Roja ku me keziyên xwe li hemberî rêvebirên mêr ên PKKê kur kirin
Her çend peyva îdeolojî di xwe de peyva “logy” dihewîne jî, îdeolojî eql ji mantiqê vediqetîne. Ew bi kontrolkirina dîrokê û pêşbînîkirina wê re eleqedar e. Pêşî li ezmûn û fêrbûna nû digire, ji ber ku her fêrbûneke nû wê ji binî radike û wiha take kesan ji rastî û rasteqîniyê, vediqetîne.
Hannah Arendt, Ideology and Terror: A Novel Form of Government
Hindî ku navendîparêzî di partiyekê de hebe, tê de derew e ku jin bibêjin ’em azad in’. Joke Smit *
Belê, cara destpêkê ku me “porkurkirin” wek helwestek li dijî desthilatdariyeke serdest a mêran bi kar anîbû, me ew li dijî rêvebirên mêr ên PKK kiribû. Ango gelek salan beriya ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê tevgerê beramberî desthilata totalîter û teokrat a Îranê dest pê bikin. Wê sipêdeya payîzî ya sala 1999an, em endamên jin ên kongreya heftemîn a awarte ya partiyê di rêzeke dirêj de, “porkurkirî” rawestiyan û ketin derê şikefta kongreyê. Eniyên me yên hêrsbûyî û stûyên me yên barîk li ser wan kûrsiyên kongreyê berçavtir xuya dikirin. Berî wê bi şevekê komek ji keziyên bedew ên keçên kurdan bi ser hev de li wir ketibûn.
Di sala 1999’an de dema Öcalan hat girtin, yekem tişta ku hat kirin ji aliyê konseya serokatiyê, “rêvebiriya nû ya PKK” di kongreya 6an de ku wê demê bi rê ve diçû, ew bû ku tevgera jinê bi tevahî girêdayî rêvebiriya xwe ya nû bike. Lewma dixwestin partiya jinan a ku rasterast girêdayî Öcalan bû, bê hilweşandin.
Me endamên jin ên kongreyê difikirî ku berdewamiya vê yekê tê wê wateyê ku desthilatdarî dê li cihekî kom bibe û di nava rêxistinê de ew nîmçe demokrasiya ku hebû jî êdî berteref dibe. Di hevpeyvînên me yên taybet de ev hat destnîşankirin ku ger em ji destpêkê ve tawîz bidin, PKK dê êdî nebe tevgereke azadiyê!
Ji ber vê yekê ji kongreya 6an ve ev helwesta jinan a muxalefetê berçav bû. Dema em hatin kongreya 7an a awarte, em rastî helwesta bi biryar a rêvebiriya nû ya rêxistinê hatin ku tevgera jinan bixe bin kontrola xwe ya teqez. Hêza me tunebû ku em pêşî li vê yekê bigrin ji ber ku ew piranî bûn û biryar bidest bûn. Lewma di kongreyê de weke komeke mezin a hevalên jin ên beşdarî kongreyê dibin, me civîneke veşartî li dar xist û me ev babet şirove kir. Wê demê hevaleke berê ya jin bi hizra “porkurkirinê ” hat. Me bi biryara hevpar a hevalên ku beşdarî wê civînê bibin û wek helwestek nerazîbûnê ev yek qebûl kir. Paşê, her wê hevala jin (ku niha jî xwedî berpirsyariyek bala ye di partiyê de) dema dît ku serkeftina hêza mêran mîsogertir e, xwe da aliyê wan û bîzzat kete nav wan kesên ku hevalên jin ji ber vê kiryarê dadgeh kirin û siza dan!
Piştî kongreyê ew jinên berhelistkar hemû ji hev hatin belavkirin. Ên rêvebir xistin tecrîtê û endamên din ji nû ve tevlî perwerdehiyên nû kirin; ji erkên xwe daxistin û çînek nû yên jinên milkeç weke rêvebir û endamên navenda jinan hatin damezirandin. Hincet jî mîna her dem amade bûn, “Partî di demên hesas re derbas dibe û yêkrêzî û tebayî gerek e.” û ew pêdawîstî, weke ku li her derê dibe, divê bi ser hestiyên jinan û daxwazên wan ên nîmçe-azadiyekê re derbas bibûya.
Her wiha hin jinên ku berê di rêvebiriya tevgera jinan de û di hilbijartinên komîteya navendî de bûn, bûn hedefa konseya serokatiyê û li şûna wan jî namzediya jinên ku heta niha bi konsey re rû bi rû nebûne qebûl kirin.
Ez –xwendekara zanîngehê ku tenê çend mehan li koleja yasa û zanistên siyasî de xwendî û xwendin berdaye û tevlî bûye– ew tenê sal û nîv bû tev li rêzên gerîla bûbûm. Lê di wê heyama kurt de, ez şahidî yek ji qonaxên herî dijwar ên dîroka PKK dibûm. Ji aliyekî ve şerê navxweyî (bira/xwûşkkûjî) di lûtkeya xwe de bû, ji aliyê din ve jî operasyonên zebelah ên dewleta tirk berdewam bûn û bi ser wan de, girtina Öcalan jî çêbû û rê li alozî û nakokiyên mezin vekir di nav rêxistinê de. Ji ber vê yêkê ew keçika 18 salî, ku yên mîna min gelek bûn, bi qasî temenekî din mezintir bûbû û şahidî bûyerên dijwar ên li pey hev, çalakiyên leşkerî û ezmûn û serpêhatiyên balkêş dibû.
Dem û gehiştina hizrî ku wêrekî jî pêre be, dihêle ku mirov rabirdûya xwe baştir binirxîne. Lewma dema piştî salan û piştî ezmûnên perwerdehiya akademîk, kar û jiyanê û xwendina bi dehan pirtûk û lêkolînên li ser ezmûnên jinan di partî û bizavên rizgarîxwaz de, li vê bûyerê meyize dikim û di ronahiya wê de rewşa tevgera jinan a di PKKê de berçav derbas dikim. Dikarim çend xalên giring şirove û destnîşan bikim.
Di vê helwesta berhelistkar de, her çend xwestekek xwe-rizgarkirinê hebe jî (rizgarkirin, ne azadî, herdu têgeh ji hev cuda ne), ew daxwazek aloz û ne temam e. Ji ber ku armanca wê ne pêkanîna tevgereke jinan a azad û piştbend bi îradeyek serbixwe bû, lê çalakiyek dupatkirina pabendbûnê bû bi Öcelan re û li dijî desthilatdarî û mêrsalariya rêvebirên nû yên PKKê. Mîna rêvebirê berê, Öcelan ku ji mêrekî bêhtir êdî gihabû bilindahiya xwedayekî azadiyê! Ango weke ku wî îdia dikir, “Wî êdî mêraniya xwe kuştiye, derbas kiriye û azad bûye! ”
Ew nêzîkbûna çewaşekar pir dişibe nêrandina li pêxember, rêberên rûhî, avakerên ûmetan û qehremanan ku wan mêraniya xwe derbaz kiriye û taybetmendiyên bilind di xwe de berceste kirine ku ev hemû nêrînên çewaşekar in ji bo mirovan bi giştî û ji bo jinan bi taybetî. Ji ber ku eger bi xwedakirina mêrekî ji aliyê mêrekî din ve carekê koletî be, ji bo jinan du caran koletî ye. Lewma jî ew ne helwestek azad bû, heta di naveroka xwe de reftarek feodal jî bû. Mîna jineke ku di hemû jiyana xwe de milkeçî mêrê xwe be û piştî nemana wî, ew serî hilde li dijî ketina bin fermana birayên wî ku dixwazin hejmon û desthilatdariya wî bi dest bixin!
Mijara din şêwaza çalakiyê ye. Bi dîtina min ne şêwazek erênî û berhemdar e. Ew bi awayekî din dîsa tolhildaneke bêçare bû ji beşeke esîl a hebûna me ya jinane. Rast e, “porkurkirin” kevneşopiyek kevnar a kurdan e. Dibe ku di kultura gelên din ên esîl de jî hebe. Dema ku jin bêçare dimînin û nikaribin rê li binpêkirina mafê xwe bigrin, wek riyekê dibîne jêkirina simgeyek xwe ya herî pîroz. Di şeran de eger jinek dest da biskên xwe û sond xwaribe, ew tê wateya imzayek teqez. Di edebiyat û folklora kurdî de bi dehan helbest û stran hene li ser pîroziya zolfê jinan. Lewma dema jinek cesaret bike û keziyên xwe kur bike, ew tê wateyê ku êş, itîraz û bêçarebûna wê gehaye hedê dûwaînê. Lê her çawa jî be, ew weke helwesteke bêçarebûnê ye. Ew delîlê lawaziyê ye, nemaze dema ku ji aliyê jinên ku texmîn ji wan tê kirin pêşeng û hilgirên çareseriyan bin ji bo civakekê. Berovajî wê, helwestê hişmandane û maqûl ew e ku dest nehavêjîn keziyên xwe û kur bikin, wan sedemên ku me dibin ber bi porkurkirinê ji holê rakin û ji bo pêkhatina vê armancê, têkoşînek rastîn û rasteqîn bidin destpêkirin.
Ev bûyer, pirsên giring û hestiyar tîne pêşberî me. Divê jinên ku bi tevgerê re sempatî heye û tevger bi xwe jî van pirsan bi wêrekî û objektîf niqaş bikin: Gelo jin di nava tevgera jinan a PKK de azad in? Me di wan qonaxên dîrokî û dijwar de karîbû li ser jiyan, civak, şer û siyasetê dîtinek û perspektîvek azad û serbixwe ava bikin? Pirsa herî giring jî ew e ku me ew enerjî û potansiyela muazam a ku me nîşan da çawa û bi çi xerc kir?!
Diviyabû ev pirsên giring û çarenûssaz di civîn û kongireyên partiyê de bihatana gotûbêjkirin ku tê de jinên hemû beş, çîn û tiwêjên Kurdistanê beşdar dibûn. Lê qet ji wê derfeta giranbuha sûd nehat wergirtin ji bo avakirina hişmendiyek azad. Lê ezê hewil bidim û piştî demek dirêj ji têfikrîn, lêkolîn û xwendinê bersiva van pirsan bidim û encamên ez gihamê bi mirovên azadxwaz û xwedî lêgerînên rasteqîn re parve bikim:
Bi dîtina min Öcelan û hevalên wî texmîn û pêşbînî nedikirin ku tevgera jinên kurd bi vî awayê mezin pêş bikeve. Wî û hevalên wî yên destpêkê, di bin bandora tevgerên çepgir û sosyalist ên herêm û cîhanê de, xwestin bizaveka jinan di partiyê de hebe. Lê taybetmendiyên antropolojîk, kodên çandî û ceososyal, mîrasa dîrokî ya kevnar a desthilatdarî, wêrekî û bixwebawerbûna jinên kurd (ku di notên piraniya rojhelatnas û gerokên li herêm û Kurdistanê de derbaz bûne hene û di buyerên dîrokî û turasê kurdan yê kultur de behsa van taybetmendiyan tê kirin), kir ku lehiyek enerjî, wêrekî û potansiyela awarte ya fêrbûn, adaptasyona li gorî şert û û mercên dijwar ên erdnîgariyê û tevlîbûneke rasteqîn a di şer û çalakiyan de û disiplînek leşkerî û rêxistinî ya bilind derxin holê.
Lêbelê bi mixabinî dibêjin ew enerjî û hêza afirîneriyê hat çarçûrkirin di depoya îdolojiyek a marjinal û rêberekî totaliter de. Ji ber ku hêza jinan hat bikaranîn ji bo armancên ku di dawiyê de ji gelek ji wan ji paşgez jî bûn.
Di despêkê de di rojevê de mijara çînayetî hebû, “Dîrok birîtiye ji hevrikiyek çînî û tenê bi îdeolojiya Marksîst û bi hêza rêkxistina partiyê dikare mafên çîna bindest -di nav de jin- werin standin.” Lê rastiyek tê piştguhavêtin jî ew e ku jin di hemû çîn û tiwêjan de bi awayên cuda tên çewisandin û ne tenê ew take riya çareseriyê ye. Gelek ji wan jinên endamên partiyên sosyalîst dikevin aloziyê û dipirsin gelo ma qey femînîzm bi sosyalîzmê ve girêdayî ye û qet jê nayê veqetandin û tenê ew rêgeçare ye? Lê têkoşîna li dijî zilma li ser jinê ne tenê bi sosyalîstan re sînordar e, belkî erka hemû partiyên demokratîk e. Ji bo min feminîst ew kes e ku neheqiya pêkhatî li ser jinan ji ber zayenda wan, qebûl nake û ji bo jiholêrakirina wê dixebite. Lewma ew bi ramanên ku adelatê di xwe de dihewînin tê çareserkirin di kîjan partiyê de dibe bila bibe. Ya giring ew e ku doza wekheviyê weke mijareke bingehîn bê dîtin ne weke mijareke lawekî di jêr sêwana mijarên din de bê nirxandin.
Mijara duyemîn jî rizgariya netewî û azadkirina Kurdistanê ji kolonyalîzmê bû. Bê gûman ev armanceke giring bû ji bo azadiya jinê jî, lê diviyabû di heman demê de birêveçûna prosesa rizgarkirina neteweyî de gav û pirinsibên rizgariyê bihatana avêtin û heta piştî rizgariyê nehatana hiştin. Ew yek bi niqaşkirina nêrînek şaristaniya têkiliyên civakî di civaka nû de pêk tê. Gihiştina pênaseyeke nû ya evîn û jiyaneke hevbeş û azad a wekhev bi mêran re, pênaseyeke nû ji bo malbata kurdî, ji bo parvekirina rol û kar û mafan di navbera herdu rêgezan de. Serbixwebûna ekonomî û rêkxistina van ramanan di qanûn û yasayên pêşerojê de.
Lêbelê, aloziya fikrî û teşwîşa ramanî ya ku ji damezrandina PKKê û vir ve pê re hebûye û heta îro jî berdewam dike, derbasî wî biyavî jî bûye. Mixabin tevgera jinan li dor çembera nîşe û komek ji hizrên nehevgirtî yên ku ji aliyê serokê partiyê ve dihatin şandin dizivirîn û mîna pepaxanan ew dubare dikirin. Bo mînak, “Malbata kevin divê bê tunekirin!” Lê gelo alternatîfa wê çi be?! Model li gorî Öcelan amade bû, li şuna wê malbata kevnar a ku têkiliyên feodal ên paşverû di xwe de dihewîne, divê malbateke apocî bê avakirin, dê û bav bi roj ji bo rêkxistinê bixebitin û bi şev jî veguherin laboratuara hilberîna şervanên keç û xort, ku her kes tê de hiş, îrade û armancên xwe bişînin dojehê û hemû hebûna xwe teslîmî yêk mêşkê bilind bikin, ji ber ku ew mêşkê herî pêşketî ye û me dibe ber bi rizgariyê ve.
Yan jî “Evîna kurdan, evîneke têkçûyî, bêkêr û zerermend e ku dibe sedema xiyaneta netewî û daşkandina wire û rûmeta mirovî ku bi teslîmbûnê diqede.” Lê gelo alternatife wê çi ye? Li şûna wê divê Öcelan wek mînak were girtin, ji ber ku wî evîn bi rizgarkirina Kurdistanê û jinê ve girêdaye!
Di dawiyê de Öcelan ji van hemû armancan paşgez bû û azadî û rizgariya netewî bi komara Ataturk ve girêda; bi dehan hezar kur û keçên wan malbatên kurd ji bo rizgariya vê komarê xwe feda kirin ku peyama wî ya dawî vê paşgezbûnê piştrast dike.
Lêbelê heta eger ew doz bi ser ketiban jî gelo da çarenûsa tevgerek jinan a girêdayî partiyeke xwedî desthilatek navendî dê çi bûya? Ewê çiqasî kariban xwe serbixwe birêxistin bikin û ligor hişmendiya xwe û nêrandineke jinane biryar û destpêşxeriyan pêşbêxin! Bi dîtina min, tişt dê gelek neguherana. Ewê biryar wek berê ji komek mêran derbiketa û jin neçar bimana wan bişopînin. Rast e ku renceke bêhempa xerc dikin lê ji ber ku ew ked û xebat nakevin xizmeta çareserkirina pirsgirêkên jinan, lewma hewlên wan bi heder diçin weke ku di gelek tevgerên jinan de di qonaxên rizgariya niştimanî de an jî di dema şerên çarenûssaz de bûye. Ew di dema qeyranan de çalak bûne, lê mîsyona wan bi dawî bûye piştî ku astengî çareser bûne. Ew jin hemû vedigerin nav civakek qet nehatiye guherandin an jî mîna burxiyek zengargirtî di makîneya partiyek navendperest de dizîvirin.
Rast e gavek li pêş e lê ne tevgerek azad e!
Dibe ku bipirsin ma gelo hebûna jinan di qadên şer, cografiyên zehmet û di peywendiyên rekxistin de bi serê xwe ne azadî ye? Rast e, tevgera jinan di PKKê de bi berawirdkirina bi tevgerên din ên jinan ên Rojhelata navîn û di nava partiyên din ên kurdî de, gavek li pêş e. Ew gelek taybetmendiyan di xwe de berceste dike, weke hêza xwe ya rêxistinî ya qewî, tevlîbûna ji dil, bi hejmarên mezin û ji hemû beşên Kurdistanê, disiplîn û tevlîbûna bi tevahî di xebatên leşkerî, perwerdehiyê û rekxistinî de, bi tevahî xwespartina hêza xwe ya zatî di hemî karên praktîkî de (avakirina kempan, kolana rê û banan, parastin, çavdêrî, keşifa erdnîgariyê, dermankirin û rakirina birîndaran), xweadaptekirina li erdnîgariya sext û diyardeyên xwezayî yên dijwar, tevlîbûnek rastîn di şer û çalakiyên leşkerî de, nek rûkeşiya mîna di partiyên din de tê çavdêrîkirin.
Bê guman, û guman tune ku ezmûnên weha xwedî nirxek perwerdehiyê ne. Di wan jinan de baweriya bi xwe û bi şiyanên xwe pêş dikeve û di mêrên ligel wan de jî baweriyek bi şiyanên jinan ên xwe birêvebirinê û xwe parastinê pêş dikeve. Lê ev hemû tenê sinor (çalakiyêk sembolîk û macerek e bilîmetkarî ) derbas nake dema ku ligel vê enerjiya mueazam, hişê kolektiv ê jinan û nêrîna wan a felsefî û fikrî tê de berceste nebe û ew hiş û ezmûn nerije nav prosesek yasayî û civakî ya çareserkirina pirisgirêkên jinên kurd ên di piratîka jiyan a civakî de. Pêdiviya me bi hiş û iradeya me heye ji bo bidestxistina azadiyê û ew mixabin tûnebû û hê jî tuneye di PKK de.
Ramana min ji ya Aletta Jacob*, Virginia Woolf * û Joke Smit* ne cûda ye. Heya ku jin di derbarê rewşa xwe de tiştek neguhezînin, û heya ku jin nebin xwedî hêzek rastîn û dîtinek jinane ji bo mesele û biryarên derheq siberoja xwe, ew hemî enerjî winda dibe û tenê dibin rûkeşek ku serokatiyên mêr ên sîtemkar û diktator pesna demokratîkbûna xwe ya derewîn pê bidin.
Mêrên rêvebir ên PKKê, mîna exleb mêrên di partiyên soyalist de, ne sosyalîst in. Ne jî di mesela jinan de mafperwer in; ji bo ku pozîsyona xwe ya desthilatdariyê biparêzin gelek caran jinên hêja ku dengê xwe bilind dikin tûşî sizayên giran kirine û egoizma xwe di bin navê parastina partiyê û berjewendiyên netewî de parastine.
Mîna bi gelemperî partiyên mêran, wan jî berendamên jin ên jêhatî nedixwestin. Pîvana jêhatîbûnê li gor ideolojiyê dihat diyarkirin. Te çend hêza ezberkirina hevokên Öcelan heye, tu çend di hemû şert û mercan û hemû guherandinan de dîsa wan hevokan bi kar tînî (ku gelek ji wan hizir û têgehên nakok in), tu ewqas şarezayeke ideolojîk î, ewqas jî azad î!
Herwiha hemû berendamên jin ên navenda jinan ji aliyê Öcelan ve dihatin pesendkirin ku li gor pîvanên wî yên fîzîkî, aqlî, îdeolojîk bûn û ya herî giring giradana wan bi şexsê wî re bû.
Qet jinek nikarî bû ji derveyî ferman, hizir ango demagojiya Öcelan derbikeve. Yên derveyî wê derdiketin û hişê xwe dişuxulandin, nakokiyên xwe eşkere digotin ji erk û peywiran dihatin avêtin, raport jê dihatin xwestin û diketin rewşên girtin û tecrîtan. Di encamê de tûşî şerek piskolojîk dibûn ku tê de navûdengê xwe û rûmeta xwe ji dest didan. Ji ber ku bi dîtina rêvebirên mêr ên partiyê ev berhehilskarî ye û dubendiyên ideolojîk dirust dikin, loma gelek endam bi sûcê tesfiyekariyê hatine girtin û jinavbirin.
Diyarkirina stratejî û taktîkê teqez di destê mêran de bû. Hemû biryar ji navendekê derdiketin û di wir de jî mêr tê de xwedî gotina destpêk û dawiyê bûn. Heta lîsteya pêşniyarên merkeza jinan destpêkê ji cem Apo dihat, piştre ji cem rêvebiriya giştî ku ew jî mêr in û çend jin tê de ne ku ji axaftina mêran dernediketin û dernakevin. Rast e jin û mêr di partiyê de di erk û işleyişê de wekhev in, lêbelê, biryar di dest mêran de ye û ev di jiyana rojane de bêtir eşkere dibe.
Encam ev e ku PKK mîna hemû partiyên din (yên sosyalîst jî di nav de) hîn jî jinan bi çavê civaka baviksalarî dibînin. Di rastiyê de, wan tu îtiraz li hember mayîna jinan li kêlekê tuneye. Ew hene dema tê xwestin, lê biryar, desthelat di destê mêran de ye û li ser jinan wê pêk tînin. Ev diyalog di navbera min û hevaleke kevn ku yek ji damezrênerên partiyê bû, pêk hat. Ez û ew di rewşa tecrît û raport nivîsandinê de bûn. Êvarê ew dihat û bi kaxezên xwe, beramber min rûdinişt û meraq dikir çi di hişê min ê neteslîmbûyî de diqewime.
-Ma hûn jî nabînin ne mimkûn e ku bi hişên kole azadî bê bidestxistin?
-Koletî û disiplîn du tiştên cuda ne. Peyv û têgehan guncaw bikar bîne.
-Dema ku mejî bi hişê xwe nexebite, ew mejiyekî kole ye.
-Ji bo ku em bigehîn armanca xwe, divê em hemû hişê xwe radestî îdeolojiya partiyê bikin. Take çareserî ew e. Ger te hişê xwe bi kar anî (pênûsa xwe nêzî eniya min kir) tu yê piştî demekê xwe ji derveyi dozê bibînî.
Çareserî çi ye?
Partiyek tenê ayîdî jinan **
Piştî destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem jinên sor*** di kongreya partiya xwe de, Partiya Karkerên Holendayê, li dijî dengdana mêran a ji bo erêkirina seferberiya leşkerî nerazîbûn diyar kirin. Li ser vê yekê helwest nîşan dan û nexwestin bi mêran re xwarinê bixwin û bi şev li salona ku cil lê hatibûn daliqandin razên. Beriya wê jî, nîqaşên dirêj li ser aştî, pirsgirêkên global pêşkêş kirin. Lê nikaribûn tiştekî biguherînin û pêşniyarên wan rastî redkirin û tinazên veşartî hatin. Tevî têkoşîna wan a berdewam, lê di şêst û şeş salan de jinên sosyalîst yek milîmetre jî li ser pesendkirina aştiyê û danqebûlkirina nihêrîn û dîtinên xwe li ser pirsgirêkên global pêş neketin.
“Heger wan ji wê demê ve enerjiya Yekîtiya Jinan ji bo pirsgirêkên jinan bi kar anîba, îro me dê kariba di partiyê de, di parlementoyê de û di civata wezîran de ji bo aştiyê tiştekî bikin…” Yoke Smit rewşa tevgerên jinan bi giştî û ya jinên sosyalîst bi taybetî li Holendayê wiha şîrove û rexne dike.
Lê berevajî wê Partiya Jinan a Neteweyî (National Woman’s Party) ku rêxistineke jinan a amerîkî bû, di sala 1916an de ji hêla Alice Paul û Lucy Burns ve hate damezirandin. Wan daxwaz kirin ku mafê dengdanê ji bo jinan were dayîn û hemû mijarên din paşguh kirin, lewma tenê ji bo bidestxistina mafê dengdanê ya jinan xebitîn û piştî dijberiyeke tund gihîştin armanca xwe û destkeftiyeke dîrokî pêşkêşî jinan kirin. Wan di sala 1917an dest bi kar û xebatên xwe kirin. Gelek tevgerên protestoyî bi kar anîn, yek ji wan Parêzvanên Bêdeng (Silent Sentinels) damezirandin û piştî bi astengkirinên mezin gihane armanca xwe û mafê dengdanê ji jinan re di 26ê Tebaxa 1920an de bi awayekî fermî hat pejirandin.
Mînakek din a nûjen Partiya Wekheviyê ya Jinan e (Women’s Equality Party) ku sala 2015an li Îngilistanê (UK) ji aliyê Catherine Mayer û Sandi Toksvig hate demezirandin. Daxuyaniya seroka partiyê bi vî rengî dest pê dike: “Wekhevî ji bo jinan ne tenê pirsgirêka jinan e. Dema jin bigihîjin potansiyela xwe, her kes sûd jê werdigire. Wekhevî tê wateya siyasetek çêtir, aboriyek zindîtir, hêza kar a ku xwe dispêre jêhatîbûna tevahiya nifûsê, û civakek ku bi xwe re di aştiyê de ye.”
Partiya Wekheviyê ya Jinan tenê şeş mijaran dikin armanca partiya xwe. Di siyaset û karsaziyê de nûnertiya wekhev. Di perwerdehiyê de nûnertiya wekhev. Meaşê wekhev. Jin ji aliyê medya û çapemeniyê ve wekhev bên dîtin. Mafên wekhev ên dêûbavtiyê û bi dawî bûna tundûtûjiya li dijî jinan.
Meyer di danasîna şeş armancan de digo, “Em hewl nadin bibin partiyek ku bikaribe bersiva pirsên li ser tiştên ku divê li Ûkraynayê bêne kirin, an jî hewl bide ku platformek li ser jîngehê an tiştek din çêbikin, lê em ê bêtir li ser vê rojeva wekheviyê bisekinin.” Seroka partiyê Walker wiha li axaftina wê zêde dike: “Em ê di mijarên din de nebin xwedî siyaset. Em ê bi giranî, li ser pirsgirêkên jinan ên di civaka xwe de bisekinin û bala xwe bidin vê yekê. Em ê pêşwaziya kesên ji her partiyeke siyasî bikin, ên wek me dixwazin ji jinan re tiştekî bikin.”
Aşkira ye ku ezmûnên global di vê mijarê de ji me re dupat dikin ku em jin nikarin tiştek di rewşa giştî û global de biguherînin heya ku em rewşa xwe li welêt û civaka xwe neguherînin. Ew guhartin jî pêk nayên dema ku em xwedî tevgerek jinan bin lê ew ayîdî partiyek siyasî ya mêran be. Nemaze heke ew, mîna piraniya partiyên Rojhilata Navîn, navendparêz be yan jî mîna piraniya partiyên cîhanê hejmara mêran tê de piranî be (li gel ku pêwîst e li ber çavan bê girtin ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tek partiyeke demokratîk jî tune ye).
Her weha, xala din a girîng ku ji ezmûnên herêmî û global xuya dike ew e ku dema jin ayîdî partiyeke mêran bin, keda wan vedigere pêşxistina wê partiyê, her karekî tê de bike û pêş bixe jî ew vedigere wek qazanc bo wê partiyê. Bi piranî jî navê wê jî û keda wê jî û pêşniyarên wê jî bi navê wê nayînin ziman. Lê dema ew di partiyeke jinan de be her kedeke ku bide ji bo jinan û têkoşîna wan vedigere.
Wekî di beşa yekem a nivîsa xwe de min diyar kirî, ramana min di vê mijarê de ji ya Aletta Jacob, Virginia Woolf û Joke Smit ne cuda ye. Heya ku jin derbarê rewşa xwe de tiştek neguhêzînin û heya ku jin nebin xwedî hêzeke rastîn û dîtinek jinane, ji bo meseleyan û biryaran derheqê siberoja xwe de nedin, her wiha bi rengê xwe yê jinane pênaseya dîrok, dîn, mîtolojî, siyaset, dîplomasî, leşkerî û têkiliyên civakî hwd. ji nû ve nekin, û tê de negihin dîtinek û hişmendiyeke hevbeş û di roşeniya wê têgihiştinê de, armancên real diyar nekin û ji bo pêkhatina wan armancan xebateke bê payan nîşan nedin, wê nikaribin gavekê jî pêş bikevin.
Lewma heger em wekî jin dixwazin şert û mercên xwe yên xerab heta astekî berçav biguherin, divê em bi xwe û bi serê xwe wê bikin û partiyeke xwe ya serbixwe damezirînin. Rast e, her jin azad e ku tev li kîjan kom û partiyan bibe, lê helbet, û guman tune ku ezmûnên bi vî rengî tenê gavên sembolîk û sînordar temsîl dikin û ji rewşa jinan tiştekî bingehîn naguherînin.
Piraniya jinan ku di nav van partiyan de bi armanca bidestxistina hin meqam û mûçeyan tev lê bûne, divê ji bîr nekin ku ew ji aliyekî ve bi hêsir û trajediyên jinên bindest ên civakê nan dixwin û ew vediguherin afîşên propagandaya demokrasiya derewîn ên hinek partiyên feodal, paşverû, totalîter û çewsîner ku navên wan ti têkiliyek bi îdeolojî û navendparêziya ku ew bi kar tînin re tûneye. Ew tenê dibin rûpoşek ku serokatiyên mêr yên sîtemkar û dîktator pê pesnê demokratîkbûna xwe ya derewîn bidin. Ew xanim divê bizanibin ku ew di wan partiyan de erka astengkirina dîtina hebûna pirsgirêkeke bingehîn pêk tînin û bi awayekî li pêşiya derketina tevgereke jinan a rasteqîn dibin asteng.
Lê belê ew jinên ku bi hişmendiyeke zayendeyî dikevin nava wan partiyan, bi armanca çêkirina guhertinan di rewşa jinan de, divê bizanibin ku ew neşên guhertineke cewherî û radîkal di rewşa jinan de encam bidin. Ji ber ku ew ne yek ji armancên wan partiyan e. Ne jî ji erkên xwe dibînin, lewma bi mixabinî ew tenê enerjiya xwe bi heder didin, renc û keda jinan ji bo bi hêzkirina desthilatdariya wan partiyan bi kar tînin. Ji rewşa jinan jî ne tiştekî diguherînin ne jî dikarin nihêrînên xwe li ser mijarên giştî yên cûr bi cûr bi biryar bikin û bidin pesendkirin. Ew wekî ku Yoke Smit jê re dibêje, “reaksiyona revê hildibijêrin.”
Heta ew jinên li meqamên bilind, ango di saziyên siyasî û hukumetî de, ciyên girîng digirin berevajî analîzan, ew her tim ji jinan re ne bereket in. Ji ber ku ji aliyekî ve ew wekî hincet têne bikaranîn –wa jin nûnerên xwe hene di partî û hukumeta me de– û ji hêla din ve ew jin bi mekanîzmayên ku li jor hatine destnîşankirin neçar dibin ku xwe wekî kom û partiyên xwe bidin axaftin. Her wiha ew pozîsyona piraniyê –ku ji aliyê mêran ve tê temsîlkirin– xurt dikin ku hewl didin bibêjin ku pirsgirêkek bi navê pirsgirêka jinan tuneye. Eger hinek pêdawistiyên wan hebin jî em in yên ku dikarin çareser bikin! Bi gotineke din, ev jin hinceta ku pergala heyî diparêze pêşkêş û pesend dikin. Ji ber vê yekê tenê hebûna jinan di navnîşa hilbijartinê de an di postên bilind û komîte û partiyan de ne kafî ye.
Rast e, gihîştina jinan ji bo meqam û postên bilind li welatan girîng e, lê ya girîngtir ew e ku em bipirsin: gelo yên ku pêwîst e wan ciyan bigirin kî ne û kîjan jin in? Gelo eger xwedî desthilat û hegemonya bin, çend hayadar in ji pirsgirêkên jinan ên nav civakê û çi qas hestên berpirsiyariyê pê re hene li beramber jinên civakê û çiqas hewl didin şert û mercên wan biguherînin?
Bi ya min ên ku gerek e van meqaman bigirin ew jin in ku haya wan ji rewşa jinan a di civakê de heye û hewl nadin ku wekî kes xwe rizgar bikin û ji rewşeka giştî ya perîşan birevin; yên ku bi hevzayendeyên xwe re di nava hevgirtinê de ne; siyaseta (dabeş bike/li ser zal bibe), fêl, rêgez û lîstikên ku ji hêla koma din ve hatine çespandin qebûl nakin û nahêlin ku ew ji hêla partiyên siyasî ve, ji armancên xwe yên wekheviyê paşgez bibin; qebûl jî nakin ku bi armancên wan re bazirganî bête kirin.
Rast e, li cîhanê beşek jî ji jinan heye ku gîhane û digîhin meqamên bilind û biryar bidest in, lê asta ku ew ji bo doza jinê bi giştî sûdek rastîn pêk bînin, bi asta xwenasîn û xwezanîn û girêdana wan bi doza hevzayendeyên xwe yên çewsandî ve girêdayî ye. Bo mînak, ji dema ku Rosa Luxemburg li Almanyayê ket ofîsên sosyalîst tiştek guherî, lê Indira Gandhi û Golda Meir ti têkiliya wan bi doza jinan re tunebû. Tevî jîrbûn û şiyanên rêberiyê yên Angela Merkel çend ew meqam û hêz xiste xizmeta doza jinan?! Yan jî kî bi qasî Margaret Thatcher xwedî jîrî û hişmendiya siyasî û birêvebirina dewletê bû, lê gelo wê di demê desthilatdariya xwe de çi pêşkêşî doza jinan kir? Berevajî wê, dibe ku serokkomareke jin a xwenas û girêdayî nirxên xwe yên zayendî bikeve Koşka Spî ya li Washingtonê û guhertinên baş qeyd bike, lê pîvana wî karî, zanîn û hesta berpirsyariyê û xwesteka bidestxistina deskeftan e ji bo doza jinan.
Li cîhanê xanimên wiha ber bi zêdebûnê ve diçin, lê li Kurdistan û Rojhilata Navîn piraniya jinên ku xwe didin pal partiyên mêran (bi sedemên cuda cuda) tenê xwe xelas dikin, eger dest biavêjin hinek xebat û çalakiyan jî tenê bi rengekî reklamî û siloganîk dikin.
Aşkira ye ku rewşa jinên kurd bi giştî û tevî zîrekbûn û şiyanên wan ên berçav di asteke xerab de ye. Astengiyên civakî yên heyî û çanda gelêrî ku bi salan di bin bandora pergala baviksalarî û ramanên olî de maye, rêjeya bilind ya nexwendewariyê, asta ne şiyariya yasayî û kêmasiyên perwerdehiya mafên qanûnî û mafên mirovan di civakî de, û tundûtûjiya berdewam dihêle ku rewşa wan li gel rewşa jinên Rojavayî (Cîhan a Rojavayî) neyê berawirdkirin. Eger em rewşa dagirkerî û bişaftina çandî û neteweyî ya ku pê re rû bi rû ye li gel êş û tengasiyên ku ji rewş û ji tevgerên siyasî jê re maye lê zêde bikin, rewşa wê ji ya jinên li derdora wê, li Rojhilata Navîn jî gelek xerabtir e.
Mixabin, rêxistinên jinan ên heyî jî piranî yan bêkalîte ne û bi têra xwe girîngiyê bi meseleyên jinan nadin û loma nikarin mafên siyasî yên jinan biparêzin, ji ber ku ev rêxistin bi partiyên siyasî ve girêdayî ne û piraniya wan partiyan li gorî zîhniyet û mentalîteya xwe li dijî mafên jinan in. An jî wekheviyê wekî erk û armanceke pêşîn û bingehîn nabînin. Ew bernameyên ku bi navê jinan didin diyarkirin jî ji bo mijarên hizbî û mebestên propagandayî ne, ne ji bo başkirina rewşa jinan e yan ji bo dariştina qanûnên wekheviya zayendî ne. Tenê propagandeyên siyasî û medyayî ji bo beşdarbûna jinan tê bikaranîn, lê anîna wan bo kargeha biryardanê ji bo ti partiyeke siyasî ne pêşanî ye. Lewma pirsgirêkên me li Kurdistanê bi çend jinên di parlementoyê de yan çendek wezîfe girtine, çareser nabe ji ber ku piraniya wan jinan jî ne bi menzûreke jinane kar û xebatên xwe dikin. Ji ber vê yekê çareseriya vê bi hederdana enerjiya jinan avakirina partiyeke jinan a azad û serbixwe ye li Kurdistanê.
Partiyeke çawa?
Partiyeke Kurdistanî, neteweyî, demokratîk û sekuler. Hemû jinên Kurdistana Mezin û jinên Kurd ên li dîasporayê di xwe de bihewîne. Prensîbên wê ya bingehîn wekheviya navbera herdu zayendan be.
Armancên partiyê “Parastina Mafên Jinan” û xurtkirina şiyanên wan. Bidestxistina hemû mafên bingehîn e, jiholêrakirina her cûre cudakariya li dijî jinan û her cûre tundiya li ser wan, guhertina têkiliyên civakî li ser bingeha hiyerarşiyê û serdestiya mêr û avakirina têkiliyan li ser bingeha wekheviya navbera jin û mêr û rêzgirtina ji mafên mirovan re. Wekheviya jin û mêran ku bi heman rengî bigihîjin nûnertî û hêza biryargirtinê di warên cihêreng ên jiyanê de.
Partî rasterast bi hemû mijar û guhertinên siyasî, civakî, hizrî yên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê têkildar be. Rêvebir û endamên “Yêkîneya Lêkolînên Bingehîn” di partiyê de erkdar in ku nêrîn û hişmendîyek jinane a yekbûyî biafirînin lewma berdewam di lêkolîn û pêşxistina hizrî de be. Ew di hundir civînên partiyê de berdewam di hevpeyvînkirin û şîrovekirin û lêkdanên hizrî de be. Lê di warê siyasetkirinê de ew têkildarî mijarên din nebin, tenê serinca wan li ser başkirina şert û mercên jinên Kurdistanî be. Bi gotineke din, “Em hemû pêşketinên li cîhan û Kurdistanê bişopînin, lêkolîn bikin, di navbera xwe de nîqaş bikin û hişek û menzûreke kolektîf ava bikin, lê em ê hêz û enerjîya xwe bi giranî li ser başkirina rewşa jinên Kurdistanê xerc bikin û di mijarên din de nebin xwedî siyaset.”
Ji bo damezirandina partiyeke siyasî ya jinan çend gav û rêgez hene ku divê bên şopandin:
Ya yekem, bi avakirina komeke bingehîn dest pê dike û pêk tê ku weke akademiyek dîjîtal (Akademiya Azadiyê) xwe bi rê ve bibe. “Yekîneya Lêkolînên Bingehîn” di hemû warên ku “Jina Kurdistanî” têkildar dikin, lêgerînan bikin. Lêkolîn û belge li ser dîroka wê ya kevn û nûjen, rewşa jeopolîtîk, jeo-sosyolojî û psîkolojî bên komkirin û şirovekirin. Dîroka wê ya nenivîsandî bi alîkariya lêkolîneran di warên cihê de –dîn, felsefe, kultur, muzîk, wêje û di şer û siyasetê de– ji nû ve bên lêkolînkirin û tomarkirin. Ji bo pêşxistina hiş û aqilek yêkgirtî di van hemû mijaran de, organîzekirina komên perwerdehiyên (dîjîtal û cihî) ji endamên partiyê re li ser bingeha lêkolîn û nîqaşên ku ji hêla grûpên lêkolînan ya Akademiyê ve hatine pêşxistin.
Ya duyem, “Koma Huqûqî” ya ku saziya partiyê ava bike û bi erkên din jî rabe, weke “Alîkariya Huqûqî ya Jinan” rêxistineke ne-tîcarî be ku bi dilxwazî û azad pêşniyarên qanûnî pêşkêşî jinan bike, û saziyek ramanî be ku li ser mijarên girêdayî jinan û qanûnê ava bike, ku qanûnên bingehîn lêkolîn bike û piroje qanûnên nû yên ku kêrî jinan bên pêşniyar bike. Li gel amadekirina rêzikname û nîzama daxilî bo parti yê.
Ya sêyem, “Komîteya Pispor a Polîtîkayên Jinan û Wekheviya Zayendî.” Ew komîteyeke domdar a pisporan be ku ji bo pêşxistina pêşniyarên siyasetê yên ku bandorê li rewşa jinan bi taybetî wekheviya zayendî dike, wezîfedar be.
Li Norwêcê ew di bin çavdêriya “Lobiya Jinan a Norwêcê” de kar dike û ji aliyê profesora civaknasiyê Catherine Holst ve tê birêvebirin. Endamên din ji jinên parêzer, dadwerên dadgehan, profesorên lêkolînên zayendî, mamostayên dîrokê û profesorên zanistên siyasî yên jin pêk tên.
Endamên partiyê wê ji jinên ku ji partiyên mêran veqetiyane û xwedî nihêrandineke femînîst bin. Her wiha ji jinên ku di hemû qadan de dixebitin û nirx û armancên me pesend bikin û berpirsiyariyê bigrin ser xwe li gel ciwanên ku di perwerdeyên partiyê de derbaz dibin, pêk tên.
Partî bi stratejiya xwe ya ku li ser sê biyavên sereke tê avakirin, hewl dide bigihîje armancên xwe:
Biyava yekem: Partî li ser bingeha xebata berdewam bi pêşxistina kampanyayên hişyariyê di nava jinan de, kar û barên guhdarîkirinê, rêberî, rêbernameya qanûnî, piştgirîya psîkolojîk ji bo jinên mexdûrên şîdeta li ser bingeha zayendî, û karwanên hevgirtinê bi jin û nişteciyan re li deverên cihêreng ên Kurdistanê, xwe pêş ve bibe.
Biyava duyemîn: Partî di heman demê de, di xebatên danûstandin û hevgirtinê de, toreke berfireh bi komeleyên herêmî, partî û tevgerên jinan ên cîhanî re pêş dixe û ezmûn digre. Pêkan e ji partiyên jinan û partiyên kesk û sosyalîstan û partîyên demokratîk ên ewrupî û cîhanî ku di warê geşepêdan û têkoşîna li dijî tundî û cudakariya li dijî jinan de dixebitin, alîkariyê û hevpariyê bixwaze. Di hundur de jî Blokan li gel jinên hemû partiyên din re ava bike, madem ku baweriyeke hevbeş heye û pêwîst e bêhtir enerjiya xwe bidin başkirina rewşa xwe. Lewma pêşxistina pirên diyalogê li gel hemû jinên civakê erkek cidî ye. Ji ber ku dema em palpiştiyeke rastîn ji jinên civakê bistînin em dibin hêz û bi wê hêzê dikarin gav bi gav yasayên wekhev ferz bikin û biçespînin.
Biyava sêyem: Partî ji bo guhertina qanûnên neheq ên li dijî jinan xebatên parêzvaniyê qebûl dike. Hewl dide bandorê li saziyên neteweyî û navneteweyî bike da ku di her astê de wekheviyeke tam di navbera jin û mêran de saz bike. Ev yek bi çalakiyên ku ji hêla endam û komeleyên girêdayî wê ve têne organîzekirin, wekî pêşxistina kampanyayên ku ji van pêk tê: Vekolîna qanûn û pêşxistina projeyên qanûnî ji bo avakirina wekheviya tam di navbera jin û mêran de. Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û pêşkêşkirina xizmetê ji bo jinên di rewşên dijwar de. Perwerdeyên hişyariyê, perwerde û têkoşîna li dijî nexwendewariyê. Nûnertiya jinan di pozîsyonên biryardanê de. Teşwîqkirina wan ji bo serxwebûna aborî bi riya vekirina xûlên perwerdehiyê ji bo karsaziyê. Ji bo garantîkirina mafên bingehîn ên jinan parêzvanî û lobî. Pêşxistina perwerdehiya wekheviyê. Başkirina îmaja jinan di medyayê de û têkoşîna li dijî tundiya medyatîk û sembolîk. Teşwîqkirina afirîneriya jinan di warê wêje, huner û lêkolînên zanistî de.
Ev partî bi çi rengan ne dijî mêran e be jî dibe ku bibe amraza pêşxistina kîn û nefretê di navbera her du zayendan de. Berevajî wê em di grûpên lêkolînan de pêşwaziya mêrên dadxwaz û rûşenhizir dikin ji bo pêşxistina hevpeyvîneke azad û ayindeyeke rûşentir a jin û mêran li Kurdistanê. Ji ber ku armanca partîyê gîhana peywendiyeke wekhev û dadperwer e ji bo damezirandina bingeheke bedewtir, bi nirxtir ya evînî, hevjînî, dostanî û bihevrebûnê.
Dibe ku gavên destpêkê pir dijwar bin. Bi taybet di civakên ku li dijî guherînên li ber xwe didin û qebulkirina gav, pergal û prensîbên nû gelekî zehmet dibînin û li dijî radiwestin. Dibe ku mînakên mîna van partiyan bi carekê bihêz nebin lê guman tune ku gav bi gav û bi çalakî û xebat a berdewam guhertinên giring di civakê de encam didin. Pêşveçûna me dibe ku hêdî û tejî astengî be, lê ezmûna cîhanî piştrast dike ku partiyên weha zihniyeta civakan bandor dikin û geşedanên bingehîn di civakan de diafrînin û ew armanca herî mezin e.
Ev nêrîn, dîtin û lekolîna taybet e bi nivîskarê ve li ser şekil û naveroka partiyeke pêşerojê ya jinan, lê ew ji raman û nirxandin û pêşniyarên din re vekirî ye. Ji ber ku weke jin em bi xebatên kolektîf bawer dikin û pêş dikevin.
_____________________________
Nîşe
* Aletta Jakob (1854-1929), yekemîn doktora Holendî, û yek ji pêşengên herî berbiçav ên pêla yekem a femînîzmê ku di destpêka sedsala bîstan de ji bo bidestxistina mafê dengdanê ji bo jinan şer kir.
* Yoke Smit ( Johanna Elisabeth) ( 1933-1981), hişmend û siyasetmedareke feminist a holendî ye, xwedî gelek babetên giring e mîna “Ka jinên hişmend”, “Sinorên siyasî yên dilê dilovan” û hwd.
** îlhama xwe ji navê pirtûka Virginia Woolf ( A Room of One’s Own/Odeya Xwe) digre ku tê de dibêje ji bo ku jin mîna mêran berhemên edebî binvîsin ji wan re odeyek, wext ji bo têfikrînê, azadî û hindik pere lazim in.
*** Jinên Sor, rêxistina femînîst a girêdayî Partiya Karkeran a Holendayê, ku daxwaza azadiya jin û mêran û tevlêbûna wan a wekhev di civakê de dikir.
Têbinî: Ev nivîs cara pêşî li Londonê di kovara The Rising of Kurds de hatiye belavkirin, hej. 5, 2025.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.