Salîh Şîmşek: Musa Anter Bûbû Endamê TKPê
Hevpeyvîn Ligel Salîh Şîmşek
Gava em behsa kesayetên kurd ên di nav siyasetê de dikin gelek caran hêz, partî û rêkxistinên (li ser navê) kurdan tên bîra mirovî. Lê gava em bêhtir bala xwe didinê, em gelek kesayetên kurd ên ne di nav van rêkxistinên kurdan de jî dibînin ku hin ji wan tu carî dev ji hişmendiya xwe ya kurdî û ya li ser kurdan bernedane. Salih Şîmşek yek ji van kesan e ku di nav refên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) de cih girtiye û têkoşiyaye. Wî di 2024an de kitêba xwe ya bîranînan Sêyîneya Jiyana Nîvkuştiyan weşand ku ev kitêba ewil a kurdî ye ji Weşanên Sosyal Tarihê (TÜSTAV) derçûye. Ev kitêb ji bilî naveroka xwe ya ji çavê kurdekî ji nav TKPyê, bi zimanê xwe yê kurdî cudahiyeke xwe ya giring heye ku gelek kesayetên kurd ên di nav TKPyê de bîranînên xwe bi tirkî nivîsîne. Em bi Salih Şîmşek re li ser kitêba wî, beşdariya wî ya TKPyê, beşên kurdî yên radyoyên TKPyê, nîqaş û nêrînên kesayet û rêkxistinên berê, siyaseta kurdan, nifşên berê û yên niha û hwd axivîn.

-Navê kitêba te ya bîranînan Jiyana Nîvkuştiyan e. Li aliyekî jiyan, li aliyekî kuştin. Cenabê te çima xwest navekî wisa lê bike?
- Erê. Ev pirtûka min a mijara gotinê, tevî ku tête zanîn, ji sê rêzepirtûkan pêk hatiye. Ji ber ku her sê pirtûk jî, dûmayikên hev bûn, min ew di nava pirtûkekê de civandin û da çapkirin. Navê wê yê resen: Sêyîneya Jiyana Nîvkuştiyan e. Ev nav ji ber xwe li vê pirtûkê nehate kirin. Di pêvajoya jiyana min û nifşê em bi hev re dijiyan, jiyana me, her tim girêdayî tayekî xav bû. Di ser de ev rewşa me ya xeternak bi tevahî parçeyek ji jiyana me ya rojane bû. Me nizanîbû ka birîndarî an kuştin ew dê kengî bibe para me. Beriya derbeya 12yê Îlonê, ji ber rêkxistinên me yên cuda û bîrûbaweriyên me yên teng û bona tiştên ne tişt, em bi hev diketin. Di encama van pevçûn û xirecirên bê wate de, pirî caran kuştin jî tê de me hevûdu birîndar dikir. Jixwe ev xeteriya tirsnak, di jiyana me de ne ku hew li derve, di lêpirsînên bin çavan de, û li Girtîgeha Amedê bi şikenceyên hovane, ew dê xwe li me dorpêç bikira. Lewre piştî derbeya 12yê Îlonê, hêzên ewlekariyê çiqas endamên rêkxistinên kurdewar, çep, demokrat, sosyalîst û komunîst hebûn, dan ber xwe û berê wan dan Zîndana Amedê ya Nimro 5an… Bi hezaran welatparêzên kurd, kesên pêşverû û şoreşger, bi salan di binê şikenceyên hov û nedîtî de û şev û rojan hatin borandin. Bi van şikenceyên hovane, bi dehan girtî can dan. Herî hindik qasî hejmara van kesan jî, di encama çalakiyên Grevên Birçîtiyê û Rojiyên Mirinê de jiyanên xwe ji dest dan. Dîsa qasî çar-pênc qatê kesên kuştî kes tûşî nexweşiyên giran bûn û bi hejmarek pir zêde kes bûn kesên “kêmendam.” Kesên ji wê zîndana kembax qaşo zindî(!) derketin jî, di rastiyê de, ji ber wan şikenceyên hovane, ew jî yek bi yek bûbûn nîvkuştî. Lewre nîvê jiyana xwe li wir hiştin û welê derketin.
Loma, min di navê vê pirtûkê de jiyan û kuştin-nîvkuştin bi hev re bi kar anî…
-Cenabê te çima hewce dît bîranînên xwe binivîse? Bi te, çima giring e nivîsandin û xwendina bîranînan?
- Ev pirs, bi min pirseke pir giring e. Ji destpêka qutabîtiya min a mamostetiyê bigir ta ku min dest bi nivîsina serborî û bîranînên xwe kir; nola her kesên dilsoj ên herêmê, him pir tiştên dijwar di serê min de bûrîbûn û him jî bibûm şahidê pir bûyerên can sotîner…
Piştî ez ji Zîndana Amedê derketim, di maweyeke kurt de, hew ji rêkxistina me nêzî deh-duwanzdeh kesan bîranînên xwe nivîsîn û wek pirtûk weşandin. Digel vê geşeyê jî neyta min a nivîsîna bîranînan qet û qet tunebû. Heta bi hejmarek zêde hevalên min, bi taybetî jî yên em di Zîndana Amedê de bi hev re jiyabûn bi heterdariyeke mezin ji min xwestin ez bîranînên xwe binivîsim. Lê bi rastî, heke gotin di cî de be: min ev daxwazên hevalên xwe “piştguh” dikirin… Lewre min xwe ji xwe re digot: “Erê, bîranîn nivîsîn tiştekî hêsan e. Lê, jiyan û serboriyên Girtîgeha Amedê ya Leşkerî, bêkêmasî nivîsîn, ne tiştekî pêkan e.” Dîsa min ji xwe re digot: “Li tevahiya cîhanê, ti zimanê ku, têra bilêvkirina sepînên vê dojehê bike, tuneye. Ji ber ku, zimanekî welê berfireh û geş, hîn nehatiye rûerdê. Ango, di encamê de, ew sepînên hovane, bi çi awayî, çawa û çiqas bi serkeftin bête nivîsîn jî, ew dê ev, bi teqezî vebêjên kêm bin.”
Ta ku rojekê, ez pêrgî hevokeke nivîskarê navdar Andre Gide hatim: “Nivîsîna bîranînan, ji destê mirinê rizgarkirina hin tiştan e.” Ji vê boneyê min xwest, ez jî hin tiştan ji destê mirinê rizgar bikim û wan jiyandin û serboriyên tirsnak, bi zimanê xwe yê dayikê ragihînim nifşên piştî me.
Ez bêm pirsa we ya “Xwendin û nivîsîna bîranînan çima giring e?” Piştî min bîranînên xwe nivîsîn, bi hejmarek pir zêde kesayetî û derdorên civakê eleqeyeke mezin nîşanî van bîranînên min ên xwerû dan. Ev rewş bona min, bû cihê fexr û şanaziyeke bêhempa. Paşê, bi vê yekê, ez li kêmasiyeke me kurdan varqilîm. Pê re jî gelek xemgîn bûm. Lewre, digel em kurd neteweyeke qedîm in, di tevahiya dîrokê de, li ser sînga me cengebazî her û her domiyaye. Dem bi dem em di nava şaristaniyên mezin de jiyane. Me di pir şeran de lehengên bi nav û deng afirandine. Em xwedî zimanek û çandeke dewlemend in. Me ti carî li dijî zordar û zordestan stûyê xwe xwar nekiriye. Me timî caran li ber xwe daye. Di warê berhem nivîsînê de jî em ne ewqasî kêm in û hwd… Li dinê, hin neteweyên ne xwediyê nîvê-nîvê van taybetmendiyên me kurdan, bi hejmarek pir zêde kesayetiyên wan ên di nava civaka wan de bûne xwediyê rolan, bîranînên xwe nivîsîne û neteweyên ha ji wan biranînên nivîskî bi awayekî berfireh sûd girtine… Lê em di warê nivîsîna bîranînan de, di tevahiya dîrokê de, her û her qels tevgeriyane. Mixabin ev rewşa me ya kambax, îro jî bi vî rengî didome. Ez hêvîdar im, qet nebe piştî hingê, siyasetmedarên me, rewşenbîrên me, rojnameger û nivîskarên me, lêkolînerên me, hunermendên me, werzîşvanên me, wêjevanên me û hwd bîranînên xwe, bi zimanekî xweş, bê mezinkirin, bê biçûkkirin û bi awayekî şênber binivîsin… Civaka me, wexta bibe xwediyê berhemên bi vî rengî, em ê jî di warê civaknasî, zimannasî, çandnasî, dîroknasiyê de û hwd. bigihêjin pêşveçûn û geşeyên têkûz. Min ji ber van sedeman û hwd bîranînên xwe nivîsandin…
- Em dibînin ku di dema xwe de bi awayekî aktîf di nav siyasetê de bûyî. Têkiliyên te yên bi kesayet û rêkxistinên kurdan re jî têra xwe çêbûne û eleqeya te ya bi kurdî re jî her zêde bûye. Lê her ji mêj ve te di nav Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) de cih girtiye. Gelo sedem çi bû ku tu tev li vê partiyê bibî û her ji bo wê bixebitî? Di kitêbê de tu behsa gelek rêkxistinên din ên kurdan ango bi gotina te “kurdewar” dikî, gelo te çima ne rêkxistineke kurdan lê TKP tercîh kir?
- Hêjayan, hûn di van pêytên xwe de mafdar in. Digel rastiya ha, sedemên çêtirdîtina min a “artiya Komunîst a Tirkiyê têra xwe hebûn. Carekê di wan salan de, bi giranî hewla konjonktora dinê û ya Tirkiyeyê ber bi çepîtiyê ve geş dibû. Li gor bîrdoziya Marksî û Lenîniyê, dema Şoreşa Proleteryayê pêk bihata; dê ew şoreş bi xwe re, kêşeyên çînî, kêşeyên neteweyên bindest, heta ên jinan, ên ekolojîk û hwd bi hev re çareser bibûna. Jixwe ez, ji malbateke xizan bûm û zarokê neteweyeke bindest bûm. Ev bîrdoziya Marksî û Lenînî tam jî li gora dilê min bû. Di ser de, di wê demê de cîhan, cîhaneke du cemserî bû. Yekîtiya Sovyetê, li ber çavên axlebê hêzên sosyalîst û komunîstên cîhanê bi awayekî Niştimanê sosyalîzmê dihat pejirandin. Yekîtiya Sovyetê, ji dema Kominternê heta ku ji holê rabû, li her welatî hew partiyek tenê bi komunîstî dinasî. Li Tirkiyê jî tevî ku dihat zanîn ev partî, ji bilî Partiya Komunîst a Tirkiyê ne ti partiyek bû. Jixwe ewqas sedem têra min dikir ku bibim endamê PKTyê [TKP-Türkiye Komünist Partisi]. Li dûv endamtiya min a PKTyê min ti carî bi rêkxistin, ber û baskên kurd û kurdewar re neyartî nekir. Berevajî, di nava PKTyê de xebata min, bi giranî li ser parastina maf û berjewendiyên neteweya kurd bû. Bona hevalbendî û tifaqa komunîstan û hêzên azadîxwazên kurdan her û her xebitîm. Di vê xebatê de her çiqas negihabim serkeftineke berbiçav jî, îro gava ez li vê xebata xwe ya raborî, ya bi vî rengî dinihêrim, çirkek tenê jî poşmanî di nava serê min de nabore… Disala
- Te di 1975an de dest bi xwendina kovara Özgürlük Yolu (Rêya Azadî) kiriye û ji bo çend hejmaran jî belavkariya wê kiriye li Pîranê. Lê tu qal dikî ku paşê “ji ber hin nakokiyên bîrdozî” dev ji belavkirina wê berdaye û “xwendina pirtûkên klasîk ên Marks û Lenîn bêtir pêdiviya hişmendiya te bi cî aniye.” Herwiha bêyî ku sedeman diyar bikî, tu qal dikî ku di navbera kovara Rêya Azadî û Ürünê de “nîqaşên pir hişk didomiyan” û ji ber vê di navbera we û PSKyiyan de “şikestineke derûnî qam daye.” Gelo ew nakokiyên bîrdozî çi bûn ku te dev ji xwendin û belavkirina wê berda û pêdivî bi kitêbên Marks û Lenîn dît? Û nîqaşên herdu kovaran li ser çi bûn, tu dikarî zelaltir bikî?
- Erê. Herwekî di nava pirsa te de jî hatiye destnîşan kirin, di sala 1975an de, li bajarokê Pîranê min mamostetî dikir. Kovara bi navê Rêya Azadî (Özgürlük Yolu) hîn nû derketibû. Di wê demê de, çend nêz hevalên min ên pêwendiyên me bi hev re hebûn, bibûn layengirê vê kovarê. Min bona xwendinê hejmarek ji wan wergirt. Qasî ji destê min hat min ew hejmar bi hûrgilî xwend. Erê, hin peytên vê kovarê, nêzî hizir û bîrên min bûn. Paşê min sê-çar hejmarên Kovara Rêya Azadî (Özgürlük Yolu) bi xwe re birin Pîranê. Ew li hin kesan belav kirin. Ez di wî nîrî de hîn ne endam an jî layengirê ti rêkxistinekê bûm… Di wê navberê de, kovarek ji Ewropayê hatibû, bi dest min ket. Weşaneke Înfoturk bû. Bi berfirehî behsa PKTyê dikir. Vê zêdetir bala min kişand. Ji nû ve min berê xwe da klasîkên Marksî û Lenînî. Lê ne li ser hev be jî carinan min Kovara Rêya Azadî jî di çav de diborand. Piştî maweyekê ez bi tevahî ji kovara Rêya Azadî dûr ketim û bi awayekî rêk û pêk min dest bi xwendin û şopandina Kovara Ürünê kir. Xwendina min a klasîkên Marksî û Lenînî jî her domiya. Beriya ku ez bibim endamê PKTyê, di navbera Kovara Rêya Azadî û Kovara Ürünê de nakokî hebû an nebû, ez wê nizanim. Heke hebe jî min heta vê demjimêrê ne bihîstiye.
Ez werim ser pirsa te ya “nakokî û gengeşiyên di navbera kovarên Ürün û Rêya Azadiyê”… Bersîveke bi vî rengî, di ser de jî digel hûrgiliyên wan bersivandin, bersîveke pir zor û zehmet e. Bersîva vê pirsê digel sedem û hûrgiliyên wê rawekirin, bi min mijara lêkolîneke kûr û dûr e. Bersîveke welê bi serê xwe tenê kare bibe pirtûkeke stûr… Lê dîsa jî, di çarçoveya vê hevpeyvînê de, bona kes û kesayetiyên vê mijarê bi hûrgilî dixwazin serwext bibin, hew ez kanim pêşniyaza ha bikim. Ji vê yekê mebesta min ne ew e ku wî agirê ne bixêr, ê li raborî maye û bûye malê dîrokê, ji nû ve gur bikim.
Heger em werin mijara gotinê. Gotûbêjên di navbera me herdu aliyan de, bi piranî di ser Kovara Rêya Azadî (Özgürlük Yolu) û Kovara Ürün de borî. Mijar ji serî heta binî, li ser nêrîn, peyt û awayê çareserkirina doza kurd bû. Qasî ku ez zanim, ji hevalên me Huseyîn Ersavaş, di Ürünê de nivîsek nivîsî (Hejmar: 36). Cara duduyan, Hesen Ûtkû, di Ürünê de nivîseke din nivîsî. (Hejmar: 39). Di 57. salvegera avakirina PKTyê de ji endamên politburoya PKTyê Ehmet Saydan (Aram Pehlîvanyan) gotarek di Bizim Radyo de xwend (11yê Îlona 1977). Ev gotar, li Ewropayê di Kovarên İşçinin Sesi û Kurtuluş de, li Tirkiyê jî di Kovara Ürünê de (Hejmar: 40.) hatin weşandin.
Li aliyê din. C. Aladag, di Kovara Rêya Azadiyê de bi nivîsekê derket pêş (Hejmar: 26). Paşê, Ş. Dîclelî, li ser hev di hejmarên 26, 29, 30, 33-34em de rexne û dîtinên xwe parve kirin.
Dawiya dawî, Kovara Rêya Azadî, di hejmara xwe ya 41em de bi sernavê, “Şêwaza Rexnegeriya PKTyê” nivîsarek nivîsî. Bi vî awayî dawî li van gotûbêjên nivîskî hat… Di encamê de, du hêzên ku pir nêzî hev, bi van gotûbêjan ji hev dûr ketin… Her çiqas piştî derbeya 12yê Îlonê li Ewropayê ev herdu hêz, ango PKT, PSK, di sala 1984an de hatin nik hev û bi partiyên bi navê TİP, TSİP, TKEP û PPKKyan re bi navê Yekîtiya Çepên Tirkiyê û Kurdîstana Tirkiyê yekîtiyek saz kiribin jî, ev yekîtiya giranbuha mixabin piştî maweyek kurt ji hev ket.
- Di navbera we û rêkxistinên din de gelek caran nakokî û pevçûn çêdibin. Tu diyar dikî ku “axlebên hêzên herêmî bi çavekî baş li PKTê (TKP) nedinihêrîn.” Ev yek di kongreyên TOBDERê de jî xuya dibe ku hin kes ji ber pevçûnan birîndar dibin. Herwiha tu qala pevçûnên TKPyê yên bi “apoger”an re jî dikî ku di encamê de birîndar çêdibin û hevalê we Mehmet Çakmak jî tê kuştin. Gelo ev nakokî û pevçûnên navbera we û rêkxistinên din ji ber çi bûn, tu dikarî bi hûrgilî zelal bikî?
- Beriya 12yê Îlonê, li bajarê Amedê û bi gelemperî li herêma me, hima hima pêjna rêxistin û hêzên faşîst nedihat hîskirin. Heke rastiya wan rojan, bi awayekî bê alî û şênber bête nirxandin, hîç partî, rêxistin heta ber û baskên li ser navê azadî û rizgariya çînî û neteweyî hej ji hevûdu nedikirin. Lewre, her hêz an rêxistin, xwe sed ji sedî rast û durist, hêzên derveyê xwe jî di nava xeletî û averêyan de didîtin. Bê şik em jî di nava vê derûniya xirab de bûn. Berevajî em gişt hêz û rêkxistinên çep û kurdewar diviyabû bi hev re hevkarî û tifaqên mayinde bikin. Lê di pirêzeyên xwe de her rêkxistin, dixwest li qadê bibe desthilat û mafên xwerêkxistinkirinên rêkxistinên din ji nedîtî dihate dîtin. Mixabin ev rewş, ji rikberiyeke şareza zêdetir, li ser bingeheke hevûdu-tunekirinê hatibû sazkirin. Jixwe axlebên rêkxistinên herêmê PKT herwekî rêkxistineke biyanî, reformîst, pasîfîst û şovenê civakê didîtin. Bi vê hincetê jî nedixwestin PKT li herêmê hebûna xwe bidomîne. Loma li çend bajar û bajarokên herêmê, bi hejmarek zêde endam û alîgirên PKTyê ji hêla endamên rêkxistinên çekdar hatin birîndarkirin. Hevalê me yê nemir Mehmet Çakmak jî di êrîşeke bi vî rengî de jiyana xwe ji dest da. Li herêma me, beriya derbeya 12yê Îlonê di van şer û pevçûnên navxweyî de, bi hejmarek zêde, kes û kesayetên pir giranbuha birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan.
Digel di wan rojan de rêkxistina me û hin rêkxistinên kurdewar her çiqas di têkoşînê de bikaranîna amûrên tundrew nedipejirandin jî, dîsa jî bivê nevê xwe di nava şer û pevçûnên bi vî rengî de didîtin. Ev rewşa bêhedan û nebixêr, mixabin TOBDER jî tê de, di her komeleyên pîşeyî û sendîkayên karkeran de jî xwe dida der.
- Tu behsa weşana kurdî ya di TKP‘nin Sesi Radyosu de dikî (1977), ku li Almanyaya Rojhilat hatiye vekirin; Amed Tîgrîs tê de xebitiye. Ev weşana kurdî ya radyoyê heta kengî dewam kir? Ji kû an heta kû dihat guhdarîkirin? Ji Tirkiyê û Kurdistanê dihat guhdarîkirin? Û bêjenebêje Radyoya Yerevanê tîne bîra mirov; weşana wê jî li welatekî komunîst bû…
- Rast e. Her çiqas dîroka weşana kurdî, di Radyoya Dengê PKTyê de, di Payîza sala 1977an de dest pê kiribe jî, di nava refên PKTyê de mijara çîroka weşanên bi zimanê kurdî gelekî kevn e.
Digel tête zanîn, dîroka Partiya Komunîst a Tirkiyê, timî caran, di binê zordarî, zordestî û operasyonên hêzên ewlekariyê de boriye. Di van operasyonan de, bi caran rêvebir û endamên wan hatine desteserkirin. PKT di sala 1951ê de operasyoneke pir mezin dixwe. Piraniya rêvebir û endamên wê têne desteserkirin û berê wan didin zîndanan. Di wê demê de, çend rêvebirên ji çerxa hêzên ewlekariyê filitîbûn, berê xwe didin derveyî Tirkiyê. Li Almanyaya Demokratîk li ser navê Buroya Derve xebatên xwe didomînin. Ku salên ha, di navbera Amerîkaya Yekgirtî û Yekîtiya Sovyetê de salên Şerê Sar in… Di sala 1956an de, Sekreterê Giştî yê PKTyê Îsmaîl Bîlen, ji Yekîtiya Sovyetê û Almanyaya Demokratîk bona Partiya xwe daxwaza sazkirina radyoyekê dike… Du sal şûnde PKT, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê û Almanyaya Demokratîk, li bajarê Leipzîgê dibe xwediyê radyoyekê. Ev radyo, bi navê Bizim Radyo û di binê serokatiya Nazim Hîkmet de tam di 1ê Avrêla sala 1958an de dest bi weşana xwe dike û heta 11yê Pûşpera 1989an bênavber weşana xwe didomîne… Di serî de, Buroya Derve ya PKTyê giringiyek mezin dide kadroya weşana Bizim Radyo. Loma, Sekreterî Giştî yê PKTyê Îsmail Bîlen, Zekeriya Sertel, Sabîha Sertel, keça wan Yildiz Sertel û zavayê wan Ebûzer Ozdemîr (Kurd Memo), vedixwîne Leibzîgê. Ligel van kesan, Nazim Hîkmet, Hayk Açikgoz, Anjel Açikgoz jî di nava kadroyên weşanên radyoyê de cîh digirin…
Ji hêl kadroyên weşana Radyoyê û Sekreterê Giştî yê PKTyê Îsmaîl Bîlen, ji endamên Polîtburoyê Aram Pehlîvanyan û Fahrî Erdînç bona zimanê weşana Radyoyê biryara pirzimaniyê (tirkî, kurdî, erebî û girekî) digrin. Ji ber ku di nava van kesan de hew Ebûzer Ozdemîr (Kurd Memo) tenê bi kurdî zane. Bi xwezayî bêjeriya zimanê kurdî jî ew bi xwe dike (1958)… Her çiqas, weşan û weşangeriya Bizim Radyo ji serî heta binî bi destê kadroyên PKTyê hatibe ajotin jî, ev Radyo ne weşaneke PKTyê ya fermî bû…
Em werin ser weşanên Dengê Radyoya PKTyê û Beşa Zimanê Kurdî…
PKT, çar-pênc hîv beriya 50. Salvegera Şoreşa Oktoberê, ango di hîva Gulana sala 1967an de û di pêşengiya Sekreterê 1. ê PKTyê Reşat Barener de, li bajarê Leîpzîgê hate damezirandin. Di destpêkê de bona bigihên penaber û karkerên ji Anatolyayê hatine Ewropayê, hîvê rojekê li ser pêla navîn dest bi weşana xwe kir. Ev weşan bi awayekî sînordar dihat kirin, di sala 1973yan de, di binê Sekreteriya Giştî Îsmaîl Bîlen de, weşanên Radyoya Dengê PKTyê dest bi weşana xwe ya rojane kir. Ev weşan, him li ser pêla navîn, him jî li ser pêla kurt (kin) hate domandin.
PKT, piştî li herêma me kurdan, tibabekî xwe birêkxistin kir, di 2yê Gulana 1978an de di radyoya xwe de cî da weşanên kurdî. Ev beşa kurdî hefteyê 2 rojan li ser pêla kin dengê xwe bi kurdî digihand Ewropa û tevahiya welatên Rojhilata Navîn.
Ev weşanên kurdî û tirkî di 16yê Mijdara sala 1987an de dawî li weşana xwe anî. Lewre, êdî Partiya Komunîst a Tirkiyê û Partiya Karkerên Tirkiyê bi navê (PKYT) Partiya Komunîstên Yekgirtî ya Tirkiyê partiyeke nû damezirandibûn. Û ji bo vê partiyê li Tirkiyê bi awayekî zagonî û vekirî saz bikin, ji rêveberên PKYTyê Nîhat Sargin û Heyder Kûtlû (Nabî Yagcî) bi nasnameyên xwe yên vekirî, berê xwe dabûn Tirkiyê. Li dû wan jî, hejmarek zêde komunîst bi heman şêwazî tevgeriyabûn. Ji ber vê geşeyê, weşanên nepenî û pratîka dihat meşandin li hev nedihatin. Loma dawî li gişt weşanên nepenî, yên bideng û nivîskî hate anîn…
Rast e. Him Radyoya Rewanê ya weşanên kurdî, him jî weşanên Radyoya Dengê PKTyê Beşa Kurdî, li welatên di dema xwe de sosyalîst bûn dihatin weşandin… Niha herdu welat jî êdî ne sosyalîst in. Lê Radyoya Rewanê îro ro jî, -rojê 30 xulek be jî- weşana xwe ya kurdî didomîne…
- Amed Tigrîs di bîranînên xwe de (Bîranînên Min) wek tecrubeyeke nexweş behsa xebata xwe ya radyoyê dike. Rojekê İsmail Bilen tê radyoyê, dibêje, “Ne pêwîst e mirov bi kurdî weşanê bike û hema gotarên tirkî wergerînin kurdî û biweşînin. Bibêjin, ‘Hesolar, Husolar rizgariya we di nav rêzên TKPê de ye, werin nav refên TKPê bes e.” Haya te ji tiştekî wiha çêbû gelo?
- Erê min angaştên Amed Tigrîs, a di pirtûka xwe ya bi navê Bîranînên Min de aniye zimên, ne di heman wextî de, lê nêzî 4O sal piştî rûdana van angaştan, ji devê Amed Tîgrîs bihîst. Bi rastî wî pir dixwest, ez van angaştan di pirtûka xwe ya Sêyîneya Jiyana Nîvkuştiyan de binivîsim. Amed Tîgrîs, gava bi heterdariyeke mezin ev daxwaz dubare-sêbare kir, min ji wî re got: “Hevalê hêja, carekê ez nebûme şahidê van angaştên tu behs dikî. Ya dudan, ev angaşt, angaştên pir giran in. Di ser de ev kesê ku cenabê te wî tawanbar dike, êdî ne li jiyanê ye. Kesên mirî, nikarin biaxivin, bersivan bidin an jî kanibin xwe biparêzin… Loma ne pêkan e ez van angaştên te yên tu behs dikî, di pirtûka xwe de cih bidimê. Lewre, ez rêbazeke welê herwekî rewşeke der-sincî dibînim. Di encamê de, helwesteke welê bi min nakeve.” Di dawiyê de jî ez welê pê de çûm: “Niha ez dixazim bo te pêşniyazekê bikim. Heta niha cenabê te ji dehan zêdetir pirtûk nivîsîne. Tu kanî pirtûkeke din bi taybetî li ser vê mijarê di ser de, bi berfirehî binivîsî.”
Di encamê de, nivîskar Amed Tîgrîs, piştî çend salan, wan angaştên xwe, di pirtûka xwe ya bi navê Bîranînên Min de bi berfirehî anî zimên… Ez im, pir û pir jî baş kir…
- Ew bîranîna te ya li ser M. Emîn Bozarslan û kitêba Kudüs Ey Kudüs pir bala min kişandibû û min li ser nivîsek nivîsand. Cenabê te çi dibêje di vî warî de? Hêvî dikim min neheqî nekiribe.
- Fexriya Xan a hêja. Li ser beşek pirtûka min a Jiyana Nîvkuştiyan nirxandina te ya nivîskî, bi rastî bona min cihê fexr û şanaziyeke bêhempa ye. Mala te ava. Ez bi wan nirxandinên te yên giranbuha serbilind im. Di binyata xwe de rexne di tevahiya jiyanê de tiştekî pir û pir binirx e. Lê nenêrin ferza, di civaka me de rexne herwekî êrîş tête têgihiştin. Lêbelê li tevahiya cîhanê, pêşveçûnên bi her awayî, bi saya rexneyan dibe/bûye. Divê em vê rastiyê ti caran ji bîr nekin. Li dû wan rexneyên te yên kubar û rênîşaner, ji nû ve min berê xwe da bidestxistina pirtûka Qûdus Ey Qûdus. Soz. Ez ê wê pirtûkê ji nû ve bixwînim. Di ser de jî, ez ê bigihêm cudahiya ekla xwendina heman pirtûkê ya ciwanek lîseyî û ya pîremêrekî. Ji vê boneyê dubare mala te ava.
- Tu behsa hin xwendinên xwe yên dema lîseyê dikî. Lê ez xwendinên te yên dema TKPyê jî meraq dikim. Dema tu hê sempatîzanekî partiyê bû û dema paşê tu bû endamê partiyê, kîjan kitêb bo we dihatin pêşniyazkirin? We bi giştî çi dixwend? Û pratîkên derbarê xwendinê çi bûn? Wek mînak, di rêxistinên wan salan de sempatîzan û endamên rêxistinekê li hev kom dibûn li ser kitêbekê nîqaş dikirin an kesekî kitêbek xwendibe ji bo yên nexwendine “semîner” dida, ev li ba we jî hebû? Herî zêde we li ser kîjan kitêban û mijaran nîqaş dikir? Hwd.
- Wexta ez qutabiyekî xwendegeha mamostetiyê bûm, kêfa min bi giranî ji pirtûkên Marksî, Lenînî û ji yên kurdî û kurdewarî re dihat. Min di wê demê de, van pirtûkan piranî li malê bi tena serê xwe dixwend. Car caran jî em çend heval digihan hev û li malekê me bi hev re dixwend. Pê re jî li ser wan pirtûkan, em xwe bi xwe diketin nava gotûbêjan. Piştî ez bûm endamê PKTyê jî, ti caran pirtûkên Marksî, Lenînî û yên kurdî û kurdewarî ji destê min neketin. A li xwendina min zêde dibû, bivê nevê pirtûk, pirtûkok, kovar, belavok û rojnameyên partiyê û yên nêzî partiyê bûn. Ên bi deng jî, guhdarîkirinên min ên Radyoya Dengê PKTyê û Bizim Radyo bû. Ev jî tiştekî xwezayî bû. Pirtûkên me dixwendin gişt jî giring bûn. Lê xwendina pirtûka bi navê Dîroka Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetan û weşana Lijneya Navendî ya PKTyê Atilim pir giring bû.
Bê guman me jî nola her rêxistinan, wexta pêdivî bihata dîtin, li komeleyên bi navê Komeleya Ciwanên Pêşverû (İlerici Gençlik Derneği) û Komeleya Jinên Pêşverû (İlerici Kadınlar Derneği) li ser pirtûk, geşedan û ramînên bîrdozî, komcivîn û semîner dihatin lidarxistin. Ev rewş, di nava koma mamoste û karkerên sendîkayên nêzî me de jî bi vî awayî didomiya. Kesên li van komele û sendîkayan semîner didan bi giranî rêvebirên van komele û sendîkayan bi xwe bûn…
- Di rûpel 322yan de ji devê Musa Anter behsa endamtiya wî ya TKPyê derbas dibe. Lê Anter di bîranînên xwe de qala endamtiya xwe ya TKPyê nake û bi qasî dizanim Anter nebûye endamê ti partî an rêkxistinan. Gelo li ser endamtiya Anter ti agahiyeke din heye ku te nenivîsandibe? An cenabê te ji kesekî nav partiyê tiştek bihîstiye li ser endamtiya Anter an tiştekî din?
- Rast e. Min di rûpelê 322yan a pirtûka xwe ya Sêyineya Jiyana Nîvkuştiyan de ji devê Mûsa Enterê rîspiyê me kurdan, endamtiya wî ya PKTyê anîbû ziman. Lê mixabin di raborî de jî û îro jî, di nava me kurdan de, kesayetekî nola cenabê Mûsa Enter û Partiyek wekî PKTyê bi hev re bilêvkirin wekî tiştekî nepêkan tête ditin…
Divê neyê jibîrkirin ku rastiya jiyanê ne bi vî rengî ye. Her çiqas di nava siyasetmedarên me kurdan de, bi çavekî baş li vê partiya herî kevn û dîrokî nehatibe nêrîn jî, digel bi tonan kêmasî û xeletiyên xwe yên demê, divê neyê jibîrkirin ku hin tiştên baş jî pêk anîne… Di vê navberê de ez kanim bêjim ku, li vê erdnîgariya Anatolyayê, çiqas rewşenbîrên bi navûdeng hene, axlebên wan di dezgehên PKTyê re borîne. Piştî ku ev rastiyeke berbiçav be, gelo çima hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurd jî, di nava çerxa vê partiyê de neborîbin? Bi vê ravekirinê neyta min ne parastina PKTyê û ne jî li dû peyitandina endamtiya Apê Mûsa me… Lê divê hin rastî jî bêne zanîn… Lewre ev partî, ji dîroka 8ê Mijdara sala 1987an bi vir de, xwe ji holê rakiriye. Îro em dibînin ku çend partiyên bi heman navî derketine holê. Her yek li gor xwe li aliyekî mîrateya PKTya dîrokî xwedî derdikevin. Ev partiyên ji salên 1990î şûnde derketine holê û PKTya dîrokî, sed ji sedî ne heman partî ne... Lewre, PKTya dîrokî, va ye hima hima 40 sal in dawî li xwe aniye û bûye malê dîrokê…
Em werin ser endamtiya PKTyê ya Apê Mûsa… Wexta em sê heval çûn serdana wî ya li girtîgeha Amedê ya dîrokî, em nêzî demjimêrekê bi hev re axivîn. Me ji cenabê wî, PKT jî tê de, pirsa endamtî û ne endamtiya ti rêxistinekê nekir. Hûrgiliyên axaftina me yek bi yek di rûpelên 321-322yên pirtûkê de rasterast hatine nivîsin… Wî bi xwe endamtiya xwe ya PKTyê anî zimên.
Gelo kesayetekî nola Mûsa Enter ma pêkan e ku di rêxistinan de cî negirtibe? Ku cenabê wî ji zarokatiya xwe hetanî bi awayekî hovane hate kuştin, bona çareseriya pirsgirêkên neteweyê xwe, bi şev û roj serê xwe êşandiye û bi awayekî çalak û wêrek têkoşiyaye…
Ez werim ser pirsa we ya ser agahî an jî belgenameyeke endamtiya wî ya PKTyê. Carekê, endamtiya rêkxistinên der-zagonî an partiyên nepenî ji aliyê ti kesê ve nayên zanîn. Hew ji bilî çend kesên di heman lijneyê de kar dikin. Yek jê jî yên ji alî hêzên ewlekariyê hatine desteserkirin û derketine holê, ne tê de, wekî din ne pêkan e bête zanîn kî endam e, kî ne endam e. Ji vê boneyê belgenameyeke bi vî rengî zêde ne pêkan e.
Lê heke dîsa em werin ser mijara endamtî û neendamtiya Apê Mûsa, li gor hin lêkolînên min ên vê dawiyê; ez giham hevpeyvîneke wî ya din a nivîskî. Ku di vê hevpeyvînê de jî herwekî di serdana me ya girtîgehê de, çawa ku PKTyîbûna xwe anîbû zimên, di vê hevpeyvîna rojnameger û siyasetmedar Mewlut Îlgîn de jî PKTyîbûna xwe aniye zimên. Ev hevpeyvîn 3 sal beriya kuştina Apê Mûsa, di 27ê Tebaxa 1989an de, di rojnameya Adimlar, hejmar 17, rûpel 14an de hatiye çapkirin. Her kesê ku bixwaze, kane vê hejmara Adimlarê ji belgedanka (arşîv) TUSTAVê derîne û bixwîne…

- Di 1975an de Alparslan Türkeş ku wê hingê alîkarê serokwezîrê Tirkiyê ye, ji bo mîtîngê dixwaze were Diyarbekirê, lê ji ber bertek û protestoyên xelkê Diyarbekirê û rêkxistina we û yên din ên kurdan, Türkeş nikare tev li mitîngê bibe. Tu qal dikî ku xelk wê rojê bi sloganên wekî “Tirkêş Kûçikê Reş”, “Tirkêş Ji Amedê Biteqize” ezman dihejandin. 50 sal derbas bûn di ser wê rojê re. Gelo çi guherî di vê maweyê de ku siyaseta li ser navê kurdan gihîşt wê merhaleyê bi partiya Türkeş re bikeve nav danûstendineke semîmî, Abdullah Öcalan xalîçeyekê diyariyî Devlet Bahçeli bike ku tu mafekî kulturî jî bo kurdan qebûl nakin. Eger hûn vî pêncî salê dawî li ber çavan bigirin û di çarçoveya mafên kurdan de, hûn li ser vê pêvajoya dawî çi difikirin ku wekî “Tirkiyêya Bêteror” tê binavkirin?
- Herwekî min di pirtûka xwe ya Sêyineya Jiyana Nîvkuştiyan de bi hûrgilî aniye zimên; Alikarê serokwezîrê hikûmeta Eniya Netewî, Alpaslan Tirkeş di hîva Pûşpera sala 1975an de bi heterdariyeke mezin xwestibû were li qada Amedê mitîngekê li dar xe. Lê gelê Amedê û herêmê bi welatperweriyeke mezin destûr neda vê çalakiya Tirkeş…
“Di nava vî 50 salî de çi guherî?” Nizanim çi neguherî?... Carekê cîhan ji serî heta binî serûbin bû. Sîstema Sosyalîst hilweşiya. Şoreşa teknolojîk derket asta jor û bi leza tîrêjên hetavê radipelike rûezman û hwd. Wekî din, em ne biyaniyên pêvajoyên bi vî rengî ne. Lewre di vî çend salên dawî de, em bi xwe jî, bûne şahidê çend pêvajoyên welê. Bê guman ew pêvajoyên raborî, ji ber hin sedemên tête zanîn mixabin bi ser neketin. Her çiqas herdu alî, li ser navê wê hîn bi tevahî li hev nekiribin jî, -ez im ji nav zêdetir naverok giring e- va ye nêzî du salan e pêvajoyeke nû dest pê kiriye û bi awayekî gumandar didome. Gumankerî ne tiştekî xirab e. Neteweya me jî, siyasetmedarên me jî, di vê gumankeriyê de mafdar in. Lewre her kesên ku hima hinekî li rûpelên dîrokê bûne mêvan, baş dizanin ku pirêzeyên aliyê desthilatdaran tije fen û fût in. Loma her û her tête gotin, “Bawerî bi wan nabe”… Dibe ku, hin hêz “ji herdu aliyan jî ne bawer bin û di nava gumanên mezin de bin.” Lê ji ber gumankariyê û bawerî nedana aliyekî an jî aliyan, li hemberê vê pêvajoyê derketin neheqiyeke pir mezin e. Belbî em ne ji desthilatdaran, lê divê em bêtir ji xwe bawer bin. Lewre ji herkesê zêdetir divêyatiya me bi aştî, demokrasî û azadiyê ve heye. Bi salan, rêxistin, ber û baskên me kurdan, ên ku ne layenê şerê çekdar bûn, timî caran, di vî warî de şerê çekdar, herwekî, li ber têkoşîna azadiya netewaya kurd; astengiya herî mezin didîtin. Di vê mijarê de mirov kane bi hezaran mînakên devkî û nivîskî nîşan bide. Ji destpêka pêvajoyê hetanî niha, nêzî du salan wext boriye. Her çiqas aliyê desthilatdar, gavên berbiçav hîn neavêtibin jî, di nava vê maweyê de meytên ciwanên herdu aliyan jî ji deşt û çiyayan nayên û agir bi kezeba dayikên wan nakeve. Ev bi serê xwe tenê destkeftineke pir û pir mezin e… A duduyan, ji sed salî zêdetir e, Komara Tirkiyê hatiye damezirandin. Di nava vî sedsalî de, ev cara yekem e ku di parlemana Tirkiyê, komisyonek li ser navê kurdan hatiye avakirin. Baş-xirab, Zagoneke Çarçoveyî li parlemanê bi dengên pir bilind hatiye pejirandin. Wekî din, li gor raborî, di warê şert û mercên xebata siyasî, dîplomatîk û demokratîk de derfet îro zêdetir bûne. Lewre êdî ti kes an rêxistin ne di bin bandora şerê çekdar de ye. Hêzên bixwazin di rêça aştiyane û demokratîk de têkoşîna xwe bidomînin; qada siyasetê li gor raborî, bi vê pêvajoyê zêdetir li ber wan vebûye û hwd… Cirkî pêvajo dest pê kiriye û bi vir de, gilî, gazinc û rexneya sereke ev e: “Aliyê desthilatdar, ti tiştek nedaye kurdan û nadin. Aliyê li ser navê kurdan bi desthilatdaran re li ser maseyê rûniştiye jî, ti tiştekî naxwazin…” Dîsa bi min, pirsgirêka me kurdan, ne mijara bazara dan û standinê ye. Aliyê desthilatdar nexwaze tiştekî bide me, em ê bi têkoşîna xwe gişt mafên xwe bi dest xînin. Aliyê li ser navê me kurdan li maseyê rûniştî, çi tiştek nexwastibe jî, em bi milyonan kurd in, em ê bixwazin. Divê em ji xwe bawer bin. Ev pirsgirêk, pirsgirêkeke dîrokî ye û neteweya kurd ne ku neteweyeke mirî ye. Berevajî, neteweya me li tevahiya Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê, ji mêj ve li ser piyan e û di nava tevgerdariyeke bêhempa de ye… Ti kes nikare li ber vê pêla kurdan a azadîxwaz heta hetayê raweste. Bes rêxistinên me kurdan, ne ku bi hev kevin û ne ku neyartiya hev bikin. Berevajî, divê destên xwe bidine hev û çirkek beriya çirkekê tifaqeke neteweyî pêk bînin…
- Gelo cenabê te jî nifşê niha û yê xwe dide ber hev? Tu bi hêvî dibî dema li şêla nifşê niha dinêrî û bi giştî ji bo siberoja Kurdistanê çi difikirî?
- Bê guman, di navbera nifşê me û nifşê niha de salên pir dirêj û guherînên berfireh hene. Li cîhana duho ya em lê dijiyan û cîhana îro ro, qet naşibin hev. Sedsala îroyîn bi tevahî sedsaleke nû ye. Di dema me de, gişt hêzên welatperwer, pêşverû, demokrat, sosyalîst û komunîst, heta bi giranî rewşenbîr û civaknas bi yek devî û bi baweriyeke mezin digotin: “Dema me, dema derbasbûna ji kapîtalîzmê bo sosyalîzmê ye.” Tişta herî zêde em motîve dikirin ev pênase bû. Rêxistinên em tê de bûn bigotana çi, me ew sed ji sedî rast didîtin. Jixwe rewşa rêxistinên me yên nepenî an yên vekirî ji sedsala 19-20em mabûn. Prototîpên van rêxistinên me dewlet bi xwe bû. Her rêxistin her wekî dewletê xwe birêxistin dikir. Bê guman, di wê demê de nifşê me, gotin di cî de be: “Ziravê xwe dikirin devê xwe.” Şev û rojên xwe li hev siwar dikirin û bona armancên hatine destnîşankirin fedakariyên mezin dikirin. Lê şert û şûrtên me û yên hêzên desthilat pir dûrî hev bûn. Di dema me de, li ti malan serrast ne telefon, ne televîzyon, ne kompîtor û telefona bêrîkê hebû. Îro ro em di sedsala 21em de ne. Êdî navê demê: “Dema zanyarî, ragihandin û teknolojiya hişê çêker e.” Ji ber hindê, her kesên xwedî angaştên guhertîna civakê ne û bidestxistina mafên bi her rengî ne, divê ne li gor bîrdozên sedsala 19em û 20em, berevajî, gor pîvan û jiyana dema nû tevbigerin. Bi ya min, heke ciwanên îroyîn, digel ewqas pêşveçûnên demê di çav de bêtin borandin, ew dê bête dîtin, bi giranî li gor demê tevdigerin. Bi ya min, ji wan ciwanên îroyîn zêdetir, divê em nifşên berê xwe nû bikin, xwe biguherin; em ê zêdetir bi jiyanê ve bêne girêdan… Divê em êdî ji bîr nekin ku îro ro, kesên xwe neguherîne û li gora demê xwe nû nekirine; ne tê de, ti kes ew pênaseya jor, naîne ser zimanê xwe… Ji ber vê guherîna demê, êdî ji şerê navçînî bêtir, şerê nasnameyên netewî û hwd derdikeve pêş, digel dijwariya asîmîlasyona bê eman… Ez ne siyasetmedar im. Lê ez dixwazim di dawiya vê pirsa we de, ji siyasetmedarên me kurdan tikayekê bikim. Bila ji wan her yek vê pirsa xwerû ji xwe bipirsin: “Em her yek xwedî partî û rêxistinên bi salan in. Gelo çawa bû? Çi qewimî û çi ciriya? Amedspor di demeke pir kurt de ji tevahiya kurdên cîhanê palpiştiyeke bêhempa girt, di ser de jî bi xwedî derketina nasnameya xwe ya netewî?”
- Eger tu vegeriyayî wan rojên xwe û niha xortekî 18 salî bûyayî, te dê çi tişt cardin bikirana û çi tişt nekirana an biguherandana?
- Bi rastî bêjeya “xwezî” bêjeyeke vala û bêkêr e. Ev bêje bi piranî bona neyîneyan, helwest, bûyer û tevgerên li raborî hatine jiyîn tête karînan. Û di nava xwe de poşmaniyekê dihewîne. Bi rastî min ti carî ji raboriya xwe şerm nekir. Poşmaniyeke biçûk jî hîs nekir. Niha ez 18 salî bûma min ê çi tişt cardin bikira? Rastî nizanim. Lê tiştê ku min duho dizanî û îro dizanim, cirkî min xwe nasî, timî caran min ji xwe re digo: “Salih. Heke tu nikaribî tiştên qenc bikî, tu ne mecbûr î tiştên xirab bikî.” Û qasî ku ji destên min hat, min ev hevoka xwerû, di tevahiya jiyana xwe de di her qadan de sepand. Min ê dîsa ev hevok ji xwe re bikira rêber.
- Cenabê te vêga an salên dawî çi dixwîne? Meyla te herî zêde li ser çi cure kitêban û xwendinê ye? Wek nivîs, çi li ber te ye vêga?
- Çi cure pirtûk bi dest min keve, ez wan dixwînim. Lê bi giranî pirtûkên bi kurdî zêdetir min ber bi xwe ve dikişînin. Niha li ser maseya min pênc pirtûk hene. Sisê bi kurdî hatine nivîsîn. Du pirtûk jî bi tirkî ne. Ji van sê pirtûkên kurdî dudu jê pirtûkên helbestan in. Yek jê jî roman e. Ji van pirtûkên helbestan yek jê pirtûka helbestvan Berken Bereh e. Navê pirtûka wî: Çemê Baranê ye… Pirtûka helbestan a duyem, pirtûka nivîskar, helbestvan û lêkolîner Xelîl Bardakçî ye. Navê wê Helbestên Gunehkar e. Pirtûka sêyem romana Mûrat Turk e. Wergera wê ji tirkî, ji hêl M. Aydin Sogut hatiye kirin. Navê wê, Dema Dirîreşkan e. Ji herdu pirtûkên tirkî, yek wergera pirtûka Antonio Negrî ye û bi navê Împaratorî ye. A din pirtûka Elî Kemal Şahîn e. Navê wê, Rêwîtiya Pîroz û Dirêj-Li Qudsê Xeyal e.
Berî her tiştî divê li xwe mikur werim ku ez ne nivîskar im. Lewre, bi ya min, nivîskarî bi serê xwe pîşeyek e. Nola bijîşkî, mamostetî, parêzerî û hwd. Lê dîsa jî, ji ber ku ez evîndarekî zimanê kurdî me, qasî ku ji destê min tê û hêdî hêdî hin tiştan dinivîsim. Maweyek berê, min dest bi romaneke kurdî kir. Ka ew ê kengî bikemile, ne diyar e… Ger ez kanibim rojekê wê bi rêkûpêk bînim ber çapê, ez ê bi wê berhemê, xwe şa û bextewar bihesibînim…
- Em pir spas dikin ku cenabê te ev hevpeyvîn qebûl kir û pirsên me bersivandin. Mala te ava be!
- Mala we jî ava be. Ev yek bo min bû cihê şanaziyeke bêhempa. Ez hêvîdar im min pirsên we gora dilê we bersivandibe. Baş e ku me hev nasî û pêwendiyên me bi hev re çêbûn…
***
Salih Şîmşek kî ye?
Salih Şîmşek di sala 1953’yan de, li gundê Herberê ya bi Bajarokê Çinara Amedê ve girêdayî, hatiye dinê. Her wekî tevayê zarokên malbatên xizan, zarokiya wî jî, di nava tineyî, êş û azaran de bûriye. Wî, xwendinegeha seretayî, xwendingeha navîn û xwendingeha mamostetiyê li bajarê Amedê xwendiye. Di sala 1975’an de bûye mamoste. Di heman salê de, bûye endam û rêveberê TOB-DER’ ê. Piştî karesata erdheja Licê, di nava damezerînerên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Erdhejzedeyên Licê de, cih girtiye…
Di destpêka 1977an de, bûye endamê Partiya Komunîst a Tirkiye… Di rojnameya Politika û heftenameya Adimlarê de xebitiye. Di wan weşanan de, hin nivîsarên wî, hatine weşandin.
Di 1980yan de, ji hêl hêzên ewlekariyê hatiye girtin. Di binçavan de û di Girtîgeha Leşkerî ya Amedê ya Nimro 5an de maye, şkenceyên dijwar lê hatiye kirin. Li dû qedandina sizayê girtîgehê, 20 hîvan jî li bajarê Meletiyê di binê şertên sirgûniyê de jiyaye. Piştî ji sirgûnê vedigere, li Amadê di nava damezirînerên Komeleya Mafên Mirovan de cih girtiye.
Heta dawiya sala 1991ê, xebatên xwe yên siyasî û civakî bi awayekî çalak domandiye. Li dû hilanîna zagonên 141-142, ji nû ve vegeriyaye pêywiriya xwe ya mamostetiyê. Xwedîyê sê zarok û şeş neviyan e. Niha li bajarê Edeneyê dijî.
Şîroveyekê binivîse
Şîrove piştî pejirandina rêveberiyê xuya dibin.