Nameya Vekirî bo Marksîstên Bakurî
Ev çendek e difikirim gelo nameyek wisa hewce dike an na, lê ji bo ragihandina nêrînên xwe ku ev demek e serê min diêşînin, ev rê bi min cazib hat. Tiştên divê bên axaftin û nîqaşkirin gelek in; li vir ez ê wek destpêk gotinê zêde dirêj nekim, lê hêvî dikim wek nîqaş dirêj bibe.
Van demên dawî hûn hewl didin peyvên “neteweyî” an “neteweperwerî”yê ku bi dehan salan e ji bo bêqîmetkirin û reşkirina wan çi ji destê we hat we kir, êdî têxin nav lugata xwe. Hûn gotinên sosyalîzm û neteweperweriyê li kêleka hev dinivîsînin bêyî ku neteweperweriyê reş bikin. Ev jî pêşketinek e û ji tunebûnê çêtir e. Ev lihevhatineke derengmayî ye bi têgeha neteweperweriyê re. Ez bixwe vê rewşê wek nîşaneya derfeta diyalogekê dibînim ku bikaribim hin pirsan ji we bikim û hin rexne û nêrînên xwe bi we re parve bikim. Di heman demê de, neteweperweriyê wek zemîneke hevpar dibînim ku em li ser wê fikir, çareserî û nêrînên cuda nîqaş bikin. Ev zemîna hevpar dikare bibe navbeynkara nîqaşên navxweyî û danûstendineke fikrî. Ger we qet behsa neteweperweriyê nekira min hewce nedidît vê nameyê binivîsim an nikaribûm bi we re têkevim diyalogekê.
Ev lihevhatina we ya ligel têgeha neteweperweriyê tam jî rastî dema têkçûna siyaseta serdest a li Bakur hat. Herçiqas ev ne têkçûneke jinişkave be, ne surprîz be an ne tiştekî nepêşbînîkirî be jî, ev du salên dawî hertişt ewqas eyan kir ku êdi nedibû mirov çavê xwe jê birevîne an xwe li nezaniyê deyne. Tevî vê têkçûnê û wek bertekeke li hemberî wê, têgeha neteweperweriyê û fikrên neteweperwer bêtir ketin rojeva me. Ev jî bû bayekî xurt ku hûn nikaribûn li ber bisekinin.
Di vê lihevhatina we ya derengmayî de çend xal hene ku zêde bala min dikşîne. Hûn, ew kesên ku bi awayên curbicur temenê xwe bi fikrên marksîst re derbas kirine, bêyî ku li pey xwe binêrin û bi rabirdûya xwe re mihasebeyekê bikin, wek ku bibêjin “Em li kû mabûn?” tevdigerin. Mirov li bendê ye ku hûn pêşî qala xwe û rabirdûya xwe bikin. Ka heta niha we çima hewl dida têgeha neteweperweriyê pûç bikin? Çi qewimî ku we fikra xwe guhert? A giringtir jî, hûn ji neteweperweriyê çi fam dikin, çawa pênase dikin? … Hûn ji pênaseyê dûr disekinin û heta gelek caran hûn gotina “mafê diyarkirina çarenûsa xwe” li dewsa wê îkame dikin. Wek ku neteweperwerî û “mafê diyarkirina çarenûsa xwe” hevmane bin bi kar tînin. Bi ya min, bi bandora reşkirina dehansalan hûn hê jî fedîyok tevdigerin û ne rihet in di emilandina têgeha neteweperweriyê de û gotina “mafê diyarkirina çarenûsa xwe” we ji emilandina wê xilas dike. Ji ber ku di lîteratura sosyalîzmê de jî ciyê vî mafî heye, hûn ji wir îcazet digrin ku bi rihetî wê biemilînin. Piştî 60-70 salan ne rihet e hûn derkevin derveyî çarçoveya marksîzmê, hê jî hewl didin ji nav wê çêbikin angaştên xwe. Heta radeyekê tê famkirin ev helwesta we.
Hûn, nexasim ên temenmezin, ji dêvla ku pêşî qala xwe û serpêhatiya xwe bikin, qala neteweperwerên kurd dikin lê ji nîqaşkirina têhega neteweperweriyê bixwe dûr disekeinin. Wek ku ev 60-70 sal e ji aliyê fikrî ve nêrînên we ne serdest be, nêrînên we berê siyaset û rewşenbîriya li Bakur diyar nekiribe, bi dehansalan e we têgeha neteweperweriyê nekiribe “gûza pûç”, hûn ji îro ve dest pê dikin û neteweperwerên kurd rexne dikin ku neteweperweriya wan tiştekî pûç e, vala ye… Hûn qet qala van dehsalên dawî jî nakin ku PKK û peyrewên wê dijberiya têgeha neteweperweriyê derxistine lûtkeyê û hegemonyayek xurt ava kirine li ser hişê xwendeyên kurd, ewqas ku heta çend salên dawî hema hema ne mimkun bû li Bakur bi awayekî erênî li ser vê têgehê bi rihetî bê axaftin, nivîsandin. Hûn zêde li pey xwe nanêrin û gotinekê nakin li ser hevkariya xwe ya di vê gotara dijneteweperwer a siyaseta PKKê de. Ma hûn û PKK ne zarokên heman bayê sosyalîst ê salên 1960-70yî ne?
Hûn berê rexneyên xwe didin neteweperweriya ku hê çend salên dawî, bi temamî ji xwe ber û bi înisiyatîfa kesên belavela ketiye rojeva me û ji piştgiriyeke akademîk, rêxistînî û sazûmanî bêpar e. Helbet tevî vê jî dikare bê rexnekirin û mîna her tiştî ew jî rexneyê ne azade ye. Lê bêjenebêje ev pirs tê bîra mirov, wek aktorên 60-70 salên dawî ku çavê xwe bi fikra sosyalîzmê re vekiriye û hê jî di fikrên xwe de israr dikin, sosyalîzma we qey ne pûç e/bû û gelo ew çiqas tijî ye tevî ewqas piştgiriya akademîk, sazûmanî û rêxistinî? Dema hûn ji îro ve lê dinêrin, sosyalîzma we, tevî ku bû dînamîkeke zindî di siyaseta Bakur de, hûn îro encamên wê çawa dinirxînin û problemên wê pir cidî tunene, xisar jî nedaye me gelo?
Yek ji xisarên sosyalîzma we ew e ku hûn, sosyalîstên neteweyeke di bin nîrê çar neteweyên din de, hê îro dikarin bê reşkirin, bi awayekî nîvco, sethî behsa neteweperweriyê bikin. We, wek kurdên dilsoz, helbet kedek mezin da ji bo armanca rizgarbûna gelê kurd lê bi sosyalîzmeke bê neteweperwerî we xisareke mezin jî daye kurdan û Kurdistanê.
We marksîstên bakurî we salên 1960î çavê xwe bi TİPê û hevkariya wê re vekirin; ji bo we hinekan ev ji mecbûrî bû lê ew gotara sosyalîzmê ya “gerdûnî” û “înternasyonal” li ser hinekan bandoreke kûrtir hişt û hevkariya wan a bi sosyalîstên tirk re demeke dirêjtir ajot, hê jî diajo. Ew ên ji kêmderfetbûn û şertên wê serdemê ketibûn nav şirîkatiya bi sosyalîstên tirk re paşê rêxistinên xwe ava kirin. Belkî hûn wek fizikî ji tirkên sosyalîst veqetiyan lê wek fikir û zanîn hûn dikaribûn çiqas ji wan dûr bikevin?
Hûn jî qebûl dikin ku we sosyalîzm bi wergerên tirkî û di ser hişmendiya tirkan re, heta hin ji we di ser kemalîzma çep re, nas kir. Ew derfet û amrazên we yên epîstemîk tunebû ku hûn sosyalîzmê ji nav şert û mercên Kurdistanê şîrove bikin û rengê xwe bidinê. Herçiqas hin ji we hewl dan bi teoriya antîkolonyalîzmê re hemhal bibin jî, piraniya we nikaribû xwe ji têgehên sosyalîzma kitabî û handîqapên wê xilas bikin.
Dibêjim, di rewşa îro ya fikrî de têra xwe para fehma we ya marksîzmê heye û mirov li bendê ye hûn li ser vê jî bipeyivin. Wek mînak, ev peyva “feodal” ku bûye bela serê me û em nikarin jê xilas bibin. Hûn çêtir dizanin ku ev peyv têgehek aidî pergala hilberînê ye û bêtir ji bo serdema navîn a Ewropayê tê emilandin. Herçiqas hin dîrokzanên marksîst demekê dixwestin vê pergala hilberînê wek merhaleyeke gerdûnî ya mirovayetiyê bibînin û nîqaşeke xurt hebû li ser vê, paşê hat jibîrkirin an ji rojevê derket. A din, ne têgeheke tenê aborî ye jî aliyek wê giring a leşkerî jî heye. Navê pergala kontrola li ser axê bû; derebegên ku li ser parçeyek axê xwedî otorîte bûn, beramberî vê û li gor hêza xwe leşker didan rêvebiriya navendî… Bawer dikim hûn peyva “feodal” bêtir ji lîteratura sosyalîzmê, mîna Sosyalizmin Alfabesi (Elfabeya Sosyalîzmê) û Felsefenin Temel İlkeleri (Rêgezên Bingehîn ên Felsefeyê) û hwd. nîqaşên li dor van kitêban hîn bûne. Li gor van xulaseyên qebe yên sosyalîzmê, dîroka mirovayetiyê şeş merhale ne: ya îbtidayî û komunal, ya koledar, feodal, kapitalîst, sosyalîst û komunîst. We Kurdistan bêtir di merhaleya “feodal” de didît û li gor teoriya sosyalîzmê ev merhaleyeke paşverû bû ku divê bi şoreşeke civakî bihata derbaskirin, riya hêzên pêşverû bihata vekirin. …
Di vir de armanca şoreşeke civakî ya sosyalîst û armanca rizgariya neteweyî li hev diqelibîn. Çi heyf! ku ew civaka ku we dixwest rizgar bikin “feodal” bû, “paşverû” bû! Tam jî li vir teoriyeke neteweperwer dikaribû we ji nav vê derxîne lê digel ku ew hestên we yî neteweyî hûn motîve dikirin û hêz didan we, we nikaribû têgeha neteweperweriyê biemilînin û hedefeke neteweyî formule bikin, sosyalîzmê di nav çarçoveyeke neteweyî de şîrove bikin; ji nav sosyalîzma kitêbî derkevin. We civaka xwe li gor sosyalîzma ku berhema Ewropaya kapitalîzmê bû pênase kir, kategorîze kir û giraniya xwe da ji bo îmhakirina “feodalîzm” û “hêzên feodal.” Ew civak an kurdên ku we dixwest ji dewleta tirkan rizgar bikin ne bi dilê we bû; bi qewlê Nurettin Beltekin, we dixwest wan kurdên muxayel ên ne-feodal rizgar bikin. Ji dêvla ku hewl bidin, ligel reqabetên civakî, di nav civakê de li ahengekê bigerin, we tebeqeyên cuda kirin dijberên hevdu. …
Çi tesaduf e! ku pênaseya we ya feodalbûna Kurdistanê dişibiya pênaseya rejima kemalîst. Di destpêka Komarê de gotina “feodal” hê neketibû rewacê; rejima kemalîst Kurdistan wek ne-medenî, hov, paşverû pênase dikir û vê pênaseyê îcazet dida mîsyona mirovê spî ya medenîkirinê û qirkirina li Kurdistanê. Pênaseya we jî îcazet dida ku hûn civakê wek hêzên “paşverû” û “pêşverû” dabeş bikin û yên paşverû ji holê rakin. We beşeke mezin a civaka xwe bixwe kir hedef. Ji hêzên “paşverû” qesta we, ew tebeqeya kevneşopî bû ku hê bi ilmê sosyalîzmê nehesiyabûn. Loma bi saya vê ilmê Cegerxwîn di helbestên xwe bi rihetî fermana kuştina şêx û axayan dida û xurttirîn çepik werdigirtin. Loma, dema PKKê pêşî êrişî pergala eşîrtiyê kir (êdî li ser çi hisabî be!), hin derdorên ne PKKyî jî ev êriş heq dîtin, îcazet danê an pîroz kirin. Loma bêqîmetkirin û dijberiya li tevgera Başûr jî ewqas meşrû bû û PKK û şirîkên wan î tirk hê jî dijberiya xwe ya hemberî otorîteya li Başûr (herçiqas îro sedem cuda û tevlihevtir bin jî) dispêrin “feodal”bûna wan û helwesta xwe meşrû dikin. Li ser vê meseleya “feodal”bûnê dikare gelek tiştên din dikare bê gotin, lê bi xaleke dawî biqedînim.
Îro ev gotina “feodal” êdî ewqas berbelav bûye û ewqas ji wê peywenda xwe ya lîteratura sosyalîzmê dûr ketiye, bi awayekî bêmane tê bikaranîn ku, bi qasî dibînim, peyva feodal êdî dewsa peyva kevneşopî girtiye an tê maneya ew kesê ku ji nav qalibê kevneşopî derneketiye. Mêrekî tadeyê li jina xwe bike feodal e, bavekî zordestiyê li keça xwe bike feodal e! Kes/ên li gor orf û adetan tevbigere feodal e! Mêrên xwedîtî li jinan dikin jî feodal in! Û ev mîrata we marksîstan e ku ji me re maye, ne wisa ye? Hûn îro bixwe wisa nefikirin an vê peyvê bi kar nînin jî, hûn çêtir dizanin ku ev peyv çawa çima miseletî me bûye. Lê hûn ji dêvla ku li pey xwe vegerin û ji vî aliyî ve jî behsa mîrata xwe bikin, bi îhtimala herî baş, xwe bêdeng dikin û qet nadin ser xwe.
Gotinek din ku bi dehansalan e em bêzar kirine “biratiya gelan” e. Em dizanin, “biratiya gelan” jî siyaseta PKKê ji ta’mê derxist, kir amûra retorîka xwe ya siyasî û mîna afyonê emiland li dijî neteweyîbûnê. Hat wê radeyê ku li ser navê biratiya gelan tirkên çepgir û lîberal dest danîn ser temsîliyeta me jî mafê me yî axaftinê jî, fikirînê jî. Heta kurdên ne bi dilê xwe tehdîd jî dikin bi şêwaza mamosteyên otorîter. Ew gerdûnîheziya we ya kok-hevpar nahêle hûn vê meseleyê jî wek pirsgirêkekê bibînin û bi dengekî bilind li dij derkevin. Min bixwe nedîtiye ku sosyalîstan li dijî vê xespkirina temsîliyetê dengê xwe bilind kiribin. Qebûl bikin ku ev jî parçeyek ji mîrata we ya îdeolojîk e û madem hûn bi neteweperweriyê re li hev tên, hûn dikarin bi rexnelêgirtina vê mîrata xwe dest pê bikin. Hê gelek mînakên mîna vê mîratê hene, mîna pozivitîzma qebe û dijberiya dîn û dîndariyê, ku ji dêvla lêzêdekirin û pêşxistinê, zanîna heyî bêqîmet kirine an tune hesibandine an seqet kirine.
Ez van ji bo çi dibêjim? Derdê min ne ew e ku bela xwe li we bidim û tenê we wek şirîkên hin pirsgirêkên îro (heta radeyekê wisa be jî) an we bidarizînim. Ev tiştekî li min/me zêde nake. Derdê min ew e ku di van rojên pir nexweş û kritîk de em tiştekî nû bikin. Em qebûl bikin ku rewşa me ya îro ne encama kirinên du an çend salên dawî ye. Lênêrîna wêneyê dawî û îfadekirina nerazîbûna ji halê dawî têra me nake. Dixwazim em ji îro ber bi paş ve biçin û binêrin ka em li ser kîjan zemîna fikrî hatine heta îro. Ger em ê behsa zemîna fikrî ya li bin lingên xwe bikin, hûn ên ku jiyana xwe li ser fikrên wek sosyalîst/marksîst/çepgir ava kirine û heta îro hatine, divê em/hûn qebûl bikin ku parek we mezin heye di çêbûna vî zemînî de.
Bala xwe didimê, dema hûn qala xwe dikin, hûn vê bi awayekî pir sethî dikin û xwe nakin mijara nirxandin, analîz, şîrove û rexneyê. Dîsa dikevin nav lîteratura marksîst û hewl didin me bi çend hevokan qanih bikin ku marksîzm ewqas jî ne li dijî mafên neteweyî bûye, lê hûn behs nakin ka neteweperwerî çawa wek hişmendiya xelet, îdeolojiya çîna birjuwa hatiye pênasekirin û mehkûmkirin ji aliyê lîteratura marksîst… Bi vî halî dîsa ji Marks û Engels îcazet werdigrin di behsa neteweperweriyê de. Gelek caran hûn ji bîr dikin ku Marks û Engels jî tenê insan bûn û çiqas mirovên jîr û zana bin jî ne kahîn bûn; dibe ku nikaribûne her tiştî îzeh bikin û di her warî de rê li ber hemû mirovayetiyê bixin. A din, digel ku ji gelek aliyan ve îlham dan guherînên mezin ên civakî, li ber çavan e ku ew pêşbîniya wan a derheqê neteweperwerî û nasnameyên din ên siyasî wek wan derneket, dîrok û mirovayetî tenê li gor pêşbîniyên wan pêşve neçû/naçe.
Li vir mesele ne ew e ku Marks û Engels çi gotine çi negotine, mesele gelekî kûrtir e. Ez li bendê me hûn bê kompleks û bê oto-sansur bêtir behsa xwe û rabirdûya xwe bikin, berî her tiştî mihasebeyekê bikin; ka we çi baş kir çi nebaş kir; we çi zêde kir çi kêm kir; xwe bikin mijara analîz û rexneyê, da ku rê li ber riwangeyeke nû vekin. Ger hûn bi xwe re mihasebeyekê nekin, nikaribin bi çavekî ji derve li xwe binêrin, bêjenebêje, guman dikeve ser nêrînên we yî li ser îro û siberojê. Mîsal, dema hûn behsa neteweperweriyê dikin, ji dêvla ku neteweperweran rexne bikin, pêşî behs bikin ka we çiqas xisar daye îfadekirina fikr û hestên neteweyî û pêşketina fikir û siyaseta neteweyî an fikrên we çawa bûne amrazên di aleyhê mafên neteweyî de. We neteweperwerî çawa bê av hişt û kir ku wek “gûzeke pûç” bimîne. Ha, neteweperwerî îro bi vî halê xwe jî ji sosyalîzma we ku 60-70 sal e pê emel dikin tijîtir e, vêga ev bila ev bimîne. Bi qasî ku dibînim, rexneyên navxweyî û analîzên li-ser-xwe çêtir dikarin riya nîqaşên nû vekin û dibe ku bandora wan zêdetir be; berî her tiştî ev samimiyetê tîne bîra mîrov û samimiyet hêza wê ya rêvekirinê zêde ye bi min.
Divê bê famkirin ku neteweperwerên kurd ne temsîlkar an berdevkên tebeqeya xwedîmilk û birjuwaziyê (ger birjuwaziyek “me” hebe!) ne, ne jî rexneyên wan ên li pratîka îdeolojiya sosyalîzmê ya li Kurdistanê, mîna di lîteratura marksîst de tê behskirin, ji bo parastin û geşkirina berjewendiyên çîna xwedîmilk e; hêja ye hûn guh bidin rexneyan û riya danûstendina fikrî vekirî bihêlin. Diyar e hûn guh didin rexneyan an rexne tên ber guhê we, lê ji dêvla ku hûn bi rexneyan re têkevin diyalogê û rêbaza fikirîna xwe biguherînin, hûn bêtir riya xwe-parastinê hildibijêrin û fehma xwe sosyalîzmê diparêzin. Naçîzane, pêşniyaza min ew e ku hûn hin aliyên zanîna xwe ya marksîst ji bîr bikin (delearning), bikaribin ji lîteratura derveyî ya marksîst jî îstifade bikin; çarçoveyeke xwe hinekî firehtir bikin. Ewçax belkî hûn bikaribin vê têgehê rihettir bi lêv bikin. Jibîrkirin carna baş e û lazim e jî; hin xwendinên me hene, ji dêvla ku mejiyê me vekin, kaniyên fikirîna me vekin ew xetimandine, sînor danîne ji fikirîna xwebixwe.
Dema çar sal berê Dibistana Marksîst a Amedê li ser medyayê avabûna xwe îlan kir, min gotibû ku marksîstên me divê pêşî hisab bidin bê çawa çima xisar dane fikra neteweperweriya kurdî û rê li ber geşbûna wê girtine… Îro jî vê nêrîna xwe dubare dikim. Her kê bi kujekî siyasetê girtibe an piştgirî dabe siyasetê, lazim e kumê xwe deyne ber xwe û hinekî bi xwe re û bi hev re nîqaş bikin. Kî dizane, belkî ji van nîqaşên navxweyî û li-ser-xwe tiştekî nû derkeve û em ji xwe-dubarekinê derkevin. Belkî em ji fikra neteweperweriyê ji xwe re banekê çêbikin ku fikrên me yî cuda têkevin bin vê banê û li ber bê neçin, ji me re bimînin.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.