Koma Demhat: Li Bakur Yekemîn Şanoya Kurd a Modern
Di derbarê Koma Demhat a Şanoya Modern û gerok de ev sîh sal in ku ez bi gelek nivîskar, şanoger û bi kesayetên bi şanoyê re têkildar re dipeyîvim. Di derbarê wê koma şanoyê de min du nivîs di rojnameyan de weşandin, lê ji 1991an heya aniha Koma Şano ya Jiyana Nû di serî de, hemû komên şano yên din jî di gotar û hevpeyvînên xwe de qet behsa Koma Demhat nakin. Heta pir bi zanebûn şanoya modern a Bakur ji xwe dest pê dikin.
Ma qey mirov ne yekemîn be ne girîng e? Di çi warî de dibe bila bibe, dibe ku ew sînema, şano, roman, çîrok an tiştekî din be, ev hewildana yekemînbûnê xisarê dide hunera kurdan û baweriya mirov ji tiştinan, ji kesinan dişikê. Helbet, mesele ne yekemînbûn e, aşkerekirina rastiyeke dîrokî ye, qedirdana keda wan kesan e…
Mirov dikare romanûsek be lê ne yê yekemîn be, an wênesazek, şanogerek, sînemagerek an tiştekî din be lê baş be. Başbûn, hewldana başbûnê bes e, lê li gor hinekan ev ne bes e. Ez ê jî bi eks tim heya ku li vê jiyanê bim di derbarê Koma Demhat de ku şanoyeke modern û bi qasî ez dizanim yekemîn şanoya îlegal e bipeyîvim û binivîsînim. Mirov li ser komeke ewqasî girîng raneweste, girîngî nediyê nabe, ji me û dîroka me ya hunerê kêm dike.
Ji loma min ev nivîsa xwe wiha bi zimanekî hêsan, ji teorî û peyîtandina zanyarî, ramanî şûşt. Bi hêvî me ku ew kesên di derbarê şano, bêtir jî dîroka şanoya kurdî de dinivîsin li vê nivîsê rast bên û bibînin-fêrbibin ku ji sala 1988an heya1991ê Koma Demhat a şanoyê bi derhêneriya Mamoste Cemîl û bi organîzekariya giştî ya min li gelek taxên Stenbolê, du lîstikên cuda, li 57 malên cuda hat lîstin. Her du tekstên lîstikê ku me hemû endamên komê bi hev re dinivîsand hîn di arşîva min de hene. Mixabin arşîva min vê gavê ne li ber destê min e. Ger hewce bike ez dikarim wan jî di demek nêz de biweşînim.
Wekî din me lîstikek tenê xist vîdeoyê û ew jî li ba Mamoste Cemîl tê parastin. Navê lîstika yekem “Axa Sor” û ya duyem jî “Dîlana Şer” bû. Lîstikvanên şanoyê pirtir kedkar bûn, pir hindik ji wan mamoste an xwendevan bûn. Yên navê wan û karê wan di bîra min de mane ev in: Osman Tabar mîdyefiroş bû; Nejla Tanrıkulu xwendevan bû; Evîn Bîlge xwendevan bû; Nevzat Ozturk birincfiroş bû; Mele (Ramazan Çakır) mîdyefiroş bû; Nafiya Tabar bê kar bû; Elî Seyhan birincfiroş bû; Şukru Çakır mîdyefiroş bû; Mustafa Guneş xwendekar bû; Aynur Tabar bê kar bû. Ji ew kesên welatperwer ku seraqet alîkariya komê dikirin jî Ahmed Tabar birincfiroş bû; Xezal Seyhan û Caziya Tabar jî kevaniya mala xwe bûn.
Divê ez wiha raste tast bibêjim ku ez ne şanoger im û tu car jî min nêt nekiriye ku bibim şanoger lê ji ber şerd û mercên ku em weke netewe dijîn- jiyanê ez gelek caran mecbûr kirime yan jî bibêjim min xwe berpirsiyar hîs kiriye ji loma bi komê, Koma Demhat re xebitîme û roj hatiye min piştî salên 2000an gelek tekstên şanoyê nivîsandine û ji teref gelek kom û kesayetên cuda pir caran hatine lîstin. Ez nivîskar û wênesaz im lê tu car min xwe ji şano û şanogeran -ji bo neteweyekê giringiya wê zanim- dûr nexistiye. Roj hatiye min deqor çêkiriye, carinan kostum diyar kirine, carinan jî rexne li wan kirine ku baştir bikaribin bilîzin û şano bi pêş bikeve. Ez ne şanoger im lê dikarim bêjim siya şanoya kurd im û tu nêta min tune ye ez sengerê kesî dagir bikim.
Weke ku kurd dibêjin ew roj herin û venegerin. Di salên 1989 û 1991an de ji ber xezeba dijmin du kurd bi hêsanî nikaribûn bihatana ba hev. Koma me ya şano ku bi lîstikvan û hevkarên xwe ku hemû nêzî bîst kesan bûn bi helwestek û organîzeyeke pir cidî diciviyan. Me civînên xwe, provayên xwe yan li malên welatperweran an jî li kargehên kedkaran pêk dianîn.
Piştî xebatên jidil gava derhêner biryar bida ku şano amadeyî lîstinê ye min û Ahmed Tabar, me berî her tiştî mala ku wê şano lê bê lîstin dipeyîtand û biryar radigihand derhêner. Derhêner jî biryar radigihand hemû lîstikvanan.
Lîstikvan bi dizî didu didu diçûn navnîşana ku wê biçinê ji bo ku bal nekişîne. Xwediyê malê jixwe berî lîstikê salona xwe vala dikir û amadehiyên xwe yên din dikir. Gava hemû qadro digihan mala mazûvan min li gor konsepta lîstikê deqor amade dikir. Lîstikvanan li odeyeke malê kostumên xwe li xwe dikirin û dihatin maqyajkirin. Ez berî wan derdiketim sahneyê û min nivîsek kurt a di derbarê lîstik, kom û pêvajoyê de dixwend. Piştî min îja lîstikvan li gor herikîna lîstikê derdiketin sahneyê, wan rolên xwe dilîst.
Her mala ku em diçûnê, xwediyê malê ba dost û hevalên xwe dikir. Carinan nêzî sed kesî, carinan zêdetir li hev digihan hev. Salon leqaleqa tije dibûn. Bi kelecaneke nayê gotin li lîstikê temaşe dikirin. Piştî lîstik diqediya em, yanî hemû lîstikvan û berpirsiyarên şano di nava gel de rûdiniştin û qederê saetekê carinan du saetan behsa lîstikê dihat kirin û carinan jî pêvajo dihat nirxandin. Em pir bi hemet tevdigeriyan. Me ji hemû lîstikvanan re digot: “Ger roj bê û dijmin bigire ser mala ku em lê dilîzin divê her kes bibêje em li hev civiyane ji bo meseleya revandina keçekê.” Bi qestîkan dibûn keç û xortên ku hevdu revandine. Em jî qaşo hatibûn ku dawê safî bikin. Carinan jî me tiştekî din dikir sedema li hevdu civînê. Piştî sohbet diqediya îja cardin lîstikvan didu didu ji malê derdiketin û berê xwe didan malên xwe. Herî dawiyê yanî piştî şanoger belav dibûn îja berpirsiyar derdiketin diçûn. Em pir bi baldarî tevdigeriyan. Ya duyem ji bo me mekanizmayeke rexne û rexnedayînê pîvana herî girîng bû. Dibêjim qey ji loma di nava ewqas zeman de em, yanî endamên Komê nehatin girtin û tim mecbur bûn ku em îlegal tevbigerin. Ger pirsgirêkek di nava kesên komê de çêbibûya jî bi saya mekanîzmaya rexne û rexnedayînê demildest çareser dibû. Her endamek komê hem lîstikvan, hem peywirdar, hem rayedar bû.
Lîstikên me li gelek malên li taxên cuda, di nava sê salan de 57 caran hatin lîstin. Malên ku me lê lîstine helbet giş nayên bîra min lê bo mînak; me li mala parêzer Ahmed Zekî Okçuoğlu, carekê jî li mala şaredara demekê ya Dêrikê Eyşe Karadağ ku wê demê ne şaredar bû, lîst û carekê jî li mala Ûsivê Qurdîsî lîst û gelek malên din ên kurdan.
Navenda Çanda Mezopotamya sala 1991ê hat damezirandin. Min û Mamoste Cemîl jî di damezrandina wê de cih girtin. Ez bûm berpirsiyarê beşa wêne, mamoste Cemîl jî bû berpirsiyarê beşa şano û me herduyan di rêveberiyê de jî cih digirt. Mamoste Cemîl xebatên xwe yên şano transî NÇM kirin û êdî Koma Jiyana Nû hat avakirin.
Koma şano ya Jiyana Nû bi derhêneriya M. Cemîl bi lîstikên nû derketin pêşberî temaşevanên xwe. Piştî wê çend şanogerên Koma Demhat çûn çiyê. Nafiya Tabar û Aynûr Tabar. Aynûr Tabar şehît ket û Nafiya hîn dixebite. Nevzat Çîftçî ji ber xebatên xwe yên siyasî hat girtin û ez ne xelet bim nêzî sih salî di zindanê de ma. Şanogerên din hîn dijîn. Hêvî dikim ev nivîs ji terefê şanoger û nivîskarên li ser dîroka şanoya kurdên Bakur dixebitin bibe arşîvek û cardin neyê paşguh kirin.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.