Modela Neteweperweriya Muhammed Emîn Zekî Beg û Projeya Civakî li Kurdistanê
Ji Soranî: Mustafa Gökkan
Mebesta serekî ya vê nivîsê ji van du pirsan pêk tê: Pirsa serekî ya Mihemed Emîn Zekî di jiyana siyasî û civakî de çi bû? Tebîr, boçûn û reftarên wî li beramber wê pirsê çawa bûn?
M. Emîn Zekî Beg (1880-1948) weku çalakvanekî siyasî û bi taybetî jî kesayetekî payeberz î kariger, bi şêwazeke rasterast û nerasterast bandorek gelek kûr hebûye li ser hişyariya siyasî, civakî û ferhengî ya kurdan û diyar e aniha jî keyan û samanekî siyasî ya taybet heye. Lê, [li dor mîrata wî] zêdetir ji her demê pêwistiya me bi fikar û bernameyan taybet hene. Helbet xwendina ray û ramanên kesayetekî navdar weku M. Emîn Zekî Beg gelek dijwar e. Bi taybetî jî heke agahdariya me dor serdem, kêşûhewa civakî ya wê demê ne dewlemend be. Ji ber vê egerê beriya her tiştî pêwist dibînim awirek kurt dabigerînim dor serdema jiyana Emîn Zekî Beg û di vê çarçoveyê de ray û ramanên wî bixwînim.
Kolonyalîzm: Di destpêka sedsala bistem de tena nêzikî pêncî welatên serbixwe li seranserî cîhanê hebûn. Bêşeke mezin a welatên Afrîqa, Asya, Awîstralya û Amerîkiya Latîn di jêr desthilata welatên emperyalist yên ewropî de bûn û xwedan serxwebûna siyasî nebûn. Di wan salan de diyardeya kolonyalîzmê gêşe standibû û bûbû şêwaza serekî ya sistema cihanî û pêwendiyên navneteweyî. Îstismara navdar du derencamên paradoksal anî holê: ji aliyekê ve heqaret, malwêranî û ji navçûna aborî ya koloniyan tê dîtin, di heman demê de evîna yekgirtin û hesta neteweyî di nav çînên cûracûr yên civakên bindest de gêşe distînin. Di dawiya heman sedsalê de piraniya wan welatan an bi şerê çekdarî, an bi plana welatên serfiraz ên şerên yekem û duyemîn ên cihanî, yan jî bi encama têkoşîna rêberên neteweyî ku bi şêwaza danûstandin û proseya peymanan cehd dabûn, serxwebûna xwe bi dest xistin û bûn dewlet-netewe. Di encama wê çendê pekhateyên sinorên cîhanê, guherînek cidî û berbelav bi ser da hat bi cûreyek ku dirêjahî nezikî bist salan zêdetir ji sed welatên nûh derketin holê û bûn endamên neteweyên yekgirtî (Breuilly, 1982: 271). Kurdistan di wan salan de di jêrdesthilata împaratoriyên osmanî û îranî de bû ku herdu jî tûşî qeyraneka giran û dijwar hatibûn. Ji aliyekê ve Împaratoriya Osmanî bi peresandina xebata neteweyên Balqan ve rûbirû mabû û dûçarî şikestinê hatibû. Ber bi dawiya Yekem Şerê Cihanê, bêşeka din ji wan welatên di jêrdesthilata Osmanî de ku piraniya wan ereb an firênetewe û pir-ferhengî bûn, bi dorê ketin. Yek ji wan Iraq bû ku “serxwebûn’’a xwe bi dest xist. Di heman demê de ji bo telafîkirina wê şikestê, bêşeka mezin ji nivîsar û rewşenbîrên osmanî xwe dispêrin tûndrewiya nasyonalîzmê. Ji bo jinûva-zindîkirina şan û şikûha ji destçûyî ya Împaratoriya Osmanî û pêşketina welêt hewl didin. Ji bo vê mebestê guherînên dab û nerît, rêwacdana bi ferheng û navend û saziyên rojavayî bi şêwazeka berbelav destpêkir.
Ji aliyekê din ve jî, Îran bi kêşeyên cûracûr yên navxweyî û derekî re yekcar ji hêz ketibû. Beşeka mezin a xak û samana neteweyî ji aliyê welatên ewropî ve hatibûn dagirkirin. Di heman demê de li nav piraniya xwendevan û rewşenbîran de rih û evîna neteweyî û dînî, herwiha ramanên rojavayî, pêşketin û nûxwazî di xala hilkêşan û geşkirinê de bûn. Ji ber vê çendê hakimên Qeçerî yên Îranê nîgeran bûn û dorhêla şah tûşî qeyranekê hatibû.
Tevî vê çendê ku me amaje pê kir, nabe ev niqteya ha jî bê jibîrkirin ku di wê serdemê de, çendîn tevlîheviyên berbiçav ên mezin ên siyasî, rewşenbîrî û leşkerî ji aliyê rêberên siyasî, dînî û eşîrî ve dihatin birêvebirin ku bandor û giringiyeke yekcar mezin heye di dîroka siyasî ya gelê kurd de. Bo nimûne, dikarin amaje bi şoreşa Şêx Ubeydûlahê Nehrî, Şêx Mehmud, Simko… bikin ku rih û daxwazên neteweyî bi ziqî di wan de berçav diket. Mebesta serekî ya hemiyan damezrandina dewleta serbixwe ya kurdî û rizgariya ji desthilata tirk û eceman bû. Di encama wan şoreşan de bihêzî û bercestebûna nasnameya kurdî, bi wateyeke din kurdayetî cihê nasnameya dînî, eşîrî û herêmî digirt. Di heman demê de kurd çemkên ‘’em’’ û ‘’wan’’ bikar tînin û li ser esasa wê cihêwaziyê bi gelên din re pêwendiyan datînin û li ser wê prensibê tevdigerin.
Diyare ev welatên ku hê nûh serxwebûna xwe bi dest xistine bi awayekî giştî bi du giriftên civakî re rûbirû mabûn: istîbdad û gendelî ku piraniya wan welatan aniha jî di jêrfişara van giriftan de ne û naşên çareseriyeke guncav ji bo wê yekê peyda bikin. Egerên jor kirin ku beşeka mezin ên wan welatan her paşketî bimînin û nikaribin berev geşesandin û demokrasî hingavên cidî hilgirin û kêşeyên siyasî bi rêça diyalog û aştî ve çareser bikin an bi şêweyek yeksan, dahat û sermiyana aborî bi ser gel û navçeyan ve dabeş bikin. Encama berdewamkirina wan xeletiyan dibin egerên ziyadbûna kêşeyên siyasî, leşkerî, radeya tûndûtûjî û guherîna yek li du yekê ya hikûmetan û ew proseyên jor yên yekcar aloz bi rêca peyman an jî şoreşan ve tên girêdan.
Şoreja Meşrûtiyeta li Îranê: di serdema şahên qeçerî de Îran çendin guherînên binyadî bi xwe ve dîtibû. Hikûmeta şah û bi giştî îstibdad tûşî qeyranekê hatibû. Hişyariya neteweyî li nav gelên Îranê bi destê rewşenbîran ber proseya geşesandinê bû. Çemk û têgehên nû û teze derdiketin (Tabtabaî, 1981: 13 ). Di encama belavbûn û şikestên li du hev ên artêşa Îranê di şerên ligel Ûrisyayê, fermandarên Îranê fêmkirin ku cîhan guherîn bi ser de hatiye û Îran hêj jî di guhê gê de radizê. Ebas Mîrza amaje bi paşverûtiya Îranê û pêşketina rojavayê dike. Ji lewma çend kitêbên weku Dîroka Petroyê Mezin, Şîkodarî û Hilweşîna İmparatorya Rûm wergerandine ser zimanê farisî. Li Tebrîzê proseya çaksazî û guherînê destpê dike û rê li ber pêşveçûna şaristaniyat û damezrandina damûdezgehên rojavayî xweş dike. Ji bo vê mebestê beriya her tiştî çaksazî ji hêza leşkerî ve dest pê dike. Paşê jî qada pîşesazî wê dişopîne li Tebrîzê û li çend bajarên dîtir febrîqa tên avakirin. Ji bilî vê çendê gelek hewl hatine dayîn ku ji bo xwendin bişên xwendekaran bişînin welatên Ewropayê (Behnam, 1975: 23).
Rewşenbîrên demê bi qasî şiyanên xwe sûd ji vê kêşûhewayê werdigrin û hewl didin ji bo arastekirina ramanên cuda û nûh ji civakê re. Sefernamenivîsîn pêş dikeve û gelek ji wan kesên ku serdana Ewropayê kirine, bîr û baweriyên xwe wek kitêb dane çapkirin. Bireka dîtir yên rewşenbîran rehendên cûracûr ên fikrên civakî, siyasî, felsefî girîng dibînin û bi farisî belav dikin û ji wê pacê ve cehd bo guhertina civaka xwe didin. Gelek kitêbên derbarê azadî, pêşketin, dadwerî… tên nivîsandin. Bi aşkere rexne li şah û desthilatê digrin û jê doza pejirandina serweriya zagonê û bi şêwazek fermî selmandina tebiyeta zagonî dikin. Hejayî gotinê ye ku şah bixwe jî wan rexneyan pesend dike û bang li reformîstan dike ji bo binyaddanîna hikûmeteke berpirsiyar da ku dest bi kar bin. Di wê serdemê de tofana nivîsîn, wergêran û çapkirina kitêban, tevahiya Îranê dagir dike. Bi pê re melayên ji ekolên cûracûr û rêberên dînî dikevin devê topê, bîr û baweriyên xwe yên beramber ew fikrên nûh û herwiha kêşeyên civakî derdibirin û belav dikin (Tabtabayî, 1981: 294).
Beşeka mezin ji wan rewşenbîran di zankoyan de ders didin û bo yekem car bi şêweya zanîstî gotar, kitêb û risale amade dikin ji bo xwendinê. Ew kitêb û nivîsarên han di parlamentoya yekem de dibin serkaniya sîstema nûh a zagonî. Bi vî rengî zemîneya şoreşa meşrûtiyetê tê amadekirin û bi piştevaniya tevahiya çîn û aliyên civakê, serkeftin bi dest tîne û di sala 1906ê de Mizafereddin Şah fermana meşrûtiyetê derdixe. Di wê heyamê de herwiha hewl tê dayîn bo damezrandina hikûmeta zagonî û sînordarkirina desthilatê. Paşê, nêzî du mehan şûnva jî parlemento dikeve kar.
Hizra neteweperweriyê: Ramana [ya rast wek konsept] neteweperweriyê yek ji wan fikrên modern e ku karîgeriyeka dêrin li ser dîroka cîhanê hebûye. Ew fikra li Ewropayê di destpêka sedsala nozdehem de serî hildide û dibe gotara zal a wê serdemê. Di derbarê ‘’milet’’ an ji ‘’netewe’’ de gelek pênase li berdest me hene. Li gor gelek kesan milet ji grûbekê pêk tê, ku bi ferheng (çand), maf û berjewendiyên hevbeş bi hev re girêdayî ne (Breuilly: 322). Her çiqas take pênaseyek bo neteweperweriyê berçav nekeve jî, gelek caran weku xwoşewîstî û hogirî bo milet û şonasa milî an jî weku evîna neteweyî tête pênase kirin. Anthony Giddens li ser wê yekê bawer e ku ne tena beşeka mezin ji bizavên civakî yên hevçerx, hereketên neteweperwer bûn, lê, di destpêka qirna bist û yekem de jî, her zindî ye û taybetî di proseye geşesandinê de ye (Giddens, 1981: 639).
Ji aliyê dîrokî ve neteweperwerî çar rehendên wê cuda hene. Yek, neteweperiya li dijî istîsmarê ye. Ev cûre netewperwerî xebata li dijî istîsmarê û ji bo azadkirina welêt dihewîne. Du, neteweperweriya bo pêşketina neteweyî û pênasekirina nasnameya neteweyî ye. Ew neteweperweriya li welatên paşketî bi kar hatiye ku mimkin e kolonî bûbin an jî welatek ku hêj nûh serxwebûna xwe bi dest xistibe, lê, xwedana rabirdûyeka dewlemend bin. Di babetên wek pêşketina neteweyî, hevkariya giştî, cehda milî, pênasekirina nasnameya neteweyî û bihêzkirina jêrxaneya aborî de ji vê cûre-netewperweriyê mîfa tê wergirtin. Sê, netewperweriya li dijî sermayedariya neteweyî û navneteweyî ku di serdema Şerê Sar de û li ser rewaca komûnizmê di nav rewşenbîrên cihana sêyem de geşesandiye. Ev neteweperwerî ji bo xebata li dijî sermayedariya neteweyî û navneteweyî bi kar hatiye. Çar, netewperweriya li dijî globalîzmê ku di van salên dawî de çemka globalîzmê ketiye rewacê, ji aliyê ferhengî û aborî ve ew netewperweriya li dijî peresandina globalîzmê kar dike (Royce, Lester-Edwin G, 1983: 6-10).
Herwiha hizirvan behsa çend cûre netewperweriyan dikin. Bo nimûne, dabeşkirina netewperweriyê bi ser du cûreyan, a medenî û ya qewmî yek ji wan teqsîmbendan e. Netewperiya qewmî li ser dab û nerîta ferhengî, ziman, dîn, şêwe-jiyana hevbeş ceht dide. Lê, neteweperweriya medenî li ser taybetmendiya zagonî-eqlanî ya welat û vesazkirina hevsengî takekesan di nava civakê de têdikoşe (Smith, Philip û West, Brad, 1983: 692).
Li aliyekê din, neteweperwerî bi ser du cûreyan ve tê polînbendîkirin, wek ‘’neteweperweriya çaksaziyane’’ û ‘’netewperweriya cûdabûnxwaz’’. Di neteweperweriya çaksaziyane de kêşe li ser sînora neteweyî nîne û taybetî jî rêz lê tê girtin, lê, tena bi pênav guherîn û çakkirina hikûmet û şêwaza rêvebirina civakê bi şêwaza hingav bi hingav xebat tê kirin. Lêbelê di neteweperweriya cûdabûnxwaz de çarçove û sînora neteweyî bi awayek fermî nayê nasîn, ji bo şikandin û guherîna sînoran û li dijî ‘’nasnameya serdest a neteweyî’’ xebat tê kirin, belam di heman demê de hewl tê dayîn bo binyatdan û damezrandina welêt, darêjtina pênaseya neteweyî û herwiha dewleta serbixwe (Breuilly, 1982: 598-600). Pêwist e bê gotin ku ji vê neteweperweriyê tenê bo bidesxistina serbixwebûnê sûd nayê wergirtin, bereks, beşeka mezin ji rêberên welatên cîhanê bo geşesandin û pêşketina neteweyî sûdê jê werdigrin.
Pêşvebirina Zanîst: Yek ji binemaya serekî ya pêşketina rojava gêşedana zanîst e. Zanistên civakî di dawî ya sedsala nozdem de serî hildidin û dibin arîkar bo rojava di lêkirina desthilateke zêdetir li ser civak, awayê rêveberî û çareserkirina kêşeyên civakî de. Yek ji wan zanîstên behredar jî civaknasî bû.
August Comte (1798-1857), Karl Marx (1818-1883), Emile Durkheim (1858-1917), Max Weber (1874-1920) ew kes in ku binyada zanistên civakî danîne. Ramana pêşketin û çareserkirina ew girîftên ku ji ber bandora şoreşa pîşesazî dirust bibûn, sedema serekî ya derêketina wê disiplîne bûn. Tevî vê çendê, bi şêweyek cidî ji bo danîna metodolojiya taybet bo civaknasiyê hewl dane. Comte, weku bavê civaknasî û pozîtîvîzmê li ser wê yekê bawer bû ku di navbera metodên zanîsta civakî û zanîstên xwezayî de cihêwaziyek yekcar mezin berçav nediket. Ji bo zanistîkirina civaknasiyê dikaribûn û mimkin bû metodên xas bo lêkolînên civakî mîfa bihata wergirtin. Bi raya Comte, lêkoler nabe bi hîç şiklî nirxên civakî, têkelî lêkolînên xwe bikin û nabe xwe ji bêterefî alî bikin. Lêbelê, berovajî wê yekê, bi ya Max Weber di navbera wan zanistên civakî û xwezayî de cûdahiyek yekcar mezin heye, yanê di metod û metodsaziyên xwe de divê ji hev cûda bin. Diyardeyên civakî taybetmediyên xwe hene ku wan ji zanistên xwezayî cûda dikin. Herwiha berovajî Comte, sanahî nebû û nabe da ku bête gotin ku nerîtên civakî vala bûn. Bi taybetî ji dema hilbîjartina babeteke lêkolînê, nîrxên han tevahî têkelî prosesa lêkolînê dibin û yekcar xwedî roleka girîng in. Lê, di dema tecribekirina babetekê de berhevkirina zanyarî û helsengandina gerîmanan (hipotez) de divêt ji bîra nekin ku nerîtên civakî gelekî giring in (Sûruş, 1974: 219).
Emîn Zekî Beg û Endazyariya Netewperweriya Kurdî
Her weku li jor jî hat qalkirin, piştî Yekem Şerê Cihana li seranserî cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn, ji aliyekê ve bîr û rihê netewexwazî berba dibûn û ji aliyekê din ve jî dehan qewareyên siyasî weku dewlet-netewe û welatên nûh derdiketin ku her yek ji wan xwe xwedan dîrok, ferhenga cuda, zimanê taybet û cografyayek serbixwe dizanî. Di vê atmosferê de li derdora Kurdistanê, ew rêwitiya zêdetir ji asteke wêdetir nehate dîtin, taybetî jî çend hewlên pir cidî hebûn lê mixabin cehdên ku ji aliyê kurdan ve hatine dayin bi armanca serbixwebûnê bi serneketin. Emîn Zekî Beg, agahdarî dîroka kurdan bûye û ji nêz ve şahidiya guherînên li cîhanê û heremê kiriye. Herwiha ji nêz ve şahid bûye ku ew welatên nûh pêgihîştîn, hîç yek ji wan hilgire dîrok, ferheng û kesayetiya kurd nînbûn û cudatiyên mezin ligel kurdan hebû. Li wir, pirsa serekî ya Emîn Zekî Beg serî hildide û çemka “em’’ û ‘’ew[an]’’ dirust dibe.
‘’Em kî ne?’’, ew girîngtirin pirsiyar e ku hişê Emîn Zekî Beg bi xwe re mijûl kiriye, bi cureyek ku tevahiya jiyana xwe ya zanîstî û siyasî terxan dike ji bo bersivandina vê pirsiyarê.
‘’Piştî ku şûna tebîrek giştî osmanî, têgihên wek ‘’turk’’ û ‘’turanî’’ li Tirkiyê berbelav bûn, bi awayekî xwezayî, weku hemî efradên neteweyên dîtir, min jî di nav vê civakê de, bêhtir hest bi xîreta xwe kir û girûra qewmî ez mecbur kirim da ku di demek guncav de vê hesta xwe îzhar bikim [belam] derheq bi esl û tarixê qewma xwe de ti tiştekî nedizanî. Çimkî heta wê demê ne li dibistanê me fêrî fikrek wiha kiribûn ne jî piştî hingê pêwistiyek wiha hatibû pêşber. Heta astek baş têgeha Cemiyetî Osmanlî esabiyeta qewmî ya me hemûçkan xistibû xewê. Gelek caran min jî ev pirs ji xwe dikir: qewmê kurd ji ku ye û çi hatibû serê wê?’’ (Emin Zekî Beg, Bergî Yekem, 135).
Di hevokên Emîn Zekî Beg de çend çemkên nûh berçav dikevin û amaje bi wan guherînan dikin ku piştî dawî lê anîna diyardeya kolonyalîzm û Yekem Şerê Cîhanê dinya dagirtîbûn. Di vê peragrafê de çendin xalên balkêş hene. Yek, dibêje te’bîra giştî ‘osmanî’ ji nav diçe, di dewsa wê de têgehên wek ‘turk’ û ‘turanî’ rewaç peyda dikin. Bi vî rengî behsa guherînek mayinde dike ku bi ser Împaratoriya Osmanî ve hatibû û tevî vê yekê ew nasnameya ku bi pê re hatibû afirandin. Du, xîret û girûra qewmî berpa bûne, çimkî pê cudatiya xwe ya ligel tirkan derdibire. Li wir, çemka “em’’ û “ew(an)’’ li ba Emîn Zekî Beg dirust dibin. Beriya wê guherînê û beriya dirustbûna van çemkan, kesî zêde li ser dîroka kurdan kar nekiribû û pir kêm kesan pêwist dîtine di vî warî de dest bi kar bikin.
Sedema sereke pêşneketina nasnameya kurdî ji ber nasnameya giştî ya osmanî bû; nasnameya osmanî qewîtir û bihêztir bû ji nasnameya qewmî. Lêbelê piştî têkşikandin û hilweşandina Împaratoriya Osmanî û di encama wê de ji navçûna nasnameya wê, li wir êdî behsa bedîhînan û serhildana neteweperweriya kurdî û çawaniya endazekirina wê netewperweriyê û ew pirsiyara han tête pêşber: “qewmî kurd le çi neteweyeke û çi be ser hatûwa?’’
Emîn Zekî Beg ji bo bersivandina vê pirsiyarê hevdem ji du aliyan ve dest bi kar dike. Yek, darêjtina nasnameya kurdî. Ji aliyekê ve hewl dide binemayek dabirêje ji bo pênasekirina nasnameya kurdî. Nabe ew xal bê jibîrkirin ku pênasekirin û gelemperîkirina nasnameyê pêwistiyeke serekî ye di projeya ‘’netewesazî’’yê de. Emîn Zekî Beg wê zarûretê dizanibû û bi şêwazek zanîstane zemîne bo darêjtina nasnameya kurdî lêkir. Helbet rola nasnameya neteweyên din weku handêrek, divêt li ber çavan bê girtin ku han dane da ku hewlên xwe terxan bikin ji bo pênasekirin û berhemanîna binemayek bo nasnameya kurdî ku hislet û tovek taybet bi xwe re heye.
Pirsiyara ‘’qewme Kurd le çi neteweyeke’’, heman pirsiyare ku di dema darêjtina ‘’nasname’’yê de serî hiltîne. Nasname, pêk tê ji birek bersivan ku bo pirsiyara “ez kî me?’’ de tê pêşber. Ew taybetmendiyên han in ku ji bersiva wê pirsiyarê amaje pê dikin. Ji layek ve ew tebîrana cihêwaziyên me ligel ‘’ewên din’’ raber dike û ji aliyek din ve jî “şibhetên me’’ destnîşan dikin.
Emîn Zekî Beg ji bo darêjtina bingeheke payidar bo nasnameya kurdî gelek cehd li ser “dîrok’’ê daye û bi nivîsîna kitêbên dîrokî, di minaka Hûlasayekî Tarîxî Kurd û Kurdistan û Navdaranî Kurd, raberkirina dewlemendî zimanê kurdî di çend gotaran de û herwiha nivîsîna bi zimanê kurdî, amaje bi wê tova sereke û ew rabîrdûya hevbeş dike ku ‘’me’’ wek kurdan bi hev ve girêdide, di heman demê de cihêwaziyên me ligel “ewên din’’ destnîşan dike. Bi vî rengî em dizanin ji kû hatine, bi ser me de çi hatiye, herwiha bixwe agahdarî ji dîrok, navdarên kurd û zimanê kurdî, êdî xwe bi kêmtir nizanin ji gelên dîtir, çi çaxa ku wiha bû dikarin girûra xwe ya qewmî bihêz “îzhar’’ bikin.
Bi raya min Emîn Zekî Beg, bi awayekî gelek hişyarane ji bo gihaştina armanca xwe ku pênasekirina nasnameya kurdî, zimanê kurdî ji bo nivîsîna dîrok û bêşek dîtir yên kitêb û gotarên xwe de bikar tîne. Taybetî jî rexne li Şerefxan digre û dipirse çima kitêbek bi kurdî nenivîsandiye: ‘’Mela İdrîsî Bedlîsî, kitêba xwe ya Heşt Behîşt bi farsî bo siltanê osmanî Bayezid nivîsî, zererî nebû, çimkî tarîxî osmanî bû. Lêbelê bi eqîdeya min Şerefxan Bidlîsî nedibû Şerefname ku tarîxî kurd e bi farsî binivîsanda’’(Heman, r. 4).
Li dibistanan ji bo ku xwendin bi zimanê kurdî be ceht daye û ji vê jî wisa dibêje: “Lazim e ku hemû dersên dîtir bi kurdî bên xwendin û ehemiyeteke bilind bi zimanê xwe bidin û cehd bo rêkxistinî usûl û qanûnên hêsan û berdewam bikin da ku bibe zimanekî bi rêkûpêk û zimanekî tedris û tedwîn, ligel vê çendê ew armanca esasî jî nabe bibe manî bo fêrbûna hinek zimanên dîtir ku berdewam fêdedar in û em sûd ji wan werdigrin’’ (Sercem Berhemî Emîn Zekî Beg, Bergî Yek: 2005, 17).
Emîn Zekî Beg haya wî ji girîngî û rola zimên a di berhemanîna nasnameyê de heye, lêbelê, bi boçûna wî, rola zimên tena ji vê şûngeh û bi vê riwangeyê ve sînordar nîne. Ew weku amraza ragihandinê seyrî zimên dike û di nivîsîna dîroka kurd û Kurdistanê de wê bawerî dewam kiriye, ‘’usûl û qanûnên sivik’’ û hêsan bikaraniye û bi rengek nivîsiye ku gel têbihijê. Herwiha Emîn Zekî Beg, mîfadarî û rolek di nûjenkirina zimanî de jî heye û ji lewre “tedrîs’’ û “tedwîna zanîstî’’ ya serdemê pêşniyaz dike. Di heman demê de ‘’hewldana bo rêkxistina’’ zimanî nabe bibe sedema dijberiya zimanên din ku em dikarin jê sûdê bigrin.
Emîn Zekî Beg, zaniye, heke tena ji riwangeya netewperweriyê ve seyrî zimên bikin, wê demê dê tevahiya hewl neyê terxankirin bo parastina zimanî û peydakirina peyvên kevn û rêsen ên kurdî û tenê dibe amrazek bo [dûpatkirina] cihêwazî ji zimanên dîtir û di encamê de pêşi nikare bê girtin li ber peyvên ne resen û taybetî jî dahênana peyvên nûh. Lê belê, ziman fonksiyonên dîtir hene ku yek ji wan ‘’pêwendîgirtin’’ e. Heke angorî vê fonksiyonê, bername bo zimên dabirêjin, beriya hemî tiştî, şiyana zimanî ya bo pêwendîgirtin, cihêka girîngî dadigire û pêwendî bi gelên cihan û ên navdewletî de pirtir [dewlendtir] dibin. Ew taybetmendiyên zimanî divê zêdetir li berçav bên girtin. Dikarin bêjin Emîn Zekî Beg, angorî netewperweriya medenî û çakxwazane doza arîkarî ya rewşenbîran û xwendekaran weku du çînên modern dike ku dikarin şiyan û fonksiyona zimanî bo ‘’pêwendîgirtin’’, berhemanîn û veguhaztina zanîst û ezmûna gelên dîtir, dewlemend û berceste bikin.
Niqteyek ku li vir balê dikêşe ser xwe metoda dîroknasiya Emîn Zekî Beg e ku ji riwangeya han î me jor berbehs bû di derbare zanîst û binemayên nasnameyê de ne. Heçî bi giştî metoda dîroknasî sûdek serekî heye, lê di heman demê de radeya rastî û hişyariya Emîn Zekî Beg jî destnîşan dike. Bi zelalî, bêyî ku xwe bispêre ti derê, girûra qewmî û xîreta kurdewariyê ew teşwîq dikir bo nivîsîna dîroka Kurd û Kurdistan û peydabûna pirsgirêka endazyariya netewperweriya kurdî.
Heçî di dema nivîsînê de ‘’girûra qewmî û xîretê’’ ji bîr dike û rê nade berhevkirina diyarde û dokûmentan [fîktîf] di nivîsîna dîroka Kurdistanê de û bi dû hest û xeyalan nekeve, li vir êdî, nivîsîna dîrok bi şêwazek rast û dirûst û zanîstî li ba wî girîng e û bi heçî [biha û] qiymetek kurdayetî nake. Di vî warî de dibêje: “Nivîsîna mêjûy kurd bi şêweyekî rast û dirûst, erkê lawên îro roj û siberoj e, di vî warî de zor tîkayan li wan dikim ku weku hinek dîroknasên kurd ên doh û îroj, di dîroknivîsînê de pabendî hest û xiyalan nebin. Xwe bi hîç xeletiyan ve nebestin û bûyerên dîrokî neguherin bo wan behsên ku nehatina nivîsîn… Heke wiha nekin, rencên wan bi wala diçe, nivîsên wan çû qiymetekê ilmî nabe…’’ (Emîn Zekî Beg, heman, r.6).
Emîn Zekî Beg du qonaxan ji bo lêkolînan li berçav digre; qonaxa hilbijardina babetan, ku lêkoler dikare angorî hîs û xeyal an jî bihayên civakî û takekesane, bo lêkolîna xwe hilbîjêre. Qonaxa dûyemîn a lêkolînê, qonaxa berhevkirina dokûment, ravekirin û lêkdana ew diyardeyan e ku berhev kiribû. Beşek ji civaknas û dîroknasan, bo nimûne Max Weber, ji bo lêkolînan merhaleyên bi vî rengî taqîb kirine.
Di vî warî de ev cihê balkêşiyê ye ku Emîn Zekî Beg xwedî boçûneke rexnegirane bû di warê deqên dîrokî, amar û diyardeyên ber destê wî de. Pişta xwe naspêre bi wan amarên ku ji aliyê dezgehên fermî ve hatine belavkirin û baş dizanibû ku ji ber armancên siyasî ji ber xwe ve midaxele kiribin. Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir, berhevkirina malzemeyên nerast pêwist nedîtiye û di heman demê de amaje bi wan pirsgirêkan dike ku aniha bêşeka mezin a welatên cihana sêyem jê dinalin. Ji aliyekê ve ji ber armanc û berjewendiyên siyasî, dokumantên bi şêwazeka zanîstî, dirust û piralî û angorî diyardeyên cûracûr ên civakî berhev û belav dikin. Ji aliyekê din ve bi gendelî û lawaziya dezgehên fermî ve dokumantên dirust û pêbawer berhev nakin. Gava wiha be lêkolînerekî dirust ku prensibên zanistî li nik girîng in, naşêt pişt bispêre wan dokumantên han û bi şêweyeka rexnegîrane sûdê ji wan werbigire.
2-) Endazyariya Civakî: Emîn Zekî Beg, ji aliyekê din ve di nav hewldanan de bûye bo berhemanîn û endazekirina neteweperweriya kurdî. Lêbelê, ne ku wek nivîsar, hizirvan û hogirê zanîstê, bereks, weku nûnerê xelkê ya di qada xebat û çalakiya siyasî de vêca dest bi karî endazyariya civakî dike.
Popper, amaje bi du şêwe û du cûre endazyariyên civakî dike: endazyariya civakî ya hingav bi hingav yan jî rasyonel; endazyariya civakî ya ûtopîk.
Di endazyariya civakî ya hengav bi hingav, şêweya rasyonel û şênber guherîna di nav civatê de pêşbînî dike. Armanca serekî ya vê endazyariyê, kêmkirina derd û rencên gel e, bo gihaştina wê mebestê jî hingav bi hingav berev pêşveçûn esas e. Plan û bernameyên sade û sanahî dadirêjin û karek nakin da gel tûşî zirar û ziyanên mezin be. Bo nimûne, Popper amaje bi çaksaziya di warên perwerdehî û avadaniyê dike. Lê belê, di endazyariya ûtopîk da hewl tê dayin bo xebat û gihaştin bi armanceka mezin û gihaştina xewn û xeyalên nediyar (Popper, 1977: 357).
Helbet Emîn Zekî Beg beriya Popper jiyaye, heke şêweya kar û çalakiyên wî yên siyasî li berçav bigrin ji bo me diyar dibe ku sûd ji endazyariya civakî ya hingav bi hingav werdigire, bi taybetî di warên xebata bo pêşketina neteweyî û kêmkirina derd û rencên civakê. Beriya her tiştî cehdek bilind li ser çaksaziya di warên perwerdehî û avadanî, weku faqtereka herî girîng li ber çavan dikevin. Emîn Zekî Beg, behsa xewn û xeyalên mezin û nediyar nekiriye û îdiaya vê nekiriye ku bikare bi rêça siyasî ve bihiştek ji me re li ser zêwî dirust bike, taybetî jî çendîn car behsa xwe-parastina ji ‘’îfrat’’ û ‘’tefrît’’ê kiriye.
Dirustkirina dibistanan yek ji wan hingavan e ku Emîn Zekî bi şêweyeke rasyonel ji bo modernizasyona Kurdistanê pêwist dîtiye. Çawa amaja bi vê hingavê dike, binêrin:
‘’Weku hûn jî dizanin dema ku em bûn wekîlê we, di tevahiya Silêmanî de tena dibistanek hebû. Rewşa wê jî pir pir nalebar bû. Ji laya me tevahî diyar bû ku meseleya perwerdehiyê bo liwaya me, piştî ewlehî û asayîşê tişta herî girîng û pêwist e. Ji ber hindê ji layek ve cehd li ser dabinkirina kemasiyên dibistanan hate dayin û ji layek din ve jî hewl bo avakirina çend dibistanên dîtir hate dayin’’ (Sercemî Berhemî Emîn Zekî Beg, r.15).
Ew yekem hingav e ku daniye ber xwe, lê, hingava dawîn nîne û dibistan [jî helbet] tena der, berd, hişt û çîmento nîne û pêwistiyên dîtir hene. Pêwist e ji mamosteyên zana û pispor sûd bê wergirtin. Di vê peywendê de dibêje:
‘’Li ser hemû aliyan ferz e ku hewl bo gihandin an jî peydakirina mamosteyên baş bê dayin. Bi her hawî divê dermana temamkirina polên dibistanên amadehiyê were peydakirin. Çimkî pêşketina me bi wê dibistanê ve pêwendîdar e û weku aniha, bo dahatû [bê serûberbûna] perwerdehiya lîwaya me musîbetekê gelek mezin û zirarek pir giran digehîne me” (Heman, 17).
Emîn Zekî Beg, hingav bi hingav pêş ve diçe û bi vî karî weada bihuştê nade kesî, bereks, tenê dixwaze beşek ji derd û azarên civak û ‘’nuqsanî’’ mekteban bên kêmkirin. Cehda li ser peyvên weku ‘’zerer’’, ‘’musîbet’’, ‘’nuqsanî’’… cihê balkêşiyê ne ku heta radeyeke bilind nişanderî şêweya endazyariya civakî ya hingav bi hingav a Emîn Zekî Beg in. Lê, aya ‘’zerer’’ çibûn?
Ger xwendekar û ciwan nikarin biçin bo Ewropa û Emerîka, naşên bi zanîstên serdemê re aşîna bin. Mehrûmbûna xwendekarên ciwan ji xwendina bilind li Bexdayê. Emîn Zekî Beg, xwendina bilind û aşînatî ligel zanîsta serdem, karîger û gelek girîng dizanî li ser asta modernizasyon û pêşketina neteweyî, ji lewma bi zarek hesas amaje bi wê ‘’xisara gewre’’ dike ku nedibû xwendekarê/a kurd ji dibistanên xwemalî bêpar bimîne. Di serdema jiyana Emîn Zekî Beg de diyardeya şandina xwendekaran bo welatên Ewropa û Amerîkayê gelek berbelav bû û piraniya rêberên neteweyî ku hogirê çaksazî û welatên xwe bûn, ev dikirin.
Lêbelê, ji bo dirûstbûna dibistanan hingavên dîtir pêwist in, her ji ber hindê dawiya çareserkirina kêşeya mamosteyên kurd, behsa çareserkirina kem û kurtiyên din dike ku nebûna kitêbên bi zimanê kurdî yek ji wan bû. Ligel mamosteyan û rewşenbîrên kurd diaxive û wan han dide ji bo nivîsîn an jî wergerandia kitêban bo zimanê kurdî û dibêje:
‘’Ev wezifeya mezin û bimbarek bi awayekî xwezayî beşa minewerên me ye û divê xwe bi wê re gelek mijûl bikin û teqez bizanin ku xizmetên wan ên wereng bo weten û milet e, pir mîfadar e. Bi vî karî pêwistiyek gelek mezin dabîn dikin, dibistanên me dewlemend dikin” (Heman, 20).
Yek ji xebatên din ên Emîn Zekî Beg çêkirina rêya Silêmanî bûye û hewl daye diravên pêwist ji bo vê armancê bê veqetandin. Emîn Zekî Beg, li wir jî rêbaza hingav bi hingav bikaraniye û dibêje:
‘’Meseleya rêya Silêmaniyê çi ji alî dabînkirina pêdawistiyan, ewlehî û aramî çi jî ji alî teslîhatê çûn û hatin, çi jî ji bo danûstandin gelekî girîng bû…’’ (Heman, 21)
Tevî vê çendê, Emîn Zekî Beg, dabinkirina xeta telgraf, telefon û merkeza postayê jî ji bîr nake û di bernameya xwe ya bo modernizasyona Silêmanî û Kurdistanê de li berçav digre. Ligel vê, hewl daye bo dirûstkirina avahî û dezgehên nûh wekû şaredarî, seyrangeh, tax û kolanên taze….
Herweku li jor jî me behs kir, ew welatên ku hêj nûh serxwebûna xwe bi dest xistîbûn, ligel du kêşeyan, îstîbdada siyasî û gendeliya saziyên karîger ve rûbirû dibûn. Emîn Zekî Beg bi ezmûn, piyên xwe avêtine kûrahiya ew kêşeyên han û di jiyana xwe ya siyasî û, bi taybetî jî, zanîstî de dûr ji îstîbdad û gendelî bûye, ji vê pacê ve xwedan ehlaqekê bilind bûye. Bo nimûne, dikarin behsa wê nameye bikin ku di dawiya wezîfe û erka nûnerayetiyê de bi rêzdarî ji bo gel nivîsiye ku tê de behsa hisab-kitab û îşûkarên xwe dike û wan agahdar dike. Di heman demê de cûreyek hisabdana siyasî li berçav dikeve. Dema behsa ji erkên cûracûr ên nûnertiyê dike, herwiha di nameyê de amaje bi tevahiya ew dirawên ku di wan salan de serf kiribû, bi awayekî şeffaf û aşkera parve dike. Emîn Zekî Beg, bi wê nameyê nîşan daye ku xwe berpirs dizane beramber gel û hest bi berpirsiyariyê dike. Bi vî rengî him îstîbdad xwe dur dike û him jî gendelî…
Di tevahiya wê bernameyê de Emîn Zekî Beg anegorî endazyariya civakî ya hingav bi hingav beramber kêşeyan tevgeriyaye û baş zanibûye çi dike û encama kar û têkoşîna wî dê çi baniya. Weku kurdperwerek mezin û dilsoz beşek mezin ê jiyana xwe ji bo pêşketina Kurdistanê terxan kiribû, lê, bi hîç şiklî tabî hest û xeyal û dûçarî tundrewiyê nebû. Bi awayekî nerm, rasyonel û jixwebawer kar û bernameyên xwe pêş ve biriye heta ku bikaribe li gor qaweta xwe qet nebe derd û renc û mîhnetên gel kêm bike.
Çavkanî
Breuilly, John G, Dairet el-Mearif-e Nasyonalizm, ed: Alexander Matil, wer. Muhammed Hesen Ahuyî, Ketabxane-ye Tahassosi-ye Wezaret-e Umur-e Xarice, Tehran, 1982.
Behnam, Cemşid, İraniyan ve Endişe-ye Teceddüd, Neşr ve Pejûheş-e Ferzan Ruz, Tehran, 1975.
Bolit, Richard, Tarih-e Qirn-e Bistom, wer. Muhammed Rafi Mehrabadî, Defter-e Motaleat- e Siyasi ve Beynelmileli, Tehran, 1983.
Giddens, Anthony, Camiyeşinasî, wer. Hesen Çepeşiyan, Neşr-e Ney, Tehran, 1981. Muhammed Emin Zekî Beg, Kurd û Kurdistan, Seydiyan, Mehabad, 1971.
Popper, Karl, Camiye-ye Baz ve Düşmenan-e An, Wergêr: İzzetullah Fûladvend, Enteşarat- e Harazmi, Tehran, 1977.
Royce, Lester Edwin G, Dairet al-Mearif-e Nasyonalizm, ed. Alexander Matil, wer. Mahbube Mohacir, Ketabxane-ye Tahassosi-ye Wezaret-i Umur-e Xarice, Tehran, 1983.
Sadık, Salih, Sercemî Berhemî Mihemed Emîn Zekî Beg, Binkey Jîn, Silêmanî, Çapî Yekem, 2005.
Sûruş, Abdulkerim, Dershâ-i Der Felsefe-ye İlm-e İctima (Raveş-e Tefsîr der Ulum-e İctimai), Neşr-e Ney, Tehran, 1974.
Smith, Philip û West, Brad, Dairet al-Mearif-e Nasyonalizm, ed. Alexander Matil, wer. Mahbube Mohacir, Ketabxane-ye Tahassosi-ye Wezaret-i Umur-e Xarice, Tehran, 1983.
Tabatabai, Cevad, Nazariye-ye Hikûmet-e Qanun Der İran, Întişarat-e Setude, Tebrîz, 1981.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.