Gotar

Îdraqa Berbiçav – Statu, Xêrxwaziya Epistemîk û Qeyrana Pisporiyê

Dan Williams · 8 tebax 2025

Mezinahî
Parve bike

Îdraqa Beloq

Statu, Xêrxwaziya Epistemîk û Qeyrana Pisporiyê

Ji îngilîzî: Aram Karabudak

Populîzm, li şûna otorîteya pisporiyê, bi berzkirina feraseta giştî berevajîkirineke dramatîk a statuyî pêk tîne. Ev hêza zanînê dide hilbijêrên bêperwerde û ew ên wan piçûk dibînin jî qedrê wan dişikîne.

I

Di Birayên Karamazov de yek ji sahneyen herî zêde di bîra mirov de dimîne, lehengê ezîz Alyoşa pereyekî mezin pêşkêşî Qeptan Snergiyovê hejar û belengaz dike. Demeke kurt beriya vê, birayê Alyoşa Snergiyov ji riha wî girtiye û ew kaşkirîye heta derveyî tavernayê û ew li ber çavê alemê piçûk xistiye. Ev pere wek tezmînata wê bûyere bo Snergiyov tê pêşkêşkirin.

Pêşî, wer xuyaye Snergiyov dike wî pereyî qebûl bike :

Ev ji bo min e? Pereyekî gelek zêde -du sed rûble! Xwedê! Çima, min di nava çar salên dawî de ewqas pere nedîtiye! Tu me efû bikî!

Snergiyov xeyal dike ku deynên xwe bide, alîkarîya jina xwe ya nexweş û zarên xwe bike, û dest bi jiyaneke nû bike. Lê piştî vê kelecana ewil a kêf û zewqê helwesta wî diguhere:

Ez…tu, birêz… Gelo tu naxwazî ez tiştekî piçûk î dizanim raveyî te bidim? Ji nişka ve bi dengekî zexm û lezûbez kir piste pist, denge wî êdî nedilerizî.

‘’Çi ye?”

Qeptan ji nişka ve qîriya, pere raveyî Alyosha kir û ew pere “bi awayekî hovane” qermiçand.

Tu dibinî, tu dibinî? Bi awayekî hers û çilmisî qîriya. Û ji nişka ve deste xwe li ba kir û pereyên qermiçî avêt erdê. ”Tu dibinî?” dîsa qîriya, pere îşaret kir. ”Lê binêre!’’

Û bi bêhna çikiyayî û bi qîrîn bi herseke wehşî pere di bin lingê xwe de eciqand: ”Ji bo pereyê te evqas zêde ye? Ji bo pereyê te evqas zêde ye? Ji bo pereyê te evqas zêde ye?Ji bo pereyê te evqas zêde ye?

Wek gelek nivîsen Dostoyevskî, ev sehne aliyekî ji xwezaya aşîna ya însên lê paradoksal raveyî me dike. Çima yekî ewqas bêçare û hewceyî alikariyê wê qebûl neke? Çima malbata xwe mehkumî hejarî û êşa domdar bike? Û çima redkirina alikariyê bi performanseke ewqas bi hurgilî pêşkêş bike?

Belê, yek ji sedemên redkirina alikariyê, hatina wê ya bi şertên giran e. Çawa ku xwarina belaş tuneye, qenciyên belaş jî tunene. Û dema alîkarî bi eşkereyî wek bê şert û merc bê nîşandan jî, dibe ku ew alîkarî xapînok be. Mirov hewl didin comerdiya wan wekî qencî bê dîtin. Ev helwest wek menfaatparêzî û hesabkarî dixuye. Wexta wergirên alîkariyên wan xwe mecbûrî miqabeleya qencîyên wan nebînin jî, pir kêm kes hene ku li vê hay nebin.

Lêbelê, Snergiyov ne di wê tatelê de ye ku ew pere wê jê re bibe deynekî giran. Ji bo pere tiştek nayê xwestin. Ew ê Snergiyov ji deynên wî rizgar bike. Berteka Snergiyov ji ber tiştekî kûrtir û girantir e:

Ji ew kesên te şandine vir bêje ku ev kesê evqas belengaz şerefa xwe nafiroşe,’’ qîriya û milên xwe rakirin jor. Dûre ji nişka ve vegeriya û dest bi revê kir; lê hê penc gav jî dûr neketibû vegeriya deste Alyoşa ramîsand… Bi çavekî hêsir û bi dengekî lerzok qîriya:

Heke ez vî pereyê ji bo şerma me bigirim, ka ez ê ji lawê xwe re çi bêjim?

II

Wek ku Will Storr di The Status Game de angaşt dike, piçûkxistin ”bombeya nukleerî ya hestan e.’’ Gava agir pêkeve, ji xwekuştinê heta komkujiyê, ji qirkirinên girseyî heta xwe-qurbankirinê dikare agirê her tiştî vêxe. Kêm parçeyên xwezaya însên hene ku jê kaotîktir, xeternaktir û xwe-hilweşînertir e. Lê dîsa jî, piranî rasyonalîteyek heye di bin van bertekan de ku di xwezaya ecêb a civakîbûna însên de reh berdane.

Heke mirov heywanên tenê bûna, tekamila me wê nêzîktirî tevgerên Homo Economicus bûya, ku di piraniya aboriyên sedsala 21emîn de wek aktorê rasyonel hatiye texeyulkirin. Em ê bi awayekî ku tê texmînkirin, hesas û hevgirtî tevbigeriyana. Karakterên di romanên Dostoyevskî de xuya dikin, ger nexweşiyek wan a derûnî tunebe, van homo economicusan wê nikaribûna wan fam bikin.

Lê em ne wisa ne. Em afirindeyên civakî ne, û hema hema her tiştên ecêb û paradoks ên derbarê cureya me encamên vê rastiyê ne.

Beriya her tiştî, em xwe dispêrin torên têkel ên hevkariyê da ku em xwe bigihîjin hema hema hemû armancên xwe. Wexta ev bê zanîn, gelek helwestên însanan ne tene ji ber bidestxistina menfaatên asayî, lê ji ber pêdiviya bidestxistina torên wisa ne jî -bidestxistina qebûldîtin, qedrekî bilind, şirîk, heval û hevalbendan e jî. Biryargirtina însên di nav sinorên vê lêgerîna civakî de pêk tê. Em hema hema her tevger, her xûy, her tercîhê ne tenê ji aliyê bandorên wan ên demildest lê ji aliyê bandorên wan ên îtibarî jî dinirxînin.

Di heman demê de, piraniya pêşbaziyên însanan ji ber daxwaza prestîjê ye. Di civatên pêşketî de, takekes menfaatên xwe ne bi zordarî û serdestiya li yên din, lê bi tesîrkirina li yên din pêş dixe. Ev kesên statuyên wan bilind, dibin objeya heyraniyê, rêz ji wan re tê girtin û xwedî otorîte ne. Rêzdarî û hemû fêdeyên wê bi dest dixin. Jiyana wan bi mane û bi armanc tê dîtin.

Lê, ew ên di lîstika statuyê de têk çûne -di hiyerarşîya statuyê de di binî de mane- şerm û xwekêmdîtinê tecrûbe dikin. Heke di halê xwe de bêedaletîyê hîs bikin, bi hêrs dikevin û aciz dibin. Di hîn rewşên deradetî de jî tola xwe hiltînin ji wan kesên ku ji jor ve li wan dinêrin. An jî dibe ku jiyana xwe di ber re bidin. Di hin halan de jî, mîna komkujîyên ji aliyê ciwanên “bê-îtîbar” mane, dîn û har bûne, him tola xwe digirin him jiyana xwe didin di ber re.

III

Heta meriv civakîbûna însên nebîne, gelek kêm tevgerên me wê maneyên wan hebe. Ev mijareke sereke bû di xebatên Thorstein Veblenê ku têgeha “xerckirina beloq” (conspicuous consumption) bikaraniye ji bo wê rastiya ku însan tiştan rasterast ji bo xêra xwe serf nakin, ji bo nîşandana statuyên xwe serf dikin. Yekî ku wexta xwe û pereyê xwe li tişt û hobiyên luks wisa xerc dikin, sinyaleke zelal dişînin: Ez xwedî serweteke wisa me ku dikarim van tiştên bêwate serf bikim. Ez kesekî elît im. Carna ji ber vê, qaideya erz û talebê (supply and demand) xirab dibe. Bihayê giran ê tiştên luks ji ber meseleyeke wiha ye. Ger bihayê wan erzantir bûya, ew ê kêmtir bihatina firotin.

Helbet, ev nêrîna ku însan ji bo quretiyê tiştan distîne ne nerîneke ewqas jî şoreşî/nû ye. Lê, pir kêm kes dikare bizanibe ka ji çalakiyên însanan çiqas jê van motîfan nîşan dide. Piraniya mirovan kêfxweş dibin dema tinazê xwe dikin bi ew ên Roleksan dikirin, lê kesên têra xwe perwerdehî dîtine û ji sûka cotkaran, qehweya organîk û wêjeya bêhonak hezdikin, ew çi ne? Însanên ku li dû “zanîn”, “ronakbûn” an “hişyar”bûnê digerin, ew çi ne? Yên fidakariyên mezin dikin ku zanîngeh û karên elît bi dest bixin, ew çi ne? Însan, wexta rolên pêşbaziya statu û sînyaldayînê ne aşkere bin di biryarên li ser jiyana xwe, dest pê dikin xwe ditewînin.

Nêrîna Veblen ew bû ku mirov nikare li ser çalakiyên aborî bixebite heta ku wê çalakîyê bi cî neke di nav aboriya rasteqîn -aboriya prestîjê- de ku hîs û arezûyên me yên esasî bi rê ve dibe. Ew fikra berbelav ku îdia dike, gava pêdiviyên me yên madî yên esasî tên cîh, birêvebirina îtîbarê tê rojevê, xelet e. Veblen çavderî lê kiriye, hîn reîsên polonezyayî ewqas elimîne ku xizmetkarên wan hebin û karê wan bike, şûna ku bên dîtin ew bixwe xwarina xwe çêdikin, wê mirinê tercîh bikin.

Wexta di peywenda civakî de tê bicîkirin, helwesta Snergiyov çêtir tê fehmkirin. Alîkarîdîtin an xilasbûna ji aliyê kesên din heta bêje girîngiyeke wê civakî heye. Derbarê statuya nisbî yê alîkarî dide û yê wê alîkariyê werdigre sinyaleke pir aşkere dişîne. Yê yekem yekî baş, camêr, xwedan bandor dixuye; yê din jî bêçare, hejar û muhtac dixuye. Ji bo yekî ku qîmet dide îtîbar û şerefa xwe -însanbûnê, bi gotineke din- malîyetên civakî yên piçûkketinê ji fêdeyên madî yên alîkariyê girantir in.

Tomarên antropolojîk gelek zêde ne di warê teswîrkirinên ziyafet û diyariyên luks ku wan tatêlên stratejîk û civakî nîşan didin. Xêrxwazî gelek caran ne ew e ku xuya dike. Dibe ku ew gavek be di lîstikeke statuyê de -hewleke zexmkirin û nîşandana statuya yê alîkarî dide li ser statuya yê wê alîkariyê werdigre. Û dema nîyeteke wisa tune be jî, wergirê alîkariyê dîsa jê dikeve şikê.

Di Moral Origins de Christopher Boehm tarîf dike bê ev şik çawa kar dike di gelek civatên neçîrvan-berevkar (hunter-gatherer) de, çawa îqlîmek civakî diafirîne ku tê de îhtiyad, tinaz û vederbûyîn bisînor dikin wan kesên li pey statuyê digerin û yên xwe mezin dikin. Nivîskar ji endamekî ji civata !Kung Bushmen, yek ji civatên xwarin-parvekir (Food-sharing) ên çola kalaharî, neqil dike:

”Em bêjin, yek ji neçîrê vegeriyaye. Ew neyê malê û bi qurretî nebêje, ‘min yeka mezin kuşt li nav daristanê!’ Pêşî bi bêdeng rûne heta yek were ser agirê wî û jê bipirse, ‘Te îro çi dît?’ Ew jî bibêje, ‘Yaw, ez di nêçirê de ne baş im, min tiştekî mezin nedît… min tiştekî piçûk dît…” Ez ê wê çaxê ji xwe re bikenim ji ber ku dizanim wî îro tiştekî mezin kuştiye.”

IV

Navê vê bultenê Îdraqkirina Berbiçav (Conspicious Cognition) e ku ji nêrînên Veblen ên li ser aboriyê îlham girtiye. Çawa ku ew [Veblen] hewl dide serast bike wê meyla xelet ku bi lensên teng ên aboriyê, bi aboriyê re miamele dikin, xebat û nivîsên min jî hewl didin serast bikin meyleke mîna wê xelet ku bi lensên teng ên îdraqkirinê bi îdraqê re -awayên em pê difikirin, baweriyan çêdikin, fikran diafirînin, delîlan dinirxînin, radigihînin û hwd- miamele dikin.

Piraniya îdraqkirinê pêşbaz û beloq e. Mirov hewl didin biaqiliya xwe, zanebûna xwe û ferzaniya xwe rava bikin. Hewl didin balê bikşînin û bên nasîn ji bo kişfên nû bikin an rasyonalîzasyonên ên din dixwazin bawer bikin, hilberînin. Piranî ne ji bo peydakirina heqîqetê, lê ji bo qanihkirin û birêvebirina şohreta xwe difikirin. Piranî ne ji bo bidestxistina zanînê, ji bo nîşandana wesf û sedaqetên xwe yî bibandor baweriyan çêdikin.

Dema di vê peywenda reqabeta civakî û birêvebirina bandorê de bi cî dibe, tişta dikare wek ”xêrxwaziya epîstemîk” bê binavkirin -pêşkêşkirina belaş a zanîn û pisporiyê- şiklekî nû digire. Digel ku ev xwerxwazî dikare bi fedakariyek yekalî bê birêxistin jî (perwerdekirina dê û bavan a li zarokên xwe bifikirin), dîsa jî dibe ku encama pêşbaziya statuyê û arezûyeke xwe nîşandayînê be.

Hîn caran, mirov kêfxweş in ji wergirtina xwerxwaziyên epîstemîk ên bi vî rengî û pesn û heyraniya xwe pêşkêşî wan xêrxwazan dikin. Xweşiyên zanîsta modern ji lîstika statuyê tê, ku yên kişfan dikin pîroz dike. Lêbelê carna jî em xwe dûr dixin ji kesekî tiştekî nû kişif kiriyê an -jê jî xirabtir- yekî tiştekî ji me baştir dizane. Wexta ev yek diqewime, em ji rastbûna fikrên wan nakevin şikê digel ku em dikarin tercîh dikin tiştan bi wî awayî çarçove bikin. Bilakîs, pêşkêşkirina wan a zanînê bi xwe re girîngiyeke sembolîk tîne ku em dixwazin red bikin. Ew girûra me dieşîne. Me piçûkketî dide hîskirin.

Di qadeke teng de, ev hîs her roj çêdibe. Kêm kes hez dikin bên sererastkirin, qebûl bikin şaş in, an raserbûna zanîn, feraset an aqlê kesekî/e din teqdîr bikin. Di qadeke mezintir de, ev tişt dikare li hin meylên herî girîng û xeternak ên di sîyaseta modern de bên tetbîqkirin.

V

Piraniya kûrtirîn pirsgirekên me yên sîyasî xuya ye bi meseleyên epîstemîk re ketine nav hev. Li qeyranên me yên “belavkirina qestî ya agahiyên şaş” “agahiyên xelet” “post-truth” û teorîyên komployî bifikirin. Li belavbûna derew û şaşiyan a li ser medyaya civakî binêrin. Polarîzasyonên îdeolojîk ên xurt, nîqaşên xedar ên polîtîk, şerên biheraret ên çandî, lihevnekirin û pevçûnên li ser ka dawiya dawî çi rast e, bifikirin.

Aliyekî girîng ê van probleman “qeyrana pisporiyê’’ ye, rediyeya berbelav populîst a îdiayên li saziyên mîna zanist, zanîngeh, rêxistinên giştî yên tenduristiyê, medyayê hatine pêşxistin. Wek tê zanîn gelek populîst “ji pisporan kerixîne.” Wekî ku carekê Trump gotibû, ‘’pispor berbad in.’’

Ev redkirina pisporiyê ne tenê ji ber gumanê ye. Tê de têra xwe dijminatî heye. Êrişên hikumeta Trump ên li ser Hardvard ê û zanîngehên din ên elît mînaka vê tiştê raveyî me dike. Lê xêncî van jî gelek mînak hene. Rasterast, dildariyek serbilind heye li nav gelek populistan ku xeletiyan, teoriyên komployî û zanista sexte qebûl dikin û belav dikin herçiqas saziyên runiştî “teyîda diyardeyan” bikin jî. Çima ev sererastkirin ji hêla polîtik ve lawaz dimînin? Çima gelek dengdêr red dikin bidin ser “şopa zanistê” an “ji pisporan bawer bikin”?

Pisporan gelek teorî çêkirine. Hinek ji wan teoriyan cehalet û nezanîbûnê îşaret dikin. Hinek jê agahiyên xelet û manîpulasyonên girseyî îşaret dikin. Hinek jê medyaya alîgir, odeyên olanê û algorîtmayan îşaret dike. Û hinek jê dibêjin, ev qeyran têkilîya wê bi xeletiyên objektîf ên pisporan re heye.

Dibe ku di van hemî îzahan de rastiyek hebe. Lê di van hemî îzahatan de zenkirineke hevpar heye: ku “qeyrana pisporiyê” herî baş bi têgehên epîstemîk tê fehmkirin. Li gor wan dijminatiya populîst ya li hemberî çîna pisporan nîşana gumanê ye ku pisporiya wan heqîqî ye -ku bi rastî jî dizanin ew tiştên pispor îdia dikin.

Dibe ku ev zenkirin xelet be. Qet nebe din hin rewşan de qeyrana pisporiyê ji gumana derbarê zanîna pisporiyê bêtir redkirina hiyerarşiya civakî ye ku gotina ”baweriya bi pisporan” îma dike. Çawa ku Snergiyov ji dêvla piçûkketinê hejariyê qebûl dike, hinek populist jî cehaletê qebûl dikin ji dêvla qebûlkirina xêrxwaziya epîstemîk a ji wan kesên ku ew red dikin raserbûna wan qebûl bikin.

VI

Pêşî li teoriyên komployî bifikirin. Ecêb e yek ji taybetiyên derûnî yên korelasyona wê bi hişekî komployî re heye, narsîzm e. Eşkere ye bê çima paranoya însanan ber bi çekirina planên xirab û veşartî dibe. Gelo çima meyla quretî û îmtîyazxwestinê tesîrên wan hevpar hebin?

Yek sedem ew e ku teorîyên komployî serûbinkirineke sermestker a statuyê pêşkêş dike. Bi redkirina ”agahiyên fermî” yên ji hêla elîtan ve hatiye belavkirin, teorîyên komployî îdiaya întelektuelan jî red dikin. Teorisyenên komployî ne ku tiştên kesên din -safok- nizanin, dizanin, ne ew elît in. Bi saya wêrekbûn û kûrbîniya xwe, derewên li nav civakê dîtine û kişif kirine ku bi rastî jî çi diqewime. Ji bo kesê li pey statuyê û xwe-mezinkirinê be, tiştekî xweş heye di cîhanbîniyeke wiha de.

Helbet, gelek hilbijêrên populîst di vê maneyê de ne ewqas heweskarên teorîyên komployî ne. Redkirina zanîna pisporan tiştek e; himbêzkirina QAnonê (Rexistinek rastgir ku îdîa dike dewleta kûr Amerikayê bi rê ve dibe) tiştekî din e. Ya din, digel ku piraniya elîtên populisît narsîst in (Trump, Musk, Farage, hwd.), piraniya hilbijêrên populîst ne narsîst in.

Disa jî, narsîzm xwenîşandana derhed a wan hest û xweajoyan e ku em giş hîs dikin. Herkes li statu, rêzdarî û nasînê digere. Kes naxwaze kêmbûna xwe qebûl bike. Û ev hestên xwezayî dikare rê veke li ber redkirineke ne ewqas beredayî.

Dema ji hilbijêran tê xwestin ji “pisporan bawer bikin” û “bidin ser şopa zanistê,’’ ev daxwaz qedrek wê sembolîk heye. Ji ber ku ji wan tê xwestin ku prestîjê bidin kesên din -qebûl bikin ku yên din ji wan çêtir dizanin.

Ji van jî bêtir, behreya pisporan a zanînê di peywenda miteqabiliyet û wekheviyê de nayê pêşkêşkirin. Zanyar, akademîsyen û yên diyardeyan kontrol dikin ne li bendê ne ku ji dengdêrên asayî tiştekî hîn bibin. Çi bacên gumrugê bin, çi polîtîkayên pandemiyê, guherîna keşûhewayê, derzîkirin, an jî xwezaya zayendê be, gel, herî zêde wek wergirên pasîf ên xwêrxwaziyên epîstemîk ên din bin tên dîtin. Ew li wir in ku divê bên agahdarkirin, bên perwerdekirin û bên ronîkirin.

Ger ji vê hêlê ve were nirxandin, li şûna otorîteya pisporiyê pîrozkirina populîst a feraseta giştî bi xwe re guhertinek mezin a statuyê jî tîne. Kesên asayî -yên bingeheke wan a perwerdehiyê kem an tunebe- wek çavkaniya heqîqî ya zanîn û ferasetê çarçove dike. Şert û mercên wekheviya epîstemîk çêdike. Dibêje, hewce nake wergirtina alikariya ji intelektûelên xwedî pileyên bilind -û hewce nake statuyek bo wan bê dayin.

VII

Ev cazîbeya berbelav a serobinkirina populîst a statuyê xwe dispêre du trendên dîrokî.

Yek, zêdebûna perwerdehiya zanîngehê çîneke nû ya civakî ya profesyonelên ji perwerdeya bilind a xwedan nifûz afirand (“çîna profesyonel-îdarekirinê” an “kapitalîstên sembolîk”) ku di aboriya modern a zanînê û saziyên herî zêde biprestîj de (akademî, medya, hiqûq, xizmetên civakî, saziyên sivîl, hwd) serdest in; ev sazî tenê şikil nadin siyasetê, şikil didin gotara gişteyê û normên firehtir ên çandî jî. Ji merîtokrasiya modern sûd werdigrin û çîna pispor ji nav wan derdikeve.

Ev çîna nû xwe ji kesên asayî ne bi tiştên luks, lê bi zanabûn, ronakbîrî û pêşverûbûna xwe cuda dikin -bi riya îdraqkirina zelal û merhametê, ne bi xerckirinê. Gelek caran hestên xwe yî piçûkdîtin û kêmdîtinê yên li hemberî girseyên bêperwerde û neronakbîr zêde tînin ser zimên û wan wek nezan, serhişk û şaşagahdarbûyî dibînin.

Ya duyem, ev cudatiya mezin a di diplomayan de di demokrasiyên Rojavayê de rê li ber koalîsyonên nû vekiriye. Nîqaşên çep û rastgiriyê ji berê kêmtir di ser cûdatiyên aborî re şikil digre, êdî bêtir statuyên perwerdehiyê şikil didinê. Li Dewletên Yekgirtî, wek mînak, partiya demokrat bûye warê kesên xwedî perwerdehiyeke bilind, bajarî û kesên profesyonel -nexasim li nav dengdêrên spî- lê kesên ku dîplomaya wan a çarsalî tuneye meylek wan xurt heye bi ser partiya Komarxwaz ve.

Wek encam, pirani li welatên wek Dewleten Yekgirtî yên pir zêde polarize bûne, niha cudatiyên çînî yên bi heraret û cudatiya partîzan a bi qasî wê bi heraret ketine ser hev. Û ji ber ku li saziyên bi pisporan ve tên birêvebirin reqîbên siyasî û çînî yên hilbijêrên populîst ên rastgir serdest in, ev sazî her diçin bêtir politîze dibin ji hêla realîte û îtîbarê ve.

Ji ber van sedeman, pisporî bûye xwedî girîngiyeke sembolîk û têkel. Ji bo hilbijêrên sereke yên partiyên çepgir; pispor ji nav wan derdikevin û ji heman çîna civakî ne. Loma ji bo wan pisporî tiştekî wiha ye ku divê bê pîrozkirin: “baweriya xwe bi pisporan bînin.” “Ji zanyaran bawer bikin.” “Bidin ser şopa zanistê.” Ev sloganên liberal û populer ne tenê peşniyazên intelektuel in. Ev nîşanên nasnameyeke têra xwe exlaqparêz, sembolên nêzîkatiya çînî û partîzaniyê ne.

Ji bo dengdêrên populist ên rastgir jî pispor ne tene wek eşîra reqîb a polîtîk tên dîtin, ji xeynî wê ew çîneke civakî ne ku ji jor ve li mirovên din dinêrin. Ger otorîteya întelektuelî ji wan elîtan re bê hiştin, ev ê bê maneya pesendkirina statuya wan a bilind jî.

Her çiqas rast be jî, mesele ne tenê meyla liberal a gelek pisporan û sazîyên rûniştî ye ku pêbaweriya wan kêm dike û li nav rastgiran ji wan nayê bawerkirin. Mesele ew e ku ger çîna pisporan heta bêjî pêbawer bin jî, di vir de wê disa tehdîdeke giring a statuyê hebe.

VIII

Heke ev analîz rast be, herçiqas bi vî awayî bê pêşkêşkirin jî, redkirina populîst a pisporiyê ne tenê ji ber lihevnekirinên întelektuelî yên li ser heqîqet an delîlan e. Ew hinekî jî, bi serbilindî redkirina wergirtina xêrxwaziya epîstemîk a ji wan kesên xwe ji aliyê civakî ve bilindtir dibînin.

Di rewşa elîtên populîst û teorisyenên komployî de, ev redkirin piranî ji ber hîsên nebaş yên wek xwemezindîtin û narsizmê pêk tê. Lê, ji bo gelek hilbijêrên ji rêzê, ev wekî mekanîzmaya parastina heysîyetê dikare werê fehmkirin û bibe amûra redkirina wateyên civakî ku bi rêzgirtina yekalî ya ji elîtên xwedî nirxên biyanî, tê îmakirin. Ev ji post-truthê bêtir li dijî xwekêmdîtinê ye.

Ev ê bikaribe çendîn taybetmendiyên vê rediyeya populîst a pisporiyê îzeh bike.

Yek, aliyê wê yî hestiyarî ye. Di gelek mînakan de, redkirina populîst a rêzgirtina li pisporan ji gumaneke besît bêtir bi hêrseke zêde, qehir û meydanxwestinekê pêçayî ye.

Du, redkirina otorîteya pisporan piranî xwedi taybetiyek performatîv e. Pispor ne tenê tên piştguhkirin. Ew bi awayeki çalak, bi hers û bi serbilindî tên redkirin. Wek mînaka qeptan Snergiyov, populîst li ber çavên herkesî pêşkêşkirina zanîna pisporan binpê dikin.

Sê, aliyekî hilweşîner ê gelek hestên populîst heye. Heke mesele tenê gumankirina ji pisporan û saziyên rûniştî bûya, wê çaxê çareserî wê nûkirina wan bûya. Êrişen dawî yên komarxwazan ên bi ser zanîngehên elît ve aşkere kir ku, piraniya populîstan dixwazin rahêjin belyozan û bi ser van saziyan ve biçin. Di dewra pandemîyê de dijminatiya li hemberî rayedarên tenduristiya gel hat kirin mînakek din e.

Dawiya dawî, rastiyek heye ku populîst dij-întelektuelîzmê wek nişaneya nasname û rozeta serbilindiyê dibînin. Qebûlkirin û peşnîyazkirina dirûşmên wek ”şoreşa feraseta gel” û ”lêkolinên xwe bi xwe bikin” statuyên kesên pêhesînê (intuition) di ser pisporan re digrin teyid dike. Şeytanîkirina “akademisyenên li bircên bilind’’, “yên por-şîn” ”polên gewezetiyê” û profesorên “hişyar” jî ji bo heman bandorê çêbikin hatine afirandin. Ev hemî ji nelihevkirinên întelektuelî ên li ser heqîqet û baweriyê bêtir dişibe propagandaya serobinkirina statuyê.

IX

Fehmkirin ne efukirin e. Çawa ku em ji aliyekî ve bi wê redkirina Snergiyovê belengaz re empatî dikin, li aliyekî din ve em vê helwestê wek kurt-bînî û xwe-hilweşineriyê mehkûm dikin, em dikarin hewl bidin redkirina populîst a pisporiyê jî fehm bikin bêyî ku pesend bikin an bidarizînin.

A rast, pirsgirekên gelek kûr hene di warê çîna pisporan û saziyên elît de. Hertim xeletiyan dikin, carna ev xeletî bobelatan tînin bi xwe re û gelek caran otoriteya xwe ya civakî ji dêvla qenciya civakî ji bo berjewendiyên xwe diemilînin. Şerê Iraqê, qeyranên aborî, gelek şaşiyên politîk û ragihandina dema pandemiyê gelek mînakên xurt ên xeletiyên pisporan nîşanî me didin, lê gelekên din jî hene.

Ji van jî bêtir, îro yekrêziya civakî û siyasî ya pisporan endîşeyên meşrû çêdike derbarê pêewlebûna wan. Gava kovarên zanistî, rayedarên tenduristiya gel û rêxistinên teyidkirinê, bi aşkereyî bi nirxên alîgiriyên partîzanî û bi hesasiyetên ên xwedî perwerde, profesyonelên pêşverûxwaz şikil digrin, ewçax pir mimkun û maqûl e ku yên xwedî nasname û nirxên cuda wan sazî û pisporan hêjayî baweriyê nebînin.

Lê, di civatên têkel û modern de alternatîfa pisporên xwedî selahiyet tuneye. Ji bo serî bi pirsgirekên siyasî yên îro bê derxistin, perwerdehiyek şaxvedayî, standartên biîhtimam ên delîlan û çalakiyên bikoordîne ên saziyên bi baldarî hewl didin zanînê hilberînin lazim in. Ev sazî digel ku divê bi gelek awayan bên nûkirin jî, nabe em dev ji wan berdin.

Ger rewş ev be, ev rediyeya populîst a pisporiyê wan ji alîgirî û xeletiyan rizgar nake. Ev alîgirî û xeletiyê xurttir dike. Pêhesîn, xweajoya bicoş û “feraseta gel” bi eslê xwe ne rêbazên pêewle yên hilberandina zanînê ne.

Û dîsa jî, xetereyên derbarê ev cure siyasetê girîngiya fehmkirina sedemên wê bêtir derdixe pêş. Heke qeyrana pisporiyê ji aliyekî ve ji ber hestên tehdîda statuyê, hers û piçukketinê be, wê çaxê ev maneyên wê girîng hene ji bo ka divê em çawa li ser vê qeyranê bifikirin -û çawa pê re miamele bikin.

Bi awayê herî aşkere, çareseriyên safî epistemîk wê bandora wan sînordar be. Hûn nikarin bi teyîdkirina diyardeyan ji nav pêşbaziya statuyê derkevin. Û heta ku qebûlkirina rêberiya pisporan wek qebûleke xwekêmdîtina civakî bê tecrubekirin, wê bazareke biqezenc hebe ji bo demagog û derewînên ku vebêjeyên statuyê bêtir pesend dikin, hildiberînin.

Ya din, sazkirina baweriya bi pisporan, çiqas girîng be jî, maneyek wê ji xurtkirina pêewlebûna wan mezintir heye. Saziyên ku yek çîneke civakî û eşîreke siyasî lê serdest be, bêjenebêje wê rastî berxwedan û bertekeke civakî werin, ji aliyê teknîk ve çiqas baş bin jî.

Em ne tenê hewceyî rêbazên baştir in ku zanînê hilberînin. Divê em ji nû ve bifikirin ka zanîn çawa bê pêşkêşkirin: bi awayekî ku rêz bigre li heysiyeta mirovan û piçûkdîtinên xêrxwaziya epîstemîk a yekalî mînîmîze bike.

Îngilîziya nivîsê: https://www.conspicuouscognition.com/p/status-class-and-the-crisis-of-expertise

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune ye. Yekemîn şîroveyê hûn binivîsin.

Şîroveyekê binivîse

Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.

Ev pirs robotan radiwestîne.

Nivîsên din