Gotar

Hêrsa Kasandra û Hêsirên Yeremya an Sebra Eyub?

Fexriya Adsay · 20 hezîran 2025

Mezinahî
Parve bike

Bêguman van rojan û nexasim di vê nîqaşê de derdê me yî sereke lêgerîna riyeke nû ye, derketina ji vê rewşa riziyayî ye. Belê, ti sifre ne li benda me ne û ti sifre û şolen tunene ku em ji bo wan serê hev biêşînin. Lê ez vê tunebûnê dixwazim wek avantajekî bibînim di vê nîqaşê de. Ger sifre, şolen û berjewendiyên din tunebin, em dikarin xwe azadtir, bêminettir hîs bikin ku gotina xwe di xwe de nehêlin, nerizînin, bi vir de wir de nebin, li rûyê hev bibêjin û di pîstika me de çi hebe biweşînin. Niha nebêjin, em ê kengî bibêjin an wê çi qîmeta wê bimîne piştî ku sal û dewran derbas bibin?! Bi qewlê Mela Ebdulahê Xerzî, “zeman ew zeman e ku em hemî bi zingilê bigirin û bihejînin, zeman ew zeman e ku em dengên xwe bilind bikin.”[1]

Diyalog

Berî vê nîqaşê jî li platformên cuda em heryek ji aliyê xwe ve dipeyivîn û me rexneyê xwe dikirin, lê di navbera me de diyalog tunebû. Cudatiya vê nîqaşê an tişta nû ew e ku em wek du kesên, bi tevlê bûna Mustafa Zengin bû sê, dijber hewl didin bi hev re bipeyivin, gotinên xwe li rûyê hev bibêjin, diyalogekê bidin destpêkirin. Diyalog yek ji wan peyvan e ku em herî kêm tetbîq dikin. Du pênaseyên sereke yên diyalogê hene. Yek, axaftina navbera du an zêdetir kesan. Peyvên kok dia, “navber” û leg, “hevdan”, “berhevkirin” e; peyvên ji van dariştî “axaftin” û “hevdana peyvan” e.[2] Du, nîqaş an rêzenîqaşên du kom an welatan e da ku dawî li lihevnekirinekê bînin.[3] Madem, ger di navbera me de nelihevkirinek tunebûya, ev nîqaş jî wê çênebûya, ewçax divê armancek me jî bidawîanîna vê lihevnekirinê be; şayet ev zehmet be, em dikarin qet nebe bêtir li hev guhdarî bikin. Û ger ev nîqaş ne pêşbazî an munazere, lê diyalogeke heqîqî be, hewce nake em tenê cudatiyên xwe derxin pêş û aliyên hevpar nebînin an piştguh bikin. Ez bixwe dema xaleke hevpar dibînim, kêfxweş dibim û dixwazim wê derxim pêş, ji wir dewam bikim; hêvî dikim em bêtir xalên hevpar peyda bikin.

Di diyalogê de ji bo encameke kêrhatî, dibêjim, emilandina rêbazeke diyalektîk jî girîng e. Li gor ferhenga Brîtannicayê diyalektîk, rêbaza lêhûrbûn û nîqaşa li ser fikrên dijber e ji bo bidestxistina heqîqet an rastiyê[4], di peywenda nîqaşa me de, ji bo peydakirina riyeke nû. Taybetiyeke din jî, herhal, divê qedandina pirs û gotinên li ser mijarekê be, bêyî ku ti tişt/kes li derve bên hiştin, sînor bên danîn, pirs an rexne bê bersiv bên hiştin. Ya din, belkî tişta di serî de divê bihata gotin ev e ku wekhevdîtina muxetaba/ê nîqaşê an nehîyerarşîkbûna têkiliya navbera muxetaban jî xaleke din a girîng e ji bo kêrhatîbûna diyalogekê.

Li gor van pênaseyan, êdî dikarim bibêjim ku di diyaloga me de problemên cidî hene. Bi giştî, nezanîn an tehemilnekirina diyalogeke heqîqî ye ku rexneyê pûç dike an rê xweş dike/kiriye li ber bira û xwehkuştinê. Dîsa jî di diyalogê de çiqas tehlî çêbibin jî carna, bi min, ji tunebûnê çêtir e û hêjayî domandinê ye. Bêyî cehdkirin û westandin an bê hereket diyalog ji xwe ber pêş ve naçe û nakemile.

Di “Rexneya Rexneyî: Gelo Teorîya Rexneya Me Heye?”[5] de problema sereke ew e ku diyar nabe ka Aydınkaya di nav diyalogekê de ye an na. Di nivîsa xwe ya berî vê, “Şêrînê Hevalê Em Welatê Xwe Xweşik Bikin”[6] de min îfade kiribû ku Aydınkaya gotinên min li ber çav nagre, wek ku min tiştek negotibe tevdigere. Mixabin di vê nivîsê de jî mecbûr dimînim rexneya xwe dubare bikim. Dîsa ji gotin an mijarên min nîqaş an îzeh kirine, tiştekî bala wî nekişandiye an hêja nedîtiye li ser bisekine. Dibînim, ji dêvla gotin û rexneyên şênber, hestên min bêtir bala Aydınkaya dikşîne û tenê wan dike mijar. Min tam fam nekiriye, gelo ev binxêzkirina hestan xwe dispêre wê dîkatomiya bavsalar, yanê “jin=hest, gazin, gotegot, şexsîbûn; mêr=aqil, mihakeme, teorî û helbet felsefe, civakîbûn” an ji ber ne/dij-PKKyîbûna min hêja nabîne bala xwe bide nêrîn û rexneyên min û wan davêje nav hawizê rexneyên li ser medyaya civakî yên qlîşe, şablonîk, herî erzan, herî zêde bêuslûb (ku hemû ne wisa ne, lê Aydınkaya tenê wan dibîne)? An tenê rêbaza mijarguhertinê ye ev? An her sê sedem bi hev re? Him nêrîn û rexneyên min di nav wî hawizî de winda dike, him min dixe bin barê her cure rexneyên bêuslûb, heqaret û sixêfên li ser medyaya civakî. Ji aliyekî ve jî, yên neketibin bin banê heqaret û sixêfê jî di nav kategoriya helwesta retorîk de bi awayekî kategorîk bêqîmet, pûç û vala nîşan dide. Di vir de ka diyalogeke diyalektîk, ka nîqaş, ka hewldana bidestxistina rastiyê, ka axaftin ka hewldana peydakirina xalên hevpar? Bi vî awayî ne nîqaş gur dibe ne tiştek jê diafire ne rê vedibe li ber fikir û mijarên nû.

Hewce nake diyar bikim ku rexneyên Aydınkaya yên giştîkirî qet nadim ser xwe û li ser wan nasekinim, nexasim yên derbarê neteweperweriyê. Ernest Gellner[7] dibêje, “Pêvajoya sinaiyê di merhale û şertên cuda de pêk hat … û rê xweş kir li ber reqabetên nû. Kehaneta kahîn û şîrovekarên çi çepgir çi rastgir piranî li ser enternasyonalîzmê bû, lê wekî wan derneket, bîlakîs serdema neteweperweriyê dest pê kir.” Bi ya min, rewşenbîrên nexasim çepgir (wan baştir nas dikim) hê jî nikarin vê rastiyê qebûl bikin û hêvîşikestî ne, hêrs dibin teleolojiya Marksîst pêk nehatiye; ji dêvla ku vê pêvajoyê fam bikin, bi awayekî xav û bê bingeh bêtir bi reşkirinê re mijûl dibin. Ez dijberiya Aydınkaya hinekî jî wisa dixwînim, ji mihakemeyê bêtir hestên wî derdikevin pêş. Lê qet nebe ji tecrubeya siyonîstan êdî em dizanin ku sosyalîzm û neteweperwerî ne mecbûr in dijberiya hev bikin, an marksîzm nalewite dema bi neteweperweriyê re li hev bike; demokrasî û mafê jinan jî dikare bi rihetî tê de hilên. Dixwazim xeyal bikim gelo Marks tecrubeya siyonîzmê dîtibaya an bi Berl Katznelson re nîqaş bikirana wê çawa bûya?

Wek rexneyeke navmalî, Aydınkaya jî çend caran gazin kiriye ku xwendeyên kurd hevdu naxwînin an qedrê didin berhemên tirkan nadin yên hevdu. Rast e, lê ev kêmasî di Aydınkaya bixwe de pir eyan e mixabin. Di temama nivîsa xwe de tenê du tweetên min î ji yek hevokê pêk tên, referans dide. Herhal ji bilî wan du tweetan hewce nedîtiye tiştekî din bixwîne! Lê tevî vê, di warê neteweperweriyê de birrek şablonên ku me gelek caran ji “mamosteyên” xwe yî tirk ên çepgir û îslamîst bihîstine li min (û Mustafa) bar dike, bêyî ku çavkaniyekê bide. Helbet ez ê li ser van nesekinim, zîra vê zul dibînim. Yên dixwazin dikarin li nivîs û xebatên min binerin, qet nebe li tweetên min î din jî binêrin. Ya din, di hin nivîsên din de jî bala min kişandiye ku Aydınkaya pir zû digihêne encaman an bêyî ku delîl an çavkaniyên têr hebin (û yên heyî jî bibîne), zû îlan dike encama di hişê xwe de. Bi saya retorîka xwe ya serkeftî dikare an hewl dide vê binixumîne. Bawer nakim bi qasî wî serkeftî bim di warê retorîkê de.

Em çi fam dikin ji teoriya rexneyê?

Min teoriya rexneya xwe pênase kiribû jixwe lê têgeha parrhessiayê neemilandibû, lê ji ber ku ji rêbazên diyalogê dûr disekine Aydınkaya, wek ku min tiştek negotibe tevgeriyaye. Qet nebe ev dikaribû wek xal an zemîneke hevpar bê dîtin û lê bihata zêdekirin. Nizanim çima hewce dike em ser û binê her hevokê de bindestî, mehkûmbûn û mêtingehbûna xwe bînin bîra hevdu. Jixwe ger me di vir de li hev nekira an em ne li ser vê zemînê bûna, me dest vê nîqaşê nedikir. Tenê bi emilandina têgehan teorîzekirin nabe. Ji bo avakirina teoriyekê referansên dîrokî jî me xilas nake. Ya girîng dema em li xwe dinêrin, em çi dibînin û miameleyeke çawa dikin pê re, em xwe îzeh dikin, teorî dikare ji vir derkeve.

Pirs ev e: Ger em qebûl dikin ku siyaseta me dev ji riyên azadiyê berdaye, me riyên azadiyê winda kirine, gelo di siyaseta me de êdî tiştekî bikaribe bi riya rexneyê bê serastkirin maye? Di van rojan de ku aktorên me yî sereke yek bi yek şirîkatiya xwe ya bi tirkan re îlan dikin, wan li serê me mezin dikin û dewleta tirkan li ber çavê me şêrîn dikin, heta bixwe bûne înstrumenta pasîfîzekirinê ku dewletê bixwe nikaribû, hilweşandina wê ji serastkirina wê ne aqilanetir e? Di siyaseta me de ji kengî ve dînamîkên guherîna navxweyî zindî ne û rexneyên çêker û avakar ciyê xwe dibînin? An kîjan vizyona kêrhatî dide pêşiya me ku em bikaribin hêviyekê çê bikin? Min bixwe ji Newroza 2013an ve hêviya xwe ji a çêtirkirina vê siyasetê birriye. Vêga qet fam nakim di rexneyên xwe de rêxistineke hêviya min jê nemaye, çima tehkîm bikim. Bi aşkere bibêjim, di warê rexnekirina vê siyasetê de helwesta min hilweşîner e. Xwezî ne wisa bûya, lê rêxistineke di bin hegemonyaya serokekî di girtigehê de, di bin kontrol û plansaziya dewleta serdest de ti hêviyê nade min ku enerjiya xwe bidim serastkirina wê. Em giş dizanin ku ew dînamîkên demokrasiyê yên guherînê jî tunene di siyaseta PKKê de, ti nîşaneyên vê xuya nakin. Ew rexneyên ji Aydınkaya ve tenê wek gazin, hêrs, şîkayet, axîn û hawar tên dîtin ji ber vê ye. Di vê rewşê de teswîrkirina bindestî, mehkûmbûn û mêtingehbûnê êdî tiştekî nabêjin ji min re, helbet teswîr jî lazim e heta ciyekî, lê em ji vir derbas bibin êdî. Lêgerîna riyên nû, paradigmayên, pênaseyên nû divê. Helbet dizanim û fam dikim, fikra hilweşandina siyaseta rêxistineke 47 salî ku bi deh hezaran xweh û birayên me di riya wê de çûne venegeriyane, ne fikreke sempatîk e ku jê re çepik werin.

Îjar, vê jî dizanim ku PKK ji nav me derketiye û ewqas sal e me bi hev re li ser piyan hiştiye. Ewçax lazime em di rexneyên xwe de hinekî kûrtir bajon, hedefa rexneyên me jî firehtir bin. Çima ev siyaset hat li vir sekinî? Gelo PKK bixwe sedem e an encam e? Tekane gunehkar ew û serokê xwe ye? Ger em piçekî xwe ji nav nîqaşên rojane vekişînin, ji mesafeyekê ve li rewşa xwe binêrin, em ê bibînin ku PKK bixwe yek ji encaman e (helbet famkirin meşrûkirinê jî bixwe re nîne) û têr nake em tenê bala xwe bidin siyaseta wê ya aktuel û, bi gotineke din, tenê rexnekirina gotar û pratîkên PKKê riyeke nû venake li ber me. Em rola dewletê ya di helwesta Ocalan de çiqas qebûl bikin jî, ger zemîneke guncav tunebûya ev rol bi ser nediket bi ya min. Loma hewl didim, heta ji min tê, epîstemolojiya siyaseta me ya serdema nêzîk fam bikim. Ka çavkaniyên zanîna me çi bûne? Çi derfetên me yî zanînê hebûne? Pêşiyên me çi çawa hîn bûne, emilandine? Em dikarin çi encaman derxin derbarê zanîna pêşiyên xwe? Ji me re çi hiştine çi nehiştine? Loma rexneya edebiyatê jî tê de, rexne rehendek wê dîrokî tunebe an di xwe de riwangeyeke dîrokî jî nehewîne dibe ku nikaribe ji gazin û hawarê wêdetir biçe. Ji bo min rola rexneyê ya avakar di vir de jî dikeve dewrê. Min berê jî gotibû, rexneyên min ji îro ve dest pê dike ber bi rabirdûyê ve diçin wek hewldaneke famkirina îro. Ma ne mirov ji roja xwe razî be û ji berdewamiyê bawer neke çima berê xwe bide dîroka xwe û têkeve nav kavilên wê?

Li gor yek pênaseyê, teorî tê maneya kûrfikirîna li ser mijarekê an texmînkirina sedema qewimînekê. An, teorî ew fikir an îzaheta derbarê sedem û şêwaza qewimîneke di dem û mekaneke diyar de ye. Yanê çi çima li filan derê di filan demê de pêk hatiye? Loma awayê behsa me ya ji pirsgirêkekê yekser bandor dike li ser çareseriyên[8] wê yî muhtemel û divê teorî riyên nû veke di warê boçûnên alternatîf de. Li gor vê pênaseyê, her hewldana me ya fikirîn û îzehkirinê xizmeta avakirina teoriya rexneyê dike û loma vê nîqaşê girîng dibînim. Hewce nake îlakî em bi têgehên biyanî îfade bikin an birrek referans bidin. Têgeh û referans girîng in helbet di têgihiştin, şêwaza fikirînê û şiyana me analîzkirinê de, lê dawiya dawî ya girîng ew e ku, ji neqilkirina wan bêtir, em li ser xwe, rewşa xwe nû çi dibêjin, çi li hevdu zêde dikin, ji rewşa xwe ji encaman derdixin.

Xebatên derbarê destpêka sedsala 20mîn ên ji bo famkirina wê demê bi nisbet zêdetir in. Herku ber bi roja me ve tê, ev cure xebat kêm dibin. Sedemên vê jî dikare bê nîqaşkirin lê niha mijar ne ev e. Yek ji hewldanên famkirina epîstemolojiya siyaseta me ya nêzîktir xebata Nurettin Beltekin, Said Elçi-Bir Misyon Bir Lider e.[9] Beltekin wek hewldana famkirina îhtilafên îro, li salên berî 1980yî dinêre û wê berdewamiya navbera do û îro raber dike. Beltekin, wek akademisyenekî li zanîngehê û ji ber sedemên tê texmînkirin, ji nîqaş û polemîkan dûr sekinîbe jî, zemîneke nîqaşê dabîn dike û mirov dikare lê zêde bike. Beltekin di xebata xwe ya berî vê de jî li ser perwerdehiyê sekinîbû: Okul ve Öteki Yurttaşlar.[10] Ji ber ku pêşî wek teza doktorayê hatiye amadekirin û ji ber sedemên malûm, bêtir di asta teswîrkirinê de maye û sînorê wê jî teng hiştiye; li vir jî ji tesbîtên nîqaşbar dûr sekiniye lê ew jî dikare wek yek ji zemînên nîqaşa li ser epîstemolojiya siyasî ya serdema nêzîk bê emilandin û nêrînên nû li ser bê avakirin.

Xebateke din ku hewl daye siyaseta kurd a sedsala 20mîn ji aliyê nerîtê ve teorîze bike, ya Cemil Gundoğan e. Herçiqas gelek nêrîn û tesbîtên wî nepejirînim û sînorê wê jî teng be, Gundoğan tiştên hêjayî nîqaşê dibêje û riwangeyeke berfirehtir dabîn dike ji me re. Bi ya min, xebatên bi vî rengî û nîqaşên wêrektir ên li ser wan, dikare bibin alîkar di avakirina teoriya rexneyê de. Mixabin, min nedîtiye xebatên Beltekin jî û Gundoğan jî mazharî elaqeya xwendeyên me bûbin û hatibin nirxandin. Em ji neqilkirina teorî û nivîskarên biyanî derfetê nabînin ên li nav xwe bibînin, li ser biaxivin, ku hejmara wan jî ne zêde ye. Ji bo em bibînin an hêjayî nîqaşê bin, divê herî kêm sed sal di ser mirina wan re derbas bûbe.

Sînorê rexneyê

Di warê perwerdeyê de nivîseke Aydınkaya jî heye.[12] Aydınkaya bi du pirsên girîng dest pê dike, “Gelo perwerdehî me xilas dike? Perwerdehî azad dike?” Bi van pirsan, nexasim li nav edebiyata afrikî û lîteratura kurdî ya herî dereng nêzî sed sal berê digere û fehma perwerdeyê ya li nav bindestan probematîze dike, dinirxîne. Mijar pir girîng e û bi rewşa me ya niha re jî pir têkildar e, loma, ji dêvla ewqas referansên zêde yên ji lîteratura cîhanê, mirov li bendê ye nivîskar ber bi serdema nêzîktir û îroya me ve were û di navbera hişê siyaseta me ya self-kolonyalîst û perwerdehiyê de têkiliyekê tesbît bike an behsa rola wê jî bike. Peywenda nivîsê pir museîd e ku herî kêm bi Beltekîn û Gundoğdu re têkeve nav diyalogekê lê li nav çavkaniyên wî de nivîskarên kurd ên serdema dawî tunene. Bi ya min, perwerdehî ew qad e ku di rexneya ji îro ve ber bi rabirdûyê ve divê ciyekî fireh jê re bê hiştin. Rola perwerdehî ya di teşegirtina di hişmendiya siyasetmedar û xwendeyên kurd de, mijareke pir îhmalkirî ye. Digel ku em dizanin bê di siyaseta kolonyalîst de rola perwerdehiyê çiqas mezin e, lê rast nehatime ku siyasetmedarên me yî bîranînên xwe nivîsandine ev problematîze kiribin. Herçiqas behsa pratîkên wê yî asimîlasyonîst û şîdeta ji ber vê bê kirin jî, wek ku ev li pey xwe hiştibin an xwe jê rizgar kiribin behs dikin. Nirxandineke bi giştî ya perwerdehiyê û tesîrên wê yî neyênî nayê kirin, bêhsa nimetên wê bêtir tê kirin. Nivîskarên edebiyatê jî ji bilî pratîka qedexekirina zimên, min nedîtiye, cî dabin trajediya ji perwerdehiyê niziliye nav me. Lê tişta dixwazim bêjim, Aydınkaya di vir de jî di derbarê serdemeke nisbeten dûrtir bi rihetî qelema xwe dişixulîne û çiqas nêzîkî serdema nêzîk dibe sînorê rexneya wî teng dibe an nêzîk jî nabe.

Belê, hin nivîsên wî ku siyaseta îro rexne dike hene. Lê, îdia bikim ku rexneyên wî bêtir li ser hin pratîkên siyaseta legal an kadroyên PKKê yên li sehayê ne. Mînaka herî dawî hevpeyvîna wî ya di rojnameya Agosê de ye.[13] (Wê luksê di xwe de nabînim ku bêyî çavkanî behsa muxatabê xwe bikim.) Li vir bi giştî behsa pirsgirêkên gotara siyasetê dike lê tişta tê famkirin ev siyaseta legal e. Yanê rexneyeke binyadî (structural) xuya nake di nivîsên wî yî rexneyî de. Dema siyaseta legal rexne dike min nedîtiya temasî mijarên esasî yên mîna giraniya tirkan a di nav siyaseta me de dike. Mîsal, çima partiyeke legal a encama têkoşîna ji 40 salan zêdetir ji aliyê ne-kurdan tê temsîlkirin? Cengîz Çandar dibe çî me ku parlamenterê Diyarbekirê ye? Nûnerên tirk û ereb çima serkêşiya siyaseta entegrekirina me ya bi vê dewletê û pasîfîzekirina me dikin? Di nav wê partiyê de çima dengekî mixalîf ê kurdperwer dernakeve? … Pirs gelek in. Ma tirkên li nav partiyê wek nûnerên dewletê arzı endam dikin çima Lozanê neparêzin û çima xwedî li mafên me yî kolektîf derkevin, alîgiriya mafê me yî diyarkirina qedera xwe bikin? … Ger teoriya van rexneyan bê pirsîn, ev neteweperwerî ye. Dema behsa neteweperweriyê dikim, a rast, çavê xwe li Napolyonekî û hespa wî nagerînim, fikra xwe dibêjim. Qelema min ne yavera Napolyonekî ye û dikarim bêyî Napolyon û hespa wî jî bifikirim.

Daxuyanî û nivîsên serokê PKKê her tim li derveyî rexneyên wî dimîne. Şîdeta deh salên dawî tê rexnekirin, lê şîdeta 16 salên berî wê tê meşrûkirin. Di hevpevînek an nivîsek(?) xwe ya 5-6 sal berê (serenav nehat bîra min) Abdullah Ocalan wek mezintirîn rexnegirê civaka kurd îlan dikir. Aydınkaya kengî qala rexneyê bike ev gotina wî tê bîra min. Bi qasî dibînim guhertin tuneye di vê nêrîna wî de. Di nivîsê de ev çawa îzeh dikir nayê bîra min, lê tenê vê bipirsim, gelo rexneyên Ocalan ên 23 sal berê li Tevgera Şêx Seîd ên ji devê tirkan, yên nû û gelekên din hîç nabêjim, di nav rexneyên wî yî “giranbiha” de cî digrin?

Di nivîsek din de[14] pratîka qadroyên PKKê yên li sehayê, nexasim ên dema şerê xendekan (özyönetim denemesî) de rexne dike. Rexneya wî ya sereke ew e ku teoriya Ocalan a ji Murray Bookchin neqil kiriye li sehayê bi ser neketiye. Lê qet problematîze nake bê ev teoriya ku li nav şert û mercên ultra modern ên Amerikayê hatiye nivîsandin, wê çawa li Kurdistanê bihata montekirin. Tiştekî wiha çawa mimkun didît? Çima teoriya ku serokekî di bin kontrola dewletê de ji yekî din neqil kiriye ewqas meşrû û qebûlbar bê dîtin? … Ka parrhessia, ka rexneya li otorîteya navmalê? Otorîte ne ew e? Dizayna siyaseta legal bixwe ne fikra wî ye jî? Çima aktorê sereke li derveyî rexneyê dimîne? Xwediyê pînikê çima şirîkatiya rovî dike? Qebûl, tenê bi parrhessiayê nabe, lê bêyî wê hîçhîç nabe. Ji wir çawa dikare teoriyeke rexneyê derkeve? Hêvî dikim Aydınkaya dîsa nebêje ku dixwazim peyva xwe têxim devê wî … lê bi rastî jî ev mesele ji bo min muamayek e û nikarim nepirsim, yan na ma çi hedê min e, peyva xwe bi zorê bidim qebûlkirin. Ev gotina rexnegirê me yî yekem, Ehmedê Xanî her di bîra min de ye:

Teb’iyyetê wan egerçi ‘ar e / Ew ‘ar-i li xelqê namîdar e

Namûs e li hakim û emîran / Tawan çi ye şair û feqîran.[15]

Emma nezera wî [mîr] zêde ‘am e / Lew xas-i nezer ji dil neda me[16] (îtalîk aidî min in, F.A.)

Di vê navê de, meseleya şîdetê ku tenê deh salên dawî wek bar tê dîtin, bixwe mijareke nîqaşê ye li ber me hemûyan. Yek ji mijarên me herî kêm vekolaye şîdeta tevgera me siyasî ye. Ne ku şîdetê bi awayekî kategorîk red dikim, lê ji peydabûna wê bigre heta emilandina wê ya li nav malê, an tekane amrazbûna wê, meşrûiyeta di emilandinên wê de têra xwe nehatiye problematîzekirin. Ger bi rastî em li riyeke nû digerin, divê em giş serê xwe biêşînin bi meseleya şîdetê re. Ya din û herî girîng jî, ger di serdema pêş xwe de em ê xwe bê şîdet îfade bikin an bêşîdet kurdayetiya xwe bidomînin, rêbazên berxwedana bêşîdet bixwe mijareke sereke ye li ber me. Aydinkaya hez nake, lê li vir divê behsa Berl Katznelson bikim dîsa. Dema sala 1939an Brîtanya qedexe datîne (a rast, kotayeke pir piçûk diyar dike) ku cihû koçî Filistînê nekin û Amerîka û welatê ewropî jî qebûl nakin cihûyên koçber, rêxistinên aidî Siyonîzma Revizyonîst (rastgirên wan) ên mîna Irgun û Stern bi israr dixwazin rêbazên şîdetê bên emilandin li dijî Brîtanyayê (dikin jî). Di nîqaşa bi wan re, Katznelson berxwedana avakar datanî hemberî şîdetê. Dîsa jî, digot, ji dêvla hilweşandina neyarên xwe divê enerjî û derfetên xwe ji bo avakirina xwe, bicîbûna li vir, afirandina rêbaz û derfetên anîna îlegal a cihûyan û avakirina bêtir cî û warên jiyanê xerc bikin.[17] Gelo enerjiya me ya heta niha ji bo şidetê dihat xerckirin, vêga em ê pê çi bikin? Wê çawa kanalîzeyî avakariyê bikin? Rêbazên berxwedana me wê çi bin? Teoriya me ya rexneyê an meseleya ka em çi çawa rexne bikin, ji kû dest pê dikin hwd., bêjenebêje, wê bandor bike li rêbazên me yî berxwedana avakar ên muhtemel, loma em çiqas problematîze bikin, tiştekî bê nîqaş nehêlin ewqas baş e û ya herî girîng divê em biryar bidin ka em dixwazin çi ava bikin. Ji ber vê ye ku vêga diyalog û nîqaşên piralî ji her demê aciltir e. Ya din, ji bo behsa siyonîstekî sed sal berê pêwîst nabînim li “sabiqe qeydî”ya Israîlê bipirsim. Ma kole ji kengî ve dikarin li “sabiqe qeydî” bipirsin ji derdora xwe dema hewl didin zincîrên xwe biqetînin? Dema Sedam hat hilweşandin jî min li “sabiqe qeydî”ya Amerikayê nepirsîbû. Aniha jî dema Israîl li dewleta Îranê dixe, li “sabiqe qeydî”ya wê napirsim, ez ê nepirsim.

Hêrsa Kasandra û hêsirên Yeremya an sebra Eyub?

Kasandra, qîza qral Priamos, delala ber dilê bavê xwe ya ji nav donzdeh qîzan, pir dixwest bikaribe siberojê bibîne, bibe kahîn û rehîbe. Dema axir ev şiyan bi dest xist, ev bû laneta wê. Wê dikaribû şerê Troya (sedsala 12 an 13. BÎ) û encama wê bibîne, loma hewl da derdora xwe hişyar bike bê çi bobelat li pêşiya wan e. Çiqas bi hêrs biqîre jî nikaribû kesî bide bawerkirin. Mecbûr ma bê çare li destpêkirina şer û bûyerên li pey temaşe bike. Vê carê jî hewl da şer bisekinîne da ku bajarê wan bêtir wêran nebe. Wê didît ku hespa Troyayê wê çi bîne serê wan. Ji ber hişyariyên wê ti tişt nema nehat serê wê: bavê wê jî tê de ji aliyê ehlê Troyayê wek xayin hat îlankirin, hat tecawizkirin, dîl hat girtin û dawiya dawî hat kuştin. Wê çi gotibe yek bi yek rast derketin.

Li nav me kahîn tuneye, jixwe hewce nedikir/nake mirov kahîn be. Ji bo yên dixwestin rastiyê bibînin rewşa me ya îro herî kêm 26 sal berê eyan bûbû; îro tiştekî ne pêşbînîkirî an nû naqewime. Ji qelema nivîskara alman Christa Wolf,[18] Kasandra dibêje, “demeke dirêj min fam nedikir çima herkesî nedidît tişta min didît.” (r.43) “Troya bûbû bajarekî xeyalet, ma tenê min ev didît?” (r.90) “Ma wekî din ji bo çi dijîm ger ez ê berî mirinê hîn nebim tişta dikarim hîn bibim.” (r.103) Di van gotin û pirsan tenê hêrs xuya dike gelo?: Çima wê tişta li ber çavê me eyan e, ne bi pistepistan, bi dengekî bilind em ji hev re nebêjin? Dema bajarên me dihat wêrankirin, çima ji me hinan didît hinan nedidît? Berî mirina xwe em ê rastiya xwe ji hev re nebêjin, em çima dijîn?

Yeremya (650 BÎ) jî di Orşelîma sedsala 7emîn de, bîst û pênc sal berê dît ku mabeda Orşelîmê wê bê hilweşandin ji aliyê babîliyan û bi hemû hêza xwe hewl da benîisraîliyan hişyar bike ku tobe bikin, bi ser hişê xwe ve bên, dev ji perestina pûtan berdin an na wê bi bobelatekê re rû bi rû bimînin. Yeremya ku Stefan Zweig[19] wek pêxemberê kelogirî teswîr dike, carna bi hêsirên xwe carna bi hêrsa xwe hewl da gelê xwe hişyar bike lê tiştek bi dest nexist. Bû mijara tinazên benîisraîliyan, ew avêtin hepsê; carekê avêtên bîrê jî ku bimre. Lê taliya talî di 586an de ew bixwe jî bû şahidê hilweşîna mabedê û windakirina Orşelîmê, bijarteyên benîisraîlî bo Babilê hatin sirgunkirin, ên mayî reviyan Misrê.[20]

Ne hêrs û qirînên Kassandrayê ne girî û hêsirên Yeremya tiştek kêm nedikir ji naverok û cidiyeta hişyariyên wan; ew qirîn, girî û hêrs ne ji bo xurtkirina retorîkê bûn, tenê nîşaneyên dilsoziya wan û aciliyeta hişyariyên wan bû. Pirs ev e: Hêrsa Kasandra û hêsirên Yeremya Pêxember an sebra Eyub Pêxember, kîjan tam li gor vê kêliyê ye ku mîna sed û deh sal berê dinya dîsa li bin guhê hev dikeve û em belavela ne? Em dengê xwe bilind bikin an sebir bikin û li ber rehma Xwedê bimînin? Li şirîkatiya mesûlê pînika me û rovî temaşe bikin? Teoriya rexneya me wê ji hestan şuştî be an hêza hestan ji xwe re bike cebilxane? Peyva cebilxaneyê, nivîseke feminîsta reş a amerikî, Audre Lorde anî bîra min, “Hêrs: Cebilxaneya Zanîn û Enerjiyê.”[21] Diyar e hêrsa wê jî zêde hatiye dîtin û rexnekirin (malûm ev hêrsa jinan her tim dibe mewzûbehîs, ma “kulîlk” dikarin hêrs bibin?! ), loma bila Lorde tercumaniya min bike:

Ez bi vê hêrsê dijîm, xwe bi wê xwedî dikim, fêr dibim wê bi kar bînim beriya ku ew dahatûya min biherimîne. Wextekê min ev di bêdengiyê de dikir, ji barê wê ditirsiyam. Tirsa min a ji hêrsê tiştek fêrî min nekir. Tirsa we ya hêrsê jî wê tu tiştî fêrî we neke.

Hêrsa min bersivek e li hemberî helwestên nîjadperest [dijneteweperwer, min lê zêde kir. F.A.] û kirin û qebûlên ji van helwestan dertên. Ger di têkiliyên we yî bi jinên din re ev helwest rû didin, ewçax hêrsa min û ev tirsên we yî ji ber vê, ew projektor in ku dikarim ji bo kemilîna şexsiyeta xwe bi kar bînim. Ji bo kemilîna xwe fêr bûm hêrsa xwe der bidim (îtalîk aidî min in, F.A.). Lê wek mudaxeleyek bo baştirkirinê, ne ji bo sûcdarkirinê.

Çavkanî

1- Mahmut Beqîk, Jiyana Seyda Mele Ebdullahê Xerzî (Timoqî), weş. Peywend, 2024. Wan.

2- https://www.etymonline.com/word/dialogue

3-https://www.britannica.com/dictionary/dialogue

4-https://www.britannica.com/dictionary/dialectic

5- Fırat Aydınkaya, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-385

6- Fexriya Adsay, https://blog.kovarazarema.com/serine-hevale-em-welate-xwe-xwesik-bikin/

7- Ernest Gellner, Uluslar ve Ulusçuluk, wer. Büşra Ersanlı, G. G. Özdoğan, weş Hil, Stenbol, 2008. r.133.

8- https://socialsci.libretexts.org/Special:Search?qid=&fpid=230&fpth=&query=Theory&type=wiki

9- Nurettin Beltekin, Said Elçi-Bir Misyon Bir Lider, weş. Nûbihar, 2024, Stenbol.

10- N. Beltekin, Okul ve Öteki Yurttaşlar: Kürt Politik Aktörlerin Eğitimsel Deneyimleri, weş. Vate, 2014, Stenbol.

11- Cemil Gundoğan, Geleneğin Değersizleşmesi: Kürt Hareketinin Sosyal Dinamikleri Üzerine, weş. Vate, 2016, Stenbol.

12- Firat Aydınkaya: http://www.kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-145

13- Firat Aydınkaya: https://www.agos.com.tr/tr/yazi/33814/firat-aydinkaya-lozan-kurtler-icin-travma

14- Firat Aydınkaya: https://www.gazeteduvar.com.tr/forum/2018/10/08/kurt-hareketi-kurtlere-ne-vaat-ediyor

15- Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, şîrove û kurdiya îro: Jan Dost, Avesta, Stenbol, 2010. r. 132.

16- Xanî, r. 150.

17- Anita Shapira, Biyografiya Siyonîstekî Sosyalîst, wer. Fahriye Adsay, weş. Avesta, 2013, Stenbol. r. 317.

18- Christa Wolf, Kassandra, wer. İlknur İgan, weş. T. İş Bankası, 2023, Stenbol.

19- Stefan Zweig, Dünün Dünyası, wer. Yadigar Yiğit, weş. Can, Stenbol, 2020. Dema II. Şerê Cîhanê dest pê kir û piraniya mezin a nivîskar û şaîr û rewşenbîran ketibûn nav şehweta şer, Zweig ji vî qehremanê dîroka gelê xwe îlham girt û lîstikek nivîsand li ser raserbûna ruhê têkçûyan, yên zemanekî dihatin ricimkirin ji ber nexwestina şer. r. 297-98.

20- https://jewishencyclopedia.com/articles/8586-jeremiah

21- Audre Lorde, https://blog.kovarazarema.com/hers-cebilxaneya-zanin-u-enerjiye/ Serenava nivîsê bi ingîlizî “The Uses of Anger” e. Him wek “fêdeyên hêrsê” him “bikaranînên hêrsê” dikare bê wergerandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din