke de ku daye rojnameyek holendî Trouwê, derketiye derveyî senaryoyê û wiha gotiye:

‘’Gelê filistînî tuneye. Avakirina dewleta Filistînê tenê amûrek e ji bo berdewamkirina têkoşîna me ya li dijî dewleta Israîlê… Îro di realîteyê de ti cudahiyek tuneye di navbera urdunî, filistînî, sûrîyeyî û libnanîyan de. Tenê ji bo sedemên siyasî û netewî em îro qala hebûna gelê filistînî dikin, ji ber ku berjewendiyên neteweyî yên ereban hewce dike em hebûna ‘gelekî cihê yê filistînî’ îdia bikin li hemberî siyonîzmê.

Yanê? Tevgera neteweyî ya filistînî di salên 1960î de wek bertekek li dijî siyonîzmê hatiye çêkirin. Bêyî Israîlê, armanca wê tuneye. Xala esasî ya hebûna wê rûxandina Israîlê ye, ji ber vê yekê ye ku hemû dersên xebata li ser Filistînê di eslê xwe de dewama nefretkirina ji dewleta Israîlê ye.

Wexta şer têr nekir ku Israîl ji nexşeyan rabe, dijminên Israîlê taktîkên xwe guhertin. Biserketina leşkerî ne pêkan bû, loma propagandayên xwe zêde kirin, ji ber ku heke tu nikaribî dewletekê hilweşînî jî, tu her tim dikarî hewl bidî wê ji dîrokê paqij bikî.

Û dema em dibînin artêşa “kerên bikêr” ên rojavayî Filistînê bi ser nexşeya Israîlê ve dizeliqînin û serokên dinyayê ji bo naskirina dewleta Filistînê ketine dorê, diyar e stratejîya wan bikêr hatiye. Ger bombeya vebêjeke xweş amadekirî jê bibandortir be, kê hewceyî roketekê ye?

Mîmarên vê bombeya vebêjeyê bihêz bûn. Di salên 1960î de, Yasser Arafatê ku li Misrê ji dayik bûye û îstixbarata Sowyetan li pişt bû, bi riya Rêxistina Rizgariya Filistînê filistînî wek neteweyeke cuda ya di bin zextan de da nasîn. Ji ber ku qeyrana Fuzeyan a Kubayê hê nû qewimîbû, pêdiviya Sowyetan bi cepheyeke nû hebû. Û Sowyet, li dijî bandora Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn, meseleya Filistînê wek sîlehekê dît. (Sowyetan) tenê pere û perwerdehî nedan, ew ji serî ve ava kir.

Arafat bixwe armanc aşkere kir, “Filistînî nasmayek wan a neteweyî tuneye. Ez, Yasser Arafat, mirovê qederê, ezê bi riya şerê Israîlê vê nasnameyê bidim wan.”

Arafatê kefî li dora serî, kefî kir nîşana têkoşîna milîtan û niha bûye sembola berxwedana Filistînê. Ne giring e ku kefî bi hezaran sal berî têgeha modern a Filistînê ji mezopotamyayê (Iraqa îro) derketiye û komên cur bi cur ên ereban ew li xwe gerandine gelek berî ku bibe îfadeyeke siyasî.

Kefîyeya reş û spî ya vêga nîşana netewperweriya Filistînê ye, ne semboleke neteweyî ya antîk bû. Kefî di sedsala bîstemîn de derket pêş dema rayedarê brîtanî John Bagot Glubb, serokê Lejyona Ereban, kefîyeya reş û spî da leşkerên filistînî ku wan ji leşkerên urdunî veqetîne; leşkerên urdunî kefîyên wan sor û spî bûn.

Arafat kefî kir mode, wek unîformê “berxwedanê”. Gelek îronîk e ku aktîvîstên antî-kolonyal bi kefiyên bi riya desthilatdariya kolonyal a brîtanî bûne sembol! li derdorê digerin.

Lê Arafat bi sembolan nesekinî; bi alê dewam kir. Û ya herî giring: ala Filistînê? Li Îngilîstanê hat dîzaynkirin. Dema Serhildana Ereban (1916–1918) Dîplomatê Brîtanî Mark Sykes alîkariya dîzayna wê kir wekî nîşana qebûlkirina piştgirîya brîtaniyan bo yekîtiya ereban li dijî osmanîyan. Dûre Urdunê versîyona alê ya bi stêrka spî pejirand.

Paşê, Arafat di salên 1960î de hemleya xwe kir: rahişt ala urduniyan, stêrk jê rakir û wek ala Filistînê ji nû ve da nasîn. Û bi vî awayî “dîroka Filistînê’’ ya bi sedan salan ji tunebûnê hat afirandin.

Wexta we careke din dît ku aktîvistek di nava kefîyê de ala Filistînê li ba dike, bînin bîra xwe ku bi şanazî dîzayna împaratoriya Brîtanyayê li ba dikin.

Roma di rojekê de nehat avakirin, lê Filistîn hat avakirin

Mesele ne têne ji nû ve nivîsandina sembolan û alê ye; mesele ji nû ve nivîsandina dîrokê ye. Ka em li wê angaştê binêrin ku Israîl 80 sal e Filistînê dagir dike. Na, ne wisa ye. Ger artêşên ereban di sala 1948 de bi ser ketibûna, îro dewletek bi navê Filistînê wê tunebûya. Jî ber ku armanc ti carî ne avakirina dewleta Filistînê bû, tenê hilweşandina Israîlê bû.

Lê bi ser neketin û ji wê çaxê heta 1967an Misrê Xeze kontrol kir; Urdunê, Yahûdiye û Samariya dagir kir û ji bo kokên wê yên cihû qut bikin, bi lez û bez navê wê kirin ‘West Bank’ (Qeraxa rojava). Herduyan jî (Urdun û Misir) qet tiliya xwe nelivandin ku dewletekê bidin filistîniyan. Dinyayê guh neda dagirkirina wan, çiqas zordar be jî. Balkêş e ku tenê Israîl bikeve nava tiştekî, bişkoka hêrsê dişixule.

Di 1964 an de Rêxistina Rizgariya Fîlistînê bi eşkere gotibû Xeze û Qeraxa Rojava ne Filistîn e. Êê? Ewçax Rêxistina Rizgariya Fîlistînê dixwaze tam çi ‘’rizgar bike’’? Serbend: Israîl. Ji ber vê ‘’kerên bikêr’’ ên rojavayî ji ber dirûşmên xwe yên “azadî” û “berxwedan”ê her tim bi piştgirîdana hilweşandina Israîlê tên tawanbarkirin. Haya wan jê hebe jî tune be jî, tişta dikin ev e.

Ha, ma tenê dixwazin Israîl dagirkeriya xwe biqedîne? Ecêb e! Ji ber ku Israîl di 2005an de ji Xezeyê derket û li gor encamê, Israîlê bi vî awayî qenciya herî mezin li Hamasê kir û encamên vê ji bo Israîlê pir giran bû di 7ê cotmehê de. Hamas ji dêvla pêşxistina Xezeyê ew der kir pala terorîstan. Heke em li ser welatên ji holê rabûne qise dikin, werên em li yeka ku qet kes behs nake mêze bikin.

Nêzîkî 80% mandaya Brîtanî ya Fîlistînê gelek berîya Israîlê ji bo avakirina Transjordanê (paşê bû Urdun) hate veqetandin. Erebên herêmê? Kes bi wan re neşêwirî. Ji bo xizmeta wan a di I. Şerê Cîhanê de Brîtanyayê desthilatdarî da Haşîmîyan -ji Nîvgirava Erebistanê bûn û îro jî hê desthilat in. Hemû cihû di 1948an de hatin sirgûnkirin. Bi sedhezaran jî ji welatên Ereban hatin derxistin. Kes çima ji bo vê nabêje kolonîzasyon an paqijkirina etnîk?

Filistîna wek Mandaya Brîtanyayê

Li Rojhilata Navîn guhertina sînoran û gelheyan ne tiştekî nedîtî ye; di vê serdemê de pratîkeke standart bû. Wek mînak, di 1923 an de, Tirkiye û Yunanistanê 1.2 mîlyon yunan û 600.000 tirk mubadele kirin. Piştî II. Şerê Cîhanê 14.5 mîlyon alman ji Rojhilata Ewropayê hatin derxistin û 2 mîlyonên wan mirin.

Lê li Filistînê qaîdeyên asayî nehatin tetbîqkirin. Komên bêwarkirî jiyanên xwe ji nû ve ava kirin û wisa dewam kirin; serkêşên filistînî ji bo bikaribin qeyrana koçberan wek zextên polîtîk bi kar bînin, bêdewletbûn kirin rewşeke mayînde.

Ya herî ecêb? Heke Muftîyê Mezin, Emin el-Huseynî nêzîkî nîv mîlyon cihû wek welatiyên wekhev qebûl kiribûya, ereb dikaribûn bibana xwedîyê temama axa mayî. Lê li ser hev ev red kir. Komisyona Peel a 1937an nêzîkî 80% ê erd teklifî wan kir û li gor plana dabeşkirinê ya NY a 1947an jî carek din nêzîkî nîvê axê hat teklîfkirin. Lê wan li hemberî dewletbûnê şer tercîh kirin. Û dîsa jî, bi awayekî, Israîl problem e?

Fûryaya redkirinê li wir neqediya. Piştî serxwebûna Israîlê jî filistîniyan çend teklîfên dewletbûnê red kirin. Di nav van de vekişîna navdar a Camp Davidê jî hebû. Di wir de jî ji %90î zêdetirî Qeraxa Rojava û paytextekî ji rojhilata Orşelîmê hat teklîfkirin lê dîsa jî red kirin. Dişibe wê çareseriya du-dewletbûnê ku her tim dixwazin, ne wisa? Ji dêvla vê, Întifadaya Duyemîn dan destpêkirin û pêleke mezin a bomberkirinên xwekuştin û terorê rabû li seranserî Israîlê.

Gelo di dîrokê de komek din heye ku gelek caran derfeta dewletbûnê bi dest ketiye û wan ev derfet giş berhewa kirine? Qumarê lîstîn, wenda kirin, û wekî hemû pevçûnên din, encamên şeran jî hene. Lê meseleya Filistînê hê jî wek îstismarekê hebûna xwe didomîne. Serokên wan vê çerxê didomînin, em a rast bibêjin, qurbanîbûn dide qezenckirin:

Komeke din tuneye ku îdia dike hatiye “dagirkirin” lê derfeta serxwebûnê şûnde vedigerîne.

Ji xencî wan komek penaberan tuneye ku bêdewletbûnê mîrat werdigrin mîna yadîgareke malbatî be.

Ji xencî vê şerekî din tuneye ku, li Neteweyên Yekgirtî daireya wan bi xwe (UNRWA/Daireya Alîkariya Ji bo Penaberên Filistînî) heye lê ne ji bo çareserkirina qeyranê ji bo domandina qeyranê hatiye dîzaynkirin.

Ji xencî wan kes tuneye ku ji bo her kesekî alîkarî werdigrin û wê alikariyê heba dikin, nikarin dewletekê ava bikin û hê jî ji bo pêdiviyên xwe yên esasî girêdayî “dagirker”ên xwe ne.

Di vir de êdî ji tevgerek rizgariyê bêtir dişibe mekanîzmaya mîlyar dolaran.

Heke hê jî ne aşkere be, bisekinin ez bibêjim: Ew dewlet naxwazin. Ew dozekê dixwazin; çerxeke bêdawî ya gazinan dixwazin ku pê re pere biherikin, çareseriyên Netewen Yekgirtî li pey hev derkevin û Israîl hertim di hedefê de be.

Ev e sedema bingehîn ku “doza Filistînê” dibe cazibeyeke global. Ew ti carî ne meseleya serxwebûnê, self-determînasyonê an jî mafên mirovan bû. Ew tenê riya firotina meseleyê ye. Heke te jê bawer kiribe- te pîroz dikim! Tu hatiyî xapandin. Ji ber ku di bingeha vê tevgerê de yek tişt heye ku bi sedan sal e dinya kiriye yek: nefretkirina ji cihûyan.

Helbet, gelek aktîvîst wê sond bixwin ku ji cihûyan nefret nakin. Lê ger di bin pankartên banga hilweşandina dewlata cihûyan dimeşin, dirûşmên Hamasê davêjin û anti-semîtîzma berê di nav kirasê antî-sîyonîzmê de li xwe alandine, aşkere dikin ku ne li ser xeteke rast in. Bi buldozerê di ser re derbas bûne.

Obsesyona “rizgarkirina Filistînê” elaqeya wê zêde bi Filistînê re tuneye. Ji bo gelek aktîvîstên rojavayî (lê teqez antî-Rojava ne) ew tenê sîleheke maqul e, ne tenê li dijî Israîlê lê li dijî kapîtalîzmê û li dijî wan civakên ku azadîya protestoyê daye wan.

Ji bo wan aktîvîstên xwedî îmtiyaz ku bi dengê herî bilind diqîrin, Filistîn ne qeyraneke însanî ye. Îfadeyeke mode ye. Dozeke mode ye ku ji bo însanên heta niha bi pirsgirêkek heqîqî re rûbirû nemane dibe îtîbareke civakî û hesta armancekê bi wan re çêdike. Di jiyana wan de pirsgirêkek, berdêlek heqîqî qet çênebûye ji bo wê xwe bi nîqaşeke ku zêde jê fehm nakin dizeliqînin. Lê ne ku ji bo çareserkirina wê problemê ji bo raseriya xwe ya ehlaqî bidin xuyakirin. Ev ne aktîvîzm e; hobîyeke hatiyê berzkirin ku dibêjin qey nasnameyek e.

Di binê hashtagên dirûşmî û hêrsa performatîv de tiştekî xirabtir heye: dozek ku ji milîtanên îslamîst re deriyekî paşiyê vedike ku têkevin akademîya Rojavayê, saziyan têxin destê xwe ji bo xizmeta rejîmen herî zordar ên dinyayê. Yanê pêşverûno, teokrasiya Îranê ku wê we ji bo nêrînên we yî li ser mafên jinan têxe hepsê an daliqîne, ne hevalbendê we ye.

Ji bo ew ên bi rastî jî bala xwe didinê an jî tê da dijîn, ew ne dirûşmeke li ser çenteyên paçikî ye. Ev realîte ye. Gelek mirovên maqûl qebûl dikin ku, erebên Filistînî jî wekî herkesî (belkî ji xêncî cihûyan) xwedîyê mafên self-determinasyonê ne.

Lê pêşî divê dev ji serokên xwe berdin û terka obsesyona xwe ya hilweşandina Israîlê bikin. Ancax wê demê dikarin çandekê ava bikin, çandeke ne bi gazinan, bi îhtimalan bê pênasekirin.

Ev tê maneya xwe-xilaskirina ji endoktrînasyona ku ji zaroktiyê ve dest pê dike, nefretê dixe dewsa hêvîyê û ji dêvla dibistanan tunelan ava dike. Lê ev ê pêk neyê heta ku Hamas, tam jî kulta mirinê, wan ji nav lepê xwe bernede, bi tirs û propaganadayê rêveberiya xwe bidomîne.

Norwêc, Spanya û Ayrlend -birra jî? Piştî 7ê cotmehê nasîna Filistînê wek dewlet aşitîyê dernaxê pêş encax bibe xelatkirina terorîzme. Serokên wan dewletekê ava nakin; Israîlê ji hev dixin; ji bo vê “dewletbûn”ê wek maskeyekê diemilînin û gelê xwe dikin qurbanî. Û hûn jî piştgiriya wan dikin.

Lê helbet, dîsa jî em qebûl bikin ku ev bo “rizgarbûn”ê ye; carek din wexta me dît ku aktîvîstek alê li ba dike û diqîre ‘’Filistîna azad’’, ji wan bipirsin: tam ji çi azad bibin? Ji ber ku ya wan bê dewlet dihêle teqez ne Israîl e, serokên wan bixwe ne.

Û ji wê vebêjeyê dûr bisekinin ku cihûyan wek kolonîzator dide nasîn. Firehbûna ereban a bi riya fethên îslamîyetê, axa cihûyan jî tê de, şikleke nû da gelek deverên dinyayê. Di vê navê de, di destê cihûyan de dewleteke piçûk ma.

Ez dizanim gelek aktivîst ji dil bawer dikin ku li dijî zordariyê şer dikin. Lê empatiya kor û niyetên baş wê “zordarî”yê naqedîne. Bi qewlê nemir ê hişyarîhezan: xwe perwerde bike û ya baştir bike. Heke derdên wan bi rastî jî jiyanên filistînîyan ba, wekî tûtiyan propagandayên Hamasê dubare nedikirin. Wê berpirsyarî bidana ser xwe.

Û belê, ev tişt, bêyî ku her siyaseta Israîlê bê destekkirin jî dikare bê kirin an bêyî ku mîna roboteke xirabe ya sohbetê têkeve nav çerxa hêrsê û biqîre, ’’jenosîd, apartheîd, kolonîzasyon’’ jî mimkun e. Ji ber ku ti hashtag an lîstikên peyvan ên bêdawî tên dubarekirin nikare dibistanekê ava bikin, rêyekê vekin an yek filistînî ji serokên wan î gendel xilas bikin.

Di nuqteyekê de êdî nimayîşa exlaqî divê cihê xwe bide realîteyê. Ev yek ne tenê ji bo rastiyên dîrokî an hebûna Israîlê ye (an heta ne ji bo sebra min a li ber qedandinê ye jî). Ev ji bo Filistînîyan bixwe ye, ku heq nakin di şerekî bêdawî de wek leşkerên xerckirinê bên emilandin.

Ka em rastiyê bibêjin: ev ti carî ne ji bo rizgarikirina Filistînê bû. Heke wisa bûya, van aktîvistan wê serokatiyek baştir bixwestana, tenê hêrsa li dijî Israîlê venedireşiyan. Lê wê vê nekin, ji ber ku ji bo wan, Filistîn tenê kostûmek e. Kulteke şexsiyetê ye. Û wekî hemû trendên performativ ên berî wê, wexta modaya wê derbas bibe, ewê terka meseleya Filistînê bikin.

Çavkanî: Lucy Tabrizi, “The Palestinian Fetish” https://lucytabrizi.substack.com/p/the-palestinian-fetish?utm_source=share&utm_medium=android&r=2z1uft&triedRedirect=true

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din